NEXŞ-NÎGARÊ HÛR
NEXŞ-NÎGARÊ HÛR
DERDÊ GIRAN
Divên, şeş kurê dayîkeke kurd hebûne. Kurdistanêda destbi şerkarya azadarîê bûye. Her carekê kurekî wê dayîkê diçe tevî wê şerkarîê dibe û tê kuştinê. Gava cinyazê wan her pênc kura pey hev tînin, dayîk tu cara ser wana şînê nake, hêsira nabarîne.
Gava kurê wêyî şeşa tê kuştinê û meytê wî tînin malê, dayîk teze şîna giran dike.
Der-cînar jê dipirsin:
— Çira dilê te ser wan her pênc kura nedişewitî, te şîn nedikir, her tenê ser vî kurê xwe şînê dikî, hêsira dibarînî?
Dayîkê ha bersiv daye:
— Ewled ewlede. Her şeş jî cegera min bûn. Min şîn nedikir, çimkî dewsa yekî yê mayîn diçû dikire şer. Ez nha şînê dikim, çimkî îdî kurê min tunene ez bişînim şerkin bona ji dagirkira azakirina welatê me. A, derdê giran eve.
MIRAZÊ DILÊ MIN
Ez zanim rojekê bê, gava mirina bêwa wê min jî bipirse. Bira bê, jê natirsim. Ne merivê pêşinim, ne jî yê paşin. Çiqasê mînanî min çûne, hela çiqasê jî herin…
Her tenê tirsa min ji wê tirsêye, wekî ewê wextekê usa min biqeside, gava Kurdistana mine ezîz hela aza nebûbe, ez ala wê ser avayê hukumeta wê nebînim, her sibe û êvarê bi radîoê hîmna wêye dewletê nebihêm.
Ez ji mirinê natirsim. Her tenê ditirsim mirazê dilê xwe mîaserbûyî nebînim.
BÎNA BAVÊ MIN JÊ TÊ
Dîsa li gundê me ez bûme mêvan. Sekinîme li serê çayîra rex ç’êm. Bakî hênik, bakî nerm tê û çayîr hêdî fûr dide mînanî pêlê berêye nerm. Çayîr fûr dide, çayîr fûr dide, dengê wîşînya kêlendîê ber guhê min dikeve û xemeke giran dike dilê min…
Zanim, bavê min bi kêlendîê ew çayîr derem-derem “çap” kirye, kêlendî kişandye. Wexta germa havînê daye ser, xûdana wî niqitk-niqitk rijyaye ser xwelya wê. Û gava bona vê xwelîê, bona weten qezya giran pêşda hatye, dijminê nemerd bi nemamî êrîşî ser wetenê me kirye, bi destê westyayî kêlendî ber arîkêra kirye, tiving hildaye, çûye ber şêr. Lê niqitka xûdana wîye kutasîê ketye ser erdê vê çayîrê û jêra, me, merîê saxra, bûye qewat û qanat. Bavê min wê havînê çû ber şêr, kire şer, emrê xwe da, wekî lingê dijminî nepak vê çayîra hêşîn nekeve, ew hertim, heta-hetayê ber baê hênik, ber baê nerm mînanî pêlê berê hêdî-hêdî fûrde, meryara nazik-nazik “bikene”.
Ez sekinîme serê vê çayîra hezar rengî, ew usa şîrin dike xuşîn, tê bêjî ez dengê wîşînya kêlendya bavê xwe dibihêm.
Çayîr fûr dide, çayîr fûr dide… Bîna bavê min jê tê…
MIRINA DENGBÊJ
(Bona bîranîna Şevavê Egît)
Dengbêjî nexweş bû, ketibû nava nivînê û dewsa dengê kilamê wîye berê nele-nela wî bû.
Carna, wexta êşê hevekî sist dikir, kela dilê wî radibû, hisreta emir û heyatê ber ç’eva xweş dibû û hêdî-hêdî serî dikete kilamê “jorda” dihate xarê. Êşê ber kilamê teyax nedikir, “direvya”, dengê dengbêj hey bilind dibû, ji odê derdiket û wî welatê xerîbda bela dibû…
Zelûlî û kel kilamêda hebûn, hewar û gazî hebûn, hizkirina emir û jîyînê hebûn… Dengbêj distra û bi temamya heyetya xweva dibû kilam û texmîn nedikir, wekî nexweşe, ew jî nexweşekî pir girane. Ç’evê xwe girtibû û distra, hew zanibû ewî ne ku nava nivînêdane, lê ser fêza oda Qeroda rûniştye, gundî û cînar odê top bûne, kewa gozel jî ber dêrî guhdarya kilama wî dike.
