GERA QURBANA
GERA QURBANA
Rojeke havînêye xweş bû. Der-dora Çilkanîê mînanî hersal bi hezar cûre kulîlk û gulava xemilîbû. Gîha bol şîn bûbû. Hela çend roj mabûn hetanî gîhadirûnê. Ew wedê gundî lapî xweş bû. Hetanî ser rêêd orta mala jî gîha şîn bûbû. Çûyîn-hatinê ew gîha dikete bin pya û diç’ilmisî. Û wexta merî ser wî gîhara diçûn, hişkbûna erdê texmîn nedikirin, te tirê ser kulavara diçin.
Wî çaxî şuxul-emelê gundya jî ewqasî gelek nîbû. Her tenê xebata rêncberê gund hebû. Wekî mayîn mêra hacet hazir dikirin bona gîhadirûn û nandirûnê, şuxul-muxulê mayîne ç’ûk dikirin. Lê xebata jina kêm nedibû. Û wexta wan xebata xwe ser hevda danîn, kom-kom ber derê cînarekê rûdiniştin, xeberdidan hetanî êvarê pez, dewar dihat.
Roja çûyîna ber zyaretê nêzîk dibû. Û çiqas ew roj nêzîk dibû, ewqasî kêfa gundya zêde dibû. Roja çûyîna ber zyaretê bona gişka eşq-şaya tomerî bû. Hizdikî malek çiqas jî hiznî bûya, çiqasî jî zulmeke giran ser wêda hatibûya, hesab yek bû – roja çûyîna ber zyaretê ew mal jî gotî mînanî malêd mayîn bi dil û eşq şabûya. Eger maleke kesîb gundda hebûya û çarpê ber derê wê tunebûya, pismama yanê cînara berxek didanê, wekî here ber zyaretê, qurbanê serjêke. Gele cara diqewimî, wekî malê, ku bîna hevra nexweşbûya, roja diçûne ber zyaretê hevdu dihatin û hevdura xeber didan, dilmayîn ortê dihate hildanê. Ç’evê qîz û xorta wê rojê bû, bawer bûn, wekî zyaretê mirazê dilê wana bîne sêrî. Nexweş bawer bûn, wekî nexweşya wanê mînanî mûkî çawa merî bikişîne ji nav mast derxe, wê usa bikişe ji canê wan derê. Ewê xerîbê wan hebûn, guman bûn, wekî wexta herin ber zyaretê, ebabetî wê bikin, xerîbê wanê sip-silamet zû vegerin, destê xwe derê xwe xin. Herneyse, ji ç’ûka hetanî mezina ji zyaretê, qewata wêye batinî bawer dikirin û hîvîê bûn, wekî çi nêt-meremê dilê wane qenc hene, wexta herne ber zyaretê, bi dilê sax ebabetî wê bikin, ew nêt-merem gişk wê bêne mîaserkirinê. Fikra tu kesîra derbaz nedibû, wekî rojekê dikare biqewime ber wê zyaterê qetleke mezin biqewime.
Wê sibê herin ber zyaretê. Gund-gundîtî karê xwe kirin. Wê rojê tendûr hevekî zû vêxistin. Jina destpê kir kinc şûştin, ç’ûk û mezina av xwe kir. Jina kate lêdan, hewle çêkirin, hêk kelandin, nan petin. (Çilkanîêda herro nan dipetin, mînanî gundê mayîn nîbû, wekî hevtê carekê dipetin). Wê rojê berxvana gol girtin û berxê kerê xwe şûştin, wekî berxê wan temiz herin ber zyaretê.
Nava gundda çûyîn-hatin dha zêde bûbû. Cînar diçûne malêd hev, tişt ji hevdu dixwestin, hev dişêwirîn. Hemîn kêf kêfa cahila bû, hev top dibûn, laqirdî dikirin, dikenyan yanê jî lîstikeke hewaskar dilîstin. Zaro wan top dibûn û tevî wan şa dibûn. Malxuê mala tivdîra xwe didîtin, wekî sibê ber zyaretê tu tiştekî wan kêm nîbe. Hey diçûne hundurê xênî dinihêrîn, çika kevanîê çi pêra gîhandye hazirke û çi maye.
