rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

ÎDÎ DERENG BÛ…

 

 

ÎDÎ  DERENG  BÛ…

 

                  Zarê mehela me gelek bûn. Em sibê hetanî êvarê cem hev bûn, me tevayî dilîst. Ro diçû ava, lê lîstika me hela kuta nedibû. Gele cara jî, îlahî bahara û havîna, wexta terî dikete erdê û me îdî nikaribû bilîsta, em ber dîwarekî rûdiniştin û zarê nava meda mezin mera ç’îrok digotin, gilîê gura û de’ba dikirin.

         Te hew dinihêrî hevalekî me radibû û digot: “Nha bavê min hatye, ezê herim malê” û em cîda dihîştin, berbi malê çiqlas dikir. Wexta yekî kinceke teze xwe dikir, dihat nava me û ber xwera diçû. “Bavê min anye”, — digot û jorda kincê xweye teze dinihêrî. Me geleka bi ç’evnebarî li wan dinihêrî û serê xwe dikire ber xwe. Bavê me ne wir bûn, çûbûne ber şêr. Şêr destê me û bavê me ji hev qetandibû. Dayîkê me dha hişk destê me girtibûn.

         Bavê min jî çûbû ber şêr. Dya min bona min her tişt dikir, kincê min, çarixê min didrût.

         Min dinihêrî, wekî kincê min ne mînanî kincê hevalê min rindin, ew kaloşa, sola pêdikirin, lê lingê minda çarixin. Û ez berxwe diketim, xweda dişewitîm.

         — Tişt nake, kurê min, silametî zûtirekê bavê teê bê û kincê teze kurê xweke, — dya min ber dilê minda dihat.

         Lê ew “zûtirek” nedihat. Çar sal derbaz bûn, lê ew nehat. Şer jî kuta bû, lê dewsa bavê min kax’azekî “reş” hat. Rastîê ez nizanim ew kax’az reş bû yanê na, wîda çi nivîsî bûn, lê her tenê min dît, dya min paşî wî kax’azî reş girêda û hêsir ji ç’eva xalî nebûn.

         Û ez bê bav mezin bûm. Dya min him minra bav bû, him jî dê.

         Bîna ber wê her tenê ez bûm. Wexta ezî malda bûma, lê ne ber ç’evê wê bûma, min didît, wekî çawa ç’evê xwe min digerîne û gava ez didîtim, ç’evê wê bi şabûn tijî dibûn.

         Dya mine ter’e-can emrê xwe dabû ser min û temamya bextewarya xwe nava minda didît. Ew sibê hetanî êvarê dixebitî, diçerçirî, hezar te’lî-tengasî didîtin, ancax ebûra mala meye biç’ûk dikir. Wî çaxî min fem nedikir, wî çaxî ezî zar bûm.

         … Heywanê me tunebû. De, gundê ç’yada heywanê kê tunebe, ardûê wan jî tune. (Gundê meda wî çaxî ardû her tenê sergîn bûn). Ez û dya xwe diçûn, me çolê pesarî top dikirin. Ewê şalikeke mezin dida ber xwe, em bestê diketin û me pesarî berev dikirin. Min top dikir, dikire pêşa dya xwe. Wexta pêşa wê tijî dibû, çewalê ser milê xwe dida min, wekî derî bigrim, ewê jî pesarîê pêşa xwe valayî çewêl dikir, ez didame ber, lê bi xwe diçû dîsa topke. Wexta çewal tijî dibû, derê wî girêdida û dikete ber, minra digot, wekî çewêl ser piştêda xarkim. Carna qewata me nedigihîştê. Wî çaxî me çewal nav hevra dikir, kaş dikir, dibir ber kevirekî. Ew dikete ber, milê xwe benê çewêlra dikir. Min jî hevekî qasî qewata xwe komek didaê û ewê çewalê pesarya pişt dikir û digote min:

         — De, bide pêşya dya xwe, em herin, kurê min.

         Min dida pêşîê, lê ew barê giran li piştê pey min dihat. Hertim usa bû: ezî pêşîê, ewe pey min, wekî timê ber ç’evê wê bim, min bibîne.

