HEYFHILDAN — 3
Raste, gilîê wî bi dilê gişka bû, çimkî tu kesî Hotora nedigo elahxêr, lê tu kesî wê derecêda, wî halîda îzn neda xwe gilîê Elî begemke. Lê Elî merivekî usa bû, wekî çi ku dilê wîda bû, ew jî ser zarê wî bû, çawa dibêjin, nikaribû ber devê xwe bide. Lema jî tu kes jê nedixeyîdî. Gişk haj vî xeysetê wî hebûn. Elî yekî ziravî, talyanî bilind bû, ç’evê wî ser sêrî direqisîn, ha vêderê dinihêrî, ha wêderê. Merîkî nesitirî bû, nikaribû deqekê pakî cîê xweda bisekine. Ha xweşîê xwe merya dikir, ha xwe orta gilyara dikir û cîê tê-netê xeber dida. Te hew dinihêrî ser şînê gilîkî usa danî ortê, wekî cimeta heznî ancax xwe zevt dikir, ku pîrqîn nekevê, nekene. Raste, sivikayê wîye wî teherî hebûn, lê merîkî gelekî rastgo bû. Te serê wî lêda, gilîê xêlif ji dêv dernediketin, tiştê nedîtî gilî nedikir.
— Jinik qîza bavê xweye, — Elî got, gava dît, wekî gişka xwe ker kirine û tu kes naxweze caba wî bide.
— Elî, nha ne wedê gilîê usane, — yekî bi cûrê şîretê gotê. – Mêrik çûye rehma Xwedê, ne cayîze gilî-gotinê usa bînî ortê. Dilê lawikê wan kule, çira tu agir hê gur dikî? Qezyak bûye, tu dixwazî qezya duda jî bê kirinê?
— Bo Elî merîkî dilê xweye, — yekî mayîn kete nava xeberdanê û tê bêjî gotina evî kutasîê wî xweş nehat. – Belengazî çi gotye? Merîye, da, gilîk bû, dêv derket, çira dinya xirav bû? Tişt nake, kes Elî naxeyde.
— Dixwezin, bira vê sehetê jî bixeydin, — Elî hevekî hêrs got. – Çira usa nîne?
— Ya usabûnê usane, — ewî pêşîê caba Elî da. – Lê nha wedê wê yekê nîne.
— Ez her tenê wê yekê zanim, wekî jina usa qebîlekê hêjaye. – Elî qestîka xeberê kutasîê bi teqileke mexsûs gotin. – Qebîlekê nikaribû heyfê hilde, lê jinikê hilda, dayka min kirîbe, eferim jina usara! Jina usa ne jine, jina usa mêre, — got û çû ser selê pezxudanê rûnişt. Gişka dîna xwe dane wî. Dihate kivşê, gotina wî bi dilê geleka bû.
— Lê qursaxê wê çawa qursax bûye, — gava Elî ser sel cîwar bû, got. – Mala te jinê neketê, jin nîne, mêrekî çargurç’ike.
— Bo, Elî, tu serê bavê xwekî, tu bidî xatirê Xwedê, yanê tê xwe kerkî, yanê jî rave ji vêderê here. Tê şuxula xirav bikî, — yekî navsere bi lavaya gote Elî.
— Xwedê xiravîê mede, camêro, ezê çira şuxula xirav bikim, — Elî bi hemdî xwe caba wî da û texmîn kir, wekî ew bi dilê sax dibêje. – Ecêbeke usa qewimye, em jî derheqa wê yekêda xever didin. Xwedê nekirî, xwe me tu tiştekî zêde negotye. Wexta tu rê têra divînî, wekî ez xeber nedim, ez jî xeber nadim.
Demekê gişka xwe ker kir. Zaro pêşberî mezina sekinîbûn û guh didane ser xeberdana wan. Ji hundur xênî dengê şîn-girî dihat.
* * *
Belgê û Evdo hela hê sivderêda sekinîbûn û ç’evê wan mala Hoto bû. Herdua jî xwe ker kiribûn, tê bêjî tu tiştekî wan tunebû hevdura bigotana. Lê rastîê gele tiştê wana gotinê hebûn, dixwestin hevdura bigotana, lê dem demeke usa bû, wekî kesekî turuş nedikir pêşîê destpê bike. Zarê wan jî hatibûn, kêleka wan sekinî bûn. Wan jî dengê xwe nedikir, hey carna serê xwe hildibirîn dê dinihêrîn, tê bêjî teze dya xwe dibînin û nas dikin. Zara jî îdî zanibûn, çi qewimye.
