amarikesardar
ÎDÎ DERENG BÛ…
ÎDÎ DERENG BÛ…
Zarê mehela me gelek bûn. Em sibê hetanî êvarê cem hev bûn, me tevayî dilîst. Ro diçû ava, lê lîstika me hela kuta nedibû. Gele cara jî, îlahî bahara û havîna, wexta terî dikete erdê û me îdî nikaribû bilîsta, em ber dîwarekî rûdiniştin û zarê nava meda mezin mera ç’îrok digotin, gilîê gura û de’ba dikirin.
Te hew dinihêrî hevalekî me radibû û digot: “Nha bavê min hatye, ezê herim malê” û em cîda dihîştin, berbi malê çiqlas dikir. Wexta yekî kinceke teze xwe dikir, dihat nava me û ber xwera diçû. “Bavê min anye”, — digot û jorda kincê xweye teze dinihêrî. Me geleka bi ç’evnebarî li wan dinihêrî û serê xwe dikire ber xwe. Bavê me ne wir bûn, çûbûne ber şêr. Şêr destê me û bavê me ji hev qetandibû. Dayîkê me dha hişk destê me girtibûn.
Bavê min jî çûbû ber şêr. Dya min bona min her tişt dikir, kincê min, çarixê min didrût.
Min dinihêrî, wekî kincê min ne mînanî kincê hevalê min rindin, ew kaloşa, sola pêdikirin, lê lingê minda çarixin. Û ez berxwe diketim, xweda dişewitîm.
— Tişt nake, kurê min, silametî zûtirekê bavê teê bê û kincê teze kurê xweke, — dya min ber dilê minda dihat.
Lê ew “zûtirek” nedihat. Çar sal derbaz bûn, lê ew nehat. Şer jî kuta bû, lê dewsa bavê min kax’azekî “reş” hat. Rastîê ez nizanim ew kax’az reş bû yanê na, wîda çi nivîsî bûn, lê her tenê min dît, dya min paşî wî kax’azî reş girêda û hêsir ji ç’eva xalî nebûn.
Û ez bê bav mezin bûm. Dya min him minra bav bû, him jî dê.
Bîna ber wê her tenê ez bûm. Wexta ezî malda bûma, lê ne ber ç’evê wê bûma, min didît, wekî çawa ç’evê xwe min digerîne û gava ez didîtim, ç’evê wê bi şabûn tijî dibûn.
Dya mine ter’e-can emrê xwe dabû ser min û temamya bextewarya xwe nava minda didît. Ew sibê hetanî êvarê dixebitî, diçerçirî, hezar te’lî-tengasî didîtin, ancax ebûra mala meye biç’ûk dikir. Wî çaxî min fem nedikir, wî çaxî ezî zar bûm.
… Heywanê me tunebû. De, gundê ç’yada heywanê kê tunebe, ardûê wan jî tune. (Gundê meda wî çaxî ardû her tenê sergîn bûn). Ez û dya xwe diçûn, me çolê pesarî top dikirin. Ewê şalikeke mezin dida ber xwe, em bestê diketin û me pesarî berev dikirin. Min top dikir, dikire pêşa dya xwe. Wexta pêşa wê tijî dibû, çewalê ser milê xwe dida min, wekî derî bigrim, ewê jî pesarîê pêşa xwe valayî çewêl dikir, ez didame ber, lê bi xwe diçû dîsa topke. Wexta çewal tijî dibû, derê wî girêdida û dikete ber, minra digot, wekî çewêl ser piştêda xarkim. Carna qewata me nedigihîştê. Wî çaxî me çewal nav hevra dikir, kaş dikir, dibir ber kevirekî. Ew dikete ber, milê xwe benê çewêlra dikir. Min jî hevekî qasî qewata xwe komek didaê û ewê çewalê pesarya pişt dikir û digote min:
— De, bide pêşya dya xwe, em herin, kurê min.
Min dida pêşîê, lê ew barê giran li piştê pey min dihat. Hertim usa bû: ezî pêşîê, ewe pey min, wekî timê ber ç’evê wê bim, min bibîne.
Carekê jî em çûne ç’îê pesarya. Dîsa çewalê pesarya pişta dya min bû, ez jî pêşya wê dihatim. Wextê em ji ç’îê peya bûn, çawa qewimî, lingê min şimitî, ez erdê ketim, tulol bûm. Eger hevekî jî tulol bûma, ezê kendêlda biketama. Hetanî nha jî ez nikarim tex’mînkim, wekî dya min bi çi lezê, bi çi zorayê çewalê pişta xwe avît, xwe minra gîhand û ez girtim. Ewê her tenê karibû dest bavêje delinga şe’lê min, deling qelişî, lê ewê pêra gîhand jorda xwe bavêje ser min. Hetanî nha jî dengê qarînya wê ber guhê mine. Pêra-pêra ez rakirim, dame ber dilê xwe û derxistime serê rê. Bîna wê diç’ikya, rûnişt û ez jî dame ber sîngê xwe. Ez bernedam, sîngê xweva guvaştim û girya. Çawa digirya, her ç’evek hiltanî hezar hêsir dibarand. Êpêceyî girya. Hey digirya, hey min dinihêrî. Ç’evê wêda sawa undakirin û şabûna dîtina min tevîhev bûbû.
Wî çaxî min nizanibû, wî çaxî ezî nezan bûm.
… Wextê şilî-şoyê derbaharê bû. Ez çûbûm wî berê ç’emê kêleka gundê me û min pîç’ok diçinîn. Êpêceyî ji ç’êm dûrketibûm, gava baraneke usa barî, tê bêjî şerbika jorda dikirine xwar. Hetanî ez revîm hatim gihîştime ber ç’êm, ava wî gur bûbû, ji kenar derketibû, bûbû lêyî, ew der dabûne ber xwe. Ez ditirsyam bikevime ç’êm, derbazbim. Û wî alî ç’êm sekinî bûm, ç’ara min hatibû birînê û digiryam. De nizanim, dya min nava wê xuşe-xuşêda çawa dengê girîê min bihîstibû, û min dî wê çawa direve tê. Gihîşte ber ç’êm, pêra-pêra da nava avê. Lingê wê şimitî, ket, avê lêda bir. Kûre-kûra min bû, ez jî kenarê ç’êmra tevî wê berjêr diçûm. Qe nizanim bi çi qewatê ewê xwe kenarra gîhand, destê xwe avîte zinêr û derket. Gihîşte min, bi wan kincê şilva ez dame ber dilê xwe û qerefîska rûnişt. Ji avê tirsyayî bû, turuş nedikir min derbazke. Em man hetanî baranê vekir. Rex kenar ket hetanî cîkî bi fesal dî û ez derbaz kirim.
Çeqe-çeqa dev-diranê min bû, min diricifand. Lê ewê tê bêjî serma nedikir: ez dha sîngê xweva guvaştibûm. Ez germ bûm, min îdî nediricifand.
Wî çaxî min nizan bû, wî çaxî ezî nezan bûm. Paşê min fem kir, wekî agirê hizkirina dê ez germ kirine. Min paşê tê derxist.
… Sal derbaz bûn. Ez mezin bûm. Min mekteba orte kuta kir. Gotî herim întama bidim û îdara xwendinêye bilindda bême qebûlkirinê. Ezê herim, lê dya min? De, dya mine, wê bimîne, mala wê, halê wê haye. Ezê jî nema jêra bişînim, wextê hêsabûna bêm bibînim.
Siba ezê herim, wê şevê xew nekete ç’eva, kincê min hazir dikir, tivdîra min didît. Ç’evê wêda him şabûn hebû, him jî xem. Şadibû, wekî kurê wê diçe, dixûne, çawa wê digot, “wê bibe merî”. Berxwe diket, wekî kurê here, jê dûrkeve, îdî herro ber ç’eva nîbe.
Bi wan ç’evê şa û xem jî ez verêkirim. Hetanî binetara gund minra hat, paşê hate rûê min, xatirê xwe ji min xwest û vegerya. Hevekî çû, sekinî. Û sekinî hetanî ez çum, nepenîêda xar bûm.
Bûme xwendkar. Neme dihatin û diçûn. Lê nemê wê dha gelek bûn. “Bîna te ji nemê te tê, lao”. Timê wa dinivîsî. Ez cahil bûm, ezî bêxem bûm.
Wexta hêsabûna vedigeryame malê, bi hizret ez paç’ dikirim, serê min dadanî ser sîngê xwe, zûr dibû li min dinihêrî, tê bêjî bi ç’eva dixwest hizreta dilê xwe ji min hilde. Bi ç’eva motacê min bû û bi ç’eva jî ji min têr nedibû.
Çi xwarina min hiz dikir, ew çêdikir, kêleka min rûdinişt, nan berda nediçû, zûr dibû min dinihêrî. Derheqa malêda, der-cînar, gundda minra gilî dikir û tê bêjî bi dil tex’mîn dikir, wekî ez dixwazim derheqa çida zanibim, derheqa wê yekêda jî minra gilî dikir.
Rojtira mayîn kincê xweye bûktîê xwe dikir, rex min diket û em diçûn mala xalê min. Çiqas şa bû, çiqas kubar bû, wekî ez rex wême. Tê bêjî bengzê wê meryara digot: “Hûn dibînin xortekî çawa ji kurê minî taê-tenê derketye? Nha rex dê ketye, diçe mala xalê!..”
Wî çaxî qet fikra minra jî derbaz nedibû, wekî dya min çiqasî bîra min dike, seheta hesab dike, çika ezê kengê bêm. Dibe, wexta ezî ne li malim, ew xewnêda min dibîne, minra xeber dide, bona min ber xwe dikeve.
Ezî cahil bûm, ezî bêxem bûm, min tex’mîn nedikir, , wekî dya mine ezîz, dya mine zêryayî temamya alav-agirê dilê xwe daye min. Min hela nizanibû hizkirina dê çye.
…Sala duda ez verêkirim. Ç’evê wêda saw hebû. Lê min tex’mîn nedikir. Dîsa hetanî binetara gund minra hat, xatirê xwe ji min xwest û vegerya. Çend gava çû, sekinî. Pişta xwe minda kir. Nexwest ez hêsirê wê bibînim. Pê pêşa şalikê ç’evê xwe temiz kir û lez zivirî, hat gihîşte min. Îdî nedigirya, lê ç’evê wê şêlû bûbûn. Min kir-nekir, venegerya, go ezê bêm hetanî te dikim avtoê, verêdikim.
Vê carê dya min ber ç’evê min dha belengaz bûbû, dha zêryayî dihate kivşê, mînanî berê lezo-bezo nîbû. Saweke mezin ç’evada hebû. Min tex’mîn dikir, wekî dilê dya min ji tiştekî ditirse, lê min qutar nekir jê bipirsim. Min bipirsya jî – tu cara nedigot. Qet xema dilê xwe dikire dilê kur?
Hetanî ber avtobûsê minra hat. Teyax nekir, xwe avîte pêsîra min û girya. Kela dilê min jî tijî bû, hêsir ji ç’evê min hatine xwarê. Gava hêsirê min dîtin, tirsya, gavekê ji min dûrket, zûr bû, min nihêrî. Paşê minra kire şer û bi devê ken ez verêkirim.
Çend meh ketine ortê. Cab kir, wekî ez herim. Êvarê dereng gihîştime malê. Dya min nexweş nava cyada bû. Wexta derda çum, zivirî, alîê min nihêrî. Çend hêsir ser sûretê wêra gulol bûne jêrê. Stûê wê alîê minda xar bû. Ez çûme rûa, min destê wê paç’ kir, kêlekê rûniştim, da xeberdanê. Min lênihêrî dya min nikare pakî xeberde. Minra gotin, wekî ji tirsê ev nexweşî gihîştîê. Şev radizê, xewnê dibîne, wekî min ber ç’evê wê şerjê dikin. Dike qarîn û ji nava cya banzdide. Wê rojêda dengê dya min tê birînê. Me’nî ez bûme.
Ew çendek bû ez kêleka dya xwe ranedibûm. Stûê wê alîê minda timê xar bû, zûr bûbû ç’evê min dinihêrî, hêsir bûn jorda dihatne xwarê, lê zar nedigerya. Bi ç’eva minra xeber dida, bi ç’eva dilê min dihesya. Wexta ez radibûm, nava malê diçûm-dihatim, bi ç’eva min digerya û gava ez didîtim, tê bêjî ç’evê wê rehet dibûn. Kengê ç’evê wê giran dihatne ser hev, êmekê ditemijî. Min tirê razaye. Lê nişkêva ç’evê xwe vedikir, pêra-pêra dîsa min digerya û bi ç’eva gazî min dikir, wekî bêm kêlekê rûnêm.
Cara kutasîê destê min hilda, da ser ç’evê xwe. Êpêce wext destê min berneda. Ç’evê wê bin destê minda direqisîn. Min tex’mîn kir, wekî kefa destê min şil bû. Min dît bin destê minra hêsirê wê hatin, daketin ser sûret. Destê min ser ç’eva, e’nya dya min sar bû. Min destê xwe hilda, dît, ç’evê wê ketine hev. Destê min ser ç’eva dya min tex’dîr da.
Daê can, tê bibaxşînî, ezî wî çaxî cahil bûm, ezî wî çaxî nezan bûm. Paşê her tişt fem kir, her tişt tex’mîn kir, her tiştî hesyam û qîmet kir, gava ez bûme bav. Lê îdî dereng bû…
s. 1975-a
DEWET NÎVCÎ MA
DEWET NÎVCÎ MA
Rojeke xweş bû. Le’d bû. Gundda dewet bû. Ber derê zevê govend hemdî xwe digerya. Zurneçîê topal xwe dabû ser lingekî, qûjîn zurnê danî, dabû pêşya govendê, xwe dihejand. Govend kimkimî bû. Her dera ken û şabûn bû.
Nişkêva be’s bela bû, wekî şere. Faşîstê devbixûn avîtine ser welatê me. Kesekî turuş nedikir sazbendara bêje, wekî dengê def û zurnê bidne kerkirinê. Lê be’seke usa bû, wekî bêy gotinê jî dengê sazbendîê da kerkirinê.
— Cimet, ez miqamê belabûnê lênadim, — zurneçî bi dengekî bilind got. – Çimkî dewet kuta nebû, ew nîvcî hîştin. Bira ad-qirarbe, sonda mêrê berêbe, borcîê stûê minbe, ez virhada tu cara zurnê hilnedim, lênedim hetanî şer kuta nebe, hetanî em negihîjne altindarîê. Ez gotî miqamê belabûnê vê dewetê paşî kutabûna şêr – altindarya me lêdim.
Çend roj ketine ortê. Zeva çû ber şêr. Bûka rûbixêlî ber perdêda tenê ma.
Meh derbaz bûn, dengê zurnê gundda nehat. Sal derbaz bûn, dengê zurnê gundda nehat. Wede usa bû, wekî gundda dewet nedibûn, dewsa wan şin gelek bûn.
Gava be’sa altindarya mezin gihîşt vî gundê nava ç’yada, zurneçîê topal zurna xwe hilda, hat orta gundda sekinî. Defçîê wî jî da defa xwe û hat kêlekê sekinî.
Miqamekî sivik lêdan. Cimet wan top bû.
— Gelî cimetê! – zurneçîê topal berbirî hazira bû. – Hûn zanin ezî adkirîme. Min sond xwaribû, wekî miqamê belabûna deweta Keleş, ku şer nehîşt ez lêdim, nîvcî hîşt, gotî paşî altindarîê lêdim. Şer ne ku tenê dewet nîvcî kir, lê bûka rûbixêlî ber perdêda bê zeva hîşt. Şer nehîşt ez miqamê belabûna dewetê lêdim. Bira îzna mala Keleş, îzna malê heznî hebe, ez soz-qirara xwe bînim sêrî. Dijmin hatye raê, îdî tu kes nikare dewetê me nîvcî bihêle.
Cimetê xwe ker’ kir. Tu kesî qutar nekir bêjê lêde yanê lênede.
Zurneçîê topal zurne kire devê xwe û miqamê belabûna dewetê lêda. Lê kurt birî.
Deweta, ku çend sala pêşda destpê bûbû, teze kuta bû. Dewet bi zevê destpê bû, lê bêy zevê kuta bû.
s. 1976-a
XERÎBO
XERÎBO
Bekirê Teyo pîredê, jina bûkîn û kurê xweyî biç’ûk malda hîştin û çû ber şêr. Nemê wî û malê timê serhevda diçûn û dihatin. Ewî zanibû, wekî piştêda jî çetine, lê nemê jinêda tu gilîk derheqa wê yekêda tunebû. Jinê dinivîsî, wekî halê wan xweşe, kurê wan îdî mezin bûye, diçe mektebê. Bekir jî derheqa çetinayêd pêşenîêda nedinivîsî bona xema neke dilê neferê mala xweye biç’ûk, dildimî dida ber dilê wan, wekî şerê zûtirekê kutabe û ewê silametî vegere. “Wî çaxî, — ewî dinivîsî, — emê dîsa usa rind derbazkin, çawa berî şêr bû”.
Ew du sal bû şer bû. Bekir çend cara sivik birîndar bûbû, lê derheqa wê yekêda tu gilîk malêra nenivîsî bû. Jinê jî nenivîsî bû, wekî nava wan herdu salada çi çetinayî dîtye, çi zelûlî kişandye, dya wî çûye rehmetê. Yek derheqa yekîda difikirî û çi qolê milê wan dihat dikir bona xemê hevdu bidne sivikkirinê. Lê xem sivik nîbûn, ewqasî wana ji hevdu vedişartin. Kur jî nemê biç’ûk bi destxetê ne ewqas bedew bavêra dinivîsî û hertim neme ha kuta dikir: “Tê kengê bêyî, em hîvya tene”.
Caba bavê derengî nediket. “Tu aqilbe, mezinbe, gura dya xwe bike, kurê minî ezîz, bavê teê zûtirekê xwe wera bigihîne”. Kur dixwend û wî tirê bavî îdî rêye û çendekî şûnda wê bê bigihîje cî.
Wextekê nemê Bekir hatine birînê. Jinê çiqas neme şandin, bê cab man. Nemê Bekir bûne me’sîê binê be’rê. Jin gelekî hîvîê ma, lê ne ya Bekir bû, ne jî nemê wî bûn. Nemê wî bûne qatî.
Şer kuta bû. Kê sax’ mabû, ser mala xweda vegerya. Jinê tenê kax’azek stend, wekî mêrê wê – Bekirê Teyo şêrda bê ser-beratê unda bûye.
Jinê tewqê xwe ji Bekir birî, te’rî-canya xwe da ser kur, mezin kir.
* * *
Şerekî giranda Bekir birîndar bû. Her wextekê ç’evê xwe vekir, lênihêrî wê erdêye. Xwest rabe, lê şewişî, ket. Gele xûn unda kiribû, nikaribû pakî ser qedema bisekine. Erdê velezya, ma hetanî terî kete erdê. Ser zik xwe erdêra kaş kir, şûlikî, pêşda livya. Dûrva şênlikek dît. Zor cefakî gihîşte mala p’erê gund û dêrî xist. Kalekî ûkraîn derî lê vekir û gava pê hesya, wekî eskerê sore, bire hundur. Vêderê ew pê hesya, wekî faşîsta ew gund hildane, ordîa sovêtîê paşda vekişyaye.
Çend roja wê mala ûkraînda ma, birîna wî k’ewîya, hevekî ser xweda hat. Şevekê jî xatirê xwe ji wê malê xerîbdost xwest û derket, berê xwe da rohilatê. Dixwest here pêşenîêra derbazbe, bigihîje eskerê me. Wê şevê hetanî sibê çû. Wan cya nenas bû, bi xwe jî nizanibû çawa here û kîderêra here. Xalifî û zûtirekê kete tora faşîsta. Birin kirin konslagêrê.
Konslagêrêda ewî çi dît, bira serê wîbe…
Bin derbê eskerê sorda faşîst paşda vedikişyan, konslagêr jî diguhastin, berbi roavaêda dibirin.
Şer kuta bû. Konslagêra wan kete destê eskerê emirkan. Kê sax’ mabû, aza kirin, lê nehîştin, wekî ew bigihîjne eskerê me. Hezar cure derew nava dîlê meda bela dikirin, giva kê vegere here, wê ese wan û jin, zarê wan sirgûnkin Sîbîrê.
Bekir ji gotina wan bawer kir, tirsya, venegerya welatê xwe. Û wê rojêda destbi emrê wîyî gerokîê bû. Gelek welata gerya, lê nikaribû tu cîkî pakî bisitire. Bajarvanê tu welatekî nîbû û welat-welat digerya. Hetanî hat welatekîda binge girt.
Ew çend sal bûn haj ji mala xwe tunebû, nizanibû dya wî, jina wî, kurê wî hene yanê na. Gele neme şandin, lê nemê wî gişk bê cab man. Fikirî, dibe tiştek hatye serê mala wî, lema caba wî nadin. Vê carê destpê kir neme cînarê xwera şandin. Dîsa tu cabek nestend. Bawer bikî hemû gundîê xwera neme şandin. Lê tu kesî caba wî neda. Wan merîê xwera jî nivîsî, ku gundê cînarda diman. Meh derbaz dibûn, lê cab bûbûne qatî.
Wî çaxî dijminê welatê me dereweke teze ber xwe derxistin: giva ew merîê, ku dîl ketine, neferê mala wan sirgûn kirine.
Bekir îdî lap tewqê xwe ji mala xwe birî. Zewicî. Sal derbaz bûn. Du qîz pey ketin. Bi zimanê cimeta wî welatî nikaribûn navê Bekir rast hildin. Lema navê wî jî guhastin. Jêra digotin Bagos. Bes nîbû, wekî ji weten merûm kirin, mal, jin, zarê wîye wetenda jê stendin, navê wî jî guhastin. Bekirê me bû Bagosê wan.
Ne ku tenê wî welatîda, lê mala xweda jî Bekirî xerîb bû. Raste, ew pirî-hindikî hînî zimanê wî welatî bûbû, lê ne jinê, ne jî qîza zimanê wî nizanbûn. Û wî şeherîda ew tek-tenê bû.
Dixwest zimanê xwe xeberda, lê kes tunebû pêra xeberda. Dihate malê – zimanekî xerîb dibihîst. Kela dilê wî radibû, derdikete kûç’ê. Tenê digerya û xwexwa xwera kurdî xeberdida. Ewqasî xeberdida, hetanî dilê wî rehet dibû, paşê vedigerya, dihate malê, serê xwe dadanî û sibê zû radibû diçû ser xebatê. Wede bere-bere hate guhastinê. Îdî kêm bux’dan davîtin welatê me.
Evî halê han êpêceyî kişand. Rojekê jî palê hevalê wî rojneme dêstda nêzîkî wî bû.
— Bagos, tu zanî, vê rojnemêda derheqa miletê teda nivîsîne, — ewî gote Bekir.
— Hela bixûne û yek-yek minra bêje, çika çi nivîsîne, — Bekir jê hîvî kir.
— Têda nivîsîne, wekî miletê teyî biç’ûk Tifaqa Sovêtîêda çiqasî pêşda çûye, kûltûra wî gulvedaye. Bi zimanê te rojneme çap dibe, bi radîoê xeber didin.
— Gelo ez dikarim vêderê dengê radîoa wan bibihêm? – Bekir jê pirsî.
— Raste, vêderê nenivîsîne, wekî ew xeberdan ser çi pêlê têne dayînê, lê cî û seheta wan xeberdana eyanin, — palê hevalê wî gotê. – Wexta merî bixweze, dikare bigre. Nha jî wede hatine guhastinê, mînanî berê bux’dana gelekî navêjin Tifaqa Sovêtîê. T’u kesê dengê xwe tera nake, wekî tu guh didî radîoa welatê xweyî wextekê, — pale bi eks gotê û bin ç’evara lênihêrî. Bekir serê xwe berjêr kir, tê derxist, wekî palê hevalê wî te’nekê çawa lêda. Mînanî zara soro-moro bû, dengê xwe nekir. – Herkê dixwezî, ezê komekê bidme te, wekî tu cîê wê radîoê bibînî.
— Ez heyrana teme, çawa naxwazim? – Bekir ber zarî bû. – Wekî tu qencîke usa minra bikî, ez hetanî rojekê sax’ bim, rûbarê dinê bim, bîr nakim.
Hema wê rojê jî ew û palê hevalê wî paşî kutabûna xebatê çûne dikanê, radîohidanokeke tranzîstor kirîn. Îdî Bekir nehat mala xwe, hevalê xwera tevayî çû mala wî. Çawa gihîştine cî, radîohildanok pêva kirin û cîê xeberdanêd kurdî geryan.
— Çawa rojnemêda nivîsî bûn, nha wedê xeberdana kurdîye, — pale got û pêl guhast. Gerya, lê nedît. Dîsa pêl guhast. Her carekê ewî pêl diguhast, ç’îkekê davîte dilê Bekir. Gelekî lê geryan, xulese dengê kulfetekê, xeberne nas lê tesele bûn: “Yêrêvan xeber dide”.
— Ax, ez heyrana wî zimanîme, — bû zarîna Bekir bi kurdî got û destê hevalê xwe zendêda girt. — Ez bextê teme, destê xwe nedê, me cî dîtye, — Bekir gotê.
— De, ez te bimbarek dikim, — pale gotê. – Ez gumanim virhada tê timê guh bidî ser dengê radîoa rastîê, wekî bi zimanê te jî xeber dide.
Wê rojêda nava emrê Bekirda qewmandineke mezin qewimî. Çawa ji xebatê dihat, qe nan jî nedixwar, dida tranzîstora xwe û diçû heywangê. Hetanî xeberdana bi zimanê kurdî xilaz nebûya, ji radîoê dûr nediket. Wî halîda tenê ew bû û tranzîstora wî bû. Radîoê ew welatê wîra dida girêdanê, bi zimanê wî xeber dida.
Jina wî, qîzêd wî ser vê guhastina wî ecêbmayî mabûn û nizan bûn, wekî çi hatye serê wî, bi seheta ji radîoê dûr nakeve û xeberdaneke bi zimanekî nenas dibihê, xwe, dor-berê xwe, mala xwe, neferê xwe bîr dike û dibe qûlê wê xeberdanê.
Wexta ev guhastina wî dîtin, hela menîê wê nehesya bûn, fikirîn, wekî dibe dîn bûye. Lê merîê ser hemd-hişê xwe wê herro usa bike? Ew ne gunekar bûn. Wana ne wetenê xwe unda kiribûn, ne jî miletê xwe, wekî karibûna Bekir û halê wî fem bikirana.
Rojekê jinê jê pirsî:
— Bagos, pê radîoê ew tu çi dibihêyî?
— Ez dengê miletê xwe dibihêm, ez xeberdana bi zimanê xwe dibihêm, — Bekir caba wê da û hûrgilî jêra şirovekir, wekî çi çye.
— Bibihê, bibihê, Bagos can, — jinê gotê. – Ez dikevim halê te, zef rind fem dikim, wekî ew xeberdan bona te çi hêjaye. Îdî virhada neçî heywangê nebihêyî. Ez zef zanim, hezar cure merî hene. Te lênihêrî yekî çû vayîsya te kir. Here bikeve otaxa biç’ûk, derî ser xwe dade, çiqasî dilê te dixweze bibihê.
Lê dilê Bekir dixwest, wekî wê xeberdanê ne ku sehet nîvekê bikişanda, lê qet kuta nebûya, sibê hetanî êvarê xeberdana usa ber guhê wî bûya, xeberdana bi zimanê dê.
Jinê, qîza serhatya wî bi hûrgilî zanibûn û gava derheqa qewmandina vê axirîêda jî pê hesyan, dha gelekî gunê xwe pê anîn, lê tiştek destê wan nedihat. Her teherî dixebitîn û dicedandin ber dilda bên, wê kulê ji dilê wî derxin, lê bêfeyde bû. Bihîstina radîoê jêra bûbû nanê rojê, bûbû hewa. Dikete otaxa biç’ûk, derî ser xwe digirt û destpêbûna xeberdanêda hetanî kutasîê ji radîoê dûr nediket. Cix’are ser cix’arê dikişand, dibihîst û axînê kûr radihîştin, ç’evê wî tijî hêsir dibûn.
Bekir nava wê xeberdanêda ne ku tenê zimanê xweyî dê dibihîst, lê usa jî gundê wî, mala wî, dayîka wîye pîr, jina wî, kurê wî dihatine ber ç’eva. Û ç’evê xwe digirt, bi fikrê difirî gundê xwe, mala xwe. Her tişt usa didît, çawa ku hîştibû, jê dûrketibû. Wî tirê dya wî dîsa usa pîre, jina wî bûkîne, kurê wî jî biç’ûke, çimkî ew usa fikra wîda mabûn.
Xeberdan kuta dibû. Bekir ç’evê xwe vedikirin, ji xiyala vedigerya dinya rêal. Axîneke kûr radihîşt, tu wexta pêl nediguhast, radîo ditemirand, destê xwe dida ber enya xwe difikirî.
— Bagos can, xeberdan kuta bû? – jinê derî vedikir, jê dipirsî. Dihat kêlekê rûdinişt, destê xwe stura dibir. Herdu êpêce wext ker’ rûdiniştin. Paşê radibûn, ji otaxê derdiketin, diçûn. Eger qîze malbûna, pêşya bavêda dihatin, xwe stûê wîva darda dikirin, pê şadibûn. Lê xema dilê bavê gihîştibû wan jî, ew yek hetanî nava şabûna wanda jî dihate kivşê.
Bekir jî tex’mîn dikir, wekî van axirya berbirîbûna jinê, qîzêd wî berbi wî gelekî hatye guhastinê. Dha dilovanin, bona wî dha xemxurin. Gumaneke biç’ûk kete dilê Bekir. Carekê-duda gilî ber jinêra avît. Lê jinê xwe kerî danî. Bekir gelekî fikirî, rokir-pîva û qirar kir carekê jinêra eşkere xeberde.
Wê rojê jî, gava mînanî hercar xeberdan kuta bû, jin derda hat û kêlekê rûnişt. Bekir vegerya ser jinê, zûr bû ç’evê wê nihêrî. Evê tê derxist, wekî mêr dixwaze jêra gilîkî bêje.
— Hi, Bagos can, nebî tu dixwazî minra tiştekî bêjî? – jinê jê pirsî.
Bekir serê xwe kire ber xwe û xwe ker’ kir.
— Bêje, bêje, Bagos can, — jinê gotê. – Lê wekî tu minra nebêjî, tê îdî kêra bêjî? Ne em hevalê heve emirin, gotî gilîê xwe ji hevdu veneşêrin.
— Gura min dikî, were em destê zarê xwe bigrin, herin wetenê min, — Bekir gote jinê. – Ez ditirsim vira bimrim, wetenê xwe, miletê xwe nebînim û ew kul minra here gorê.
Jinê serê xwe kire ber xwe, destê xwe ji ser milê wî hilda û xêleke xurt xwe ker’ kir. Bengzê wêra dihate kivşê, wekî gilîê mêr lê xweş nehatin. Medekirî vegerya ser mêr.
— Dêmek, te dixwest eva yeka minra bigota? – jinê jê pirsî.
— Erê, — Bekir gotê. – Eva fikra zûda tabetîê nade min, lê min îro qirar kir derheqa wê yekêda tera bêjim. Wêderê ezê we mînanî ronaya ç’evê xwe xweykim. Tu nizanî, ê, wetenê min çiqas xweşe! Ç’ya-banîê wî, merg-çîmanê wî, tebyeta wî hikyatîne. Merî lê azane, tirs-xofa roja sibê dilê wanda tune. Em wêderê xwera bixebitin, gulkîmî derbaz bikin, bira zarê me jî xwera hîn bin. Kî zane, dibe birê wan jî hebe. Nha mezin bûye. Wê çi xirabbe, wekî xûşk û bira bigihîjne hevdu?
— Na, Bagos can, em nikarin herin, — jinê kese gotê.
— Çima? Çima em nikarin herin? — Bekir hevekî bi hêrs jê pirsî.
— Ne axir tu dîl ketî, — jinê navbirî da xeberdana wî. – Tu ku herî wêderê, wê pêra-pêra te bigrin sirgûn bikin.
— Ew gişk vir-derewin, — Bekir bi hêrs gotê. – Tiştê usa tunebûye û tune. Ez nha rind pêhesyame, wekî dijminê wetenê min wextêda ew bux’dan davîtne welatê min, qestîka vir-derew bela dikirin, wekî em venegerin, neçin. Belkî mala bux’danbêja xirabbe, wekî bûn sebebê vê hêsîrya min.
— Wekî hêsîrîêdanî, — jinê bi xeyd gotê, — tu nha jî dikarî herî, lê ez û qîzê xwe nikarin bên. Dibe jina te, kurê te nha hebin. Dikarî herî bigihîjî wana.
— Ezê biçûma, — Bekir bi hêrs gotê, — lê destê min we nabe. Ez dixwazim em tevayî herin. Sed selefî bawerbe, wekî poşmanbûna teê tunebe. Min çiqas neme şandine, gişk bê cab mane. Kî zane, gelo nha dya min, jina min, kurê min hene yanê na. Ya dya min çetin ewê hetanî nha emir kiribe, kula min nha ew zû gîhandye devê gorê. Jina min jî hebe, xwe hetanî nha hîvya min nesekinye, îlahî, gava tu deng-hisê min tune. Hebe jî nha mêr kirye. Ez bawer nakim, wekî kurê min nha hebe. Wan salêd çetin, wan salêd giranda kî zane çi hatye serê wan. Xwezil hebûna, derdê min çi bû, — ser van gilîê kutasîê Bekir kesereke kûr rahişt û serê xwe kire ber xwe.
— Na, na, Bagos can, ber xwe nekeve, xwera xema neke, ne ez, ne jî zaro nikarin bên, — xeyda pêşîê îdî nava xeberdana jinêda tunebû. – Em vira hatine dinê, mezin bûne, dê-bavê min, merîê min, heval-hogirê min virin, ez nikarim terka wan bidim, bêm. Ez rya te jî nagrim, dixwezî here, lê em tera naên.
— Ezê çawa we vira bihêlim û herim? — Bekir gotê. – Bes nîne, wekî min carekê dya xwe, jina xwe, kurê xwe hîşt, dilkê xwe kerî kir, kerîk wir hîşt, nha jî we, kerê dilkê xweyî mayîn vêderê bihêlim? Ez nikarim we vira bihêlim, tenê lêdim herim. Min digo, werin em tevayî herin, lê wexta tu û zaro wê yekê naxwazin, gunê min stûê we, ez tenê tu cyada naçim. Ne ew yaşê mine.
— Dêmek, wekî tu cahil bûyayî, teê em bihîştana biçûyayî, — jinê bi ken gotê.
Bekir îdî caba wê neda, rabû radîo danî cîê wêyî hergav, serê xwe kire ber xwe, dêrîva derket çû.
Jin tenê otaxêda ma. Qîz hatine dorê û dîtin, wekî kêfa dya wan tune. Jê pirsîn çi bûye, çi qewimye, wekî kêfa wê tune. Dê nexwest wanra bêje, lê wana heyba wê birin hetanî pê dane gotinê. Qîz jî ser sozê dê bûn, qayîl nîbûn, wekî herin.
Bekir wê şeherê mezinda tenê gelekî gerya. Ketibû nava be’ra mitala û nikaribû xwera ç’arek bidîta. Dixwest rastî merivekî usa bê, ku karibe derd-kulê xwe jêra gilîke, wekî qe na hevekî dilê wî rehetbe. Lê wî şeherê xerîbda nasê wîye usa tunebûn. Ew palê hevalê wî kete bîrê. Berê xwe da mala wî, çû.
Palê hevalê wî gelekî şabû, wekî Bekir derî lê vekir, hat. Rûniştin, xwera xeberdan. Pale tex’mîn kir, wekî menîke hatina Bekir heye. Û gava gilî hate ser wê yekê, Bekir xeberdana xwe û jinêye wê rojê jêra gilî kir. Pale ber dilda hat, da bawerkirinê, wekî jin jî ne gunekare, vira bûye, mezin bûye, hêsa nîne rabe carekêra tewqê xwe ji her tiştî bibire û lêde here welatekî nenas.
— A, divînî, wexta guh didî gilîê dijmina, dikarî bikevî çi halî, — pale gotê. – Wî çaxî, wekî te ew vir-derew, bux’danê wan bendî tiştekî hesab nekirana, xwe tu nedigihîştî vê roje. Kengê dijmin qencya merya dixwezin? Îdî çi bûye, derbaz bûye, tu gotî vî halê xwera qayîlbî. Raste, çetine, lê tu ç’areke mayîn tune. Ez nikarim bikevim ber gunê te, eger dikarî terka jin, zarê xwe bidî, lêde here, yanê jî gotî wana bînî ser rya xwe.
— Ne dikarim terka wan bidim, ne jî ew minra tên, — Bekir bi dengekî nerm gotê.
— Wî çaxî îdî xwe nezêrîne, — pale gotê. – Nabe, nabe, çi bikî? Ez fem dikim, merîyî, carna dilê te tijî dibe, dixwezî yekîra xeberdî, yekî bişêwirî. Keremke, derê mala min hertim ber te vekirye, ez jî hertim hazirim, çi ku ji destê min tê, bikim bona komekê bidme te. Qe venekişe, çi gava dilê te dixweze, dikarî bêyî.
Bekir razîbûna xwe daê, xatirê xwe jê xwest û derket. Dîsa şeherda êpêceyî gerya, êvarê dereng vegerya hate malê. Qîzê wî îdî raza bûn. Jin jî ketibû nava cya, lê hela ranezabû. Bekir kere-ker kincê xwe êxistin û kete nava cya. Wê şevê hetanî sibê xew nekete ç’eva. Xemê giran xew lê teqisandin, çiqas jî difikirî, xwera tu rêk nedidît. Sibê zû hela jina wî, qîzê wî razayî bûn, rabû bi ç’evê xewixî ji malê derket, berê xwe da cîê xebata xwe.
Çendekî şûnda ewî dîsa ew gilî anî ortê. Lê jin û qîzêd wî qîtê sekinîn, na ku na, em nikarin herin, em naçin û tu jî gotî wê fikrê serê xwe derxî.
Paşî wê yekê Bekir îdî ew xeberdan pêşda neanî, çimkî zanibû şuxulekî boşî-betale, nikare jinê û qîza bîne ser gilîê xwe.
Dîsa Bekir û radîoa wî man. Bîna ber wî her tenê radîo bû, paşê jî palê hevalê wî bû. Evê te timê Bekir dipirsî, ber dilda dihat.
Qama Bekir îdî tenê sehet nîva xeberdanê kurdî nehat. Magnîtofonek jî kirî û xeberdan, kilamêd kurdî ser qeytana wê nivîsîn. Rojê rehetîê kêm cyada diçû, dikete otaxa biç’ûk, magnîtofona xwe pêva dikir, dibihîst. Ewqas kilam û xeberdan ser qeytanê nivîsîbûn, wekî temamya terekeke digirtin. Dewlemendtya wîye ruhanîê ew qeytanê xeberdan û kilama bûn. Û çawa miqatî wan dibû! Jinê û qîza tu cara destê xwe nedidane wan qeytana, rind miqatî wan dibûn, çimkî zanibûn, wekî ruhê Bekir nava wandane.
Gele cara, çawa xeberdana radîoê kuta dibû, Bekir magnîtofona xwe pêva dikir û ew kilam, sazbendî û xeberdana, ku teze bihîstibû û ser qeytanê nivîsî bû, careke mayîn hetanî kutasîê dibihîst. Çi bikira, qama wî nedihat, ruhê ber wî ew bûn.
Carekê, wextê xeberdana kurdî, bîrde radîoa wî xirab bû. Bekir tevîhev bû, xwe unda kir, çiqasî çerçirî, tişt jê derneket. Jin û qîz jî hatin, wana jî serederî jê dernexistin.
— Hilde, bibe cem hosta, bira çêke, — jinê gotê.
— Hetanî bibim cem hosta, bidme çêkirinê, xeberdanê kuta bibe, — Bekir gotê. – Ev bêxweyî jî hema gotî nha xirab bibûya?
Jin ber dilda hat, lê beşera Bekir xweş nebû û ew ji radîoê dûr neket, pêda ket hetanî wedê xeberdana kurdî kuta bû. Bekir wê rojê ew xeberdan nebihîst û wî tirê wê rojê ewî tiştekî lapî baha, tiştekî usa unda kirye, wekî tu cara dewsê naê derxistinê.
Hema wê êvarê jî radîo hilda, bir cem hostê. Hetanî neda çêkirinê, venegerya malê. “Bona careke mayîn ecêbeke usa neê serê min, — Bekir fikirî, — ez gotî radîoke dinê jî bikirim. Wexta yek xirabbe, ez ya mayîn bidme xebatê”.
Rojtira mayîn Bekir çû dikanê û radîohildanokeke tranzîstore teze jî kirî, anî malê. Jinê dît, hevekî medê xwe kir, lê dengê xwe nekir.
— Raste, min êpêce pere xerckirin, lê tişt nake, — Bekir gote jinê. – Careke mayîn, wexta yek xirab bibe, ezê ya mayîn bidme xebatê û zimanê xweyî dê bibihêm.
— Ez çiqas zanim, — jinê gotê, — pere cem te tunebûn. Te pere ku anîn?
— Min palê hevalê xwe deyn kir, — Bekir caba wê da. – Wexta aylixê bistînim, ezê deynê wî bidmê. Nha ew dewa deynê xwe nake. Go kengê pere ketne destê te, wî çaxî jî bide. Raste, halê wî jî ne tu hale, lê camêre. Bi tex’mîna min, pere cem wî jî tunebûn, çû cîkî mayîn deynkir.
Jinê îdî deng nekir, serê xwe kire ber xwe, çû otaxa mayîn. Bekir ev radîohildanoka teze danî kêleka ya berê û magnîtofonê.
* * *
Rojekê jî Bekir mînanî hergav seheta kivşkirîda radîohildanoka xwe pêva kir û guh da xeberdana kurdî. Êpêceyî bihîst. Kilam kuta bûn. Dîktorê elam kir:
— Nha ber mîkrofona meye xebatçîê ulmîyî sere Avasê Bekir.
Şikeke mezin kete dilê Bekir.
— Navê kurê min Avas bû. Dive Avasê mine? – Bekir xwexwa ji xwe pirsî. Xwest guh bide xeberdana wî, lê tişt jê derneket, çimkî fikra wî cîkî mayîn bû.
— Bi hezara merî nava meda hene, wekî navê wan Avase? – Bekir xwexwa jî caba pirsa xwe da.
Tabetî îdî nediketê, dikir-nedikir, ew fikir ji sêrî dernediket.
— Ne axir ewê got “Avasê Bekir”. Dêmek, him nav, him jî navê bavê hev digrin. Dive Avasê mine? Nava meda zef kêm diqewime, wekî nav û navê bavê ha hev bigrin, — Bekir difikirî.
Bekirî nava van xiyalada bû û îdî nikaribû guh bida xeberdana radîoê. Lê Avas îdî xeberdana xwe kuta kiribû û dengê kilama kurdî wê otaxêda perwaz dida: “Ax, bavo, bavo…”
Xebera “bavo” Bekir tesele bû û ew ji be’ra xem-xiyala derket. Wexta ew xeber dîsa hate wekilandinê, sizîke sar canê wîra çû.
— Ya! – ewî bê hemdî xwe bilind got. Jinê bihîst û derî vekir.
— Te çi got, Bagos? – jinê jê pirsî.
Bekir pirskirina wê nebihîst. Jinê ducar kir.
— Min tişt negotye, — Bekir bi peşmûrde gotê.
— Dengê te hat. Min tirê gazî min dikî yanê tiştekî dipirsî, — jinê got, hevekî sekinî, lê gava dît, wekî kêfa mêr xeberdanê tune, dêrîva derket, çû.
Xeberdana kurdî zûda kuta bûbû, lê Bekir ew yek tex’mîn nekiribû û radîohildanok netemirandibû. Xeberê zimanekî nenas otaxêda bela dibûn. Bekir her tişt bîr kiribû, tenê û tenê derheqa wê elametya dîktorêda difikirî.
— Kê zane, kare biqewime Avasê mine, — eva îdî cara çendik-çenda bû ev cumle diwekiland.
— Lê wekî Avasê min heye, mezin bûye, çira t’u kesî caba nemê min nedida û nedigot, wekî kurê min heye, — xwexwa jî gotina xweye pêşîê înkar dikir.
— Wekî Avasê mine, dêmek, nha sîûpênc salîye, — Bekir xwera hesab dikir. – Dengê wî jî dengê cahila bû û tê bêjî mînanî dengê Avasê min bû. Ka Xwedê keremeke usa minra bikra… Ê, ê, dildimya didime ber dilê xwe. Wan salê çetin, wan salê giran kî zane çi hatye serê Avasê min? Avasê min… Wekî hebe jî, gelo îzna min heye ez bêjim “Avasê min”, gava min ne ew xweyî kirye, ne mezin kirye?.. Avasê min, ezîzê min! – Bekir got û bi herdu desta serê xwe girt, berjêr kir. Çend hêsir rijyane ser pola…
Bekir ketibû nava halekî usa, wekî ne dikaribû tam înkar bikra, ne jî tam îzbat bikra. Şikê ruhê wî vedrût û tabetî nedidaê.
Derheqa vê yekêda ne jinê, ne jî qîzê xwera negot. Wê şevê xew nekete ç’eva, derheqa vê yekêda difikirî û dixwest caba rast bistîne. Lê kê wê caba rast bidaê? Fikirî çawa bike, wekî rast pê bihese, çika ewê xeberda kurê wî bû yanê na. Derheqa vê yekêda gelekî fikirî û nişkêva palê hevalê wî kete bîrê.
— Ezê ese lê bişêwirim, çika çi rê nîşanî min dide, — Bekir dilê xweda got û xwest raze. Lê xew dikete ç’eva?
Sibê zû rabû çû xebatê. Palê hevalê xwe dît û derheqa vê yekêda jêra gilî kir.
— Şika min heye, — Bekir gotê. – Dibe Avasê minbe.
— De wekî şik dilê teda heye, — palê hevalê wî gotê, — were em ser navê radîoa Yêrêvanê nemekê binivîsin û bira derheqa wî xortîda bi hûrgilî mera binivîsin. Wî çaxî wê bê kivşê, çika ew xort kurê teye yanê na.
Usa jî qirar kirin.
Hilbet, Bekir dikaribû bi xwe neme binivîse, lê qestîka nenivîsî.
— Kî zane, hezar gilî-gotinêd dinyaê hene, her tişt dikare biqewime, — ew fikirî. – Bira wira tu kes nizanbe, wekî min neme şandye.
Û hîvî palê hevalê xwe kir, wekî ew nemê bi zimanê xwe binivîse. Pale nemêda hîvî kir, wekî derheqa wî xortîda bi hûrgilî binivîsin, kengê, kîderê bûye, navê dê-bavê, kalkê, xûşk-bira, qewm-pismamêd wîye nêzîk çine, dê-bavê wî hene yanê na. Û kutasîêda hîvî kir, wekî çiqasî dikarin zû cabê bidin. “Yekî vira xeberdana wîye filan rojêye bi radîoê bihîstye û şikbere: dikare biqewime ew qewmê wîyî nêzîke, — pale kutasya nemêda nivîsî. – Lema jî ez hîvî dikim, wekî hûn yeko-yeko û zû caba min bidin. Bi qedirgirtina, Bagos”.
Bekir û palê hevalê wî hev şêwirîn û hatine ser wê fikrê, wekî dha rind dibe bira caba nemê ser adrêsa mala pale bê.
— Paşî xeberdana meye wê rojê, — Bekir got, — dibe kulfeta min tiştekî mayîn bibe dilê xwe. Bira qe pê nizanibe, wekî min nemeke ha şandye…
Neme şandin. Tabetya Bekir jî pêra çû. Her sibe dihat hevalê xwe dipirsî, gelo cab nehatye. Û wexta hevalê wî digotê, wekî hela tu cab tune, ber xwe diket.
— Gelo çira wa derengî ket? – Bekir dipirsî.
— Mala te avabe, çi merîkî bêsebrî, — pale digotê. – Eva çendeke me şandye, nha ancax gihîştye cî. Qe berxwe nekeve, emê zûtirekê cabê bistînin. Borcîê stûê minbe, çawa min cab stend, hizdikî nîvê şevêbe jî, ezê hildim bînim, tera bixûnim.
Bekir îdî ji palê hevalê xwe nedipirsî, her tenê ç’evê wî dinihêrî. Pale serê xwe dihejand, Bekir fem dikir, wekî hela cab tune. Û xweda dişewitî. Hevalê wî ev yek didît û timê ber dilda dihat. Bekir dîsa mînanî berê radîo dibihîst, difikirî, wekî dibe pê radîoê caba wî bidin. Lê tu cab tunebû.
Rojekê jî Bekir xebata xwe kuta kir, vegerya malê. Jina wî, qîzê wî malda hîvîê bûn, wekî tev şîvê bixun. Teze gihîştibû cî, serç’evê xwe şûştibû û dixwest tev jin, zarê xwe rûnê nan bixwe, gava palê hevalê wî derî lê vekir.
Bekir bê hemdî xwe ji cîê xwe rabû, berbi wî çû.
— Ç’evê te ronî, — pale gotê, — me cab stendye.
Çokê Bekir binda sist bûn, ancax pêra gîhand ser kursî rûnişt. Ewqasî tevîhev bû, wekî bîrkir hevalê xwe teglîfke, ku ew jî rûnê. Reng lê çûbû, dest lê dilerizîn, zarê wî hatibû girtinê, zûr bûbû hevalê xwe dinihêrî. Dilkê wî usa zû-zû lêdida, wekî wî tirê eve bê biteqe.
Pale kursîk hilda û rûnişt. Dest bire cêba xwe, pakêtek derxist. Bin ç’evara Bekir dinihêrî. Evê te lap spîç’olkî bûbû, sekinî bû.
Jina wî, qîzê wî sekinî bûn, nema destê pale dinihêrîn û tu tiştek fem nedikirin, hey ç’evê hev dinihêrîn, hey wana dinihêrîn. Pale xwe egle dikir, tê bêjî nedixwest ber wan nemê bixûne. Lê ewî îdî bê hemdî xwe neme cêba xwe derxistibû û wana dîtibû. Teze poşman bûbû, wekî çira usa kirye, lê îdî her tişt derbaz bûbû.
— Ez bextê teme, de zû bixûne, — ev xeber ancax ji devê Bekir hatine bihîstinê.
Pale tê derxist, wekî Bekir qayîle nemê ber jina wî, qîzê wî bixûnin. Ewî neme vekir û bi dengekî lerizok xwend.
“Bagosê hurmetlî!
Me nema te da Avasê Bekir, wekî ew bi xwe caba we bide. Nema wî tevî vî kax’azî em wera dişînin. Em wera açixya û bextewarîê dixwezin”.
Pale eva kax’azê han xwend, qat kir, da alîkî, kax’azê mayîn hilda, xwend.
“Bagosê qedirgir!
Navê min Avase. Navê bavê min Bekir bû, navê dya min Çîlê bû, navê kalikê min Teyo bû, navê pîrka min Nenê bû. Ez sîûpênc salîme. Gundê Ermenîstana Sovêtîêyî Serkanîêda hatime dinê. Bavê min çûye ber şêr, venegeryaye. Pîrka min û dya min çûne rehmetê. Nha kandîdatê ulmame, înstîtûteke ulm-îzgerîêda dixebitim çawa xebatçîê ulmîyî sere. Zewicîme. Du zarê min hene: kurek û qîzek. Ez xwexwa Yêrêvanêda dimînim. Adrêsa mala min ser pakêtê heye. Dibe pirsê weye mayîn hebin, keremkin, bi wê adrêsê bişînin, ezê bi hizkirin caba we bidim.
Çiqas ez zanim, merîê min welatê derekeda tunene. Gelo nedibû, wekî we jî çend gilî derheqa xweda binivîsya û çira hûn ser wê fikrêne, wekî ez merîê weme. Hilbet, hûnê bibaxşînin, lê minra jî hewaskare, wekî zanibim.
Bi qedirgirtinê kûr, Avasê Bekir”.
— Ewe, Avasê mine! — Bekir bê hemdî xwe kire zarîn. – Avasê mine, ezîzê mine!
Ji cî rabû, berbi palê hevalê xwe çû. Kax’az ji dêst hilda, lênihêrî. Dest lê diricifîn, kax’az usa dihejya, te tirê qestîka badike. Kax’az hilda, hat cîê xweda rûnişt.
— De, ç’evê te ronî, — pale gotê û hat kêlekê rûnişt. – Mirazê te hate sêrî, te kurê xwe dît.
— Erê, Avasê mine, şikir Avasê min heye, mezin bûye, — Bekir xwera digot û çetin bîna xwe dikişand, te tirê gelekî revye, bîn lê ç’ikyaye. – Bûye xweymal, xweyhal. Bavê te kor bûye, lao, hatye ketye welatê derekeda, kurê xweyî taê-tenê nabîne.
Jinê û qîza jî hatin ew paç’ kirin, bimbarek kirin û kêlekê rûniştin.
— Rastîê jî, kesekî wî welatê derekeda tune, — Bekir vegerya ser pale gotê. – Wekî bavê wî bûma, gotî nha cem wî bûma. Bi fikra wî bavê wî şêrda hatye kuştinê. Xwezil usa bûya.
Dê ç’ev kire qîza, rabûn û destpêkirin texte hazir kirin. Bekir serê xwe kiribû ber xwe. Palê hevalê wî xeber dida. Nişkêva Bekir ser alîkîda xar bû.
— Wax, — ewî got û ser kêlekê çû. Pale ancax pêra gîhand û nehîşt, wekî erdêkeve.
— Çi bû, Bagos can? – ewî gotê. Lê deng ji Bekir nedihat. Ç’ev lê diqulibîn. Jinê û qîza jî xwe pêra gîhandin, nav hevra kirin, birin danîn ser kerevatê. Reng lê çûbû, spîç’olekî bûbû, carna ç’evê xwe vedikirin, lê pêra-pêra diqulibîn. Ç’evê wî şêlû bûbûn, xubareke sar xwe avîtibû dev-lêva. Pale zenda wî girt.
— Tamara yê xûnê qe lênade, — ewî got. – Zûbikin doxtir bînin.
Qîza kinc xwekirin û dêrîva derketin.
Bekir ser kerevatê pal dabû. Sîngê wî neysî hildihat, dadihat. Jin ber sêrî rûniştibû, dezmalek şilkiribû, dabû ser enîê. Zenda wî destê palêda bû. Nişkêva ç’evê xwe vekir.
— Şikir… Avasê… min heye…Ê, qurbana kurê xweme, — Bekir bi kurdî got û careke mayîn ç’evê wî qulibîn. Bû îskînya wî.
— Çi got? – pale ji jina Bekir pirsî.
— Min fem nekir, — jinê caba wî da. – Ewî bi zimanê xwe tiştek got, lê nizanim çi got, — û vegerya ser Bekir.
— Bagos, Bagos can!
Lê deng-hes ji Bekir nedihat.
Hetanî doxtir hat, Bekir îdî tex’dîr dabû.
— Înfarktê lêdaye, — paşî lênihêrandinê doxtir got, kumê xwe da serê xwe, qutya dû-dermana hilda, derket çû.
s. 1976-a
NEMEBIR
NEMEBIR
Temo milekî xwe şêrda unda kir, çend cya birîndar bû, bi milekî û wan birîna vegerya gund. Gundda mêr kêm bûn, çûbûn ber şêr, xebat ketibû stûê jina û zara. Dilê wî temûl nekir, xwest deştêda bixebite. Rojekê, duda çû xebatê. Gelekî çerçirî, lê qewata wî negihîştê.
— Ez zanim, Temo, xîreta te temûl nake, dixwezî dewsa lawika bixebitî, — sedrê kolxozê gotê. – Lê tu nikarî xebata giran bikî. Gura min dikî, were bibe nemebir. Ew jî xebate û gotî yek wê xebatê bike yanê na?
Sivte dudil bû: “Zarek jî dikare wê xebatê bike”, — difikirî. Lê paşî xebata çend roja ewî dît, wekî ne ku komekê nade, lê hela ser stûê hevala dibe bargiranî. Fikirî, fikirî, dît, wekî sedr rast dibêje. Rojekê jî çû cem sedrê kolxozê û qayîlbûna xwe da. Temo bû nemebirê gund. Û muhula xwe bi wê yekê anî, wekî bi wê xebata xweye sadeva wê qulixî merya bike.
Sibê şebeqê çelte davîte stûê xwe, diçû orta gund, disekinî. Gundya wedê wî zanibûn, nemê êvarê nivîsî dibirin, didanê, wekî bavêje poştê. Temo virda jî neme dibirin, wêda jî danîn. Ew bûbû têla orta gund û pêşenîê. Bi destê wî nemê gundda nivîsî digihîştine pêşenîe, yêd pêşenîêda nivîsî digihîştine gund.
Poşt merkeza nehîêda bû. Êpêceyî dûr bû. Temo peya diçû, dihat. Wexta digihîşte cî, berê ewlin nemê gundda nivîsî davîtne qutya poştê, paşê diçû poşta rojê distend. Pêşîê nema dinihêrî, çika yêd kê hatine. Destnivîsara ser gişka nas dikir u gava nemeke bi destnivîsara merîê xerîb nivîsî didît, şik dikete dil û timê ew kutasya gişka digîhande xweyê wê. “Dibe “kax’aza reşe”, — Temo difikirî. – Dibe birîndare, nikaribûye binivîse, hevala jêra nivîsye. Ez çira gotî wê bêbextîê zû bigihînim mala wan? Destê min naê nemê şabûnê wanra bînim, lê qe na destê min tê be’sa bêbextîê hevekî dereng bigihînim wana…”
Û ewî nemê usa bi xwe nedibir, gazî Ûsivê kurê xwe dikir, temî didaê, wekî wan nema lap axirîê bela bike. Bi xwe jî dihate malê, mede-mirûzkirî bû, tê bêjî wê rojê tiştekî xwe unda kirye. Guhê wî ser denga bû, çika wê rojê şin-girîê bikevne kîjan mala gund. Mal dernediket, rûê wî nedigirt merya binihêre, wî tirê bona wê yekê ew gunekare. Û gava pê dihesya, wekî tiştekî xirab tune, paşê ji malê derdiket, diçû nava gund. Diqewimî paşî be’sa nebixêriê ew rastîê nexweş diket, birînêd wî diêşyan, çend roja dikete nava cya. Dewsê Ûsivê kurê wî diçû poşt distend, danî, bela dikir.
Gundî dûr bû, nava ç’yada bû. Wan çaxa hela radîo têda tunebû. Lema jî hetanî digihîşte gund, rojneme ber ç’evê xwera derbaz dikirin, dixwest pê zanibe, çika pêşenîêda hal çawane. Dikare biqewime derheqa gundîê wanda rojnemada tiştek nivîsîne, û wexta be’sê şabûnê hebûna, dilezand gavekê zû bigihîje gund, şabûnê têke dilê gundya. Lê eger derheqa wanda rojnemêda nivîsîbûna, berê ewlin diçû wê malê û ew hejmara rojnemê dida wan.
Wexta neme gelek bûna, şabûneke mezin dikete dil. P’er’ê gundî alîê rêva destpê dikir, nema bela dikirin, diçû ber dêrî disekinî û bi dengekî bilind dikire gazî:
— Malê, mizgînya min, nema filankesê hatye!
Lê tu wexta ç’evronayî ji wan nedistend.
— Şikir sax’e, ew jî ç’evronaya mine mezine, — digot û berê xwe dida maleke dinê.
Û aha mal bi mal digerya, hetanî çeltê wî vala dibû, paşê berbi mala xwe diçû. Eşq bû, laqirdî dikirin, neferê malê pêra-pêra tê derdixistin û digotinê:
— Nevî îro neme gele bûne, lema kêfa te usa cîye?
Temo zanibû nemê kê kengê hatine. Gava nemê yekî derengî diketin, xişûşî dikete dilê wî. Û wextê poşt distend, berê ewlin nemê merîê usa digerya. “Vê carê jî nema filankesê tunebû”, — ewî dilê xweda digot û wexta belakirina poştê usa dizîkava ber mala wîra derbaz dibû, tê bêjî ew gunekare, ku neme naên. Wexta şuxulê wî jî hebûya, tu cara bi xwe berbi malê usa nediçû. Ûsivê kurê xwe dişand yanê jî qe nediçû. “Ez nikarim destevala ser wanda herim, — ew difikirî. – Çi gava ç’ev min k’evin, xerîbê wane bikevne bîrê”.
* * *
Şamil taê-tenê bû. Bavê wî zûda wefat bûbû û Xezalê canya xweye can dabû ser kur, mezin kiribû. Şamil mekteba orte kuta kiribû, gundda serwêrê klûbê bû. Wexta destbi şêr bû, ewî erza xwe da û bi rezadilî çû pêşenîê.
Paşî çûyîna Şamil Xezal tenê ma. Zarê cînara dihatin bal radizan, xebateke giran hebûya, Ûsivê kurê Temo dihat komek didaê.
Tenê ç’êlekeke wê hebû û bi wê ebûra xwe dikir.
Rema dilê wê gelek bû. Şîr û mastê wê ç’êlekê temam dikete zikê wan zara, ku bavê wan çûbûne ber şêr. Çiqas kesîb bihatana ber dêrî, tu cara destevala verênedikir.
— Bira bibe teseqida Şamilê min, — ewê digot û tiştek dida destê kesîba. Hebûna wê jî ewqas tunebû, lê her hevtê nanê germ derdixist.
Mehê carekê, duda nemê Şamil dihatin, Temo ew neme dixwendin û paşî belakirina poştê nediçû mala xwe, dihate mala Xezalê. Xezalê digot, ewî jî caba nema Şamil dinivîsî. Kutasîêda ese alîê xweda çend gilî dinivîsî û silavê şîrin jêra dişandin.
* * *
Ew êpêce wext bû nemê Şamil nedihatin.
Rojekê jî, îdî serpayîz bû, wexta Temo poşt distend, lênihêrî nema Şamil heye û vê carê dewsa nema sêniç’ik pakêteke qalime. Şik kete dil: rind dîna xwe da destnivîsara ser pakêtê. Na, destnivîsara Şamil bû. Wexta gihîşte gund (jêra bûbû xeyset), pêşîê berê xwe da mala Xezalê. Hela dûrva dît, wekî Xezal ser qûntaxa xênî rûniştye. Gava ranêzkayî pêra kir, Xezalê ew dît û berbi wî hat.
— Xezal, mizgînya min! – Temo gotê.
— Mizgînya te ser sera, ser ç’eva, — Xezalê cab da.
Îdî neçûne hundur, tevayî ser selê ber dêrî rûniştin. Temo pakêt vekir. Xênji nemê perç’ekî rojnemeke ermenî jî têda hebû.
— Pî, eva şiklê Şamile, — Temo perç’ê rojnemê nihêrî û got.
Xezalê ew perç’e rojnemê ji dêst revand. Dêrî bû, lênihêrî.
— Rastîê jî şiklê Şamilê mine! – bû kalîna dê. – Min sifte nas nekir.
Çend cara şikil hilda paç’ kir: zûr bûbû lêdinihêrî. Jê têr nedibû, dixwest bi wî şikilî eaca dilê xwe bişkêne.
— Ez qurbana kurê xweme, çiqas mezin bûye, hatye guhastinê, — ewê got. – Simêl hîştine. Divînî, simêl çiqasî lê tên.
Pêşîê Temo neme xwend. Neme kurt bû. Şamil nivîsîbû, wekî şikir sax’-silamete, wedê wî tune hûrgilî binivîse û wî perç’ê rojnema pêşenîê dişîne, li ku derheqa wîda nivîsîne.
Paşê Temo rojneme xwend. Nivîsî bûn, wekî çawa Şamil tankeke dijmin şewitandye u, wexta qumandar birîndar bûye, dewsê girtye, bi çend hevalava topikek xweyî kirine û nehîştine dijmin pêşda bê. Bona vê mêrxasîê ew bi ordênê hatye rewakirinê.
— Eva jî ordêne, — Temo nîşana ser pêsîra Şamil, ku şikilda dihate kivşê, nîşanî Xezalê kir.
— Ez qurbana hordêna kurê xweme, — Xezalê got û careke mayîn jî şiklê Şamil paç’ kir, perç’ê rojnemê temiz qat kir û kire ber pişta xwe.
Xezalê şabûna nizanibû çi bikira. Dha jîr bûbû, sivik-sivik diçû, dihat. Temo kir-nekir, yaxa xwe jê xilaz nekir. Xezalê pêra-pêra prîmûs dada, şîr danî ser. Temo şelbike şîrê germ vexwar û rabû xatirê xwe jê xwest û çû.
Paşî belakirina poştê Temo vegerya, wekî caba nema Şamil binivîse. Lê Xezalê neme neda nivîsarê.
— Cê min qurbana xweke, — Xezalê gotê, — sibê zû were, şuxulekî min te heye.
— Ne axir sibê zû ezê herim poştê bînim, — Temo gotê.
— Tişt nake, sibê jî bona xatirê min hevekî dereng here, — Xezalê bi lavayî gotê.
Temo sibê şebeqê çû mala Xezalê. Ewî tirê wê caba nema Şamil binivîse. Lê Xezalê kêr da dêst û gotê:
— Ç’êlek qurbana Şamile, bira bê bi destê xwe şerjêke. Lê îro tu gotî vê mozikê şerjêkî. Ezê qurbanê belakim, wekî Şamilê min sax’e.
Temo nexwest mozikê şerjêke, lê kir-nekir ç’are Xezalê nebû.
— Ne ku, na, — ewê got. – Min sond xwaribû çawa nema Şamil bê, gotî mozikê şerjêkim, qurbana wî belakim. Cenima mozikê kirî, bira Şamilê min sax’be, darê-dinêda tiştek min ne lazime.
Temo dî Xezalê nikare, mozik ji tewlê derxist, bire ber dêrî. Ewî û Xezalê ancax mozik avîtine erdê, berê wê roêda kirin. Xezalê lingê wê girtin, Temo kêr da ser stu. Bû fişîna xûnê, avît. Xezalê lingê mozikê berdan, lez çû hundur malê, şiklê kur jorda anî, derxist derva, destê xwe xûnêda kir û enya şiklê Şamil xist.
Qurbana Şamil hevt mala bela kir, para Temo daê û hîvî kir, wekî paşê bê cabê binivîse.
Hema wê êvarê jî Temo neme Şamilra nivîsî, hilbet, bîr nekir binivîse, wekî dê qurbana wî daye.
Nemek, du nemê Şamil hatin, lê dîsa nişkêva hatine birînê. Ç’evê Xezalê li rê qerimî. Temo rind haj vê yekê hebû û çi gava poşt distend, berê ewlin nema Şamil digerya. Lê nemê wî bûbûn qatî û Temo nizanibû, çawa caba Xezalê bide. Çimkî zanibû, wekî hertim ç’evê Xezalê rêye, ser qûntaxa xanîê xwe rûniştye û hîvya Temoye. Çi gava rastî Temo bê yanê wî dûrva bibîne, wê ese bê nêzîkbe û bêje: “Temo, kax’azê Şamilê min nehatye?” Û wê bi zarîneke usa bêje, wekî dil-hinavê Temo jorda bîne xwarê, ruhê wî tevîhevke, êşa birînê wî bide tezekirinê. Çiqasî jî Temo xwe ta dida, wekî rastî Xezalê neê, lê nedibû. Te hew dinihêrî êvarê Xezal xepe-xep dihate malê û Temo dikete halekî giran. Nizanibû çawa bike. Menîk digirt, ber dilda dihat, lê dilê dê rehet nedibû. Roj bi roj belengaz dibû, dha pîr dibû.
Îdî zivistan bû, lê nemê Şamil nedihatin. Xezal jî nexweş ketibû, nava cyada bû. Temo carekê, duda serda çû. Û gava derda diçû, Xezalê destê wî dinihêrî, hîvya nemê bû. Lê neme tunebû.
— Temo, tu bê çira kax’az naên? – Xezalê digot, zûr dibû ç’evê Temo dinihêrî. – Dya wî bimre, devê min nagere, dibe Xwedê nekirî tiştek qewimye…
— Sebra xwe bîne, malava, — Temo digotê. – Tişt jî tune. De şere, dibe mecal nakeve, dibe poşt derengî dikeve…
Dilê wî temûl nedikir, tiştek dikire menî û zû radibû, diçû.
Çiqas diçû, hale Xezalê hê giran dibû. Hizreta kur alîkî, nexweşî alîkî lê hatibûne hev.
* * *
Rojekê jî Temo nava nemêd stendîda nemek dît. Ser navê Xezalê şandibûn. Destnivîsara ser pakêtê nenas bû. Şikeke mezin kete dilê Temo, sebra xwe neanî û pêra-pêra vekir. Qumandar nivîsî bû, wekî Şamil bi mêrxasî kirye şer û emrê xwe daye rihîna wetenê sovêtîê…
Xûdaneke sar ser Temora avît, çoke wî sist bûn, cîê xweda rûnişt. Dêmekê nexweş hate ber ç’eva û tex’mîn kir, wexta vî “kax’azê reş” bistîne, halê Xezalê wê çawabe. Lê çawa bike? Çi cûreyî elametîê bide dê? Fikirî, wekî çi cûreyî jî dê pê bide hesandinê, hesab yeke – Xezal wî halîda ber derba haye giran tu cara teyax nake.
Rabû, bi destekî çeltê poşta rojê têda avîte milê xwe, serê xwe kire berxwe û bi kulzikî berê xwe da gund. Hêdî-hêdî diçû. Dûrva yekî bidîta, wê bigota qey kêfxweşe, usa dişewişî. Hey diçû, hey difikirî, lê tu ç’arek nedidît. Wextekê nihêrî wê ranêzkayî gundra kirye. Ser pira binetara gund rûnişt, bîna xwe stend. Dîsa fikirî, gelekî fikirî. Xulese, hate ser wê fikrê, wekî vê gave kax’azê Şamilî reş nede Xezalê.
Wê rojê birînê wî dha gelekî êşyan. Êşa wan û caba kuştina Şamil ruhê wî vejendin.
Temo ancax xwe malêra gîhand û poşt da destê Ûsivê kurê xwe, wekî belake, lê bi xwe jî kete nava cya.
Rojtira mayîn çeltê wî milda, serê wî berda hêdî-hêdî diçû, wekî poştê bîne. Xezal qe fikra wî dernediket. Temo dixwest bi tiştekî birîna wê dermanke, halê wê sivikke. Difikirî, çawa bike, çi cûreyî bike… Gelekî fikirî, rokir-pîva… Nişkêva fikrek hate sêrî… Û Temo qirar kir… Leze-lez, tevîhevbûyî pêşda çû, poşt stend û qiç’ê vegerya.
Hema wê rojê Temo derê Xezalê vekir û ç’evronayî daê, wekî nema Şamil hatye. Reng Xezalêda hat, hizing da xwe rabû, nava cîê xweda rûnişt. Tê bêjî wan çend deqê pêşin xeberdan pê nedibû. Paşê bû zarîna wê:
— Wey ç’evronaya te ser ç’evê min! Darê dinêda devê te çi bigere, ezê bidim… Ne şikir Şamilê minî sax’e… Ez bextê teme, cê zû veke bixûne, çika çi nivîsye.
Temo kêlekê rûnişt. Tê bêjî hîvya vê yekê nîbû, sifte xwe xurdilî, paşê deqekê fikirî, nema sêniç’ik vekir. Xwest eşq bixûne, lê tevîhev bû, soro-moro bû, dest lê lerizîn, tê bêjî bê kax’az dixist, dihejand. Hetanî xwend, xûdanê serra avît. Careke mayîn neme qat kir, danî ser cîê Xezalê. Serê wî berda bû, nikaribû ç’evê Xezalê binihêre, xwe çelteva mijûl dikir.
Tê bêjî şika tiştekî kete dilê Xezalê, ji wê şikê tirsya. Ruhê wêda şerê şikê û şabûnê bû, xwest şik altbe, şabûn altke, lê dilê dê şedetya tiştekî mayîn dida.
Nişkêva ewî û Xezalê hev nihêrîn. Ji şika ç’evê dê tirsya, tê bêjî sura wî betal bû, serê xwe kire ber xwe, lez rabû, xatirê xwe ji Xezalê xwest û her tenê ser şêmîkê vegerya û gotê:
— Ezê êvarê bêm cabê binivîsim.
Lê êvarê nikaribû bihata, Ûsivê kurê xwe şand. Ûsuv cab nivîsî.
Û Xezalê çend nemê usa stendin, şika wê hê mezin bû, lê tirsê berî wê şikberîê dida.
Wan nema jî komek nedane Xezalê û çiqas çû, halê wê giran bû. Rojeke derbaharê, gava şilope dibarîn, Xezal çû rehmetê. Der-cînar hatin, mala wêda tijî bûn, meyt danîn ber stêr û şîna wê kirin.
Jina ser Xezalê dinivatin, kilam davîtin ser rya Şamile dûr, xerîbê xwe û digiryan.
Temo jî wêderê bû, serê wî berda, qincilî bû ser hev, nava kalada rûniştibû, cix’are ser cix’arê dikişand.
Tabetî nedikete Temo, hey radibû derdikete derva, careke mayîn dihate hundur, xwe dixurdilî, mînanî merivekî tiştekî xwe unda kiribe.
Wexta demekê gişka xwe ker’ kir, nişkêva Temo rabû, hat binpya meytê Xezalêda sekinî û got:
— Cimet, ez îro ber vî meytî şermîme.
— Xwedê şermê nede, Temo, — kalekî got.
— Erê, erê, ez îro ber vî cinyazî şermîme, — Temo gilîê xwe ducar kir. Kela girî dabû qirikê, nikaribû xeberdana xwe kuta bike. Dezmal ji cêva xwe derxist, hêsirê ç’evê xwe temiz kirin. – Dayîka Xezal, tê bibaxşînî min. Lê ez ne gunekarim. Min bona te usa kir. Cimet, — Temo vegerya hazirara got, — eva çend mehe kax’aza Şamile reş hatye, lê min … nikaribû bida dayîka Xezal… Wî halîda, wê nexweşîêda min turuş nekir zulmeke usa bikim… Û min ew neme xweyî kir. Min didît, çiqasî ç’evnihêrya nemê kure. Min çawa rabûya “kax’azê reş” bidaê? Ez fikirîm, çawa bikim, wekî derdê wê sivik bikim. Lema jî min çend cara ew xapand, ji navê Şamil neme jêra nivîsîn… Min go belkî hevekî pakbe, paşê…
Temo destê xweyî ricaf kire cêva berya xwe, pakêteke nava kax’azêda pêç’ayî derxist, çend gava pêşda çû, ser meytda xarbû, danî ser sîngê dê.
— Malxirab! Tu gelekî motacê nemê Şamil bûyî. Eva jî neme… — nikaribû gilîê xwe kuta bike, bi ç’evê hêsir ji hundur malê derket.
Xezal birin heq kirin. Temo ji ser mezela vegerya, kete nava cya. Hal ketibû, êşa birîna zêde bûbû.
Ç’êleka qurbana Şamil bû goştîê xêra Xezalê.
* * *
Şer kuta bû. Şabûn kete gund, gelek vegeryanê malê xwe. Lê ç’evê geleka jî li rê ma…
Temo îdî nemebir nîbû, lap bêsehet bûbû û ketibû nava cya. Şer kuta bûbû, lê Temo mala xweda bû şehîda wî şerî.
Û gava çend sala pêşda gundda bona bîranîna şehîdê gund heykel çêkirin, gundya qirar kir navê Temo jî ser wî binivîsin. Û pey navê Şamilra navê Temo ser heykel hate nivîsarê.
s. 1976-a
ÎDÎ DERENG BÛ
ÎDÎ DERENG BÛ (1979)
Eva berevoka Emerîkê Serdare dudaye, ku sala 1979-a Yêrêvanêda bi zimanê kurdî, bi tîpê kîrîlî hatye çapkirinê.
Mînanî berevoka pêşin, vêderê jî nexş-nîgara cîkî mezin girtine. Xênji nexş-nîgara 16 serhatî hene. Lêytmotîva berevokêye hîmlî – hizkirina dêye, Şerê wetenîêyî mezine, emrê zarotîêye, evîntîye, tebyete, emrê gunde û yêd mayînin.
Rêdaktorî berevokê kirye şayîr Casimê Celîl.
Berevok 192 rûpêle. Ew ji alîê neşireta “Sovêtakan grox’”-da hatye çapkirinê.
Şayîr û nivîskarê kurd Qaçaxê Mirad derheqa berevoka mine “Îdî dereng bû” fikra xweda bi nivîsar bi zimanê ûrisî ha daye kivşê (aha tercma wê fikrê):
“Emerîkê Serdar bi serhatîê xweye hewaskarva derheqa jyana meda xwendevanê kurdra nase. Romanoka nivîskarê ermenyayî eyan Hraçya Koçare “Hizret”, serhatîê şayîrê ermenyaye mezin Tûmanyan, Îsahakyane bi tercma wî, pirtûka wîye pêşin “Destê dê” ji alîê xwendevanê kurdda bi alavî hatine qebûlkirinê.
Pirtûka “Îdî dereng bû” berevoka serhatîê xudane tezeye. Wêda 13 serhatî, nexş-nîgarê hûr hene. 2 serhatî derheqa dayka xebathiz û xemxurdanin, li ku jyana herrojeda nîgara wê, xem-xiyalê wê, germaya dilê daykê têne kivşê. Serhatîkêda ew fikir tê îzbatkirinê, wekî hetanî zaro mezin nebe, nebe dê-bav, ew dinya daykê, xemxurya wê t’am tex’mîn nake, xemxurî, ku dikare bigihîne xweşehîdbûnê. Ew serhatya “Îdî dereng bû”, ku buye navê pirtûkê. Serhatya mayînda evîntî û hizkirina ewled dertên dijî hev, li ku hizkirina berbi ewled t’akêşîê dike.
Serhatîê derheqa Şerê Wetenîêyî mezinda gelekî hewaskarin. Serhatya “Nemebir”-da xudan nîşan dide, wekî çawa seqetê şêr dibe nemebir û dayka taê-tenêye pîr “dixapîne”: dewsa kurê wêyî şehîdbûyî nema jêra dinivîse û xwexwa jî jêra dixûne. Ew nikare be’sa derheqa şehîdbûna kurda dayka pîrra bêje.
Serhatîke mayînda tê gotinê, wekî çawa kurdê esker dîl dikeve. Paşî şêr wî didine tirsandinê, wekî vegere welatê xwe, wê wîya bigrin. Lema jî ew xerîbîêda dimîne, motacê gelê xwe, zimanê wî, neferê mala xweye. Bi wan derd-kula jî diçe rehmetê.
Gundê wî, tebyeta wir, gundîê wî goveka efrandinê nivîskardanin.
Efrandinê E. Serdar xweşvêtîkin, gele cara digihîjin lîrîzma nazik. Nexş-nîgarê hûrda yê usa hene, ku dikarî cule’t wana navkî çawa şiêrê vekirî.
Pirtûka E. Serdar hêsa, hewaskar tê xwendinê. Lazime ewê neşirkin û ez gumanim ewê nava xwendevanada hewaskarya mezin pêşda bîne…
Qaçaxê MIRAD,
endamê Tifaqa nivîskarê TRSS.
18.08.1977”.
Casimê Celîl pêşgotina vê pirtûkê nivîsî. Lê nizanim bi çi menîê ew çap nebû. Aha parek ji wê pêşgotinê:
“Em Emerîkê Serdar zanin çawa nivîskarekî merîfet. Ji destpêbûna salêd 60-da hetanî nha gele serhatî, nexş-nîgarêd wîye hûr rojnema “Rya teze”-da hatine çapkirinê. Çend heb jî ermenî hatine tercmekirinê û neşirkirinê, ketine nava kitêbê zimanê kurdîye dersa. Xwendevan hîvîê bûn, wekî wê zûtirekê berevoka efrandinêd wîye pêşin bibînin. Sala 1974-a berevoka serhatî û nexş-nîgarêd wîye hûr bi navê “Destê dê” Yêrêvanêda bi zimanê kurdî neşir bû.
Xwendevan ev berevok bi şabûn qebûlkir. Efrandinêd wêda cîwarkirî bi wê yekêva berbiç’ev diketin, wekî bêqelp bûn, zorkuştî nîbûn, lîrîzm nava wanda gelek bû, ji dilê xwendevana xeber didan û nava wanda hesîna qenc pêşda danîn. Çawa têmaê efrandinê vê berevokê, usa jî temamya efrandarya Emerîkê Serdare hîmlî dê, Şerê Wetenîê, gund, wetenhizî û evîntîne. Ew bi dil dinivîse û zû kilîta dilê xwendevana dibîne.
Şuxulê bedewetîêye delalin nexş-nîgarêd wîye hûr. Wanda gele cara çend culmê kurtda ew fikreke mezin dîhar dike.
Zimanê efrandinê Emerîkê Serdar zelal û ferihe, nêzîkî ruh û fikrandina cimetîêye. Ew cûrê gotina cimetê dide xebatê û eva yeka akleke baş dide zimanê wî.
Em bawerin, wekî ev berevoka efrandinêd Emerîkê Serdare teze jî wê alîê xwendevanada rind bê qebûlkirinê.
Casimê Celîl.
s.1979-a”.
NEXŞ-NÎGARÊ HÛR
NEXŞ-NÎGARÊ HÛR
DÛRE, LÊ NÊZÎKÎ DILE
Welatê minda bahar û şayê mil dane milê hev û t’ev hatine. Lê zanim, wekî welatekî dûrda şer û mirine, qomsî-nemam edlayê bûne xenîm, bahar jî ji xûnê, qetla kirî tirsyaye û naê, dewsa barana derbiharê te’vî-teyroka gulla dibare.
Raste, welatî dûre, merî nenasin, lê dil temûl nake û min tirê gulle ji wir tên û dilê min dikevin. Loma min nekin, dilê min dilê meryane û vê neheqîê qebûl nake. Lema jî têlekî porê serê min zû spî dibe, ser enya min qerç’imokeke teze zû dîhar dibe. Ez merîme, dilê min vê qetlê hilnade.
Ç’YA MIZGÎNÎ DANE Ç’YA
Ewrê reş kimkimîn. Brûskê birq veda. Te’vya teyrokê û baranê girtê. Şerê li erşa dakete erda.
Cîê neheq gullek agir kirin. Şerkarekî kurd jî serê xwe danî ax-berê sar. Bi xûna wî jî rojeke azabûna Kurdistana min nêzîk bû. Du hêsir ji ç’evê dayîka kurd hatne xwarê. Dewsa wan herdu hêsira du şerkarê kurd sekinîn. Ç’emê hêsira û pêla azabûnê hê gur’ bûn. Dengê şerê li erda gihîşte erşa.
Ba rabû. Ewrê reş şivkut kir, bela kir. Brûskê lêneda, ezman rawestya, keskesorê girtê.
Ç’ya mizgînî dane ç’ya. Dilkê min berî hemûşka pê hesya, dengê zara tezebûyî kete guhê min. Wê şevê ta sibê ji şabûna xew nekete ç’evê min.
EZÎ BORCDARIM
Bi xwe merîkî navsereyî nîvçeye. Porê serê wî îdî spî bûne. Herro bi hemdê xwe tê kûç’a mera derbaz dibe. Mizanim kuda diçe, lê her zanim, wekî merîkî usa nikare bêkare malda rûnî, çiqas jî herdu milê kostyûmê wî vala nîbin û cêbêda nîbin. Hertim ç’evê min ki milê wîyî valane.
Ez pê hesyam, wekî ewî milê xwe şêrda unda kirine. Nizanim çira, gava ez wî dibînim, ç’evê min milê wîye vala dikeve, hertim difikirim: “Raste, ewî herdu milê xwe unda kirine, lê bi saya wan qanatê min hê zex’m bûne û ez borcdarim him dewsa xwe, him jî dewsa wî dha kûr û dûr bifirim”.
CAHIL MANE
Wede hatine û derbaz bûne. Bavê me kal bûne, dayîkê me pîr bûne, em bi xwe jî îdî bûne bav, zarê me mezin bûne, her tenê ew merî cahil mane, ku ji şêr venegeryane û rya wan bûye sonda ewleda.
EM HATINE DINÊ
Sirê gihîşte me. Em jî hatine dinê. Ç’evronaya bûyîna me bû mizgîn u… tenê kete guhê dayîka û pîrika.
Em wî çaxî hatine dinê, gava sonda lape mezin “Rya bavê” bû û serê wê rê nedihate kivşê, gava nemêd sêniç’ike biç’ûk dil dihingavtin, lê “kax’azê reş” hey yekhev ser gundda dihatin û her hatineke xwera steyrkeke rûbarê ezmanê gunde geş jorda danîne xwarê.
Em wî çaxî hatine dinê, gava kur ser navê dê dihatne navkirinê (Etarê Dîdemê, Eslanê Hinarê!..), navê bavê hêsirê dê û pîrikêda dihelya û hetanî roja îroyîn jî mînanî ç’emekî nemiç’iqî ji ç’eva dikişe.
Dinyaêda şer bû. Faşîsta agir berî vê dinya meye “biç’ûk” dabûn û destê xwe ser germ dikirin. Em nava wî agirîda xuliqîn.
Em hatine dinê, wekî şera bitemrînin, tiberkê ji ber pişta dayîka derxin, best û beyara bireşînin, dewsa nemê sêniç’ik pê dorgera be’sa ji erşa bistînin.
Em hatine dinê, wekî bavê meye nehatî bibine heykel û şev-roj ber ç’evê me bin, sibê-êvarê selama me li wanbe, sîliha destê wanda rênîşa mebe.
Em hatine dinê, wekî dewsa steyrkê ezmêne sêrekbûyî bere-bere dorgerê xweye hinartî bikne steyrkê rûbarê ezmîne geş, wekî wêderê her yek ji wan dorhera dewsa steyrka bavê meye vêsyayî şewq vede, wekî “Rya bavê” me ji erdê bigihîje ezmana jî.
Em hatine dinê û me gelek şuxul kir, lê her tenê nikaribû hêsirê ç’evê pîrkê xwe bidana zihakirinê. Ew yek qewata me dere, çimkî ç’evê dayîka dinyak unda kirine.
Em hatine dinê, çimkî nikaribûn nehatana. Meşa demê zore, nikarin wê bidne seknandinê.
DIBÊJIN
Dibêjin, dayîk nikarin agirê şera binihêrin, çimkî ew mirinê xwera tînin. Lema jî hesirê gur’ dibarînin û pê wan aveke sar ser wî agrîda dikin. Şer bi hêsirê ç’evê dayîka jî ditemire. Bawer nakin? Werin dîna xwe bidne şerê kurda, wexta dayîk laç’ika xwe davêje ortê, ese herdu alîê şerkir disekinin, şer nakin…
Îdî hêsir ku man!
DAYÎKÊ BAR KIR…
Dayîka pîre tenê bar dikir. Jê pirsîn:
— Tê kuda herî?
Go:
— Ezê herim cem kurê xwe.
Bawer nekirin, çimkî gundya zanibûn, wekî kurê wê zûda şêrda hatye kuştinê. Wê çawa malva barke here cem kurê xwe?
Kirin-nekirin, pê nikaribûn.
— Pî, dayîka wî korbe, welatê xerîbda tenê maye… Nha ç’evê wî li rêye… Ew nikare bê, lê xwe ez dikarim herim.
Û dayîkê bar kir, çû derkete welatekî dûrî-deraz, li ku kurê wê serî danîbû ax-berê sar. Nêzîkî mezelê biratîê, li ku kurê wê jî ç’elkirîbû, kon veda û têda ma.
Her sibe karê wê ew bû, wekî radibû, baqe gulê teze ji bax’çê ber dêrî diçinî, diçû nav mezela, silava şîrin dida kur, baqê gula dadanî ser mex’berê wî û efatêd dorê.
Evê karê gelekî kişand hetanî rojekê dê û kur bûne cînarê heve heta-hetayê.
DAYÎK HÎVÎÊYE…
Şer…
Be’sa şêr mînanî ç’yaê Cûdî ser dayîkêda hilşya. Zinarêd wî ser bengzê dê şopê mezin hîştin, bin giranya wê be’sêda kûz bû, xumamê ber ç’evê wê kire te’rî. Kurê wê birine ber şêr…
Bona dinya-ealemê şer zûda kuta bûye, dengê top-tivinga zûda ketye zikê wan. Lê bona dê şer hela kuta nebûye, hela hê şere. Ne axir bêy hatina kur bona dayîkê şer kuta nabe. Ne axir ç’evê dayîkê li rêye, guhê wê li dengaye. Çawa şer kuta bûye, gava hela kurê wê venegeryaye? Na xêr! Bona dayîkê hela hê şere, hela kurê wê deşta şêrda dike şer, lema hetanî nha nehatye, lê wê ese bê, ç’evê dayîkê li rê nahêle, dêra bêbextîke usa nake.
Dayîk hîvîêye…
Roj, meh û sal derbaz dibin, lê bona dayîkê roj, meh û sal paşda diçin, wekî gumana hatina kurê wê neê birînê, wekî nebêjin ewqas wexte şer kuta bûye, lê kurê wê hetanî nha venegeryaye.
Dayîk hîvîêye…
Ber gumana hatina kur mirin jî qels bûye, turuş nake li pîredê bipirse. Na, qe tiştê usa dibe, dayîk kurê xweyî li eskerîê nebîne, rabe serê xwe dayne ax-berê sar? Nha jî şerê gumana dê û mirinêye.
Dayîk hîvîêye…
Bona dayîkê hela şere û serê wêda ewqas wede wê şerbe, dinyaê hevketîbe, gumanê berî mirinê bide, hetanî kurê wê venegeryaye.
Dayîk hîvîêye…
DINYAÊ TEYAX NEKIR
Dya sê kura bû. Dê bi darê desta kur verêkirine şêr. Kesekî ç’evronaya yekî nedaê. Darê destê xwe danî, p’ala xwe da topa dinyaê, dinyaê ber giranya derdê dêda teyax nekir û cîkîda korda çû.
BAVÊ MIN ÇÛ…
Zara min bêşîkêda xwera şîrin razaye. Gul û nûr ji sifetê wê dibarin. Hey carna ber xweda vedibeşire, hey carna dikene. Xweş-xweş razaye.
Ez bi dilekî baristan jorda lêdinihêrim, şa dibim û demekê zarotya min dikeve bîra min.
Zanim, wekî bavê min usa ser bêşîka minda mêl nebûye, li min nenihêrye, şa nebûye. Ez hatime dinê, lê dijmin jî derî li me girtye. Bavê min pêra negîhandye navê min jî dayne, çûye şêr, wekî zara wîye hela bênav li dinê xweş bimîne, bibe bav û çawa erf-edetê dinyaêye bi dilekî rehet nav li zara xweke. Dya min digot, wekî min jî ber xewa xeber daye, lê tenê nan xwestye… Gunekar wede bûye… Şer bûye, rojêd girane çetin bûne…
… Bavê min çû, nehat, wekî dewsê edlayî bê. Wekî bavê min neçûya şêr, emrê xwe edlayêra neguhêrya, îro min bi dilekî usayî baristan li zara xweye bêşîkêda razayî nedinihêrî, wekî îdî dewrana bê şer-dewada hatye dinê û bêxem mezin dibe.
Zara min rehet razaye, hey carna ber xewa dikene. Der-dorê wê her tişt seqirye. Şiklê kalikê li fêzêye, kincê eskerîê lêne, tivinge li deste. Şikilda jî ew qerewilê me û edlayêye.
BAVÊ HEYF HILDA
Pênc kur şandine şêr. Nava sê salada pênc “kax’azê reş” stendin.
— Min pênc mêr şandine şêr, te dewsê pênc “kax’azê reş” ser minda verêkirin. Deya naçe, Hîtlêrê xûnxur, — bavê extyar got, zorê çû ber şêr û venegerya hetanî heyfa kura hilneda, navê xwe li ser dîwarê ne’la dijmin neda nivîsarê û pêsîra xwe bi pênc ordên û mêdalava nexemiland.
— Kê xûnê dirêje, bi xûnê jî diçe, — bavê digot.
CABA ESKER
Ji eskerê berê pirsîn:
— Tu ewqasî nava şêrda mayî, te ewqas kuştin, mirin û xezeb ber ç’evê xwe dîtine, çi gelekî te çetin hatye?
— Yek bû, şêrda min dît, çawa qîzika biç’ûk serê xwe danîbû ser sîngê dayîka xweye kuştî. Yek jî, wexta şer kuta bû, ez vegeryame malê, kurê minî, ku paşî çûyîna min bûbû, ez nas nekirim. Hetanî ez rojekê sax’bim, li rûbarê dinyaê bim, ev herdu qewmandin ji bîra min naçin.
DAYÎK HAT DERDA, XWEDÊ RABÛ BERDA
Xwedê bûbû motacê hêsirê dê, dixwest bi wan eaca dilê xwe bişkêne. Lema jî ew dê hatibû xezebê: sax’lemî, hebûn jê stend, her kurê wêyî taê-tenê hîşt.
Kesîb, belengaz û bêxweyî dayîka nexweş destê kur girt û da serê rê-dirbê vê dinyaêye nenas. Lê hêsireke te’l ji ç’evê dê nehat, çimkî şabûna wê kur bû, ew jî kêlekê bû, lê bona kur dayîka wî ji vê dinê şîrintir bû. Lema jî wana telî-tengasî, xezeba Xwedê bîr kiribûn û hevdura şabûn.
Û gava Xwedê jorda li wan nihêrî, xwest zanibe, çika xezeba wî çi anye serê wan û ser hêsirê dayîkê şabe, lê gava bengzê wêyî eşq û şa, ç’evê wêye zipe-zya dît, hêja tex’mîn kir, ku ew ber dilê dayîkê bêç’are û ji kirina xwe şerm kir. Ji wê rojêda dayîk bû tacê serê Xwedê jî.
Dayîk hat derda, Xwedê rabû berda.
HÎVYA MINE
Xewnêda dayîka min li ser selê ber derê me rûniştibû û mînanî hercar teşya xwe hildabû, dirêst. Dêrî bûbû li rê dinihêrî.
— Daê, tu çi dinihêrî? – min jê pirsî.
— Pî, dya te qurbana tebe, tu hatî? – ewê bi tirs caba min da. – Ç’evê min rya te bû. Min zanibû tê bêy. Dya te korbe, çi wextê te û hatinê bû?
Xewnêda jî ew ber kur diket û derheqa wîda duşurmîş dibû.
XEWNÊDA
Xewnêda dayîka min hatibû, dîsa serê min danîbû ser çoka xwe, destê xwe nava porê serê min digerand û digot: “Pî, ç’evê dayîka te korbe, tu kengê wa spî bûyî?”
Sibê ez ku rabûm, hêja min dît, wekî têlê spî ketine nava porê serê min.
DERMANÊ DILÊ MIN
Ez nexweşim. Dilkê min dêşe. Dûê tendûra me, te tirê, ji dilkê min dikişe.
Lê dermanê min, ax, dermanê min, bîna nanê destê dayîka mine.
HEVALÊ ŞÎRHELAL
Mezelekî t’ek li palêye. Li ser ne kumeyte, ne heykel, her tenê du kêlikin, tê bêjî, ç’evê dayîkêne li rya kurin.
Xort salê du cara tê, mezelê dê diqeside, baqê gulê baharê û payîzê jêra pêşkêş tîne, bêdeng-his hêsira hûr-hûr dibarîne, wekî dayîk nişkêva ji xewa heta-hetayê hişyar nebe, mezelê xweyî hilnedayî û dewsa konê xwe reş nebîne.
Xort salê du cara mezelê dê diqeside: carekê wextê hilgêrê, carekê jî wextê dagêrê.
Xort hevalê kurê wêyî taê-tenê bû.
RYA LAPE KURT
Rya lape kurt ewe, gava berbi dayîkê diçî. Lê rya lape dirêj ewe, gava dayîk te verêdike, ç’ev li rya teye û hûn ji hevdu dûr dikevin.
NA, NIKARIM HERIM…
Gundîê me hertim minra dibêjin: “Tu çira gund kûvî bûyî, naêyî gundê xwe? Dibe tu xeyîdîî?”.
De tê çawa herî gundê xwe, gava li ser rya mala te şînkayî bejnekê şin bûye, gava bêşîka teye zarotîê, xem-xiyalê teye cahiltîê bûye kelefekî û fêza gundda qincilye ser hev, tê bêjî pînekî kevne anîne kirasê teze xistine.
Xeyd ortê tune, eger hebe jî, “xeyda” min ji dayîka min heye, wekî derê mala me ber min dadaye, kilît kirye ber pişta xwe û bêwext ji vê dinê çûye…
Na, herî gundê xwe, lê neçî mala xwe nabe, qet nabe!..
GULEKE BEDEW VEBÛBÛ
Gelîkî kûrda dûrî ç’evê benda guleke bedew, guleke beyanî serî hilda, gulda û vebû, bîn û boxsa xwe li herçar alya bela kir. Lê kesekî ew nedît, neçirpand û bîn nekir.
Wext û wede pêra gihîşt, gul xeyîrî, belgê wê weşyan.
Dibe, wexta ew serê rêke, nêzîkî ç’evê benda şînbûya, navê wê dinê bela bûbûya. Lê gule razîbû, wekî dewsa navê wê bîna wêye xweş li dinê bela bû. Û gul çawa şa hate dinê, usa jî ji dinê çû.
BÎNA MERIVAYÊ
Ez çi ditirsim?
Wekî bibim ewr, lê baran ji min neê, bicedînim, lê negihîjmê, gul bim, lê venebim, meriv bim, lê bîna merivayê ji min neê.
A, tirsa min ji vê tirsêye.
KILAMÊ ME
Bra, were kilamêd meye kurdî bibihê. Tê tex’mînkî, wekî ew şêrda xuliqîne yanê bi devê merîê birîndar ji şêr vegeryane. Kilamê kirye şer, alt kirye, birîndar bûye, lê yazix gelek cara jî deşta şêrda maye, ji zarekî derbazî zarê yekî mayîn nebûye. Mirazê kilamê jî ç’evada hîştine, xwestine ew bi temamî undabe. Lê kilamêd ji şêr vegeryayî bona kilam û efatêd venegeryayî bûne heykel.
Eger bawer nakî, pismamo, demekê guh bide kilamêd meye kurdî. Îjar tê ese bawer bikî.
TÊLÊ EMRÊ MIN
Têlê emrê min gur’îna ewrê baharêne, pencê roêne, hebê nane xwelîêda ç’’îldayîne, hêsirê şabûnêne, kenê zara biç’ûkin. Lê, na welle, dîsa ew rê-dirbêd nenasin, ku cîkî kuta dibin û cîkî mayîn teze destpê dibin.
Têlê emrê min zarin…
RÊ
Pêşîê me bi tarişa diçûne gundê cînar û dihatin. Qaçax hebûn, dihatin pêşya wan digirtin, dişêlandin. Ser wê rê qetil hebû.
Kalkê me bi ereba diçûne bajarêd nêzîk. Diz û nepak tije bûn, rê bi hevtya dikişand û bê qezya nîbû.
Bavê me pê maşîna û firinda diçûne bajarêd dûr, welatê dereke. Rê sahil, bê qezya bû, lê dirêj bû.
Em nha bûne erşger, bi gemîêd kosmîkîê usa dora Topa dinya me digerin, wekî pêşîê me nikaribûn wî cûreyî dora gundê xwe bigeryana. Em usa ji ser vê dinyaê diçine ser planêtêd mayîn, tê bêjî ji mala xwe diçine mala cînara.
Ewledê me wê usa ji vê galaktîka me herne galaktîkaê dinê, wekî pêşîê me usa nikaribûn ji meheleke gundê xwe herne yeke dinê: wî çaxî orta mala, qebîla û cimetada dijminayî hebû, lê dewra ewledê meda wê rêke bêhidûde, bêhasêgehbe, dewreke bê qezyabe.
HEW ZANÎ
Carna tu hew zanî, wekî ew, çi ku tu gihîştîê, kême, lê carna jî te tirê geleke. Bi xwe jî nizanî çi dixwezî, hew zanî, wekî bextekî teze, mirazekî teze hîvya teye.
Lê rind miqatî şabûna xwebe, emrê bona te sivik derbazbe, yanê na, sur û serma yaşê te îdî pîkêtê xwe şandine nava porê serê te.
Bona mala xwe
Ne binîme,
Ne jî banim,
Lê stûna orta wanim.
EWLED
Efrandin ewledê meryanin. Hela nehatine neşirkirinê, mînanî zarê biç’ûk gelekî şîrin û hizkirîne. Lê ku neşir bûn, mînanî zarê teyî zewicî yanê mêrkirîne.
MIRIN
Bû xuşîna belgekî ji darê hate xwarê. Nizanim, dar êşya yanê na, lê ç’îkekê avîte dilê min û nişkêva mirin kete bîra min.
DEMA ÇÛYÎ ŞÎRINE
Mala bavê kew-gozelê mehela jorin bû. Bona gişka te’vê ji rohilatê nedîr dida, lê bona min ji bakûr. Ne axir mala bavê kew-gozelê p’er’ê gundî jorin bû.
Êvarê, wexta pezê gund dihat bela dibû, ç’evê min li mînga meye qere beş bû: mî xerîb bû, hînî rya malê nebûbû û her êvar unda dibû. Ez mal bi mal nava gund digeryam. Çend cara qesta mala bavê k’awê dikir, me tenê demekê li hev dinihêrî, ç’evê me fikir pevdiguhastin û em ker’-ker’ ji hevdu dûr diketin.
Min çiqas dixwest mya me hergav unda bûbûya û bi wê menyê ez mala bavê kew-gozelê biqesidyama.
Hebe-tunebe bengya gotye: “Bi menya sergîna diçin gundê mexîna”.
HÎV, HÎVE…
Go, ji maleke teze, ji maleke cahil dengê şêr dihat. Du dilê evîn, du hizretê heve wextekê ber hev sekinîbûn û dikirne şer. Xeberê wan mînanî gulla diçûn û dihatin. Nişkêva jinê derê qutîê vekir, boxçek derxist û agir berdaê. Agir bi evînê ket û… kerba hilkişya jor, bû hîv, şerma rûê xwe perde kir. Lê ramûsanê berê bûne deq û li ser sûret man.
EVÎNTYA DERBAZBÛYÎ
Min û wê zûda hevdu nedîtibû. Pey rasthatina meye paşinra êpêce wext derbaz bûbû: ew bûbû dê, lê ez jî bav bûm.
Wextê em vê carê rastî hev hatin, me demekê k’ûr ç’evê hev nihêrî, ç’evê hevda derheqa evîntya derbazbûyîda xwend, lê… me hîmlî derheqa zarêd xweda, derheqa zîrekî û şîrinbûna wanda xeberda. Me ha derheqa wanda xeberda, ku em dha ji hev didane dûrxistinê, çimkî min nedixwest zarê wê te’n-niç’ê dêmarîê bibînin, lê ewê jî nedixwest, wekî zirbavê zarê min hebe.
Em carekê rastî hev hatin, lê ew jî bes bû, wekî agirê berê hê gur bibe î mînanî loda gîhê şilberevkirî xweda bişewite.
GELO RASTÎ HEV NEDIHATIN?
Neme diçûn û dihatin, dibûn p’ira orta du dilê bengî. Lê qomsî-neman diçûn û dihatin, dibûn sebebê wê evîntîê.
Gelo ew neme û merî rêva qet rastî hev nedihatin? Nemam ber nema şermî nediman?
XWEZIL…
Xwezil ez dîsa gund bûma… Dîsa gundda dewet bûya. Cahil orta gund li hev bicivyana, hey malê xweyê dewetê binihêryana, hey dîna me huba dilê me bûya. Defê dara zevê ji mal derxista, ew mal bi mal bigeranda. Em jî dîsa dorê top bûbûna, mirazê bûk-zevê û şaya dilê xwe şabûna.
Bira dîsa kincê mine şayê tunebûna. T’aw-t’êwa deweta êvarê min bigirta. Min dîsa dya xwe nav gund xista minra kincê şaya banya. Min êvarê kincê xelqê li xwekira, hevekî jî ber xwera biçûma, li dewetê biqesidyama. Govendêda bi ç’eva kewa-gozel bigeryama. Dilê xweda ez şabûma, wekî ewê ez bi kincê tezeva bidîtama (bira kincê xelqê bûna!..). Hetanî dewet bela bûbûya, ez ji govendê derneketama.
Bira xwezil ha bûya, femdarya min jî femdarya wî çaxî bûya.
Xwezil dîsa ez gundda bûma!..
DIJMINÊ MEZIN
Êl dijminbe, lê her tenê jine dostbe, êl mêrê çê nikare.
Lê eger êl dostbe, her tenê jin dijminbe, axirî-oxirî mêrê çê wê ese qelsbe.
GELO ÇIRA?
Bi maşînê diçime bajêr – dîtina ezîza xwe… Bextê minra maşîne qet baê xwe nagre, tê bêjî birçîye û ancax ji cî dilive. Lê dilê minî reben usa dixweze, wekî maşîne baê xwe bigre û zû here…
Ax, gelo çira maşîne usa hêdî-hêdî, mirî-mirî rê diçe?
Ji bajêr vedigerim. Min xatirê xwe ji ezîza xwe xwestye, huba dilê xwe cem wê hîştye û bi maşînê paşda têm. Bextê minra maşîne qet bîna xwe nastîne, tê bêjî hespekî cehxure, çiqasî diçe, ewqasî vedibe û baê xwe digre, ewqasî zû diçe û dilezîne. Lê dilê minî reben dixweze maşîne qet ji bajêr derneê, baê xwe negre û nelezîne.
Ax, gelo çira maşîne usa zû dilezîne û min ji bajêr dûrdixe? Dibe ber ç’evê rêwîkî vagoneke mayîn maşîne hêdî diçe?
TE’VA HUBA MIN
Maleke biç’ûk, maleke te’rî fêza gundê meda bû. Hebûn û tunebûna wê bona gund yek bû û wexta malê gund hesab dikirin, timê ew mal bîr dikirin.
Lê ber dilê minda ew mala gunde lape mezin bû, ji vê dinê firetir û ronkaytir bû.
Ne axir k’awa min wê malêda dima û te’va huba min ji wê malê şewq vedida.
KULA BERÇ’EVKÊ TE
Gava ç’evê te dinihêrim, timê hubê teda dibînim. Lê berç’evkê teye reş tên bi bêîsafî wê vedişêrin. Ax, kula wan berç’evka, ku gelekî te tên, lê kelemê ber ç’evê minin.
NEMÊD NEŞANDÎ
Wekî bihatayî mala min mêvanî, minê danya ber te baqê wan nemêd nivîsî, le… neşandî.
NEBÛ
Em bi zar çiqasî nêzîkî hev bûn, alîê dilda ewqasî ji hev dûrketin. Ne ez bûm sebeb, ne tu bûyî sebeb, mirazê dilê me nebû, çimkî zarê me mînanî hev bû, lê agirê dilê me başqe bû.
BER Ç’EVÊ DÊ
Ez çiqasî mezinim, ewqasî jî biç’ûkim. Mezinim, çimkî îdî bavim, xweyîewledim. Lê biç’ûkim, çimkî kurê dya xweme, timê ber ç’evê wê dîsa ez zara biç’ûke tifalim.
KES NEBÛ HEVAL
Wexta ezî biç’ûk bûm, erdê diketim, hevala bi laqirdî minra digotin: “Te çi dît, me nîvekarî”.
Lê wexta mezin bûm, erdê ketim, kesek nebû hevalê min û p’arê.
EM ÇÛNE AŞ…
EM ÇÛNE AŞ…
(Bîranînek)
Teze Şerê Wetenîêyî mezin kuta bûbû. Birînê şêr hela necebirî bûn. Mala me jî te’lya wî şerî dîtibû: bavê min çûbû şêr û nehatibû, lê apê min hela eskerîêda qulix dikir. “Mêrê” malê ez bûm, ku ancax deh salê min temam bûbûn.
Arê me kuta bûbû. Rojekê cînarê me – Aqoê Xalit, ku brîgadîrê kolxozê bû, karê xwe kir, wekî here aş. Dya min ez pêra danîm, wekî çewale cehê me bibim bihêrim.
Havîne, cem me hela destbi gîhadirûnê nekirine. Emê herin aşê merkeza nehya Spîtakê. Xalê Aqo ez şandim, ku ga bînim, û minra got, wekî kîjan ga bînim.
— Le’do û Qolo – wan herdu canegê p’êsivik – bîne were, wekî em zû herin û bên, — ewî minra got.
— Xalê Aqo, ne axir ew canege xamin?..
— Tişt nake, ew p’êsivikin, emê zû herin, bên.
Hedê min çi hebû, wekî sifteda gura wî nekim. Raste, min sala pêşîê kam ajotibû û zanibû, wekî ew herdu canege çiqasî cinûne û naêne yolê, lê ez nikaribûm berk ber gilîê wî biseknyama, çimkî wexta min nhada gura wî nekira, wê ez xwera nebirama û cehê meê bima nehêrayî.
Xulese, min çû herdu ga nava garanê veqetandin, anîn, me ereba xwe girêda, ez û xalê Aqo lê syar bûn û me berê xwe da Spîtakê. Gava ereba me rêket, gund derket, herdu canega erebe hildan. De ez bextê weme, rya orta gundê me û Spîtakê jî hemîn gişk ç’ivane û p’êberjêre, ga erebe hildan û revîn. Xalê Aqo kir-nekir, bi lavaya-dîleka hate ga, lê ew nekesinîn. Deqe-deqe dima, wekî erebê ji rya şoşê derxin û gelîê Spîtakêda holkin. Gava ç’ara xalê Aqo hate birînê, ewê wê giranya xwe ji ser erebê banzda, revî çû pêşya ga girt û erebe da seknandinê. Anî hat çatû avîte stûê ga, ez ser stûê erebê syarkirim û xwexwa jî çatûya ga girt û da pêşîê. Hey diçe, hey yek şiv jî pozê ga dixe, wekî hemdê xwe bên, ecêbekê neyînin serê me û erebê.
— Ho-ho, Le’do can… Ho-ho, Qolo can, — xalê Aqo digot, çatûya wan dikişand. – Van bêxweya ruhê min kişandin. Eva gişk rûê teda bû, — vê carê vedigerya ser min. – Zef jî min tera got, wekî van herdu bêxweya bînî, te nikaribû cote gaê hemdê xwe banya?
Min usa jî fem nedikir, wekî gunekarya min çidane. Wê yekêdane, wekî min gura wî kirye, yenê wê yekêdane, wekî gura wî nekirye? Ê, wexta min gura wî kirye, ez tême gunekarkirinê, lê gava min gura wî nekira, halê minê çi bûya?
Rastîê gotî, halê xalê Aqo ne tu hal bû.
Germê zor dabûyê, xûdan jê dikişya û bi xwe, wekî yaşê xweda êpêceyî mezin bû, nha usa sivik-sivik pêşya erebê diçû, tê bêjî cahilekî bîst salîye.
Zor-cefakî em gihîştine gundê Lêrnanskê, ku nêzîkî Spîtakêye. Wî gundî îdî destbi gîhadirûnê kiribû, çayîr-çîmanê dora rê dirûtibûn, lê le’se hela hê erdê bûn, berev nekiribûn. Wexta xalê Aqo ç’ev le’sa ket, erebe da seknandinê û got:
— Cê were pêşya ga bisekine, ez heve gîhaê dirûyî bînim, daynim ser erebê. Vêsibêda em ji gund derketine, ev heywanê-heywan birçîne.
Ez hatim pêşya ga sekinîm, lê ew çû weke du gurz gîha anî, danî ser bara, potê xwe jî jorda avîte ser.
Em ku rêketin, min lê nihêrî potê wî ser bara hilditeqile û wê bikeve. Min gotê:
— Xalê Aqo, erebe hilditeqile, potê teê bikeve. Ez pot têkme orta bara, yanê jî bînim ser rûnêm, wekî nekeve.
Gura min nekir.
— Tişt nake, nakeve, bira ser gîhêbe, wekî nebînin.
Dîsa xalê Aqo da pêşîê û em çûn, nav gundra derbaz bûn û me ranêzîkayî Spîtakêra kir. Canegê me, dihate kivşê, îdî westya bûn, mînanî berê ewqasî neheqî nedikirin. Ro jî îdî dageryabû, e’sra dereng bû. Em gotî nav Spîtakêra derbaz bûna û biçûna aşê nav bax’a. Gava em gihîştin orta Spîtakê, xalê Aqo vegerya ser min û got:
— Kuro, cê hela binihêre, çika potê min heye yanê na?
Min piş xweva nihêrî: Xwedê pot bide. Pot tune…
— A, Xwedê mala te xirab bike, ha!.. Te çû ev ga anîn, em kirin vê xetaê, serda potê min da der. Ne axir min tera got, ç’evê te lêbe, miqatbe… Tu çawa merivî, tu çi mêrî, Xwedê mala te avake! De peyabe, were pêşya ga bisekine, ez şûnda vegerim, hela çika nabînim. Peh, çawa pot bû, birê nedida birê…
Rastîê jî potê usa tunebû: te têlek jê bikişanda, wê hezar pîne jê biketana. Ya dinê jî, min tex’mîn nekir, wekî çira ese min potê wî “da der”.
Ez peya bûm, çum pêşya ga sekinîm, lê xalê Aqo serî qurbana linga kir û dû daê. Xêleke xurt derbaz bû, min hew dît xalê Aqo wê destevala vegerya hat. Te bengzê wî dinihêrî, hêja tex’mîn dikir, wekî ewrê teyrokê çawanin. T’u gilîk, tiştek negot, çatûya ga ji destê min girt û qet hîvya wê yekê jî nesekinî, wekî ez erebê syarbim, da pêşîê û çû.
Gava em ji gundê me derketin, sibe zûbû, lê nha îdî berêvar bû. Me qet tu cîkî ga av nedabûn, ew westyayî û kesirî bûn. Em çûn, nêzîkî aş bûn. Cewa ava aş kêleka rêra dikişya. Ez ser erebê bûm, xalê Aqo jî pêşîê bû. Ga çawa ç’ev avê ketin, xwe dirêjî avê kirin, ereba me barava welgerandin nava cewa avê. Ez ser p’ekyam wî alî ketim, lê çewalê nan û erebe ketine nava avê. Nîr jî stûê gada zivirî, bensamî ketine stûê wan, vix’e-vix’ jî alîkîda wan ket. Merîê ber derê aş, gava eva yeka dîtin, pêra-pêra xwe mera gîhandin. Hahanga dadanê bensamîê stûê ga bir’în, ew berdan. Paşê jî bi zor-cefakî çewalê nan ji nav avê derxistin û erebe rastkirin. Em û çewalava usa şil gihîştine aş.
De rojê germ bûn. Rojtira din me carcima aşvan û çend nivînê malê dora aş anîn, nanê xwe ser raxist, hişk kir, du roja şûnda nanê me rind hişk bû.
Êvarê sirê gihîşte me. Xalê Aqo pêşîê nanê xwe lêkir, dewla aş tijî kir, ez dame ber û gote min:
— Tu xwera ber dex’la aş rûnê. Hema ber tijî bû, bide alîkî. Paşê jî, wexta te dît gele ar top bûye, derê çêwêl veke û pê bêrikê hemdê xwe têke çêwêl, hetanî ez diçim xatya te Porsor verêdikim. Ezê zû bêm.
“Xatya mine” Porsor jî xwesya wî bû. Gotî wê rojê ji gundê me bihata stansîa Spîtakê biketa maşînê û biçûya Tbîlîsîê.
Hedê min çi hebû, wekî bêjim na. Lêda çû. Aşvan jî derket, ez tenê ber aş mam. Aş dixebitî, hey ar dihat, hey min dida alîkî. Carekê, duda jî min derê çêwêl vekir, dagirt, lê ne ew, ne jî aşvan tunene. Çeqe-çeqa aşe, ez jî ber rûniştime. Sehet minra ku hatye, wekî zanibim, çi wextê şevêye. Aş dixebite, ez jî berim. Bin wê çeqe-çeqêda, zaro, westyayî, kesirî, xewixî, ez usa xewra herim. De îdî nizanim aş çiqasî dixebite, ar çiqas top dibe, her wextekê hişyar bûm, min lênihêrî wê qare-qara wî û aşvane.
— Xwedê belkî mala te xirabke, çawa te mala min xirab kir, nanê min temam dêris kir!.. Ne min tera got miqatbe hetanî ez têm! Lê şuxulê ha dibe…
Heq jî tiştekî pak neqewimî bû. Tu navêjî ez xewra herim, ar bê dex’lê tijî bibe, bavêje hetanî bin beraşê aş. Beraş pak nexebitin, heba tenê qet-qetîkin û bavêjin.
De ewî û aşvanva çi anîne serê min, bira ser mindabe. Ew çi nanê, ku rind nehatibû hêrandinê, topkirin, dane alîkî.
Aşvan beraşê aş hilbirîn, temiz kirin, tûj kirin, wekî pak bihêre. Herdu jî êpêceyî çerçirîn. Xalê Aqo hey xûdana enya xwe temiz dikir, hey avrûne tûj didane min.
Xulese, aş tundurust kirin. Ew hebê, ku rind nehatibû hêrandinê, dîsa kirin dewla êş. Bû çeqe-çeqa êş, xebitî û xalê Aqo ber rûnişt.
— Aşî tûjkirîye, xirab dihêre, — ewî ber xweda digot. – Xwedê mala te avake, te çawa mala min xirab kir, nanê zarê min dêris kir. Tê jî bêjî ez mêrim. Te nebû çewale nan bihêrî, tê sibê-dusibe çawa jin-zara xweykî?
Ewî çi digot, min xwe ker’ dikir. Hedada ruhê min çêkiribû, wekî ber xeberdim?
Herneyse, minda ket hetanî nanê xwe temam hêra. Êpêce arê wî jî ber çewala ma, kire mêşokekî spî. Mêşok dêvra tijî bû, devê wî qayîm girêda û danî ser çewalê xwe.
Sibetirê sirê gihîşte min. Xalê Aqo derê çewalê min vekir, heb kire dewla aş, minra got:
— Îro ga bibe here p’ala han biç’êrîne, dora aş îdî tişt nemaye, ga birçî dimînin. De rabe, ga biç’êrîne, hetanî nanê te tê hêrandinê, paşê ezê gazî tekim, ga bîne, em girêdin û herin.
Min usa jî kir. Ga dane pêşya xwe, rya hesin derbaz kir, bir p’ala pêşber. Gaê min xwera diç’êryan, ez jî ser kevirekî rûniştibûm gelîê pêşber dinihêrî. Nişkêva bû qûjîna kûpê maşînê û ji neqeba alîê Lênînakanêda derket. Heywanê gundê me hela hînî dengê maşîna, avtoa nebûbûn. Lema jî gava qûjîna maşînê bihîstin, ez bextê weme, sillikîn, dêla xwe hildan, jorda berjêr bûn, ketine ser rya maşînê û revîn. Min da pey wan. Maşîne jî qûje-qûja wêye… Çawa dihate kivşê, maşîneçî dûrva dîtibû, wekî ga ketine ser rê û direvin, ewî jî sîgnalê dida, wekî ser rê derên. Lê çiqas qûje-qûja maşînê nêzîk dibû, gaê min ewqasî baê xwe digirtin. Min jî bê hemdî xwe dabû pey wan û direvyam. (Bextê min lê da, maşîne êpêceyî dûr bû û îdî ranêzkayî stansîaêra kiribû, baê xwe sist kiribû, yanê na ez û ga usa sahil jê xilaz nedibûn). Pak bû, çend merî wêderê sekinî bûn, gava ev yek dîtin, pêşya ga girtin, ji ser rya maşînê derxistin. Maşîne hat me derbaz bû. Ez xûdanêda mame, bînfişk min ketye, lê çi bikim, xwe cote ga nadme der.
Gaê min vê carê jî dane ser rya şoşê û berbi orta Spîtakê çûn. Dêla xwe hildane û direvin. Min jî wê xûdanê daye pey wan.
Xulese, bi zor-cefakî mezin, bi komekdarya merîê qenc min ga ancax anîne ber aş. Xalê Aqo nanê min hêrabû, kiribû çewêl, devê wî dirûtibû û hîvya min bû, haj tiştekî tunebû. Me ereba xwe barkir, gaê xwe girêdan û rêketin. Xalê Aqo dîsa da pêşîê û em ji nava Spîtakê derketin. Wê şûnda rê îdî hevraz bû, ga ancax erebe dikişandin. Xalê Aqo jî hat erebê syar bû û em hatin, derketin gêdûka Spîtakê. Serê gêdûkê xalê Aqo nişkêva erebe da seknandinê û nav çewala nihêrî.
— Tu çi digerî, xalê Aqo? – min jê pirsî.
— Ez dinihêrim, çika ew arê meyî ber çewala zêde mabû û min kiribû mêşokê spî, me anye yanê na.
Xalê Aqo gerya-negerya, mêşokê spî tunebû. Tu navêjî wexta barkirinê mêşokê spî arva me aşda bîr kirye.
Îdî nedibû, wekî ew paşda vegere aş. Me ereba xwe ajot û em hatin derketin gund.
Paşî vê yekê xalê Aqo timê derheqa çûyîna meye aşda xeber dida, beşera wî xweş dibû û digote min:
— Welle, tu ne mêrê aşanî.
s. 1960-î.
Wênekêş Arif Sevinç.
SERXWEŞÎ DANE KÊ?
SERXWEŞÎ DANE KÊ?
Ozman hela cahil bû, gava kulfeta wî wefat bû û toqê herdu zarêd hûre binbêjing – Ûsê û Letîfê kete stu. Çiqasî qewm-pismam pêda ketin, wekî bizewice, jineke teze bîne, lê Ozman bona xatirê zara navê jina li xwe heram kir, nezewicî.
— Ezê teze rabim jinekê bînim mal, wekî sibê hetanî êvarê tepê wê ser serê zarê minbe? – Ozman digot. – Na, welle, ew yek minra dest nade. Ezê biçerçirim, her tenê bira Ûsê min, Letîfa min ten-niç’ê dêmarîê nebînin.
De, mala bê jin avayê bê dîware. Halê bavê zarê hûr bê jin wê çawabe? Rojekê qenc, rojekê xirab Ozman yole dibir.
— Serê min serê xêrnedîaye, — Ozman digot. – Xwedê derd-kulê dinyaê kirine para min. Çi bikim, qey bextê min usane.
Çetinayî bê hesab bûn: xweykirina du zarêd hûr qolayî nîbû, ew jî bê jin. Ozman bona wan him bav bû, him jî dê. Ewî û zara gelek belengazî dîtin hetanî herdu êpêce mezin bûn. Mêla bavê dha gelekî ser kur bû, parîê devê xwe dibirî dida wî, kinca rind li wî dikir. Lema Ûsê êpêceyî rûstendî mezin bû.
Letîfa qîza wî bûbû kevanîke biç’ûk, qaranya malê temam ketibû stûê wê. Bavê jî komek didaê, hînî hilanîn-danîna malê dikir. Teze bîna Ozman hatibû ber, gava xwezgînîê Letîfê molet nedane wî.
De, qîza gihîştîbû, gotî mêrkira. Çiqas xwezgînîê Letîfê dihatin, Ozman ew paşda didan.
— Hetanî ez Ûsê xwe nezewicînim, bûkê neynim mala xwe, qîza ez bidim mêr tune, — timê Ozman ev gilî didane destê xwezgînya.
Lê Sebrî dest ji yaxa Ozman nedikişand, dixwest Letîfê ese kurê xwera bixweze. Gelekî çû, hat, Ozman her tenê sozekî ha da dêst:
— Çawa min bûka xwe anî, keremke, wî çaxî were Letîfê nîşanke. Qîzeke ezê qurbana kurê tekim.
Ûsê mezin bû, devê wîra gihîşt. Ozman kur zewicand. De, ew bû, ew kur bû, deweteke bi dilê xwe Ûsêra kir, bûka xwe anî, paşê îzin da, wekî mala Sebrî bê destê Letîfê bigre.
Çend meha şûnda defa ber derê Sebrî lêketî hate ber derê Ozman. Letîf syarkirin, birin.
Letîfê gundda mêrkiribû, timê guhê wê ser bavê bû. Ozman jî ser xwe bû, dixebitî, ardimîke rind dida kur. Merî ya Xwedê bêje, bûk jî mînanî destmala ser desta bû, qedrê xezûrê xwe wek qedrê bavê xwe zanibû. Her tenê Ûsê bû, ku car-cara diltengya bavê dikir, lê ber wî nedida kivşê.
Wexta bav ne malbûya, carna hiltanî jinêra digot:
— Cîê me tenge, bavê min jî cem meye, qe nizanim çawa bikim.
— Tu şerm nakî gilîê usa dibêjî? Lê xwe em bavo ji malê dernaxin, — jinê digotê.
— Kê gotye ji malê derxin, ez divêm cîê me tenge, destê meda tune, — Ûsê bi kulzikî digotê.
Sal hatin, buhurîn. Ozman mezin bû, îdî xebat pê nedibû. Wede ya xwe kir: ew destê, ku wextekê nava xebatêda qal bûbûn, hînî tizbya bûn. Û tizbî bûne hogirê wîyî emir.
Ozman û kalêd yaşê wî diçûne nava gund, ber dîwarekî ser kevira rûdiniştin, berê xwe didane tevê, rojêd buhurî bîr danîn, mijûlya xwe dikirin.
Ûsê îdî bavê çend zara bû. Halê wî jî êpêce xweş bûbû: xwera avayîkî tezeyî çend goze, otax çêkiribû, demûdezgê wê dabûyê. Lê xanîê berê jî kiribû mereka debara pez-dewarê xwe.
Çiqas diçû Ûsê dha gelekî diltengya bavê dikir. Qestîka usa dikir, wekî ew û bav kêm hevdu bibînin. Wextê nanxwarinê jî serê xwe dikire ber xwe, lez-lez nanê xwe dixwar, bavêra jî xeber nedida. Ozman xwe ker’î dadanî, nîşan nedida, wekî ew diltengya kur tex’mîn dike. Dîsa mînanî berê kurra qurban-heyran bû. Lê Ûsê qet pakî caba wî jî nedida.
Ozman destê xwe bida çi, Ûsê dihat, dilê xwe dikir, hêrs dibû, menî zara digirt.
Rojê şilî-şoya, wexta Ozman bi lingê h’er’î dihat mal, solê xwe ber derê otaxê dêxist, cota pêlav dikire lingê xwe, paşê dihate hundur. Ser vê yekê jî Ûsê dilê xwe dikir, digote jinê:
— Bavê min diçe, digere, bi wan solê h’er’î tê ser van pola, dike qrêj. Halê me û wî wê çawabe? Ne axir tu jî guneyî. Tê zara binihêrî, malê yole bibî yanê pey wî herî-beyî, dewsa lingê wî temizkî? Ha nabe, heyran!..
— Kengê belengazî bi solê h’er’î tê otaxê? – jinê digotê. – Tu navînî timê solê xwe dêxe, pêlava pêdike, paşê tê otaxê. Menya negre. Ez yole dibim, çî terane, zikê te çira dêşe? Divên, yekî dixwest goştê k’era xwe bixwe, digo: guhê k’era min mînanî guhê kêwrîşkanin. Nha ya teye, dixwazî berî bavê xwedî, ji malê derxî, lê têy menya.
Mêr û jinê êpêceyî dikirne şer, lê Ûsê terka xeysetê xwe nedida.
Car-carna jî Ûsê qestîka usa bilind-bilind xeber dida, wekî bav bibihê. Bavê dibihîst û xweda dişewitî. Ketibû orta du kevira, rê ji rya dernedixist. Teze ne cahileke rabe para xwe jê bistîne, cihêbe. Malê jî derê, here, kurê wîyî taê-tenê wê nava der-cînarada bibe oyn-sosret. Wê nebêjin, evî çawa rabû bavê xweyî kal ji mal derxist? Vê derecêda jî Ozman nedixwest leke bê ser navê kurê wî.
Lê çiqas nevîê xweyî Etar hiz dikir? Bi serî wî zarotya xwe dîtibû û qe tex’mîn nedikir, wekî bêy Etar dikare bijî. Her cara, wexta ji nav gund dihat, Etar pêşîêda diçû. Kalik pê şa dibû, destê wî digirt û tev dihatne malê. Ozman ji perê pênsîa xwe çend manat nedida bûkê, cem xwe xweyî dikir û bona nevî ji dikana gund şîrinayî dikirî.
Êvarê Etar ji kalikê dûr nediket, pêşêda rûdinişt, ç’îrok pê didane gotinê. Ozman jî ewqas ç’îrok zanibûn, xilazbûna wan tunebû û her şev jêra ç’îrokeke teze digot. Lê gava diketin nava cya, Etar tev kalikê radiza û hetanî destê xwe stura nebira, xew nedikete ç’eva.
Xeysetê Etar jî mînanî xeysetê kalikê û dê bû. Zareke milûke aqil bû, tu cara cîê belasebeb zarê mayîn nedixist, dûreşer bû, bona qirşê malê dilerizî. Û Ozman çiqas jê hiz dikir, Ûsê ewqasî lê kiribû eynat, eynatî bavêra lêdixist. Wexta ha Etar direvya dihate cem kalikê, serê xwe dida ser pêşa wî, digirya. Ozman ber dilda dihat, dida ker’kirinê.
Bûk jî ketibû nava êgir: Ûsê ro nedida sêrî, dikuta. Qestîka usa dikir, wekî malda timê şerbe, qalme-qalmbe, wekî bavê wî bihêle, here.
Lê Ozmanê kal her tişt dadqurtand û difikirî, wekî kurê zûtirekê şaşya xwe tex’mînke, bê ser rya rast. Kurê wî bû, xelqê xerîb nîbû, wekî terkê bide, here. Cegere, mala xweyê cegerê bişewite, zore, tu ç’are pê nabe.
Alîê mayînda jî didît, wekî ev ne hale ew têdanin. Malda rojekê parî nanê rehet gewrîêda nediçû, herro ten-niç’, şer-dew. Ozman zanibû, wekî menya vî halî mayîna wîye. Û ber xwe diket, roj bi roj şûnda diçû. Lê derheqa wê yekêda kesekîra, Letîfêra jî tu gilîk nedigot.
Çiqasî jî bûk ber dilda dihat, jêra qurban-heyran bû, lê kula dilê Ozman qenc nedibû, xema gran ji dilê wî dernediket. Rûva ewî nîşan dida, wekî ser sozê bûkêye, guh nade xeberdan û kirinêd Ûsê, lê dilda kûreke gur dişuxulî. Û Ozman sebir dikir, çika axirî ku disekine.
Rojekê jî Ûsê êvarê zû hate malê û gote jinê:
— Qîzê, şîvê bîne, ez bavê xwe şîvê bixun.
Ozman ecêbmayî ma: eva çend mehe Ûsê tevî wî nan naxwe, îro çi qewimye? Gumaneke biç’ûk kete dil: “Dive ser hişê xweda hatibe?” – bav fikirî.
Bûkê texte rast kir, şîv danî. Ûsê serê xwe kire ber xwe û nanê xwe xwar. Ozman jî destê xwe dirêjî nan kir. Nişkêva destê wî fîncana çaêye tijî ket, çayî rijya ser texte.
Ûsê derevebû, bavê hilat:
— Mala te avabe, xwe ne zareke biç’ûkî, xwarinê ser xweda dirêji! Peh, ev textê meyî împort, destexana kurekî temam xirab kir. Nahêlî merî parî nanê rehet bixwe, ewî jî ber meryada dikî jer…
Ji gilîê wî Ozman xwe şerm kir, serê xwe kire ber xwe, her tenê ev xeberê han gotinê:
— La-lao, min qestîka nerêt, bê hemdî min destê min lêket…
Ser qalme-qalma Ûsê jin jî derda hat, pînek hilda, ser texte temiz kir.
— Hevekî pak temizke, te textê kurekî xirab kir, — Ûsê ser jinêda hêrs bû.
— Çi bûye, çi qewimye, mala te neşewite… Cenmêda nerijyaye, — jinê gotê. – Lê tu şerm nakî vê yekê tînî ser per-baskê xwe? Dûrî navê bavo pêketye, cenmêda nerijyaye, em çawa bikin, xwe bikujin? La Xwedê qebûl nekirê, ev çi zulme hatye serê me?..
— Hela hatye serê we, erê? – Ûsê ber gilîê wêda hat. – Ez diçerçirim, ez dixebitim, talaşa weye, malda xwera rûniştine, divên bîne, em bixun. Hûn gişk bûne cirm, ketine stûê min. Ez nikarim, qewata min dere ewqas nefera tenê xweykim. Bavo, îdî bese, ez nikarim te xweykim. Tu pênsîa xwe distînî, here bikeve mereka me û xwera derbazke, ez ne borcdarê teyî heta-hetayême.
Ewî gilîê tam da destê bavê.
— Eferim, lao, weke emela şîrê te te helalbe, — Ozmanê kal bi dengekî lerizî gotê. – Ê, Xwedê pêrabîo, te zûda bigota, ezê biçûma, ev qalme-qalm, menîgirtinê te bona çi bûn? A ezê hema nha jî rabim herim, tenê tu jin, zara hevra pak yole herin…
Ozman ji cîê xwe rabû. Bûkê xwe avîte dest-pya, wekî neçe.
— Na, lao, namûs jî tiştekî pake, — kalê gotê. – Mêrik min ji mala xwe derdixe, wekî namûs rûê min hebe, gotî ez cem wî nemînim.
— Bavo, ez qurba, bidî xatirê Xwedê, îşev bimîne, hetanî sibê, çika Xwedê çi dike, — bûk lavayî-dîleka hatê. Paşê vegerya ser mêr. – Î lê xêr nedîtî, dûrî zara koka te qelyayî, — ewê gote mêr. – Wekî tu bavê xwera hayî, tê mera çibî…
Alîkî jî kûre-kûra Etar bû, xwe pêşa kalikêva darda kiribû, nedihîşt here. Ç’evê Ozman jî tijî hêsir bûn, kela girî dabû qirikê. Lê Ûsê serê wî berda cîê xweda rûniştibû, qet talaşa wî nîbû.
Bûkê û nevî nehîştin Ozmanê kal wê şevê cîkîda here. Lê wê şevê hetanî sibê xew nekete ç’evê Ozman.
Sibetirê bûkê kir-nekir ç’ar Ozman nebû. Ewî rabû deste nivîn, hine hûrmûrê nav malê hilda, dizîva çû kete merekê, wekî kesek nebîne yanê pê nehese. Bûkê hat ewder temiz kirin, cîê wî hilda û bi girî derket, çû. Etar çawa xewê rabû, pirsa kalikê kir û gava pê hesya, wekî kalikê wî çûye merekê, revî çû cem. Ozman nevî danî ser çoka xwe, xwe derd-kulara têr girya.
Letîf pê hesya, mînanî hirç’eke devbixûn dakuta hundur. Ewê û birê pirtik ji hev birin, lê Ûsê lingê xwe kiribû soleke teng û qet nedixwest bibihîsta, wekî bavê wî paşda bê malê.
— Ezê bibim cem xwe, — Letîfê gotê. – Esêvankî kurdûndaye.
Letîfê çi kir-nekir, bav qayîl nebû, wekî here mala wê.
— Lao, mêrê te kurê xelqêye, — bavê gotê. – Wekî kurê minî helal rûê xwe min guhastye, vî yaşîda berî min daye, ez ji mal derxistime, ez çi zanim wê dilê mêrê tebe, wekî ez mala wîda bimînim.
