amarikesardar
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — Ê, E
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
Ê, E
Ê, k’er çi zane ze’fran çye?
* * *
Êşa li hevala,
Tîra li kendala.
* * *
Em ne malekêne,
Lê h’alekîne.
* * *
Em parîê donin,
E’vd zû ji me t’êr dibin.
* * *
Erezî guşe-guşe,
K’ê divê “dewê min tirşe”?
* * *
Eva lo-loye,
Lê-lê wê paşê bê.
* * *
Ew nevire, lê Xwedê wî vire.
* * *
Ew stûna nava malêye (xortar’anin).
* * *
Ewî nîskek nava g..ê xweda dîtye.
* * *
Ez ax’a, tu ax’a,
K’ê golika bive nav bax’a?
* * *
Ez ç’ya, tu ç’ya,
Golik ma bê gîha.
* * *
Ez dibêjim: “H’irç’ waye”,
Tu dibêjî: “R’êç’ k’uye”.
* * *
Ez ger’yam dere-derî,
Min dît 366 derî,
Lê min nedît cendekek, du serî.
* * *
Ez divêm “bira”,
Divêje “biraxuro”.
* * *
Ez divêm “nêre”,
Divê “bidoşe”.
* * *
Ez e’zmana te diger’yam,
Min tu ser e’rdê dîtî.
* * *
E’celê nêrî tê, nanê şivên dixwe.
* * *
E’dûê xelqê ber kevira dertên,
E’dûê min nava g..ê min dertên.
* * *
E’mrê leglegê
Çû bi leqleqê.
* * *
E’yba pîrê
Naê bîrê.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — D
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
D
Dar li kewê k’et yanê jî kew li darê k’et?
***
Dar ser k’oka xwe şin dibe.
* * *
Dar ser k’oka xwe şîn dibe,
Mirov ser zimanê xwe.
* * *
Darbiro, dara bibir’,
Destê xwe ji Xwedê nebir’.
* * *
Dayka bûkê kûke-kûke,
Dayka ze’vê ç’irtka davê.
* * *
Dê bivîne,
Dotê werîne.
* * *
Dê qurbanbe,
T’evda bave.
* * *
Dê û dotê kirine şer’,
Kêmaqila bawer kir.
* * *
Dêlik baye,
K’opek ji Bex’daye.
* * *
De’n bê av nabe.
* * *
Dengê defê dûrva xweşe.
* * *
Dengê e’zmana,
Nîşana barana.
* * *
Derb û wesele r’astî hev hatin.
* * *
Derba hatî nehêvşîne.
* * *
Derba hêvişandî ne ya xweyîye.
* * *
Derbekê li nal dixe,
Yekê li bizmar dixe.
* * *
Derdê cegerê derdekî girane.
* * *
Derdê hêwîê,
Jana t’ilîê.
* * *
Derê mala min findoqe,
Dara ser serê min r’eqe-r’eqe,
K’ê dara davê min–neheqe.
* * *
Dest desta dişû,
Dizvir’e, serç’e’va dişû.
* * *
Desta dirêjî h’emû qula neke,
Qul hene mişkin, qul hene me’rin.
* * *
Destekî kevanîê gotî dizbe.
* * *
Destê dizîê
R’a pê nave.
* * *
Destê merda –
Dermanê derda.
* * *
Destê min dize,
Dilê min dilerize.
* * *
Destê t’enê,
Deng jê naê.
* * *
Destê vala,
Deng jê naê.
* * *
Destê xwe ne warê dike,
Ne jî wêrê dike.
* * *
Deştê, ter’a dibêjim,
Newalê, ber ter’a davêjim.
* * *
Dev çi zane, diran çi dikin?
* * *
Dev û dest bûn heval,
K’ar ma betal.
* * *
Deve dûr diç’êrin,
Lê guhê wan nêzîk ser heve.
* * *
Devê wî ji şîr şewitî,
P’iv kire dêw.
* * *
Devê xar,
K’en lê nabe sit’ar.
* * *
Devt’era merya piş merya tê xwendinê.
* * *
Deweta dudane,
Gir’ê gundyane.
* * *
Dewlemenda t’irê dew minete,
K’esîva bêjing lê hacete.
* * *
Dewsa xencera qenc dibe,
Dewsa pirsê xirab qenc nabe.
* * *
Deyndara xwe avîtine piş xûndara.
* * *
De’n berbi mêk’ut diçe.
* * *
Dijminê bi aqil ji dostê bêaqil çêtire.
* * *
Dilê sê savêr’ xweş dikin.
* * *
Dilê şikestî şûşeye,
Şikest – nacebire.
* * *
Dinya-alem h’eyranê kewêye,
Kew jî neyarê qewmê xweye.
* * *
Dinya xane,
Îsanet bazirgane.
* * *
Diranêş –
Dermank’êş.
* * *
Divê: Xanê, kula giranê,
Ne te digot, ezê xalîçekê çêkim, lê k’anê?
* * *
Divên, wekî geveza nîbe,
Mî û gurê t’ev biç’êrin.
* * *
Divên, r’ûvî, k’î şe’dê teye?
Divê: poç’a min.
* * *
Diz – sek’esiz.
* * *
Diz ji malêbe,
Dikare ga ji k’ulekêr’a derxe.
* * *
Diza ji diza dizî,
E’rd-e’zman t’ev lerizîn.
* * *
Dizê bostana
K’ivş dibin zivistana.
* * *
Dizr’a dixwe,
Xweyîr’a şînê dike.
* * *
Dîtina ç’e’va
Mirazê dila.
* * *
Dîsa ew t’ase û ew t’arase.
* * *
Dîwar hilşya,
T’oz k’işya.
* * *
Dîwaro e’ybo,
Qusûr sit’aro.
* * *
Dîwaro, ter’a dibêjim,
Bûkê, tu guhdarbî.
* * *
Dîzê got: binê min zêr’îne.
Heskê got: lê ez ji k’u têm?
* * *
Du bi r’o,
Îro du r’o. (Du r’o hatye, îro jî ser serê merya r’ûdinê).
* * *
Du serê berana beroşekêda nabin.
* * *
Du serê çê naçin ser be’lgîkî.
* * *
Dur’ê bibe bal dur’nasa,
Zêr’ bibe bal zêr’kera.
* * *
Dya kur’a dike tir’a,
Bavê kur’a navê çir’a.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — C
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
C, Ç, Ç’
Caw bû k’itan,
Dew bû derman.
* * *
Ceh k’era şamî dike,
Şewqa şûrê misirî dibe,
Mal mêriv bengî dike.
* * *
Cin meryaxe merî wê cinak’eve,
Merî cinaxe dîsa merî wê cinak’eve.
* * *
Cî heye r’ev ji mêrantîê çêtire.
* * *
Cîê lê qete,
Wir r’ûmete.
* * *
Cîkî mêr lê t’unebûn,
Navê dîka danîbûn E’vdilr’eh’man.
* * *
Cînarê xirab
Ji e’zabê qebrê xirabtire.
* * *
Cînarê xirav naxwaze dûê k’uleka cînarê wî bik’işe.
* * *
Ç’e’v dibîne,
Dil dih’ebîne,
Aqil lêdixe weldiger’îne.
* * *
Ç’e’v neynika r’uh’in.
* * *
Ç’e’v xenîmê xwe nas dike.
* * *
Ç’e’vî kile,
Dawî şile.
* * *
Ç’e’vê derya,
Xwelî serya.
* * *
Ç’e’vê kor diborîne (dibaxşîne),
Dilê kul naborîne.
* * *
Ç’e’vê ku ditirse,
Zilik zû dik’evinê.
* * *
Ç’êjkê me’ra bê je’r nabin.
* * *
Ç’êr’-e’it’î baê sarin.
* * *
Ç’ermê wî hînî şilpînya ba û baranê bûye.
* * *
Ç’ira ber koraye,
Bilûra ber ker’aye.
* * *
Ç’ira kesekî h’etanî sibê naşuxule.
* * *
Ç’ivîk diger’e, diger’e,
Li ser garisê xizana datîne.
* * *
Ç’ivîka wît-wîtanî,
Te mala xwe xirab kir,
Mala min jî li ser danî.
* * *
Ç’ya çiqas bilindbe,
R’ojekê r’ê wê lêk’eve.
* * *
Ç’ya ne sarbe,
Berf lê nabare.
* * *
Ç’ya-ç’ya naqesidin,
Lê merî merya diqesidin.
* * *
Ç’yaê mezin,
Sya wî jî mezine.
* * *
Çar dîwar hatine çêkirinê
Bona merî gilîkî têda bêje, bimîne.
* * *
Çêkiro bi xwe kiro,
Xirabkiro bi xwe kiro.
* * *
Çi anye, wê wî jî bibe.
* * *
Çi bêjî bejna syarê min tê.
* * *
Çi ç’ira ber korane,
Çi defa ber ker’ane.
* * *
Çi ç’ya, çi zozan,
Kurmê pez şivan.
* * *
Çi di h’ûrda,
Çi di tûrda.
* * *
Çi diçînî,
Ewî jî distînî.
* * *
Çi kir malê p’ir’,
Çi bikim kavr’ê kur’.
* * *
Çi ku zika çû,
Çi ku zîna çû.
* * *
Çiqa dûre,
Haqa nûre.
* * *
Çiqa jê dûre,
Aqa gul û nûre.
* * *
Çûme mala dewrêşa,
Dane ber min mastê gamêşa.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — B
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
B
Bahar hat,
R’ûmeta k’incê zivistanê hilat.
* * *
Banê me bane,
Alîk deşte, yek zozane.
* * *
Bang qule,
Xanî binê wî şile.
* * *
Bar min naêşîne,
Serbarê wî min diêşîne.
* * *
Barê aqil
Li pişta kêmaqil.
* * *
— Bavê te syara kuşt yanê peya?
Go: h’esab yeke, kuştin.
* * *
Bavêje pişt,
Belkî jê derk’eve tişt.
* * *
Be’sa gure,
Gur hazire.
* * *
Bejnêva sewa,
Aqilva hewa.
* * *
Beq nequr’e,
Wê bidir’e.
* * *
Beranê biskobîyayî,
Nava pezê bavobîyayî.
* * *
Beranê kel struîê xwe şermnake.
* * *
Beraşê aşa r’oda diçin,
Tu pey çeq-çeqê k’etî.
* * *
Beroş û mirin?
* * *
Berxa aqil du maka dimije,
Ya bêaqil birçîna dimre.
* * *
Bex’daê jî xurme gelekin.
* * *
Bextê dê cêhêzê qîzê.
* * *
Bîcê p’êşa xwe davêje p’êşa min.
* * *
Bila xweşîbe,
Xweş nebû,
Hemînkê r’eşî heye, heye.
* * *
Bilind fir’îm,
Alçax k’etim.
* * *
Bi r’ûva gule,
Hundur’va kule.
* * *
Bi te xweş,
Bi min bîst û şeş cara xweş.
* * *
Bi wersê hevala
Nek’eve bîra.
* * *
Bi zarê xweş
Meriv ji qulê derdixe me’rê r’eş.
* * *
Bira biratî,
Bazar beyantî.
* * *
Bira ç’e’vê merya derê,
Navê merya derneê.
* * *
Bira dûrbe,
Bira nûrbe.
* * *
Bira hûrbe,
Bira nûrbe.
* * *
Bira jina çêbe,
Nava polka R’omêdabe.
* * *
Bira li bira çi kirye,
Veger’yaye h’emêz kirye.
* * *
Bira li pişta birê kelaye.
* * *
Bira r’êbe, bira dûrbe,
Bira bîrbe, bira k’ûrbe,
Bira qîzbe, bira pîrbe.
* * *
Bira Xwedê yarbe,
Bira xelq neyarbe.
* * *
Bira Xuda yarbe,
Bira şûrê te darbe.
* * *
Bira ya xwe nade birê.
* * *
Biratî bi qeynt’era,
H’esab bi misqala.
* * *
Biratî bi rastî.
* * *
Bixwe mîna mêra,
R’abe mîna şêra.
* * *
Bizanbe gilya,
Welat şîrine ji h’emya.
* * *
Bizin dizîkava tê t’eke,
Eşkere dizê.
* * *
Bizin h’etanî cîê xwe p’êkol neke,
Mex’el naê.
* * *
Bizin nav kêrîda namîne.
* * *
Bizina gur’î,
Kê xwer’a k’ir’î?
* * *
Bizina r’evek, şivanê kulek
Êvarê t’ev têne guhêr’ê.
* * *
Bîna dya
Tê ji xatya.
* * *
Bo xatirê xatira
Meriv dik’eve bin barê qant’ir’a.
* * *
Bona xatirê xweyî
Meriv kevir navêje sayîl (sê).
* * *
Bû yekê – bezeke,
Bû duda – t’evalya,
Bû sisya – dû vêsya.
* * *
Bûk bi dilê ze’vêye,
Çi kula dilê xelqêye.
* * *
Bûk li hespêye,
Hevsarî li mistêye,
Kes nizane qismetê k’êye.
* * *
Bûka apê
K’ete kapê.
* * *
Bûka cînêr dûrva p’ir’ bedewe.
* * *
Bûka met’ê
K’et agirê qiyametê.
* * *
Bûka met’ê
Bi xatir û qiyametê.
* * *
Bûka met’ê
Şekirê nav k’ax’etê.
* * *
Bûka xalê
Delalya malê.
* * *
Bûkê dil kir,
Dîwar qul kir.
* * *
Buşkulek jî alaveke.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — A
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
A
Adar ne bahare,
Hesp ne yare,
Xox ne dare,
Qîz ne ware.
* * *
Adarê
Berf hat gulîê darê,
Nema de’nê êvarê.
* * *
Agir da k’ozê,
Xwe da fêzê.
* * *
Agir loda filankesê k’etye,
Her kes firîkê xwe ber diqelîne.
* * *
Agir qoncadane.
* * *
Agir mala vir’ek k’et,
Kesekî bawer nekir.
* * *
Alîkî dinê şine,
Yek jî şayîye.
* * *
Aqil t’acê zêr’îne,
Serê h’emû kesîda nîne.
* * *
Aqil t’ace,
Herkes ne mot’ace.
* * *
Aqilê h’evt jina kirine serê mirîşkê,
Dîsa çû nukulê xwe p’îsî xist.
* * *
Aqilê sivik –
Barê giran.
* * *
Animet qiyamete.
* * *
Anî derya,
Da xêra mirya.
* * *
Ar berda kaê,
Xwe da ber baê.
* * *
Arê xweş
Arê qurmê daraye.
* * *
Aş bê arvan nabe.
* * *
Aş çûye,
T’eze pey çeqçeqê k’etye.
* * *
Aş xiyalekî,
Aşvan xiyalekî.
* * *
Av çiqa golada dimîne, genî dibe.
* * *
Av li gewrîê,
Gewrî xeniqî.
* * *
Av şêlû nebe,
Zelal nabe.
* * *
Ava golê
Dimîne h’eta salê.
* * *
Avê bîne ji kanya,
Jinê bîne ji e’slya.
* * *
— Avê, çir’a usa xuşe-xuşa teye?
