rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

amarikesardar

HEŞER-MEŞERA LI ERMENÎSTANÊ…

 

 

HEŞER-MEŞERA LI ERMENÎSTANÊ

Û PIRTÛKA MINE “UNDABÛYΔ

 

        Min pirtûka xweye çara – “Rya gundê me” – hazir kir û da neşireta “Sovêtakan grox”-ê. Neşiretê jî ew kire plana xweye sala 1989-a. Tevhevbûna, ku Ermenîstanêda wî çaxî hebû, nehîşt ew pirtûka min anegorî planê bê çapkirinê. Paşwextîêda orîgînala ewê pirtûka min neşiretêda bêser-berate unda bû. Ez bawerim, xêrnexaz hebûn, ku nedixwestin ew pirtûk ronkayî bibîne. Lê eynatî wanra min paşwextîêda ew pirtûk bi kîsî xwe da çapkirinê. 

 

 

ENDAMÊ YEKÎTYA NIVÎSKARÊ ERMENÎSTANÊ S.1995-A…

 

 

ENDAMÊ YEKÎTYA NIVÎSKARÊ ERMENÎSTANÊ S.1995-A.

ÇIMA USA DERENG?

  

        Çawa xwendevana dîtin, min ji salêd 60-îda diefirand. Rojneme û kovarada gele efrandinê min çap bûbûn. 3 pirtûkê min ketibûn destê xwendevana. Hemû hejmarê almanaxa “Bahara teze”-da, pirtûkê dersê zimanê kurdîda efrandinê min hebûn. Gelek bi radîoê hatibûn elamkirinê. Lê ez hela endamê Yekîtya nivîskara nîbûm. Hevala hertim minra digotin: “Çira naxwazî derbazî nava cêrgê Yekîtya nivîskarabî?” Min digot: “Wêderê ewqas merîê dûrî edebyetê hene, ku navê şuxulê bedewetîê êxistine û ez naxwazim bibim hevkarê wan”. Lê dawya dawîê ez fikirîm: ha nabe, her yek bona efrandinê xwe berpirsyare û çima gotî ez ji goveka şuxulkarya Yekîtîê der bimînim. Û min qirar kir şuxulê xwe bidme Yekîtîê. Van nivîskar û şayîrê me – Mîroê Esed, Fêrîkê Ûsiv, Mîkaêlê Reşîd, şayîrê ermenî Sûrên Mûradyan kefîlneme (rêkomêndasîa) dane min û efrandinê min çawa lazime qîmet kirin. Lê wextê civata sêksîa nivîskarê kurdada kefîlnemê van hevala û erza min dihate enenekirinê bona bibime endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê, Casimê Celîl, Mîroê Esed, Fêrîkê Ûsiv, Simoê Şemo, Egîtê Xudo, Şerefê Eşir, Egîtê Abasî, Mirazê Cemal xeberdan û dane kivşê, wekî “pir’e emekê Emerîkê Serdar di dereca pêşdabirina çand û edebyeta kurdê Ermenîstanêda, eva çendik-çend sale dixebite çawa rojnemevanekî zane û pêciryayî (ew rojnemevanê Rêspûblîka Ermenîstanêyî emekdare), nivîskar û edebyetzanekî merîfete”. Civatê bi yekdengî qirar kir Emerîkê Serdar bibe endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê. Sala 1995-a sedirtya Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê bi yekdengî ez qebûl kirim çawa endamê wê Yekîtîê. 

 

 

PIRTÛKA SISYA “DENGÊ DIL” BÛ

 

 

PIRTÛKA SISYA “DENGÊ DIL” BÛ

                  

        Gava sala 1983-a pirtûka mine sisya – “Dengê dil” – sêksîaêda hate enenekirinê, Elîê Evdilrehman fikra xwe derheqa pirtûkêda bi nivîsar raberî tevgelê civata sêksîaê kir. Aha parek ji nivîsara wî:

        “… Emerîkê Serdar xudanê çend kitêbed xweye arizîye, ewana, bi tex’mîna min, alîê xwendevanada hêjayî begemya bilind bûne, xudanê wê jî bi wî qîmetîva dijî, dixebite, dinitirîne, diefirîne, wekî xebatê xweye dha baş, hewaskar bide miletê xwe. Bê şik, her cewahireke usa edebyeta me dide geşkirinê, neqişandinê û pêşdabirinê û belkî jî digihîne dereca edebyeta miletêd dinyalikêye mayîn.

        Povêsta xudanê pirtûkêye “Dengê dil” ez zef bawer û culet dikarim bêjim, wekî E. Serdar ketye ser rê û qamê edebyetêyî heq û rast, ox’ira xwe dicedîne, dikare heta kutabûna jîyîna xwe çend romanê qîmetlîye bi hemû alyava dewlemend, ji yêd miletêd mayîn ne kêmtir raberî edebyet û miletê xwe bike.

        Nha dixwazim hevalêd, ku vê civata meda hazirin, pirî-hindikî bi kitêba E.Serdare “Dengê dil”-ra bikme nas. Wirda ev efrandinêd hana hatine cîwarkirinê: povêsta “Dengê dil”, serhatîêd “Zengilê bêwext”, “Guman”, “Bav kire bin guna”, “Tirs”, “Mêrxasî”, fikir û xwestin “Vêtêran diçin”, “Eskerê neeyanr’a”, “Şiklê dê”, “Nav mêşeda”, “Mirazê dilê min”. Ev efrandina bi hostatîke edebyetzanîê, emilandina nivîskarîêye mezin hatine nivîsarê, wanda bawerbûn, emrê kevn û teze, hevragirêdana qewmandina, dû xwe kişandina xwendevana, sifetê tîpê qenc û xirab, edet, rabûn-rûniştina miletê me, şerkarya miqabilî edetê kevn, xeyset û mêrxasya jina kurd, zirardayîna şerê Wetenîêyî mezin zef rind û bi hostatî hatine dayînê. De, E.Serdar bi nivîsarêd xweye çapkirî nava edebyeta meda cîê xweyî layîqî girtye û alîê xwendevanada layîqî pesnandinê bûye.

        Povêsta “Dengê dil”, dîsa diwekilînim û bi culet dikarim bêjim, nava proza edebyeta kurdê sovêtîêda belkî ya pêşine, ku bi wê motîva qenc, nazik, bawerbûn, bi emirr’a girêdayî hatye nivîsarê. Xudanê kitêbê qewmandinê wêda hene bi hostatî hevra dide girêdanê, meriv ew dizane vê demê ber ç’evê wî ew qewimye. Qîza kurd Gulê û Ezîz xwendinxanêda dixûnin, ser hev dibine bengî, bi edetî hev nastînin, lê çawa mêr û jin hevra dijîn, nişkêva destbi şerê Wetenîêyî mezin dibe, xort diçe şêr, bi mêrxasî pêşenîêda tê kuştin, lê keç’ik hemleye, dive qurbana  edetê kevn. Wextê welidandinê tifalê xweyî kurîn dide êtîmxanê, wekî nava cimet û qewmê xweda elîzengî nebe. Paşê Gulê diçe mêr, tifal êtîmxanêda mezin dibe, dibe doxtir, 30-40 sal ji wî wedeyî derbaz dibe, lê êşa kur dilê dêdaye. Gulê nexweş dikeve, tê wê nexweşxanêda tê qebûlkirinê, kîderêda kurê wê xîrûrg dixebite, lê belê hev nas nakin. Kur wê opêrasîa dike, qenc dibe, dê xala ser dêst û tilya wîye şeşaye jêkirî dibîne, şikber dibe, xûna kur jî ser dê dikele, herdu jî difikirin, lê sura xwe cem hev venakin, lê xudanê povêstê wê sure bi hostatî û bawerbûn dide eglekirinê. Lê kelebela dilê dê timê berbi kur hişyare, lê bona gunê xweyî kirî – kur daye êtîmxanê, serda neçûye, lê nebûye xweyî – dixweze wê surê xwera bibe wê dinê, lê bawere, wekî kurê wê sax’e, xudanê kulfet, mal û hale.

        Serhatya “Zengilê bêwext” efrandineke başe, sal û zemanê derbazbin, lê rastî û bawerbûna wê wê bijî. Xudan bi hostatî dêm û kirinê jineke ç’evnebar dide, wekî ew cîê balesebeb dixweze  jin û mêrê malekêyî ji hevdu hizkirî, xudanê qîz û kurekî ber hevdu bide reşkirinê û ji hev bide qetandinê, bi xwe wî mirazî şabe. Ji hevdu hizkirin, bawerbûna mêr û jinê sura ç’evnebarîê dîhar dike, mexlûqetî wê rûreş dike, ew ji cîê xebata xwe derdikeve û diçe.

        Serhatya “Guman” serhatya emrê nivîskare, lê bi hostatî û hewaskar qewmandinê dewlemendva hatye nivîsarê. Serhatya “Tirs” bona zarokaye û ewê alîê wanda bi şabûn bê qebûlkirinê. Serhatî û xwestinê wîye mayîn jî, bi tex’mîna min, wê alîê xwendevanada zef baş bêne qebûlkirinê.

        Xulese, min bibaxşînin, dîsa diwekilînim, wekî em gotî vê demê guhdarya ferz û lazim daynine ser nivîsara meye vekirî, çiqas ji destê me bê, wê pêşda bibin û bigihînine ya miletê mayîn. Ez bona wan nivîsarê Emerîkê Serdare delal-nazik wî bimbarek û pîroz dikim.

        Kutasî, ez çawa nivîskarek, xwestina min ewe, wekî ne ku tenê ev povêst û serhatî bi temamî bêne çapkirinê, lê sala 1984-a ne kêm 12 belgêd neşiretê bidne E.Serdar û çawa kitêbeke başqe bê neşirkirinê. Neşirkirina wê wê bibe cewahireke tezeye nebînayî bona pêşdaçûyîna nivîsara meye vekirî.

         

        Dîsa bi culet dibêjim: efrandinê E.Serdar ji yêd miletêd mayîn danaxe û belkî jî…

 Elîê  EVDILREHMAN,

endamê Yekîtya nivîskarê TRSS.

13.05.1983”.

(Orîgînala wê arxîva minda tê xweykirinê).

 

        Sala 1985-a pirtûka mine sisya “Dengê dil” Yêrêvanêda çap bû. Geleka bi zar derheqa vê pirtûka minda baş xeberdan. Lê bona min qîmetkirina herelayîq ev neme bû, ku şagirta kurd Delala Memê şandibû:

         

        “Nivîskarê hizkirî Emerîkê Serdar!

        Ev berevoka serhatîêd We gele şabûn kire dilê minda. Ne ku tenê dilê minda, lê usa jî şabûneke mezin pêşda anî, ku ew min xwend seba neferê mala me.

        Gava min dixwend “Dengê dil”, timam ker’ û lal guhdarya romanokê dikirin. Hêsirê dya min, xûşkê min bê hemdê xwe dihatine xarê. Ew romanok gele bilind hate qîmetkirinê alîê dê û bavê min, neferê mala me.

        Ez razîbûn û şabûna xwe elam dikim, wekî ew kitêba We nava kitêbxana meda wê cîkî berbiç’ev bigre.

        Em, cahilê îroyîn, bêsebir hîvya kitêbê We tezene, ku haqa nêzîkî ruhê meye.

        Nivîskarê hizkirî, em We bimbarek dikin seba kitêba teze.

Bi silavê şîrin,

Delala Memê”.

(Neme arxîva minda tê xweykirinê). 

 

 

PIRTÛKA MINE DUDA “ÎDÎ DERENG BÛ”

 

 

PIRTÛKA MINE DUDA

“ÎDÎ DERENG BÛ”

         

        3 sal derbaz bûn. Min pirtûka xweye duda bi navê “Îdî dereng bû” hazir kir bona sêksîa nivîskarê kurda eneneke û qirara xwe derxe. (Wî çaxî usa bû: bêy qirara sêksîaê pirtûkê edebyeta kurdî neşir nedikirin). Sêksîaê ev pirtûka min jî enene kir. Wexta wê enenekirinê Qaçaxê Mirad fikra xwe bi nivîsar bi zimanê rûsî raber kir. Aha tercma wê fikrê:

         

        “Emerîkê Serdar bi serhatîê xweye hewaskarva derheqa jyana meda xwendevanê kurdra nase. Romanoka nivîskarê ermenyayî eyan Hraçya Koçare “Hizret”, serhatîê şayîrê ermenyaye mezin Tûmanyan, Îsahakyane bi tercma wî, pirtûka wîye pêşin “Destê dê” ji alîê xwendevanê kurdda bi alavî hatine qebûlkirinê.

        Pirtûka “Îdî dereng bû” berevoka serhatîê xudane tezeye. Wêda 13 serhatî, nexş-nîgarê hûr hene. 2 serhatî derheqa dayka xebathiz û xemxurdanin, li ku jyana herrojeda nîgara wê, xem-xiyalê wê, germaya dilê daykê têne kivşê. Serhatîkêda ew fikir tê îzbatkirinê, wekî hetanî zaro mezin nebe, nebe dê-bav, ew dinya daykê, xemxurya wê t’am tex’mîn nake, xemxurî, ku dikare bigihîne xweşehîdbûnê. Ew serhatya “Îdî dereng bû”, ku buye navê pirtûkê. Serhatya mayînda evîntî û hizkirina ewled dertên dijî hev, li ku hizkirina berbi ewled t’akêşîê dike.

        Serhatîê derheqa şerê Wetenîêyî mezinda gelekî hewaskarin. Serhatya “Nemebir”-da xudan nîşan dide, wekî çawa seqetê şêr dibe nemebir û dayka taê-tenêye pîr “dixapîne”: dewsa kurê wêyî şehîdbûyî nema jêra dinivîse û xwexwa jî jêra dixûne. Ew nikare be’sa derheqa şehîdbûna kurda dayka pîrra bêje.

        Serhatîke mayînda tê gotinê, wekî çawa kurdê esker dîl dikeve. Paşî şêr wî didine tirsandinê, wekî vegere welatê xwe, wê wîya bigrin. Lema jî ew xerîbîêda dimîne, motacê gelê xwe, zimanê wî, neferê mala xweye. Bi wan derd-kula jî diçe rehmetê.

        Gundê wî, tebyeta wir, gundîê wî goveka efrandinê nivîskardanin.

        Efrandinê E. Serdar xweşvêtîkin, gele cara digihîjin lîrîzma nazik. Nexş-nîgarê hûrda yê usa hene, ku dikarî cule’t wana navkî çawa şiêrê vekirî.