Hema wî çaxî Avdelê serekê qebîlê derkete derva. Merîê wan gişk pey derketin. Ewî du cahilêd xwe şandin, wekî ga ji nava garanê bînin. Çend merî jî erebêva mijûl bûn, tundurust kirin. Ewî temî da yekî, wekî wexta ga tînin, erebê girêdin, kulêv daynine ser, emenîkî jî hildin, bajon bên serê zevya Gelîê Soê.
Lê bi xwe da pêşya cimetê û berê xwe da zevya Gelîê Soê. Cimeta berevbûyî da pey. Ç’ûk û mezin ketine rêzê û berbi zevîê çûn. Jina Hoto, qîzê wî hey xwe dikutan, hey porê xwe, ser ç’evê xwe vedirûtin. Çend jinê qebîla wan ketibûne milê wan û nedihîştin ew xwe bikutin. Mêra serê xwe kiribûne ber xwe, kere-ker pêşda dilivyan. Xênji qebîla Huso kesek gundda nema. (Huso serekê qebîla malbavanê Belgê bû). Gişka derê xwe ser piştê vekirî hîştin û gihîştine wê êrdeka şînê û çûn. Qe hîvya kerîê berxa jî neman, ku îdî berbi gund dihatin.
Belgê û Evdo derketine derva. Zara dane pey wan. Sekinîn û dîna xwe dane wê êrdeka şînê.
* * *
Merîê qebîla Husoye mayîn jî ji malê xwe derketin, ber derê xwe sekinîn. Çend merî çûn, gihîştine hev. Şêwra xwe kirin, wekî lazime haj xwe hebin, bi tivdîr bin. Cab dane hevdu û gişka tivdîra xwe dîtin. Wexta qeme, mertal, şivdarê xwe hazir danîn, mêrê qebîlê gişk mala Husoda berev bûn.
— Gelî lawika, — ewî giran-giran destbi xeberdana xwe kir. Gişka xwe ker kir, guh danê, çika serekê wana çi bêje, çi şîretê wan bike, çi rê nîşanî wande. Ewî çawa bigota, wê usa jî bûbûya. Serekê qebîlê ew bû. Demê hada ewî gilî-gilîê wî bû. – Çawa hûn pê hesyan, ewê qancixa me lêdaye mêrê mêrika kuştye. – Kesî caba wî neda. Ewî jî kire niç’e-niç’, serê xwe hejand. – Camêr, qe gilîê ha dibe? Eva him bona wan bêhurmetîye, him jî bona me. Xelqê rave çi bêje? Wê bêje temamya qebîla filankesê nikaribû heyfa mêrekî xwe hilda, jinikê ew heyf hilda. Eva ya me. Lê ya wan? Wê bêjin çi mêr bû, wekî kevnejinekê nikaribû, ewê lêda kuşt. Ewê rûreşî anî rûê me herdu qebîla. Nha îdî gilî qewimye, çûye, — serekê qebîlê hevekî xwe ker kir. Wexta ewî navbirî da gilîê xwe û derheqa dûmayîka gilyada fikirî, mêrekî navsere, ku deve-devî pêncî salî emir kiribû, defê spî ketibûne ser sûretê wî, got:
— Apo, ez xulamê teme, tê bibaxşînî, wekî ber gelîê teda têm.
— Xwedê te xweyke, lao, keremke bêje, çika çi divêjî.
— Apo, gotina min ewe, wekî heyf ber heyfêva, kuta bû, çû.
— Ê, erê, apo heyrana ç’evê tebe. Ne axir heyfhildan jî heye, heyfhildan jî. Heyfhildana jinê başqeye, kurê min. Minê por-gulî spî kirine, lê hela gilîkî ha nebihîstye, bavê min. Evê qancixa qancix çi kir?