— Pî, bavo, tu çawa gilîê usa divêjî, ew qet dilê xwe dike?
— Na, lao, ez naêm. Xelqê minra çi bêje? Wê bêjin, kurê xwe hîştye, çûye bûye şirîkê kurê xelqê. Na, lao. Ew yek minra dest nade. Saya serê dîwana sovêtîê ez pênsîa xwe distînim. Xwedê seheta bûkêrabe, guhê wê ser mine, tê jî herî-bêyî, kêmasîk jî hebe, hergê qewata tedabe, tê komekê bidî. Lê her tenê nekî dengî, bira kes pê nehese, em nava xelqêda nebin oyn-sosret.
Ozman zorê qîz verêkir. Lê guhê Letîfê timê ser bavê bû, serda dihat, diçû, xwarineke germ çêkira, ese para bavê dibir. Lê mêrê wê haj tiştekî tunebû. Bûkê jî timê dizî Ûsêva xwarina germ jêra dibir, jêra av danî, kincê wî dişûşt, mal temiz dikir. Lê Etar sibê hetanî êvarê ji kalikê dûr nediket.
Dengê qalme-qalma Ûsê îdî ji malê nedihat. Jinê serê poz jêra xeber dida, lê Etar qet nedixwest rûç’kê bavê bibîne.
Wê rojêda ne lingê Letîfê mala Ûsê ket, ne jî zarê wê zarê birê ket.
Ozman usa dikir, wekî xelq pê nehese. Lê rojek bû, dudu bû, wekî pê nehesyana? Û der-cînar ser hisa-hisa ketibûn, nav hevda xeber didan. Carna ev xeberdan dikete guhê Ozman û dewsa kur ewî şerm dikir, ber xwe diket.
Mêrê Letîfê jî pê hesya, jinêra kire şer, wekî çira bavê xwe nayîne cem xwe.
— Ê, ez çi bikim? Dikim-nakim, naê, — Letîfê gotê. – Belkî aykê wî Ûsêra nemîne, esêvankî bavekî xirab bû, canya xwe neda ser.
Çend cara Letîf û mêr jî hatin pey, pêda ketin, lê Ozman neçû mala wan. Ne jî paşî wê yekê derê kur vedikir. Wexta tiştek lê lazim bûya, diçû ber dêrî, gazî bûkê dikir, digotê.
Ew êpêce wext bû, ku Ozmanê kal mereka kevnda dima. Lê Ûsê kurê wî tu carekê derî lê venekir, nepirsî, gelo bavo tu mirîyî yanê mayî.
Pak bû bahar bû, derva xweş bû. Lê wekî zivistan bûya, sur-serma bûya, halê wî kalemêrî wê mereka vike-valada çawa bûya?
Rojê hela pak bû, diçû orta gund, kalara xeber dida, hevekî bîna wî derdiket. Lê êvara, gava tenê dima, gelekî eaciz dibû, tê bêjî herçar dîwara hû dikirnê. Lema radibû, lemp vêdisand, zû dikete nava cya. Lê xew jî lê teqisî bû û hetanî sibê mitala tabetî nedidanê. Carna Etar dihat cem radiza. Wexta Etarî cem bû, qet talaşa wî nîbû, ruhê wî sivik dibû. Lê Ûsê nedihîşt kur here cem kalikê. Û wexta Etar dihat jî, dizî bavêva dihat.
Ozman ha yek heb rojê xwe derbaz dikirin. Ne Ozmanê berê bû: dha kûz bûbû, qudûmê wî sist bûbûn, îşiqa ç’eva kêm bûbû. Gelekî jî bîrsar bûbû: tiştek datanî cîkî bîrê diçû, bi seheta lêdigerya, lê nedidît. Tim melûl, serê wî berda bû.
Carekê-duda kalêd gund ber wî gilî vekirin, Ûsê gunekar kirin. Lê Ozman nehîşt:
— Kê divê Ûsê min ez mal derxistime? – ewî digot. – Ez xwexwa çûme, çimkî neferê wî, şikir, gelekin, lê cîê wî tenge. Ez hîvî dikim careke mayîn gilî-gotinêd usa neyînin ortê.
Lê wexta tex’mîn dikir, wekî gilîê bê ser wî û kur, radibû ker’e-ker’ ji kala dûr diket. Dilê bavê temûl nedikir, ku ber wî derheqa kurê wîda gilîkî sar bê gotinê. Kala ev yek tex’mîn kiribûn û îdî derheqa wê yekêda xeber nedidan.
Wî halîda jî ewî dîsa dizîkava komek dida kur. Gîhaê der-dorê malêyî dirûtî berev dikir, heve gîha rêva ketibûya danî dikire nava gîhê wî, hacetek derva mabûya, dibir, gazî bûkê dikir, didaê, ç’evê wî mala kur bû. “Neferê wî giranin”, — Ozman timê ber xweda digot û çi ji destê wî dihat bona mala kur dikir.
Payîz hat. Ro kurt bûn, şev dirêj bûn. Wedê mijûlya Ozman jî kêm bû, lê wedê fikir û mitala hê dirêj bû. Îdî kêm diçû nava gund, tevê jî îdî nikaribû ew germkira. Hemî merek sar bû. Hey carna derdiket, ber teldê dîwêr rûdinişt, berê xwe tevêda dikir, lê germ nedibû. Organîzma wî tevkutayî bû, rojê cîkî wî dêşya.
Rojekê jî Ozman tel nexweş ket, ji nava cya ranebû. Gava mînanî hercar bûk sibê zû derda hat, xezûr vî halîda dît, bû zarîna wê:
— Bavo, ez qurba, te çira rengê xwe usa avîtye, nevî tu nexweşî?
— Erê, lao. Cîkî min sax’ tune, tê bêjî ez kirime conî, kutame, — Ozman got û çeqe-çeqa dev-diranê wî bû, diricifand.
Bûkê hahanga dadaê prîmûs vêxist, çaydang tijî av kir, danî ser.
Hetanî çayî kelya, ewê çû teştê ji mal anî. Lê nexweş devê xwe neda tiştekî, her tenê fîncanê çay vexwar.
Bûkê kir-nekir Ozman qayîl nebû, wekî cîê wî biguhêzne mala Ûsê.
— Na, lao! Ez naêm. Belkî Xwedê enya min ha nivîsye.
Cîê nexweşî erdê bû, lema jî serma dikir. Kerevateke wane kevn hebû. Ozman nehîştibû wextêda wê bînin merekê. Bûkê çû ew kerevat anî, zorê cîê xezûr danî ser, kire nava cya.
— Belkî Xwedê seheta terabe, — gote bûkê. – Hevekî kêlekê min germ bûn.
Cab dane Letîfê. Letîf û mêrê wê tev hatin. Qîzê xwe avîte ser cîê bavê:
— Bavo, ez qurba, kîdera te dêşe?
— Bîna min dimîne… Min rind serma kirye, — bavê got.
Letîfê û mêr zorê Ozman hildan, birne mala xwe. Cîê wî otaxa mezinda çêkirin, kirine nava cya, sobe vêxistin. Otax rind germ bû, nexweş xûda, lê halê wî pak nebû.
Etar sibê hetanî êvarê mala metê dernediket, kêleka cîê kalikê ranedibû. Bûk jî rojê çend cara serda dihat, halê wî dipirsî û careke mayîn vedigerya malê, nava zarê xwe.
Lê Ûsê tê bêjî ne ji wî gundî, guhê gêda bû. Ew mehek bû Ozman nexweş mala qîzêda nava cyada bû, lê Ûsê carekê derî lê venekiribû. Jinê çend cara gotibûyê, pêra kiribû şer, wekî ser bavê xweda here, lê Ûsê nediçû.
— Ez naçim, derê wê nepakê venakim, te tirê ew kulê ewê kirine dilê min, bîra min çûne? – ewî digot.
Der-cînara jî gelekî pêra kiribûne şer, şermî dabûnê.
Lê Ûsê timê xwe ha efû dikir.
— Ê, kê ew ji mal derxistye? Çira kurê wî tune, mala wî tune, rabûye çûye mala kurê xelqê?
“Belkî kurê usa tunebe”, — der-cînara pey wî digotin.
Gundî rojê destek dihat, destek diçû, mala Letîf ji wan xalî nedibû.
Ozman îdî ya xwe ketibû: seheta wî ber wê nexweşya giran teyax nedikir. Evî hale wî jî, wekî ne mala xwedane, lê mala zevêdane, tabetî nedidaê û gelekî hukumî ser dikir. Ozman nava cyada bûbû ç’erm-hestu. Qîz ber sêrî ranedibû, zeva mînanî zara ber sekinî bû. Lê ç’evê wî dêrî bû, rya kur bû.
Û çiqas diçû nexweşîê zor didaê. Ozman roj bi roj şûnda diçû. Bîna ber wî her tenê Etar bû, tê bêjî hizreta kur ji wî hildida.
Rojekê, wexta halê Ozman gelekî xirab bû, qîzê hilda jê pirsî:
— Bavo, lê temî-weysetê te çine?..
— Temî-weysetê minê çibin, lao? Miqatî hevbin, hevra tifaq bin… Gunê min stûê te, guhê te ser Ûsêbe… Zarokê wî hûrin…
Ber ruhda Ozman xwexwa gazî kur kir. Hetanî çûne pey, hetanî ew hat, bav zar-ziman ket. Ç’eve girtî bûn. Gava kur derda hat, ç’evê xwe vekirin, zûr bû kur nihêrî. Ç’ila bûbû, sekinî bû. Hema usa çevê wî li kur tex’dîr da.
Letîfê û bûkê şîneke giran ser Ozman kirin. Etar kêleka meytê kalikê rûniştibû, îske-îska wî bû. Gund-gundîtî tijî mala Letîfê bûbûn, ji gundêd cînar hewarî hatibûn. Çira kê Ozman nas nedikir, qedrê wî nedigirt? Û evê kirina kur şîna Ozman dha giran dikir. Cimetê yekî ç’evê wî nedinihêrî. Ewî jî şerma serê xwe kiribû ber xwe, qulçekîda rûniştibû.
Wexta jina ser digot, dinivat, pêra jî çend ten Ûsê dixistin. Û kela cimetê hê radibû, lêlê bûn berî dinê, ji malê derxin. Lê wexta meyt dinihêrîn, şîna qîzê û bûkê dinihêrîn, careke mayîn xwe ker’ dikirin.
— Divên, ber ruhda jî gazî kur kirye. Lê kur sax’îêda negihîştîê…
— Ê, belkî Xwedê kurê usa biqelîne…
— Lê nanê merîê usa ne herame?..
— Çawa, mala merya hebe, kurê merya hebe, merî derê xelqêda bimre…
— Lê îro kur dewsê mirîbûya, hezar carî dha pak nîbû?
— Lê eferim qîza wî, zevê wîra. Şîrê wan lê helalbe, mînanî ronaya ç’evê xwe xweyî dikirin.
— Omid, êşan başqene, bra. Lê xwe ne mînanî vî beytûyîne… Î lê min nedîtî…
Xeberdana ha nava cimetêda dihate bihîstinê. Û kê ku digot, kê ku dibihîst, hêrsa xwe radikirin, dûrva avrûke tel didane Ûsê. Ûsê ber wan avirûya teyax nedikir, serî berda derdiket, xwe alîkîda ta dida.
— Bavo, bavo, kurdûndao!.. – dengê Letîfê bû, digot û hey jî pêra xwe dikuta. Jinê dorê ancax destê wê digirtin, nedihîştin sûrtê xwe biqelêşe.
Ozman birin heq kirin. Eslanê kal ser fêza mezel sekinî, bi dengekî bilind got:
— Cimet, ez hîvî dikim, deqekê keremkin, xwe ker’kin, gilîkî min heye, ezê bêjim. Ez ku nebêjim, a, emê ber vî mex’berê teze şermî bimînin.
Bira rehma Xwedê ruhê Ozmanê brabe, destê wî ji vê dinê bû, bira wê dinê nebe. Raste, ewî îdî emrê xwe kiribû, lê ne wextê wî û mirinê bû. Îro mirina wî me keder naê. Me keder tê, wekî ew çi halekîda wefat bû. Em gişk jî zanin, rind zanin, wekî ewî emrekî çawa dît, çi rojêd çetin derbaz kirin. Ez korbim ser van çend mehêd emrê wîye kutasîê, ser zelûlî û belengazya wî. De hûn rind zanin Ozman xweyê çi xîret-namûsê bû. Ez korbim ser xîreta wî… — kela girî dabû qirka Eslan, ewî ancax xeber dida. – Em gişk rind zanin, wekî kurê wî van axirya çi anî sêrî. Lê dîsa xîreta wî temûl nedikir, rojekê ew gilî neanî ser zarê xwe. Erê, Ozmanê bra, ez korbim, aqûbeta te çi aqûbeteke xirab bû?
Gilîk heye, ezê bêjim, dive hineka xweş neê, lê wê Xwedê xweş bê. Raste, bi edetê cimeta me, wextê ha serxweşîê didin kur, lê, bi tex’mîna min, îro kurê Ozman jî pêra mirye, ûrta Ozman qelyaye. Lema jî ez hîvî cimetê dikim tenê serxweşîê bidne qîza wî û zevê wî, pêşewitîê wîye dinê tunene.
Eslanê kal xeberdana xwe kuta kir. Cimet kete rêzê û bi sirê serxweşî dane Letîfê û mêrê wê. Kesek nêzîkî Ûsê nebû. Lê Ûsê dûr sekinîbû, serê wî berda bû. Nişkêva ji cimetê tek bû û lez berê xwe da gund, berbi mala xwe çû. Wê rojê şûnda kesekî rûç’kê Ûsê nenihêrî. Çendekî şûnda ewî barkir ji wî gundî çû.
s. 1969-a.
DESTÊ DÊ
DESTÊ DÊ
(Lêgênd)
Dayîka zarêd hûr te’l nexweş bû, nava cyada nele-nela wê bû. Mêr ber sêrî rûniştibû, pê dezmalê xûdana enya kever temiz dikir, ç’evburîê belek dinihêrî û mînanî kizika ser sêlê xweda dişewitî, dihelya. Kevanya mala giran ber ç’evê wî vêdisya, evîntî û rojêd wane derbazbûyî dibûne xewneroşk. Mêr ber cî-nivîne jinê bûbû pepûk.
Nişkêva bengzê jinê xweş bû, ç’evê wê mînanî hercar bûne tas û teê bigota pencê wan tîna germ dane dilê mêrî qerimî. Gumaneke biç’ûk kete dilê mêr, bengzê wî jî xweş bû. Jin vegerya ser mêr, bi ç’evê belek demekê lê nihêrî, destê wî girt û gotê:
— Ezîzê min, ez jî zanim, tu jî zanî, wekî ya min îdî boşe. Ez ji vê nexweşîê ranabim. Ber xwe nekeve, xwestina rebê mine. Dibe yazya min jî ha bû. Eger tu min hiz dikî, tê ber xwe nekevî, wekî van zarokê meye hûr lap êtîm û bêxweyî nehêlî…
Ser bengzê mêr ewrê reş top bûn, teyrokê bibarya û gotî cîk bikuta. Mêr lê hilat û ber dilda hat:
— Tu çira tiştê usa dibêjî? – mêr bi dengekî xeyd gotê. – Kê nexweş nakeve? Ber xwe bide, şikir her tiştê baş derbazbe, tê dîsa mîna xwe hercar rabî û kevantya mala xwe bikî. Hela k’a, teze emir pêşya meye, teze emê rojê xweye xweş derbaz bikin. Her tenê tu dû-dermanê xwe bixwe, zorê bide nan-xwarinê, tê zû rabî nava zar’ê xwe. Ezîza min, ez naxwazim, wekî tu careke mayîn jî xeberê usa bêjî.
Jinê kesereke kûr rahişt, dengekî, dudu kuxya, ç’evê xwe dîsa kuta ç’evê mêr, teê bigota bi wan ev bîn li ber qefesa wêye.
— Na, ezîzê min. Rabûna min tune, tu destê xwe ji min bişo. Nhada derheqa xwe û zarada bifikire. T’u temî-weysetê min tunene, – bi dengekî usa jinê got, ku te tirê ew deng ji binê bîra kûr tê. – Tu ji min rindtir zanî, wekî çi bikî û çawa bikî. Ez zanim, wekî tê paşî min bizewicî. Tu nikarî nezewicî, zarokê te hûrin. Lê her tenê hîvîkirina min ji te ewe, wekî tu paşî mirinê destê min ber zendêda bibirî û bidî dêmarya zarê min… Wexta ew zarê min dikute, bira bi destê min wanxe, destê dê sivike, ewê neêşin û neç’ilmisin.
Dê ha got, serê wê ser alîkîda xwar bû û ç’evê belek ketne hev.
s. 1962-a.
HESP
HESP
(Qewmandin)
Ezî nexweş bûm. Ew çend roj bû min nexweşxanêda paldabû. Palatêda em du heval bûn. Ez bûbûm û hevalekî ermenî bû, navê wî Tîgran bû. Tîgran mêrekî navsere bû, merîkî dinêdîtî bi xeberdan bû.
De, mijûlya nexweşa çibe? Yanê wê derheqa nexweşya xweda têkne pore-por, yanê jî gilîê rojêd derbazbûyî bîr bînin. Vî alîda bextê min lêda bû. Min çawa destpê dikir derheqa nexweşîêda Tîgranra xeber dida, ewî qestîka serhatîke hewaskar danî ortê, wekî ez êşa nexweşîê bîr bikim. Û gilîne usa xweş dikirin, wekî te nexweşî jî, der-dor jî bîr dikirin û dibûyî motacê wî û xeberdanê.
Rojekê jî ewî minra gilîkî ha kir.
— Hela berî şêr ez birime eskerîê. Min Lênînakanêda qulix dikir. Qumandarekî meyî cahil hebû. Hespekî wî hebû. Wexta hevra diketne qoşê, timê ew pêşîê digihîşte cî, mînanî baê brûskê dipekya. Ew jî yekî sivik bû û wextê syar dibû, te digot qey hespêva diqimite. Gelekî ji hespê xwe hiz dikir, timê tîmar dikir, ştaf dikir, ronaya ç’evê xwera xweyî dikir. Nedida tu kesî bajon.
Usa qewimî, wekî ew qumandarê meyî cahil wefat bû. Anîn rihalê wî avîtin ser pişta hespê, eskerekî dizgîn girt û heyata kazirmêda gerand.
Heywane-heywan tê bêjî zanibû, wekî xweyê wî mirye, hêsir bûn ji ç’eva dihatne xwarê. Lê wexta me qumandar bir ç’elkin, hesp jî bi rihalê wîva anîne ser mezel. Hêsir ji ç’evê hespê zya nedibûn. Me qumandar heq kir, çawa edet bû ser mezelê wî hemzerpêd gulla dan. Vegerandinê me kir-nekir hesp nehat. Du eskera dizgîna wî girtin, zorê anîn. Nîvê rê hespê lêda dizgîna xwe ji destê eskera derxist û baê xwe vegerya çû ser mezelê xweyê xwe û pê herdu simê xweye pêşin mezel k’ola. Hetanî em gihîştinê, ewî êpêceyî mezel k’ola. Me zorê ew girt, careke mayîn mezel tijî kir û em vegeryan.
Paşî mirina qumandar hespê wî nehîşt merîkî mayîn lê syarbe. Kirin-nekirin nikaribûn bînine yolê. Xulese, dîtin tiştek jê dernaê, birin avosê grêdan. De hespê avosê jî, tu zanî, îdî bona syarbûnê dest nadin.
s. 1970-î.
Wênekêş Arif Sevinç.