rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

amarikesardar

STENDINA NAVÊ “PROFÊSÎONALÊ CIHANÊYÎ PÊŞÎKÊŞ»

 

 

STENDINA NAVÊ

“PROFÊSÎONALÊ CIHANÊYÎ PÊŞÎKÊŞ

BONA SALA 2009-A” (KÊMBRIC, ANGLÎA)

 

        Nava jîyîna xweye rojnemevanîêda min bi seda gotar nivîsîne derheqa pirsê çand û edebyetêda. Ew gotar çawa rojneme û kovarê kurda, usa jî yêd ermenî, rûsî, erebî, farizî û yêd mayînda çap bûne. Û badilhewa nîne, wekî sala 1986-a navê rojnemevanê Ermenîstanêye emekdar dane min. Lê meha avgûstê sala 2009-a Navenda Bîografîêye navnetewî (Kêmbrîc, Anglîa) navê “Profêsîonalê cihanêyî pêşîkêş-2009” daye min. Aha nema minra şandîda çi nivîsîne:

                 “Birêz Serdar!

        Gotî We pîroz bikim. Hersal Dêpartamênta lêkolîna ya Navenda Bîografîêye navnetewî (International Biographical Centre) lêkolîna bi hezara bîografîa ji serkanîê cuda-cuda derbaz dike bona tamkirina salixnemê meye eyan û rewakirina wan anegorî Bernema me. Hildibijêrin çend merivên usa, ku, bi fikra me, karekî mezin dereca xweda kirine, hukumî ser dereca cî, netewîê û navnetewîê hîştine. Hûn karkirekî usayî mezinin. We gele hereket rêtye bona bigihîjne wê standartê, ku layîqî rewakirinêye. Lema jî kandîdatûra We çawa profêsîonalê dereca xweyî berbiç’ev û mezin hatye lênihêrandinê û pêşdakişandinê bona Navenda Bîografîêye navnetewî lêbinihêre. Ratîfîkasîakirina ewê rewakirinê ji alîê Serwêrtya Rewakirinêda nha dawî hatye, lema jî ez xwera hurmeteke mezin hesab dikim We navkim çawa endamê Navenda Bîografîêye navnetewî

         

PROFÊSÎONALÊ CIHANÊYÎ PÊŞÎKÊŞ 
2009

         

        Çawa xweyê ewê nîşana xasbûnê Hûn dikarin bawerbin, wekî cîê We nava dîroka meda heye, û wê yekêda razîbin, ku karê We ne tenê hatye dîtinê, lê usa jî hatye qîmetkirinê çawa karekî mezin. Hersal çend profêsîonalê cihane, yên navûdeng û nenavûdeng, ji hemû dîssîplîna dikarin bikne nava ewê navnîşa degme. Ew ew merivin, kemala karê kîjanaye herroj heye, û ew ne tenê ew merivin, navê kîjana sernivîsarada tê kivşê. Biryar hatye qebûlkirinê navê We bikne nava navnîşa sala 2009-a û çawa merivekî usa, ku layîqî wê hurmetê bûye, Hûnê sera Navenda Bîografîêye navnetewîda bêne rêgîstrasîakirinê. Bi tex’mîna min, Hûn gotî kubarbin, wekî navê We wê cîê xweyî layîq bigre.

        Çawa merivekî usa, ku navê wî kirine nava navnîşa Navenda Bîografîêye navnetewî “Profêsîonalê Cihanêyî Pêşîkêş”, îzna We heye nîşanê bîranînê bistînin – mêdala mexsûs û degme, ku hostê me bona monarxîa cihanê hazir kirine, û sêrtîfîkata nexşkirî, ku ser kax’azê pêrgamêntêyî herîbaş hatye çapkirinê.

        Ez gelekî şame, wekî wê nûç’a şabûnê Wera bêjim, û gumanim, wekî Hûnê kubarbin bona wî hukumî, ku ser hevalbend û hevalê xwe dihêlin. Minra tenê dimîne We bi dil û can pîroz bikim.


Bi qedirgirtin,
Nîkolas S. Loû
Dîrêktorê sereke.”

(Werger ji înglîsî).

        Be’sa derheqa wê yekêda, wekî ew navê hurmetlî dane min, her dera bela bû. Min ji gelek cya pîrozbayî stendin. Aha ji wana çend heb:

         

        Radîoa “Dengê Amêrîkaêye kurdî”:

        Rojnamevanê Kurd Emerîkê Serdar Xelata Serkeftinê Wergirt

        By Robîn Reşvan

        01/10/2009

        Navê rojnamevan û nivîskarê Kurd Emerîkê Serdar li nav hemî Kurdan bi nav û deng e. Camêr, xîzmetên dûr û dirêj kirîye sewa çand û zimanê Kurdî û gelek berhemên hêja afirandine. Emerîkê Serdar, ji bo rojnameya Rîya Teze jî xîzmeteke mezin kirîye ku rojnameya Kurdî ya herî jiyandirêj e. Wî, 15 salê wekî serokê rojnamê, bi giştî 44 salan di Rîya Teze de xebitîye. Serdar, xencî xebata xwe Rîya Teze, her wiha 3 salan, di Radyoya Yerevanê de jî kar kirîye.