— Zef jî rind kir, — yekî dûr, ber dîwar rûniştî, bilind-bilind got. – Eva çend sale mala me şewitye, birê wê hatye kuştinê, lê yekî me nedibû heyfê hilde. Ewî gorbigor jî kesek bendî tiştekî hesav nedikir, nedixwest pevkeve, bêminet diçû, dihat, ne minê, ne teê. Xûşka min kirîbe, zef jî rind kirye, ew kelbê kelba gever kirye. Ewê, Xwedê nekirî, tu tiştekî xirav nekirye, her tenê heyfa birê xwe hildaye. Eva çendik-çend sale birê wê hatye kuştinê, lê ne xûna wî dane, ne hatine xwe avîtine ber derê me, ne jî me yekî bûye heyfa wî hildin. Lê evê yekê mera dest dida? Hilbet, destnedida. Rastya Xwedê ewe. Wekî ewa mera rûreşî bû, — hevekî bi hêrs got û çi dilê wîda hebû, temam da der, hêja texmîn kir, wekî tiştekî rast nekirye, ber xeberdana mezinê xweda hatye û hevekî dengê xwe bilind kirye. Lema jî çawa merîkî usa, ku tiştekî netê kiribe, vegerya ser serekê qebîlê û gotê:
— Apo, tê bibaxşînî, min ber te zêdezimanî kir. Lê çi bikim? Kela dilê min rabû, min nikaribû xwe zevtkira. Apo, tê gelekî bibaxşînî min.
Husoê serekê qebîlê serê xwe kiribû ber xwe, difikirî. Lawikê hazir zûr bûbûn, wî dinihêrîn, hîvya gilî-gotinê wî bûn. Hilbet, cîê mayîn bûya, wexta rîspîê wan ne li wir bûya, her yekî dikaribû caba gotina wî bida. Lê, hilbet, her tenê merîê yaşê wîda. Îzna cahila tunebû caba mezinê xwe bidin. Wana dikaribû her tenê fikra xwe bigota. Em bêjin, wextê ha, demê hada îzna cahila tunebû hazirbûna yanê tevî xeberdanê bûna. Lê vê carê çimkî serokê qebîlê wêderê hazir bû, kesekî îzn neda xwe dewsa wî cabê bide. Lema jî gişka xwe ker kiribûn û hîvya gotina Huso bûn, çika wê çi bêje. Lê ew hela difikirî, rodikir, dipîva. Hineka texmîn kirin, wekî dilê serekê qebîlê ji wan gotina ma, ser milê xwe vegeryan û avrûke tûj danê.
— Xwedê baxşandinê nede, lao, — serekê qebîlê paşî duşurmîşbûneke dirêj got. – Erê, birê apo, tu rast divêjî. Ewê lêdaye heyfa xwe hildaye. Lo alîkîda jî qenc kirye! Ew kelb har bûbû, mineta xwe kesekî nedikişand, gura kesekî nedikir. Ba-bao, babax bûbû, pifî ezmana dikir, — dîsa navbirîke biç’ûk da xeberdana xwe. – Wexta mêrekî wanî rû-rema kevnejineke me nikaribûyê, rya wîye, bira têda here. Lê her tenê heyfa min lawikê me tê. Tu were ew seypîsanê kurê seypîsana zyanekê bigihînine lawikê me.
— Dêmek, wexta wî kelbê wan lêda mêrê me kuşt, wana hesavê usa mera nedikirin, erê? – ji rûniştya yekî navsere pirsî.
— Çira mêrê wan mêrin, mêrê me dîkin? – yekî dinê jî bi pirsê kete ortê.
Serkarê qebîlê lênihêrî gotina wî hazira xweş nehat. Dîr ewe rastin. Wanda ketin dest nade. Eva yeka dikare bêtifaqîê têke orta wî û qebîlê. Lema jî pêra-pêra gilîê xwe guhast û dha bi fesal xeberda.
— Hilbet, ew yek devê bavê wan neketye, — Huso wa bi hemdî xwe got, hazira nihêrî. – Her kes kurê bavê xweye. Wekî ewana qayîl nebûn heyf ber heyfêva, îdî wî çaxî bira her kes haj hesavê xwe heve, çawa divêjin, pira-pir, hindika-hindik. Lê rastya Xwedê keve, heyf ber heyfêvane. Ewî lêdaye mêrê me kuştye, Belgê jî lêdaye ew kuştye, heyfa birê xwe hildaye. Raste, wekî tu usa hesav bikî, mala min dûrî lawika şewitî. Ew kelb qe nedibû qilîç’ka Tîtal, lê hesav yeke, mêr ber mêrva hatye kuştinê. Eva îdî gilîê paşine. Hilbet, çar camêrê ravin ortê, navçîgarîê bikin, wekî destê wan herdu qebîla heta kurê-kura nekeve hev. Eva şuxulê pêşîêye. Lê nha gotî hûn gişk rind haj xwe hebin, bi tivdîrbin. Bira ç’ekê we hazir danîbin. Wexta malekê yanê yekî tiştek texmîn kir, bira qulka dîwêrra pêra-pêra elametîê bide mala mayîn, wekî em gişk carekêra pê bihesin û haj xwe hevin. Temîê bidne jin, zarê xwe, bira ber derê xwe dûrnekevin. Kî zane, olecaxe, hezar tişt dikare biqewime. Dilê mêrika nhayî kule, çima badilhewa gilî-gotina tev rakin, bi van menya şuxulê nepak. Wexta nha meytê wî anîn, kesek ji we derneê ber dêrî yanê ser xênî. Qafseqet gele hene: te hew nihêrî yekî gilîkî netê got û vê roja şîna wan em rabûne hevdu. Xelqê mera çi bêje? Wê nevêjin, gelo nava wanda qê camêrek, merîkî aqil tunebû, wekî şîretek merîê xwe bikra, roja şîna dijminê xwe şerekî teze pêşda neanîyana? Eva mera, nav-dengê qebîla mera qe lap dest nade. Raste, em dijminê hevin, mêrkuştin ketye orta me, lê em dîsa merîê gundekîne, cînarê hevin. Dive cahilekî wan xûngermîê, serhişkîê bike, gilîkî sar bêje, ç’êrekî bike. Hûn bavê min kirîvin, hesêvankî we qe nebihîstye, ne hildin, ne daynin. Paşê ewê xwexwa bona gotina xwe poşmanbe. Gilîê minî kutasîê her tenê ewe, wekî herin malê xwe, derneên hetanî ew kuştîê xwe dibin, çel dikin. Paşê emê hela binihêrin, çika çawa bikin. De, ravin, hûn bavê min kirîvin, kere-ker her kes here mala xwe, temîê bide neferê mala xwe, wekî karê wan gilî-gotina tune. Ez wê jî wera bêjim. Hûn çawa zanin, merîê vayîs gundê meda gele hene. Dive, yek ji wana bê wera gilîkî bêje yanê tenekê wexe, geveztîê bike. Guh medin gilîê wan, guh medinê. Vayîs mala merya xirav dikin. Hûn jî wan vayîsa zef rind nas dikin. Nêta vayîsa jî hema ewe, wekî qetlekê bikne du qetla, wekî ser agirê lodê xelqê firîkê xwe biqelînin. Şikir hûn gişk jî mêrê rû-remane, xweyê komî-kulfetin, malxuê mala xwene. Mehêlin vayîs ber we devê xwe vekin, deqa wanda bidinê. Rojê ha gotî merîê karibe xwe xweyke, dûrî şer-dewa here, agir hê nede gurkirinê. Lê ez wera bêjim, — dihate kivşê, Huso îdî bîr kiribû, wekî gotibû “gilîê minî kutasîê”, lê xilazbûna gilîê wî nedihate kivşê. Çawa dibêjin, gilî ji ber gilya derdiket û ewî dixwest carekêra gele tişta bêje merîê xwe, wana ji qezyaê dûrxe. – Tê kivşê, Avdelê camêr naxwaze vê ortê xiravîk pêşda bê. Gava dinê we bihîst, ewî çi gote jina Hoto, cahilê xwe? Wekî usane, fikra wîda xiravî tune. Em gerekê vê yekê jî hesav hildin. Raste, em xwera ha xever didin, lê eferim şîrê Belgêra, ew dya min kirîbe. Raste, hêrsa min zef ser wê ravye, lê ewê şuxulekî usa kir, wekî wê om-om bê gilîkirinê. Kî wî alîda diçe, rastî wê tê, bêjne apê te digot dya min kirîbe, eferim wêra, şîrê wê lê helalbe. Kê jêra çi divêje, bira bêje. Tiştê canikê meremê dilê xwe anî sêrî, cenimêda çi dive bira bive, kîderê zirave, bira wirda jî bişkê. Weke emela rehme lêbe, ewqasî nepakî, neqenc bû, hetanî kete vê rojê, hetanî her tişt ç’evara hat. Belga min qenc kir, zerpê xwe nîşanî wî kelbî da.
Rîspî xwe kir ker, destê xwe simêlê xweye palik xist, rast kir. Dihate kivşê, ji gotina xwe razî bû, kêfa wî xweş bû, ç’evê wî mînanî ç’evê cahila diç’ûrisîn û ewî bi bengzekî geş lawika dinihêrî. Ewî hê gilîê xweyî kutasîê negotibû, lema jî tu kesek ji cîê xwe nedilipitî. Hîvya gotina wî bûn. Ewî eva yeka texmîn kir û hilda giran-giran gote merîê xwe:
— Min çi wera got, bîr nekin. Ravin herin malê xwe, lê guhê we ser gilyave. Binihêr, min gotye, lê dîsa diwekilînim, çimkî gelekî ferze: yek we tiştekî hesya, pêra-pêra elametîê bide yê mayîn. Bira gişk pê bihesin û haj xwe hevin. De ravin, hûn ser ç’evê minra hatine, gilîê min bîr nekin, rind miqatî hev bin.
Lawik ji mala Huso derketin û her yek berbi mala xwe çû.
* * *
Ro devedevî ava bû, gava be’s li gund bela bû, wekî meytê Hoto tînin. Kê ku gundda mabû (xênji qebîla Huso), temam derketin ber derya, ser xanya û dîna xwe dane anîne meyt. Kulav ser erebê raxistibûn, meyt danîbûne ser, çatû avîtibûn serê ga, yekî çatûa ga girtibû, dabû pêşîê, du merî rex ga ketibûn, dajotin, danîn. Avdel pê-pê pey erebê dihat, serê wî berda bû. Koma mêra dora wî bû. Gişka serê xwe berjêr kiribûn, mirûzkirî bûn. Kulfet pey mêra dihatin. Jina Hoto û qîzava xwe lap peritandibûn, ser ç’evê xwe hê qelişandibûn, xûnê ber-pêşîrê wan hilda bû. Qudumê wan tunebû, ancaxkî dilivyan. Çend kulfet ketibûne bin milê wan û komek didanê, wekî lingê xwe bavêjin û pêşda herin. Gişka xwe ker kiribûn. Her tenê lube-lûba jina wî bû. Nava gundra derbaz bûn, yekî gilîkî sar negot, ç’êrek nekir. Erebe çû ber derê kuştî sekinî. Mêra dadane meyt ji ser erebê peyakirin, “birao” kirin û birine hundurê xênî. Cimet pey wan çû. Xanî û sivdera weke dêşekê têra cimetê nekir. Yê mayîn jî derva sekinîn.
Wextê meyt birin ser stêr (xudanê malê) danîn, Avdel nehîşt emenîê ser sifetê wî bidne alîkî.
— Bona ayna dînê me guneye, sifetê rehmetî venekin, — ewî got û binpya cinyazda sekinî. Qîza xwe avîtine ser cinyazê bavê, porê serê xwe verûtin, sûrtê xwe çencerûk kirin. Hey digiryan, dinivatin, hey jî pêra gilîê bi ten digotin.
— Pakî rûnên, şîna xwe bikin, — Avdel gote jina Hoto û qîzêd wî. – Karê we gilî-gotinê mayîn neketye, kesî zêde xever medin. Her tenê we dikeve şîna xwe bikin, — kîsikê titûnê ji cêva arxalixê xwe derxist, cixarek pêç’a. Hetanî hingê jina kulav ji ser stêr anîbûn, qat kiribûn, danîbûn ber dîwara, wekî mêrê navsere ser rûnên. Lê qisîlê qatkirî danîbûn kêleka meyt, wekî kulfet ser rûnên. Avdel çû jorê, kêleka şêx rûnişt. Maqûlê mayîn bi sirê rûniştin. Mêra serê xwe berjêr kiribûn, agirê cix’ara gur kiribûn. Her tenê dengê lûbandin û girîê jina dihat. Yekê xwest binivêje, kilama bavêje ser kuştî, lê qare-qar, qûje-qûja jina wî, qîzê wî usa kirin, wekî dengê jinika belengaz nehate bihîstinê û ewê xwe ker kir.
Lê wî çaxî derva, ber dêrî cimeta berevbûyî, ku hîmlî mêr bûn, kom-kom bûbûn, xeber didan.
— Camêr, evê çi kir? – ji nava komekê yekî got. – Hetanî nha kesekî tiştekî ha nekirye.
— Lê te dît, çawa eblû kiribû, — yekî mayîn kete nava xeberdanê.
Ji qebîla kuştî kesek wêderê tunebû, gişk, çawa pêşewitîê wî, çûbûne hundur. Her tenê xelqê xerîb ber dêrî sekinî bûn û xwera aza xeber didan. Hilbet, wekî qe na merîkî kuştî wêderê bûya, wê tu cara kesek usa aza xeber neda.
— Ewê poz û guhê wî çawa kiribûn? – ewê pêşîê destbi xeberdanê kiribû, ji hazira pirsî.
— Kî zane, çawa kirye? – yekî caba wî da. – Meremê wê ew nîbûye, wekî poz, guhê wî cîkîda bibe. Meremê wê ew bûye, wekî wî eblû bike.
— Divên, wexta lêdaye, kuştye, paşê çûye ser mezelê birê.
— Çira?
— Çawa çira? Çûye, wekî kêlika wîda bike gazî, wekî min heyfa te hildaye.
— Welle, zore, bira! Kê hesabê usa jêra dikir?
— Te hesavê usa Belgêra nedikir?
— Min gava din dît, reşa xwe hildabû, kincê xwe guhastibûn, xemla xwe xwekiribû, derketibû ber dêrî, — yekî cahil got.
— Tu dinihêrî, mala te jinê neketê. Xwestye dijminê xwe bide femkirinê, wekî şîna wane, lê bona wê dewete.
— Divên, şerbikek tijî xûna Hoto kirye, bire ser mezelê birêda kirye, — ewî cahil serda zêde kir.
— Tu çawa zanî? — yekî jê pirsî.
— Dya min got, — cahil cab da. – Ewê xwexwa dya minra gotye.
— Lê gelo pê çi kuştye? – gundîkî pirsî.
— Pê qeme kuştye, pê çi kuştye. Te nedît çawa serê wî qelaştibû, çerm ji hev revî bû, hestu spî dikir.
— Lê ew mêr bû jinikekê nikaribû? – ewî cahil bi cûrê pirsê got.
— Pê nikaribûye da, — yekî navsere bi cûrê şîretê gote cahil. – Wekî pê karibûya, wê çira biketa wî halî?
— Lê we texmîn kir, êpêce erd ber revîbû, ha.
— Tu çawa zanî, wekî revye?
— Êpêce erd xûna wî rijya bû. Çira te nedît? Tê kivşê, milda birîndar bûye, dîtye pê nikare, ber revye, wekî ruhê xwe xilazke.
— Lê şerm nedikir, ber jinekê direvya? – ewî cahil dîsa pirsî.
— Usa mevêje, qama min, — yekî navsere gotê, — ruhî şîrine, şerm-mermê nanihêre. Revye, wekî ruhê xwe xilazke.
— Divên, Hotoyî destevala bûye?
— Ê, çira nizanibû xweyî dijmine? Seva çi destevala ji mala xwe derdiket? Bo xwedêjêstendî bû, tu hesab dijminê xwera nedikir, lema jî usa hate sêrî.
— Bo ser bextê minrabe, Belgê ne neheqe, — ewî navsere got. – Mêrik kubar bûbû. Lêda bû bi mixenetî, nemamî yekî mînanî Tîtal kuştibû, mineta xwe jî kesekî nedikişand. Ya qebîla wan, her tenê xeverdanêra xurtin. Hemîn Xwedê hewla wan ji dewlê avîtye. Eva çendik-çend sale lêdane yekî mînanî Tîtal kuştine, qe dengê xwe jî nedikirin. Lê ew mêrin?
— Bo, ber dilê minda, ew gişk jî qurbana Belgê bin. Belgê mêrê wan gişka jî qoçaxtire. Ay jin! “Jin jî hene, jinkok jî hene”. Mal-halê merya qurbana jina usabe.
Elî ji koma nêzîk başqe bû û hat tevî vê komê bû. Hevekî guhê xwe da ser xeberdana wan û wexta bihîst gilî derheqa çidane, xwexwa jî kete nava wê xeberdanê.
— We dît sê cya birîndar kiribû? – Elî ji hazira pirsî.
— Na!
— Lê çawa! Serî lê qelaştibû, milê wî birîndar kiribû, defa sîngê wî qul kiribû. Tê kivşê, wexta Hoto ser piştê ketye, ewê zeliqandye defa sîngê wî jî. Çimkî wexta cinyaz ji erdê hildan, bin pişta wî tijî xûn bûbû, mewicî bû, mabû. Lema jî pêsîra arxalixê wî qelaştin, dîtin, wekî îdî nizanim bi qemê yanê bêbûtê defa sing daye, pişta pîlra daye der.
— Mala te jinê neketê, tê jî bêjî ez jinim. Welle tu ne jinî, tu şêrî, şêr! Tê kivşê, mêr mêramî berê xwe daye û pêra kirye şer. Wê jintya xwe şerê mêrekî çê kirye.
* * *
Çiqas diçû dha gelek merî ber derê Hoto berev dibûn. Xênî îdî têra jina nedikir. Mêr hemîn gişk ji xênî derketibûn ber dêrî. Hinek ber dîwêr qerefîska rûniştibûn, hinek jî ser darê qulinga bûn. Xelqê xerîb mînanî berê îdî usa eşkere xeber nedidan, çimkî merîê kuştî wêderê hazir bûn, xelqê jî îzn nedida xwe ber wan gilî-gotinêd usa bînine ortê. Lê dîsa du merî hev top dibûn û derheqa wê yekêda hêdîka xeber didan.
Gişk ser kirina wê ecêbmayî mabûn û her yekî hindava xweda (gelekî dilê xweda) payê wê didan.
* * *
Evdoê mêrê Belgê pormijî bûbû û qe pakî jinêra xeber nedida. Belgê ev yek texmîn kir û hilda ha gotê:
— Xwedê hevînî, te çira îro usa xwe ker kirye, tu gilîk ji devê te dernaê?
— Lê çi bikim? Nevî tu dixwazî ez bireqisim? – Evdo bi înk gotê.
— Hergê rastya Xwedê dixwezî zanibî, ez jî, tu jî gotî îro bireqisin. Îro bona me dewete, deweteke tame.
— Xwedê hevînî, çira gotî em şabin? – Evdo jê pirsî û teqil danî ser xebera “em”. – Nevî bona wê yekê, wekî me ravû qebîlek kire dijminê xwe, erê?
— Ê, ez tera çi bêjim? – jinê bi ecêbmayî gotê. – Tu ditirsî, wekî heyfa bûrîê te hatye hildanê? Wekî xîreta mêra tera hebûya, te gotî ew heyf zûda bi destê xwe hilda.
— Çira pismamê wî qelya bûn, wekî min heyf hilda? – Evdo gotê. Dihate kivşê, gotina jinê lê keder hatye.
— Em bêjin, pismam pêşewitî nîbûn, heyf hilnedan, lê xîreta tera çi? – Belgê bi hemdî xwe gotê û texmîn nekir, wekî cara pêşine, ku mêrê xwera usa sert xeber dide. Hetanî wî çaxî tu cara ew gilîê mêr derneketibû. Evdo çi digot, usa jî dibû.
— Nha rûê wê yekêda destê me û mêrika kete hev, em bûne dijminê hev.
— Hûn çira bûne dijminê hev? – jinê jê pirsî. – Çi karê qebîla we vê ortê heye? Min lêdaye kuştye, min heyfa birê xwe hildaye. Kuta bû, çû.
— Çira tu kîyî? Ne nefera vê malêyî? – Evdo bi hêrs pirsî.
— Nefera vê malême, lê qîza bavê xweme, gulîjêkirya birê xweme. Min heyf hildaye, ne ku te yanê mêrekî qebîla weye mayîn. Rastîê keve, te jî hildabûya, dîsa tu kesî gazin te nedikirin. Te nekirye, hela serda jî min gunekar dikî. Dewsa ber dilê minda bêy, tu radivî gilîê usa didî destê min, — Belgê îdî veneşart, wekî ji mêr dixeyîde, dilê wê jê maye.
Evdo ew yek texmîn kir, lê keder hat, lê nexwest nîşan bide.
— Ê, ez tera çi bêjim? Çiqas heve, tuneve, tu jinî, aqilê te kême, nagihîjî gilya.
— Min usa kirye, çawa aqilê min birye, — Belgê wa bi xeydî eşkere gotê. – Tu jî usa bike, çawa aqilê te dibire.
Evdo îdî dengê xwe nekir. Belgê ji mêr dûr ket çû şuxul-emelê xweva mijûlbe. Pez, dewar hatibûn, gotî cîwarkira, bidota.
1 2 3 4 5
Добавить комментарий