        Pirtûka E. Serdar hêsa, hewaskar tê xwendinê. Lazime ewê neşirkin û ez gumanim ewê nava xwendevanada hewaskarya mezin pêşda bîne.

Qaçaxê  MIRAD,

endamê Yekîtya nivîskarê TRSS.

18.08.1977”.

 

(Orîgînala wê arxîva minda tê xweykirinê).

 

        Casimê Celîl pêşgotina vê pirtûkê nivîsî. Lê nizanim bi çi menîê ew çap nebû. Aha parek ji wê pêşgotinê:

         

        “Em Emerîkê Serdar zanin çawa nivîskarekî merîfet. Ji destpêbûna salêd 60-da hetanî nha gele serhatî, nexş-nîgarêd wîye hûr rojnema “Rya teze”-da hatine çapkirinê. Çend heb jî ermenî hatine tercmekirinê û neşirkirinê, ketine nava kitêbê zimanê kurdîye dersa. Xwendevan hîvîê bûn, wekî wê zûtirekê berevoka efrandinêd wîye pêşin bibînin. Sala 1974-a berevoka serhatî û nexş-nîgarêd wîye hûr bi navê “Destê dê” Yêrêvanêda bi zimanê kurdî neşir bû.

        Xwendevan ev berevok bi şabûn qebûlkir. Efrandinêd wêda cîwarkirî bi wê yekêva berbiç’ev diketin, wekî bêqelp bûn, zorkuştî nîbûn, lîrîzm nava wanda gelek bû, ji dilê xwendevana xeber didan û nava wanda hesîna qenc pêşda danîn. Çawa têmaê efrandinê vê berevokê, usa jî temamya efrandarya Emerîkê Serdare hîmlî dê, şerê Wetenîê, gund, wetenhizî û evîntîne. Ew bi dil dinivîse û zû kilîta dilê xwendevana dibîne.

        Şuxulê bedewetîêye delalin nexş-nîgarêd wîye hûr. Wanda gele cara çend culmê kurtda ew fikreke mezin dîhar dike.

        Zimanê efrandinê Emerîkê Serdar zelal û ferihe, nêzîkî ruh û fikrandina cimetîêye. Ew cûrê gotina cimetê dide xebatê û eva yeka akleke baş dide zimanê wî.

        Em bawerin, wekî ev berevoka efrandinêd Emerîkê Serdare teze jî wê alîê xwendevanada rind bê qebûlkirinê.

         

Casimê Celîl.

s.1979-a”.

 

(Orîgînala wê arxîva minda tê xweykirinê).

 

        Pirtûka mine duda bi navê “Îdî dereng bû” sala 1979-a Yêrêvanêda çap bû. Rastîê jî xwendevana ew baş qebûl kirin. 

 

 

BEREVOKA MINE PÊŞIN “DESTÊ DÊ”

 

 

BEREVOKA MINE PÊŞIN

“DESTÊ DÊ”

         

        Ji nivîsara kurdaye vekirî çi min xweş nedihat? Berî her tiştî ew nivîsar mînanî ç’îrokê sist bûn, nîgarê wan bê xûn-qinêt bûn, xeyset û psîxologîa wan tunebû, gişk mînanî hev bûn, her tenê sxêmatîzm bû. Ew mînanî gotarê rojnemê dîwara bûn. Teê bigota ew salêd sedsalya derbazbûye 20-30-îda hatine nivîsarê. Û wexta me derheqa van kêmasya digot, nivîskar ji me dixeyîdîn, bi meha mera xeber nedidan.

        Wexta min destbi nivîsara vekirî kir, min cedand, wekî ev kêmasî nava nivîsarê minda tunebin, û tê bêjî (bi gotina xwendevana) ew yek minra li hev hat. Eva jî tezetîk bû, ku kete nava nivîsara meye vekirî.

        Wexta civata sêksîa nivîskarê kurdada berevoka mine pêşin “Destê dê” dihate enenekirinê, ulmdar, nivîskarekî me derheqa serhatya “Neme”-êda fikreke ha got:

        — Wê dha rind bûya, wekî qîz qîza dewletya bûya, xort kurê kesîba bûya.

        Min bersiva wî da, got:

        — Ew rê ewqasî hatye pêpeskirinê, wekî pirtî xuê têda nemaye. Syûjêa, ku tu dibêjî, dha hêsaye. Çetine bi psîxologî wê yekê bidî makkirinê, wekî çawa guhastina qewla hukumî ser xeysetê nîgarê dike.

        Hilbet, sêksîaê berevok begem kir û qirar kir, wekî ew bê çapkirinê. Rêsênzîa Qaçaxê Mirad bi zimanê rûsî bû, orîgînala wê arxîva mindane, ez ewê bi kurdî tercmekirî raberî xwendevana dikim:

         

        “Raste, hetanî nha efrandinê Emerîkê Serdar bi pirtûka başqe çap nebûne, lê xwendevanê kurd wî baş nas dikin çawa xudanê serhatîê hewaskar, ku ji sala 1960-da rojnema “Rya teze”-da çap bûne, bi radîoa kurdî hatine weşandinê. Û femdarîye, 80 selefê berevoka wîye pêşin serhatîne, ku wextê başqe-başqeda “Rya teze”-da hatine çapkirinê. Berevok bi temamî berê efrandarya wîye 15 salane.

        Têmatîka berevoka “Destê dê” pircûreye: vira hene serhatîê derheqa şerê Wetenîêyî mezinda, hizkirina dêda, jyana merivê sovêtîêye nhada, tradîsîaê gelerîda, evîntya dilê cahilda. Du serhatyada elîwetya ruhê mêriv û tiştê mayîne nepak têne rexnekirinê.

        Destnivîsara E. Serdare efrandarîê nava edebyeta kurdîda rind tê naskirinê. Ew, tê bêjî, bi dêtaleke hûr destbi efrandinê dike, paşwextîêda bi serî wê dêtalê jyan, xeyset û ruhê nîgarêyî t’am tê dîharkirinê. E. Serdar zef baş kurdî zane, lema jî gotina wî ferihe û hewaskare.

        Bi fikra min, berevoka efrandinê Emerîkê Serdare “Destê dê” gotî ese bê çapkirinê. Ewê nava xwendevanê kurdda hewaskarya mezin pêşda bîne.

         

Qaçaxê  MIRAD,

endamê Yekîtya nivîskarê TRSS.

22.03.1974”.

 

        Lê şayîr Mîkaêlê Reşîd bi zimanê ermenî derheqa vê berevoka minda fikra xwe bi nivîsar ha daye kivşê (orîgînala wê arxîva minda tê xweykirinê). Ez ewê bi kurdî tercmekirî raberî xwendevana dikim:

         

        “Piranya serhatîê vê berevokê salê başqe-başqe min ew rojnema “Rya teze”-da xwendine, bi radîoê bihîstine û berê ewlin ew bi tezevantî, kurdbûn, zelalbûna gotinê û dewlemendbûna zimên min xweş hatine. Serhatîê wîda em pircûrebûna emir dibînin. Psîxologîa nîgara rind hatye dîharkirinê. Efrandinê E.Serdar bi hesîna nazik û delalva berbiç’evin.

        Bi fikra min, şiêrê vekirî dha başin. Nivîskar dixebite bi dengê lîrîkîê ruh, fikir-mitale û xem-xiyalê merivê nha nîşan bide.

        Xwendina vê berevokê meriva xweş tê. Û ez têra dibînim berevoka E.Serdare “Destê dê” layîqî çapkirinêye.

         

Mîkaêlê  REŞÎD,

endamê Yekîtya nivîskarê TRSS.

25.03.1974”.

         

        Ev pirtûk ji alîê sêksîa nivîskarê kurdada hate begemkirinê û qirarkirin ewê çapkin. Neşireta “Hayastan”-ê ew bona çapkirinê hazir dikir. Şikilkêş B.Mazmanyan ji min pirsî pirtûk derheqa çidane. Gava pê hesya têmatîka pirtûkê çye, ewî hûrgilî derheqa wan efrandinada pirsî, ku bi têma dê hatine nivîsarê. Û gava sala 1974-a pirtûk neşir bû, ez ecêbmayî mam, wekî şiklê rûê pirtûkêyî pêşin çiqasî mînanî şiklê dayka mine. Hetanî nha jî ez nikarim şirovekim, wekî çawa mînahevbûna usa dikaribû biqewimya, gava şikilkêş tu wexta ne dayka min, ne jî şiklê wê dîtibû…

        Wî çaxî gundîê me brîgad saz dikirin, diçûne Rûsîaê xopanê. Wana minra gotin, wekî çawa herro, paşî xebatê, gava vedigeryane cîê xwe, şîva xwe dixwarin, hêsa dibûn, yekî ese ev pirtûka min her êvar hazirara dixwend. Eva jî bûbû mijûlya wane herroje.

        Wexta ev pirtûka min çap bû û dane dikanê firotana pirtûka, ez çûm wê dikanê, min dît xênji pirtûka min usa jî 2-3 pirtûkê kurdîye mayîn jî difroşin. Min ew pirtûkê kurdî kirîn, perê min ancax têrê kir, wekî 5 mesela pirtûka xwe bikirim. Ez fikirîm, wekî sibê bêm, çend meselê mayîn jî bikirim. Sibetirê ez çûm, lê pirtûka min tunebû – nava rojekêda temam kirîbûn. Bi vî cûreyî pirtûka min pakî nekete destê min. Lema jî nha mala meda her tenê meselek maye. 

 

 

JANRA MINE HIZKIRÎ NEXŞ-NÎGARÊ HÛRIN

 

 

JANRA MINE HIZKIRÎ

NEXŞ-NÎGARÊ HÛRIN

 

        Min pêşîê destpê kir nexş-nîgarê hûr (mînîatyûr) nivîsîn. Ji sala 1960-da ewana “Rya teze”-da neşir bûn. Ya pêşin “Gelo çira?” bû. Eva janreke teze bû nava edebyeta meda û ji alîê xwendevanada baş hate qebûlkirinê. Pêşîê min nedinivîsî “Nexş-nîgarê hûr”, lê dinivîsî “Serhatîê biç’ûk”, çimkî difikirîm hinekê min nava babaxîêda gunekarkin. Paşê geleka minra gotin, wekî ew awazê tezene nava edebyeta meda, û îdî bêminet min têrmîna “nexş-nîgarê hûr” da xebatê. Min gelek nivîsîn (weke 100 hebî) û bawer bikî ew gişk rojnemêda û paşwextîêda pirtûkê minda çap bûn.

        Carekê ez tenê nav mêşê sanatorîaêda digeryam. Her tişt ker û lal bû, kerbûnê padşatî dikir. Min dît belgek ji darê weşya. Eva jî bû menya nivîsara vê nexş-nîgara hûr:

         

        “Bû xuşîna belgekî ji darê hate xwarê. Nizanim, dar êşya yanê na, lê ç’îkekê avîte dilê min û nişkêva mirin kete bîra min.”

(“Mirin”)

 

        Piranya nexş-nîgarê hûr vî cûreyî xuliqîne. Û badilhewa nîne, wekî çawa xwendevanê kurd, usa jî xwendevanê bi zimanê ermenî û rûsî ew bi dil qebûlkirine. Tê bîra min, wexta “Na, nikarim herim…” bi tercma ermenî “Grakan têrt”-êda neşir bû (5-ê oktyabrê s.1977-a), nivîskar û rojnemevanê ermenîyî navdar Hraçya Matêvosyan minra têlêxist, bona wê efrandinê ez bimbarek kirim û got:

        — Ew nexş-nîgara hûr romanekê zêdetire.

        Aha, ew kurdî çawane:

         

“NA, NIKARIM  HERIM…

 

        Gundîê me hertim minra dibêjin: “Tu çira gund kûvî bûyî, naêyî gundê xwe? Dibe tu xeyîdîî?”.

        De tê çawa herî gundê xwe, gava li ser rya mala te şînkayî bejnekê şin bûye, gava bêşîka teye zarotîê, xem-xiyalê teye cahiltîê bûye kelefekî û fêza gundda qincilye ser hev, tê bêjî pînekî kevne anîne kirasê teze xistine.

        Xeyd ortê tune, eger hebe jî, “xeyda” min ji dayîka min heye, wekî derê mala me ber min dadaye, kilît kirye ber pişta xwe û bêwext ji vê dinê çûye…

        Na, herî gundê xwe, lê neçî mala xwe nabe, qet nabe!..”

         

        Bere-bere ez usa jî derbazî nivîsara serhatya bûm. 

 

 

M.S.LAZARÊV “PIRSA KURDA”, YANÊ DÎROKA DIZYA WERGÊREKÊ

 

 

M.S.LAZARÊV “PIRSA KURDA”,

YANÊ DÎROKA DIZYA WERGÊREKÊ

         

        Min jyana xweda gele tercme kirine. Lê tercma lape giran û lape ecêb ew tercma pirtûka M.S.Lazarêve “Pirsa kurda” bû. Min ew ne bi înîsîatîva xwe, lê bi spartin tercme kir. Têmûrê Xelîl wî çaxî rêdaksîaêda dixebitî çawa korêktor. Gilî derheqa sala 1978-dane. Ewî rojekê minra got, wekî rêxistineke kurdaye Avropaê qirar kirye ewê pirtûka Lazarêve “Pirsa kurda”, ku derheqa dîroka kurdaye salêd 1891-1917-dane û bi zimanê rûsî çap bûye, bi kurdî tercmekirî neşirke.

        — Lê, — ewî got, — qewata min nagihîjê ez tercmekim. Lema jî ji navê wê rêxistinê (ewî navê rêxistinê neda) ji te hîvî dikim tu tercmekî.

        Herneyse, em hevra qayîl bûn ezê bi tîpê kîrîlî tercmekim, ewê jî tercma min bike bi tîpê latînî û wanra bişîne. Em usa jî hevra qayîlbûn, wexta pirtûk çapbe, gerekê ser rûpêlê wêyî 2-a bê nivîsarê, wekî Emerîkê Serdar tercme kirye, Têmûrê Xelîl ew ji tîpê kîrîlî guhastye tîpê latînî. Derheqa honorarêda hate gotinê, wekî paşî çapkirina pirtûkê ew pirsê bê safîkirinê.

        Hemû xebatçîê rêdaksîaêye wî çaxî derheqa vê yekêda zanibûn, çimkî gele cara, wexta rêdaksîaêda wextê minî aza hebûya min tercme dikir. Tê bîra min, çend cara Qaçaxê Mirad, ku wî çaxî hela sax’ bû, gava wedê wî aza hebûya, pirtûk hiltanî, bi zar tercme dikir, min jî dinivîsî.

        Pirtûka bi rûsî çapbûyî 472 rûpêle. Min serî-serî tercme dikir, destnivîsara xwe dida Têmûrê Xelîl, ewî ji kîrîlî diguhaste latînî û destnivîsara min paşda dida min. Temamya pirtûkê me bi vî cûreyî kir. Min 27-ê martê sala 1978-a destbi tercmê kir û 9-ê mayê sala 1978-a xilaz kir. Destnivîsara min 687 rûpêle û nha arxîva minda tê xweykirinê.

        Çend meh derbaz bûn. Min ji T.Xelîl pirsî:

        — Yazya tercmê çawa bû?

        Go:

        — Hela neeyane.

        Çend sal jî derbaz bûn. Tu deng-hisek tunebû. Têmûrê Xelîl jî ji Yêrêvanê koç kir, çû Şvêdîaê. Dîsa tu xebereke neşirkirin yanê neneşirkirina vê tercma minda negihîşte min. Hat hetanî sala 1999-a.

        Gava min kovara “Roja Nû”-da (s.1999-a, hejmara 5-6-a) xwend, wekî pirtûka M. S. Lazarêve “Pirsa kurdan” Stokholmêda bi tercma Têmûrê Xelîl bi kurdî neşir bûye, min neme kovarêra şand, da kivşê, wekî tercmeçîê wê pirtûkê ezim. Bersiva min dan, wekî Têmûrê Xelîl ber ç’evê wan ew pirtûk tercme kirye. Lê çimkî pirtûk destê minda tunebû, min nikaribû tiştekî bikira. Ez gelekî ji rêdaktorê wê kovarê Halûk Uztyûrkê bira razîme ewî ew pirtûk minra şand. Min pirsa zelalkirina tercmeçîê wê pirtûkê civîna Şêwra rewşenbîrê kurdda pêşda kişand.

        Ez biryara komîsîa Şêwra rewşenbîrê kurd derheqa wê pirsêda raberî xwendevana dikim:

         

BIRYAR

         

                 Civîna koma rewşenbîrê kurdda (20-ê îyûlê sala 2001-ê)  rêdaktorê rojnema “Rya teze” Emerîkê Serdar (Emerîk Sardaryan) hîvî kir komîsîakê sazkin bona wê pirsê binihêre ka kê pirtûka M. S. Lazarêve “Pirsa kurdan” ji rûsî tercmeyî kurdî kirye.

                 Ev komîsîa hate sazkirinê:

1.        Karlênê Çaçanî – kandîdatê ulmêd dîrokê, serokê koma nivîskarê kurd ya Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê, rêdaktorê      sereke yê kovara “Dostî”.
2.        Grîşaê Memê – cîgirê rêdaktorê rojnema “Rya teze”, endamê Yekîtya jûrnalîstê Ermenîstanê.
3.        Keremê Seyad – serokê para radîoxeberdanê kurdî, endamê Yekîtya jûrnalîstê Ermenîstanê.
4.        Elîxanê Meme – şayîr, endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê.
5.        Mirazê Cemal – şayîr, rojnemevan.

                 Komîsîaê hûrgilî pirsê nihêrî û hate ser vê fikrê: sala 1978-a Têmûrê Xelîl (Hamlêt Mûradov) ji navê komeleke kurdaye li Avropaê (navê wê nedaye) ji Emerîkê Serdar hîvî dike pirtûka M. S. Lazarêve “Pirsa kurdan” ji rûsî tercmeyî kurdî bike.

                 Hevra pev dikevin Emerîkê Serdar ewê pirtûkê ji rûsî tercmeyî kurdî bike (bi tîpê kîrîlî), Têmûrê Xelîl wê ewê bike tîpê latînî. Usa jî hevra qayîl dibin wexta pirtûk derkeve gotî bê nivîsarê, wekî Emerîkê Serdar ew ji rûsî tercmeyî kurdî kirye, Têmûrê Xelîl ji tîpê kîrîlî guhastye tîpê latînî.

                 Emerîkê Serdar serî-serî tercmeyî kurdî dike, destnivîsara xwe dide Têmûrê Xelîl, ew jî ewê diguhêze tîpê latînî û destnivîsarê vedigerîne. Bi vî teherî Emerîkê Serdar temamya pirtûkê (têksta rûsî ji rûê 1-371-ê) tercmeyî kurdî dike xênji nasîê.

         Sal derbaz dibin, lê pirtûk naê weşandinê. Wexta Têmûrê Xelîl kovara “Roja Nû”-da, ku Şvêdîaêda neşir dibe, derbazî ser xebatê dibe, sala 1999-a Stokholmêda ev pirtûk tê weşandinê, ser perê kîjanêyî pêşîn tê nivîsarê, wekî pirtûk Têmûrê Xelîl tercme kirye, tu cya navê Emerîkê Serdar naê kivşê. Başe, wekî temamya destxeta Emerîkê Serdar maye (687 rûpêl).

                 Komîsîaê, ku pirtûk hûrgilî himberî destxetê kir, ev yeka azrû kir:

                 xênji pêşxeberê (ew pêşxeber ya rûsîda tune) û nasîdayînê gişk tercma Emerîkê Serdare, xênji çend têrmîna, ku lîtêratûra kurdîye Ermenîstanêda têne xebitandinê, lê Avropaêda teherekî mayîn têne nivîsarê. Têmûrê Xelîl tenê ew têrmîn guhastine, yê mayîn, hetanî nîşanê niqitka jî (vêrgul, nuxte û yê mayîn) têksta pirtûkê mînanî destxeta Emerîkê Serdare. Wekî usane tercmeçî ne ku Têmûrê Xelîle, lê Emerîkê Serdare.

                 Xulese, komîsîa hate ser wê fikrê, wekî Têmûrê Xelîl karê Emerîkê Serdare kirî kirye ser navê xwe. Ewî tiştekî kirêt kirye, ku gerekê bê gunekarkirinê. Komîsîa usa jî têra dibîne, wekî îzna Emerîkê Serdar heye extîyarya xwe çawa tercmeçîê pirtûkê xweyke”.

 

                 Ev biryar civîna rewşenbîrêd kurdda hatye enenekirinê û begemkirinê û rê têra dîtine ewê rojnema “Rya teze”-da çapkin.

        Derheqa vê dizya Têmûrê Xelîlda ne tenê “Rya teze”, lê usa jî gelek rojneme û kovara nivîsîn: “Rya teze” (N8, avgûst, s.2001-ê), “Novîy Kûrdîstan” (“Kurdistana nuh”, bi zimanê ûrisî, Moskva, N7, sêntyabr, s.2001-ê), “Hayastanî komûnîst” (“Komûnîstê Ermenîstanê” bi zimanê ermenî, Yêrêvan, N37, oktyabr, s.2001-ê), “Axîna Welêt” (Moskva, N6, s.2000-a), “Pênûs” (kovara edebyetê, ku Avropaêda tê weşandinê, N19, s.2005-a), usa jî gelek malperê kurdî.

        Komîsîa Ermenîstanêye parastina mafê avtora minra got, wekî “dikarî wî bidî mehkemê. Îzbatîê te naêne înkarkirinê. Mehkemê bona kara te qirarê derxe”. Gava komîsîa pê hesya, wekî ew Şvêdîaêda dimîne û pirtûk wêderê hatye çapkirinê, got, wekî mehkeme gerekê wêderê derbazbe, ew jî çixarê mezinra girêdayîye. Min dît, wekî ez nikarim bin vê çixarê derêm, lema jî min ew diz neda mehkemê.

        Ewî usa jî Halûk (rêdaktorê kovara “Roja nuh”, li ku Têmûr dixebitî) xapandibû, giva ew pirtûk ewî ber ç’evê wan tercme kirye. Min biryara komîsîaê, hejmarê rojnemê jorgotî û nemeke biç’ûk Halûkra şand. Paşî vê yekê ne tenê Têmûrê Xelîl, lê usa jî qîza wî îdî rêdaksîa kovara “Roja nuh”-da nexebitîn.

        Dizî ketibû nava xûna wî. Gava Yêrêvanêda karxana perç’eye ser navê Klara Sêtkînêda dixebitî, perç’e didizî, nava xwe dipêç’a, derdixiste derva. Kolêktîv haj vê kirina wî hebû, lema jî navê wî danîbûn “Ktor Hamo” (navê wîyî rast pasportêda Hamlête, kurt jêra digotin Hamo. “Ktor” – ermenîye, yanê perç’e. Dêmek, yanê Hamo-Têmûr perç’ediz). Serkarya karxanê vê dizya wê hesya, ew ji xebatê derxist.

        Bona sifetê Têmûrê Xelîl dha rind bê kivşê, ezê meselekê jî bînim. Çend sala pêşda serokê Înstîtûta Bryûsêlêye kurda Dewrêşê Ferho, ku hatibû Yêrêvanê, mera gilîkî ha kir: “Van dawya Têmûrê Xelîl hatibû Bryûsêlê û rastî me hat. Min ew teglîf kir herin rêstoranê nan bixun. Ewî minra got: were em neçin rêstoranê, dha rinde wan perê rêstoranê bide min. Min gotê: qe berxwe nekeve, ezê nan jî bidme te, pera jî bidme te”. A lema jî jêra digotin “Têmûrê parsekçî”.

        Eyane, wekî wextê sovêtê, gava merivê cêrgevan dixwestin herin welatê kapîtalîstîê, yan nedihîştin, yanê jî hasêgehê mezin pêşda danîn. Lema jî pirs pêşda tê – ew çawane: wexta kurdzanê mezin Qanatê Kurdo 2 cara xwest here welatê Rohilata Nêzîk û tevî konfêransê kurdzanîê bibe, nehîştin ew here, lê bona Têmûrê Xelîl tu hasêgeh tunebûn û kengê dixwest diçû wandera û wextê vegerandinê jî bi barekî giran dihat?

        Paşî wê yekê, gava dizya Têmûrê Xelîl ser avê ket, ewî derê çewalê şer-şiltax, bux’danê xwe vekir û destpê kir hezar cûre şer-şiltax avîtne min. Tê kivşê, ewî hesab dikir, wekî parastina lape baş êrîşkirine û hema usa jî taktîka xwe pêşda dibir. A vêderê gotine: “Bavo, min diz girtye. Bavê go: bîne were. Kur got: dikim-nakim, naê. Bav dibêjê: berde, were. Kur dibêjê: min ew berdaye, nha ew min bernade”. A, ya min û ya Têmûrê Xelîl jî haye.

        Ewî rojnemeke kurdaye Tûrkîaêda gotarek da çapkirinê, li ku bux’dan avîtne min. Ez mecbûr bûm bi vê “Nema vekirî” bersiva wî bidim:

         

NEMA  VEKIRΠ TÊMÛRÊ  XELÎLRA

             Min nivîsa teye “Xewnerojkê rêdaktorê “Rya teze”, ku hejmara rojnema “Roja teze”-ye 42 (21-ê nîsanê sala 2000-ê) çap bûye, xwend û ez … ecêbmayî nemam. Çimkî bux’danbêjî (şer-şiltax) hela biç’ûktîêda ketye nava xûna te û tu nikarî ji wê yekê aza bibî. Tu hela biç’ûk bûyî, diçûy mektebê, gava bavê teyî rehmetî Xelîl Mûradov ser xelqê şikyatê nerast dikir, erze dinivîsîn, lê bona destnivîsara wî nas nekin, dida te û te ber digirt, dinivîsî. A wî çaxîda bux’danbêjî ketye nava xûna te.

        Ev miqale wê bux’danbêjya te îzbat dike — me pê herfê reş ser kax’aza spî nivîsye: “Em pê hesyane, wekî hinek partî, rêxistin û meriv nava kurdê sovêta berê, ku çûne Avropaê, alîkarîê berev dikin, giva bona rojnemê. Ewana çi p’era ser navê me berev dikin, mera naşînin, dikine berya xwe”.

        Vêderê qe tê gotine, wekî rewşenbîrê sovêta berê, ku çûne Avropaê, p’era berev dikin û mera naşînin? Gotinê ser kax’azê spî nivîsî jî tu feş dikî. Qe fikra mera jî derbaz nebûye em derheqa wan rewşenbîrê xweda usa bifikirin, ku çûne Avropaê. Me gotye “hinek meriv”, me konkrêt navê meriva nedaye, lê Xwedê ji te bixweze, dive tu nava wan “hinek merivadabî”? Mesela gelê me dibêje: “Bîna k’iz tê ji mala diz”. Eger ew yek tune, te çira şer-şiltaxê usa avîtne me?

        Hîmê me hebûye, wekî me usa nivîsye. Rastî ewe, wekî ji Almanyaê meriv hatibûn û mera gotin, wekî Almanyaêda ser navê rojnemê p’ere berev kirine. Ewana hatine bawerkirinê, wekî tu tiştek negihîştye rojnemê.

        Me hejmarê têlê xwe bona wê yekê nenivîsye, wekî “îznê ji me bixwezin”, çawa te bêşermî nivîsye, lê bona wê yekê bû, wekî însanê bêşeref gel nexapînin. Ya mayîn, çiqas em pê zanin, hela tu kesî tu nebijartine, ne jî kivşkirine serokê rewşenbîrêd meye Avropaê. Tu çira ji navê wanda pêşda têyî? Gelo eva jî şer-şiltax nîne?

        Belê, staja me hersê rojnemevanê “Rya teze” dike weke 100 salî, lê nava wan 100 salada me xizmeta gelê me kirye. Em bona vê yekê kubarin, biç’ûk û mezinê Ermenîstanêye kurd ne tenê Ermenîstanê me nas dikin. Ji me yek jûrnalîstê Ermenîstanêyî emekdare, ku nava kurdê vêderêda yê yekemîne û tek tenêye. Lê gelo çiqas kurdê sovêta berê çawa rojnemevan te nas dikin û te çiqasî xizmetî gelê me kirye? Em her tenê zanin, wekî gava te rojnema “Rya teze”-da kar dikir, ji deha zêdetir înformasîaê teye qelp her tenê yek yanê dudu rojnemêda çap dibûn, çimkî me zanibû, kîjan ne raste. Mesela cimetê dîsa cîye: “Here cîê nenas, payê xwe bide xas bi xas”. Kê-kê, lê em rind zanin, wekî bona qelpî-qûlpîê te nedixwestin te nava Yektîya jûrnalîsta qebûlkin. Bona qelpî-qûlpîê te nîbû, wekî tu ji radîoê ser kar derxistin? Û tu mecbûr bûyî, wekî herî polîsîaêda qerewil bixebitî.

        Kê tu ji wêderê anî rêdaksîaê? Ne axir rêdaktorê berê Mîroê Esed nîbû? Û tu nha dûrva kewkanya davêjî wî camêrî. Merî gotî şîrhelalbe.

        Belê, dikare biqewime nava kurdê welatê derekeda me usa nas nakin, çawa te nas dikin. Me nava wanda navê parsekçîtîê qazanc nekirye, şikir mera navêjin parsekçî. Lê hergê te bîr nekirye, çawa Sûrîaêda, usa jî Avropaêda navê te danîbûn “Têmûrê parsekçî”. Û bona wê yekê nîbû, wekî tu cara duda nediçûyî wan welata? Çûyînê teye wan welata jî ne boy welatparêzîê bû, lê tu rind zanî – bona ariş-vêrşa kinca bû. Tu dinivîsî giva wêderê bê pere kar dikî, lê em vêderê kar dikin û miaş distînin. Ya te ser bextê tedabe, em nizanin. Lê ya me em dikarin bêjin, wekî eva sal nîveke herşe xebatkarê me miaş nestendine. Hetanî vê pirsêda jî tu qelpîê dikî.

        Tu vêderê nînî, haj rewşa Ermenîstanê tuneyî, lê dîsa şer-şiltaxa davêjî serkarya Ermenîstanê. Te rojnema “Roja teze”-da nivîsye, wekî giva paşî girtina Ebdulleh Ocalan serkarya Ermenîstanê zorê dide kurdê vêderê. Tiştê usa tunebûye û tune. Eva jî bux’dana teye bi sirêye. Ez zef rind zanim mena vê nivîsara te çiye. Wexta lazimbe, ezê derheqa wê yekêda jî binivîsim.

        Te rojnema “Kurdistana nuh”-da, ku Moskvaêda bi rûsî çap dibe (N 2-3, s. 2000) îzbatîêd derheqa karê Casimê Celîlî rehmetîda feş kiribû. Ez nizanim haj pê heyî, wekî kome rewşenbîrêd Ermenîstanêye kurd çawa lazime bersiva te dabûn û rûê teyî qelp nîşan dabûn. Tu ji vê yekê jî şerm nakî.

        Telebextra, rojnemevanya kurdaye welatêd dereke ewqas jî rind haj hal-wextê kurdêd Ermenîstanê tune, lema jî bextê te anye, ç’ep-rast nav ketî, çawa tera dest dide, usa jî dinivîsî.

         

        P. S. Eva nema han min 2-ê hezîranê s. 2000-ê bi faksê rêdaksîa rojnema “Roja teze”-ra (Stembol) şand bi wê bawerbûnê, wekî çawa zakonê jûrnalîstîkaê dixwezin vê bersiva min jî wê rojnemêda neşirkin. Lê hetanî nha ne tenê neşir nekirine, lê layîq jî hesab nekirine bersiva min bidin. Çawa tê kivşê, ewana bux’danê Têmûrê Xelîl (navê wîyî rast Hamlête) dha bawer dikin, ne ku rastîê”.

         

(“Rya teze”, №1 (4771), noyabr, s. 2000-ê).

 

        Dive hinek xwendevan bêjin: ez ji ku zanim, wekî bavê wî Xelîl Mûradov Têmûr mecbûr kirye erzê wîye ser xelqê nivîsî berbigre bona destnivîsara bavê wî Xelîl neê naskirinê? Çawa eyane, wî çaxî ez û dayka wî Eznîva Reşîd tevayî radîoêda dixebitîn çawa dîktor. Wexta ewê û mêrê xwe Xelîl Mûradov malda dikirne şer, ew şer danî hetanî cîê xebatê jî. Wan roja Eznîv hêrs-hêrs dihate xebatê û ber min gazinê xwe dikir, wekî çawa mêrê wê X.Mûradov kurê wê Têmûr nhada mecbûr dike xwe rya rast negre. Ewê usa jî digot: “Çi ji kurê min dixwaze? Ew gedê min dide rûniştandinê bona şikyatê wîye ser xelqê berbigre seba destnivîsara wî neê naskirinê. Nhada kurê min hînî qelpîê-qûlpîê dike”. A, evê yekê ez, çawa dibêjin, ji serkanîê pê zanim.

 * * *

         Pey vê yekêra jî Têmûrê Xelîl çiqas şer-şiltax avîtne min û ez hatime bawerkirinê, wekî xwey-xidanê wan malperê kurdî, li ku cî didine Têmûrê Xelîl, yan ser dereca wîne, yan jî neyarê rewşenbîrê kurdê Ermenîstanêne. Lema jî min lazim hesab nekir wan malperada bersiva wî bidim, çimkî bawerim ew jî mînanî rojnema jorgotîne. Bira ew diz firnax nebe, wekî ez nikarim bersiva wî bidim. Ez dikarim û hela serda jî zêde bidim. Lê ez naxwazim nimizbim ser dereca wî û xudanê wan malpera. Ez bixwazim jî – nikarim, çimkî kûltûra mine nevsê îznê nade min.

        Dirûtya Têmûrê Xelîl wê hucetêda jî tê kivşê, ku wextêda navbera wî û Celîlê Celîl diçû. Aha bersiveke xweda, ku malpera Avêstakurd-e meha noyabrê sala 2005-a, ewî çi nivîsye: “… Eger ez di meseleyekê da şaş bim, ez dikarim ji merivên wek Emerîk uzra xwe bixwezim, ji ber ku ewî bi dehan salan bona gelê me ewqas kar kirîye, ku yên mînanî min û Celîl dikarin avê li destê wî bikin”. Dixwazim bêjim, ew tenê “meselekêda” şaş nebûye, lê wergêra temamya pirtûkekê dizye û ser navê xwe daye çapkirinê, û paşê ne tenê baxşandinê (“uzvê”) ji min naxwaze, lê hela serda hezar cûre bux’dana davêje min. Nemeke xweda, ku 2 sala (s.1997-a) berî dîharbûna dizya pirtûka Lazarêv ewî minra şandye, nivîsye: “Qencîê te gelek ser min hene, vê qencîê jî minra bike”. Ewî bi dizya wergêrê bersiva qencîê min da û hetanî roja îroyîn jî şer-şiltaxa davêje min. 

 

 

WERGÊRA EDEBYETA SEYASETÎÊ

 

 

WERGÊRA EDEBYETA SEYASETÎÊ

         

        Min usa jî gelek pirtûkê seyasetîê tercme kirine. Wî çaxî Kommerkezya PK Ermenîstanê rêdaksîa rojnema “Rya teze” borcdar kir, wekî Konstîtûsîa û dokûmêntê partîaêye mayîn tercmeyî kurdî bikin û rûpêlê rojnemêda çapkin. Rêdaktorê rojnemê Mîroê Esed sparte min, wekî ez wî şuxulî bînime sêrî. Min ew nava wedekî kurtda tercme kirin û ew rûpêlê rojnemêda hatine çapkirinê. Paşê ewana bi pirtûkê başqe-başqe hatine weşandinê. Wî çaxî qebûlkirî nîbû binivîsyana, kê dokûmêntê partîaê û seyasetîêye ferz tercme kirine (lema jî wan pirtûkada nehatye nivîsarê, wekî min ew tercme kirine). Aha ew pirtûk:

  1. Konstîtûsîa (Zakona Hîmlî) Tifaqa rêspûblîkaêd sovêtîêye sosîalîstîê (neşireta “Hayastan”, 1977),
  2. Konstîtûsîa (Zakona Hîmlî) Rêspûblîka sovêtîêye sosîalîstîêye Ermenîstanê (neşireta Kommerkezya PK Ermenîstanê, 1978),
  3. Qirara Kommerkezya PKTS Derheqa qedandina qirarêd plênûma Kommerkezya PKTS îyûnê (sala 1983-a) Teşkîleta Ermenîstanêye rêspûblîkîêye partîaêda (neşireta “Hayastan”, 1984),
  4. Programa Partîa komûnîstîêye Tifaqa Sovêtîê (neşireta “Hayastan”, 1986),
  5. Qanûnnema Partîa komûnîstîêye Tifaqa Sovêtîê (neşireta “Hayastan”, 1986),
  6. Rêêd hîmlî yêd pêşdabirina TRSS êkonomîkîê û sosîalîêye salêd 1986-1990-î û wedê hetanî sala 2000-ê (neşireta “Hayastan”, 1986).

        Bi spartina Kommerkezya PK Ermenîstanê min û Mîroê Esed 2 pirtûkê Lêonîd Brêjnêv tercmeyî kurdî kirine (“Malaya Zêmlya”, 1978, “Daxuliqandin”, 1978) û bi pirtûkê başqe hatine çapkirinê. Pirtûka L.Brêjnêve sisya — “Xopan” (1980) min tenê tercme kirye, Mîroê Esed rêdaktorî lê kirye û ew jî bi pirtûkeke başqe ronkayî dîtye. Hersê pirtûk neşireta “Hayastan”-ê çap kirine. 

 

 

WERGÊRA EDEBYETA BEDEWETÎÊ

 

 

WERGÊRA EDEBYETA BEDEWETÎÊ

         

        Gotarê rexnekirina edebyetêra tevayî min destpê kir serhatîê nivîskarê ermenya, rûsa, avropaê, rohilatêye biç’ûk tercme kir û “Rya teze”-da da çapkirinê. Min nivîsara vekirî gelekî hiz dikir, mêla min ser wê bû. Hilbet, min dinihêrî, çika kîjan min xweş tê, min ew jî tercme dikir. Evê yekê jî alîê xweda alîkarî da, wekî fikrandina mine bedewetîê dha fire bibe û qelema min bere-bere hînî nivîsara xwexwetîê bibe.

        Wexta tivdarekdîtina derbazkirina hobêlyana 100-salya bûyîna şayîrê ermenyayî mezin Hovhannês Tûmanyan min û Egîtê Xudo neme nivîsî komîsîa hobêlyanîêra, wekî em dixwazin berevoka efrandinê Hovhannês Tûmanyane bijare bi zimanê kurdî çapkin. Min û Egît me berevok hazir kir û teslîmî neşireta “Hayastan”-ê kir. Êma Bakoêvaê, ku wî çaxî neşiretêda berpirsyara neşirkirina pirtûkê kurdî bû, hezar cûre çetinayî pêşda anîn bona berevok neşir nebe. Lê paşî hucet û qalme-qalma mezin her tenê bi wî qewlî qayîl bû, wekî berevok neşirbe, wexta navê wê çawa hazirkir pêşîê bê nivîsarê. Usa jî bû: navê wê pêşya navê min û Egît hate nivîsarê. Ew berevok bi pêşgotina min sala 1970-î çap bû.

        Şuxulê minî tercmekirinêyî mezin romanoka nivîskarê ermenîyî eyan, dost û pismamekî kurda, rêdaktorekî rojnema “Rya teze”-yî pêşin Hraçya Koçare “Hizret” bû. Min çend parêd wê “Rya teze”-da da çapkirinê. Hraçya Koçar û Nado Maxmûdov cînar û hevalê hev bûn. Nado Maxmûdov jêra gotibû, wekî “xortekî me romanoka teye “Hizret” tercme dike û çend parêd wê “Rya teze”-da çap bûne”, digre wan hejmarê rojnemê didê. Hraçya Koçar wan para dixûne, begem dike û N.Maxmûdovra dibêje: “Bira ew xort bê, ez nasya xwe bidmê”. Lê, telebextra, mirina H.Koçare bêwext nehîşt em hevdura bibin nas.

        Min romanok temam tercme kir û çawa pirtûkeke başqe teslîmî neşireta “Hayastan”-ê kir. Êma Bakoêvaê her cûre menî digirtin, wekî ew romanok bi kurdî neê çapkirinê. Şuxul gihîşte wê derecê, wekî ewê ji min xwest ez ji KGB kax’azê îzindayîna neşirkirina vê berevokê bînim. Bona vê kirina wê kenê mirîşkê kelandî dihat! Ez çûme cem serkarya neşiretê û gihîştime wê yekê, wekî romanok bi pêşgotina min bi pirtûkeke başqe sala 1972-a neşir bû.

        Wexta tivdarekdîtina derbazkirina hobêlyana 100-salya bûyîna şayîrê ermenyayî mezin Avêtîk Îsahakyan min dîsa neme nivîsî komîsîa hobêlyanîêra, wekî dixwazim berevoka efrandinê Av.Îsahakyane bijare bi kurdî bidme çapkirinê. Komîsîaê begemî da vê pêşdanîna min û kire nava plana xwe. Vê carê dewsa Êma Bakoêvaê Casimê Celîl neşiretêda kar dikir. Ewî qe nehîşt navê min çawa hazirkirê berevokê bê nivîsarê. Her tenê navê xwe nivîsî. Ew berevok jî bi pêşgotina min sala 1977-a hate çapkirinê.

        Çawa berevoka efrandinê Tûmanyane bijare, usa jî ya Îsahakyanda gele tercmekirinê min hatine cîwarkirinê. 

 

 

DU QEWMANDINÊ BERBIÇ’EV BI KOLORÎTA ROHILATÊ

 

 

DU QEWMANDINÊ BERBIÇ’EV BI KOLORÎTA ROHILATÊ

         

        Derheqa emekê min di dereca çand û edebyeta kurdîda usa jî “Ênsîklopêdîa Îslamê” (“The Encyclopedia of Islam, Kurd, Kurdistan, Band 5 (Khe-Mahi), Brill, 1986) nivîsye.

        Baylozê Rêspûblîka Îranêye Îslamîêyî pêşin li Ermenîstanê ev razalixneme minra şandye:

         

“Boy navê Xwedê

Pismamê ezîz, ax’aê qedirbilind EMERÎKÊ SERDAR!

        Ez borcê xwe hesab dikim paşî xilazbûna mîsîa mine dîplomatîê li Ermenîstanêyî welatê hizkirî razîbûnê bidme We bona hevrakarkirina Weye alavî seba qewînkirina dostî û pêşdaçûyîna du welatê kevnar Ermenîstan-Îranê, û hîvya min ji Xwedê heye Hûn bigihîjne açixya li ser evê rya dijwar.

        Raste, em ji hev dûr dikevin, lê ez gumanim, ku îro em dha nêzîkî hev bûne, me tevayî çerçere û şabûn dîtye.

        Ez dixwezim, wekî ev hesîna zyaretî û dualî qewînbe.

         

Baylozê Rêspûblîka Îranêye

Islamîêye qeydeder û wekîldar

Hemîdrêza  NÎK’K’AR”.

(Orîgînal arxîva minda tê xweykirinê).