Çawa edet, roja berî çûyîna ber zyaretê kevanya xwarinê xweş çêdikirin. Eva bûbû edet û neferê malê zanibûn, wekî wê rojê wê te’mê lapî xweş bixun. Kevanî sivê hetanî paşî nîvro ji ber tendûrê ranedibûn, gelek xurek hazir dikirin. Û wexta te wan dinihêrî, hinarê sûretê wana sor dikir, çawa dibêjin, “te tirê teze ber dîzika mirtoxê rabûne”. Bîna nan, katê petî, hewlê, xwarina çêkirî gund hildanî û gelekî ji gund bela dibû. Ew bîn û bîn-boxsa mêrg û çîmanê dora gund tevhev dibû û dibû bîna cineta rast.
Sibe safî bû. Ezmanî ç’îk-sayî bû, tu pilte ewr tunebû. Gund zû ji xewê hişyar bû. Pez, dewar, golik, berx ji gund derketin û berê xwe dane ç’yaê zyaretê. Nava gundda çûyîn-hatin dha kêm bû. Herkes çû mala xwe bona tivdîra xwe bibîne, neferê malê temam hevra herne ber zyaretê. Teştekî sivik xwarin û hûrmûrê xwe hazir kirin. Wexta ro weke bejnekê bilind bû, gundî ji malê xwe derketin û berê xwe dane ç’yaê zyaretê, bi eşq û şa, kêf û henek çûn. Gundda kes nema. Derê xwe dadan û çûn. Xêlekê şûnda gihîştine binetara ç’yaê zyaretê û destpê kirin hevraz hilkişyan. Gera zyaretêda cîê her malekê kivş bû. Wexta gihîştine gerê, her yek çû cîê xweyî berê, hûrmûrê xwe danîn û neferava çûne zyaretê. Wexta nêzîk bûn, kundeyî erdê bûn û çalepya xwe zinarê zyaretêra gîhandin, paçkirin, malxuê mala çend pol pere avîtin ber, cahila dilê xweda duea zyaret kirin, wekî miraza dilê wan bîne sêrî. Carê malek diçû ber zyaretê, duea-dirozgê xwe dikir, paşda vedigerya cîê xwe. Xêlekê şûnda gişk çûne ber zyaretê, dueaê xwe kirin û vegeryan. Cîê wan usa bû, wekî kanya zyaretê ortêda bû. Berî serjêkirina qurbanê û dadana kuç’ik gişk diçûne ser kanya Spî, ber temene dibûn, ava wê vedixwarin. Wextê eva yeka jî kuta dibû, destpê dikirin qurban serjêdikirin. Berê qurbanê zyaretêda dikirin, “zyaret, tu qebûlkî” digotin û kêr didane ser stûê qurbanê. Dibû fişînya xûnê, davit. Ber disekinîn hetanî xûn temam dikişya, paşê qurban yanê post dikirin, yanê jî dikirine eyar. Kuç’ik vêdixistin, goşt hûr dikirin, dikirne derdanê û didane ser kuç’ik.
Çawa şivan û berxvana dûê kuç’ika didîtin, pez û berx tevî hev dikirin, dikirne berodeno. Wê rojê pez nediçû dena. Cimet hetanî êvarê ber zyaretê bû. Wexta nan hazir dibû, şivanek yanê berxvanek ber kerê berodena disekinî, yêd mayîn dihatine cem zyaretvana, nan dixwarin, p’ara hevalê xwe, gavan û golikvana hildidan diçûn, digihîştine wana.