        Emerîkê Serdar ku serokê Şêwra rewşenbîrê Kurd li Ermenîstanê ye, xwedîyê gelek nivîsar û pûrtûkên hêja ye. Hinek jî afirandinên wî  Destê dê, Şayîk Du Cara Kirin, Dengê Dil,  Gundê Me, Hetanî kengê, Hisreta Emir û gelekên din. Rewşenbîrê Kurd  Emerîkê Serdar meha çûyî, ji alîyê Navenda Bîyografî ya Navnetewî (International Biography Center) ve, ji ber kar û xîzmetên wî yên hêja û biha giran hate xelat kirin. Serdar hejayî xelata  – Profosyonelê Cîhanê ye Pêşîkêş 2009- hate dîtin ku her sal bo kesên herî serkeftî têne dayîn”.

         

        Malpera Netkurd:

IBC-ê sipasiya Emerîkê Serdar kir

Netkurd

        2009-09-09

             Van dawiya nivîskarê kurdî meşûr, rojnemevanê navûdeng, wergêr Emerîkê Serdar ji INTERNATIONAL BIOGRAPHICAL CENTRE (IBC) ji Kêmbrîcê (Anglîaê) neme stend, li ku tê gotinê navê “Profêsîonalê Cihanêyî Pêşîkêş bona sala 2009-a” dane wî.

        Em jî bi dil û can Emerîkê Serdar pîroz dikin bona vî navê hurmetlî. Pêwîste bêjin, ku nava kurdê Sovêta berêda Emerîkê Serdar merivê yekemîn e, ku layîqî vê rewakirina navnetewî dibe.

         

        TOSINÊ REŞÎD malpera Netkurd-da (10.09.2009) wa nivîsye:

         Pîroz be, Emerîkê bira! 

         

Show »

Dêpartamênta lêkolînan, ya Navenda Bîografîye Navnetewî (Kêmbrîc, Angilîya), ji nav bi hezaran kesên navdar ji seranser cihanê, rojnamevan, nivîskar, rexnegir û wergerê kurd Emerîkê Serdar jibartîye çawan yek ji Profêsîyonalên Cihanêye Rêber (Pêşîkêş), yê sala 2009 an.

        Ez bi dil û can Emerîkê Serdar, malbeta wî û gelê kurd ji bo vê xelata birûmet pîroz dikim.   

Emerîkê Serdar jîyaneke bi rûmet jîye û karekî gelek mezin kirîye û rastî jî hêjayî wê xelata bi rûmet e.

        Jîyana Emerîkê Serdar pir dijwar bûye. Salên Cenga Cihanîyêye Duyemîn bavê Emerîk, Dewrêş diçe ber şêr û venagere û zarotîya Emerîkê di tunebûn, hejarîyê de derbas dibe. Lê wê hejarîyê Emerîk ne şikênand, wî xwend û çawan dibêjin ‘bi xwîdana enîya xwe’ bû yek ji ronakbirên kurdên sovêtê, yê herî naskirî.

        Eger em rojnemevanîya Emerîk ji gotarên wî dest pê bikin, ku di rojnama “Rîya Teze” de çap bûne, usane Emerîkê Serdar bêtirî 60 salî xizmeta rojnamegerîya kurdî kirîye, lê ji sala 1959 an rojnamegerî dibe karê jîyana wî; berê li beşa kurdî ya radîyoya Yêrêvanê, dû re jî li rojnama “Rîya Teze” ew kar dike. Wî li “Rîya Teze” ji karê werger dest pê kir, heta gihîşte rada rêdaktorê (êdîtorê) wê.

        Eger ji alîyê aborîyê de dûarojê rewşa Emerîk normal bû, lê dîsan jî dijwarîyê jîyanê man. Emerîk seranser jîyana xwe de rastgo bûye û ew rastgoyî jê re bû xenîm.

        Em dikarin bêjin, wekî berî Emerîkê Serdar di edebyetya kurdên Yekîtîya Sovêtê de rexnegirî tune bû. Eger ser pirtûkekê, yan berhemekê tiştek bihata nivîsar, tenê pesin dayîn bû. Lê Emerîk rexnên rast dikirin û ev yek ne bi dilê gelekan bû. Heta çend kes çûbûne pêşîyê jî, xwestibûn lêxin.

        Emerîkê Serdar piştovênî nûjenîyê, nifşên nû bû. Ez bawarim hevçaxên min û kesên ji min biçûktir, gişkan jî alîkarî û piştovanîya wî texmîn kirine. Yekemîn berhemên min çi ku belavkirina bi radîyoya kurdî, ya Yêrêvanê û çi çap kirina di rojnama “Rîya Teze” de, bi helanên Emerîkê Serdar bûne.

        Emerîkê Serdar jîyaneke dijwar derbas kir, dem hebûn, wekî wî serê xwe ber hinekan dasxista, jîyana wî wê hesantir bûya, lê wî danexist, wî dijwarîyên jîyanê bi serbilindî birin.

        Emerîkê Serdar yek ji baştirîn rojnamevanên kurdên sovêtê ye, eger ne yê herî baş, baştirîn rexnegir e, rexnegirîya rast di edebyetya kurdên sovêtê de ji wî dest pê bû.

        Emerîkê Serdar nivîskarekî naskirîye, ew di berhemên xwe de derdê dewranê tîne ziman û bi vê jî berhemên wî nêzikî dilê xwendevana ne. Tiştekî şabûnê ye, wekî pirtûkên wî van salên dawî bi wergera rûsî jî çap bûne.

        Emerîkê Serdar wergerekî jêhatî ye, wî bi wergerên xwe edebyetya kurdî dewlemend kirîye, berhemên gelek nivîskarên ermenî gihandine ber destê xwendevanên kurd.

        Yekemîn wergera min bi hevkarîya Emerîkê Serdar bûye; me sala 1966 an çîroka Fêrîk Polatbêkov “Eskan” ji rûsî wergerand kurdî û di “Rîya Teze” de çap kir.

        Ez carekê jî Emerîkê bira pîroz dikim û jê re serkevtinên nû dixwazim.

Tosinê Reşîd (Avstralîa)”.

 

        AZAD (ALMANÎA),

        xwendevanê malpera www.avestakurd.net,

        1 okyabrê s.2009-a

       “Pîrozbe, apê Emerîk!

        Ez wek kurdekî apê Emerîk bi dil û can pîroz dikim û jêra jiyaneke dirêj hêvî dikim. Min bi xwe apê Emerîk nedîtye, lê min carekê li Almanîaê bajarê Nyûrênbêrgêda, dema min “Radîoa Dengê Kurda”-da kar dikir, li gel birêz Emerîkê Serdar hevpeyvînek çêkir. Eva demeke dirêje, lê heta roja îro ew dengê wîyî delal û kurdya wîye şîrin hê ji guhê mindanin mîna helbesteke hêja û ç’emekî welatê min diherike!

        Ez careke din apê Emerîk pîroz dikim û destê wî maç’ dikim”.

        

        PÎR DÎMA (GURCISTAN)

        9-ê oktyabrê s.2009-a.

         “Gava ez pê hesyam, wekî navê “Profêsîonalê Cihanêyî Pêşîkêş seba sala 2009-a” dane We, ez bona gelê xwe kubar bûm. Ez bi dil We pîroz dikim seba wê qewmandina ferz!!!

        Bira Hûn, xebata Weye xwenehêvşandî cahilê me ruhdar bikin seba xebata efrandar.

Bi qedirgirtin,

Pîr Dîma”.

 

        Xênji wê gelek malpera, rojnema (çawa bi kurdî, usa jî rûsî), meriva bi têlê ez pîroz kirime. Ez spasya xwe didime wana. 

 

 

ÇAWA EZ SER REXNEKIRINA EDEBYETÊ BENGÎ BÛM…

 

 

ÇAWA EZ SER REXNEKIRINA EDEBYETÊ BENGÎ BÛM

Û BÛME “DIJMINÊ ÇANDA KURDA”

 

        Min fakûltêta fîlologîê-dîrokêda dixwend. Bere-bere min te’ma edebyeta  bedewetîê tex’mîn dikir. Û çiqas çû, ewqasî femkirina mine edebyeta bedewetîê zêde bû û min îdî tu şiêrek nenivîsî. Hela serda paşwextîêda, gava ez îdî radîoêda dixebitîm, min gotareke wa nuvîsî: “Min çira dest ji şayîrtîê kişand” û ew gotar “Rya teze”-da çap bû (25-ê dêkabrê s.1960-î). Êpîgrafa wê gotarê wa bû: “Dîwaro, tera dibêjim, bûkê, tu guhdarbî”. Dêmek, gilî ne tenê derheqa mindane, lê usa jî derheqa wan merivadane, ku merîfeta wane şayîrtîê tune, lê zorê poç’a poêzîaê girtine.

        Min îdî lap terka şayîrtîê da, destpê kir gotarê rexnekirina edebyetê nivîsî. Ez xwendkarê kûrsa 4-a bûm. Min gotarek nivîsî derheqa wê yekêda, wekî hinek şayîrê me giva nimûnê folklorê veçêdikin, lê dha xirab dikin û gele cara jî naguhêzin û çawa efrandina xwexwetîê ser navê xwe çap dikin, dêmek, dizya folklorê dikin. Hevaldersekî min hebû – Aşot Ohanyan, ku zef rind têorîa edebyetê zanibû. Min gotara xwe daê, wekî bixûne. Xwend. Begem kiribû, gote min: “Tu gura min dikî, were em evê gotarê bidne lêktora me Arşalûys Babayanê, bira bixûne, hela çika fikra wê çawane”. (Arşalûys Babayan doktora ulmê fîlologîê, profêsor bû). Me gotar daê. Rojek-dudu derbaz bûn, ewê gazî min kir û got: “Min gotara te xwend. Zef baş û rind hatye nivîsarê. Eger dixwazî, ez dikarim rêdaktorê rojnema “Grakan têrt”-êra xeberdim bona gotara te neşirke. Ez bawerim ewê gotara te begemke. Lê ez derheqa teda difikirim. Ez wan “şayîrê” we rind nas dikim. Ewê yazya teye paşwextîêda rola xirab bilîzin, wê nehêlin tu pêşda herî”. Paşî van gotinê A.Babayanê min gotar qelaşt, wêda avît.

        Ez paşwextîêda hatime bawerkirinê, wekî A.Babayan çiqas rast bû.

        Sala 1957-a bû. Havîn bû. Ez çûbûm gund. Fêrîkê Ûsiv ji Yêrêvanê hatibû û berevoka “Nivîskarêd kurdaye sovêtîê”, ku wê salê neşir bûbû, minra anî. Ser p’er’ê berevokêyî duda ewî wa nivîsîbû:

       “Ez didim te vê kitêbê,

        Kitêbê bêy xezebê,

        Bibijêrî sitqê qencî,

        Kî şayîre, kî jî çerçî”.

                 Min berevok xwend û dît, wekî poêzîa wêda cîwarkirî karê çerçya geleke. Min rêsênzîa wê berevokê nivîsî û bire “Rya teze”. Paşê eyan bû, wekî Xelîl Mûradov anotasîa wêye fire nivîsye, çawa wî çaxî qebûlkirî bû pesnê “lawika” dabû, tu kêmasîk nedabû kivşê (ne karibû, ne jî dixwest). Rêdaksîaê rêsênzîa min qebûl nekir bi wê menîê, wekî min sert nivîsye (“lawik” hînî dîharkirina kêmasya nebûbûn).

        Wexta ez teze hatibûm rêdaksîa “Rya teze”-da dixebitîm, min êpêce gotarê rexnekirina edebyetê nivîsîn û dane çapkirinê. “Lawika” tex’mîn kirin, wekî ezê derheqa “efrandinêd” wanda jî gotarê usaye tûj binivîsim, hatine cem rêdaktor, dew kirin, wekî ez îdî gotarê wî teherî nenivîsim. “Lawik”, ku hînî rexnekirinê nebûbûn, her tenê pesnê hev didan.

        Şuxul gihîşte wê derecê, wekî digotin: “Emerîk dijminê çanda meye û gotî nehêlin ew tevî civatê sêksîa nivîskarê kurda bibe”. Çiqas cara rûê gotarê rexnekirina edebyetêda gef min xwarine, hatine pêşya min, mala minra têlêxistine û hezar cûre gilîê netê gotine.

        Gotareke mine rexnekirina edebyeta kurdî “Edebyeta kurdaye sovêtîêye îro” rojnema “Grakan têrt”-êda bi zimanê ermenî (30-ê avgûstê s.1963-a) çap bû.

        Rojekê jî katibê wê rojnemêyî cabdar Artaşês Kalantaryan kolanêda rastî min hat û got:

        — Were, em herin rêdaksîaê.

        Em çûn. Ewî ji dex’la xwe nemek derxist, da min, got:

        — Bixûne.

        Min xwend û dît, wekî kome kolantemizkirê Tbîlîsîê qol kirine û ez gunekar kirime, wekî çira min wê gotara xweda çend şayîrê kurdê Ermenîstanê û Gurcistanê rexne kirine. (Femdarîye, “şayîrekî” kurdê Gurcistanê eva yeka dabû teşkîlkirinê). Min xwend û gote A.Kalantaryan:

        — Eger kolantemizkir bûne qîmetkirê edebyetê, keremkin ewê nemê rojnemêda çapkin.

        A.Kalantaryan kenya û got:

        — Çira em tex’mîn nakin, wekî eva nema çawa hatye teşkîlkirinê? Min eva nema da te bixûnî zanibî kê kîye. Lê qîmetê vê nemê jî eve, — got, neme qelaşt, avîte zembîla kêleka xwe.

         

        Lê dawya dawîê em gihîştin wê yekê, wekî “lawika” îdî usa tûj bersiv nedidan, hînî rexnekirina edebyetê bûn. Badilhewa nîne, wekî kurdzan Tomas Boîs (Thomas Bois) pirtûka xweye “The Kurds”, ku sala 1966-a Bêyrûtêda çap bûye, nivîsye: “Emerîkê Serdar merivê pêşine, ku destbi rexnekirina edebyeta (krîtîka edebyeta) kurda kirye” (rûpêla 128). 

 

 

GAVÊ MINE EDEBYETÊYE PÊŞIN. ÇIMA “EMERÎKÊ SERDAR”, LÊ NE KU…

 

 

GAVÊ MINE EDEBYETÊYE PÊŞIN.

ÇIMA “EMERÎKÊ SERDAR”,

LÊ NE KU “EMERÎKÊ DEWRÊŞ”

 

                        Sala 1954-a Yêrêvanêda para radîoxeberdanê kurdî vebû, sala 1955-a rojnema “Rya teze” careke mayîn desrbi weşana xwe kir. Van herdu ocaxa jyana kurdê Ermenîstanêye çandê dane gumrehkirinê û aktîvkirinê. Ewana mînanî meqletûzê gel dora xwe top dkikrin.

        Tê bîra min, wî çaxî gundê meda 2-3 radîohildanok (радиоприемник) hebûn. Û gava seheta radîoxeberdanê kurdî pêra digihîşt, gundî wan malada berev dibûn û guh didane radîoê. Lê wexta hejmara “Rya teze”-ye bi sirê dihate gund, yekî nava gundda rojneme dixwend û gundîê hazir guhdarî dikirin. Kê bêjî rojnemêra nedinivîsî: ji şagirta girtî hetanî zanyara.

        Rûpêlê rojnemêda gelek wa gotî “şiêr” hebûn. Min ew dixwendin û hatime ser wê fikrê, wekî ez jî dikarim binivîsim û bibim “şayîr”. Min “şiêrek” nivîsî, navê wê danî “Edlayî” û bir rêdaksîa “Rya teze”. (Wî çaxî ez kûrsa 1-ê bûm). Çendekî şûnda ew “şiêra” min rojnemêda çap bû (“Rya teze”, 3-ê aprêlê, s.1955-a).

        Şiêr bi qolê Emerîkê Serdar derket. Wî çaxî min tex’mîn nedikir, wekî kurdîda navê bavê min gotî bûbûya paşnava min. Lê min navê kalkê xwe xwera kirye paşnav. Ez nha gelekî berxwe dikevim, wekî paşnava min wî cûreyîye. Wê rast bûya, wekî ne ku “Emerîkê Serdar”, lê “Emerîkê Dewrêş” bûya. 

 

 

DEWSA PAŞGOTINÊ

 

 

DEWSA PAŞGOTINÊ

 

        Tiştê ecêb ewe, wekî miletê mayîn ç’ev didine rewşenbîrê xwe, pey wan diçin, gotina rewşenbîrara hesab rûdinên, lê bona piranya olka meye vêderê rewşenbîrê me bûne kelemê ber ç’evê wan, çi tiştê xirab hebin, rewşenbîra gunekar dikin. Şivan û gavanê nebir’î bona wan dha hurmetlî û milethizin, ne ku akadêmîk, doktor, profêsorê me. Ê, paşeroja olka ha wê çawabe? Gava hetanî nha jî firqya dîn û miletîê fem nake… 

 

 

“ŞIVAN KU DIL BIKE, DIKARE JI NÊRÎ GULMASTÊ ÇÊKE”

 

 

“ŞIVAN KU DIL BIKE,

DIKARE JI NÊRÎ GULMASTÊ ÇÊKE”

 

        Çawa gotarada, usa jî wextê civata û rasthatina, li ku wekîlê hukumet û parlamênta Ermenîstanê hebûne, me hertim derheqa kirina van “êzdîê teze”, dutîretya nava olka meda xeberdaye. Lê tu kesekî gotina me û nivîsara me hesab hilnedaye. Tê kivşê, ew wanra dest dide him alîê seyasetîêda, him jî alîê civakî û çandêda. Menîgirtina wan her tenê ewe, wekî ew xwera dibêjin “em êzdîne, miletekî başqene” û îzna wan (wekîlê dîwanê) tune pirsa miletîêda hukmî ser êzdya bikin. Me jî wanra digot: “Ew çawane, wextê hesabkirina binelîê Rûsîaêye van dawya kazaka, molokana digotin “em miletne başqene, ne rûsin”, lê wextê tomerîkirina mefaê hesabkirina binelya him kazak, him jî molokan hesabkirin çawa rûs. Lê hûn çira naxwazin usa bikin?” Ewana bersiveke bi bawerî nedidan. Vêderê meseleke kurda bi cîye: “Şivan ku dil bike, dikare ji nêrî gulmastê çêke”.

        Şuxul gihîşte wê yekê, wekî jineke ermenî Vîktorîa Arakêlovaê rojnema “Golos Armênîî”-êda (“Dengê Ermenîstanê”, 21-ê dêkabrê s.2006-a) qure-qutam nivîsye: “Xût bi hereketê rohilatzanê ermenî êzdî hatine naskirinê çawa komeke êtnokonfêsîonale başqe. Paşwextîêda ew yek ser dereca navnetewîda jî hate naskirinê… Axir ew jî bû faktora bêxovkirina bêqezyabûna miletîêye ferz, ew qezya ji me dûr xist, ku em bibine welatekî bi “faktora kurda”. Lê Garnîk Asatryan wê hejmara rojnemêda ha gotye: “Sazkirina dewleta kurda – ew ser axa Tûrkîaê yanê Îraqêbe – qezya mezine bona kara meye miletîê”.

        A, ne kêm, ne zêde. Bi hesabê van herdua, êzdî – miletekî başqeye, faktora kurda jî bona Ermenîstanê qezyaye. Cîye bê gotibê, wekî xudana van gotina – “êzdî miletekî başqeye” – ne tenê demkêşa Garnîk Asatryane, lê jina wîye. Olka meye belengaz! Dewleta kurdaye hela saznebûyî! Garnîk Asatryan û jina wî derheqa weda fikrê kûr û dûr pêşda dikşînin!..

        Doktorê ulmê fîlologîê, profêsor, dêpûtatê parlamênta Ermenîstanê Rafaêl Îşxanyan him nivîsarê xweda, him jî xeberdana xweda timê digot û diwekiland, wekî “êzdî gelekî nêzîkî ermenyane, miletekî başqeye, tu karê wan tevî kurda tune”. Wî çaxî ew dîrêktorê pirtûkxana miletîê bû.

        Ez çûme bal wî. Min û wî weke sehetekê xeberda, em hevra ketine hucetê. Min gotê:

        — Profêsor, ew çawane, hûn fikra rewşenbîrê kurdra hesab rûnanên, lê fikra şivan-gavanara hesab rûdnên?

        Ewî ha bersiva min da:

        — Mera usa dest dide.

        Doktorê ulmê fîlologîê, rohilatzan, prêzîdêntê Rêspûblîka Ermenîstanêyî pêşin Lêvon Têr-Pêtrosyan wexta çû ser şîna prêzîdêntê Tûrkîaê Tûrgût Ozal, rojnemevana jê pirsîn:

        — Rewşa kurdê Ermenîstanê çawane?

        L.Têr-Pêtrosyan bersiv da:

        — Ermenîstanêda kurd tunene, êzdîne, ew jî ne kurdin, rewşa wan jî başe.

        A, eve berbirîbûna hinek rewşenbîrê ermenî berbi miletê me û olka me. De were paşî van yeka pirsa dutîretya nava olka meda safîke û bigihîje mefaê baş. 

 

 

“ŞÊX, HÊDÎ BAJO!”

 

 

“ŞÊX, HÊDÎ BAJO!”

 

        Dibe hinek xwendevan bifikirin: ka rewşenbîrê kurd dijî van kirinê xayînê miletîê tiştek kirine yanê na? Ez bêjim: gele-gele tişt hatye kirinê. Rûbrîkeke rojnema meye haye hertim hebû: “Em yekin”. Bin vî navîda gele gotar û qinyatêd mayîn hatine çapkirinê. Ez tenê meselekê bînim: min wextêda gotarek nivîsî û dixwazim ewê gotarê bi temamî bînim:

«ŞÊX, HÊDÎ BAJO!»

 

 

 

KÎNE – “ÊZDÎÊ TEZENE” YANÊ “KURDÊ GELÎÊ ZÎLANIN”?

 

 

KÎNE – “ÊZDÎÊ TEZENE”

YANÊ “KURDÊ GELÎÊ ZÎLANIN”?

         

        Dirûtîke wane mayîn jî ewe, wekî çend “êzdîê teze”, gava çûbûne Tûrkîaê û wêderê ji wana pirsîbûn “hûn kîne?”, ewan “êzdîê teze” gotibûn: “Em kurdê gelîê Zîlanin”. Lê gava em, rewşenbîr, herçar parç’ê Kurdistanê, Avropaê û cîê mayîn diqesidin, bi kubarî dibêjin: “Em kurdê êzdîne”. Û her dera me bi biratî qebûl dikin.

        Ez Başûrê Kurdistanêda, ber zyareta Lalişa Nûranî rastî birê Tehsîn beg û kurê wî hatime. Min ji wana pirsye:

        — Keko, em kîne?

        — Babao, — ewan bersiva min daê, — em dînê xweva êzdîne, lê miletya xweva kurdin. 

 

 

BÊDENGYA “ÊZDÎÊ TEZE” DI PIRSA GUHASTINA DÎNÊ ÊZDYADA

 

 

BÊDENGYA “ÊZDÎÊ TEZE”

DI PIRSA GUHASTINA DÎNÊ ÊZDYADA

         

        Eyane, wekî nava êzdîê Ermenîstanêda û Gurcistanêda van salê dawîê geleka dînê xwe guhastine, çûne ser dînê xaçparêzîê. Telalê dînê êzdya, “êzdîê teze” û “Radîoxeberdanê bona êzdya” derheqa vê yekêda tu carekê gilîk negotine. Ew çawane? Xwe hesab dikin mirîê dînê êzdya, ser hîmê dîn êzdya hesab dikin çawa miletekî başqe, lê vê şipûka hanra (bi hezara êzdya dînê xwe guhastine!) dengê xwe nakin, pêşda naên bona parastina dînê êzdya. Hela serda, gava Babaê Keleş gotareke mezin derheqa vê pirsêda nivîsî û rojnema “Rya teze”-da derket, “êzdîê teze” Xaçîk Stambolsyanra (wî çaxî ew dêpûtatê parlamênta Ermenîstanê bû û pirsa dînva mijûl dibû) têlêxistin û şikyatê “Rya teze” kirin, wekî çira gotareke dijî guhastina dînê êzdya çap kirye.

        Meseleke mayîn. Eyan dibe, wekî çawa kurdê musulman dha gelekî kar dikin bona xweykirina dînê êzdya, ne ku “êzdîê teze”, rojneme û radîoa wan. Van dawya qîzeke kurdê êzdî bi zimanê rûsî gotarek nivîsî (“Bêy dînê êzdya êzdî tunene”) û malpera www.kurd.ge-da neşir kir. Rojnema “Svobodnîy Kûrdîstan”-ê (“Kurdistana azad”, № 2, fêvral, s.2011-a), ku Moskvaêda bi zimanê rûsî çap dibe, ew gotar ji wê malperê hilda û neşirkir. Usa dertê, wekî kurdê musulman bona van kirinêd nêgatîv, ku nava êzdyada dibin, gavê dha rêal davêjin û hewêrzê bilind dikin, ne ku “êzdîê teze” û organê wan.

        A, tê kivşê, kê dînê êzdya diparêze, kê bi navê êzdya xwe rêklam dike, pey kara xwe dikeve û xwe pêşîkîşê êzdya nîşan dide. 

 

 

JI CIVÎNA ULMÎ HETANÎ CIVATA KOLXOZÊ

 

 

JI CIVÎNA ULMÎ

HETANÎ CIVATA KOLXOZÊ

         

        Lê em vegerne Ermenîstanê. Rojekê dîrêktorê înstîtûta rohilatzanîê ya akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye miletîê Nîkolay Hovhanîsyan minra têlêxist û xwest ez herim cem. Ez çûm. Ewî got, wekî cem wan Navenda safîkirina konflîkta hatye sazkirinê û ew dixwazin berê ewlin pirsa konflîkta navbera me û “êzdîê teze”-da binihêrin. Ewî got, wekî gerekê herdu alî hazirbin, hevra bikevne hucetê bona ulmdarê înstîtûtê bêne bawerkirinê kê raste, kê neraste. Ewî usa jî got:

        — Alîê “êzdîê teze” gotine em hazirin.

        Min jî got:

        — Ez qayîlim û hazirim.

        N.Hovhanîsyan got, wekî tu gotî doklada hîmlî bidî. Maksîmê Xemo û Rizganê Cango jî gotî dokladê bidin.

        Roja kivşkirî (21-ê noyabrê s.1996-a) em çûn, pê hesyan “êzdîê teze” naên tevî vê hucetê nabin. Femdarîye – wê bi wî barê xweyî vikî-vala bihatana ulmdarara çi bigotana?

        Min, M.Xemo, R.Cango doklad dan û dane makkirinê, wekî em miletekin, her tenê firqya dîn heye. Ulmdarê hazir careke mayîn hatine bawerkirinê, wekî em rastin, gava dibêjin “kurdê êzdî”. Ew doklada min rojnema “Rya teze”-da kurt hatye çapkirinê (11-ê dêkabrê s.1996-a). 

        Çendek derbaz bû. “Êzdîê teze” gundê Erdeşerêda (nehya Hoktêmbêryanê) civata xweye “ulmî” derbaz kirine û gundîê nexwendî jî bûne qîmetkirê fikrê wan. Çend ulmdarê înstîtûtê wêderê hazir bûne û ecêbmayî mane, wekî firqîke çiqasî mezin navbera rewşenbîrê kurd û teşkîlkirê vê civatê heye. Tevgelekî wê civatêyî ermenî minra got, wekî ew civat elîwetî bû û weke civata kolxozê bû. Eger me, rewşenbîra, fikrê xwe bi ulmî didane makkirinê, lê gotinê “êzdîê teze” mînanî xeberdana pîrejinê gunda bûn, ku ber dîwara rûdinên û şer-şiltaxa davêjin merya. 

 

 

“ÊZDÎÊ TEZE”: GAVA DIBÊJIN “PKK”, GOTÎ FEMBIKIN “TÊRORÎZM”

 

 

“ÊZDÎÊ TEZE”:

GAVA DIBÊJIN “PKK”, GOTÎ FEMBIKIN “TÊRORÎZM”

         

        Qe çi bêjî “êzdîê teze” nekirine! Derheqa kirina wan, dijminayî û xayîntya wanda gotî pirtûk bêne nivîsarê. Ewana dijminê gelê meyî sondxwarîne. Vê derecêda ewana ji goveka Ermenîstanê dertên û gelekî dûr diçin. Bi fikra wan, hemû partîa û rêxistinê kurdê welatê dereke dijminê ermenyane û têrorîstin. Îlahî ew derheqa Partîa karkerê Kurdistanêdane. Eyane, wekî hela Partîa karkerê Kurdistanê erafê seyasetîêda tunebû, Tûrkîaêda kurdê musulmane fanatîk gelekî bi dijminayî nêzîkî kurdê êzdî dibûn. Dibêjin, wekî eger kurdekî êzdî biçûya Cizîra Bota û sax’ vegerya, gotî qurban bida. Lê bi saya seyasetya PKK kurdê musulman  nha ne ku bi dijminayî nêzîkî kurdê êzdî dibin, lê wana hesab dikin çawa wetenwar û biraê xwe. Hemû mecalêd PKK înformasîa masayî propaganda dikin, wekî êzdî pareke gelê kurdin, lê dînê wan başqeye. Serokê PKK E.Ocalan gele cara bi alavî xeberdaye û nivîsye, wekî “êzdî birê meye eynsîne”. Xebata wîye derheqa evîntya Dewrêşê Evdîyî êzdî û Edûla surmanda eyane, li ku ew îzbat dike, wekî herdu evîndar wekîlê miletekîne, evîntî ser dînrane. Radîo û têlêvîzîonê PKK hertim derheqa cejnê êzdyaye dînî bi firetî didin, gazî wekîlê ruhanya êzdya dikin bona êfîrêda pêşda bên, wêra tevayî usa jî mellê musulman tevî wan dibin û pesnê dînê êzdya didin. Lê van axirya têlêkanaleke teze vekirine, navê wê ÇiraTV-ye, nava rojêda 4 seheta bernema dide û ew bi temamî derheqa dîn, erf-edetê êzdyadane. Lê Ezîzê Emer van axirya berbirîbûneke xweda, ku serkarya Ermenîstanêra şandibû, PKK ap-eşkere navkir çawa rêxistineke têrorîstîê. Vê derecêda navbera wî û tirkada tu firqî tune: ew jî wê yekê dibêje, çi ku tirk dibêjin, bona kîjana ew yek naê hesabê, wekî bi mîlîona peyçûyê wê partîaê hene. Dêmek, ew mîlîon gişk têrorîstin? Lê bona Ezîzê Emer tu tiştekî zyaretî tune, xênji nevsa wî. Ew dikare her tiştî bêje, kê wê devê wî bigre?

        Ez dixwazim du tişta jî serda zêdekim. Gava ez mêvanê serokê Yêkîtya Nîştîmanî Kurdistan Mam Celal bûm (ku nha prêzîdêntê Rêspûblîka Îraqêye), ewî ji min pirsî, gelo ez dixwazim îdî kîderê biqesidim? Min gotê, wekî ez dixwazim herim Lalişê bibînim. Ewî got: “Wekî te nexwesta jî, meê tu zorê bişandayî wêderê, çimkî ew zyaretgeha meye miletîêye kevnareye”.

        Lê prêzîdêntê Kurdistana Fêdêral Mesûd Barzanî gotye: “Eger êzdî ne kurdin, dêmek kurd tunene”. Van axirya hukumeta herêma Kurdistanê 28 mîlîon dolar başqe kir bona tezekirin û şênkirina Lalişa Nûranî.