rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

amarikesardar

“RYA TEZE” YANÊ “DENGÊ ÊZDYA”?

 

 

“RYA TEZE” YANÊ “DENGÊ ÊZDYA”?

 

        Payîza sala 1994-a, wexta parnivîsara rojnema û kovara bû. Ez pê hesyam, wekî yek ji wan “êzdîê teze” çûye wan cîderecê poştê, li ku parnivîsar dihate derbazkirinê, gotye rojnema “Rya teze” hatye dadanê, dewsê “Dengê êzdya” vebûye. Ewan çira usa kirin? Çimkî tu kesekî xwe rojnema wan nedinivîsî, ewana ev rojneme dibirin gundê navdeştê, zorê bi peretî bela dikirin. Bi hesabê “Rya teze” wana xwestin hinek abonêntê wan hebin. Rind bû ez zû pê hesyam. Min sedrê komîtêa Ermenîstanêye elametîêd radîo û têlêvîzîonê Hênrîk Hovhanîsyanra (nasê min bû) têlêxist û derheqa vê kirina “êzdîê teze”-da jêra got. Ewî got: were, bi têlêvîzîonê xeberde, ezê jî bêjme para radîoxeberdanêd kurdî agahdarîê û xeberdana te bidin. Min usa jî kir û dawîêda mera li hev hat tîraja rojnema xwe xweykin. 

 

 

DU GILÎ DERHEQA “PRÊZÎDÊNTÊ ÊZDÎÊ TEMAMYA DINYAÊDA”

 

 

DU GILÎ DERHEQA

“PRÊZÎDÊNTÊ ÊZDÎÊ TEMAMYA DINYAÊDA”

         

        Ewana îdî ber tu tiştî nedisekinîn. Gilî guhîşte wê derecê, wekî Ezîzê Emer bi têlêvîzîona Ermenîstanê radibe bêetb dibêje: “Mîrê şêxa Tehsîn beg xayîne”. Wê bêje, çira nebêje! Xwexwa xwe elam kirye çawa “mêrxasê miletê êzdîyî dubare” (ordên bi zêrê xwe çêkirye), “prêzîdêntê êzdîê temamya dinyaê”, “doktor-profêsorê ulmê dîrokê”, “doktor-profêsorê têologîaê”… Lê xwexwa bi cûrê dûreke nava 10 (!!!) salada ancax înstîtûta Yêrêvanêye zoobeytarîê xilazkirye (gelo xilazkirye jî?), ew jî bi alîkarya rûn, penêr, goşt, hirîê… Paşê beytarê me nehya Naîrîêda post berev dikirin bona wana paşê bifroşe… Û aha “prêzîdêntê êzdîê temamya dinyaê”, nenihêrî dereca xweye “padşatîê”, ditirse here piranya gundê êzdyaye li nehîêd Aragasê, Talînê û Aştarakê, çimkî wêderê tu kesek wî qebûl nake. (Em bidne kivşê, wekî ji 21 gundê êzdya 20 wan hersê nehyadanin). Navenda şuxulkarya wîye “padşatîê” her tenê gundê Emoye (li ku ew ji dya xwe bûye, û hesab dibe çawa meheleke gundê Zovûnîê) û bajarê Yêrêvanêye.

        Wextê eydê meye dîn (eyda Êzdî, eyda Xidirnebî, Kiloç’ê Serê Salê û yêd mayîn) ne ku tirêqekî êzdyayî navûdeng bi têlêvîzîonê pêşda tê, lê Ezîzê Emer pêşda tê û eyda cimetê bimbarek dike.

        Derê gelek têlêkanalê Ermenîstanê ber wî û terevdarê wî vekirîne, îlahî kanala “Şant”-ê, ku him cî didine wî, him jî pê dikenin (kê carekê ew program dîtibin, wê gotina me testîqkin). Ezîzê Emer şa dibe, wekî pê têlêvîzîonê wî nîşan didin û çi tê ber hişê wî, derheqa me, rewşenbîra û wan merivêd meda dibêje, ku xwe hesab dikin kurd. Lê wexta em dewê wan têlêkanala dikin cî bidin me, em jî bersiva wî bidin, derî ber me digrin û nahêlin em pêşda bên, çimkî kirina Ezîzê Emer hinek komê ermenyaye miletçîra dest dide. Dutîretya nava olka meda jî avê dike ser aşê wan.

 

 

ŞERÛDA Û HARBÛYA ÇI DIKIRIN

 

 

ŞERÛDA Û HARBÛYA ÇI DIKIRIN

         

        “Êzdîê teze” cimet top dikirin, danîn heyata avayê rêdaksîa. Wanara digotin, wekî rojnema “Rya teze”, ku em kirine kurd, qatê 12-dane. Hineka serê xwe bilind dikirin, qatê me dinihêrîn û bi desta nîşan didan, wekî emê serê we jêkin. Ewana dixwestin bikevne hundurê avayî, hilkişine qatê me, lê mîlîsîonêrê ber dêrî sekinî nedihîştin. Hinek ermenî, ku wêderêra derbaz dibûn, wanra digotin:

        — Hûn dibêjin “em êzdîne”, lê rewşenbîrê we dibêjin “em kurdin”, çira rewşenbîr usa dibêjin? Gelo weke we fem nakin, çi çie?

        “Êzdîê teze” wanra digotin, wekî rewşenbîr ji kurdê welatê dereke pera distînin, lema propaganda kurdîtîê dikin. (Kê wê pere bida rewşenbîrê me? Dewleta kurda, ku tunebû? Lê Ezîzê Emer çira navêje, wekî ewî ser navê êzdîtîê 700 pez ji nava êzdya berev kir, ew pez çawa bû? Ezîzê Emer ew pez xwe “helal kir”. Çira navêje ew pere çawa bûn, ku ewî û koma wî berev dikirin giva gundê Emoda, ku meheleke gundê Zovûnîêye, zyareta êzdya çêkin? Kane ew pere û ew zyaret?).

        Çend cara wana êrîş birine ser înstîtûta rohilatzanîê, carekê ketne hundur, tabloa ser derê serkarê para kurdzanîê Şekroê Xudo şkênandin. Xênji wê, terevdarê “êzdîê teze” Karlênê Çaçanî, Çerkezê Reş bona wê yekê kutan, wekî ewana digotin “em kurdin”. Rojekê jî, gava ez malda bûm, têlêxistin. Min tetka têlê hilda, wî serê têlê yekî bi aksênta kurdî, lê bi zimanê ermenî got:

        — Ew mala Emerîkê Serdare?

        Min go:

        — Belê.

        Go:

        — 10 hezar dolara hazirke, êvarê emê bên, bivin. Yanê na, emê serê te û jin-zarê te jêkin.

        Min bi eks got:

        — Keremkin, werin.

        Lê usa jî nehatin. Ez didame tirsandinê. Çendik-çend cara malda û rêdaksîaêda bi têlê gefê usa min xwarine. Tê bîra min, carekê jî Gîskê têlêxist û ji xwe mezintir xeberda:

        — Hela tu saxî? Tişt nake, rojê te hesabkirîne.

        Min gotê:

        — Tu careke mayîn jî usa berzeq-berzeq minra xeberdî, ezê herdu ç’evê te derxim!

        Rojekê jî minra gotin, wekî “êzdîê teze” ber Opêraê mîtîngê dikin. Min ji xebatçya me Delala Memê hîvî kir here wira û bibihê, çika çi dibêjin. (Ewana Delal nasnedikirin, nizanibûn ew rojnemêda kar dike). Delal çû û ji wêderê minra têlêxist û got, wekî qirar kirine paşî mîtîngê herin bavêjin ser rêdaksîa rojnemê. Min pêra-pêra mîlîsîaêra têlêxist û got, çi hal-hewale. Çend deqa şûnda 2 mîlîsîonêr hatin kabînêta min. Pirsîn: “Çi qewimye?” Min wanra got, wekî mîtîngê çi qirar kirye. Mîlîsîonêra gotin: “De bira bicêribînin wê yekê bikin” û derketin çûn. Paşê ez pê hesyam çûne, teşkîldarê mîtîngê rind guvaştine. Tevgelê mîtîngê îdî nehatin.

        Gava Delal vegerya, minra got, wekî mîtîngêda xeber dane û ev tişt gotine: “Gelî ermenya! Hûn zanin kurda zarokê we û yê me, êzdya, serjêkirine, xûna wana kirine vanaê û pê wê xwe şûştine. Hûn çawa îznê didin Ermenîstanêda kurd hebin û rojnema kurdî jî Yêrêvanêda bê çapkirinê?..” Û gele-gele gotinêd haye bêcabdar mîtîngêda hatine bihîstinê.

        Gele cara ewana qestîka dixwestin provakasîaê bikin. Tê bîra min, gundekî nehya Êcmîazînêda jin, mêrek (şêx bûn) kuştibûn. Cinyazê wan gotî banyana mex’berê gundê Fêrîkda definkirana. Me, rewşenbîra, qirar kir herin tevî definkirina wanbin. Ez bûm, Karlênê Çaçanî, Mirazê Cemal, wekîlê PKK Xanê û Mahîr Elî. Em çûn. Wexta cinyaz anîn û definkirin, cimet rûnişt nanê xêrê bixwe. Ewqas merî hatibûn, wekî ser sifrê cî nedibûn. Mera li hev hat her tenê Xanê û Karlênê Çaçanî ber sifrê bidne rûniştandinê. Çend “êzdîê teze” jî rûneniştibûn. Hesen Hesenyan qestîka hat nêzîkî min bû û got:

        — Ax, bira evê şînê nîbûya, minê kûç’ik berî teda.

        Min gotê:

        — Dûrî cidê te minê usa bikra, kûç’ka tu pirtî-pirtî bikra!

        Haj xeysetê min hebû, zanibû ezî hêrsim. Gotina xwe got û berbi “êzdîê teze” revî. Ewî tirê ezê bidim pey û şerekî pêşda bînim. Min tê derxist, wekî ew qestîka vê provokasîaê dike, dixwaze şînê tevîhevke û bêje rewşenbîr gunekar bûn. Min ev nêta wî têderxist û xwe zevt kir, neda pey. Xwedênekirî wekî şer pêşda bihata (piranya cimeta hazir merîê min, xizmê min bûn), mêrê bihatana kuştinê. A, “êzdîê teze” provokasîaê ha jî dikirin. 

 

 

DERHEQA TEREVDAR, RUHDARKIR Û PIŞTGIRÎÊ “ÊZDÎÊ TEZE”-DA

 

 

DERHEQA TEREVDAR, RUHDARKIR Û

PIŞTGIRÎÊ “ÊZDÎÊ TEZE”-DA

 

        Çend miletçîê ermenî – Garnîk Asartyan, Êx’ya Naç’aryan, Galûst Galoyan, Xaçîk Stambolsyan û yêd mayîn helan didane van “êzdîê teze” (hersêkê axirîê dêpûtatê parlamênta Ermenîstanê bûn). Bi înîsîatîva Galûst Galoyan (katibê KM PKE alîê îdêologîêda) radîoêda para “Xeberdanê bona êzdya” vebû. Wedê wê bernema radîoê 30 deqeye, serkarê wê jî Hesenê Mehmûde. Êfîra wê bernemê pêşîê her tenê ew bû, wekî diewtyan rêdaksîaê û rewşenbîra, mera digotin “zinêkar”, “xayîn” û gilîê mayîne necayîz. Lê gava rojnema “Dengê êzdya” (bi zimanê ermenî) derket, wêda jî şer-şiltaxê nebînayî davîtne me. Şuxul gihîşte wê derecê, wekî Hesenê Mehmûd rojnema “Hayastanî Hanrapêtûtyûn”-êda (“Rêspûblîka Ermenîstanê”) nivîsî, wekî… “zimanê kurdî tune”. Şêxekî (ew xwexwa şêxe) rabû îzin da xwe zimanê cimeta 40 mîlîonê înkarke!

        Wexta ew gend-gemar rojnemêda derket, em 3 merî – ez, Çerkezê Reş û Ezîzê Cewo – çûne cem rêdaktorê wî çaxî Aydîn Morîkyan û me gotê, wekî cî bidne me jî, em jî pêşda bên, bersiva wî bidin. Camêrî go: “Ser sera, ser ç’eva. Binivîsin, bînin”. Çerkez xwe berra kir, go: ezê binivîsim. Lê hetanî dawîê usa jî nenivîsî. Xeysetê wî bû: her tişt hiltanî ser xwe, lê gele cara, wexta lazim bûya, nedanî sêrî.

        Xeysetekî wîyî mayînî xirab jî hebû. Ewî her tişt reş dikir, wekî ser wê reşayê her tenê “spîkaya” wî bê kivşê. Gelo badilhewa bû, wekî rojnemê “Arêvî êrkîr” (“Welatê roê”, bi zimanê ermenî), “Mîcagêtk”-êda (“Mêsopotamîa”, bi zimanê ermenî), ku ewî rêdaktorî wan dikir, çendik-çend gotarê wî neşir bûn, li ku hemû rewşenbîrê me bêhurmet dikir, emekê wan reş dikir? Hinek gotarada ewî rewşenbîrê me himberî tiştê usa dikir, ku ne layîqî gotinêne. Bi fikra wî, her tenê ew bû, kesekî mayîn tunebû. Hilbet, ew merivekî xwendî bû, lê xeysetê wî, ç’evnebarya wî ew kiribûn dereceke usa, ku ewî nikaribû çend sala serhev cîkîda bixebite. Kesekîra yole nediçû, her tenê digote “ez!”. Lê wê yekêra tevayî ez nikarim vêderê wê yekê bilind qîmet nekim, ku ewî poêma Ahmedê Xanîye “Mem û Zîn” bi hostatîke bilind tercmeyî ermenî kir. (Ew pirtûk paşî mirina wî neşir bû).

        Bi spartina G.Galoyan serwêrtya Ermenîstanêye statîstîkîê wextê tomerîkirina mefaê hesabkirina binelyaye sala 1989-ye hemtifaqîê êzdî cuda kir çawa miletekî başqe.

        Paşwextîêda parlamênta Ermenîstanê zimanê kurdîra tevayî zimanê “êzdkî” jî nas kir. Wezîreta Ermenîstanêye xwendinê û ulm ser hîmê vê naskirina parlamêntê destpê kir pirtûkê dersê “zimanê êzdkî” çap kir. Wey li wan pirtûka! Ewê ku xwexwa motacê xwendinê û hînbûnê bûn, ew pirtûk hazir kirin. Lema jî piranya mektebê gundê kurda (xênji 2-3, dîrêktorê kîjana ermenîne) ew pirtûk qebûl nekirin.

        Wextê hilbijartina dêpûtatê parlamênta sovêtîêye dawîê bi saya propaganda demkêşê G.Galoyane kurd wê okrûgêda, kîderê kandîdatya G.Galoyan hebû, kurdê navça Elegezê dengê xwe dane wî û ew hate hilbijartinê çawa endamê parlamênta sovêtîê.

        Okrûga Hoktêmbêryanê ya hilbijartinê parlamênta sovêtîê bona dêpûtatîê kandîdatûra doktorê ulmê doxtirîê, profêsor Gêorgîê (Joraê) Xudo û ya pincarbêcerkireke ermenî hebû. “Êzdîê teze” miqabilî kandîdatûra Joraê Xudo agîtasîa dane gurkirinê û gazî bijarvanê wê okrûgêye êzdî kirin dengê xwe nedin bona kara kandîdatya Joraê Xudo, lê bidin bona kara pincarbêcerkira ermenî. Profêsor nehate bijartinê, lê pincarbêcerkir hate hilbijartinê. 

 

 

“KURMÊ DARÊ NE JI DARÊBE…”

 

 

“KURMÊ DARÊ NE JI DARÊBE…”,

YANÊ HER TIŞT ÇAWA DESTPÊBÛ

 

        “Kurmê darê ne ji darêbe, zewala darê tune”. Ev mesela kurdî zef baş wan hêza nîşan dide, ku nava miletê xweda kar dikin – ew xayîn, avantyûrîst, karyêrîst û nepakê mayînin. Ew yek nava hemû gelada heye. Miletê me vê derecêda bêpar nemaye. Em dîroka gelê meye kevnare alîkî bihêlin û vegerne her tenê ser dema wêye hereteze. Mesele, Başûrê Kurdistanêda ce’şa kar dikir, Bakûrê Kurdistanêda qoricî kar dikin, û ewana zyana dha mezin dane û didine kurda, ne ku artêşê Îraqê û Tûrkîaê. Ermenîstanêda nava gelê meda jî hene xayîn, avantyûrîst, karyêrîst û nepakê mayîn. Alîê nepakîê û xirabîêda ewana bi tu tiştî “biramakê” xweye Îraqê û Tûrkîaê kêmtir nînin. Em wanra dibêjin “êzdîê teze”, û ezê îro kurt derheqa wan xayînada binivîsim.

        Dawya salê 80-î, gava binga dîwana sovêtîê sist bûbû, destbi heja Qerebax’ê bûbû, hinek “êzdîê teze” xwe hesyan, hatine meydanê û kirine galegal, wekî êzdî mileteke başqeye, tu karê wan tevî kurda tune. Ewana hesab dikirin, wekî êzdî dha nêzîkî asorya, ermenya û erebanin (ewana xwera digotin “em erebê spîne”, lê van dawya divên “em peyhatîê şûmêrê kevnarene”), ne ku kurda. Hela serda ewana kurd hesab dikirin çawa dijminê xweye qaneqan, bona wana jî têrmîna “Kurdistan” tabûa lape qedexekirîye. Ewana Kurdistana Îraqêra dibêjin “Bakûra Îraqê”, Bakûrê Kurdistanêra dibêjin “Başûr-Rohilata Tûrkîaê” yanê “Ermenîstana Roava”.

        Serkêşya wê komê ev bûn: Ezîzê Emer, Hesen Hesenyan, Kerem Evdoyan (cimetê jêra digot Gîskê), Hesenê Mehmûd. Paşwextîêda Cemal Sadiqyan û Sîabend Bekoyan jî gihîştine wan.

        Şerê wan hîmlî dijî rêdaksîaê û rewşenbîrê me bû. “Bedbextya” evê dawîê tenê ew bû, wekî wana fem dikirin û zanibûn, dîn çye, miletî çye, digotin, dinivîsîn, wekî em dînê xweva êzdîne, lê miletya xweva kurdin.

        Tiştê ecêb ew bû, wekî “êzdîê teze” tu cara derheqa radîoa kurdîda, ku Yêrêvanêda kar dikir, tu pirseke sar nedigotin, êrîş nedibirine ser, derheqa wê radîoêda qe nedanîn ser zara jî. Bi fikra min, menî ew bû, wekî radîoê xwe rya nêytral girtibû. Xebatkarê radîoa kurdî nedigotin “radîoa bi zimanê kurdî”, lê digotin “radîoa civakî”, nedigotin “kilamê cimeta kurda”, lê digotin “kilamê cimetê”, çimkî nedixwestin navê “kurdîtîê” bidin. Ji wan sala girtî hetanî nha jî radîoê tu carekê gilîkî rexnekirinê negot derheqa kirinê van “ezdîê teze”-da. Menîgirtina xebatkarê radîoa kurdî ew bû, ku giva ew elametya didin bona kurdê welatê dereke, lema jî nelazime derheqa wê dutîretîêda bê gotinê. Lê radîoa bona êzdya, ku dîsa temamya rohilata Nêzîk û Navînda dihate bihîstinê, xeberdanê xwe bi gotinê nepakva derheqa rewşenbîrê meda destpê dikir. Nava temamya xeberdanê wanda têma dijî kurd û kurdîtîê mînanî têlekî sor derbaz dibû û tu kesekî ji serkarya radîoê dengê xwe wanra nedikir. Dêmek, menîgirtina xebatkarê radîoa bi zimanê kurdî qelp bû, wana nedixwest konflîkt pêşda bê navbera wan û “êzdîê teze”-da.

        Koma wan “êzdîê teze” propaganda xwe hîmlî wan gundê deşta Araratêda dikirin, li ku ermenî û kurd tevayî dimînin (nehîêd Hoktêmbêryanê, Êcmîazînê, Masîsê, Araratê, Artaşatê). Propaganda wana ew bû, wekî giva em, rewşenbîr, dibêjin “em kurdin”, wekî usane em musulmanin. “Êzdîê teze” ser wê yekê dilîstin, wekî êzdîê nexwendî nizanibûn, wekî nava kurdada çend dîn hene – musulman, êzdî, xaçparêz, elewî, zaza. Ewan “êzdîê teze” zanibûn, wekî bona êzdyê nexwendî  pirsa dîn çi pirseke nazike, û eva yeka bona meremê xweye kirêt didane xebatê. Ewana digotin, wekî rojneme û rewşenbîr me dikine surman, û evê yekê nava pareke êzdîê Ermenîstanêda hukumê xwe dihîşt. Ewana her dera digotin: “gotî Ermenîstanêda xeberê kurd û Kurdistan neêne gotinê”, wekî “kurd ne tenê dijminê ermenyane, lê usa jî dijminê me, êzdyane”, û îdîotîzma wan gihîşte wê derecê, wekî bona xwe ji kurdîtyê dûrxin xwera digotin “em ermenîê sorta dudane”!

 

 

EZ DERBAZÎ PÊNSÎAÊ BÛM. MIN ÇAWA MER…

 

 

EZ DERBAZÎ PÊNSÎAÊ BÛM.

MIN ÇAWA MER PAŞLA XWEDA

GERM DIKIRIN

         

        Gava ez ji konfêransa Hewlêrê vegeryam û rojtira mayîn sibê zû çûme rêdaksîaê, ne Rizgan, ne jî Grîşa minra xeber nedan. Min wanra go:

        — Çi bûye, çi qewimye?

        Ewana serê xwe kirine ber xwe û nizanibûn çi menîê bigrin. Min pirsa xwe wekiland. Bû nêze-nêza wan, dîsa pakî tiştek negotin. Min gote wan, wekî ez pê perê wan yanê perê rêdaksîaê neçûme. Wan herdua nikaribûn pakî bersiva min bidin. Wana got:

        — Çira gazî te dikin, gazî me nakin?

        Min gote wan:

        — De bira nav û hurmeta we jî ewqasî mezinbe, wekî we nas bikin û gazî wekin.

        Min tê derxist, wekî ç’evnebarîê dikin û fikra wanda tiştek heye. Lê çi difikirîn, min nikaribû tê derxista.

        Rojekê pey wêra malda ez ketim, lingê min şkest. Ew herdu ne tenê ser minda nehatin, lê qe carekê têlê jî nexistin, ne gotin: çi hatye serê te. Ez paşê pê hesyam, wekî wexta ez Kurdistana Îraqê bûme, bêy min Grîşa û Rizgan çawa endamê ewê hevaltîê qirar kirine min ji xebatê azakin.

        Bêy wê yekê jî rewş rêdaksîaêda ewqasî xirab bû, wekî min îdî qirar kiribû tu tiştekî hesab hilnedim, ji xebatê azabim.

        Ew çendik-çend roj bûn lingê min şkestî ez malda bûm. Ewana jî qirara azakirina min (îzna wane wê yekê tunebû, çimkî ez hazir nîbûme) derdixin, dibêjne Mirazê Cemal, wekî wê qirarê bîne bide min. Miraz înkar dike, dibêje: “We qirar derxistye, xwexwa jî bivin bidnê”. Lê wana turuş nedikir bêne mala me.

        Weke 2 meha derbaz bû. Lingê min hevekî pak bû. Rojekê ber êvarê, wekî rûçkê wan nemerda nevînim, ez çûme rêdaksîaê. Min qerewilê ber dêrîra got, wekî ez diçim ji xebatê aza dibim, hûrmûrê xweyî şexsî dibim. “Ez eşaretîê didime te, wekî paşê gilî-gotinê zêde tunebin”. Min hûrmûrê xweyî şexsî, kompyûtêreke rêdaksîaê, ku para min diket çawa serokê hevaltîê, hilda û anî. Rojtira mayîn ji para polîsîaê minra têlêxistin, gotin, wekî rêdaksîaêda dizî bûye, emê bêne mala te. Xêlekê şûnda kapîtanekî polîsîaê hate mala me. Min go:

        — Çi bûye?

        Go:

        — Ketine rêdaksîaê, hûrmûrê wê dizîne. Grîşa Çatoyan (yanê Grîşaê Memê) elametî daye me û gotye, wekî Emerîkê Serdar hatye û ew hûrmûr dizye.

        Min gotê:

        — Ezim rêdaktorê rojnemê. Çira minra têlênaxe, navêje ketine rêdaksîaê, dizî kirine, lê carekêra elametîê dide we?

        Min gotê, wekî ez ji xebatê aza dibim, çûme min hûrmûrê xweyî şexsî û kompyûtêra para xwe anye. Derheqa vê yekêda min gotye nobedarê ber derê avayê rêdaksîa. “Hûn dikarin herin ji wî bipirsin”.

        Camêrî protokola xwe nivîsî, qol kir û çû. Diçe cem nobedar. Nobedar gotina min îzbat dike. Polîsîa şermîê didine Grîşa, wekî çawa şerê neşûştî avîtye min.

        10-ê avgûstê sala 2006-a ez û Nûra xwe çûne rêdaksîaê, min nexwest fermana azakirina min bi destî Grîşa bê nivîsarê. Lema jî min Nûrê xwera bir, wekî ew têksta fermana min devtera fermanada û devtera mine xebatêda binivîse.

        A, Grîşa û Rizgan xebata mine 44 sala li rêdaksîaê vî cûreyî “qîmetkirin”. Ew jî wî çaxî, gava min hertim digot: “Rya teze” ewledê mine, ez ewledê “Rya teze”-me”.

        Grîşaê Memê bû rêdaktor. Rizganê Cango hîşt çû Rûsîaê. Grîşa û Mirazê Cemal man.

        Divêjin, pey mirinêra derheqa miryada yan baş xeber didin, yan jî xebernadin. Lê rastî ji her tiştî bihatire. Gotî rastî bê gotinê. Bira dilê tu kesî nemîne, ezê rastîê bêjim.

        Grîşa merivekî usa bû, wekî ji emrê efrandarîê gelekî dûr bû. Nava ewqas salada, wekî ewî rêdaksîaêda xwedêgiravî kar dikir, tu gotareke usa nenivîsî, wekî layîqî guhdarîêbe. Tu înîsîatîvek nîşan neda.

        Tê bîra min, ew çawa hildane ser xebatê. Apê wî – Tîtal Mûradov, ku cem me dixebitî, çendik-çend cara M.Esedra gotibû, wekî Grîşa hilde ser xebatê. Lê M.Esed qayîl nedibû. Rojekê jî merivê Grîşa – Xalit Çatoêvê apê wî, Semend Sîabandov, Bayloz Rzgoêvê merivê wî çûne cem Mîro û bona vê pirsê hukumî ser kirin. M.Esed mecbûr bû Grîşa hilde ser xebatê.

        Grîşa wê mekteba Yêrêvanêye şevbuhurîêda dixebitî, kîjan ewî xilaz kiribû. Wê mektebêda ew ne ku dersdar, lê terbyetdar bû.

        Wexta cara duda hat cem me xebitî, ew mînanî gizîrê rêdaksîaê bû. Hejmara rojnemêye hazir dibire çapxanê, paşî neşirkirinê diçû tîraja wê ji çapxanê tanî.

        Û wexta ez çûme pênsîaê, ewî xwexwa rabû fermana xwe da û xwe kivşkir çawa rêdaktorê sereke. Nava 4 salada xwedêgiravî ewî rêdaktorî rojnemê dikir, rojneme nediçû, nedigihîşte destê xwendevana. Temamya tîraja rojnemê danî kabînêta xweda, dida serhev. Rûpêlê “Rya teze” bi wan qinyata tijî dikir, ku ji malperê kurdî hildida. Tu tiştekî xwexwetîê rojnemêda tunebû. Carna jî digirt temamya hejmarekê pêşkêşî merivekî dikir. Rojneme nedihate xwendinê. Ew tradîsîaê, ku rêdaksîaê nava salê derbazbûyîda saz kiribûn, Grîşa gişk pêpes kirin. Nava wan 4 salê “rêdaktorya” xweda ewî 4 xetê xwexwetîê rojnemêda nenivîsî. Dilê min gelekî dêşya, çimkî gele tişt bi destî me, koma xebatkarê rojnemêye pêşin, hatibû kirinê. Û gava min didît rojneme ketye çi derecê, ez gelekî berxwe diketim, çimkî min 44 salê emrê xwe dabû wê rojnemê. Lema jî hevpeyvîneke xweda min derheqa vê yekêda got û ev mesela gelê me anî: “Dewsa şêra mane kundê dêra” (“Rûdaw”, hejmar 43, 4-ê mayê s.2010-a).

        Min rûê dilsaxya xweda gele şaşî kirine. Yek ji wan şaşya ew bû, wekî xênji Grîşaê Memê min usa jî Rizganê Cango rêdaksîaêda careke mayîn hilda ser xebatê. Min nizanibû, wekî ez me’ra paşla xweda germ dikim. Min bi meha 2 aylix didane Rizgan: yek ew bû, wekî giva katibê cabdar bû, yek jî, gava Mirazê Cemal ne wêderê bûya, ser kompyûtêrê têkst berev dikir (wey li wê berevkirinê!).

01-1

Rûpêlekî wê têkstê, ku Rizganê Cango (Lazgîyan) wexta rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da dixebitî, berev kirye.

02-1

Rûpêlekî wê têkstê, ku Rizganê Cango (Lazgîyan) wexta rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da dixebitî, berev kirye.

03-1

Rûpêlekî wê têkstê, ku Rizganê Cango (Lazgîyan) wexta rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da dixebitî, berev kirye.

04-1

Rûpêlekî wê têkstê, ku Rizganê Cango (Lazgîyan) wexta rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da dixebitî, berev kirye.

05-1

Rûpêlekî wê têkstê, ku Rizganê Cango (Lazgîyan) wexta rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da dixebitî, berev kirye.

Xwedêgiravî katibê cabdar bû, lê nava çend salada ewî tu carekê makêta rojnemê nikaribû hazirkira (min ew hazir dikir). Qinyatê diçûn çapxanê nedixwend, xênji nivîsara anotasîaê pirtûkaye biç’ûk tu karekî mayîn nedikir. Nava çend salê xebata rêdaksîaêda ewî gotareke pirî-hindikî pak nenivîsî.

        Lê wexta ez çûme Başûrê Kurdistanê û min ew xwera bir, çi hate serê min, bira serê minbe. Wêderê min teze tê derxist, wekî çiqasî rast gotine: bona meriva nas bikî, gotî cînartîê yanê rêwîtîê tevî wan bikî.

        Xeysetê wî û Grîşa mînanî hev bûn, û badilhewa nîbû, wekî hevdura “çaşke-loşke” bûn. Ewqasî ç’evnebar û xêrnexaz bû, wekî ji rewşenbîrê meye vêderê her tenê ew nehat tevî civata hobêlyana 70-salya min û bimbarekkirina pirtûka mine bi zimanê rûsî nebû. 

 

 

ÎNTRÎG, ŞANTAJ Û DAWÎÊ… ME USA JÎ PERE NESTEND

 

 

ÎNTRÎG, ŞANTAJ Û DAWÎÊ… ME USA JÎ

PERE NESTEND

         

        Ez vêderê xeberdana xweye derheqa konfêransa Hewlêrêda pêşda dibim.

        Çimkî ez ç’evada belengaz bûbûm, lema jî min bi zar doklad da. Têlêvîzîona “Zagros”-ê ew doklada min temam da.

        Gava konfêrans xilaz bû û wezîrê çandê Kakayî hat û pêşkêş da me, nava xeberdana xwe got, wekî dixwazin alîkarya peretî (15 hezar dolar) bidne rojnema “Rya teze”, her tenê lazime “rêdaktor kaxazê binivîse, bide min”.

        Wextê em vegeryane mêvanxanê, Karlênê Çaçanî got, wekî wê alîkarîê usa jî bidne sêksîa nivîskarê kurda (serokê sêksîaê ew bû). Ez û Çerkez ecêbmayî man, wekî radibe û tiştekî usa dibêje, ku wezîr negotye. Ez û Çerkez wêderê bûne û em jêra dibêjin, wekî wezîr tenê derheqa rojnemêda gotye (şedê me temamya tevgelê konfêransê bûne). Lê me kir-nekir, pê nikaribû. K.Çaçanî rûnişt, erze nivîsî ser navê wezîr û bona sêksîaê 15 hezar dolar xwest.

        Sibê şebeqê berî min ewî erza xwe bir da wezîr. Min jî erza xwe da wezîr. Hema wê rojê Ebûbekir minra got, wekî rojneme tu qurişekî nastîne, çimkî K.Çaçanî xwe berra kirye û wezîr gotye: “Em alîkarî bidne rojnemê, wê sêksîaê bixeyde, lema jî alîkarîê nadne tu yekî”. Usa jî kirin.

        A K.Çaçanî bû sebebê wê yekê, wekî hukumeta herêma Kurdistanê alîkarî neda rojnemê. Pê wan pera meê karibûya lap kêm 3 sala “Rya teze” xweykira.

        Kurdekî dewlemend hebû, Êx’vardêda dima (nehya Naîrîê), Yêrêvanêda dikana wî hebû. Nha nizanim, wêderêye yanê na. Navê wî Kerem bû. Ewî qîza xwe dabû nevîê Karlên, kurê Şamil Rostem.

        Rojekê Karlên hate cem min û got, wekî Kerem dixwaze alîkarîê bide rojnemê. Dixwaze 500 dolarî bide. Karlên minra got:

        — Wekî tu ji wî 500-î 200-î bidî min, ezê pera bînim, yanê na – ez naînim.

        Ez hêrs ketim û min got:

        — Ez ne qayîlim!

        Xebatçîê me minda ketin, gotin:

        — Tu çi dikî? Emê ewî 300-î jî undakin. Qayîlbe, bira ewî 300-î bîne, emê rojnemêda binivîsin, wekî me 500 dolar stendye.

        Em mecbûr bûn usa jî bikin. Karlên ew 200 dolar “xwe helal kir”. 

 

 

ÇÛYÎNA LI KONFÊRANSA HEWLÊRÊ Û…

 

 

ÇÛYÎNA LI KONFÊRANSA HEWLÊRÊ

Û DERHEQA ÇEND NAS Û HEVALÊ MINDA

         

        Sala 2006-a bi înîsîatîva wezîreta hukumeta herêma Kurdistanêye çandê û Înstîtûta Asîa Pêş û Kurdistanê Hewlêrêda gotî konfêransa kurdzanê Sovêta berê derbaz bûya. Teşkîldarê wê hîmlî Şêx Mehemed Ebûbekir bû, ku serokê Înstîtûta Asîa Pêş û Kurdistanê, kandîdatê ulmê êkonomîkîê bû, merivekî serxwe, zane, welatparêz bû. Ji Ermenîstanê ez, Karlênê Çaçanî û Çerkezê Reş hatine teglîfkirinê û tevî wê konfêransê bûn. Dêlêgasîaêd Gurcistanê (A.Mêntêşaşvîlî, Keremê Anqosî, Keremê Alxan û Pîr Dîma), Sankt-Pêtêrbûrgê, Moskvaê, Êkatêrînbûrgê tevî konfêransê dibûn. Têma doklada min ha bû: “Rol û kemala rojnema “Rya teze”. Konfêrans ser dereca bilind derbaz bû. Rojnema û têlêvîzîona bi firetî derheqa wêda nivîsîn û dan.

        Wextê konfêransê ez profêsor, kurdzanê eyan M.S.Lazarêvra bûme nas. Navbera meda pevgirêdanê hevaltîê hatine sazkirinê. Min jêra got, wekî çawa wextêda min pirtûka wîye “Pirsa kurda” tercmeyî kurdî kirye, lê Têmûrê Xelîl tercma min dizye û ser navê xwe Avropaêda daye çapkirinê (derheqa dizya wîda wê para vê pirtûkêye başqe bê gotinê). Ewî got, wekî tiştekî usa ber guhê wî ketye.

        Min pirtûka xweye pêşin bi tercma zimanê rûsî «Свадьбу сыграли дважды» (bi kurdî navê wê ha bû: “Bûk du cara syar kirin”, yanê “Dewetek du cara kirin”) pêşkêş daê. Her sibe, wexta rastî min dihat, digot, wekî pirtûkê dixûne û gelekî lê xweş tê. Carekê jî pirsî, wekî kê tercme kirye. Min got, wekî hîmlî Nûra qîza min tercme kirye. Go: “Tercme bêqusûre, tê kivşê qîzê te rûsîke delal zanin”.

        Ez wêderê usa jî rastî hevalê xweyî weke 60 salî Keremê Anqosî hatim. Raste, Kerem Tbîlîsîê dimîne, ez jî Yêrêvanê, lê timê guhê me ser heve, bi poşta êlêktronîê hevdura nema dişînin, pirtûkê xweye teze pevdiguhêzin, pê têlê hevdura xeber didin. Ez rind haj pê heme Kerem çiva mijûl dibe. Ez zanim Kerem karekî partîaê, civakî û çandêyî mezin kirye, bûye hîmdarê radîoa “Ronkayî” (Tbîlîsî), çend rojneme bi kîsî xwe derxistine. Hetanî nha çend salixnemê (kalêndar) êzdya hazir kirine. Ez îdî nabêjim derheqa wê xebata wîye mezinda, ku ewî arxîvê Gurcistanêda kirye. Hetanî nha ewî bi deha pirtûk çap kirine derheqa dîrok, folklor, çand, dînê êzdyada. Gava evê xebata wî dibînî, tê derdixî, wekî ewî xebateke dha mezin kirye, ne ku hinek kandîdat û doktorê kurdzan. Rastîê jî Kerem kurdzan, rohilatzanekî naskirîye û wê derecêda fikra wîra hesab rûdinên.

        Raste, Kerem mirîde, lê zanekî dînê êzdyayî berbiç’eve. Ew gele ji şêx, pîrê me rindtir dînê êzdya zane. Lema jî gelek tirêqê me ç’evnebarya wî dikin.

        Konfêransêda ez rastî xortekî meyî delal hatim. Ewî hukumekî mezin ser min hîşt – him alîê bejn-bala xwe, bedewya xweda, him jî alîê zanebûn û milûktya xweda. Ew Pîr Dîmaye, ku Tbîlîsîêda dimîne. Hilbet, berê jî rojnemada, malperada min çend gotarê wî xwendibûn û ser zanebûnê wîye dewlemend ecêbmayî mabûm. Lê gava nêzîkva min ew nas kir, çawa dibêjin, şabûna perê min tunebû bifiryama. Ez bawerim, wekî ewê virhada jî karekî kardar bike boy navê miletê me, û paşeroja gelê me xortê usara girêdayîye. Zanebûna Pîr Dîmaye derheqa dînê êzdyada be’re. Ew ne tenê zaneye, lê usa jî dikare bi ulmî ewî dînî şiroveke. 3 pirtûkê wî: “Êzdîê Serhedê”, “Nimûnên kûltûra medenî ya kurdî” û “Lalişa Nûranî” xemila textê minî nivîsarêne.

        Xortekî usa jî Têmûrê Cindî Mamoyan bû. Sed heyf, wekî ez derheqa wîda bi wedê derbazbûyî dinivîsim. Çend sala pêşda ew bêwext ji vê dinê çû. Tê bîra min, konfêranseke Moskvaêda ewî xeberda. Ez ser ziman, logîka, xeberdana wî, bejn-bala wî, bedewya wî zendegirtî mam û dilê xweda gelekî şabûm, wekî nava meda xortekî usa heye. Wextê navbirîê ez nêzîkî wî bûm û bona xeberdana wîye bêqusûr min ew bimbarek kir. Ewî got: “Apê Emerîk, tu min nas nakî? Ne ez kurê Cindîme, gundîê teme”. Min ew hemêz kir û kela girî da qirka min. Xortekî xwendî, zane, teşkîldar bû. Ewî xwe bi temamî pêşkêşî heja meye milatîê-azadarîê kiribû, ku Tûrkîaêda fire bûbû. Ew Kîêvêda dima, serkarê Mala Kurda bû, şêwirdarê parlamênta Ûkraînaê bû. Ewî karekî çiqas mezin kir bona serrastkirina şuxulê wan kurda, ku ji komarê mayîn çûbûne Kîêvê. Min eva yeka ber ç’evê xwe dîtye, gava 2 cara Kîêvê qesidîme. Çiqas heval-hogirê wî, nasê wîye ûkraîn, rûs hebûn, çiqasî jê hiz dikirin û qedrê wî digirtin! Ez îdî derheqa kurdada nabêjim. Wextêda ewî Kîêvêda rojnema “Dengê Mîdîaê” derdixist, bi zimanê rûsî nasya xwendevana dida gelê me, dîrok û çanda wî, şerkarya wîye mêrxasîê. Sed heyf, ewî her tenê pêra gîhand pirtûkekê çapke – “Kurd li Ûkraînaê. Kurt derheqa dîroka gelê kurdda”. Ewî serî-binî 51 salî emir kir, lê pêra gîhand nav û mîrateke ewqasî dewlemend pey xwe bihêle. Hetanî nha jî, gava gilî tê ser Têmûrê Cindî Mamoyan, kela min tijî dibe. Ez dibêjim: qe xwezil min ew camêr nedîta û nas nekira. Lê alîkî mayînva jî ez kubar dibim, wekî gundê me ewledekî ha daye gelê me.

        Kurapê Têmûr – Ezîzê Cewo jî gundîê meye û dêmekî çand, zimanzanya meye, şerkarekî heja meye azadarîêye. Ewî Yêrêvanêda rêdaktorya rojnema “Botan”-ê (bi zimanê ermenî), Moskvaêda rojnema “Axîna Welat” (bi zimanê kurdî) û yêd mayîn kirye. Xebata wîye zimanzanîê, ku van salê dawîê Sankt-Pêtêrbûrgêda bi zimanê rûsî çap bûye, nava zimanzanya meda xebereke tezeye. Usa jî layîqî guhdarîêne gotarê wîye derheqa zimanê kurdîda, ku kovar û rojnemêd kurdaye derekeda neşir bûne. Berevoka şiêrê wîye “Karvanê bêxewîê” – destanîneke poêzîa meye salê dawîêye. Ezîz kurê Cewoê Emer Mamoyane, ku dersdarê minî pêşin bûye û min jorê derheqa wîda nivîsye.

        Raste, herduê dawîê (Têmûr û Ezîz) tevî konfêransa jorgotî nedibûn, lê min lazim hesab kir nasya xwendevana bidme wan. Ez dixwazim vêderê navbirîê bidme xeberdana xwe derheqa konfêransada û çend gilya bêjim derheqa hinek nas û hevalê xweye mayînda. 

        Gilîê min derheqa 2 biraê welatparêzdane. Ji wana yek Rizalîê Reşîdî rehmetîye.

        Rizalî xwendina bilind stendibû, gundê xweda Kûrekendêda (nha Fêrîk, nehya Êcmîazînê) dîrêktorê mektebê bû. Ew bûbû sîmvola gundê xwe – bi merîfetî, zanebûn, maqûltya xweva. Ewî jî ev xeyset ji bavê xweyî rehmetî Reşîdê Ozman hildabû. Reşîd merîkî xwendî bû, Tbîlîsîêda rûsî xwendibû, xweytî pismamê xwe Qanatê Kurdo kiribû. Û gava vegeryabû Kûrekendê, çend sala serkarî kolxoza gund kiribû.

        Rizalî mêrekî şertê xwe bû, milûk û merivhiz. Gund bi wî kubar dibû. Çi pirsê gunde sereke hebûna, Rizalîê Reşîd tev dibû û dida safîkirinê. Rizalî hevalekî minî nêzîk bû û çi gava ez gund diqesidîm, dibûme mêvanê Rizalî. Ez ji xeberdana wîye xweş têr nedibûm. Laqirdî û xweşîê wî  xemleke mexsûs didane xeberdana wî.

        Rizalî usa jî şayîr bû. Gele şiêr û fêlyêtonê wî rojnema “Rya teze”-da çap bûn. Ewî pêra gîhand 2 pirtûkê şiêra neşirke: “Berbi tevê” (s.1964-a) û “Xem û xiyal” (s.1982-a).

        R.Reşîd welatparêzekî erhede bû, ser wetenê xwe û gelê xwe şewitî bû. Bi hereket û înîsîatîva wî û Tosinê birê wî navê gundê Kûrekendê hate guhastinê û ew hate navkirinê ser navê şorişvanê meyî navûdeng Fêrîk Polatbêkov – Fêrîk. (Çawa eyane, navê “Kûrekend” tirkîye, yanê “gundê kûrêda”. Wana nedixwest navê tirkî ser navê gundê kurdabe). Tê bîra min, sala 1987-a Rizalî û Tosin em çend rewşenbîrê kurd teglîfî wê şaynetîê kirin, ku bona guhastina navê gund bû. Ev rewşenbîr hazir bûn: Mîroê Esed, Hecîê Cindî, Xelîl Mûradov, Karlênê Çaçanî, Tîtalê Efo û ez. Paşî şaynetîê Rizalî em teglîfî mala xwe kirin. Textekî bêqusûr danîbûn. Me wedê xwe gelekî baş derbaz kir.

        Wana ne tenê navê gundê xwe guhastin, lê usa jî kolanê gund kirine ser navê şuxulkarê me – Ahmedê Xanî, Şerefxan Bîtlîsî, Feqîê Teyran û yêd mayîn.

        Telebextra, Rizalî salêd 90-î ji gund barkir, çû parwelatê Rûsîaêyî  Stavropolê, wêderê jî çû rehmetê û Mînêralnîyê Vodîêda definkirin.

        Birê mayîn Tosinê Reşîde. Tosin rastîê jî rewşenbîre – rewşenbîrekî obyêktîve, welatparêzekî erhedeye. Ewî înstîtûta pêdagogîêye ser navê X.Abovyan fakîltêta kîmîaê, aspîrantûra xilaz kirye, dîsêrtasîa xwey kirye û navê kandîdatê ulmê kîmîaê stendye, gelek sala laboratorîa zankoa Yêrêvanêye dewletêye kîmîaêda, weke salekê jî radîoa Yêrêvanêye kurdîda xebitye.

        Ez û Tosin hevalê heve nêzîkin û ew hevaltya me hela salê xwendkarîêda destpê bûye. Min û ewî tevayî serhatya Fêrîk Polatbêkove “Eskan” ji rûsî welgerandye kurdî û rojnema “Rya teze”-da daye çapkirinê. Me usa jî tevayî êpêce wext radîoa Yêrêvanêye kurdîda bernema “Ênsîklopêdîa kurdî” hazir dikir. Tosin xweyê 2 pirtûkê şiêrane, ku Yêrêvanêda bi kurdî çap bûne: “Kilamê rê” (s.1975-a) û “Nîvro” (s.1987-a). Ez zanim Tosin usa jî romaneke dîrokî “Mestûre” nivîsye û çap kirye, bona kîjanê layîqî xelata Başûrê Kurdistanêye edebyetê “Pîremerd” bûye. Tosin usa jî xebateke mezin kirye bona berevkirin û çapkirina kilamê me. Berbiç’eve usa jî xebata wî di dereca lênihêrandina pirsêd dînê êzdyada.

        Raste, Tosin nha Avstralîaêda dimîne, lê rind haj jîyîna meye vêderêye çandê û edebyetê heye.

        Hevalekî minî baş jî heye û ez nikarim van bîranînê xweda derheqa wîda çend gilya nebêjim. Gilî derheqa şayîr Barîê Baladane. Ew merivekî zane, xêrxaz, dilovan, welatparêze. Ew bona heval-hogirê xwe, mala xwe û welatê xwe tu tiştî nahêvşîne û xwe bi temamî pêşkêşî wan îdêa kirye.

        Min Barî nas kir, gava bû xwendkarê para azêrî ya fakûltêta înstîtûta pêdagogîêye ser navê X.Abovyane fîlologîê. Min nas kir û jê hiz kir. Ew hesîn û hevaltî eva îdî 50 salî zêdetire dom dike. Û çiqas diçe dha zêde û gur dibe. Raste, wexta Barî înstîtûtêda hate qebûlkirinê, ez îdî kûrsa 5-a bûm. Paşî xilazkirina înstîtûtê jî, gava ez radîoa Yêrêvanêye para kurdîda  dixebitîm, hertim êvarê diçûme oda xwendkarê kurd û gele cara şev wêderê dimam û cîê Barîda radizam, lê ew diçû xwera cîkî mayîn didît. Min û Barî cahiltîêda gele tişt kirye û hetanî roja îroyîn jî ew bîra min û Barî naçin.

        Paşî xilazkirina înstîtûtê Barîê Bala çend sala wezîreta Ermenîstanêye ronkayîêda xebitî çawa telîmçîê ziman û edebyeta azêrya û kurda. Ew çendik-çend sala bûye dîrêktorê sovxozê û her tişt kirye bona pêşdaçûyîna malhebûnê.

        Telebextra, wextê şerê bona Qerebax’ê mala Barîê Bala jî kurdê meye musulmane mayînra tevayî koçkir û ji Ermenîstanê çû. Destê me ji hev qetya, em haj ji hev tunebûn, min nizanibû Barî kîderêye. Evê yekê weke 20 salî kişand, lê bi saya hereketê Barî, wekî ewqasî çerçirîbû, pey pirs-pirsyara ketibû, careke mayîn navbera meda heleqetî hatine sazkirinê. Ez pê hesyam, wekî Barî malêva çûye Qazaxstanê, qeraxê bajarê Alma-Ataêda cîwar bûye. Berî çûyîna li Alma-Ataê, telebextra, kevanya wî Dîlbera qîza birê Wezîrê Nadirî çûbû rehmetê. Evê yekê gelekî xirab hukumî ser Barî kir. Hetanî roja îroyîn jî bi keder kevanya xwe bîr tîne. Badilhewa nîne, wekî ewî gele şiêr, pirtûk pêşkêşî wê kirine.

        Şikir 2 kurê Barî hene. Barî cem kurê xweyî mezin Elî dimîne. Elî û kevanya xwe Gulnara mînanî ronaya ç’evê xwe Barî xweyî dikin. Barî jî hersê nevîê xwe – Letîfe, Qadir û Nûrxan – şadibe û wanra kêfxweş dibe.

        Lê kêfxweşya wîye lape mezin xebata efrandarîêye. Hetanî nha 6 pirtûkê wîye şiêra, poêma, pîêsa çap bûne. Ji wan 6 pirtûka yek Dihokêda (Başûrê Kurdistanê) hatye çapkirinê. Nha Barî berevoka xweye bi sirê hazir dike û guman heye xwendevanê ewê zûtirekê bibînin. Cîye bê gotinê, wekî ev her şeş pirtûkê Barî ji alîê rojneme û malperê kurdîda baş hatine qîmetkirinê.

        Raste, alîê mezîlêda ez û Barî ji hevdu dûrin, lê bi saya mecalê pevgirêdanê em gelekî nêzîkî hevin. Bawer bikî her hevtê em bi Skype-ê hevdûra xeber didin, rind haj hal-hewalê hev hene.

        Ez vêderê usa jî dixwazim derheqa nas û hevalê xweye kurdê musulmanda bîr bînim. Mixabin, gelek ji wana tewqê xwe ji vê dinê birîne û çûne dinya mayîn. Lê şikir çend heval jî saxin û bi serfirazî kar dikin. Ez bi hizkirneke mezin dixwazim derheqa Kinyazê Îbrahîmda bêjim. Ew doktorê ulmê fîlologîê, profêsor, akadêmîke, serwêrê kafêdra zankoa Alma-Ataêye dewletêye tirkîye, serokê olka kurdê Qazaxstanêye, xudanê çendik-çend xebatê ulmîye, usa jî endamê Asosîasîa miletaye li rex Prêzîdêntê Qazaxstanê.

        Ahmedê Hepo nivîskarekî meyî naskirîye, xudanê çend berevokê serpêhatya û romanokane. Îlahî pirtûka wîye “Hêsirê xûnê” ji alîê xwendevanê kurdda baş hatye qebûlkirinê. Ew serokê beşa radîoa kurdîye, ku Bekyêda kar dike. Bi hereketê wî rojnema kurdaye “Dengê kurd” weşanê xwe didomîne.

        Ez bi hizkirin usa jî wan hevalê xwe kurdê musulman bîr tînim, ku, sed yazix, îro nava meda nînin: Mehmedê Heso, Salihê Heso, Mecîtê Elî, Wezîrê Ûso û yêd mayîn.

 

 

JI JYANA RÊDAKSÎAÊ. SAZKIRINA OOO…

 

 

JI JYANA RÊDAKSÎAÊ.

SAZKIRINA HEVALTYA CABDARYA DAHIDÛDKIRÎ (OOO)

Û DESTPÊKA DAWÎÊ

         

        Ew çend sal bûn, wekî ez ç’evada belengaz bûbûm. Lê dixebitîm. Ew jî ne ku bona stendina aylixê (ew jî tiştek nîbû), lê bona rojneme bê xweykirinê. Hejmareke rojnemê tunebû, wekî gotareke min têda neşir nebûya. Min digot, Nûra qîza min dinivîsî. Tercme jî me usa dikir. Bi gilîkî, 80% qinyatê rojnemê min hazir dikir. Grîşa her tenê înformasîaê biç’ûk tercme dikir, lê Rizgan înformasîaêd kurt derheqa pirtûkê kurdîye teze neşirbûyîda.

        Wan sala wezîreta Ermenîstanêye yûstîsîaê qirar derxist derheqa wê yekêda, wekî rêxistinê civakî, rêdaksîaê rojnema û kovara (kê bixweze) dikarin bibin Hevaltya cabdarya dahidûdkirî (OOO). Qirarêda qewlekî sazkirina hevaltîê jî ew bû, wekî endamê wê gerekê 15 sala nekêmtir serhev wêderê xebitîbin. Hevaltî gotî ji 3 merya kêmtir nîbe. Me jî qirar kir bibine hevaltya usa. Me hevaltî saz kir. Ez sedrê wê bûm (34%). Grîşa û Rizgan endamê wê bûn, her yek 33%. Her tenê îzna me hersêka hebû rêdaktorê rojnemê, sedrê hevaltîê kivşkin yanê ji xebatê azakin. Lê Grîşa û Rizgan navbirî dabûne staja xebata xweye li rêdaksîaê. Staja wana li rêdaksîaê nedikire 15 sal. Min qestîka dokûmêntêda, ku rêberî wezîretê kir, nivîsî, wekî giva ewana ewqas sal serhev rêdaksîaêda xebitîne. Min ew yek bi femdarî kir, gunê min wan herdua hat, min xwest kolêktîva meye ji 4 merya (Mirazê Cemal ew 2-3 sal bû hatibû cem me dixebitî) tifaqbe, hevdura xweşbin, xemxur bin. Lê paşwextîê, telebextra, nîşan da, wekî şuxulê min tevî merivê mixenet hebû. 

 

 

ÇÛYÎNA MINE LI TÊHRANÊ…

 

 

ÇÛYÎNA MINE LI TÊHRANÊ BONA

TEVÎ FÊSTÎVALA RADÎOÊ BIBIM

 

        Sala 2003-a radîoa Îranêye dewletê ez resmî teglîf kirim, ku tevî fêstîvala radîoê bim. Ez 7 roja Têhranêda mam. Herro rastî xebatkarê para radîoêye kurdî (çawa kurmancî, usa jî soranî) dihatim. Camêrne gelekî baş, xwendî, milethiz bûn. Minra mînanî bira bûn. Ez bi têlêvîzîona kurdî pêşda hatim. Min qe tex’mîn nekiribû ew 7 roj çawa derbaz bûn. Hetanî roja îroyîn jî xebatkarê para xeberdanêd kurdî minra têlêdixin, hevpeyvîna derbaz dikin. (Derheqa çûyîna xweye li Têhranê min gotarek nivîsî û rojnema “Rya teze”-da da çapkirinê).