Dewet û şayê kurda dihatne ber ç’eva, wî tirê teze bûk anîne peya kirine, qîz û xortê gund ber dêrî govend girtine, defçî-zurneçî çûne pey xwendya û govend bi deng digere. Dengbêj jî sergovendîêdane, distrê û cote kewê gozel lê vedigerînin…
Kilam û xiyal gihîştibûn hev û emir ber dengbêjê nexweşda danîn.
Lê êşa, ku ber kela dilê dengbêj revî bû, tîş-tîşî bû, dîsa qewata xwe topî ser hev kir, xwe nexweşra gîhand, niç’andê, xwe pê da hesandinê, wekî ewe heye, wekî raste, xêlekê paşda vekişyaye, lê dengbêj dîlê wêye, ji nav çencikê wêye xedar nikare derê, xilazbe. Êşê hicûm kir…
Dengbêj zanibû, wekî dermanê dilê wî tenê kilame, her bi wê kare nexweşîê qelske. Û distra…
Kesek li mal tunebû, odeke sike-sare, vike-vala.
Vê carê îdî ne stran bû, lûbandin bû. Lûbandina wî ji dil bû û bi dil jî zanibû, wekî ew mêvane li vê dinyaê û qonaxa wîye kutasîê jî ev welatê xerîbî-xerîbstane, ev cî-nivînê sarin, rabûna wî îdî tune…
Û dengbêj dilûbandê. Hisreta welat û milet dilda.
BONA BÎRANÎNA DARÊ
Ev mêşê şîn, êv mêşê mezin ker û lale. Bîna bê naê, belgeke darê naheje. Her tişt seqirye, hetanî wîte-wîta ç’ivîka, dengê teyreda jî naê. Her tenê gava lingê xwe davêjim, dibe xişe-xişa belgêd weryaye hişkbûyî. Ez jî bêhemdî xwe disekinim. Her tişr seqirye, her tişt ker û lale mînanî wê dema şîna giran, gava nişkêva gişk xwe ker dikin, dibên Ezrayîl hatye û kerbûneke saw padşatîê dike. Ê, çi zanî, dibe vî mêşê şînda, vî mêşê mezinda dareke palûtê ser koka xweye rizî jorda hatye xwarê. Dive mêşe û teyrede bi kerbûna demekêva qedrê bîranîna wê dara palûtê digrin. Ez jî borcdarim qedrê wê şehîdê bigrim û bêhemdî xwe cîê xweda ker û lal disekinim.
Ev mêşê şîn, ev mêşê mezin ker û lale.
Ç’IVÎKEKE BIÇ’ÛK
Go, şêrda agir dareke şîn ketibû, dişewitî. Ç’ivîkeke biç’ûk bi nukul av danî, serda dikir û dixwest wê alavê bitemirîne.
Gelo şerbaza ji kirina wê ç’ivîka biç’ûk qe şerm nedikirin?
GELO TU ZANÎ?..
Gelo tu zanî, wexta ez bi ç’evekî mayîn yekê dinihêrim, ruhê min temûl nake û ç’îkek davêje dilê min. Lê eger zimanê min xebereke bi dil dibêjê, diranê min temûl nakin û… zimên digezin.
Gelo tu zanî bona çye?..
NEMA DAWÎÊ
“Evîne bêsebre, lê min sebir dikir, çimkî ez hîvya cabeke teye xêrê bûm.
Ez hîvya çi bûm, min stend… Min stend… Lê çi stend? Bira ewê jî ez zanibim. Evîntîêda sebirkirin tune. Evîne bêsebre… Lê min sebir dikir, çimkî hergê min sebir nekira, minê tu bidayî der. Min sebir dikir û hergav bi hêsirê ç’evê xwe av berî ser agirê dilê xweyî gur dida. Hêsir jî ç’evê minda neman, lê agirê dilê min netemirî. Sebrê agirê dilê min hê gur dikir, lê ezê guman bûm, wekî tê rokê derî li min vekî, bi zarê xweyî şîrin navê min hildî û derda bêyî. Min zêde tiştek ji te nedixwest.
Evîne bêsebre, lê min sebir dikir. Çimkî her nemeke te minra sebrek bû. Min nemê te distendin, çendik çend cara ser hevdu dixwend, şa dibûm, bin her xebereke teda fikreke kûr didît û dildimî dida ber dilê xwe. Lê wexta digihîştime xeberê kutasîê – “Dema xatirê te, hetanî dîtina zûtirekê” – min tirê ew “zûtirek” sibê yanê dusibeye. Lema min sebir dikir û agirê dilê min hê gur dibû, min hê ji te hiz dikir, difikirîm, wekî tu dixwezî evîntya xwe dha biha “bifroşî” min. Ez bona wê yekê şabûm. Ax, xwezil te evîntya xwe çiqas jî dixwest biha “bifrote” min, minê ew bikirya… Ax, xwezil tenê ez bikirçya evîntya te bûma…
Evîntîêda bazar nabe. Lê ez bikirçî bûm. Ez ne bikirçîê mal û halê dinyalikê bûm, lê… bikirçîê evîntya te bûm… Ez bi emrê xweyî terî-can bûbûm bikirçî, rewaçî û ber dergê dilê te sekinî bûm û guman bûm, wekî tuê wî derî ber min vekî, tu jî bikirçîyî. Tu jî bikirçî bûyî, lê ne bikirçîê…evîntya min.
Evîne bêsebre, lê ez hîvya te bûm. Çiqas xortê bedew min dît, min dilê xweda qîlek wanra çêkir, tu ser hemûşkara digirtî, bûme maşoqê te, çimkî eze bawerbûm, wekî tuyî mirazê min…
Ax, ew xebera “miraz” çiqas şîrin-şîrin ji devê te derdiket… lê yazix, ez dereng pê hesyam… Ew xeber bona min nîbû… Nema te her tişt minra zelal kir… Here, bira tera oxirbe… Careke mayîn berbi min venegere… Bira mirazê teyî teze hasilbe… Ez nifirya li te nakim û ne jî ji te dixeyîdim, çimkî min ji te hiz dikir…
Here, mirazê xweyî teze şabe, lê bîr neke, evîne bêsebre, lê min sebir dikir.
Bi silava evîna teye wextekê, lê nenasa teye nha,
G. Î.”.
KEN Û KAR?
Nava kenê teda çiqas qelpî, helekarî heye. Wey, gidîno, min çiqas te û wî kenê te kirye eynat. Nava wî kenê teda temamya qirêjaya ruhê te tê kivşê. Tu dikarî bi qelp bikeni, wexta ew yek bona kara teye. Tu dikarî bi kenê xwe ber qulixçîê derecebilind helekarya bikî. Wexta ew “laqirdîkê” bikin, çiqasî jî ew laqirdî bêtembe, tu usa dikî pîrqe-pîrq, dikenî, wekî merîê nenas tirê tu bi dil dikenî. Lê tu tu cara bi dil nakenî. Tu nikarî bi dil bikini. Hetanî kenê te jî bi hesabe. Tu dikarî ser heneka lap tûj jî nekenî, qe beşera te jî xweş nebe, gava zanî kara te wê ortê tune. Tu merîkî usanî, wekî hetanî kenê xwe jî bona kara xwe didî xebatê.
Ken û kar? Merî jî ken bifroşe? Lê tu difroşî. Ezî bawerim, wekî tê ruhê xwe jî bifroşî. Yekî kenê xwe difroşe, wê ruhê xwe jî bifroşe. Difroşî, nafroşî — cenima te. Lê ya xirab ewe, wekî merîê usa hene, ku bi wî kenê teyî firotî têne xapandinê û te merîkî baş hesab dikin. Merîê, ku kenê xwe, ruhê xwe bifroşe, çawa dikare merîkî pakbe?
Lê çawa ewana qelpya kenê te texmîn nakin? Çawa nabînin, wekî kenê te zorkuştîye, te kenê rast xweda fetisandye?
Ax, ew kenê te, ew kenê teyî firotî, kenê qelp. Min çiqasî te û wî kenê te kirye eynat.
Добавить комментарий