         Carekê jî em çûne ç’îê pesarya. Dîsa çewalê pesarya pişta dya min bû, ez jî pêşya wê dihatim. Wextê em ji ç’îê peya bûn, çawa qewimî, lingê min şimitî, ez erdê ketim, tulol bûm. Eger hevekî jî tulol bûma, ezê kendêlda biketama. Hetanî nha jî ez nikarim tex’mînkim, wekî dya min bi çi lezê, bi çi zorayê çewalê pişta xwe avît, xwe minra gîhand û ez girtim. Ewê her tenê karibû dest bavêje delinga şe’lê min, deling qelişî, lê ewê pêra gîhand jorda xwe bavêje ser min. Hetanî nha jî dengê qarînya wê ber guhê mine. Pêra-pêra ez rakirim, dame ber dilê xwe û derxistime serê rê. Bîna wê diç’ikya, rûnişt û ez jî dame ber sîngê xwe. Ez bernedam, sîngê xweva guvaştim û girya. Çawa digirya, her ç’evek hiltanî hezar hêsir dibarand. Êpêceyî girya. Hey digirya, hey min dinihêrî. Ç’evê wêda sawa undakirin û şabûna dîtina min tevîhev bûbû.

         Wî çaxî min nizanibû, wî çaxî ezî nezan bûm.

         … Wextê şilî-şoyê derbaharê bû. Ez çûbûm wî berê ç’emê kêleka gundê me û min pîç’ok diçinîn. Êpêceyî ji ç’êm dûrketibûm, gava baraneke usa barî, tê bêjî şerbika jorda dikirine xwar. Hetanî ez revîm hatim gihîştime ber ç’êm, ava wî gur bûbû, ji kenar derketibû, bûbû lêyî, ew der dabûne ber xwe. Ez ditirsyam bikevime ç’êm, derbazbim. Û wî alî ç’êm sekinî bûm, ç’ara min hatibû birînê û digiryam. De nizanim, dya min nava wê xuşe-xuşêda çawa dengê girîê min bihîstibû, û min dî wê çawa direve tê. Gihîşte ber ç’êm, pêra-pêra da nava avê. Lingê wê şimitî, ket, avê lêda bir. Kûre-kûra min bû, ez jî kenarê ç’êmra tevî wê berjêr diçûm. Qe nizanim bi çi qewatê ewê xwe kenarra gîhand, destê xwe avîte zinêr û derket. Gihîşte min, bi wan kincê şilva ez dame ber dilê xwe û qerefîska rûnişt. Ji avê tirsyayî bû, turuş nedikir min derbazke. Em man hetanî baranê vekir. Rex kenar ket hetanî cîkî bi fesal dî û ez derbaz kirim.

         Çeqe-çeqa dev-diranê min bû, min diricifand. Lê ewê tê bêjî serma nedikir: ez dha sîngê xweva guvaştibûm. Ez germ bûm, min îdî nediricifand.

         Wî çaxî min nizan bû, wî çaxî ezî nezan bûm. Paşê min fem kir, wekî agirê hizkirina dê ez germ kirine. Min paşê tê derxist.

         … Sal derbaz bûn. Ez mezin bûm. Min mekteba orte kuta kir. Gotî herim întama bidim û îdara xwendinêye bilindda bême qebûlkirinê. Ezê herim, lê dya min? De, dya mine, wê bimîne, mala wê, halê wê haye. Ezê jî nema jêra bişînim, wextê hêsabûna bêm bibînim.

         Siba ezê herim, wê şevê xew nekete ç’eva, kincê min hazir dikir, tivdîra min didît. Ç’evê wêda him şabûn hebû, him jî xem. Şadibû, wekî kurê wê diçe, dixûne, çawa wê digot, “wê bibe merî”. Berxwe diket, wekî kurê here, jê dûrkeve, îdî herro ber ç’eva nîbe.

         Bi wan ç’evê şa û xem jî ez verêkirim. Hetanî binetara gund minra hat, paşê hate rûê min, xatirê xwe ji min xwest û vegerya. Hevekî çû, sekinî. Û sekinî hetanî ez çum, nepenîêda xar bûm.

         Bûme xwendkar. Neme dihatin û diçûn. Lê nemê wê dha gelek bûn. “Bîna te ji nemê te tê, lao”. Timê wa dinivîsî. Ez cahil bûm, ezî bêxem bûm.

         Wexta hêsabûna vedigeryame malê, bi hizret ez paç’ dikirim, serê min dadanî ser sîngê xwe, zûr dibû li min dinihêrî, tê bêjî bi ç’eva dixwest hizreta dilê xwe ji min hilde. Bi ç’eva motacê min bû û bi ç’eva jî ji min têr nedibû.

         Çi xwarina min hiz dikir, ew çêdikir, kêleka min rûdinişt, nan berda nediçû, zûr dibû min dinihêrî. Derheqa malêda, der-cînar, gundda minra gilî dikir û tê bêjî bi dil tex’mîn dikir, wekî ez dixwazim derheqa çida zanibim, derheqa wê yekêda jî minra gilî dikir.

         Rojtira mayîn kincê xweye bûktîê xwe dikir, rex min diket û em diçûn mala xalê min. Çiqas şa bû, çiqas kubar bû, wekî ez rex wême. Tê bêjî bengzê wê meryara digot: “Hûn dibînin xortekî çawa ji kurê minî taê-tenê derketye? Nha rex dê ketye, diçe mala xalê!..”

         Wî çaxî qet fikra minra jî derbaz nedibû, wekî dya min çiqasî bîra min dike, seheta hesab dike, çika ezê kengê bêm. Dibe, wexta ezî ne li malim, ew xewnêda min dibîne, minra xeber dide, bona min ber xwe dikeve.

         Ezî cahil bûm, ezî bêxem bûm, min tex’mîn nedikir, , wekî dya mine ezîz,  dya mine zêryayî temamya alav-agirê dilê xwe daye min. Min hela nizanibû hizkirina dê çye.

         …Sala duda ez verêkirim. Ç’evê wêda saw hebû. Lê min tex’mîn nedikir. Dîsa hetanî binetara gund minra hat, xatirê xwe ji min xwest û vegerya. Çend gava çû, sekinî. Pişta xwe minda kir. Nexwest ez hêsirê wê bibînim. Pê pêşa şalikê ç’evê xwe temiz kir û lez zivirî, hat gihîşte min. Îdî nedigirya, lê ç’evê wê şêlû bûbûn. Min kir-nekir, venegerya, go ezê bêm hetanî te dikim avtoê, verêdikim.

         Vê carê dya min ber ç’evê min dha belengaz bûbû, dha zêryayî dihate kivşê, mînanî berê lezo-bezo nîbû. Saweke mezin ç’evada hebû. Min tex’mîn dikir, wekî dilê dya min ji tiştekî ditirse, lê min qutar nekir jê bipirsim. Min bipirsya jî – tu cara nedigot. Qet xema dilê xwe dikire dilê kur?

         Hetanî ber avtobûsê minra hat. Teyax nekir, xwe avîte pêsîra min û girya. Kela dilê min jî tijî bû, hêsir ji ç’evê min hatine xwarê. Gava hêsirê min dîtin, tirsya, gavekê ji min dûrket, zûr bû, min nihêrî. Paşê minra kire şer û bi devê ken ez verêkirim.

         Çend meh ketine ortê. Cab kir, wekî ez herim. Êvarê dereng gihîştime malê. Dya min nexweş nava cyada bû. Wexta derda çum, zivirî, alîê min nihêrî. Çend hêsir ser sûretê wêra gulol bûne jêrê. Stûê wê alîê minda xar bû. Ez çûme rûa, min destê wê paç’ kir, kêlekê rûniştim, da xeberdanê. Min lênihêrî dya min nikare pakî xeberde. Minra gotin, wekî ji tirsê ev nexweşî gihîştîê. Şev radizê, xewnê dibîne, wekî min ber ç’evê wê şerjê dikin. Dike qarîn û ji nava cya banzdide. Wê rojêda dengê dya min tê birînê. Me’nî ez bûme.

         Ew çendek bû ez kêleka dya xwe ranedibûm. Stûê wê alîê minda timê xar bû, zûr bûbû ç’evê min dinihêrî, hêsir bûn jorda dihatne xwarê, lê zar nedigerya. Bi ç’eva minra xeber dida, bi ç’eva dilê min dihesya. Wexta ez radibûm, nava malê diçûm-dihatim, bi ç’eva min digerya û gava ez didîtim, tê bêjî ç’evê wê rehet dibûn. Kengê ç’evê wê giran dihatne ser hev, êmekê ditemijî. Min tirê razaye. Lê nişkêva ç’evê xwe vedikir, pêra-pêra dîsa min digerya û bi ç’eva gazî min dikir, wekî bêm kêlekê rûnêm.

         Cara kutasîê destê min hilda, da ser ç’evê xwe. Êpêce wext destê min berneda. Ç’evê wê bin destê minda direqisîn. Min tex’mîn kir, wekî kefa destê min şil bû. Min dît bin destê minra hêsirê wê hatin, daketin ser sûret. Destê min ser ç’eva, e’nya dya min sar bû. Min destê xwe hilda, dît, ç’evê wê ketine hev. Destê min ser ç’eva dya min tex’dîr da.

         Daê can, tê bibaxşînî, ezî wî çaxî cahil bûm, ezî wî çaxî nezan bûm. Paşê her tişt fem kir, her tişt tex’mîn kir, her tiştî hesyam û qîmet kir, gava ez bûme bav. Lê îdî dereng bû…

          

s. 1975-a 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *