amarikesardar
Û DAWÎÊDA EZ DIXWAZIM BÊJIM…
Û DAWÎÊDA EZ DIXWAZIM BÊJIM…
Minê ev pirtûk nenivîsya, eger mukurya tabetî bidana ruhê min. Min nivîsî, wekî ruhê min hevekî hêsabe. Min usa jî ew qewmandin bîr anîn, ku jyana minra girêdayîne û ez nikarim guh nedim ser wan. Ya duda – ewê yekê jî ez mecbûr kirim qelemê hildim, wekî derheqa gele qewmandinada xwendevan haj pê tunene, ezim şedê wanî zêndî û lazim bû ew bi rastî û obyêktîvî bêne şirovekirinê. Lema min borcê xwe hesab kir derheqa wanda binivîsim û dîrokêra bihêlim. Eva jî borcekî min bû ber gelê me, çand û edebyeta me.
Salê 2011-a – 2013-a.
Yêrêvan.
ÇEND GILÎ DERHEQA QÎZA MIN NÛRÊDA
ÇEND GILÎ DERHEQA
QÎZA MIN NÛRÊDA
Dawîêda ez borcê xwe hesab dikim emekê Nûra qîza xwe bişêkirînim. Eva weke 15 salene ez ç’evada belengaz bûme, nikarim ne bixûnim, ne jî binivîsim. Dewsa ç’evê min Nûra min wî karî dike. Wexta ez hela rêdaksîaêda dixebitîm (çawa min îdî bîr anye) û min hinek têkst tercmeyî kurdî dikirin, min zar digot, Nûra min dinivîsî. Ji sala 1999-da hetanî nha min çiqas gotar nivîsîne, ew gişk min zar gotine, Nûrê nivîsîne. Gele cara jî ewê rûpêlê rojnema “Rya teze” minra dixwend û rastkirin dikire nava wan. Nûrê him ç’evê mine, him jî destê mine. Ev 7 pirtûkê mine dawîê gişk bi destî Nûrê him bi rûsî hatine tercmekirinê, him jî bi kurdî hatine hazirkirinê û rêdaktorîkirinê. Bi înîsîatîva wê efrandinê min bi rûsî hatine weşandinê û bi saya wê yekê goveka xwendevanê efrandinê min dha fire bûye. Lê ewê derheqa min û efrandinê minda çiqas pêşgotin û gotar nivîsîne. Pêşgotina pirtûka «Свадьбу сыграли дважды» û gotara “Derheqa xudanê pirtûkêda” ewê nivîsîne, li ku bi obyêktîvî derheqa min û efrandarya minda xwendevanara gotye. Lê çiqas gotarê wê derheqa efrandarya minda malperê bi zimanê kurdî, rûsîda çap bûne, bi radîo hatine dayînê. Gele cara ew min mecbûr dike, wekî ez efrandina bi zar bêjim, ew jî binivîse. Pareke romana min (“Rya pêşîê min”) bi helandayîna wê hatye nivîsarê. (Telebextra, ew roman hela nîvcî maye). Pevgirêdana min bi poşta êlêktronîê tevî heval, nas û nenasê min bi destî Nûrê tê kirinê.
Eva pirtûka han jî ji xebera pêşinda destpêkirî hetanî ya dawîê bi destî wê hatye nivîsarê.
Xwestina min ewe, wekî qîzê haye şîrhelal û welatparêz nava me, kurdada, gelek hebûna. Raste, ez ç’evada belengazim, lê bextewarim, wekî qîzeke mine ha heye.
BEREVOKÊ MINE NEHA Û DEHA “WÊ ŞEVÊ…” Û “KEŞKÛL”
BEREVOKÊ MINE NEHA Û DEHA
“WÊ ŞEVÊ…” Û “KEŞKÛL”
Sala 2013-a bona min saleke xêr û bereket bû. Wê salê 2 pirtûkê min çap bûn. Navê yekê “Wê şevê… ” bû, wêda serhatî, romanok û pareke romana mine nîvcî “Rya pêşîê min” çap bûbûn. Qîza min Nûrê ew ji kurdî wergerandine rûsî, lê qîza mine mayîn Zerê rêdaktorî û korêktorî lê kirye. Pirtûk bi pêşgotina nivîskarê kurd Wezîrê Eşo destpê dibe. Berevok êpêce mezine, ji 400 rûpêla zêdetire. Sponsorya vê berevokê kirye xortekî cahil ji Kîrovê (Rûsîa) Tîtalê Xano, ku pêşîê mala wana Elegezê dima.
Navê berevoka mine duda (lê bi tomerî ya deha) “Keşkûl”-e. Min qestîka ew nav danye ser, çimkî wêda cûre-cûre qinyat hene, ku min nava temamya emrê xweda berev kirine: nimûnê zargotinê, zimanzanîê, êtnografîê, toponîmîê, ji emrê gund û hwd. Dixwazim bi şabûn bidme kivşê, wekî vê dewrana meda, gava hewaskarya berbi edebyeta bedewetîê ewqasî jî bilind nîne, ev herdu berevokê min bi açixîke mezin Moskvaê û Ûkraînaêda hatine firotanê û belakirinê. Xênji wê, ew usa jî çûne Qazaxstanê, Qirqizstanê, Tûrkîaê, Îraqê û welatê mayîn.
BEREVOKA MINE HEYŞTA “BIJARE”
BEREVOKA MINE HEYŞTA “BIJARE”
Sala 2011-a berevoka min, li ku gotar, hevpeyvîn û pêşgotinê pirtûka (parek bi zimanê rûsî), Yêrêvanêda bi zimanê kurdî (bi tîpê latînî) ronkayî dît. Navê wê “Bijare”-ye, çimkî min jyana xweye rojnemevanîêda bi seda gotar nivîsîne. Min ji wana hinek bijartine û vê berevokêda dane çapkirinê, ku hîmlî derheqa edebyet û çanda medanin. Bona çapkirina vê berevokê min razîbûna xwe daye cîgirê serokê Partî Dêmokratî Kurdistan birêz Nêç’îrvan Barzanî, şêwirdarê serokatya Civata Wezîra ya hukumeta herêma Kurdistanê birêz Nezet Salih Omer, lêktorê zankoa Salhedînê (Hewlêr), doktor birêz Fêîrûşah S. Hamad, aspîrant birêz Muhemed Emîn Salih (Xarkov). Nivîskarê kurd Tosinê Reşîd (Avstralîa) bona vê berevokê pêşgotineke delal nivîsye. Eva berevoka jî Nûra min hazir kirye. Çawa gele malperê kurdî, usa jî malperê rûsî derheqa vê berevoka minda nivîsîne û qîmet kirine. Xênji wê, rojnemê “Rya teze”, “Zagros”, “Svobodnîy Kûrdîstan”-ê jî xebera xweye qîmetkitinêye baş gotine derheqa vê berevoka minda.
75-SALYA MIN
75-SALYA MIN
Sala 2010-a 75-salya min temam bû. Wekîlê Hukumeta herêma Kurdistanêyî li Rûsîaê Xoşavî Babakr ev têlêgrama pîrozbayê minra şand:
“Birêz Emerîkê Dewrês!
Ez ji navê Hukumeta herêma Kurdistanê 75-salya bûyîna We pîroz dikim. Nav û karê We Kurdistanêda baş eyanin. Hûn hesab dibin çawa hîmdarekî edebyeta kurdaye wedê nha. We wî çaxî destpê kir nivîsî, gava Kurdistanêda edebyeta kurdî qedexekirî bû û îlahî bi saya karê We pevgirêdana navbera silsiletê edebyeta kurdî nehate bir’înê. Ez Wera jyaneke dirêj û sazdarîêye erhede dixwazim boy xatirê nîştîmanê me”.
Yekîtya rojnemevanê Ermenîstanê jî têlêgrama pîrozbayê şandibû.
Ew hobêlyan rojnemê “Golos Armênîî”, “Zagros”, kovara “Mûnêtîk” (ya nivîskarê Ermenîstanê) bi firetî dane kivşê. Rojnema “Golos Armênîî”-aêda gotara dota min Nûrê Serdaryanê bi vê sernivîsarê “Paşerojêda pirtûkê teze wê hebin. Emerîkê Serdar 75-salîye” (9-ê fêvralê s.2010-a) hatye weşandinê.
“Şuxulkarê edebyet û çanda kurdîye newestyayî” – ha hatye navkirinê gotara Wezîrê Eşoye fire bona 75-salya min, ku rojnema “Zagros”-êda (№2 (30), fêvral, s.2010-a) hatye çapkirinê. Cîye bê gotinê, wekî ev gotara Wezîrê Eşo berê usa jî organa Partî Dîmokratî Kurdistan (Îraq) rojnema “Xebat”-êda (19 û 20-ê oktyabrê s.2008-a, №№3000, 3001) hatye neşirkirinê. Gotara Karlênê Çaçanî “Emerîkê Serdar, 75-salya te pîrozbe!” kovara “Mûnêtîk”- êda (№2 (19), s.2010-a) derket.
Şayîr Eskerê Boyîk bona vê hobêlyanê gotareke delal nivîsî û ew malpera “Dengê Êzîdiyan”-da (18-ê fêvralê s.2010-a) hatibû çapkirinê.
Malperê bi zimanê rûsî – www.kurdistan.ru, www.kurd.ge û www.ezdixane.ru, radîo “Ronkayî” (Tbîlîsî) û yêd mayîn bi firetî hobêlyana min dane kivşê. Hinek hevala bi nivîsar ez pîroz kirime, çawa mesele:
“Emerîkê Serdarî hizkirî!
Van roja çawa nivîskar û rojnemevan hûnê gele gotinê pesindayînê bibihên. Ez bi dil tevî wan dibim, lê dixwazim îro derecekê bidme kivşê, li ku hûn xwe dha baş didine dîharkirinê çawa welatparêzê helal. Ew, çi ku emrê kurdê Ermenîstanêda diqewime, tabetîê nade we. Carna hûn dişewitin, carna dilê we dêşe, carna şerkarîê dikin, û hemû berbirîbûnê we meremekî wan heye – emrê olkê hemû derecada bidne pakkirinê. Lê bona wê yekê hûn him kafêdraê, him qelemê, him mecalêd Şêwra, ku hûn serkarî lê dikin, rêxistinê meye civakîye mayîn didine xebatê. Hûn mêrxasekî wedê mene. Badilhewa nîne, wekî par, sala 2009-a, ji alîê Navenda Lêkolînê Bîografîê (Kêmbrîc, Anglîa) hûn dereca xweda hatine bijartinê çawa profêsîonalekî usa, ku hukumî mezin hîştye ser derecê cî, miletîê û navnetewî.
Ez ji navê Şêwra kurdê Ermenîstanêye miletîê we, Emerîkê Serdarî hizkirî, bona 75-salya bûyînê pîroz dikim.
Knyaz Hesenov,
sedrê Şêwra kurdê Ermenîstanêye miletîê.
Fêvral, s.2010-a”.
“Emerîkê bira, bira 75-salya te bimbarek û pîrozbe! Ez ji tera saxî û silametîê dixwazim. Bira destê te sîbe ser serê koma tebe. Hêvîdarim rojên tên ji bo te bibin rojên xêr û xweşîê.
Tosinê Reşîd, Avstralîa.
14-ê fêvralê s.2010-a”.
“Emerîkê ezîz! Ez dîsa bona hobêlyanê te pîroz dikim.
Keremê Anqosî, Tbîlîsî.
14-ê fêvralê s.2010-a”.
“Şexsekî mezin, ku nava temamya emrê xweda her tişt kirye û dike bona navê miletê xwe bilindke. Birêz Emerîk, ez 75-salya bûyîna we pîroz dikim, ez ji navê xwe û ji navê hevalê xwe wera sax’lemya baş, emrê dirêj dixwazim, zor spas, wekî hûn hebûne, hene û hebin bona xweşbextya gelê me. Xaşbî, sehetbî û qewetbî, apê Emerîk.
Vladîmîr Rzgoêv, Tbîlîsî.
8-ê fêvralê s.2010-a”.
“Raste, ez dereng tevî pîrozbaya dibim, mamosta Emerîkê Serdarra berî her tiştî sax’lemîê û karê êfrandarîêyî mezin dixwazim. Bona pîrozbaya ez gelekî şa bûm. Ew bextewerîke mezine. Bira Xwedê bide, wekî em gelek rojê ha bibînin.
Fêrûşah Kakşar, Hewlêr.
9-ê fêvralê s.2010-a”.
“Ez bi dil tevî hemû pîrozbaya dibim, ku birêz Emerîkê Serdarra şandine. Ez wera, Emerîkê ezîz, xweşbextîê, sax’lemya baş û emrê dirêj dixwazim. Hûn bona min yek ji wanane, yêd ku êtalona bêbabaxîê, întêlîgêntîê û merivayêne. Ç’evê silsileta yê mînanî weye. Ez dîsa wera sax’lemîê dixwazim.
Şalîko Bêkes, Moskva.
9-ê fêvralê s.2010-a”.
“Emerîkê Serdar, dersdarê Mezin (bona min), ez bi dil rojbûyîna We pîroz dikim, Wera sehet û qewet, emrê dirêj dixwazim.
4 salê, ku ez tevî We xebitîme, bona min hetanî roja îroyîn mane çawa xewn. Hûn merivekî gelekî dilgerm, dilfirene, mezinara mezin, biç’ûkara biç’ûkin, nivîskarekî hizkirîne. Kitêba We “Îdî dereng bû” bona min û usa jî bona geleka gelekî hizkirîye. Dîsa û dîsa ez We pîroz dikim.
Delala Memê Recevî, Fransîa.
10-ê fêvralê s.2010-a”.
“Sersala we pîrozbe, mamostaê delal û hêja! Bira salê we serfirazî derbazbin, hertim pêşkevtî bin.
Mohamad Ahmad Barzai,
serokê Komela dostanya qazaxa û kurda,
Alma-Ata, 27-ê fêvralê s-2010-a”.
“Birêz Emerîkê Serdar! Ez bi dil hobêlyana we pîroz dikim. Ez wera açixîê efrandarîê, sax’lemîê, bextewarîê û her tiştê baş dixwazim.
Şûra, Îzrayêl.
11-ê fêvralê s.2010-a”.
Hilbet, ev pîrozbayî, ku goşê dinyaêye başqe-başqe hatine, min dha ruhdar dikin û gelekî minetdarê wan qîmetkirin û gotinê wane alavîme.
JANRA NEMA VEKIRÎ
JANRA NEMA VEKIRÎ.
NEMA MINE VEKIRÎ PRÊZÎDÊNTÊ ŞAY C.BÛŞRA
Ez merivê pêşin bûm, ku nava edebyeta kurdaye sovêtîêda janra nema vekirî da xebatê (“Nema vekirî şayîr Qaçaxê Miradra”, “Rya teze”, 12-ê noyabrê s.1959-a).
Sala 2006-a komîsîa ŞAY navparlamêntîêye serbest, ku Bêykêr û Hamîlton serkarê lê dikirin, doklad hazir kir û da prêzîdêntê ŞAY Corc Bûş derheqa paşeroja Îraqêda, li ku kara kurda hesab hilnedabûn. Gava derheqa vê yekêda ez pê hesyam, min nema vekirî bi zimanê înglîsî Corc Bûşra şand û pêra-pêra ji admînîstrasîa wî bersiv hate stendinê, wekî “me nema we styendye, zor spas”. Eva jî nema min:
“NEMA VEKIRÎ
SEROKKOMARÊ AMÊRÎKAÊ BIRÊZ CORC BÛŞR’A
Serokkomarê Amêrîkaê birêz Corc Bûş!
Ez kurdekî Ermenîstanême, nivîskarê kurdim, rojnemevanim, serokê koma rewşenbîrêd Ermenîstanêye kurdim. Ez 71 salîme, emekê minî edebyetê îznê didine min vê nemê Wera binivîsim. Me’na nivîsara vê nemê doklada Bêykêr-Hamîltone, kîderê mafê kurdê Kurdistana Başûr hesab hilnedane.
Ez bawerim, wekî Hûn zanin nava dîrokêda gelê me çi zulm û zêrandin dîtye. Ez derheqa wê yekêda nanivîsim. Ew qetil û zulm, ku dagirkira nava dîrokêda anîne serê gelê me, ber ç’evê cihanê hatye kirinê û, telebextra, cihanê xwe ker’ û lal kirye. Evê ker’ û lalbûna wê kişand hetanî sala 1990-î. Berî wê sala 1988-a wextê Anfalê Başûrê Kurdistanêda 200 hezar kurd qirkirin. A paşî wê yekê teze sala 1990-î bi biryara Rêxistina Miletaye Yekgirtî, bi înîsîatîva Amêrîkaê û Anglîaê nîvê Başûrê Kurdistanê bona teyarê Seddam Husêyn hate elamkirinê çawa zox’ala qedexekirî. Bi saya parastina Amêrîkaê û Anglîaê pareke gelê me Kurdistana Başûrda aza bîna xwe kişand û destbi karê sazdar kir. Nava 16 salên derbazbûyîda pareke Başûra Kurdistanê, ku ji alîê Amêrîkaê û Anglîaê dihate parastinê, Rohilata Nêzîk û Navînda bûye ada (cizîra) dêmokratîê, azayê û serxwebûnê. Eva yeka bi saya hereketê welatê Weye jî û hemû kurdê dilsoz û welatparêz vê yekê dişêkirînin.
Em, kurdê ku ji welatê xwe der dijîn, gelekî şa û kubar bûn, gava We Qesra Spîda birêz Mesûd Barzanî qebûl kir û qîmetê layîq da karê wî û kurdê Kurdistana Başûr. Evê yekê nava meda ew guman pêşda anî, wekî Amêrîkaê îdî tu cara pişta xwe nede Başûrê Kurdistanê.
Ez tex’mîn dikim Hûn jî bawerin, wekî Rohilata Nêzîk û Navînda kurd dostê Amêrîkaê here aminin. Aminbûn xeysetê kurdaye û ewana tu cara bêşêkir nînin, qencya kirî çawa lazime qîmet dikin.
Gava min doklada Bêykêr-Hamîlton xwend, cem min şik pêşda hat, gelo ewana rastîê dost û dijminê Amêrîkaê ji hev derdixin yanê na? Dokladêda ew çi ku nava 16 salên derbazbûyîda Başûrê Kurdistanê hatye sazkirinê, tê pêpeskirinê, tu rêke rast naê nîşandayînê bona safîkirina pirsa Kêrkûkê. Dinê-alem zane, wekî Başûrê Kurdistanêda parlamênta bi dêmokratî, organêd serkarîkirinê, yûstîsîaê û mehkemê hatine sazkirinê û baş kar dikin. Gelo badilhewane, wekî Başûrê Kurdistanêda partîaê sîyasîê cuda-cuda aza kar dikin? Gelo welatên cînarê Îraqêda, Îraqê xwexweda (para erebada) eva yeka heye?
Ez du cara çûme Başûrê Kurdistanê û min dîtye gel çiqas serbeste, azaye, tirs û xof dilê wêda tune, prêsa, têlêvîzîon, radîoê partya û netewê başqe-başqe aza kar dikin.
Birêz Corc Bûş!
Ez aqilbendî û dûrdîtina Weye sîyasîê bawer dikim, wekî Hûnê îznê nedin plana Bêykêr-Hamîlton bê mîaserkirinê (îlahî para derheqa gelê kurdda), ku cara bi sirê gelê me ber dergê xezakirina fîzîkîê nesekine.
Ez bawerim, wekî Hûnê îznê nedin vê yekê, yanê na hurmeta Amêrîkaê wê ber ç’evê cihanê bikeve, dijminê wê û me wê şabin, dostê berxwekevin. Ç’evê me, kurdê dereke, li Kurdistana Başûre.
Kurda hetanî sala 1990-î digotin: “Dostê me her tenê ç’yaê mene”. Gênêral û xebatkarê Weye derecebilind rind haj vê gotinê hene û wexta rastî gelê Kurdistana Başûr dihatin, digotin: “Ne tenê ç’yaê we dostê wene, em jî dostê wene”.
Nha wext hatye wê yekê praktîkaêda îzbatkin.
Bi qedirgirtin,
Emerîkê Serdar,
nivîskarê kurd,
rojnemevanê Komera Ermenîstanêyî emekdar,
serokê koma rewşenbîrên kurd li Ermenîstanê.
Yêrêvan / Ermenîstan
29.12.2006”
Ev neme van malperada bi 3 zimana (înglîsî, kurdî, rûsî) – www.kurdistanobserver.com, www.kurdishmedia.com, www.netkurd.com, www.yeziden.de (Dengê Êzîdiyan), www.kurdistan.ru, www.ezid.ru, www.dostani.com, usa jî rojnema “Rya teze”-da (№4, dêkabr, s.2006-a) hatye weşandinê.
PIRTÛKA HEVTA — “HISRETA EMIR”
PIRTÛKA HEVTA — “HISRETA EMIR”
Hukumeta Ermenîstanê alîkarya peretî da, wekî pirtûka mine hevta bê çapkirinê. Ew “Hisreta emir” bû, ku bi kurdî sala 2008-a Yêrêvanêda çap bû. Ez ç’evada belengaz bûbûm, Nûra min pirtûk hazir kir û rêdaktorî lê kir.
Ev pirtûk jî layîqî guhdarya rojnema û malpera bû. Malpera www.ezdixane.ru-da xwendevana derheqa vê pirtûkêda fikra xwe digotin. Aha çend gotinê wan:
“Min hetanî nha serhatîke wê baştir nexwendye (gilî derheqa serhatya “Eşîr bavê eşîrêye”-dane – rêd.). Ez ber birêz Emerîkê Serdar temene dibim. Ez gelekî şa dibim, wekî ev pirtûka wîye teze ronkayî dîtye. Ez Emerîkê Serdarra emrekî dirêj û sax’lemîê dixwazim”.
Şalîko Bêkes.
“Ez bona pirtûka bi sirê Emerîkê Serdar pîroz dikim! Zor spas bona bi neynikê nîşandayîna wedê meyî derbazbûyî bi gumana paşwextya geş! Mamosta, bi seda sala bijî!”
Letîf Memed.
“Birêz Emerîkê Serdar! Bona ronkayîdîtina pirtûka weye teze ez we pîroz dikim û xwestinê hereqenc wera dixwazim. Zor spas bona karê efrandarîê û tebîgirtina bajarvanîê. Bi efrandinê tezeva me bide şakirinê”.
Slo76.
“Zor spas bona serhatya haye hewaskar. Her tenê min dixwest zanibûya: ew yek rastîê emirda bûye yan na? Hulbet, bona ronkayîdîtina pirtûka teze ez te pîroz dikim. Birêz Emerîkê Serdarra emrekî dirêj dixwazim”.
Spartak.
“Ew yek rastîê qewimye, xezûrê nivîskar Sehîdê Eslan jêra gilî kirye. Emerîkê Serdar bi xwe ew yek nivîsye”.
Letîf Memmed.
“Û gele tiştê ha qewimîne”.
Mam.
“Ez gelekî şa bûm, wekî kitêba nivîskarê meyî hizkirî Emerîkê Serdar derket. Ji bo me, xwendevana, ew pêşkêşa here mezine. Serhatîê nivîskarê navûdeng gelekî nêzîkî ruhê mene. Dersdarê Mezin, ez wera sehet, qewat û emrekî dirêj dixwazim û ç’evnihêrya kitêbê nûme”.
Delala Memê.
Xênji qîmetkirinê zar, ku gelek bûn û ji alîê qelfê başqe-başqeda bûn derheqa pirtûkê min, îlahî herduê bi rûsî tercmekirî, min usa jî neme û malperada qîmetkirinê xwendevana didîtin. Ewê yekê ez didame şakirinê, wekî xwendevanê malpera hîmlî şagirt û cahil bûn, ku hewaskarî nîşan didan berbi edebyeta me, îlahî, wekî nimûnê edebyeta me bi zimanê kurdî nikaribûn bixwendana, lê dixwestin qe na bi serî zimanê rûsî haj edebyeta me hebin.
Binga gelek serhatîê min (“Dê”, “Lûle-kivav”, “Guman”, “Li serê bendê”, “Tirs”, “Sitar kir” û yêd mayîn) – qewmandinê rêalin, lê her tenê çawa bingeh. Lê wekî dinê min kirasê efrandarîê wan kirye û xwestye wana bikim xebera bedewetîê. Ez nikarim bêjim ew yek çiqasî minra li hev hatye, her tenê xwendevan dikare bêje.
BEREVOKA ŞEŞA “HETANÎ KENGÊ?”
BEREVOKA ŞEŞA “HETANÎ KENGÊ?”
Pirtûka mine şeşa “Hetanî kengê?” bi zimanê rûsî sala 2007-a Yêrêvanêda neşir bû. Ev pirûk jî me kîsî xwe neşir kir. Serhatîê vê berevokê Nûra min ji kurdî tercmeyî rûsî kirine, lê Zera min rêdaktorya wê kirye. Derheqa vê pirtûkêda rojnemê “Golos Armênîî”, “Zagros”-ê (bi zimanê ermenî) û yê mayîn nivîsîn.
Pirtûka “Hetanî kengê?” jî nava xwendevanê bi zimanê rûsî hewaskarî pêşda anî:
“Ez pirtûka “Hetanî kengê?” dixûnim. Rastîê gotî serhatîê wî hukumî ser ruhê merya dikin. Mesele, gava min serhatya pêşin derheqa bavêda xwend, ku ji şêr venegeryaye, ez ketim bin hukumekî mezin. Zor spas bona her tiştî”.
Pîr Dîma, Tbîlîsî.
“Ez şêkirdarya xwe didime Emerîkê Serdar bona emekê wî, ku kirye nava çanda kurdada. Ez usa jî razîbûna xwe didime Nûrê, dota birêz Emerîkê Serdar, bona wê yekê, wekî alî bavê xwe dike”.
Êdgar, Sankt-Pêtêrbûrg (www.ezid.ru)
“Ez zendegirtî mame. Ez razîbûna xweye mezin didime nivîskar. Ew dîroka gelê meye”.
Kawa (www.ezid.ru)
“Serhatîke nûranîye (gilî derheqa serhatya “Hetanî kengê?”-dane – rêd.), ruhê min vejand. Gava min ew êpîzod xwend, çawa “kax’azê reş” hatye, hindik mabû ez bigryama. Zor spas nivîskarra, gelekî hewaskar bû”.
Spartak, Tbîlîsî (www.ezid.ru)
“Wexta min serhatî dixwend, ez dircifîm”.
Afîna (www.ezid.ru)
“Zor, zor spas!”
Şafalî (www.ezid.ru)
“Zor spas bona serhatîke usaye hukumdar. Zanin, gava min ew serhatî dixwend, pîrka min dihate bîra min. Û ez digiryam. Birê wêyî taê-tenê jî biribûne ber şêr. Ew 17 salî bû, teze mekteb xilaz kiribû. Ew bêser-berate unda bû. Pîrka min hetanî nha jî bi dilbirînî ewî bîr tîne. Û hertim axe-axa wêye, digrî. Zor spas bona serhatya we. Ewê rastîê jî ruhê min tevîhevkir”.
Anna, Moskva (www.ezid.ru)
Ez dixwezim vêderê zêdekim, wekî serhatya “Hetanî kengê?” 2 hejmarê rojnema “Dema nû”-da (hejmar 41, 42, Ç’irya Paşin, s.2002-a), ku Tûrkîaêda dihate weşandinê, çap bûye. Ev serhatî usa jî “Antolojiya edebyeta kurdî”-da derketye. Ew antolojiya Avropaêda bi 2 cilda bi zimanê kurdî çap bûye.
PIRTÛKA MINE PÊNCA “GUNDÊ ME” BÛ
PIRTÛKA MINE PÊNCA
“GUNDÊ ME” BÛ
Sala 2006-a pirtûka mine pênca “Gundê me” bi zimanê kurdî Yêrêvanêda çap bû. Min ew bi kîsî xwe çap kir. Eger hersê pirtûkê mine pêşin (“Destê dê”, “Îdî dereng bû” û “Dengê dil”) bi tîpê kîrîlî hatibûn çapkirinê, lê eva berevoka min îdî bi tîpê latînî neşir bû. Telebextra, wî çaxî goveka xwendevanê kurd, ku karibin tîpê latînî bixûnin, zef teng bû. Lema jî ev pirtûk Ermenîstanê û Sovêta berêda ewqasî bi firetî nehate naskirinê û qîmetkirinê, çawa welatê derekeda. Ezê tenê meselekê bînim. Lêktorê zankoa Hewlêrêye Salhedîn Fêrûşaê Kakşar minra têlêxist û got, wekî çawa meseleke wê pirtûkê ketye destê wî, ewî bi hewaskarîke çiqasî mezin xwendye, wî xweş hatye. Gava xwendkarê wî ewê pirtûkê ser textê wî dibînin, hîvî dikin îznê bide ew jî bixûnin. Gişka pirtûk destê hev revandine, xwendine.
“DEWETEK DU CARA KIRIN”
“DEWETEK DU CARA KIRIN”:
PIRTÛKA MINE ÇARA,
PÊŞKÊŞA NEFERÊ MALÊ BONA
70-SALYA MIN
Sala 2005-a 70-salya min temam bû. Neferê mala min bona wê hobêlyanê pêşkêşeke layîq hazir kirin. Hersê dotê min – Leylê, Nûrê û Zerê – hinek efrandinê min tercmeyî rûsî kirin, zevê minî mezin Sînotê Ebûzêt rêdaktorî kir, zevê minî biç’ûk Broê (Îşxanê) Eso alîkarya peretî da û berevoka «Свадьбу сыграли дважды» (navê wê kurdî haye: “Bûk du cara syarkirin” yanê “Dewetek du cara kirin”) hema wê salê Yêrêvanêda neşir bû. Rojnema “Golos Armênîaê” bi sernivîsara “Rastgotinê Emerîkê Serdare qenc” (21-ê mayê s.2005-a) înformasîa derheqa wê pirtûkê da, şiklê min û şiklê pirtûkê û 8 nexş-nîgarê hûr çap kirin. Sêksîa nivîskarê kurda û Yekîtya miletê Ermenîstanêye kêmjimar bona hobêlyana min û bimbarekkirina vê pirtûkê 3-ê îyûnê sera Mala nivîskaraye guloverda civata tomerî derbaz kirin. Têlêgramê hukumeta herêma Kurdistanêye fêdêral, Yekîtya rojnemevanê Ermenîstanê hatine xwendinê. Çawa rewşenbîrê me, usa jî wekîlê olkê Ermenîstanêye miletîêye kêmjimar xeberdan, hobêlyana min bimbarek kirin û qîmetekî mezin dane vê pirtûka min. Radîoa Ermenîstanêye dewletê rêportaja nîvsehetê bi zimanî rûsî da derheqa van qewmandinada. (Ew dengnivîsara rêportaja rojnemevan Olga Arakêlyanê arxîva minda tê xweykirinê).
Çend rojneme û malperê kurdî çawa derheqa hobêlyana minda, usa jî derheqa vê pirtûkêda nivîsîn. Hewaskarya berbi pirtûkê mezin bû, çimkî ew bi zimanê rûsî bû û goveka xwendevana dha fire bû. Aha çend gotinê xwendevana:
“Zor spas, Emerîkê Serdar! Min bi hewaskarî xwend!”
Êdgar, Sankt-Pêtêrbûrg (www.ezid.ru)
“Zef razîme! Xwendina wê gelekî hewaskar bû!”
Dîva, Moskva (www.ezid.ru)
“Zor spas! Gelekî hewaskar bû”.
Rojin, Almanîa (www.ezid.ru)
“We pirtûka Emerîkê Serdar xwendye? Ese bixûnin, berevokeke zor başe. Berevokeke bêqusûre. Çawa pirtûk neşir bû, pêşkêş dane min. Ez nikarim wera bêjim, wekî ew pirtûk çiqasî merya dike nava sêrê û nikarî nexûnî. Ese bixûnin! Pirtûkeke gelekî zore. Emerîk merivekî bêqusûre. Min bawer bikin”.
Yûlîanna, Ûkraîna (www.ezid.ru)
“Serhatya “Bûk du cara syarkirin” gelekî min xweş hatye. Ew efrandineke delale, li ku derecê jîyîna meye başqe-başqe hatine dîharkirinê, erf-edetê gelê kurd hatine nîşandayînê. Ewê efrandinê gelekî hukmî ser min kir. Min gelekî dixwest nivîskar virhada jî wî cûreyî jyana me nîşan bide. Ez gelekî ji wî razîme bona wê yekê, wekî ew ewqasî rast rastîê jyana me nîşan dide”.
Yana, Rûsîa (www.ezdixane.ru)
“Hûn gotî serhatîê Emerîkê Serdar bixûnin! Û hûnê bêne bawerkirinê, wekî cimeta me “polaye”! Mesele, serhatîkêda psîxologîa û fikrandina dayîkê tê nîşandayînê, ya ku 6 ewledê xwe şandye şêr”.
Tamaz67, 39 salî, Krasnodar (www.ezdi.info)
“Xût merivê mînanî Emerîkê Serdar, ku temamya emrê xwe pêşkêşî karê efrandarîê kirine û hesab dibin kubarya miletê me, mecal dane çanda miletê meye ruhanîêye bilind xweykin û pêşda bibin. Emê serhatya “Dê” hejmara rojnema xweye avgûsta sala 2007-da çapkin.
Nûra delal, tercma weye profêsîonale bilind mecal daye strûktûra û nîgarya stîla bavê weye bedewetîê xweykin.
Em gumanin hevkarya meê dom bike.
Bi qedirgirtina mezin,
Îşxanê Mîro,
rêdaktorê rojnema “Svobodnîy Kûrdîstan”, Moskva”.
Kurdzan Keremê Anqosî, ku Tbîlîsîêda dimîne, minra got, wekî “ewê pirtûka te vêderê sênsasîake çiqasî mezin pêşda anye. Çend merya minra gotine, wekî werin em ser binga vê pirtûkê kînofîlmê çêkin”. Kerem wanra gotye: “Ka emê pera ku bînin?..”