amarikesardar
MÎKAÊLÊ REŞÎD
SIFETÊ ÇEND MERIVÊ WEXTÊ MIN:
MÎKAÊLÊ REŞÎD
(Kerîk ji pirtûka E.Serdare bîranîna – “Mukurî”)
Şayîrê meyî xweyşuret Mîkaêlê Reşîd hevalê minî nêzîk bû û navbera me gelekî xweş bû. Raste, temenê meda firqya 10 sala hebû, lê ew yek nedibû menî, wekî em hevaltîke baş nekin. Û îro, gava ji wedê mirina wî gele sal derbaz bûne, min çetin tê, ku derheqa wî şayîrê meyî eslîda gele kêm tê nivîsarê. Çawa ez zanim, her tenê Eskerê Boyîk û Tosinê Reşîd derheqa wîda nivîsîne. Lê ew şayîr û merivekî usa bû, ku layîqe derheqa wîda hertim bê nivîsarê û bîranînê. Ew şayîrekî usa bû, ku mekteba şayîrtîê derbaz bûbû, û ew yek nava efrandinê xweda xwey dikir. Ezê paşê bêjim ew çi mekteb bû.
Mîkaêlê Reşîd sala 1927-a bajarê Tbîlîsîêda hatye dinê. Ew û herdu xûşkê wî hela binbêjing bûn, gava bavê wan Reşîd çû rehmetê. Xweykirina wan hersê zara kete stûê dayka wan Zeynevê. Mîkaêl bajarê Tbîlîsîêda mekteba ermenyaye navîn xilaz kir û hate Yêrêvanê fakûltêta ziman û edebyetê ya înstîtûta ermenyaye pêdagogîêye ser navê X.Abovyanda hate qebûlkirinê. Mîkaêl hela wextê şagirtîê şiêr bi zimanê ermenî dinivîsîn. Wexta ewî înstîtûta pêdagogîêda dixwend, şiêra wîye eyan “Bi zimanê ermenî” rojnema “Grakan têrt”-êda neşir bû. Ewê usa kir, ku serkarya Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê guhdarîê bide ser Mîkaêlê Reşîd. Û bi navçîgarya serkarya vê Yekîtîê M.Reşîd înstîtûta Moskvaêye edebyetêye ser navê M.Gorkîda xwendina xwe pêşda bir. Vêderê gele şayîrê rûsa û miletê mayîne paşwextîêye eyan hevaldersê wî bûne: Parûyr Sêvak, Natalya Dûrova, V.Soloûxîn û yêd mayîn. A vê înstîtûtêda ew mekteba edebyetêye eynsî derbaz bû û rind haj têorîa edebyetê, îlahî poêzîaê, hebû û ew yek emirda dida mîaserkirinê. Eva yeka jî bû menî, wekî paşwextîêda M.Reşîd çend gotarê giranbaha nivîsîn derheqa pirsêd edebyeta meye wextê sovêtîêda, nimûnê zargotina meda.
Paşî xilazkirina înstîtûtê Mîkaêlê Reşîd vegerya Ermenîstanê û rojnema nehya Aştarakêda derbazî ser xebatê bû. Û gava careke mayîn rojnema “Rya teze” dîsa hate weşandinê (s.1955-a), Mîkaêl rêdaksîa rojnema kurdîda xebitî pêşîê çawa korêktor, paşê çawa wergêr (tercmeçî). Ewî gele sala ew xebat kir û neyara nehîştin, wekî ew bibe endamê partîa komûnîstîê. Lê çawa eyane, yekî ne endamê partîa komûnîstîê bûya îzna wî tunebû qulixê bilindda kar bike. Û gava Mîkaêl hate bawerkirinê, wekî rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da pêrspêktîvê pêşdaçûyîna wî tunene, ew para radîoa Yêrêvanêye kurdîda derbazî ser xebatê bû çawa wergêr. Hetanî dawya emrê xwe (s.1985-a) ev xebat dikir.
Raste, pêşîê Mîkaêl bi zimanê ermenî diefirand. Lê zûtirekê bi saya xebathizî û şureta xwe ewqasî baş hînî kurdî bû, wekî ne ku tenê bi kurdî diefirand, lê usa jî nimûnê edebyeta ermenya werdigerand kurdî. Mesela vê yekêye geş efrandinê şayîrê ermenyayî sedsalya navîn Nahapêr Kûçake, ku ewî ji ermenî wergerandye kurdî û bi pirtûkeke başqe daye çapkirinê (s.1983-a).
Hetanî nha çendik-çend berevokê wîye bi kurdî û ermenî hatine çapkirinê. Lê 3 pirtûkê wî bi zimanê rûsî Moskvaêda hatine weşandinê. Bona xwendevan tem û akla poêzîa wî tex’mîn bikin, ez çend xetê şiêreke wî bînim:
Rê dûr bûye, çetin bûye,
Ser rê dûman û mij bûye,
Cimeta min bêç’ar bûye.
Lê şiêra wîye “Qîza kurda” bûye kilam. Aramê Tîgran miqamê wê hinartye, û nha ew kilam ne ku tenê dengxana radîoa Yêrêvanêda tê xweykirinê, lê usa jî bawer bikî bi hemû radîostansîaêd kurdîda tê dayînê. Aha çarxetê wê kilamê:
Gelo ew kîye?
Ji çi eslîye?
Şede ezmane,
Qîza kurdane.
Lê berevoka wîye bona zara “Pişîka min” rastîê jî hizkirya zaroka bû. Ez zanim, wekî gele zara gele efrandinê wê berevokê ezberî zanibûn.
Çawa min îdî gotye, Mîkaêlê Reşîd zef baş zimanê ermenî zanibû û antologîa edebyeta kurdê sovêtîê bi zimanê ermenî hazir dikir. Ewî serhatya mine “Em çûne aş” bona wê antologîaê wergerandibû ermenî. Wergêra wê serhatîê hetanî nha jî arxîva minda tê xweykirinê. Lê, telebextra, mirina bêwext nehîşt ew wî şuxulî bîne sêrî.
Ez dixwazim vêderê çend gilya jî bêjim derheqa Mîkaêlê Reşîdda çawa meriv. Ew merivekî gelekî merivhiz bû û meriva bawer dikir. Saxê dilê xwe bû, çawa dibêjin, çawa ew bû wî tirê gişk usanin. Ez meseleke biç’ûk bînim. M.Reşîd rind kişik (şaxmat) dilîst û hertim paşî xebatê dihate rêdaksîa rojnema “Rya teze” û Qaçaxê Mirad, Karlênê Çaçanî, Egîtê Xudora kişik dilîst. Û gava dibir gelekî kêfxweş dibû. M.Reşîd guhada hinekî belengaz bû, rind nedibihîst. Min jî kişik pakî nizanibû, her tenê gavê fîgûra zanibûn. Ewî ew yek zanibû û rojekê minra got: “Were ez û tu kişika bilîzin”. Qaçaxê Mirad hazir bû. Ewî ç’ev kire min, wekî qayîlbim. Min go: “Erê, were em bilîzin”. Qaçaxê Mirad piş min sekinî, giva dîna xwe dide lîstikê, lê hêdî minra digot çi gavê bikim. Min usa jî dikir. Lîstik pate xilaz bû û M.Reşîd ecêbmayî ma:
— Kuro, lê te digo ez pakî kişika nizanim bilîzim… Lê eva çi bû?
Ewî usa jî tex’mîn nekir, wekî ew ne lîstika min bû, lê ya Qaçaxê Mirad bû.
Mîkaêl merivekî xeberxweş bû. Xeberdana wî mînanî poêzîa wî bû – zelal, ferih û hewas. Ew rind haj dîroka edebyeta hemdinyayê hebû, 3 ziman – kurdî, ermenî, rûsî – wekehev zanibû, dicedand xeberdana xweye kurdî bi fraz û îdîomê zimanê me bide xemilandinê.
Yêrêvanêda fêza avayê Opêraê û balêtê cîk hebû kartol rind diqelandin. Bajêrda ew eyan bû çawa “kartolxana Têmûr”. (Raste, navê serkarê wê Têmûr bû, lê ne kurd bû). Gele cara berî xilazbûna xebatê Mîkaêl minra têlêdixist, wekî cîkîda neçin, emê tevayî herin kartolxana Têmûr. Em diçûn, me kartolê qelandî, avceh hiltanî û Mîkaêl destpê dikir şiêrê xweye tezenivîsî minra dixwend. Ez dibûme xwendevanê wan şiêraye pêşin.
Mîkaêl dixwest qîza Emînê Evdale Şe’rê bistîne. Lê nedanê. Aha ewî derheqa vê hesîna xweda çi nivîsye:
Wey li min, wey li min,
Emîn Şe’rê nade min,
Wê çawabe halê min?
Paşê M.Reşîd zewicî. Kevanya wî rûs bû, navê wê Galya bû. Kur û qîzeke Mîkaêl hene. Navê qîza wî Yûlyaye, ewê û Sêrgêy kurê wî fakûltêta ziman û edebyeta rûsî ya zankoa Yêrêvanêye dewletê xilaz kirine. Nha Yûlya mektebeke Yêrêvanêda dixebite, Lê Sêrgêy Moskvaêda dimîne û çendik-çend sala kanaleke têlêvîzîona Rûsîaêda xebitye. Kurekî Sêrgêy heye. Ewî navê bavê xwe lêkirye.
Çawa min got, M.Reşîd sala 1985-a çû ser dilovanya xwe, û me ew mex’berê gundê Yêx’êgnûtê (Qamûşlûa berê, nehya Hoktêmbêryanê) rex qebra dayka wî Zeynevê teslîmî axê kir. Eferim Sêrgêy kurê wîra ser mezelê bavê heykelekî bêqusûr daye çêkirinê.
2013
Çend gotara jî bixûnin ji sîkla «Sifetê çend merivê wextê min»:
QAÇAXÊ MIRAD (MÛRADOV XAÇÎK ŞABABOVÎÇ)
ŞIKOÊ HESEN
SIFETÊ ÇEND MERIVÊ WEXTÊ MIN:
ŞIKOÊ HESEN
Van dawya min tex’mîn kirye derheqa şayîr û nivîskarê meda, ku çûne rehmetê, kêm tê nivîsarê û bîranînê, îlahî wexta qewm û pismamê wane nêzîk, zureta wan û pêşewitîê wan tunene yanê ewqasî jî aktîv nînin. Hilbet, eva yeka ne tiştekî başe û şêkirandina emekê wan, keda wan, bîrnekirina nav û kirinê wan dikeve ser milê wan merya, ku wextêda ew naskirine, tevayî xebitîne û zanibûn ew jiyanêda merivne çawa bûne, xeysetê wan çawa bûye, çi qewmandinê emrê wane hewaskar hebûne û yêd mayîn.
Bextê min lêdaye min gelek wekîlê edebyet û çanda me, ku çûne rehmetê, ne tenê nêzîkva naskirine, tevayî xebitîne, lê heval û hogirê heve nêzîk bûne. Hilbet, ji wana heryek weke emekê xwe bû, herkes nîbû, ku steyrka geş bû, lê gişta tevayî, heryekî weke hunurê xwe alîkarî dida pêşdaçûyîn û dewlemendbûna edebyet û çanda me. Lema jî gerekê wana bîr nekin û heryekî weke emekê wî qîmetkin bona dîrok paşwextîêda elek-bêjinke û cîê heryekî kivşke.
Ez, çawa wekîlekî wê silsiletê (ku bi qewlî tê navkirinê çawa silsileta duda û, telebextra, gelek kêm mane), borcê xwe hesab dikim pirî-hindikî nasya xwendevana bidme wan efrandarê me, ku min wextêda nêzîkva naskirine û em tevayî xebitîne. Dibe hinek gotinê min hineka xweş neên yanê wanra dest nedin, lê ez ruhê xwera qelpîê nakim û dinivîsim usa, ku çawa hebûye. Hilbet, dîroka meda, çawa ya hemû gelada, her tişt rast û dûz nîbûye, hilketin, daketin hebûne. Ew prosêseke obyêktîve, lê gotî heqî ser her tiştîrabe û rastî bê gotinê û qîmetkirinê. Çiqas qewata min hatye, min cedandye usabe.
Aha ji wana yek, ku ewqasî jî naê bîranînê û qîmetkirinê, şayîrê bi şuret, zanekî zimanê kurdîyî erhede Şikoê Hesene, ku ez dixwazim derheqa wîda çend gilya bêjim.
Sala 1959-a bû. Ez gund bûm. Min bihîstibû, wekî Şikoê Hesen hatye radîoa para kurdîda dixebite. Rojekê jî nava xeberdanada dewsa “xeberê teze” hate gotinê “deng û be’sê teze” (“Xeberê teze” bi tu tiştî kurdîra naê girêdanê û bona guhê kurda tiştekî xerîb bû). Ez paşê pê hesyam, wekî Şikoê Hesen ew tezetî kiribû nava radîoxeberdanê kurdî.
Bextê min lêda weke salekê ez û Şiko tevayî radîoêda xebitîn. Min zanibû, wekî ew sala 1928-a gundê Camûşlûêda (nehya Aparanê, Ermenîstan) hatye dinê. Aha akadêmîkê Akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye miletîê Şekroê Xudo çi gotye derheqa Şikoê Hesenda: “Em hevalên hev bûn, şeş salan em di dersxanekêda hevra hîn bûne. Paşî xwendina dehsalîê ew çû bi rya fîlologîê, ez – dîrokê.
Merivekî pir xwendî û zane bû. Ez timê zendegirtî dimam, ku ewî ji kîderê pirtûkên cûre-cûre li gundê xweyî biç’ûk dest dixist û dixwand”.
Şikoyî 5 salî bû, gava bavê wî çûbû rehmetê û ew êtîm ma. Apê wî Sofî ew, birê wî Xemo (ku paşwextîêda bû dengbêj û sazbendekî erhede), xûşka wî Zozan xwey kirin, mezin kirin, gîhandin mirazê wan.
Şikoê Hesen para rohilatzanîê ya fakûltêta ûnîvêrsîtêta Yêrêvanêye dewletêye fîlologîê xilaz kirye, çend sala Abxazîaêda mektebê ermenyada ders daye, paşê sala 1959-a vegeryaye Yêrêvanê, radîoxeberdanê para kurdîda çawa tercmeçî dixebite.
Ez hela şagirt bûm, gava min oçêrka wîye delal derheqa kurdê Ermenîstanêda rojnema “Sovêtakan Hayastan”-êda xwend. Ew oçêrk gelekî delal hatibû nivîsarê û wêda ewî xebera “Camûşlû” (navê gundê xwe) şirovekiribû û dabû kivşê, wekî ew xeber erebîye û nîşan dide cîê gamêşa (camûş – gamêş, lû – cî).
Radîoêda Şiko çawa tercmeçî dixebitî. Raste, ewî dereng tercme dikir, lê usa tercme dikir, wekî te nikaribû xebereke tercma wî derxî yanê biguhêzî. Ewî zimanê kurmancî bêqusûr zanibû. Wextê ûnîvêrsîtêtêda hîn dibû, xwendkarekî zimanzanê ermenyayî mezin, akadêmîk Hraçya Aç’aryanî hizkirî bû. Ew timê diçû mala Hraçya Aç’aryan. Û gava H.Aç’aryan ji ûnîvêrsîtêtê derxistin, êpêce nerehetî dane Şikoê Hesen jî, çimkî ew nêzîkî Aç’aryan bû. Şuxul gihîşte wê yekê, ku çend cara pirsa wî Komîtêa ûnîvêrsîtêtêye komsomolada hate enenekirinê.
Şikoê Hesen şayîrekî meyî gelekî merîfet bû. Şiêrê wî mînanî ava kanya ç’ya zelal bûn, eynsî bi ruhê kurdîtîê hatibûne nivîsarê. Xwendevanê wî gelek bûn, û gava pirtûka wîye pêşin “Qalç’îç’ek” (1961) çap bû, nava çend rojada temamya tîraja wê hate firotanê. Paşwextîêda, wexta hela sax’ bû, 2 pirtûkê wî jî hatine çapkirinê – “Tembûrê kurda” (1965) û “Meremê dilê kurd” (1970). Paşî mirinê berevoka wîye “Perwaza welêt” neşir bû. Wanda hîmlî şiêr û balad bûn. Têma kurd û Kurdistanê mînanî têlekî sor nava van efrandinara derbaz dibû. Ew ji ruhê wî dihat, mînanî hineka ser vê yekê nedilîst û nikaribû bi wî cûreyî nav û hurmetê qazancke. Dibe menya vê yekê ew bû, wekî ewî gişka zeftir zulma tunebûna welatê serbest û azaya gel tex’mîn dikir. Ew ser vê yekê şewitî bû. Şedetya vê yekê poêma wîye “Xewna min”-e.
Telebextra, hevaltya me tenê salekê kişand. Sala 1960-î Şikoê Hesen aspîrantûraêda hate qebûlkirinê û çû Lênîngradê (nha Sankt-Pêtêrbûrg). Serkarê wîyî ulmî Î.Sûkêrman bû.
Çira Qanatê Kurdo qayîl nebû bibe serkarê wîyî ulmî? Wî çaxî Qanatê Kurdo çend gotar nivîsîn derheqa rastnivîsara zimanê kurdîda û ew gotar rojnema “Rya teze”-da hatine çapkirinê. Emînê Evdal derket dijî fikrê Qanat û pirtûkek neşir kir derheqa rastnivîsara zimanê kurdîda û gihîşte wê yekê, wekî wezîreta Ermenîstanêye ronkayê ew qebûl kir çawa pirtûkeke usa, ku hesab dibû nimûna rastnivîsara kurdî û hemû îdarê meye xwendinê û prêsaê borcdar dikir, wekî bi wê rastnivîsarê bêne serkarîkirinê (ew jî wî çaxî, gava Emînê Evdal qanûnê zimanê ermenî hildabû danîbû ser zimanê kurdî, lê Qanatê Kurdo nikaribû ev yek qebûlkira. Çawa êtnograf Emînê Evdal fikra zaneê zimanê kurdîyî mezin Qanatê Kurdora hesab rûnenê, ku hela salêd 1940-î dereca fîlologîêda dîsêrtasîa kandîdatîê xweykirye û temamya emrê xweda her tenê pirsêd zimanê kurdîva mijûl bûye?). Xênji wê, Emînê Evdal û terevdarê wî Şikoê Hesen mecbûr kirin rêsênzîa wê pirtûkê binivîse û rojnema “Rya teze”-da bide çapkirinê, fikrê Emîn xweyke û bipesine, lê fikrê Qanatê Kurdo rexneke û înkarke. A lema jî Qanatê Kurdo nexwest bibe serkarê Şikoyî ulmî.
Ew çi ku ez dinivîsim, fikra mine sûbyêktîv nîne, ez derheqa wê yekêda xût ji serkanîê zanim. Paşî wê yekê, gava Q.Kurdo qayîl nebû bibe serkarê Şikoyî ulmî, ku paşwextîêda bû menya pûçbûna yazya Şikoye ulmî, ewî timê derheqa vê yekêda minra digot û gelekî berxwe diket, çira rêsênzîa usa nivîsî. Şiko usa jî digot: “Min çira usa kir? Wekî min usa nekira, Qanatê serkarî min bikra û minê jî karibûya dîsêrtasîa kandîdatîê xweykira usa, çawa hemû aspîrantê wî xweykirin!”. Şikoê Hesen hema usa jî minra digot û ew rast bû – rastîê jî hemû aspîrantê Q.Kurdo (weke 20 merî) dîsêrtasîaê kandîdatîê û doktorîê bi açixî xweykirin, wî çaxî, gava hemû kurdzanê Ermenîstanê tevayî hildayî qe aspîrant-kurdzanek jî hazir nekirin. Lema jî îro kurdzanî Ermenîstanêda nemaye, tu kurdzanekî kurd tune.
Wextê xwendina aspîrantûraê Şiko nexweş ket, çend meha nexweşxana Tbîlîsîêda ma. Paşê vegerya, hate Yêrêvanê û sêktora kurdzanîêda ya para Akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye rohilatzanîêda xebitî. Dîsêrtasîa xwe hazir kir û wextê enenekirina sivte Maksîmê Xemo pêxem lêxist, nehîşt xweyke. Yêrêvanêda kvartîra dabûne Şiko. Kvartîra wî nêzîkî rya hesin bû. Kurekî wî ketibû bin poêzdê (trêînê) û çûbû rehmetê. Şiko kvartîra xwe guhêrî û çû Tbîlîsîê û wêderê jî sala 1976-a çû rehmetê.
Sed yazix, wekî Şiko ewqasî zû wefat bû. Şiko bima, bi saya wan zanebûnê xweye k’ûr û dewlemend wê karekî mezin bida çanda me, ez îdî nabêjim derheqa poêzîa wîda. Hetanî nha çend berevokê şiêrê wî çap bûne û bawer bikî gişk jî pirtûkê ser textê xwendevanaye hizkirîne. Gava sala 1959-a Ermenîstanêda bi ssênarîa Ereb Şamîlov kînofîlma dokûmêntal “Kurd li Ermenîstanê” hate kişandinê û nîşandayînê (zimanê kînofîlmê ermenî bû), bi spartina organêd hemcab Şikoê Hesen têksta wê kînofîlmê tercmeyî kurdî kir û xwexwa jî xwend. Ew fîlm bi zimanê kurdî Kurdistana Îraqêda hate nîşandayînê. Ewî usa jî çend radîokompozîsîaê bi zimanê kurdîda rolê sereke lîstine.
Rojekê jî, gava min û Şiko têksteke ermenî tercmeyî kurdî dikir, bona pirseke rêzimana (gramêra) ermenî orta meda hucet pêşda hat. Me yekî digot raste, yê mayîn digo na, neraste. Bona safîkirina wê pirsê, çika kî me raste, em çûne rêdaksîa ermenya. Çend xebatçî rûniştibûn, nava wanda bû usa jî rêdaktorê sereke Harûtyûnyan. Me go:
— Kê ermenî rind zane?
Bû pîrqînya wan, kenyan, gotin:
— Hela van kurda binihêrin! Hatine mera dibêjin, kê ermenî rind zane!
Me got:
— Gilî derheqa pirseke rêzimana ermenîdane.
Em û ew ketine hucetê û dawîê hate îzbatkirinê, wekî Şikoyî raste.
Paşwextîêda gava wedê xeberdanê me zêde kirin, kirine sehet nîvekê, 3 rêdaksîa (ya ermenya, ya ereba û ya kurda) gîhandin hev û kirine serwêrtî. Jêra digotin ÎNO. Hevtê carekê wan hersê rêdaksîa tevayî civat (lêtûçke) derbaz dikirin. Wextê civateke usa xebatçîkî me rabû, pêşdanîneke ha kir:
— Qinyatê me hîmlî ermenîne. Wê dha rastbe, wekî yekî ermenî rêdaktorîê wan qinyata bike, paşê em welgerînin kurdî.
Ji hazira çend merya piştgirya vê pêşdanînê kirin. Harûtyûyan, ku şedê wê huceta me bû û serekê serwêrtîê bû, hilda ha got:
— Heyran, rêdaksîa kurdîda kadrê cahile usa hene, ku dikarin me hînî zimanê ermenî bikin. Ezê çawa rabim ser wanra yekî ermenî kivşkim?
Raste, eva îdî çendik-çend sale Şikoê Hesen ne nav medane, lê bi poêzîa xwe, xeysetê xweyî merivayê, zanebûnê xwe hertim tevî meye û em, heval û hogirê wî, timê wî bîr tînin. Tiştekî şabûnêye, wekî ne ku tenê kurdê sovêta berê navê Şikoê Hesen bîr nakin û bi hizkirin bîr tînin, lê usa jî ew kurdê welatê dereke, ku maşoqê poêzîa kurdane.
Çend gotara jî bixûnin ji sîkla «Sifetê çend merivê wextê min»:
QAÇAXÊ MIRAD (MÛRADOV XAÇÎK ŞABABOVÎÇ)
NADO MAXMÛDOV
SIFETÊ ÇEND MERIVÊ WEXTÊ MIN:
BÎRANÎNÊ MIN DERHEQA
NADO MAXMÛDOVDA
(Kerîk ji pirtûka E.Serdare bîranîna – “Mukurî”)
Min derheqa Nado Maxmûdovda zef zûda bihîstibû, lê ew nêzîkva dha rind nas kir, gava ew dixebitî çawa sedrê komîtêa dewletê (wezîret) alîê bêcerkirina pembuda, wê şûnda çawa wezîrê malhebûna Ermenîstanêye komûnal. Ew merivekî usa bû, wekî temamya Ermenîstanêda hatibû naskirinê û hizkirinê. Û em kubar dibûn, wekî wekîlekî miletê me gihîştye wê derecê û navekî usa qazanc kirye. Aha nivîskarê ermenîyî eyan, klasîkê edebyeta ermenya Dêrênîk Dêmîrç’yan derheqa Nado Maxmûdovda nava oçêrka xweye “Deşta Araratê”-da çi nivîsye: “Em mala Nado Maxmûdovda rûniştîne. Şayîrêd me Avêtîk Îsahakyan, Naîrî Zaryan û ez. Heval eslê xweva kurde û nha komnehya Hoktêmbêryanêda katibê partîaêye…
Nehîêda gelek binelîêd kurd hene. Û, hilbet, ev nîne mene, wekî Nado borcdarîke usaye cabdar hildaye ser xwe – wê nehya pirdewlemendda bixebite. Ew merivekî serxwe, canfîda û aqile, gişk – ermenî û kurd wî hiz dikin.
Nado zef rind zimanê ermenî zane, dîroka me zane, klasîkêd ermenî zane û hiz dike, yêd teze jî zef rind zane.
… Nado wetenperwarekî cimeta xweye kurdî mezine. Ew cimeta xwe hiz dike, folklora wê zane, daxuliqandina wêye kûltûrîê dixwaze, bona her gaveke wêye pêşdaçûyînê guhdare.
Nado bi nefsa xwe û xeysetê xweva mesela bratya cimetêd ermenî-kurde întêrnasîonale”.
Nadoê Xudo Maxmûdov sala 1907-a gundê X’aranlûx’êda (nehya Martûnîê) mala şivênda hatye dinyaê. Têlêbextra, nha ew gundê kurdê musulman tune. Mirina bavêye bêwext, xerêka malêye giran Nadoê tifal mecbûr kirine 10 salîêda darê dûajo bigre xwe û pezê dewletîê gund biç’êrîne.
Bîranîn-serhatya xweye “Dersdara mine r’em”-da ew bi hizkirin û qedirgirtineke mezin derheqa dersdara xweye ermenîye pêşinda dinivîse, bal kîjanê çawa “guhdarê aza” hînî herfa dibe, gava tevî wan dersa dibe, ku ewê dersdarê bi heq dida kurê dewletî. Paşwextîêda ewî fakûltêta dîrokê ya zankoa Yêrêvanêye dewletê xilaz kirye.
N. Maxmûdov gund û nehîêd kurdada xebata teşkîldarîê, terbyetdarîê û ronaykirinêye mezin kirye, cîyada alîkarî daye kurdêd xebatkar, hazirkirina kadrêd miletîê.
N. Maxmûdov gelek wext organêd partîaêda xebitye (katibê komnehîêd Aparanê û Hoktêmbêryanêye partîaêye pêşin), sala 1939-a bûye komîsarê cimetîê yê malhebûna RŞS Ermenîstanêye komûnal, dewsgirtîê wezîrê rêspûblîkaêyîtransportêyî pêşin. Gelek cara hatye bijartinê çawa dêpûtatê parlamênta sovêtîê, parlamênta Ermenîstanê. Bona xebata mexlûqetîê-teşkîldarîêye erhede ew bi ordên û mêdalêd hukumetê hatye rewakirinê, layîqî navê şuxulkarê RŞS Ermenîstanêyî çandêyî emekdar bûye.
Gava Mêrxasê meyî miletîêyî lêgêndar Mistefa Barzanî hate Ermenîstanê, katibê kommerkezya PK Ermenîstanêyî duda, Mêrxasê Yekîtya Sovêtîê Semend Sîabandov û Nado Maxmûdov rêberya wî dikirin. Tevî wî çûne gundê kurdaye Cercerîsê (nehya Aparanê) û Heko (nehya Talînê). Nado Maxmûdov usa jî Mistefa Barzanî teglîfî mala xwe kir.
Nado Maxmûdov sala 1991-ê çû rehmetê, goristana Yêrêvanêye Zêytûnêda hate definkirinê.
Sala 1997-a bi hereketê sêksîa nivîskarê kurda û Şêwra rewşenbîrê kurd 90-salya bûyîna Nado Maxmûdov hate derbazkirinê. Civata şaynetî sera Mala Yekîtya nivîskarê Ermenîstanêda derbaz bû. Wêda gele nivîskarê kurd û ermenî hazir bûn. Doklada hîmlî min da.
Wê xebata partîaê û civakîra tevayî N. Maxmûdov usa jî pirsêd dîroka cimeta kurdva mijûl bûye. Sala 1959-a Yêrêvanêda kitêba wîye dîrokêye gelekî qîmetlî “Cimeta kurd” bi zimanê ermenî ronkayî dît. Ew oçêrkeke dîrokêye derheqa rya cimeta meye derbazbûyîda – ji wedê qedîmî girtî hetanî rojêd me. Lazime bidne kivşê, wekî ew Yekîtya Sovêta berêda xebateke pêşine tam bû derheqa dîroka cimeta me.
Nado Maxmûdov usa jî naskirîye çawa nivîskarekî sovêtîêyî kurd. Ewî gelek roman, serhatî, bîranîn nivîsîne û bi pirtûkê başqe-başqe ronkayî dîtine. Ewî hîmlî bi ermenî dinivîsî, min û Wezîrê Eşo ew efrandinê wî weldigerandin kurdî. Ez naxwazim vêderê derheqa şuxulkarya Nado Maxmûdove edebyetêda binivîsim (derheqa wê yekêda min gelekî nivîsye û rojneme, kovarêd ermenî û kurdîda dane çapkirinê). Ez dixwazim vêderê binivîsim, wekî Nado Maxmûdov merivekî çawa bû. Aha çend êpîzodê hewaskar ji emrê wî.
Nado Maxmûdov mêrekî bejnbilindî, gelekî bedew bû. Merivekî xeberxweş bû, devken, laqirdçî, gelekî culet, tu tiştekî neditirsya.
Me zanibû kevanya Nado Maxmûdov Êmma bi eslê xweva ermenî bû. Wextê xweda ew û Nado ser hev bengî bûbûn, lê dê-bavê Êmmaê qayîl nedibûn qîza xwe bidne xortê kurd. Lema jî Nado mecbûr dibe Êmmaê birevîne. Paşî revê çend cara merya dişîne mala bavê Êmmaê hevdu bên. Lê dê-bavê Êmmaê qayîl nabin. Nado Maxmûdov gilî dikir:
— Ez mecbûr bûm tenê, xwexwa herim mala xezûrê xwe. Ewana ez nas nedikirim. Mala wanda min destpê kir derheqa zevêda baş xeberda, pesnê wî da, wekî ew xortekî çiqasî xwendî, aqil û bedewe. Bavê Êmmaê ha got: “Ê, bira, zeva qe na mînanî te bûya, tişt nedikir, wekî ji miletekî mayîne”. Min hilda jêra got: “Çi ji te veşêrim, çi ji Xwedê veşêrim. Yê Êmma revandye ezim. Nha çi dixwazin bikin”. Neferê malê ç’evê hev nihêrîn, vebeşirîn û ez bi dil qebûl kirim. A bi vî teherî navbera min û malxezûrê min xweş bû.
Wexta Nado Maxmûdov dixebite çawa katibê komîtêa nehya Hoktêmbêryanêye partîaêyî pêşin, gele cara serkarya rêspûblîkaê diçû wê nehyê bona zanibe xebata gund çawa pêşda diçe. Ew salê Şerê Wetenîêyî mezin bûn, her dera kadrê serkar diçûne cya û xebatçî didane mobîlîzasîakirinê.
Rojekê jî sedrê Sedirtya Sovêta RŞS Ermenîstanêye tewrebilind Masak Papyan diçe nehya Hoktêmbêryanê, ew û Nado Maxmûdov tevayî diçine deştê. Ew deştê kolxoza gundê kurdayî Qamûşlûê bûn. Wexta digihîjne cî, dinihêrin çend kulfetê kurd deştêda dixebitin. M.Papyan Nado Maxmûdovra dibêje, wekî wî hînke çawa kurmancî silavê bide wan kulfetê kurd. Çawa min gotye, N.Maxmûdov merivekî laqirdçî bû, dixwest hertim xweşîê xwe merya bike. Vê carê jî dewsa silavê Papyan hînî ç’êra dike. N.Maxmûdov digot û dikenya:
— M.Papyan nêzîkî wan kulfetê kurd dibe û çi ku min gotîê, dibêje jina. Jin hêrs dikevin, didine p’ela xwe dirêjî Masak Papyan dikin. Min pêşya wan girt û got Masak Papyan kîye. Jina jî gotin: “Lê çira mera dide ç’êra?”. Papyan jî ecêbmayî ma, wekî ewî silav daye wan jina, lê ewana çira usa cina ketin? Min jêra got: “Hevalê Papyan, kurmancîda derbdayîna xebera fikrê dide gihastinê. Min tera got silavê ha bidî wan, lê te xeber bi derbdayîneke mayîn got, lema jî silav bû ç’êr”, — digot û xweş-xweş dikenya.
Nado Maxmûdov merivekî helal, temiz, timê alîê rastîê bû. Ewî gilî dikir (gilî derheqa destpêka salê 30-îdane), wextê dixebitî çawa katibê komnehya Aparanêye partîaêyî pêşin, qirar tê stendinê, wekî sedrê sovêtê gunda bi ga û erebê xwe herin avosê. Tên jêra dibêjin, wekî sedrê sovêteke gundê kurda bavê xwe daye girtinê. Nado Maxmûdov dipirse:
— Seba çi?
Dibêjnê:
— Bavê wî nexwestye spartina wî biqedîne.
Nado dibêje:
— Gazî ewî sedrîkin, bira bê cem min.
Sedr tê oda Nado.
— Kuro, te çira bavê xwe daye girtinê?
— Çimkî nedixwest here avosê.
— Çira nedixwest?
— Çimkî nexweş bû.
— De wekî usane, — û Nado vedigere ser mîlîsîa û wanra dibêje: — Evî bigrin, herin bavê wî jî aza berdin.
Ew sedrê sovêta gund çend roja mîlîsîaêda girtî dimîne.
Nado Maxmûdov çiqas întêrnasîonalîst bû, ewqasî jî miletparêz bû. Raste, kevanya wî ermenî bû, lê ewî hersê zarê xwe (Donara, Dora û Salhedîn) bi ruhê kurdîtîê terbyet kiribûn. Meseleke ha.
Qîza wîye mezin Donaraê ermenî stendibû. Navê mêrê wê Slavîk Safaryan bû. Ew katibê komîtêa nehya Yêrêvanêye Myasnîkyane partîaê duda bû. Ewî bi saya hukumê Nado Maxmûdov gelekî kurda hiz dikir û qedrê wan digirt. Wexta diçûyî oda wîye xebatê, kitêbxana wîda gelek pirtûkê derheqa çand, edebyet û dîroka kurdada hebûn.
Çawa min got, mala mêrê Donaraê ermenî bû. Nava ermenyada jî tradîsîake ha heye: wexta nan hazire, kevanya malê dibêje neferê malê: “Ermenîno, werin nan bixun”. Hema roja pêşin, paşî dewetê, gava xasya Donaraê dibêje “ermenîno, werin nan bixun”, Donara naê, rûnanê. Xasî jê dipirse:
— Donara, tu çira naêyî, rûnanêyî?
Donara dibêjê:
— Te got “ermenîno, werin nan bixun”. Ez jî ne ermenîme, ez kurdim.
Paşî wê yekê îdî wê malêda ew xeber nedihatine gotinê.
Donara kinêz bû, xwe ser kurda dikuşt. Hetanî çûyîna Kanadaê ew hertim dibû mêvanê civatê me, kurda.
Nado Maxmûdov temedakî bêqusûr bû, gula textê şaya bû. Tê bîra min, gava 80-salya Ereb Şamîlov didane kivşê, wextê bankêtê Nado Maxmûdov temedatî dikir. Akadêmîk Gêvorg X’arîbcanyan, ku hesab dibû temedakî erhede, tas hilda û ha got:
— Virhada Nado Maxmûdov temedayê rêspûblîkaêyî yekemîne. Ez xwe hesab dikim çawa cîgirê wî.
A Nado Maxmûdov şuxulkarekî û merivekî ha bû, wê hertim bîra wan meryada bimîne, ku ew nas dikirin, jêra hevaltî dikirin. Ez kubarim, wekî wextêda navbera min û wî (nenihêrî firqya temene mezin) gelekî xweş bû, ewî gelekî ji min hiz dikir. Û hertim efrandinêd xweye bedewetîêye tezenivîsî bi hizkirin dida min, ku ez ji ermenî welgerînim kurdî.
2013
Çend gotara jî bixûnin ji sîkla «Sifetê çend merivê wextê min»:
QAÇAXÊ MIRAD (MÛRADOV XAÇÎK ŞABABOVÎÇ)
QAÇAXÊ MIRAD (Mûradov Xaçîk Şababovîç)
SIFETÊ ÇEND MERIVÊ WEXTÊ MIN:
BÎRANÎN DERHEQA QAÇAXÊ MIRADDA
(Mûradov Xaçîk Şababovîç)
(Beşek ji pirtûka bîranînê E.Serdare “Mukurî”)
Dawya sala 1959-a ez dixebitîm çawa dîktorê radîoxeberdanê kurdî. Wedê xeberdanê me rojê 15 deqe nîvro bû. Em 6 merî dixebitîn: Xelîl Mûradov, Qaçaxê Mirad, Casime Celîl, Şikoê Hesen, Eznîva Reşîd û ez. Xelîl Mûradov serkarê parê bû, Qaçaxê Mirad cîgirê wî, bû, Casime Celîl – serkarê para sazbendîê bû, Şikoê Hesen tercmeçî bû, ez û Eznîva Reşîd jî dîktor bûn.
Ez û Qaçaxê Mirad mala Elîê Evdilrehmanda diman. Avayê Elî arizî bû, ji 2 oda bû. Ewî kirya wî avayî ji me nedistend. Hilbet, min derheqa Qaçaxê Miradda çawa şayîrê meyî navûdeng zûda bihîstibû, lê min ew nedîtibû. Û gava ew Tbîlîsîê ji qulixa eskerîê aza bû û hate Yêrêvanê, min ew çend cara dît.
Min dixwest bi çend gotina nasya xwendevana bidme Qaçaxê Mirad. Ew ji qebîka Masekya bû, sala 1914-a gundê Tendûrekêda (nehya Tûrkîaêye Gîhadînê) hatibû dinê. Wextê Şerê cihanêyî pêşin malbeta wana revîbû, hatibû Ermenîstanê, paşê çûbû Gurcistanê. Paşî çend sala malbeta wan dîsa vegeryaye Ermenîstanê û gundê Nor-Gêx’îê (Çatqirana berê nehya Naîrîê) bingeh bûye. Xwendina Q.Mirade ûrisîye bilind hebû, tevî Şerê Wetenîêyî mezin bûbû, gelek sala artêşa Sovêtîêda qulix kiribû û gihîştibû rutbê kapîtan. Q.Mirad endamê Yekîtya rojnemevanê TRSS, endamê Yekîtya nivîskarê TRSS bû.
Mêrekî talyanî, qemerî, bilind bû, zane û xeberxweş bû. Û gava ez û ew mala Elîda tevayî diman, min dha nêzîkva ew nas kir. Ew ne tenê şayîrekî meyî eyan bû, lê usa jî hevalekî xêrxwaz û bêpar bû. Saya serê şayîrtya wî ruhê miletîê kete nava poêzîa meye vêderê. Ewî usa jî rîtmovke, fikrandina kurdî kire nava poêzîa me. Awa mesele:
Me’r got: kuro, aqilbend,
Kevirê giran ruh min stend,
De zû derxe qirarê,
Me hat wextê fitarê.
Lê poêma wîye biç’ûk “Keser” bi çi ruhdarbûn û kela şayîrtîê hatye nivîsarê! Tê bêjî ew jî efrandineke zargotina meye.
Xût bin hukmê wîda şayîrê meye eyan (Şikoê Hesen, Fêrîkê Ûsiv û yêd mayîn) destpê kirin bi cûre û fikrandina miletîê efrandin, ku nêzîkî ruhê zargotina me bû. Şikir Xwedê, bi sata Qaçaxê Mirad poêzîa meye kurdaye sovêtîê bû xût ya miletîê. Efrandinê silsileta şayîraye teze îdî qe mînanî “nimûnê” poêzîa meye salêd 30-î bûn, ku gelekî dûrî mêntalîtêta kurdî bûn û mînanî banga bûn, tijî sxêmatîzm û şablon bûn.
… Qaçaxê Mirad hela dawya salêd 30-î yêd sedsalya derbazbûyî destbi emrê efrandarîê kiribû. Ewî gelek şiêr, poêm nivîsî bûn, nimûnê edebyeta ûrisaye klasîk tercme kiribûn. Lê Ermenîstanêda rê nedidane wî efrandinê xwe neşirke. Lema jî ewî berevoka şayîr û nivîskarê Gurcistanêye kurd bi navê “Rya teze” bi zimanê ûrisî hazir kir û sala 1958-a Tbîlîsîêda da çapkirinê. Wê berevokêda pareke mezin efrandinêd wî bûn. Xulese, sala 1959-a berevoka şiêr û poêmê wîye pêşin bi navê “Şewq” bi zimanê kurdî Yêrêvanêda bû. Ew ji alîê xwendevanada bi alavî hate qebûlkirinê. Min derheqa wê pirtûka delalda rêsênzîa nivîsî (“Nema vekirî şayîr Qaçaxê Miradra”) û rojnema “Rya teze”-da (12-ê noyabrê s.1959-a) da çapkirinê. Paşî wê yekê Q.Mirad çend berevokê şiêr û poêmê xweye delal (bi zimanê kurdî) pêşkêşî xwendevana kir. Ewî û Mîroê Esed tevayî pirtûka dersê zimanê kurdî bona komê 7-8 hazir kirin.
Êvara, gava ez û ew malda tenê diman, ewî minra şiêrê xweye tezenivîsî dixwend. Cildeke (dîwaneke) şiêrê Cegerxwîn cem hebû. Ewî car-cara şiêrê Cegerxwîn jî minra dixwendin (wî çaxî min latînî hela nedixwend, lê ewî têkstê kurdî him bi latînî, him bi erebî aza dixwendin). Tê bêjî bi wê yekê ew bû dersdarê minî wêjea kurdî. Merivekî usa bû, hiz dikir pesnê wî bidin. Gele cara, wexta min jê hîvî dikir şiêrê Cegerxwîn minra bixûne, nedixwend. Paşê min taktîka xwe diguhast û jêra digot:
— Ca şiêrê xwe minra bixûne.
Beşera wî xweş dibû û şiêrê xwe minra dixwend. Wexta dixwend, xilaz dikir, min pesnê şiêrê wî dida, beşera wî dha xweş dibû û hiltanî minra digot:
— Te gava dinê dixwest ez şiêrê Cegerxwîn tera bixûnim. Ezê nha bixûnim.
Qaçaxê Mirad merivekî usa bû, wekî xwe dida rihîna hevala. Ewî tu cara bona şaşî û kêmasya heval gunekar nedikirin, ew şaşî û kêmasî hiltanîn ser xwe, digot “ezim gunekar”. Ez bûme şedê gelek qewmandinê ha.
Dawya salê 50-î nava rewşenbîrê meda xeberdan diçû, digotin herdu poêmê Semend Sîabandov (“Sîabend û Xecê”, “Rozgara baş”) Qaçaxê Mirad jêra nivîsîne. Wexta min derheqa vê yekêda jê dipirsî, vedibeşirî û digot: “Na, min her tenê alîkarî dayê”. Min xeysetê Q.Mirad rind zanibû û tex’mîn dikir ew “alîkarî” çi bûye.
Ew terevdarekî qeydê sovêtêyî aktîv bû. Te nikaribû ber wî kêmasîê Sovêtê bida kivşê. Hêrs diket, digot “hûn bêşêkirin”. Rind tê bîra min, çawa civateke sêksîa nivîskarê kurdada berevoka pêşin ya şayîrekî meyî cahil Tosinê Reşîd enene dikirin, çawa kêmasîê wê berevokê Qaçaxê Mirad hilda ha got:
— Gava tu dibêjî “te’v geşe”, ese gotî bêjî “te’va sovêtê dha geşe”.
Wê demê min çawa rêplîka gotê:
— Xaçîk Şababovîç, xûnvêybîn usa dibêjin!
Hilbet, Qaçaxê Mirad gunekar nîbû, çimkî wî çaxî usa qebûlkirî bû.
Kêmasîê wîye merivayêye haye biç’ûk hebûn, lê tomerî hildayî merîkî baş û gelekî merd bû. Tê bîra min, gava îdî çûbû rêdaksîa rojnema “Rya teze” û dixebitî çawa katibê cabdar, ez jî çûbûm rêdaksîaêda dixebitîm. Rêdaktorê rojnemê Mîroê Esed çûbû hêsabûnê. Qaçaxê Mirad rojneme berdida. Hevalekî xebatçîê rojnemê Şerefê Eşir ermenî gotarek anîbû û ew gotar rojnemêda çap bûbû. Ewî hevalê Şeref xwestibû hurmeta xwe bike. Gazî min, Qaçaxê Mirad, Şerefê Eşir kir, bir rêstorana “Ararat”-ê. Çaxê mênyû anîn hatin û gotin xwarinê û vexwarinê bibijêrin, Qaçax mênyû hilda û bijart. Gava ewî hevalê ermenî dît Qaçax çi xwarin û vexwarin bijartye, qincilî ser hev. Qaçax ev halê wî tex’mîn kir û gotê:
— Qe şayîşa mekşîne, nanê xwe bixwe!
Û gava me nanê xwe war, xilaz kir, Qaçax nehîşt ew hevalê ermenî destê xwe bive cêva xwe û hesab dade. Qaçaxê Mirad bi kîsî xwe ew hesab dada.
Dawya salêd 40-î û destpêka salêd 50-î okrûga Pişkavkazêye eskerîêda parek hebû, ku pirsa kurdava mijûl dibû. Serkarê wê parê pêşîê Wezîrê Nadirî bû, paşî mirina wî Olêg Vîlçêvskî bû serkarê parê. Wê parêda Qaçaxê Mirad, Morof Mamêdov, Edoê Cango, G.Akopov û yêd mayîn dixebitîn û dokûmênt hazir dikirin bona qumandarya eskerîê. Ewê parê çend sala kar kir. Qaçaxê Mirad xwexwa minra gotye gava wê parêda dixebitî, reşê (kopîa) gelek dokûmêntê ferz, ku derheqa pirsa kurdada bûne, anye mala xwe. Çawa merivekî dilsax’ ew derheqa wê yekêda binelîê Tbîlîsîê Baxçoê Îskora dibêje. Carekê, wexta navbera wî û Qaçaxda bona pirseke edebyetê hucet pêşda tê, Baxço hiltîne ha Qaçaxra dibêje:
— Te bîr kirye, mala teda çi dokûmênt têne xweykirinê? Lê wexta organê hemcab vê yekê bihesin, wê halê teê çawabe?
Zivistan bûye. Wexta Qaçax vedigere tê malê, ber sobê rûdinê, êvarê hetanî sibê wan dokûmênta gişka dişewitîne, tiştekî nahêle.
— A, rûê mixenetya merivekîda çi zyan gihîşte dîroka me, — Qaçax bi dilekî keder digot. – Piranya wan dokûmênta derheqa Komera Mêhabadê û hatina koma Mistefa Barzanî bûn li Sovêtê.
Salêd 50-î ew par hatibû dadanê û Qaçaxê Mirad bê xebat ma. Tbîlîsîêda kvartîra wî hebû. Ewî jin û zarê xwe Tbîlîsîê hîştin, hate Yêrêvanê bona ocaxeke çanda kurdîda kar bike. Lê tu cya ew hilnedidan ser xebatê. Diçû rêdaksîa rojnema “Rya teze” û roja xwe wêderê derbaz dikir. Ewî Konstîtûsîa Sovêtîêye sala 1936-a tercme kir û da neşirkirinê. Yêrêvanêda weke salekê bêkar ma, çimkî xêrnexazê wî her dera derheqa wîda xirab xeberdabûn, şer-şiltax avîtibûnê.
Wî çaxî berevoka efrandinê şayîrê kurdê Sovêtîê neşir bûbû (s.1954-a). Qaçaxê Mirad rêsênzyake sert nivîsîbû û şandibû rêdaksîa rojnema “Rya teze”-ra. Hilbet, rêsênzîa neşir nebû û ewê hatibûne rexnekirinê wî çaxî rêdaksîaêda kar dikirin û haj vê rêsênzîaê hebûn û eynata xwe kutabûn Qaçaxê Mirad. Ew hîmlî lawikê Utya bûn (Hecîê Cindî, Emînê Evdal û Casimê Celîl), ku hezar cûre şer-şiltax avîtibûnê. (Wî çaxî heleqetîê qebîltîê nava kurdê êzdîda gelekî qewîn bûn û heryekî xwe berpirsyarê temamya qebîlê hesab dikir. Lema jî merivê wê qebîlê zû hevdura ziman didîtin, digihîştine hev û tevayî kar dikirin). Xênji wê, ewan hersêka usa dikirin, wekî tu yekî mayîn pirsa wêjea kurdî û kurdzanîêva mijûl nebe. A lema jî Sehîdê Îbo û Karlênê Çaçanî gotarek nivîsîn û rojnema “Avangard”-êda bi zimanê ermenî dane neşirkirinê. Navê gotarê ha bû: “T’erka troykaê bidin” (“troyka” – xebera ûrisîye, yanê “sisê”. Sala 1937-a Sovêtêda komeke ji sê merya hebû, ku nava çend sehetada dada merya dikir, yazya wan qirar dikir. Lema jî jêra digotin “troyka”). Wê gotarêda dihate gotinê, wekî çawa ew hersê Utya pêşya cahila digrin, rê nadin wan.
(Ewana her tenê rê didane merivê qebîla xwe. Dergê edebyetê û kurdzanîê ber merivê qebîlê mayîn girtî bûn. Ji wan hersêka dudu ulmdar bûn. Ewana ne ku tenê kadr hazir nekirin, lê usa jî nehîştin kadrê mayîn pêşda bên, wî çaxî, gava Qanatê Kurdo tenê weke 20 aspîrant hazir kirin, ku paşê bûne kurdzan – kandîdat û doktor. A lema jî îro em gihîştine dereceke usa, ku Ermenîstanêda kadrê kurde kurdzan û bi temamî kurdzanî tunene, ew jî wî çaxî, gava kurdzanî Ermenîstanêda hela salê 30-da pêşda hat û gihîşt hetanî roja îroyîn, wexta wekîlê wêyî dawîê îsal (2012) çû rehmetê û kurdzanî jî hate hildanê. Alîê edebyetêda hal hate guhastinê, gava radîoa Yêrêvanêye kurdî vebû (s.1954-a) û rojnema “Rya teze” careke mayîn destbi weşanê xwe kir (s.1955-a). Van herdu ocaxada kolêktîv hebûn û merivê qebîlê mayîn kar dikirin. Û ewana rê vekirin bona efrandarê mayîn. Lê ya kurdzanîê usa jî ma, lema jî gihîşte vê derecê).
Ç’ara Qaçaxê Mirad hate bir’înê, çû Kommerkezya PK Ermenîstanê cem serkarê para agîtasîaê û propagandaê G.Hayryan û ew xaraktêrîstîka da wî, ku serekqumandarê okrûga Pişkavkazêye eskerîê dabû Qaçaxê Mirad. Gava G.Hayryan xaraktêrîstîka xwend, ecêbmayî ma û hilda ha Qaçaxra got:
— Lê hinek heval tên, derheqa teda tiştê xirab dibêjin. Ez nikarim fikra serekqumandarê okrûga Pişkavkazêye eskerîê hesab hilnedim. Here, sibêda radîoêda para kurdîda bixebite.
Usa jî bû. Qaçaxê Mirad weke 2 sala radîoêda para kurdîda xebitî. Paşê, wexta Şekroê Xudo ji xebata rêdaksîaê aza bû û çû akadêmîaêda xebitî, rêdaktorê rojnemê Mîroê Esed gazî Qaçaxê Mirad kir û kivş kir çawa katibê cabdar. Paşê, wexta ştatê rêdaksîaê zêde kirin, Q.Mirad bû cîgirê rêdaktor.
Minra bextewarîke mezine, wekî 20 salî ez û Qaçaxê Mirad tevayî xebitîne: ji sala 1959-a hetanî mirina wî – sala 1979-a. Rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da ez û ew odekêda dixebitîn, û gava çû rehmetê (me ew gundê Nor-Gex’îêda, nehya Naîrîê, definkir), paşî mirina wî hetanî rêdaksîa avayê kevnda bû (Îsahakyan, 14), min nehîşt tu yek ser kursîê wî rûnê. Hetanî roja îroyîn jî mirina wî min çetin tê, tê bêjî min qewmekî xweyî lapî nêzîk unda kirye. Aha ew yek çawa bû.
Sala 1979-a bû. Ew çend meh bûn, wekî Qaçaxê Mirad wextê xebatê, civatê meda radiza. Wî çaxî kurê wî Vahanra kurek bûbû.
Carekê min ji Q.Mirad pirsî:
— Dive kurê Vahan şevê digrî, nahîle tu pakî razêyî?
Got:
— Na, gede nagrî, rehet radizê. Nizanim çima hertim xewa min tê.
Mîroê Esed jî tê derxistibû, wekî Q.Mirad wextê xebatê û civatada radizê. Eva mera tiştekî tezeyî ecêb bû. Me berê ew yek tu wexta cem Q.Mirad nedîtibû. Ew merivekî terbyet, maqûl bû, tu wexta tiştê usa îzin nedida xwe. Rojekê jî, gava min dît Q.Mirad nivîsar nîvcî hîştye û dîsa razaye, ez çûme cem M.Esed û min derheqa wê yekêda jêra got. M.Esed hate kabînêta me. Q.Mirad îdî hişyar bûbû. M.Esed gotê:
— Rave, avto ber dêrîye, syarbe, here malê, hêsabe. Îro înêye, duşemê paşê were ser xebatê.
Q.Mirad gotê:
— Na, hevek maye, ezê tercmekim, paşê herim.
M.Esed gotê:
— Na, tişt nake, bihêle, Emerîkê tercmeke.
Q.Mirad çû malê. Duşemê Q.Mirad nehate ser xebatê. Me mala wîra têlêxist, çika çi qewimye. Xwexwa têl hilda û got, wekî doxtira gotye gerekê bikevî nexweşxanê. “Ezê sibê herim nexweşxanê”, — ev bûn gotinê dawîê, ku me ji devê hevalê xwe zêndî bihîstin.
2 roj derbaz bûn. Roja derketina rojnemê bû. M.Esed gote min: “Wexta rojneme hazirbe, ez û tu ser Qaçaxda herin”. M.Esed kabînêta xweda rûê rojnemê dixwendin. Ezî sivderê bûm. Wextekê min dît merîê Q.Mirad Cîvanê Mişîr derda hat û bi kelogirî got:
— Tu zanî, Qaçaxê apê min çû rehmetê.
Ez cîê xweda sar bûm sekinîm, xeberdan min nebû. Gava hevekî ser hişê xweda hatim, ez çûm M.Esedra got. Ew jî ecêbmayî ma, bawer nekir. Go:
— Ez îdî nikarim rûê rojnemê bixûnim, were em herin nexweşxanê.
Em avtoê syar bûn, çûne nexweşxanê. Gava em ketine hundurê nexweşxanê, me dît Raîsa jina wî, Vahanê kurê wî digrîn û pêpelînga peya dibin. Îdî her tişt femdarî bû. Em hilkişyane jorê, çûne cem doxtira. Doxtira mera gotin, wekî rûê birîna wîye wextê şêr organîzma wîda azot gelekî zêde bûye û bûye menya mirina wî. (Min zanibû, wekî Şerê Wetenîêyî mezinda Q.Mirad birîndar bûbû û gulle rena wîda mabû, doxtira jî dernexistibû). Doxtira gotin, wekî hema ew gulle jî bûye menya wê yekê, ku organîzma wîda azot zêde bibe. Rûê azotêda bûye, wekî ewî hertim xwestye razê.
2 roja şûnda bi heyteholeke mezin – bi tevgelya hemû rewşenbîrê me, xebatkarê Kommerkezya PK Ermenîstanê, hemû Yekîtîê efrandarîê û hilbet bi tevgelya gele qewm û pismamê rehmetî – me meytê Qaçaxê Mirad bir gundê Nor-Gêx’îê (Çatqirana berê) û teslîmî axê kir. Ew 4-ê dêkabrê sala 1979-a wefat bû.
Jina Q.Mirad ermenî bû, navê wê Raya bû. Du kurê wî hebûn – Alîk û Vanîk.
Rojekê jî ewî gote min:
— Filankes, tu zanî kurê min kurmancî nizanin. Ez dixwazim paşî mirina min tu mîrata mine wêjeê bibî xweyî.
Min gotê:
— Camêro, şikir tu sax’-silametî, serxweyî. Çira gilîê usa dibêjî?
— Eva temya mine.
Telebextra, usa jî bû: paşî mirinê ez mîrata wîye wêjeê bûme xweyî. Min efrandinêd wîye neşirnebûyî berev kirin, hazir kirin û bi pêşgotineke mezin bi pirtûkekê da çapkirinê. Ew pirtûka wîye “Min çi dît”, ku sala 1981-ê ronkayî dîtye.
Wê rast nebe, wekî nebêjim ev pirtûk bi çi cefakî mezin hate çapkirinê. Wî çaxî Casimê Celîl neşireta “Sovêtakan grox’”-da (“Nivîskarê sovêtîê”) dixebitî. Ewî her tişt dikir, wekî ew pirtûk dernekeve. Şerê min û wî bû û dawîê minra li hev hat saya serkarya neşiretê ewê pirtûkê bidme çapkirinê. A lema jî çawa nîşana şêkirdarîê kurê Qaçaxê Miradî biç’ûk Vanîk Mûradov pirtûk bi vê nivîsarê pêşkêşî min kir: “Emerîkê Serdarra, pismam û xêrxwazê mala me û bavê minra, çawa nîşana bîranîna heta-hetayê ji alîê mala Qaçaxê Miradî rehmetî. Bi hizkirin û qedirgirtin, Vanîk Mûradov. Yêrêvan, 1981”…
Çend gotara jî bixûnin ji sîkla «Sifetê çend merivê wextê min»:
EREBÊ ŞEMO (EREB ŞAMÎLOV)
SIFETÊ ÇEND MERIVÊ WEXTÊ MIN:
BÎRANÎNÊ MIN DERHEQA
EREBÊ ŞEMODA (EREB ŞAMÎLOV)
(Kerîk ji pirtûka E.Serdare bîranîna – “Mukurî”)
Paşî Fêrîk Polatbêkov Ereb Şamîlov komûnîst û şorişgerekî kurdî duda bû, tevgelekî şerê bajarvanîê bû, parwelatê Stavropolê û Bakûra Kavkazêda şerkarî dikir dijî dijminê qeydê sovêtîê, bi aktîvî tevî testîqkirina dîwana sovêtîê dibû li Pişkavkazê. Ew endamê Partîa komûnîstîê bû sala 1918-da. Sala 1924-a vedigere Ermenîstanê û xebata seyasetîê-masayê dide gurkirinê.
Dawya salêd 20-î Ereb Şamîlov û Îsahak Marogûlov tevayî elîfba kurdîye latînî hazir kirin. Wî çaxî Ereb Şamîlov dixebitî çawa înstrûktorê (telîmçîê) Kommerkezya PK Ermenîstanê alîê miletê kêmjimarda. Vê qulixêda ewî şerkarîke berk dikir dijî tirêq, ax’a û begê êzdya. Lema jî wana kîna xwe kutabûn Ereb Şamîlov, şer avîtinê, giva ewî ruşet xwarye, nava êzdyada şêxtîê dike û xêra berev dike. Seba vê yekê jî Ereb Şamîlov girtin. Paşî girtina wî elîfba latînîye teze bi navê “Xo-xo hînbûna xandina nvîsara kurmancî” sala 1929-a Yêrêvanêda hate çapkirinê. Çawa xudanê wê pirtûkê navê Î.Marogûlov û E.Ş. hatibû nivîsarê. Usa jî pirtûkêda p’erê “Ji alîê hazirkirada” (weksene, yek tenê nîbûye, dudu bûne) hebû. Navê Ereb Şamîlov t’am nehatibû nivîsarê, çimkî wî çaxî ew girtî bû.
