HEYFHILDAN — 4
* * *
Çend jinê cînar şuxul-emelê xwe kuta kirin, hatin serîkî bidne Belgê.
— Qîzê, dûrî zara, porkurê, te çi kir? – Seyrê ji Belgê pirsî, rind dîna xwe da tim-têla wê. Jinê mayîn jî, wekî dora Belgê sivderêda rûniştibûn, zûr bûbûn xemla wê dinihêrîn.
— Lê min çi bikra? – Belgê kesereke kûr rahişt, ç’evê wê şêlû bûn. – Şev-ro tabetya min tunebû. Ew kelb jî sax-silamet ber ç’evê min diçû-dihat. Ez dha xweda dişewitîm. Ez çi bikim, Xwedê, dûrî zara, roja min reşke, ne bave, ne biraye. Koka mala bavê min qelyaye, kilît dêrî ketye, jina bûkîn çawa bî ser mala bavêda vegeryaye. Min qertelê çi bikra? Zef jî pêşewitîkî me tune. Xwe xuna malxirêv usa bade erdê nedima? – got, destmal ji ber benê pişta xwe derxist, ç’evê xwe temiz kirin. Jinê dorê jî pê pêşa şelika, dêra ç’evê xwe temiz kirin.
— Qîzê, mala bavê te bişewite, çawa şewitî, çû, te çawa qursax kir? Ew mêr, tu jin? – Seyrê jê pirsî.
— Min serê xwe dadanî – malxirav dihate xewna min, — Belgê got, zûr bûbû niqitkekê nihêrî. – Hertim dipirsî: lê xûna minê wa bêxeda here, heta-hetayê erdê bimîne? Ez hişyar dibûm, min didît xewne. Îdî xewa min diteqisî. Rûdiniştim, xwe û derd-kulara digot, dilûband. Îdî min hatibû qirikê, ez ku negihîştama meremê xwe, ezê dîn û harbûma. Gorbigorî te tirê mêr bû, mêrê devê Tîtal bû? Ax, bê Tîtal, te çawa mala xwe xirav kir, te çi anî serê xwe, — berxwe neda, bû kûre-kûra wê, girya. Hevekî girya, ç’evê xwe temiz kirin, parç’a dilê wê danî, paşê dûmkayî da xeberdana xwe. – Tu divêjî te çawa qursax kir? Ka qursaxê mêra wî kelbîra hebû? Ji tejya xiravtir bû. Te binihêrya çawa bûbû pepûk, çawa xwe davit ser dest-pîê min, wekî lênedim, gever nekim.
— Çawa, Hoto xwe davîte ser dest-pîê te? – Seyrê ji Belgê pirsî.
— Lê çawa! Bûbû pepûk mînanî tejya ber min direvya. Lê ew mêr bû? Her tenê dikaribû mînanî kelbê diz, dizîkava bê parava, bi mixenetî malxiravxe. Û mêrik xwera nav qazanc kiribû, çye mêrekî mêrkuje. De we gişka jî dît, roja pêşîê Tîtal ew çawa kiribû pîson, ser ç’evê wî peritandibû.
— Da-daê, Xwedê erdê hilnede, tu ew mêrê devê Tîtal bû? Wekî usa dizîva, bi mixenetî Tîtal neda, Tîtalê ew bixwara, — ji jinê hatî yek kete nava xeberdanê, ku hetanî wî çaxî xwe ker kiribû û guh dida xeberdanê.
— De bira here, bigre xwe! – gava jinikê gotina xwe kuta kir, Belgê gilîê xwe pêşda bir. – Mêrkuje? Min mêrkujî rind nîşanî wî da, — Belgê bi înk got.
Wextê ha xeber dida, ç’evê wê dha fire dibûn, cîê xweda direqisîn, te tirê qewata wê hê zêde dibe û hazir dibe careke mayîn êrîşî ser dijminê xwey qane-qan bike. Jina gava ç’evê wê dîtin, jê tirsyan, dilê xweda fikirîn, wekî rastîê jî ç’evê mêrkujane. Xêle wext tu kesî dengê xwe nekir. Paşê Seyrê jê pirsî:
— Lê te pê çi lêda?
— Pê qemê. Min mînanî wî, dizîkava mixenetî nekir, lêneda. Min çend cara gotê, wekî karê xwe bike. Ê, feqîrî tu mêr bû, wekî karê xwe bikra? Gava ç’ev min, qema destê min ket, bizdya, dest ber xwe hilneda. Min pê qemê lêda, milê wî birîndar kir. Wexta milê wî birîndar bû, revî. We bidîta çawa direvya! Lê ez gihîştimê û min qemek da qafê wî gever kir.
— Ser ç’evada birîndar bûbû? – Seyrê jê pirsî.
— Na, min her tenê qemek da serê wî. Çira we ser ç’evê wî nedîtye?
— Na, da-daê, emenî avîtibûne ser, Avdel nehîşt sifetê wî vekin.
— Wê çawa vekin? – Belgê bi eks got. – Nikarin vekin. Min usa eblû kirye, wekî hetanî kurê-kura bîra wana neçe. Bê hûn çira sifetê wî vedişêrin? Vekin, bira xelq bibîne. Naxwazin xelq bibîne, erê, wekî poz, guhê wî jêkirîne?
— Pî, te poz, guhê wî jî jîkirine? – jinka mayîn pirsî.
— Erê, lê çawa! Min jêkirine, birine, danîne ber kêlika mezelê canîreş, wekî kelb bixun, — Belgê bi înk got û serê xwe hilbirî jina nihêrî. Xwest zanibe, çika gotina wê çawa hukumî ser jina dike.
Jina lêvê xwe gestin. Wana ecêba ha nedîtibûn, ne jî bihîstibûn.
— Min ya xwe kir, — gava Belgê dît, wekî jin çawa ecêbmayî man, bi dilekî baristan got, — virhada çi dive, bira bive. Min heyfa malxirav hilda. Nehîşt ew kul minra here gorê, ew jî besî mine. Ezê dilşkestî nîbûma, minê bişanda def-zurne banya, defê xista. Lê çi bikim, dilê minî kule. Ezê îşev teze rehet serê xwe daynime ser belgî. Min sond xwaribû – hetanî heyfa malxirav neê hildanê, ez kincê xwe naêxim, nakevim nava cî-nivîna. A, îşev teze ew meremê dilê min mîaser bû. Cê bidin xatirê Xwedê, wextê hûn diçin wêderê, mala wî kelbî, bêjine wan bira sifetê wî vekin, hûn bi ç’evê xwe bivînin. Hela çika vedikin, çi divêjin.
— Na, na, çawa meyt anîne malê, tê kivşê Avdel zanivû, lema got, wekî ser ç’evê wî venekin, giva ew yek dînê mera dest nade, guneye.
— Hela tu dinihêrî ew jî kelbekî çawane, naxwaze xelq eyba wan bivîne. Lê wextê çûn meyt erdê dîtin, çira ç’evê xelqê tunebû, wekî min ew kiribû çi halî? Lê hesav yeke, îro nîve, wê sivêbe, wê nava cimetêda bela neve? Wê wî çaxî çi bêjin? Xwe ewê jî nayne dînra nade girêdanê.
— Lê eferim qursaxê tera, — jinekê got. – Hezar salî bima, min nikaribû tiştekî usa bikra. Ez ku xûnê divînim, ber ç’evê min reşevetê. Îdî ku ma xûna merya birêjim.
— Xwedê nekirî qezyake usa te jî biqewimya, çawa min qewimî, teê bêhemdî xwe bikira, — Belgê bi cûrê şîretê gotê. – Heyfhildan zulme, zulmeke usane, bira bavkuştîê min nevîne. Ew mînanî kurmane, kete serê merya, îdî xwe jê dernaê. Sivê hetanî êvarê hiş-sewdê te ser wêye, tu nikarî êmanekî wê bîrkî. Hertim berê ç’evê teye, te tirê dijene te, gazî te dike. Rehetya merya dêstda tune. Ne min wera got, herşev malxirav dihate xewna min, dewa heyfa xwe dikir. Min ku heyfa wî hilneda, ezê dînbûma, çola ketama. Hilbet, xwestina rebê min bû, wekî minra li hev hat ruhê wî kelbî cenimê şakim, bin gunê birê xwe derêm. Carekê dîsa hate xewna min, minra go: gunê min stûê teve, hergê tu heyfa min hilnedî. Min porkura-porkur çi kir? Paşî kuştina wî sekbavî rast çûme ser mezel, min devê xwe kire kêlika malxirav û gazî kir, wekî min heyfa te hilda û bin gunê te derketim. Çika îşev tê xewna min, çi divêje.
Belgê ha got, bû xule-xula hêsira ji ç’evê wê hatine xwarê. Tê bêjî birîna wê teze bû. Jin jî pêra giryan. Paşê ber dilda hatin, nehîştin bigrî. Belgê pê destmalê ç’evê xwe temiz kirin, xwest rave jinara şîvê bîne, lê wana nehîşt. Rabûn, dîsa ber dilê wêda hatin, temî danê, wekî mal derneê, miqatî xweve. Belgê hetanî ber dêrî ew verêkirin. Jina Belgêra gotin: “Şeva te bimîne xweş”, Belgê jî wanra got: “Herine ser xweşîê” û ji hev dûrketin.
Gava jin hevekî ji Belgê dûrketin, yekê got:
— Em herin serîkî bidin wan jî, şerme, cînare, wê bêjin qezyake usa me qewimî, wana qe derê me venekirin.
— Hoto, welle, merîkî qenc nîbû, qedrê cînartîê nizanibû, lê çi bikî, bixwezî-nexwezî, gotî herî, nave, — Seyrê got û jin berbi mala kuştî çûn.
* * *
Wê şevê Husoê serekê qebîla malbavanê Belgê merî şandin mala Evdo, gotinê, wekî bira haj xwe hebin, derneên, cyada-myada meçin, miqatî zarê xwe bin. Belgê jî bira ber zimanê xwe bide, serhişkya neke, gilî-gotina ser wanda neşîne, tena wan nexe.
— Çi bûye, bûye, ew mala xwe, em mala xwe, — hatya gotine Evdo û Belgê. – Apo digot, karê wê gilya-milya neketye, kêm-zêde xeber nede. Tiştekî qolayî nîne, jinekê lêdaye mêrekî wanî rû-rema kuştye. Birîna wan tezeye, bira xwe meke hevalê wan.
Evdo xwe ker kiribû, dengê xwe nedikir, serê xwe berjêr kiribû, merya nizanibû guh dide wan yanê derheqa tiştekî mayînda difikire. Belgê pêşberî wan sekinîbû, gele tişt dilda disêwirî, dixwest wanra bigota, lê îzn nedida xwe. Hîvîê bû, wekî Evdoê çi lazime bêje, lê deng ji Evdo nedihat. Wextê ewê dît haye, hilda gote hatya:
— Apora bêjin, bira alîê meda arxayînbe. Çi lazim bû, min kir. Gilî-gotinê zêde kêrî çi tên. Lê xwezil heyfa malxirav bi destî mêra bihata hildanê.
Ewê eva gotina kutasîê bi dilê keder, bi ten got. Hazira tena wê texmîn kirin, lê qestîka serra xarandin, yanê giva guh nedanê, nebihîstin ewê çi got û çawa got. Ser vê yekê Evdo serê xwe hilbirî, yek hev dîna xwe da hazira û bi dilekî şkestî gote wana:
— Nha jî destê me û wan mêrika kete hev, em bûne dijminê heve qane-qan. Xûnek kete ber derê min.
— Çira? – ji hatya yekî pirsî.
— Çima tu nizanî çira? – Evdo bi pirsê caba pirsa wî da.
— Xûn çira kete ber derê te?
— Lê ket ber derê kê?
— Lê xûna Tîtal kete ber derê kê?
Hew mabû Evdo bigota: “Çi min xûna Tîtal ketye”, lê bona xatirê jinê xwe zevt kir, negot.
Ewê hatî xeberdana xwe pêşda bir:
-Çira Belgê kîye, ne kinêza meye? Hergê pirsa rastîê ji min dikî, em û ewin dijminê hev, çî te wê ortê tune.
— Belgê kinêza weye, lê nefera vê malêye û ev mal bona wê cavdare, — Evdo bi dengekî usayî bilind got, tê bêjî ewê dibihîstin, dûr bûn.
— Camêro, tu çira wê yekê navêjî, wekî ewê tenê heyfa birê xwe hildaye. Cîê balesevev lênedaye, nekuştye. Heyf ber heyfêva. Îdî çî wan te ketye? Qe şayîşa mekişîne, em mînanî şûrekî dudev piş te sekinîne, — yekî got û ç’evê yê mayîn nihêrî.
Lê gonekî tel hate Evdo û ew bi eks vebeşirî, tê bêjî dilê xweda digot: “Wekî hûn bona alîkarîê şûrekî dudevin, we çira xwexwa heyfa mêrê xwe hilnedida?” Evdo, hilbet, eva yeka negot, lê bi bengzê xwe da femkirinê, vegerya ser jinê, ku pala xwe dabû stûnê, destê xwe tewarkiribûn, gotê:
— Keç’ê, şîvê bîne, em şîvê buxun. Çi bû, bû. Lawikara nan bîne. Xwedê reme, hilbet, wê avekê vî agirîda bike.
Hatya nehîştin, wekî Belgê şîvê bîne, rabûn xatirê xwe xwestin, darêkirin çûn.
* * *
Pey çûyîna wanra êmê cix’arekê derbaz nebû, gava çend kurapê Evdo hatin malê. Ewana jî hatibûn, wekî halê vê mala merîê xwe bihesin, ber dilê Evdo û Belgêda bên û bêjnê, wekî bira haj xwe hebin. Lê wexta, Xwedê nekirî, tiştek qewimî, xwe Evdo tenê nahêlin. Gotina wan ber dilê Evdoda bû baristan. Bengzê wî xweş bû, bîna wî derket, dilê wî fire bû. Hilbet, Belgê jî bona hatina wan şabû, lê alîkîva jî berxwe diket, wekî çira kurap, pêşewitîkî Tîtalî nêzîk jî tunebû, wekî dilê wî ser bişewitya û roja îro neketa vî halî. “Xwedê yazya minda ha nivîsîbû, ez çi bikim”, — ew dilê xweda fikirî.
Belgê şîv anî ber lawika. Wana û Evdo şîva xwe xwarin, êpêceyî xwera xeberdan. Xêleke xurt ji şevê çûbû, lê kurap hela mala Evdoda bûn. Xwestin wê şevê mala Evdoda bimînin, lê kirin, nekirin Evdo nehîşt.
— Lî çawa emê te îşev tenê bihêlin? – wana gotine Evdo. – Hezar olecaxê dinê hene, te lênihêrî şev hatin derî te girtin. Em kurapê tene, xelqê xerîv nînin, îşev jî emê mala teda bimînin.
— Na ku nevye, hûn îşev malda namînin, — Evdo gote wan. – Mayîna we bona min qelsîye. Berê ewlin, ewana tu wexta wê yekê nakin. Ya mayîn, wekî kirin jî, min û wan maleke xweş. Sivê cînar wê bivînin, wê bêjin Evdo tirsya, kurap şev mala wîda man. Eva yeka minra qe dest nade. Ravin, arxayîn herin, tiştek jî nave.
Evdo û kurapava gelekî ber hev dan, lê Evdo nehîşt, wekî ewana wê şevê mala wîda bimînin. Şev-nîveka şevê kurapa xatirê xwe ji Evdo û Belgê xwestin, derketin çûn.
* * *
Rojtira mayîn Hoto birin, ç’el kirin. Ji qebîla malbavanê Belgê kes neçû ser şînê. Elametî jî nedabûne qebîla kuştî, wekî dixwazin bêne ser şînê. Û tu kesekî derheqa vê yekêda xeber nedida. Gişka jî zanibû, wekî gerekê usa jî bûbûya.
Lê gund-gundîtî eşkere yanê dizîkava derheqa kirina Belgêda xeber didan, payê wê didan û gişk ser wê fikrê bûn, wekî ewê mêranîke zor kirye. Û ew ber ç’evê gundya dha bilind bû, qedrê wê dha zêde bû.
Çawa erf-edet bû, gundya gazî mêr û jinê qebîla kuştî kirin, birin malê xwe, wanara ezet-qulix kirin. Zûtirekê nanê tevirkola dan, devê mirî erdê derxistin. Paşî vê yekê cînara ser sûrtê mêrê qebîla hiznî dane kurkirinê. Jinê wî qebîlê îdî kinc şûştin, savûn dane xevatê.
Çendek derbaz bû. Rîspîê gund hev şêwirîn, dîtin, wekî ha nave, lazime bikevne ortê, şuxul bidne rastkirinê.
— Ewê yekê her tenê Sêvdîn dikare bike, — ji rîspya yekî got. – Qedrê wî him bal Avdel, him jî bal Huso heye. Sêvdîn ku kete ortê, wê ese şuxul rast bike.
— Ser herdu ç’evê min, — Sêvdîn got. – Bona şuxulê qenc ez dikarim Emoê xwe jî têkim qurban.
— Mirazê te Emo bive, Xwedê seheta terabe, welle ser bextê mindave, tu timê alîê xêrêyî. Belkî xêr bê pêşya te û kurê te.
— Lê wexta te dît Avdel û Huso xwe nadne ber, menîê cure-cûre digrin û naxwazin hevdu bên, wî çaxî emê bi kom bikevne navê, — yekî rîspî got. – Lê kambaxa-kambax bîna me û wan ewqasî jî hevdura xweş nîne. Lema jî ez divêjim, belkî tu tenê wî şuxulî bînî sêrî. Ev qetla hanê hetanî kengê bikişîne? Û çiqas dirêj bikişîne, ewqasî xirave.
— Me jî rast nekir, wekî wextêda neketine ortê, — yekî mayîn got. – Wekî em ku biketana ortê, xwe îro eva qezya hane giran nediqewimî. Sêvdînê camêr gele cara got, lê me gurê nekir.
— Me çend cara gilî ber Avdelra avît, lê camêrî eşkere digot, wekî Hoto nikare, mêrik naxwaze here, pevkeve, xwe zorê nake.
— Nedixwest, te dît çawa ser bela xwe vebû. “Neke serê kesê-kesa, wê bê serê pisê-pisa”.
— Şuxulê çûyî çûye, îdî merî pey nakeve. Silav parîê hazire. Nha gotî ew şuxul bê sêrî. Ew cînarin, lê borcê cînartîê borcekî girane. Cînar gotî xêra cînêr bixwaze. Lê vê gavê xêr ewe, wekî ew dijminayî navbeyna wanda bê hildanê.
Û hate qirarkirinê, wekî sifte her tenê Sêvdîn bikeve nava wî şuxulî bîne sêrî – herdu qebîla hevdu bîne, dijminaya orta wan bide hildanê.
Êvarekê Sêvdîn çû mala Avdel. Ewana kêf-halê hev pirsîn, virda-wêda hevekî xeberdan. Paşê Sêvdîn gote Avdelra:
— Ez îro bona pirsekê hatime mala te û tu gotî min bêqedir verê mekî.
— Tu ser ç’evê minra hatî, — Avdel bi dil gotê. – Vê êvarê tu destê kurê min jî bigrî, bivî, bavêjî avê, devê min ber te nagere.
— Mirazê te kurave, mertala Şems ser milê wanbe, — Sêvdîn got û xêlekê xwe ker kir. – Pirsa min pirsa qence. Tu xeysetê min rind zanî, aqilê min ku şuxulekî nebire, ez tu cara nakevime ortê. Ez zanim gilîê min cem te dibuhire, lema hatim. Yanê na ez nedihatim. Em bêjin, bona şuxulê usaye qenc merî pêncî carî jî here, bê, ne poşmane.
— Xwedê poşmanîê nede, Sêvdîne bira, gilîê xwe bêje.
— Gilîê min gilîê xêrêye, — Sêvdîn got. – Ez vê êvarê hatime, wekî ew dilsarya orta weda heye, bê hildanê. Hûn cînarê hevin, tiştê usa dest nade. Lazime hûn herdu – tu jî, Huso jî – ehlê xêrê bin. Gotina min ewe, wekî dijminayî ne wera, ne jî wanra dest nade.
Sêvdîn gelekî xeberda, gele derece û menî anîne ortê û da bawerkirinê, wekî ya baş ewe hevdu bên, hela qezyaêd teze neqewimîne.
Avdel merîkî aqilî dûrdîtî bû. Ewî jî zanibû, axirya wê dilmayînê qenc nîne. Lê çawa serkarê wê qebîlê, merîê kîjanê teze hatibû kuştinê, nedixwest pêra-pêra qayîlbe.
— Sêvdîn, tu ser ç’evê minra hatî, — ewî got. – Tu zanî, ez gelekî qedrê te digrim. Lê, bi texmîna min, hela zûye derheqa wê derecêda xeverdin.
— Na, Avdelê bura, zû nîne, — Sêvdîn gotê. – Çiqasî merî rojekê wê derecê bîne sêrî, ewqas başe. Ez zef zanim, Xwedê nekirî, hezar tişt dikare biqewime. Te hew nihêrî merîê am û tam wê ortê çûn. Bona çi? Bi texmîna min, em dikarin û borcdarin wê derecê zû pê bînin. Tu dinihêrî, lawikê we û merîê Evdo jî îdî hevra serê poz xever didin? Ê, çi zanî, çi dikare biqewime. Ew ez û tune, wekî me dinê dîtye, qenc û xirava ji hev dibijêrin. Lê cahilê me? Xwe ew jî mînanî min û te nafikirin. Lê em, mezin, borcdarin miqatî cahilê xwe bin, wana ji qezya-nezya dûrxin. Avdelê bira, bi texmîna min, rya tek-tenêye rast eve. Tu jî eleh wekîl, merîkî dûrdîtîyî, timê alîê qencîê bûyî. Nha gilî temam destê teye. Ez jî birê xwe hîvî dikim — boy navê xatirê cînartîê were em terka wê dilsarîê bidin.
Avdel û Sêvdîn gelekî berhev dan, kutasîê Avdel qayîl bû, wekî ew û Huso hevdu bên. Sêvdîn ji erd heta ezman jê razî ma, bi dilekî eşq û şa, wekî ew gilî anî sêrî, ji mala Avdel derket.
Rojtira mayîn êvarê Sêvdîn çû mala Huso. Xeberdana wî û Huso dirêj nekişand, çimkî Huso pêra-pêra gotina Sêvdînra qayîl bû, hela serda razîbûna xwe daê, wekî dive sevevê kirineke usaye qenc.
— Ser bextê min û kuradabe, — ewî got. – Merivê mînanî te her tenê xêrxazin. Belê, yekî xêra merya dixwaze usa dike. Bira Xwedê bike em ber hev şermî nemînin. Bira gotina teve, ez qayîlim.
Sêvdîn bi dilekî baristan ji mala Huso jî derket. Sibetirê karê xwe kir, wekî gazî wan herdu serkarê qebîla bike, bîne mala xwe, wana hev bîne. Sêvdîn du pezê xwe serjê kir, nanê xwe hazir kir, Emoê xwe şande pey çend merîê gunde mayîne bi nav û deng. Gava ewana hatin malê, rûniştin, Sêvdîn xwexwa pêşîê çû pey Huso anî malê. Huso û ew rîspîê gunde mayîn malda rûniştin, xeberdan, Sêvdîn û Emoê kurê wîva çûne pey Avdel. Ew jî anîne malê.
— Gelî maqûla, — Sêvdîn berbirî hazira bû. – Em îro bona nêteke qenc vêderê berev bûne. Nêta qenc ewe, wekî ew dilsarya orta meda heye bê hildanê. Dilê du bira jî ji hev dimîne. Yazî-miqeder bû, qewimî. Gilîê çûyî merî pey nakeve. Peyketin tiştekî qenc xwera nayne. Min îro gazî Avdelê bira, Husoê bira, maqûlê rûniştî kirye, wekî ew hevdu bên, dilsarya orta wanda bê hildanê.
— Heyran, — rîspya herdu alîya gotin, — yek deyndarê yekî nemaye. Xûn pêş xûnêva. Mêrekî we hatye kuştinê, mêrekî wan jî hatye kuştinê. Hûn mala xwe, ew jî mala xwe.
— Avdelê bira, — Sêvdîn gotê, — te dît, wexta Tîtal hate kuştinê, ew camêra çawa merîfet rabûn, rûniştin, gilîk zêde ne anîne ortê. Eferim wera jî, hûn jî, ser bextê minrabe, camêrin. Tiştê baş ewe, wekî we jî dîwan pê neda hesandinê. Çî me, çî Romê… Roma rûtik, ku biketa ortê, wê şuxul dha xirav bikra. Ya me eşîrtîye, karê me Romê, dîwanê neketye. Eşîrtya me jî, şikir vê gavêra, ser her tiştîrane. Em gotî şuxulê xwe bi eşîrtî bikin.
— Hilbet, hilbet, — çend merya alîê xweda gotin.
— Ez texmîn dikim, — Sêvdîn gilîê xwe pêşda bir, — her tişt ferihe. Avdel û Huso birê hevin, em jî çawa cînar, xêrxaz dikevne vê ortê û herdu bira hîvî dikin: herin dest-rûê hev, hevdura xeverdin.
Rûspya gişka ev gotina Sêvdîn begem kirin. Her yekî alîê xweda gilîkî qenc got û usa kir, wekî ew herdu serkarê qebîla hevdu bên. Avdel û Huso bin ç’evada hevdu dinihêrîn.
Bengzê herdua jî xweş bû. Gilîê pêşîê Huso diket. Û ewî jî xeberda:
— Bo, ba-bao, çira serê meda qewimye, wekî mêr hatine kuştinê? Ew yek serê kal-bavada qewimye. Lê tiştê pak ewe, wekî merîê mayîne am û tam neketin tomika wan. Herdu bûn sevev, herdu jî ortê çûn, — hevekî xwe ker kir, texmîn kir xeverdana wî usa rind dernaê, çawa ku lazime. Lema jî kese birî. – Em cînarê hevin, gundîê hevin, xwe heta-hetayê dijminayê hevdura nakişînin? Ez her tenê wê dikarim bêjim, wekî virhada wê alîê meda dijminayê tunebe.
Gişka xeberdana Huso begem kir û vegeryan Avdel nihêrîn, hîvya gotina wî man, çika ewê çi bêje. Ewî jî serê xwe kiribû ber xwe, difikirî.
— Gelî maqûla, ezê çi bêjim, — ewî got. – Xwedê erdê hilnede… Qezya bû, qewimî. Wexta îro camêrê rûniştî ketine ortê, Sêvdînê bira eva borcê qencîê hildaye ser xwe, ewqasî çerçirîye, wê Xwedê jî xweş neê, wekî qedrê vê yekê neê girtinê. Ez qedrê merivayî, maqûltî, xêrxazya Sêvdîn digrim. Ez qedrê camêrê rûniştî digrim û ber we divêjim, wekî alîê meda jî wê dijminayî tuneve, emê dîsa mînanî berê hevdura bira bin.
Avdel û Huso ji cîê xwe rabûn, çûne dest-rûê hev. Camêrê rûniştî jî tev wan rabûne şipya. Gişk eşq û şa bûn. Dijminayî hate hildanê.
— Eferim, ez heyrana mêrê çêbim, — Sêvdîn got.
Paşê nan kişandin ser texte. Hazira nanê xwe xwarin, kuta kirin.
Çawa xweyê malê, gilî Sêvdîn diket. Ewî ewqasî şabû, wekî te mala dinê temam bidaê, wê ewqasî şa nebûya. Bi wê şabûnê jî ew berbirî hazira bû:
— Gelî maqûla, gelî kurê dewletya! Ez bêy hurmet, sîaneta Avdelê bira, Husoê bira nevim. Hûn jî ser serê min, ser ç’evê minra hatine. Şikir vê gavêra, wekî cînarê min îro mala minda hevdura xeverdan, çûne dest-rûê hev, dilsarya orta wan hate hildanê. Ez usa jî bona wê yekê şame, wekî serê-serda destê Roma Reş nekete nava van gilî-gotinê me. Me pirsê xwe bi eşîrî anîne sêrî. Hilbet, gere usa jî bivya. Kal-bavê me usa kirine, em jî gotî pey gilî-gotinê wan herin. Em ku pey gilî-gotinê pêşîê xwe diçin, lingê me kevira nakeve. Vî edetê me baştir tişt tune, gava em usa qedrê pêşîê xwe, mezinê xwe digrin û pey gotina wan diçin. Lê edetekî meyî dinêyî baş jî heye, ewe, wekî em ne ku tenê serkarîê mala xwe dikin, lê usa jî qebîla xwe dikin, rya rast nîşanî cahilê xwe dikin, — Sêvdîn ji şabûna texmîn nekiribû, wekî derheqa tiştê usada xeber dide, ku ewqasî jî wê derecêda nedihatine girêdanê. Wexta ewî dîna xwe da hazira û bengzê wanî ecêbmayî dît, hêja ew yek texmîn kir, lema jî xeberdana xwe kese birî. – Nha hîvîkirineke min ji Avdelê bira, Husoê bira heye.
— Keremke, bêje, maqûl, — herdua hevra gotin.
1 2 3 4 5
Добавить комментарий