Dûê kuç’ika zirav dikişya. Ba tunebû, wekî belakira û êpêceyî bilind dibû, hetanî nava hewa ç’yaye temizda mina dibû, diçû. Cahila govend girtibûn, dilîstin. Du xorta kilam digotin, du qîza wan vedigerand. Dengê wanî zîz nava hewa ç’yaye temizda perwaz dida, diçû zangê ç’ya diket. Te tirê ne ku çar merî distrên, lê temamya cimetekê distrê, dengê wan û dengê wîte-wîta teyreda tevî hev dibû û dibû zeyneteke tam.
Ley-lê, Leylê xanê,
Ley-lê, Lelê, koçer canê…
Hela kilamek kuta nedikirin (kesek nikare bêje, wekî kilama dewetê kîderê kuta dibe), te hew nihêrî du xortê dinê destbi kilameke mayîn dikirin. Ew herdu xortê pêşîê xwe ker dikin. Du qîzê mayîne cahil wan vedigerînin. Û kilam mînanî hingiv dikişe, şîmayê dike dilê cahila, zyaretvana, wana ji xem-xiyal, qaranya dinyaê dûr dixe, dibe dinya batinî, dinya sêr û surê dilê bengî, dinya eşq û şayê.
Du şivana berya jêrîn
Pez berdane şevînê…
Hine zaro ketibûne poç’ka govendê û dilîstin, yêd mayîn henekê xwe hevdu dikirin, didane pey hev, direvyan, xwera didane tirada.
Kevanya bin pozê xweda kilamek dikirne gine-gin, çapik-çapik şuxul-emelê xwe dikirin. Malxuê mala hev civya bûn, hey xeber didan, hey govenda cahila temaşe dikirin. Wana cahiltya xwe bîr danîn, bi ç’evnebarya qenc cahila dinihêrîn û eşq-şabûna cahila dikete dilê wan jî. Şabûn ya gişka bû. Gişk bawer bûn, wekî wexta roja ber zyaretê şa dibin, temamya salê eşq-şa, bê kul û derd wê derbazbe. Yek hizdikî çiqas jî heznîbûya, roja ber zyaretê heznîtya xwe bîr dikir û tevî gişka eşq û şa dibû.
Cahila ewqas wext govend girtin, lîstin, hetanî nan hazir bû. Wexta nan hazir bû, goşt kelya, mezina gazî cahila kirin. Wana govend berda û her kes berbi kuç’ikê xwe çû. Her malekê ser şînayî sifre rast kir. Nefer dorê rûniştin. Hilbet, malxuê malê serê jorin rûdinişt. Hetanî ew rûnenişta, îzna tu neferekî tunebû rûnişta. Wexta çi ku xwera anîbûn, dadanîne ser sifrê, cîwar dikirin, paşê malxuê malê û neferava dorê rûdiniştin. Malxuê duea dikir, şikirbûna xwe danî, wekî îsal jî eşq-şa hatine ber zyaretê, “zyaret, tu qurbanê qebûlkî” digot, çîtî goşt hildanî. Paşê nefera destpê dikirin nanê xwe dixwarin.
Wê rojê jî, wexta îdî nan hazir bû, gazî rêncbera kirin. Wana pez û dêwêr jêrê, bestêda dane mex’el, merîk ber pêz û berxa hîştin, yek jî ber dêwêr û golika hîştin, yê mayîn hatin bal zyaretvana, wekî nan bixun, para hevalêd xwe hildin, paşda herin, bigihîjne kerîê pêz û berxa, garanê û golika.
(Hilbet, rojeke kivş hebû, serê baharê û havînê, roja înîê, gava berxvan, şivan diçûn ber zyaretê. Pêşîê wana elametî didane gundya, wekî wê kengê herne ber zyaretê. Rojekê pêşîê berxvana berxê colê xwe dişûştin. Kevanya wanra kate dipetin, hewle çêdikirin, hêk dikelandin, toê ser mast top dikirin, dikirne derdaneke biç’ûk û sibê, wexta berx dibirin tevî berxa dikirin, ew nemet didane berxvana. Wexta roja şivana bûya, didane şivana. Vana ev naz-nemet berev dikirin, berx yanê pez ji gund derdixistin û berê xwe didane yalê zyaretê diçûn. Wê rojê gavan û golikvan jî wî alîda diçûn û tevayî ew naz-nemet dixwarin. Ew roja rêncbera bû. Xênji wê, gele cara kevanya to dikirne nava nanê loş didane berxvana. Ewana ew jî tenê nedixwarin, gazî şivan, gavana, golikvana dikirin, tevayî teştya xwe dixwarin. Şivana jî usa dikir: çend mî didotin, şîr dikirne derdanekê û dadanîn nava kanya sar hetanî nanê nîvro. Wexta pez, dewar diketine koryê, mex’el dihatin, şivana gazî rêncberê mayîn dikirin, nan ji hevanê derdixistin û dor bi dor, gulm-gulm şîr vedixwarin. Wexta nan hindik bûya, şîr gelek bûya, digotin: “Parî hûr gulme kûr”).
Çend malê, ku nêzîkî hev bûn, sifra xwe kiribûn yek û tevayî nan dixwarin. Cîê ha eşq û şabûn dha gelek bû. Jina û qîza pişta xwe mêrada dikirin, başqe nan dixwarin.
Rêncber hatin ber kanya Spî sekinîn. (Edet usa bu. Ewana gotî wêderê biseknyaya, neçûna nêzîkî kuç’ikê yekî nebûna). Gava kevanya dîtin, wekî rêncber hatine ser kanîê, her yekê alîê xweda çi têra dît, hilda û bir da rêncbera, duea wan, kerî û garana wan kir, paşda zivirî hat.
Hela rêncber ser kanya Spî sekinî bûn, hela kevanya êmek-xurek wanra dibirin, gava jêrê bû hewar-gazî.
— Hewar, cerdê pez bir! – dengê rêncber zyaretvana tesele bû. Bû qirç’îna gullê.
Ew rêncberê li ser kanîê sekinî naz-nemetê topkirî cîda hîştin, banzdan berjêr çûn.
Zyaretvana sifrê xwe hîştin, dane pey wan. Gava gihîştine devê gerê, bû qirç’îna gulla. Çend merî erdê ketin, yê mayîn, ku texmîn kirin, wekî hinek cerdbaşya xwe nêzîkî gerê veşartine û dixwezin wana bend bikin, nehêlin xwe rêncberara bigihînin, xwe dane teldê zinara. Dengê gulla ker bû. Her tenê hewar-hewara rêncberê jêrê bû. Demekê her tişt seqirî. Her tenê guşe-guşa ç’êm bû, dikişya. Çend merya serê xwe ber zinarara hilbirîn. Dîsa bû qirç’e-qirç’a gulla. Cerdbaşîê mayîn pez birin, êpêceyî dûr xistin. Rêncbera dabûne dû wana. Lê cerdbaşî hey carna piş xweva dizvirîn, gullek agir dikirin, pez bir kiribûn, birekî mezin dabûn pêşya xwe şivkut dikirin, dibirin.
Hewar-gazî ketibû nava zyaretvana. Jin û zaro li hev diçûn, dihatin û nizanbûn çi bikin. Mêra xwe ber teldê zinarada veşartibûn. Hema yekî serê xwe hilbirya, dibû qirç’îna gullê. Jêrê, li bestê rêncbera dabûne pey cerdê û “hewar-hewara” wan bû. Nişkêva bû qirç’îna gullê. Emer texmîn kir, wekî deng kîalî hat. Ewî kolozê xwe kire serê şivdarê û hêdîka ber zinêrra bilind kir. Bû vizîna gullê berra derbaz bû. Emer çend cara ha kir bona pê bihese, wekî çend cya wan didin ber gulla. Kutasîê hate bawerkirinê, wekî du cerdbaşî wana bend dikin û hilda ha gote wan mêra, ku xwe ber wî zinarî veşartibûn:
— Du cerdbaşya ewqas mêr bend kirine. Xwelya wan serê mebe, lê em mêrin?
— Ç’eka wan heye, em çi dikarin bikin, — yekî gotê.
— Dêmek, em ha xwe ber zinara veşêrin, bira ew jî talan bibin û me bikenin? – Emer bi înk got û hîvya caba wan nesekinî, ha gote hazira:
— Mirin ji halê me çêtire. Xwedê berxê nêr daye kêrêra. Yan ewê îro meytê me gişka vira bidne ber tevê, yanê emê berî wandin û talanê xwe paşda bînin. Em gotî hevra piş zinara derên, jorda kevira ser wanda holkin û êrîşî ser wankin. Ew dudune, em birekin – “pira-pir, hindika-hindik”. Her tenê kûze-kûz piş zinara derên, xwe bigihînine hafê û alîê newalêda kevira holkin. Wana xwe wêderê veşartine. Min dengê gullê wanra texmîn kir.
Ev gotina Emer yekî derbazî cem yekî mayîn kir. Gişk pê hesyan, wekî gotî çi bikin û çawa bikin.
Mêr piş zinara derketin, berbi hafa gêlî şûlikîn. Qaje-qaja jina û zara tev hev bûbû û ew ç’ya dihingavt. Lê cerdbaşya guh nedidane ser vê qalme-qalmê û gulle agir nedikirin. Dihate kivşê, fişek dihêvşandin. Meytê çend merya wê gera ber zyaretêda ketibû. Jin û zaro wan meyta top bûbûn û zare-zara wan bû. Tê bêjî mêr bîr kiribûn.
Mêr gihîştine hafa gêlî û hevra destpê kirin kevir jorda tulol kirin. Bû xuşe-xuş, qirç’e-qirç’eke usa, wekî te tirê ç’yaê zyaretê teqya, jorda hat. Cerdbaşya çend gulle agir kirin. Lê gullê wan pist çûn û tu zyan nedan. Wexta jina dîtin, wekî mêr çi dikin, ew jî hatin komekdarya wan, çi ber destê wan diket, berjêr kewkî dikirin. Dengê gulla îdî nedihat. Zyaretvana hey kevir-kuç’ik jorda tulol dikirin û hey jî berjêr diçûn. Çûn, çûn, dîtin çi: du meyt dûrî hev ketine. Dîna xwe danê – serê yekî pelixye, yê mayîn ser piştê ketye nava xûnêda mewicye. Serda niç’ivîn dîtin çi: kevir defa sîngê wî ketye, qelaştye, nav-dilê wî temam derketine. Tivingê herdua alîkî ketine. Emer dada tivingek hilda, tivinga mayîn jî gundîkî hilda, îdî cîda nesekinîn, banzdan dane pey cerdê. Mêra û jina dane pey wan. Wexta cerdbaşya dîtin, wekî cimeta gund daye pey û dengê tivinga hevalê wan jî naê, pez cîda hîştin, baê hespa tijî kirin, revîn.
Pêşîê rêncber gihîştine pêz. Paşê mêr çûn gihîştine wan. Pez dane pêşya xwe, paşda anîn. Dûrva dîna xwe danê, wekî du hesp newalêda tewlkirîne.
— Ew hespê wan kelbê dizin, — Emer got û bi tilîê hesp nîşan dan. – Pêra negîhandin. Qestîka anîne hesp newalêda hîştine, wekî tu qûl-bende nebînin.
— Lê çira hespa syar nebûn, nerevîn? – cahilekî pirsî. – Wekî hespa syar bûna, wê xilazbûna.
— Lê Xwedê merya bistîne çawane? – Emer bi cûrê pirsê got. – Yazya wanda jî usa nivîsî bû. Îro îdî av-risqê wan vê dinê hatibû hildanê. Eva roja gotî pêşya wan bûya.
— Tê kivşê, wana dixwest me êpêce wext eglekin hetanî pez dibin, dûr dixin, paşê hespa syar bin, herin bigihîjin cerdbaşîê hevalê xwe. Wana hesavê wî cûreyî mera nedikirin, lema hesp dûr, newalêda tewilandibûn.
Derheqa vê yekêda gelekî xeber nedan, çimkî meytê merîê gunde kuştî hîvya wan bûn. Nava wê heşer-meşerêda kesekî nizanbû, wekî kê hatye kuştinê, kê birîndar bûye. Her yekî tirê, wekî zyan gihîştye neferê wî û dilezand gaveke zû bigihîje cî, pê zanibe, çika çi bûye, çi qewimye.
Jin îdî vegeryabûne gera zyaretê. Dengê lûbe-lûb, girîê wan ketibû wan best-beyara. Digotin, dilûbandin û dikirne zarîn.
Mêr vegeryan, hetin gihîştine gera zyaretê. Wê gerêda çend meyt ketibûn. Jin, zaro dora wana top bûbûn. Kinêza ser ç’evê xwe vedrûtin, digiryan. Wexta ç’ev mêra ketin, dengê xwe hê bilind kirin. Zara xwe ber hevra dikirin, dixwestin nêzîkva meyta bibînin. Gulle sîngê jinekê ketibû, pişta pîlra dabû der. Xûna wê ser şînayî rijyabû û mewicî bû. Cîkî mayîn cinyazê xortekî tûre bû. Ewî sibê şebeqê kilam digot û sergovendî dikişand. Dya wî, xûşkêd wî xwe peritandibûn. Meytek jî kêleka kanya Spî ketibû. Kalekî extyar bû. Gullê qafê wî vejendibû…
Xulese, çend merî hatibûne kuştinê, çend merî jî birîndar bûbûn.
Roja çûyîna ber zyaretê bû roja qetlê, bû roja reş û ser çend malêd Çilkanîêda hat. Xûna qurbanara tevayî wê roja reşe-heş xûna çend merîê gunde ametam jî ber zyaretê rijya.
— Zyaret, tu qebûlnekî, ev çi zulm bû, — jina digotin û dilûbandin.
Çend cahil şandin, wekî ereba girêdin, bînin bona cinyaza bibin gund.
Bi gotina Emer anîn hatin cinyazê mêra başqe, cinyazê jina başqe nêzîkî hev danîn, jin dorê ser şînayî rûniştin, mêr pya sekinîn şîna xwe kirin. Nişkêva pilte ewrê reş ji piş ç’yaê zyaretê derket û çiqas çû mezin bû. Bû qirç’e-qirç’a birûskê. Baraneke gur barî, xûna erdê şûşt bir. Çawa nişkêva baranê destpê kiribû, usa jî nişkêva birî, ewr ji hev veqelişîn, tevê da.
— Serê min qurbana zyaretêbe, — kalemêrekî got, vegerya ser mêrekî kêleka xwe sekinî. – Te dît çi kir, nehîşt xûn erdê bimîne, lêda şûşt.
— De belkî zyaret mala seveva kav-kûnke, ûrt-ocaxa wan biqelîne, — ewî got. – Çira me çi kiribû ha anîne serê me?
Xorta erebê anîn jêrê, dane seknandinê. Darebest çêkirin û hilkişyane gera zyaretê. Pê wan darbesta mirî anîn, danîne ser ereba û birine gund.
Rojtira mayîn kuştî kirine ç’el…
* * *
… Tev îdî piş ç’yaê zyaretêda diqulibî. Eşq û şabûna, ku rojekê pêşda gundda hebû, temirî bû. Gund nava şînêda bû, heznî bû.
Çendek kete ortê û Çilkanî pê hesya, wekî cerda tirka bû, ku bû xenîmê serê çend neferê gund, şabûna gund kire şîn, gera qurbana kire gera xûna merya.
Добавить комментарий