Gava E.Şamîlov ji girtîgehê derket, çû Lênîngradê û wêderê romanoka xweye “Şivanê kurmanc” bi zimanê ûrisî nivîsî û ew pirtûk sala 1931-ê Moskvaêda hate çapkirinê. Kurdzan V.Nîkîtîn ew tercmeyî fransî kir û Bêyrûtêda çap bû. Paşê kurda ew ji fransî tercmeyî kurdî kirin û çawa pirtûkeke başqe dane çapkirinê. A ser hîmê evê romanokê kurdê welatê dereke hetanî roja îroyîn jî Ereb Şamîlovra dibêjin “bavê romana kurdî”.
Lênîngradêda (Sankt-Pêtêrbûrga nha) Ereb Şamîlov usa jî xebateke ûlmî nivîsî – “Fêodalîzm nava kurdada”. Cîye bê gotinê, wekî hela salêd 20-î rojnemêd Pişkavkazêye ûrisîda “Zarya Vostoka” (“Nûra Rohilatê”, Tbîlîsî), “Bakînskîy raboçîy” (“Palê Bekyê”) gelek gotarê wî dane çapkirinê derheqa şayîrê meye klasîkda. Ewî, Qanatê Kurdo û Î.Sûkêrman tevayî xebateke ulmî nivîsîn – “Îzafêta zimanê kurdîda”. Bona vê yekê ewana şedetnema (patênta) dîharkirina zanyarîêye teze stendin.
Wî çaxî Aşot Hovhannîsyan dixebitî çawa katibê Kommerkezya PK Ermenîstanêyî pêşin. Navbera wî û Ereb Şamîlov xweş bû. Ereb Şamîlov radibe nema wîra dişîne û hîvî dike guhdarîê bide ser edebyet û çanda kurdê Ermenîstanê. Sala 1937-a A.Hovhannîsyan digrin, arxîva wîda nemê E.Şamîlov jî dibînin. Difikirin E.Şamîlov jî heval û hogirê A.Hovhannîsyane, Lênîngradêda E.Şamîlov digrin û sirgûn dikin.
Ereb Şamîlov sirgûnêda ma hetanî mirina Stalîn. Tê bîra min, sala 1954-a rojnema “Sovêtakan Hayastan”-êda (“Ermenîstana sovêtîê”) înformasîake biç’ûk çap bû derheqa wê yekêda, wekî bolşêvîkê kevn, nivîskarê kurd Ereb Şamîlov vegeryaye Yêrêvanê. Hetanî wî çaxî me navê Ereb Şamîlov nebihîstibû, peyketîê wî jî tu cya navê wî nedidan, ne jî dinivîsîn. Lema jî em, wekîlê silsileta cahil, haj Ereb Şamîlov nîbûn.
… Sala 1960-î bû. Ez teze çûbûm radîoêda dixebitîm. Rojekê jî Xelîl Mûradov gote min, wekî wezîrê Ermenîstanêyî ronkayê gazî çend rewşenbîrêd me kirye bona pirsa pirtûkê dersê zimanê kurdî binihêrin. “Dixwazî, tu jî were bibihê”. Em çûn. Ereb Şamîlov, Hecîê Cindî, Emînê Evdal, Casimê Celîl, Mîkaêlê Reşîd, Xelîl Mûradov bûn. Wexta destbi enenekirina pirsê kirin, lawikê me qalmeqalmeke mezin pêşda anîn, hurmeta hev ketin. Tê bîra min, Emîn hilda ha Ereb Şamîlovra got: “Ereb, merî gerekê k’êrekê zikê terake!”
Wezîr dît, wekî vî çûreyî pirs nikare bê safîkirinê, û got: “Herin, ezê careke mayîn gazî wekim”. Lê usa jî hetanî dawîê gazî nekir. Ew cara pêşin bû, ku min Ereb Şamîlov nêzîkva dît û nas kir. Paşî wê yekê em timê rastî hev dihatin û pevgirêdanê meye dostîê berdewam kirin hetanî mirina wî.
Telebextra, hetanî nha Ermenîstanêda derheqa Ereb Şamîlovda kêm hatye nivîsarê. Lê ewî şuxulekî mezin kirye û gerekê anegor jî bê qîmetkirinê. Ez vêderê naxwazim derheqa efrandarya Ereb Şamîlovda binivîsim, çimkî ew têmake mezin û başqeye. Her tenê dixwazim bêjim, wekî E.Şamîlov nava kurdê Kurdistanê (û ne tenê wêderê) eyane çawa bavê romana kurdî (“Şivanê kurmanc”), bavê romana kurdîye dîrokî (“Dimdim”). Gava ez sala 2001-ê Başûrê Kurdistanê qesidîm, wexta gilî dihate ser Ereb Şamîlov, berî her tiştî qiseçîê min xût derheqa wê yekêda digotin. Wexta ez Sulêymanîê bûm, çûme parka wî şeherî. Wêderê nîvheykelê şuxulkarê meye dîrokî, edebyetê û çandê danîbûn. Gava Mam Celal ez qebûl kirim, min pêşdanîn kir, wekî wê rind bûya wê parkêda usa jî nîvheykelê Erebê Şemo danyana. Mam Celal ev pêşdanîn gelekî bi alavî qebûl kir û sparte wezîrê çandê, wekî wê parkêda nîvheykelê Erebê Şemo û Qanatê Kurdo jî daynin.
Ez vêderê dixwazim binivîsim, wekî E.Şamîlov merivekî çawa bû. Berî her tiştî ew merivekî xêrxwaz, zane û miletparêz bû. Kurmancîke bêqusûr zanibû, ûrisya wî mînanî ûrisya torinê ûrisa bû. Ewî usa jî ermenî, tirkî û zimanê mayîn zanibû.
Eyane, wekî E.Şamîlov eslê xweda şêxe û gelekî zû ji gundê xwe derketye, pevgirêdanê wî gelek nîbûne tevî cimeta wî. Ew hîmlî Ûrisêtêda şuxulkarya şorişvanîêva mijûl bûye. Dêmek, wede û mecalê wî tunebûn dînva mijûlbe. Lê ewî zef rind dînê êzdya zanibû.
Tê bîra min, wexta dya Qanatê Kurdo Çatqiranêda (nha Nor-Gex’î) çû rehmetê, Ereb Şamîlov û em, çend rewşenbîr, wextê definkirinê hazir bûn. Wêderê usa jî gelek şêx û p’îr hazir bûn. Yekî destpê kir qewl got. E.Şamîlov ew da seknandinê û xwexwa ew qewl got û hela serda jî çend heb zêde kirin. Hazir ecêbmayî man ser zanebûnêd wîye dîn.
E.Şamîlov merivekî gelekî merd bû. Tê bîra min, rojekê kolanêda ew rastî min û Egîtê Abasî (ku herfrêzê rojnemê û pirtûkê kurdî bû) hat. Ewî em zorê birine mal. Kabînêta xweda butulgek konyak û sê tas danîn. Tas tijî konyak kir, hilda, go:
— Em vexwin salxya wê yekê, wekî pirtûka mine teze “Berevok” neşir bûye.
Paşê meseleke wê pirtûkê pêşkêşî min kir, yek jî da Egîtê Abasî. Wê şûnda dex’la textê xweyî nivîsarê vekir, baqe pere derxist û got, wekî honorara wê pirtûkê stendye û destpê kir êpêce jimart. Perê jimartî da Egîtda û gotê:
— Eva jî ber xebata teye kirîva, eger hindike, bêje, ezê serda zêdekim.
Egît gotê:
— Apê Ereb, berevkirina evê pirtûka te xebata min bû û min bona wê yekê aylix stendye. Tu çira van pera didî min?
Go:
— Na, lao, te xebat kirye, ez jî alîê xweda wê xebatê qîmet dikim.
Wexta xwendkarê kurde welatê dereke dihatne Yêrêvanê, diçûne dîtina Ereb Şamîlov, ewî tu cara ew bêqedir verê nedikirin (hinekara sehet distend, pere dida yê mayîn).
E.Şamîlov gelekî miletê xwe hiz dikir. Bona rastî ewledê miletê xwe bê, xwexwa diçû sûkê. Û gava kurmancek didît, diçû bal, jêra kurmancî xeber dida, dilê wî baristan dibû, jê dipirsî, ji kîjan gundîye, ji çi êlêye. Ewî zef rind êl û eşîrê me, merivê meye pirî-hindikî eyan nas dikir. Paşê cem wî kurmancî bazara xwe dikir û vedigerya malê.
Ew bi aktîvî tevî civatê para nivîskarê kurda dibû, mêrkîmî fikra xwe digot derheqa pirtûkê tezeçapbûyîda. Lema jî geleka rûê vê yekêda ji Ereb Şamîlov hiz nedikirin, çimkî ewî rastgoyî bû. Hertim ocaxê kurdaye li Yêrêvanêye çandê diqesidî, bi fikrê xweye qenc alîkarî dida wan. Ez îdî nabêjim derheqa wê yekêda, wekî ewî çiqas gotar dinivîsîn bona rojnema “Rya teze” û para xeberdanê radîoêye kurdî.
Serkarya rêspûblîkaê gelekî qedrê wî zanibû, ew bi çend mêdala û ordênava hatibû rewakirinê. Û badilhewa nîne, wekî wextê definkirina wî (s.1978-a) wekîlê serkarya rêspûblîkaê hazir bûn û ew pantêona Yêrêvanêda defin kirin. Textê bîranînê pêsîra wî avayê ser kolana Abovyan xistine, li ku E.Şamîlov maye.
Sala 1997-a bi hereketê koma nivîskarê kurda û Şêwra rewşenbîrê kurda bi alîkarya serkarya rêspûblîkaê 100-salya bûyîna Ereb Şamîlov bi heyteholeke mezin hate derbazkirinê. Civata şaynetî sera fîlharmonîaêye biç’ûkda derbaz bû, li ku doklada sereke min da. Êvarê jî rêstoraneke Ermenîstanêye serekeda (“Êrêbûnî”) bi kîsî hukumetê bankêteke mezin dan.
s.2012-a
Çend gotara jî bixûnin ji sîkla «Sifetê çend merivê wextê min»:
QAÇAXÊ MIRAD (MÛRADOV XAÇÎK ŞABABOVÎÇ)
HER TENÊ MIN NEŞÎNE SÎBÎRÊ
ÊPÎZODÊ CUDA-CUDA
Rind tê bîra min xebatçîkî KGB-êyî berêyî kurd B.R., ku wextêda gele kurd dabûne girtinê, çûbû pênsîaê û xwedêgiravî şuxulê bedewetîê dinivîsî.
Rojekê jî rêdaktor Mîroê Esed gazî min kir û devtereke destnivîsar da min û got:
— Filankesê anye, hela binihêr, tiştê dayînêye yanê na.
Min ew nivîsar xwend, dît wekî giva “poême” derheqa şorişgerê kurd Karapêtê Canoda. Ez çûme bal rêdaktor û min jêra got, wekî tu pevgirêdana wê nivîsarê tevî şuxulê bedewetîê tune.
Rêdaktor got:
— Bidî xatirê Xwedê, derheqa ewî şorişgerîda ser navê B.R. tiştekî binivîse, em bidin, wekî jê xilazbin. Yanê na, wê zehlê me bive.
Min usa jî kir: kanîê cûre-cûre da xebatê, ser navê wî gotarek nivîsî derheqa Karapêtê Canoda û rojnemêda da çapkirinê. Paşî wê yekê B.R. bi gef û gur’ hate ser min.
— Te çira poêma min nedaye? Ne rêdaktor spartye te!
— Ne ku spartye min, lê ser min nivîsye. Lê firqya vê yekê geleke. Gava ser xebatçîkî dinivîse, ew yek hela nîşan nade, wekî qinyat ese gotî bê çapkirinê. Ew yek nîşan dide, wekî rêdaktor dispêre xebatçî binihêre ew qinyat bona çapkirinê dest dide yanê na. Min jî usa kir.
Min derheqa cûrê xebata rêdaksîaêda jêra digot, lê ew dîsa minra dikete hucetê û nedixwest tu tiştekî bibihê. Dawîêda hêrsa min rabû, jêra got:
— Ew efrandin poêm nîne, bi tu tiştî ûymîşî efrandina bedewetîê nabe. Tu hela gerekê gelekî razîbî, wekî min tera gotarek nivîsye derheqa Karapêtê Canoda û rojnemêda daye çapkirinê.
Paşî wê yekê ewî eynata xwe kutabû min û cîê tê-netê dixwest min bigeze.
Çend sal derbaz bûn. Tê bîra min, sêksîa nivîskarê kurdada “poêma” Taharê Emer enene dikirin. Wexta enenekirinê me kevirekî “poêmê” ser kevirekî nehîşt. Şekroê Xudo hilda ha gote avtorda:
— Tahar, tu bilûreke bêqusûr lêdixî. Çî te ulm û efrandarya bedewetîê ketye? Tê nava dîroka çanda meda bimînî çawa bilûrvanekî baş. Dest ji vî karî bernede, û ewê kara dha mezin bide çanda me, ne ev şuxulê teye efrandarîê û dîrokî.
Min û çend hevalê mayîn jî derheqa vê “poêma” Taharê Emer gelekî sert xeberdan. Dawîêda Taharê Emer ji cîê xwe rabû, milê xwe hilqoşand û bi dilekî şkestî got:
— De ez çi bêjim?.. Brîgada Emerîkê Serdare wêrankirinê kevirekî min ser kevirekî nehîşt.
Civatê qirar kir ewê “poêmê” neşir nekin. Gava civat xilaz bû, B.R. nêzîkî min bû, destê xwe milê min xist û giva bi laqirdî minra got:
— Ezê te bişînim Pambê (Pamba Kurda gundê mine).
Min gotê:
— Tu min neşîne Sîbîrê, Pamb nelazime, ez xwexwa dikarim herim.
Ewî fem kir fikra gotina min çye, xwe civande ser hev û tu bersivek neda.
Paşê ez hatime bawerkirinê, wekî B.R. hetanî mirinê dîroka “poêma” xwe bîr nekiribû û wexta mecal diketê, te’n min dixist.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
“EZ SERÊ DYA XWEKIM…”
ÊPÎZODÊ CUDA-CUDA
“EZ SERÊ DYA XWEKIM…”
Wekîlekî rewşenbîrê me, ku jina wî ermenî bû, pê hesya bû, wekî ezê dîsa herim sanatorîaê, minra got kurê wî minra tevayî here sanatorîaê. Hilbet, ez qayîl bûm û em çûne wê sanatorîaê, li ku ez çend sala hêsa bûme. Xebatçîê sanatorîaê gişka zanibû ez kurdim û yê hêsa dibûn jî derheqa vê yekêda zû pê dihesyan. Rojê pêşîê ez û ew kurê rewşenbîrê me tevayî diçûn-dihatin û odekêda jî diman. Geleka ji min pirsîn:
— Ew kîye?
Min go:
— Kurê filankesê meye (dêmek kurde).
Çend roj derbaz bûn, ew kurê rewşenbîrê me û cahilê ermenî, ku sanatorîaêda hêsa dibûn, hevdura bûne nas û tevayî diçûn-dihatin. Îdî bûbû edet ew tevî min nedigerya û kompanya wîye ermenya hebû û şev dereng dihate odê.
Rojekê jî ew nîvê şevê bi lez hate odê, qutya xwe vekir û tiştekî gerya. Min jê pirsî:
— Çi digerî?
— Ez pasporta xwe digerim.
— Vê şevê pasport çî terane?
— Ez dixwazim bivim nîşanî hevalê xwedim, wekî ez kurd nînin, lê ermenîme.
Tê kivşê pasporta wîda miletî nivîsîbûn “ermenî”.
Hêrsa min rabû, min gotê:
— Ew çawane, te miletya bavê xwe hilnedaye, lê miletya dya xwe hildaye? Here, Xwedê ox’ira terabe, lê em bi wê yekê zyanê nakevin. Nava dîrokêda me ewqas ewledê xweye sîanet bin navê miletê mayînda unda kirye, wekî yek kêm yanê yek zêde hesab yeke. Şikir Xwedê, gele merivê meye mezine navdar hene û temamya cihanê me nas dike. Emê teze bi navê te neêne naskirinê.
Ewî, hilbet, guh neda gotina min, pasporta xwe hilda û lez derket, çû.
Wê şevê tabetî nekete min û kete bîra min, çawa ewî timê serê dya xwe sond dixwar. (Cem ermenya qebûlkirîye wî çaxî serê dya xwe sond bixun, gava bavê wan mirye yanê merivekî neeyane). Û sibetirê min ber xwe neda û jêra got:
— Ne temamya rêspûblîkaê bavê te nas dike! Lê tu evê yekê bendî tiştekî hesab nakî, lema jî tu serê wî sond naxuî, lê serê dya xwe sond dixuî, ku tu kes wê nas nake…
Navbera me hucet pêşda hat, û paşî wê yekê em îdî odê başqe-başqeda diman.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
GELO MIQAMÊ KÊYE?
ÊPÎZODÊ CUDA-CUDA
GELO MIQAMÊ KÊYE?
Sala 1970-î bû. Ez nexweşxanêda bûm. Rêjîsyor Vardazaryan jî nexweş bû û wê nexweşxanêda paldabû. Navbera me gelekî xweş bû. Ewî zanibû ez kurdim.
Rojekê jî ez palatêda tenê bûm, gava Vardazaryan derî vekir, hate hundur û gote min:
— Rave, em herin foyê.
Min go:
— Çi bûye?
Go:
— Were, tê zanibî.
Em çûne foyê. Bi têlêvîzorê miqamê reqasê didan. Kome ermenî rûniştibûn, guhdarî dikirin.
Vardazaryan ji min pirsî:
— Ev miqamê kêne?
Min go:
— Miqamê me, kurdane.
Ji hazira çend merya nerazî gotin:
— Na, ev miqamê me, ermenyane!
Min go:
— De wexta miqamê wene, werin, ez tenême, hûn komekin, em bin van miqamada bireqisin. Kê reqisî, wekî usane miqamê wîne.
Min destê xwe hilda û bi takt reqisîm.
Ji hazira tu yek ranebû, nereqisî, çimkî nikaribûn bi wan takta govendê bigrin, bilîzin.
Vardazaryan vegerya ser hazira û got:
— Lê wekî min digot ew miqamê kurdîne, we bawer nedikir!
Vardazaryan ermenîê Tbîlîsîê bû.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
JI OTAXA KÎSEÇÎÊ HEMAMÊYE!
KARÊ LI RADÎOÊ
JI OTAXA KÎSEÇÎÊ HEMAMÊYE!
Têl ser textê minî nivîsarê bû. Gele cara têlê dixistin, qerfê xwe dikirin. Rojekê jî dîsa sibê zû têlêxistin û ermenî pirsîn:
— Ew ji kîderêye?
Çimkî gele cara bêfikir têlê dixistin û xweşîê xwe dikirin, min bi hêrs got:
— Eva otaxa kîseçîê hemamêye!
Têl danîn. Berî xilazbûna xebatê têlêxistin û kurmancî pirsîn:
— Ew ji kîderêye?
Min got:
— Rêdaksîa radîoxeberdanê kurdîye.
Wî serê têlê minra gotin:
— Filankes, lê şerm nîne? Vê sibê me bi vê hejmarê têlêxist, te got “ji otaxa kîseçyane”. Em ji Tbîlîsîê hatine û me dixwest bihatana rêdaksîa we. Lê em îdî naên.
Min go:
— Bibaxşîne, ez ne gunekarim. Gelek cara bi ermenî xeber didin û xweşîê xwe me dikin. Lema jî wexta we vê sibê têlêxist û ermenî pirsî, min tirê dîsa têlêxistinê usaye bêfikrin.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin:
WERGÊRA SÎNXRON
KARÊ LI RADÎOÊ
WERGÊRA SÎNXRON
Carekê jî têksta ermenî weke perekî anîn û gotin, wekî ese gerekê ew bi radîoê bê dayînê. Wedê xeberdanê me îdî wê destpê bûya. Me pêra nedigîhand tercmekin. Lema jî min têksta ermenî hilda û çûme kabîna dîktora, ber mîkrofonê rûniştim û min carekêra (sînxron) ermenî dinihêrî û kurdî dixwend.
Bi vê têmaê usa jî bixûnin: