rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

amarikesardar

ÇAWA “RYA TEZE” DERBAZÎ LATÎNÎ BÛ

 

 

ÇAWA “RYA TEZE” DERBAZÎ

LATÎNÎ BÛ

 

        Me zanibû, welatê derekeda nikarin pakî rojnema me bixûnin, çimkî ew bi tîpê kîrîlî bû. Lê çawa eyane, piranya kurda tîpê latînî kar tînin. Bi înîsîatîv û cabdarya min ji sala 2000-êda rojneme bi tîpê latînî hate çapkirinê. Me usa jî xwest pirtûkê zimanê kurdî bi latînî bêne çapkirinê. Min 2 cara derheqa vê yekêda neme şand serekwezîrê Rêspûblîka Ermenîstanêye wî çaxî A.Margaryanra, bersiva nema pêşin qe nedan, bersiva nema duda dîrêktorê înstîtûta miletîêye xwendinê (ya wezîreta rêspûblîkaêye xwendinê û ulm) V.Martîrosyan da û xwestina me înkar kir. A, min derheqa vê yekêda gotarek nivîsî û rojnemêda da çapkirinê (“Xwestina meye heq înkar kirin”, sêntyabr, s.2004-a). Aha gotarêda çi dihate gotinê:

Bi temamî gotarê vêderê bixûnin.

 

 

ÇAWA ROJNEME DIGIHÎŞTE XWENDEVANA

 

 

ÇAWA ROJNEME DIGIHÎŞTE

XWENDEVANA

         

        Wede hatibûn guhastinê. Dewsa “Soyûzpêçat”-ê “Haypost”-ê kar dikir. Ewê rojnema me nava abonêntada bela nedikir. Sîstêma parnivîsarê hatibû teribandinê. Lema jî em mecbûr dibûn salê carekê herin gundê kurda, parnivîsarê derbazkin. Me çawa rojneme digîhande xwendevana? Min serokê bajarê Talînêra xeberdabû û gotibûê, wekî emê rojnemê her gundekî başqe bikin, bişînin cem te û wexta muxtarê gunda têne bal te, bira wê hejmara rojnemê bibin gundda belakin. (Me zanibû, her gundekîda çiqas xwendevanê me hene). Ew camêr qayîl bû. Min wî cûreyî usa jî cîdereca poşta Elegezêra xeberda û şuxul wî teherî da teşkîlkirinê. Me bi 3 cûre rojneme digîhande cî:

  1. xebatkarê me yanê merîê mayîn rojneme digîhandine cîdereca poşta Elegezê,
  2. bi destî “Haymamûl”-ê me ew dişand serkarya bajarê Talînê,
  3. poşta gundê Şamîramê me bi destî avtoajoê avtobûsê dişand.

        Bi çerçere û zêrandineke ewqasî mezin me rojnema xwe digîhande xwendevana.

 

 

PROBLÊMÊ FÎNANSÎÊ, NEMA ŞAGIRTA Û SPONSORÊ ME

 

 

PROBLÊMÊ FÎNANSÎÊ,

NEMA ŞAGIRTA Û SPONSORÊ ME

 

        Min hewara xwe cimeta me daxist. Çend cya alîkarî dane me. Tê bîra min, kulfeteke pênsîonêr (telebextra, navê wê naê bîra min) ji gundê Şahûmyanê (nehya Ecmîazînê) pênsîa xweye mehekê rêdaksîaêra şand. (Ew kulfet dayka Mirazê Ezîz bû, ku mala xweda mûzêa navmala gelê me dabû teşkîlkirinê).

        Rojekê Tîtalê Reşîd – dîrêktorê mekteba gundê Tilike (nehya Talînê) 8-sale – hate rêdaksîaê. (Ew pêşewitîkî rojnemê bû, aktîvîstekî gundê Tilikî hêle bû. Xwendina wîye rûsîye bilind hebû. Serkarya nehyê gelekî jê dipelikand. Badilhewa nîbû, ew ewledekî malbeta Polatova bû, wê malbetê, ku yekî mînanî Fêrîk Polatbêkov dabû gel. Birê Tîtal – Arsên Polatov – bû hîmdarê têatra ermenyaye pantomîmaê. Navbera wî û nivîskarê navûdeng Wîlyam Saroyan, heykelçêkirê ermenîyî eyan Yêrvand Koçar gelekî xweş bû. Birê wanî biç’ûk Sêvdîn wezîreta Sovêtîê û Rûsîaêye karê derda xebata dîplomatîê dikir. Bavê wan Reşîd merîkî xwendî, bilyan û xêrxaz bû. Ew dersdarekî zimanê rûsîyî baş bû. Gelek sala dersdarî kiribû, bûbû dîrêktorê mektebê). Ewî pakêtek da min, go bixûne. Min pakêt vekir. Aha pakêtêda kurdî çi nivîsîbûn:

        “Rya teze”-ye hizkirî!

        Hildin komeka meye biç’ûk û bibaxşînin – ewqas destê me hatye.

        Em rojnema miletê xwera firnax dibin.

        Şuxulkarya rêdaksîaêye mêrxasîêra açixya dixwezin.

                                                           Tomerya koma şagirtê mekteba gundê Tilik”. 

        Xênji vê nemê usa jî ev navnîş pakêtêda hebûn: “Koma 1-ê – 31 manat, koma 2-a – 47 manat, koma 3-a – 26 manat, koma 4-a – 15 manat, koma 5-a – 44 manat, koma 6-a – 23 manat, koma 7-a – 12 manat, koma 8-a – 26 manat. Serhev 224 manat.

        Gelî xwendevanêd meye “Rya teze”! Em sala weye teze bimbarek dikin. Koma şagirtê mekteba gundê Tilik. 5/I-1992”. (Orîgînala wê nemê arxîva minda tê xweykirinê).

        Tîtalê Reşîd dest bire cêba xwe û perê şagirta derxist, da min.

        Ev perê şagirta bona me pêşkêşa lape bilinde. Ne axir wana perê teştya xwe mera şandine. Xênji perê kaxaz pakêtêda usa jî perê hûr hebûn. Kela girî da qirka min. Ewê ne tenê dilê me şakir, lê usa jî nîşan da, wekî wê mektebêda terbyetkirina şagirtaye milethizîê ser çi dereceke bilinde.

        2 birê milethiz, şîrhelal Borîs û Mêlsîkê Mehemed, ku qeza Rûsîaêye Yaroslavlêda kar dikirin, temamya salekê (sala 1992-a) sponsorya rojnemê kirin.

        Partî Dêmokratî Kurdistan (Îraq), Yekîtya Nîştîmanî Kurdistan, Partîa karkerê Kurdistanê, Partîa Kurdistanêye sosîalîstîê (K.Bûrkay), Înstîtûta Parîzêye kurda (Kendal Nezan), Yekîtya êzdîê Almanîaê, kurdê Amêrîkaê, Şvêdîaê û rêxistinêd meye mayîn alîkarî dane me. Çi gava ewledê gelê meye pêş, ku ji welatê dereke dihatine rêdaksîaê, alîkarya peretî didane me. Çend cara rewşenbîrêd meye li Tbîlîsîê mera alîkarî şandin. Fonda Soros alîkarya têxnîkîê û peretî da me. Wekîlxana TMY li Yêrêvanê, baylozxana Fransîaêye li Yêrêvanê jî pirsa alîkarya meda bepar neman.

        Rojnemêda rûbrîkake ha hebû: “Pêşewitîê rojnemê”, kîderê me navê wan merya dinivîsî, ku alîkarya peretî dane rojnemê.

         

        Rewşa rojnemê gelekî giran bû. Xebatkarê me hîştibûn, çûbûn. Temamya salekê rêdaksîaêda ez tenê mam û tu qurişek çawa aylix min nestend. Min wî cûreyî usa kir, wekî rojneme neê dadanê û em wan hersê kabînêtê xwe unda nekin. Bi çerçerê nebînayî eva yeka minra li hev hat. Gava heve pere ketine destê rêdaksîaê, min Grîşaê Memê û Rizganê Cango (ku çend sala pêşda, gava rewşa rojnemê xirab bû, xebatê aza bûn, bê xebat mabûn), hilda ser xebatê. Min zanibû, wekî ew herdu gelekî dûrî jûrnalîstîkaêne, lê ez mecbûr bûm, çimkî kadrê anegor tunebûn. Çawa dibêjin, “Gundda mêr tunebûn, navê dîka danîbûn Evdilrehman”. Grîşa çû 6 meha Krasnodarê ma. Min nizanibû wê bê yanê na, lema jî min Mirazê Cemal cem me hilda ser xebatê.

        Sala 2001-ê rewşa rojnemê dîsa xirab bû. Min wekîlê Yekîtya Nîştîmanî Kurdistan Şoriş Sehîdra, ku Moskvaêda rûdinişt, têlêxist û derheqa rewşa rojnemêda jêra got. Ewî got: “Ezê paşê tera têlêxim”. 2 roj derbaz bûn, Şoriş minra têlêxist û got, wekî Mam Celalra (Celal Telebanî serokê Yekîtya Nîştîmanî Kurdistan) xeberdaye, ewî ez teglîf kirime, ku herme Kurdistanê. Min razîbûna xwe da û gotê, wekî ez tenê naçim, ezê xebatkarekî me Rizganê Cango çawa rêber xwera bibim, îlahî wekî emê Îranêra herin, ew jî farizî zane. Şoriş qayîl bû. Çendekî şûnda em bi firindê çûne Têhranê, Kêrmanşahê, wê şûnda bi avtomaşînê çûne Sulêymanîê. Em 20 rojî zêdetir Kurdistanêda man, çûne Helebcê, Salhedînê, Hewlêrê, Lalişê. Mam Celal 2 cara em qebûl kirin. Alîkarîke usa da rêdaksîaê, wekî têrê kir em rojnemê salekê xweykin. (Derheqa çûyînêda min 2 hejmarê “Rya teze”-da gotareke mezin ser 2 rûpêla neşirkir). 

 

 

SALÊ 90-î. DESTPÊKA WERGUHASTINÊ MEZIN…

 

 

SALÊ 90-î. DESTPÊKA WERGUHASTINÊ MEZIN.

EZ KIVŞKIRIM RÊDAKTORÊ SEREKE

 

        Rûê pêrêstroykaêda Ermenîstanêda guhastinê mezin bûbûn. Dîwan ketibû destê HHŞ (Heja ermenyaye hemmilatîê). Komûnîst îdî serkarê hukumetê nîbûn. Rojnema “Rya teze” mabû her tenê çawa organa Kommerkezya PK Ermenîstanê (Şêwra tewrebilind û Şêwra wezîra ew hesab nedikirin organa xwe).

        Ew çend meh bûn, wekî Tîtalê Efo ji borcdarîê rêdaktorê rojnemê aza bûbû. Dewsê min serkarî rêdaksîaê dikir, lê ez kabînêta wîda rûnediniştim. Xebatkarê me çend cara minra gotin, wekî çira kabînêta rêdaktorda rûnanêyî. Min got: “Ez rêdaktor nînim, ezê çawa kabînêta rêdaktorda rûnêm?” Xulese, kolêktîvê civata xwe derbaz kir û qirar kir hîvî ji Kommerkezya PK Ermenîstabê bike, wekî min kivşkin çawa rêdaktor. Kolêktîvê qirara xwe Kommerkezîêra şand. Çendek derbaz bû, byûroa Kommerkezîê bi qirara № 16 ya 15-ê îyûlê sala 1991-ê ez kivşkirim çawa rêdaktorê rojnema “Rya teze” (reşê wê dokûmêntê arxîva mindane).

        Hukumetê îdî rojneme fînans nedikir. Avtomaşîna rêdaksîaê, 8 kabînêt jî ji me stendin. Perê Kommerkezîê tunebû, wekî rêdaksîaê xweyke. Rojneme bû ya serbixwe. Em lap bêç’ar man, û ewê bêç’aretîê kişand hetanî ez ji xebatê aza bûm û sala 2006-a derbazî pênsîaê bûm. Min nava wan 15 salada bi çencerûka, bi hereketê nebînayî rojneme û 3 kabînêt xweykirin. Eger pêşîê rojneme hevtê 2 cara derdiket, em mecbûr bûn hevtê carekê, paşê mehê carekê rojnemê berdin. 

 

 

DIJÎHEVBÛN ZÊDE DIBE. ŞIKYATÊ 60-PERÎ…

 

 

DIJÎHEVBÛN ZÊDE DIBE.

ŞIKYATÊ 60-PERÎ, KU SER MIN NIVÎSÎBÛN,

ŞANDINE KOMÎTÊA NAVENDÎ

 

         

        Dawya salê 80-î bû. Rêzimana Qanatê Kurdo (paşî mirinê) bona mektebê gundê kurda neşir bûbû. Wezîrê Eşo rêdaktorê wê bû. Wî çaxî ez hela cîgirê rêdaktor bûm û heleqetîê min û Çerkez ne yê dostîê bûn. Rojekê jî me ji dersdara zimanê kurdî Gozela Rostem (gundê Hasaşênê, nehya Talînê) nemek stend, li ku ewê dinivîsî, wekî jimara herfê Rêzimana Qanatê Kurdo û Elîfba Hecîê Cindî newekehevin. Cem Q.Kurdo kêmin, lê cem H.Cindî zefin. Ser hîmê vê nemê Egîtê Xudo şirovekirinek nivîsî, ku rojnemêda çap bû. Egîtê Xudo Wezîrê Eşo rexne dikir, wekî çira ewî guhdarî nedaye ser firqya jimara herfê kurdî.

        Wezîrê Eşo eva yeka gelekî xirab qebûl kir. Dewsa wê yekê, wekî gazinê xwe Egît bike, Wezîr bû hevkarê Çerkezê Reş û destpê kirin avîtine reşê min. Eva yeka hîmlî Çerkez dikir. Wî çaxî Çerkezê Reş gotarek nivîsîbû derheqa êposa “Kela Dimdim”-êda. Hesenê Qeşeng, ku wî çaxî serwêrê para çandê û nema bû, minra got, wekî em ne ulmdarin, dha rinde em ewê gotarê bişînin para kurdzanîê ya înstîtûta akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye rohilatzanîê, bira fikra xwe bêjin, çika lazime em  ewê gotarê çapkin yanê na. Me usa jî kir. Serkarê koma kurdzanîê Şekroê Xudo bi zar mera got, wekî dest nade wê gotarê çapkin. (Wî çaxî Çerkezê Reş û Egîtê Xudo kiribûne şer û Çerkez nedihate rêdaksîaê). Çerkez minra têlêxist, wekî jêrê hîvya mine. Ez çûm. Min jêra got, wekî fikra koma kurdzanîê derheqa gotara teda baş nîne û em nikarin ewê neşirkin. Ewî gelekî kêm-zêde xeberda û got: “Tê bibînî ezê çi bînim serê te”. Û ewî destpê kir şikyatê min kir, Wezîrê Eşo jî kiribû hevkarê xwe. Îdî Hesenê Qeşeng û Egîtê Xudo bîr kiribûn û pey min ketibûn. Çend cara Kommerkazîêda şikyatê min kiribûn, lê katibê Kommerkezîêyî alîê xebata îdêologîêda K.Dallakyan rind ez nas dikirim û guh nedabû şikyatê wan. Lê gava dewsa K.Dallakyan G.Galoyan hate kivşkirinê (bi helandayîna hinek xêrnexaza), guhdarî dane ser erza Çerkezê Reş û Wezîrê Eşoye 60(!!!)-perî. Raste, serwêrê para agîtasîaê û propagandaê G.Asatryan dijî wê yekê bû, wekî bona lênihêrandina wê erzê komîsîa bê teşkîlkirinê, lê bin hukumê G.Galoyanda komîsîa hate teşkîlkirinê. Erzêda tiştê nebînayî nivîsîbûn. Giva rûê Emerîkêda pêrêstroyka (daçêkirin) Ermenîstanêda cîda dizvire, pêşda naçe, lazime Emerîkê û neferê mala wî sirgûnkin Sîbîrê… Û hezar cûre şerê waye neşûştî…

        Endamê komîsîaê bûn: Karlênê Çaçanî (sedr), Maksîmê Xemo, Şerefê Eşir, Simoê Şemo û yêd mayîn. Komîsîaê her tiştî nihêrî, hetanî min çiqas honorar jî stendye. Komîsîa doklada xwe nivîsî û da para Kommerkezîê. Min jî alîê xweda nemeke gelekî biç’ûk (serî-binî weke nîvperî) nivîsî û teslîmî parê kir.

        Paşwextîêda, gava ez û G.Asatryan rastî hev hatin, ewî minra got, wekî enenekirina dokladê çawa derbaz bûye. Go: “Min gazî hemû xebatkarê parê kir û wanra got, wekî em îro pirsa şikyatê dijî Emerîkê Serdar dinihêrin. Bira xebatkarê parê Gûrgên Ambaryan fikra komîsîaê bixûne. Ambaryan xwend, xilaz kir. Min go: Emerîkê jî nemeke biç’ûk şandye, ezê ewê nemê bixûnim. Min xwend. Piranya xebatkarê parê xeberdan û dane kivşê, wekî erze şer-şiltaxe, fikra komîsîaê ne obyêktîve, şera davêjin Emerîkê, qestîka dixwazin wî nux’sankin. Min hilda doklada komîsîaê qelaşt, avîte zembîla kêleka xwe û got: “A, eva jî qîmetê xudanê erzê û endamê komîsîaêye. Gava min digot, wekî ewana qestîka şer-şiltaxa davêjin Emerîkê, gotî şikyatê wana bendî tiştekî hesab nekin, minra qayîl nedibûn, rabûn ev komîsîa vir-derew saz kirin. De we dît, ewê komîsîa neobyêktîv çi nivîsîbû?”

        Vêderê ez dixwazim bidme kivşê, wekî ez û Wezîrê Eşo gundîê hevin. Zarotî û cahiltya me gundekîda derbaz bûye. Ew bengîê gundê xwe û gundîê xweye. Lema jî ez ecêbmayî dimam, wekî gihîştibû Çerkezê Reş û şikyatê min dikir. Min zanibû, wekî wan erza Çerkezê Reş dinivîse, Wezîr her tenê binda qol dike. Ez bawer bûm, wekî Wezîr ketye bin hukumê Çerkez û tex’mîn nedikir çi dike. Paşwextîêda ewî ev yek tex’mîn kir, poşman bû, çend cara baxşandin ji min xwest û zorê minra xeberda. Min xeysetê wî zanibû: îro ez û ewê qirka hev bigrin, 2 roja şûnda wê bê zorê jî mabe minra xeberde.

        Wezîrê Eşo rewşenbîrekî meyî eyane. Ew çend sala bûye dîrêktorê mekteba gundê Pambê, Lênîngradêda aspîrantûra kurdzanîêda xwendye. Lê em berî her tiştî Wezîrê Eşo nas dikin çawa nivîskar, rojnemevan û tercmeçî. Eyanin pirtûkê wîye “Mizgînî”, “Pamb-Sîpan”, “Xebera dosta”, “Kurd-êzdî” (ya X.Abovyan) û yêd mayîn. Îro jî Wezîr bi kela cahiltîê diefirîne û qulixî çand, edebyet û dîroka me dike.

 

 

“HER GÊZÎÊ TEZE BI CÛRÊ XWE GÊZÎ DIKE”…

 

 

“HER GÊZÎÊ TEZE BI CÛRÊ XWE

GÊZÎ DIKE”. DESTPÊKA DIJÎHEVBÛNÊ

 

        Dewsa M.Esed Tîtalê Efo kivşkirin, ku hetanî wî çaxî Kommerkezya PK Ermenîstanêda dixebitî. Pêşîê ewî ber rewşenbîrê me helekarî dikir. Lema jî hineka jê bawer dikirin, digotin “merivekî başe”. Paşwextîêda, gava bengzê wî tam hate dîharkirinê, rewşenbîra dîtin ew çi merîye, rûê xwe jê guhastin, nexwestin tevî şuxulê wîye qirêj bibin.

        Kolêktîva me kolêktîveke teşkîlkirî û hazir bû. Dewsa wê yekê, wekî serkarîê wê bike, T.Efo hema rojê pêşinda elam kir, wekî ew kolêktîv jêra dest nade, dewsê wê tîma (koma) xwe sazke. Hema roja pêşinda Joraê avtoajoê me, ku gele sala cem ma kar dikir, ji xebatê aza kir, dewsê yekî teze kivş kir. Paşê ewî Letîfê Emer şand pênsîaê, Porsora Sebrî ji xebatê aza kir. (Porsor gihîşte wê yekê, wekî bi destê mehkemê careke mayîn xebatêda hate daseknandinê). Gayanê Hovhanîsyan ji xebatê aza kir, dewsê Delala Memê kivş kir (Delal rastîê jî delal bû. Qîzeke nav-namûs, xwendî, milethiz bû. Paşwextîêda ewê mêr kir, çû Tbîlîsîê. Nha jî, çiqasî ez zanim, malva çûye Avropaê).

        T.Efo xwelî dora min, Elîê Evdilrehman, Hesenê Qeşeng û Egîtê Xudo ro dikir. Lê diranê wî meda nediçû, çimkî bêy qayîlbûna Kommerkezîê ewî nikaribû me ji xebatê aza bike. Ewî çend cara Kommerkezîêda ev pirs pêşda kişandibû, lê deqa wîda dabûnê û gotibûnê: îlahî destê xwe nede Emerîkê Serdar. Ewî soz dabû çend merya, ku gelekî dûrî jûrnalîstîkaê bûn, wekî wê min azake û dewsa min wana kivşke. Ew salnîvekê cem me xebitî, avtomaşîna rêdaksîaê her tenê qulixî wî û neferê mala wî dikir, carekê xebatkarekî rêdaksîaê avtoê syar nebû, wexta gelekî lazim bûya, avto jî ber dêrî sekinîbûya, tu wexta îzin nedida xebatkarê me bi avtoê here, pirsa rêdaksîaêva mijûlbe. Ewî ecêbê mayîn jî kirin. Go: “Herfa “i” çî merane? Me nelazime! Em gerekê ewê nedne xebtandinê”. Rabû temamya hejmarekê bê “i” da. Paşê tê derxist, wekî usa nabe, careke mayîn “i” da xebatê.

        Gava dît, wekî nikare me, çend xebatkarê rêdaksîaê, ji xebatê azake, sparte Çerkezê Reş (ku pêşîê dostê wî bû, paşê bûne dijminê hev) erzekê ji navê çend rewşenbîrê me binivîse û bişîne Kommerkezîê. Erzêda nivîsîbûn, wekî rêdaksîaêda gele kadrê hizhizî hene, ne anegorî xwestinê rojêne, gotî îznê bidin rêdaktorê cahil kolêktîveke anegorî xwestinêd wede sazke. Erze qol kiribûn: Sehîdê Îbo, Karlênê Çaçanî, Wezîrê Eşo, Çerkezê Reş, Eskerê Boyîk, Simoê Şemo. (Reşê wê erzê arxîva minda tê xweykirinê).

        Em pê hesyan, wekî bi spartina wî ewê koma rewşenbîrê me nema şikyatkirinê şandye Kommerkezîêra. Me jî alîê xweda derheqa kirinê wîda erze nivîsî û şand Kommerkezîê. Hemû endamê kolêktîva me erze qol kirin (xênji Egîtê Xudo û Grîşaê Memê. Ya Egîtê Xudo me xwexwa nexwest ew qolke, çimkî ew û Tîtalê Efo bacanax’ê hev bûn. Grîşaê Memê pêşîê qayîlbû qolke, lê paşê paşda vekişya). Çendek derbaz bû, xebatkarê para Kommerkezya PK Ermenîstanêye agîtasîaê û propagandaê Karlên Yalanûzyan gazî min kir. Ez çûme cem. Minra got:

        — Me erza we stendye, lê nelazime ewê pirsê bilindkin.

        Min gotê:

        — Me erze nivîsye, werin civata kolêktîvêda ewê erzê enenekin.

        Go:

        — Em zanin enenekirinê çi nîşan bide.

        Min gotê:

        — Wî çaxî te çira gazî min kirye?

        — Em zanin, tu çawa bêjî, kolêktîvê usa jî bike.

        Herneyse, me weke 2 seheta berhevda, nehatin ser fikrekê. Yalanûzyan got:

        — Were em herin cem cîgirê serwêrê parê Kîrakosyan.

        Em çûn. Kîrakosyan jî usa got. Huceta me êpêceyî dirêj kişand. Kîrakosyan dawîêda got:

        — Em naxwazin eva yeka bona rêdaksîaê mayîn jî bibe ders. Tu zanî, ewê jî ç’ev bidne we. Lê ew yek mera dest nade. Ez soz didime te, wekî hûnê zûtirekê ji Tîtalê Efo xilaz bin.

        Rastîê jî çend meh derbaz nebûn, gava Tîtalê Efo ji borcdarîê rêdaktor aza kirin.

        Wextêda Kommerkezîê qirar kiribû, wekî tîraja rojnema “Rya teze” gotî ji 4 hezara derbaztir nebe û nava salada ew yek dihate xweykirinê. Qe nizanim bi çi fend-fêla T.Efo sala 1990-î tîraja rojnemê gîhande 5 hezara.

        Cîye bê gotinê, wekî wextê Mîroê Esedda rojnema “Rya teze” diçû wan rêspûblîkaê sovêtîê (Gurcistan, Azirbêcan, Qazaxstan, Rûsîa), li ku kurd diman. Navê rojnema “Rya teze” kiribûne kataloga navnetewî. Bi saya wê yekê abonêntê rojnema me Amêrîkaê, Kanadaê û welatêd Avropaêda jî hebûn.

        Tê bîra min, carekê ez cem Mîroê Esed rûniştibûm. Têla hukumetê xistin. Min xwest ez derêm herim, lê Mîro nehîşt. Bi têlê ermenî hevra xeber didan. Gava Mîro xeberdana bi têlê xilaz kir, minra got: “Tu zanî, kî bû xeberda?” Û got, wekî prêzîdêntê akadêmîa Ermenîstanêye ulma, akadêmîk, astrofîzîkê dinêeyan Vîktor Hambarsûmyan bû. Ewî gotibû, wekî teze ji Holandîaê vegeryaye, wextê civateke wêderê çend xortê kurd nêzîkî wî bûne û ew bimbarek kirine bona wê yekê, wekî obsêrvatorîa Byûrakanê bi ordêna Lênîn hatye rewakirinê. Hambarsûmyan ji wan dipirse: hûn çawa haj ji vê yekê hene? Ewana gotine, wekî “Rya teze”-da xwendine. Lema jî Hambarsûmyan têlêxist û razîbûna xwe da bona wê yekê, wekî “Rya teze” usa baş destanînê Ermenîstana Sovêtîê propaganda dike. 

 

 

MÎROÊ ESED ÇÛ PÊNSÎAÊ

 

 

MÎROÊ ESED ÇÛ PÊNSÎAÊ

         

        Sala 1989-a Mîroê Esed şandin pênsîaê. Wî çaxî serkarya Kommerkezîê hatibû guhastinê. Dewsa K.Dêmîrç’yan Sûrên Harûtyûnyan (ku hetanî wî çaxî Kommerkezya PKTS-da dixebitî) hatibû kivşkirinê çawa katibê pêşin, Galûst Galoyan hatibû kivşkirinê çawa katibê Kommerkezya PK Ermenîstanê alîê xebata îdêologîêda. Evan herduê axirîê Mîroê Esed pakî nas nedikirin. Xêrnexazê Mîro G.Galoyanra gotibûn, wekî ew kale, îdî nikare bixebite. G.Galoyan derheqa vê yekêda S.Harûtyûnyanra gotibû, û wexta gazî Mîro kirin, wekî byûroêda şandina wîye pênsîaê testîq bikin, Mîro derda diçe, S.Harûtyûnyan wî dinihêre û ecêbmayî dibêje: “Lê digotin Hûn kalin, nikarin bixebitin. Lê ez dinihêrim Hûn hela gelekî serxwene. Îdî hatye qirarkirinê, wekî We bişînin pênsîaê”.

        Xênji razîbûnê, wekî bona xebata pirsaleye emekdar, usa jî avtomaşîne dane Mîroê Esed. (Çawa cîgirê wî ez haj hemû pirsa hebûm).

        Kolêktîva me qirar kir çawa lazime Mîroê Esed verêkin. Me têra dît rêstorana “Armênîa”-êda bankêtê bidin. Gava min derheqa vê yekêda M.Esedra got, hilda minra ha got:

        — Tu çi dikî? Tu nizanî partîa îzna wê yekê nade? Serêşa teê hebe.

        Min gotê:

        — Na, Mîro Esedîç, hizdikî ez bilêta xweye partîaê daynim ser text, ezê çawa lazime te verêkim. Te 35 sala serkarî rêdaksîaê kirye. Bi saya serê te rojneme cihanêda hatye naskirinê û qîmetkirinê. Em çawa dikarin vê yekêra hesab rûnenên?

        Roja M.Esed fermana azakirina xwe da kolêktîva me ew teglîf kir rêstorana “Armênîa” û me bankêt da.

        Û gava 4-ê fêvralê sala 2008-a M.Esed çû rehmetê, ez roja pêşîê çûme ser şîna wî. Wexta vegeryame malê, kerba çend roja giran nexweş ketim û, telebextra, nikaribûm tevî definkirina wî bibim. 

 

 

TIŞTEKÎ SADE NÎBÛ — WERGÊRA EDEBYETA SEYASETÎÊ Û…

 

 

TIŞTEKÎ SADE NÎBÛ — WERGÊRA

EDEBYETA SEYASETÎÊ

Û ŞERKARYA DIJÎ ŞER-ŞILTAXA

 

        Mîroê Esed bi meha dikete nexweşxanê. Min rojneme qol dikir. Û gava qinyatê mezine ferz hebûna, min xwexwa tercme dikir. Gava destê min diwestya, min gazî çend xebatkarê me dikir, dida rûniştandinê, min zar tercme dikir, ewana jî bi sirê dinivîsîn.

        Proêkta Konstîtûsîa TRSS teze neşir bûbû. Kommerkezîê sparte rêdaksîaê, wekî ese lazime proêkt bi kurdî jî bê tercmekirinê û rojnemêda çap bibe. Rêdaktor M.Esed sparte min, wekî ez wê proêktê tercmekim. (Çawa eyane, ew zakona welête hîmlîye û gotî bi cabdarîke gelekî mezin bê tercmekirinê, wekî fikrê wê zakonê yekşvêtî bêne femkirinê û qebûlkirinê). Min têksta rûsî û ermenî hilda û destpê kir tercmekir. Wexta tercmekirinê min him têksta ermenî, him jî ya rûsî dinihêrî. Êpêce cya têksta ermenîda şaşî, berr’aberdan hebûn. Gava min tercme dida rêdaktor, min jêra digot, wekî têksta ermenîda çi şaşî û berr’aberdan hene. M.Esed û çend xebatkarê meye mayîn tercma min dinihêrîn, lê guhastinê berbiç’ev nedikirinê.

        Paşî wê yekê, gava proêkta Konstîtûsîaê rojnema “Rya teze”-da jî hate çapkirinê, rêdaktor çû cem katibê Kommerkezya PK Ermenîstanê K.Dallakyan û gotê, wekî têksta ermenîda çi şaşî û berr’aberdan hene. Dallakyan gotibû, wekî lazime wexta dokûmêntê haye ferz têne stendinê, gerekê berê ewlin bidin “Rya teze” tercmeke, paşê bidne Armênprêsê, wekî belake. Kommerkezîê komîsîa saz kiribû, ewê têkstê proêktêye ermenî û rûsî himberîhev kiribûn, ew şaşî û berr’aberdan  îdî têksta hîmlîda tunebûn.

        Min usa jî “Konstîtûsîa RSS Ermenîstanê”, “Qanûnnema Partîa komûnîstîêye Tifaqa Sovêtîê”, “Programa Partîa komûnîstîêye Tifaqa Sovêtîê”, “Rêêd hîmlî yêd pêşdabirina TRSS êkonomîkîê û sosîalîêye salêd 1986-1990-î û wedê hetanî sala 2000-ê”, “Qirara Kommerkezya PKTS derheqa qedandina qirarêd Plênûma Kommerkezya PKTS îyûnê (sala 1983-a) teşkîleta Ermenîstanêye rêspûblîkaêye partîaêda” tercme kirin, rojnemêda, paşê bi pirtûkê başqe çap kirin.

        Tê bîra min, wexta L.Brêjnêv wefat bû, me hejmara mexsûs hazir kir. M.Esed dîsa nexweşxanêda bû. Ji çapxanê minra têlêxistin, wekî wekîlê Kommerkezya PK Ermenîstanê hatye, îznê nade em wê hejmarê çapkin. Ez çûme neşirxanê. Xebatkarê Kommerkezîê Olêg Arakêlyan minra got:

        — Ev çi hejmare we hazir kirye? Çira tu nizanî gerekê hejmara şînêbe?

        Min gotê:

        — Usa jî heye. Ez tera bêjim, çi qinyat hejmarêda hene.

        Û min destpê kir rû bi rû hemû qinyat jêra tercme kir.

        — Lê nobedarê rojê usa minra negot. Zef başe! Hema usa jî hejmarê bidin.

        Me usa jî kir.

        Hilbet, min zanibû nobedarê rojê Grîşaê Memê çira usa kirye. Ewî dixwest ber ç’evê Kommerkezîê min nux’sanke, usa bike Kommerkezî aminya xwe min neîne. Lê ew yek jêra li hev nehat. Ez ber ç’evê Kommerkezîê dha bilind bûm. Û badilhewa nîbû, wexta Mîroê Esed şandin pênsîaê, Tîtalê Efo dewsê kivşkirin, temya pêşin, ku Kommerkezîê dabûyê, ew bû, wekî “nevî-nevî destê xwe bidî Emerîkê Serdar”. Nenihêrî wê yekê, wekî wî çaxî gelekî şikyatê min kiribûn. Ezê paşê derheqa wan şikyatada binivîsim.

         

        Ez 2 cara tevî kongrêa rojnemevamê sovêtîê bûme, ku Moskvaêda derbaz dibûn. Ji Ermenîstanê em çawa wekîlê 3 rojnemê rêspûblîkaêye sereke (wekîlê rojnema çara “Komûnîst”-ê nehatibû bijartin) tevî kongrê dibûn. Ez bûm, Rafîk bû (“Sovêtakan Hayastan”) û Esker bû (“Sovêt Êrmenîstanî”). Em mêvanxana “Rosîa”-êda diman. Ez û Esker odekêda bûn. Rast dibêjin: gava dixwazî yekî rind naskî, jêra rê here, hevaltîê bike. Min û Eskerê azêrî hevaltîke baş kir. Min dha nêzîkva ew nas kir û jê hiz kir. Merivekî xemxur, qenc, hevalhiz bû. Raste, ew azêrî bû, lê ez jî kurd bûm, em hevdura mînanî bira bûn û gava vegeryane Yêrêvanê, ew dostî û hevaltya me dha qewîn û mehkem bû. Lê, telebextra, ewê dirêj nekişand: Esker barkir, çû Bekyê.

 

 

DERHEQA QAÇAXÊ MIRADDA

 

 

DERHEQA QAÇAXÊ MIRADDA

 

        Ez û Qaçaxê Mirad mala Elîê Evdilrehmanda diman. Avayê Elî arizî bû, ji 2 oda bû. Ewî k’irya wî avayî ji me nedistend. Hilbet, min derheqa Qaçaxê Miradda çawa şayîrê meyî navûdeng zûda bihîstibû, lê min ew nedîtibû. Û gava ew Tbîlîsîê ji qulixa eskerîê aza bû û hate Yêrêvanê, min ew çend cara dît.

        Min dixwest bi çend gotina nasya xwendevana bidme Qaçaxê Mirad. Ew ji qebîla Masekya bû, sala 1914-a gundê Tendûrekêda (nehya Tûrkîaêye Gîhadînê) hatibû dinê. Wextê şerê cihanêyî pêşin malbeta wana revîbû, hatibû Ermenîstanê, paşê çûbû Gurcistanê. Paşî çend sala malbeta wan dîsa vegeryaye Ermenîstanê û gundê Nor-Gêx’îê (Çatqirana berê, nehya Naîrîê) bingeh bûye. Xwendina Q.Mirade rûsî hebû, tevî şerê Wetenîêyî mezin bûbû, gelek sala artêşa Sovêtîêda qulix kiribû û gihîştibû rutbê kapîtan. Q.Mirad endamê Yekîtya rojnemevanê TRSS, endamê Yekîtya nivîskarê TRSS bû.

        Mêrekî talyanî, qemerî,  bilind bû, zane û xeberxweş bû. Û gava ez û ew mala Elîda tevayî diman, min dha nêzîkva ew nas kir. Ew ne tenê şayîrekî meyî eyan bû, lê usa jî hevalekî xêrxwaz û bêpar bû. Saya serê şayîrtya wî ruhê miletîê kete nava poêzîa meye vêderê. Ewî usa jî rîtmovke, fikrandina kurdî kire nava poêzîa me. Awa mesele:

 Me’r got: kuro, aqilbend,

Kevirê giran ruh min stend,

De zû derxe qirarê,

Me hat wextê fitarê.

        Lê poêma wîye biç’ûk “Keser” bi çi ruhdarbûn û kela şayîrtîê hatye nivîsarê! Tê bêjî ew jî efrandineke zargotina meye.

        Xût bin hukmê wîda şayîrê meye eyan (Şikoê Hesen, Fêrîkê Ûsiv û yêd mayîn) destpê kirin bi cûre û fikrandina miletîê efrandin, ku nêzîkî ruhê zargotina me bû. Şikir Xwedê, bi saya Qaçaxê Mirad poêzîa meye kurdaye sovêtîê bû xût ya miletîê. Efrandinê silsileta şayîraye teze îdî qe mînanî “nimûnê” poêzîa meye salêd 30-î nîbûn, ku gelekî dûrî mêntalîtêta kurdî bûn û mînanî banga bûn, tijî sxêmatîzm û şablon bûn.

        Qaçaxê Mirad hela dawya salêd 30-î yêd sedsalya derbazbûyî destbi emrê efrandarîê kiribû. Ewî gelek şiêr, poêm nivîsî bûn, nimûnê edebyeta rûsaye klasîk tercme kiribûn. Lê Ermenîstanêda rê nedidane wî efrandinê xwe neşirke. Lema jî ewî berevoka şayîr û nivîskarê Gurcistanêye kurd bi navê “Rya teze” bi zimanê rûsî hazir kir û sala 1958-a Tbîlîsîêda da çapkirinê. Wê berevokêda pareke mezin efrandinêd wî bûn. Xulese, sala 1959-a berevoka şiêr û poêmê wîye pêşin bi navê “Şewq” bi zimanê kurdî Yêrêvanêda çap bû. Ew ji alîê xwendevanada bi alavî hate qebûlkirinê. Min derheqa wê pirtûka delalda rêsênzîa nivîsî (“Nema vekirî şayîr Qaçaxê Miradra”) û rojnema “Rya teze”-da (12-ê noyabrê s.1959-a) da çapkirinê. Paşî wê yekê Q.Mirad çend berevokê şiêr û poêmê xweye delal (bi zimanê kurdî) pêşkêşî xwendevana kir. Ewî û Mîroê Esed tevayî pirtûka dersê zimanê kurdî bona komê 7-8 hazir kirin.

        Êvara, gava ez û ew malda tenê diman, ewî minra şiêrê xweye tezenivîsî dixwend. Cildeke (dîwaneke) şiêrê Cegerxwîn cem hebû. Ewî car-cara şiêrê Cegerxwîn jî minra dixwendin (wî çaxî min latînî hela nedixwend, lê ewî têkstê kurdî him bi tîpê latînî, him bi tîpê erebî aza dixwendin). bêjî bi wê yekê ew bû dersdarê minî edebyeta kurdî. Merivekî usa bû, hiz dikir pesnê wî bidin. Gele cara, wexta min jê hîvî dikir şiêrê Cegerxwîn minra bixûne, nedixwend. Paşê min taktîka xwe diguhast û jêra digot:

        — Ca şiêrê xwe minra bixûne.

        Beşera wî xweş dibû û şiêrê xwe minra dixwend. Wexta dixwend, xilaz dikir, min pesnê şiêrê wî dida, beşera wî dha xweş dibû û hiltanî minra digot:

        — Te gava dinê dixwest ez şiêrê Cegerxwîn tera bixûnim. Ezê nha bixûnim.

        Qaçaxê Mirad merivekî usa bû, wekî xwe dida rihîna hevala. Ewî tu cara bona şaşî û kêmasya heval gunekar nedikirin, ew şaşî û kêmasî hiltanîn ser xwe, digot “ezim gunekar”. Ez bûme şedê gelek qewmandinê ha.

        Dawya salê 50-î nava rewşenbîrê meda xeberdan diçû, digotin herdu poêmê Semend Sîabandov (“Sîabend û Xecê”, “Rozgara baş”) Qaçaxê Mirad jêra nivîsîne. Wexta min derheqa vê yekêda jê dipirsî, vedibeşirî û digot: “Na, min her tenê alîkarî dayê”. Min xeysetê Q.Mirad rind zanibû û tex’mîn dikir ew “alîkarî” çi bûye.

        Ew terevdarekî qeydê sovêtêyî aktîv bû. Te nikaribû ber wî kêmasîê Sovêtê bida kivşê. Hêrs diket, digot “hûn bêşêkirin”. Rind tê bîra min, çawa civateke sêksîa nivîskarê kurdada berevoka pêşin ya şayîrekî meyî cahil Tosinê Reşîd enene dikirin, çawa kêmasîê wê berevokê Qaçaxê Mirad hilda ha got:

        — Gava tu dibêjî “te’v geşe”, ese gotî bêjî “te’va sovêtê dha geşe”.

        Wê demê min çawa rêplîka gotê:

        — Xaçîk Şababovîç (yanê Qaçaxê Mirad), xûnvêybîn usa dibêjin!

        Hilbet, Qaçaxê Mirad gunekar nîbû, çimkî wî çaxî usa qebûlkirî bû.

        Kêmasîê wîye merivayêye haye biç’ûk hebûn, lê tomerî hildayî merîkî baş û gelekî merd bû. Tê bîra min, gava îdî çûbû rêdaksîa rojnema “Rya teze” û dixebitî çawa katibê cabdar, ez jî çûbûm rêdaksîaêda dixebitîm. Rêdaktorê rojnemê Mîroê Esed çûbû hêsabûnê. Qaçaxê Mirad rojneme berdida. Hevalekî xebatçîê rojnemê Şerefê Eşir ermenî gotarek anîbû û ew gotar rojnemêda çap bûbû. Ewî hevalê Şeref xwestibû hurmeta xwe bike. Gazî min, Qaçaxê Mirad, Şerefê Eşir kir, bir rêstorana “Ararat”-ê. Çaxê mênyû anîn hatin û gotin xwarinê û vexwarinê bibijêrin, Qaçax mênyû hilda û bijart. Gava ewî hevalê ermenî dît Qaçax çi xwarin û vexwarin bijartye, qincilî ser hev. Qaçax ev halê wî tex’mîn kir û gotê:

        — Qe şayîşa mekşîne, nanê xwe bixwe!

        Û gava me nanê xwe war, xilaz kir, Qaçax nehîşt ew hevalê ermenî destê xwe bive cêva xwe û hesab dade. Qaçaxê Mirad bi kîsî xwe ew hesab dada.

        Dawya salêd 40-î û destpêka salêd 50-î okrûga Pişkavkazêye eskerîêda parek hebû, ku pirsa kurdava mijûl dibû. Serkarê wê parê pêşîê Wezîrê Nadirî bû, paşî mirina wî Olêg Vîlçêvskî bû serkarê parê. Wê parêda Qaçaxê Mirad, Morof Mamêdov, Edoê Cango, G.Akopov û yêd mayîn dixebitîn û dokûmênt hazir dikirin bona qumandarya eskerîê. Ewê parê çend sala kar kir. Qaçaxê Mirad xwexwa minra gotye gava wê parêda dixebitî, reşê (kopîa) gelek dokûmêntê ferz, ku derheqa pirsa kurdada bûne, anye mala xwe. Çawa merivekî dilsax’ ew derheqa wê yekêda binelîê Tbîlîsîê Baxçoê Îskora dibêje. Carekê, wexta navbera wî û Qaçaxda bona pirsekê hucet pêşda tê, Baxço hiltîne ha Qaçaxra dibêje:

        — Te bîr kirye, mala teda çi dokûmênt têne xweykirinê? Lê wexta organê hemcab vê yekê bihesin, wê halê teê çawabe?

        Zivistan bûye. Wexta Qaçax vedigere tê malê, ber sobê rûdinê, êvarê hetanî sibê wan dokûmênta gişka dişewitîne, tiştekî nahêle.

        — A, rûê mixenetya merivekîda çi zyan gihîşte dîroka me, — Qaçax bi dilekî keder digot. – Piranya wan dokûmênta derheqa Komera Mêhabadê û hatina koma Mistefa Barzanî bûn li Sovêtê.

        Salêd 50-î ew par hatibû dadanê û Qaçaxê Mirad bê xebat ma. Tbîlîsîêda kvartîra wî hebû. Ewî jin û zarê xwe Tbîlîsîê hîştin, hate Yêrêvanê bona ocaxeke çanda kurdîda kar bike. Lê tu cya ew hilnedidan ser xebatê. Diçû rêdaksîa rojnema “Rya teze” û roja xwe wêderê derbaz dikir. Ewî Konstîtûsîa Sovêtîêye sala 1936-a tercme kir û da neşirkirinê. Yêrêvanêda weke salekê bêkar ma, çimkî xêrnexazê wî her dera derheqa wîda xirab xeberdabûn, şer-şiltax avîtibûnê.

        Wî çaxî berevoka efrandinê şayîrê kurdê Sovêtîê neşir bûbû (s.1954-a). Qaçaxê Mirad rêsênzyake sert nivîsîbû û şandibû rêdaksîa rojnema “Rya teze”-ra. Hilbet, rêsênzîa neşir nebû û ewê hatibûne rexnekirinê wî çaxî rêdaksîaêda kar dikirin û haj vê rêsênzîaê hebûn û eynata xwe kutabûn Qaçaxê Mirad. Ew hîmlî lawikê Utya bûn (Hecîê Cindî, Emînê Evdal û Casimê Celîl), ku hezar cûre şer-şiltax avîtibûnê. (Wî çaxî heleqetîê qebîltîê nava kurdê êzdîda gelekî qewîn bûn û heryekî xwe berpirsyarê temamya qebîlê hesab dikir. Lema jî merivê wê qebîlê zû hevdura ziman didîtin, digihîştine hev û tevayî kar dikirin). Xênji wê, ewan hersêka usa dikirin, wekî tu yekî mayîn pirsa edebyeta kurdî û kurdzanîêva mijûl nebe. A lema jî Sehîdê Îbo û Karlênê Çaçanî gotarek nivîsîn û rojnema “Avangard”-êda bi zimanê ermenî dane neşirkirinê. Navê gotarê ha bû: “Terka troykaê bidin” (“troyka” – xebera rûsîye, yanê “sisê”. Sala 1937-a Sovêtêda komeke ji sê merya hebû, ku nava çend sehetada dada merya dikir, yazya wan qirar dikir. Lema jî jêra digotin “troyka”). Wê gotarêda dihate gotinê, wekî çawa ew hersê Utya pêşya cahila digrin, rê nadin wan.

        (Ewana her tenê rê didane merivê qebîla xwe. Dergê edebyetê û kurdzanîê ber merivê qebîlê mayîn girtî bûn. Ji wan hersêka dudu ulmdar bûn. Ewana ne ku tenê kadr hazir nekirin, lê usa jî nehîştin kadrê mayîn pêşda bên, wî çaxî, gava Qanatê Kurdo tenê weke 20 aspîrant hazir kirin, ku paşê bûne kurdzan – kandîdat û doktor. A lema jî îro em gihîştine dereceke usa, ku Ermenîstanêda kadrê kurde kurdzan tunene, ew jî wî çaxî, gava kurdzanî Ermenîstanêda hela salê 30-da pêşda hat û gihîşt hetanî roja îroyîn, wexta wekîlê wêyî dawîê îsal (2012) çû rehmetê û kurdzanî jî hate hildanê. Alîê edebyetêda hal hate guhastinê, gava radîoa Yêrêvanêye kurdî vebû (s.1954-a) û rojnema “Rya teze” careke mayîn destbi weşanê xwe kir (s.1955-a). Van herdu ocaxada kolêktîv hebûn û merivê qebîlê mayîn kar dikirin. Û ewana rê vekirin bona efrandarê mayîn. Lê ya kurdzanîê usa jî ma, lema jî gihîşte vê derecê).

        Ç’ara Qaçaxê Mirad hate birînê, çû Kommerkezya PK Ermenîstanê cem serkarê para agîtasîaê û propagandaê G.Hayryan û ew xaraktêrîstîka da wî, ku serekqumandarê okrûga Pişkavkazêye eskerîê dabû Qaçaxê Mirad. Gava G.Hayryan xaraktêrîstîka xwend, ecêbmayî ma û hilda ha Qaçaxra got:

        — Lê hinek heval tên, derheqa teda tiştê xirab dibêjin… Ez nikarim fikra serekqumandarê okrûga Pişkavkazêye eskerîê hesab hilnedim. Here, sibêda radîoêda para kurdîda bixebite.

        Usa jî bû. Qaçaxê Mirad weke 2 sala radîoêda para kurdîda xebitî. Paşê, wexta Şekroê Xudo ji xebata rêdaksîaê aza bû û çû akadêmîaêda xebitî, rêdaktorê rojnemê Mîroê Esed gazî Qaçaxê Mirad kir û kivş kir çawa katibê cabdar. Paşê, wexta ştatê rêdaksîaê zêde kirin, Q.Mirad bû cîgirê rêdaktor.

        Minra bextewarîke mezine, wekî 20 salî ez û Qaçaxê Mirad tevayî xebitîne: ji sala 1959-a hetanî mirina wî – sala 1979-a. Rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da ez û ew odekêda dixebitîn, û gava çû rehmetê (me ew gundê Nor-Gex’îêda, nehya Naîrîê, definkir), paşî mirina wî hetanî rêdaksîa avayê kevnda bû (Îsahakyan, 14), min nehîşt tu yek ser kursîê wî rûnê. Hetanî roja îroyîn jî mirina wî min çetin tê, tê bêjî min qewmekî xweyî lapî nêzîk unda kirye.

        Jina Q.Mirad ermenî bû, navê wê Raya bû. Du kurê wî hebûn – Alîk û Vanîk.

        Rojekê jî ewî gote min:

        — Filankes, tu zanî kurê min kurmancî nizanin. Ez dixwazim paşî mirina min tu mîrata mine edebyetê bibî xweyî.

        Min gotê:

        — Camêro, şikir tu sax’-silametî, serxweyî. Çira gilîê usa dibêjî?

        — Eva temya mine.

        Telebextra, usa jî bû: paşî mirinê ez mîrata wîye edebyetê bûme xweyî. Min efrandinêd wîye neşirnebûyî berev kirin, hazir kirin û bi pêşgotineke mezin bi pirtûkekê da çapkirinê. Ew pirtûka wîye “Min çi dît”, ku sala 1981-ê ronkayî dît.

        Wê rast nebe, wekî nebêjim ev pirtûk bi çi cefakî mezin hate çapkirinê. Wî çaxî Casimê Celîl neşireta “Sovêtakan grox’”-da (“Nivîskarê sovêtîê”) dixebitî. Ewî her tişt dikir, wekî ew pirtûk dernekeve. Şerê min û wî bû û dawîê minra li hev hat saya serkarya neşiretê ewê pirtûkê bidme çapkirinê. A lema jî çawa nîşana şêkirdarîê kurê Qaçaxê Miradî biç’ûk Vanîk Mûradov pirtûk bi vê nivîsarê pêşkêşî min kir: “Emerîkê Serdarra, pismam û xêrxwazê mala me û bavê minra, çawa nîşana bîranîna heta-hetayê ji alîê mala Qaçaxê Miradî rehmetî. Bi hizkirin û qedirgirtin, Vanîk Mûradov. Yêrêvan, 1981”. 

 

 

MIRINA QAÇAXÊ MIRAD

 

 

MIRINA QAÇAXÊ MIRAD

 

        Wî çaxî ştatê rêdaksîaê zêde kiribûn. Qaçaxê Mirad bûbû dewsgirtîê rêdaktor, ez jî katibê cabdar. Babaê Keleş serwêrê parê bû, Grîşaê Memê tercmeçî, Prîskê Mihoyî, Yûraê Şao, Rizganê Cango, Têmûrê Xelîl – miqaledar.

        Ew çend meh bûn, wekî Qaçaxê Mirad wextê xebatê, civatê meda radiza. Wî çaxî kurê wî Vahanra kurek bûbû.

        Carekê min ji Q.Mirad pirsî:

        — Dive kurê Vahan şevê digrî, nahêle tu pakî razêyî?

        Got:

        — Na, gede nagrî, rehet radizê. Nizanim çima hertim xewa min tê.

        Mîroê Esed jî tê derxistibû, wekî Q.Mirad wextê xebatê û civatada radizê. Eva mera tiştekî tezeyî ecêb bû. Me berê ew yek tu wexta cem Q.Mirad nedîtibû. Ew merivekî terbyet, maqûl bû, tu wexta tiştê usa îzin nedida xwe. Rojekê jî, gava min dît Q.Mirad nivîsar nîvcî hîştye û dîsa razaye, ez çûme cem M.Esed û min derheqa wê yekêda jêra got. M.Esed hate kabînêta me. Q.Mirad îdî hişyar bûbû. M.Esed gotê:

        — Rave, avto ber dêrîye, syarbe, here malê, hêsabe. Îro înêye, duşemê paşê were ser xebatê.

        Q.Mirad gotê:

        — Na, hevek maye, ezê tercmekim, paşê herim.

        M.Esed gotê:

        — Na, tişt nake, bihêle, Emerîkê tercmeke.

        Q.Mirad çû malê. Duşemê Q.Mirad nehate ser xebatê. Me mala wîra têlêxist, çika çi qewimye. Xwexwa têl hilda û got, wekî doxtira gotine gerekê bikevî nexweşxanê. “Ezê sibê herim nexweşxanê”, — ev bûn gotinê dawîê, ku me ji devê hevalê xwe zêndî bihîstin.

        2 roj derbaz bûn. Roja derketina rojnemê bû. M.Esed gote min: “Wexta rojneme hazirbe, ez û tu ser Qaçaxda herin”. M.Esed kabînêta xweda rûê rojnemê dixwendin. Ezî sivderê bûm. Wextekê min dît merîê Q.Mirad Cîvanê Mişîr derda hat û bi kelogirî got:

        — Tu zanî, Qaçaxê apê min çû rehmetê.

        Ez cîê xweda sar bûm sekinîm, xeberdan min nebû. Gava hevekî ser hişê xweda hatim, ez çûm M.Esedra got. Ew jî ecêbmayî ma, bawer nekir. Go:

        — Ez îdî nikarim rûê rojnemê bixûnim, were em herin nexweşxanê.

        Em avtoê syar bûn, çûne nexweşxanê. Gava em ketine hundurê nexweşxanê, me dît Raîsa jina wî, Vahanê kurê wî digrîn û pêpelînga peya dibin. Îdî her tişt femdarî bû. Em hilkişyane jorê, çûne cem doxtira. Doxtira mera gotin, wekî rûê birîna wîye wextê şêr organîzma wîda azot gelekî zêde bûye û bûye menya mirina wî. (Min zanibû, wekî şerê Wetenîêyî mezinda Q.Mirad birîndar bûbû û gulle renê wîda mabû, doxtira jî dernexistibû). Doxtira gotin, wekî hema ew gulle jî bûye menya wê yekê, ku organîzma wîda azot zêde bibe. Rûê azotêda bûye, wekî ewî hertim xwestye razê.

        2 roja şûnda bi heyteholeke mezin – bi tevgelya hemû rewşenbîrê me, xebatkarê Kommerkezya PK Ermenîstanê, hemû Yekîtîê efrandarîê û hilbet bi tevgelya gele qewm û pismamê rehmetî – me meytê Qaçaxê Mirad bir gundê Nor-Gêx’îê û teslîmî axê kir. Ew 4-ê dêkabrê sala 1979-a wefat bû.

        2 meha şûnda bi qirara byûroa Kommerkezya PK Ermenîstanê ez hatime kivşkirinê çawa cîgirê rêdaktorê “Rya teze”. Babaê Keleş jî hate kivşkirinê çawa katibê cabdar.