— Çimkî hevalê min kevirin.
* * *
Ax’a li k’êfêye,
Mal jî di bin berfêye.
* * *
Ax’ê me ome,
Xwelî sere me k’ome.
* * *
Axirî aqûbet h’etanî devê gor’ê.
* * *
Aykê bizina k’ol
Ji ya bi qoç’r’a namîne.
RYA PÊŞÎÊ MIN
RYA PÊŞÎÊ MIN
(Kerîk ji romana bi wî navî)
Maleke tek nava mêşê beyanîda bû. Berê malê berbi rohlatê bû, wekî çawa sibê zû nefer ji malê derên, berê wan bikive Şems. Lê nefer jî gele nîbûn: malxuê malê Xudo, jina wî Hinar, kurê wîye mezin Teyar, kurê dinê Keleş, qîza wî Sêvê bûn. Ber dêrî heyateke êpêce fire bû. Dora heyatê pê çirpya çepereke sixe bilind kişandibûn. Derê heyatê derîkî darînî mezin bû û gelekî qewîn cîwarkirî bû. Te cote ga bavîtaê, kaşkira, nikaribûn ew derê darîn ji cî bileqandana. Lê derî usa fesal hatibû çêkirinê, wekî wexta lazim bûya, zarekê jî dikaribû dada yanê vekira. Wexta derî dadabûya, çawa wî çaxî digotin, te bi topê jî lêda, ji cî nedihejya.
— Serî derîye, — malxuê malê timê digot neferê xwe. — Wexta derî qewînbe, çiqas jî qaçax, de’be hebin, nikarin tu tiştekî bikin. Şevê hevt qezya tên ber derê dadayî û paşda diçin. Miqat-miqatî derya bin, vekirî nehêlin.
Rex malê kanîke mezin bû. Hewzekî biç’ûk ber kanîê çêkirî bû, êpêce av têda berev dibû. Malê hema vêderê jî heywanê xwe av dida. Çiqas jî pez, dewarê xwe bibrana dûr biç’êrandana, ese nîvro danîn ser wî hewzî, av didan, paşê dikirne heyatê bona heywan hevekî hêsabe. Heywan mex’el dihat hêsa dibû. Hetanî mêra nan dixwar, Sêvê serî digirt, Hinarê jî pez didot, berx berdidanê, paşê jî hev vediqetandin, kurek diçû ber pêz, yek jî diçû ber berxa. Xudo dewar dida pêşya xwe û dibir nava mêşeda diç’êrand. Êvarê pêşîê berx dihatin. Ew dikirne kozê. Paşê dewar dihat. Ew dikirne tewlê. Hetanî hatina pêz Hinarê ç’êlek didotin, golik berdidanê. Wexta pez dihat, Hinarê serra didot, êpêce şîr berxara dihîşt, wekî bixun, rind hilû bibin. Çawa gundê wanî berêda bû, usa jî dikirin.
Du derya heyatê dinihêrîn. Derîk derê merekê bû. Sal donzdeh meh bû ew tijî gîha bû. Xênji wê piş malê jî lodê gîhê bûn. Çiqas jî zivistanê dirêj bikişanda, talaşa wê malê nîbû, debra heywan bol-bol bû. Xudo û kura havînê ewqas debir didane ser hev, wekî têra heywanê sê mala dikir. Wî mêşê terikîda mala wî tenê bû, çiqas dixwest, ewqas debir dida ser hev. Xudo qestîka merek tijî gîha dikir û destê xwe nedidaê. Çimkî difikirî, dikare biqewime lod bişewitin, bira hertim merekêda gîha hebe. Zyana wê tune xênji karê. Û ewî hersal gîhê merekê teze dikir: gîhaê kevn derdixist, dikire nava lodê, lê gîhê teze dikire merekê.
Derê mayîn derê sivderê bû. Sivder êpêceyî fire bû. Çawa dîwarê pêsîra avayî, usa jî hemû dîwarêd mayîn pê kevirê neterişandî danîbûn. Xudo û kura ew kevir yek heb anîbûn. Lê dîwar ewî danîbû. Xudo merîkî destemel bû, çi bêjî ji dêst dihat. Orta sivderê, jorê, kulek bû. Çîmekî mezin birîbûn, orta wî gulover derxistibûn danîbûn ser kulekê. Îşiqê ji wêderê davîte hundurê sivderê. Alîkî sivderê, ber dîwêr tijî darê hûrkirî bûn, rind ser hevda cîda bûn. Heyatêda jî darê hûrkirî ber dîwêr danîbûne ser hev. Eva ardûê vê malê bû. Qulç’ekî sivderêda kurnekî biç’ûk danîbûn. Çend dar bi çirpyava hevva kiribûn, mînanî texta çêkiribûn û danîbûn ser devê kurn. Kodeke darîn ser kurn bû. Kêlekê çend elbê darîn bûn. Raste, kanî kêleka malê bû, lê êvarê pê wan elba av danîn, dikirne kurn, wekî wexta şev yek tîbe, ranebe dernekeve derva.
— Vî mêşeyîda em tenêne, — Xudo dogot. — Hezar olecaxê dinê hene. Bira ava me hundurdabe. Zyana wê yekê tune.
Sivderêda çar stûn bûn. Bin serê her kêranekêda du stûn bûn. Stûnekêda tivingek dardakirî bû. Ser stûnê mayîn jî ç’ivîê darîn lêdabûn, wanda tişt-mişt darda dikirin. Çar tivingê malê hebûn. Xudo û kura sê heb xwera dibirin, yek jî malda dihîştin: wexta lazimbe, bira kevanî bê ç’ek nemîne. Hertim ew tiving dagirtî stûnêva dardakirî bû.
Sivderêda çend derî hebûn. Derîk derê xênî bû. Xênîda, ber dîwarê jorin, himberî dêrî, stêrê malê bû. Emenîke reng-rengî avîtibûne ser. Wexta ro diçû ava, emenî ser stêr hiltanîn, digotin guneye. Nivînê wan hîmlî kulav û lop bûn. Êvarê kulavek davîtin bin xwe, lopek jî davîtin ser xwe, kincê xwe top dikirin çawa belgî didane ber serê xwe. Çend xurcê reng-rengî çêkirî qulç’ekî stêrda danîbûn. Xurc tijî hûrmûr bûn. Ew xurc ga bar dikirin, diçûne bajêr, alvêra xwe dikirin, çi wan lazim bûya, dikirîn, xurc tije dikirin, didane ser rê dihatin.
Qulç’ekî xênîda tendûr bû. Wexta Hinarê tendûr dadida, nan dipet, xwarin çêdikir, pînekî mezin hev dipêç’a, dikire kulfukê bona tendûr germ bimîne, antêx netemire. Xênîda du kulek hebûn: yek kuleka mezin bû, ya dinê dûkêşk bû û fêza tendûrêda bû. Hevîrdang stûna nêzîkî tendûrêva dardakirî bû. Peltikek dîwêrda hebû, çend hûrmûrê darîn û herî wêderêda danîbûne ser hev. Em bêjin derdanê malê hîmlî yanê derdanê darîn bûn, yanê jî derdanê ji herîê çêkirî bûn.
Ser stûna nêzîkî tendûrê pêç’ira bû, ç’ira bizir li ser bû. Ser stûna mayîn, ku alîê stêrî dinê bû, hela dewsa deqê ar dihate kivşê. Raste, rojîê Xidirnevî zûda derbaz bûbûn, lê hela dewsa xemilandina stûna û arîk mabû. Lê ew edet hebû û vê malê tenê nava vî mêşeyîda jî ew xwey dikir. Roja berî eyda Xidirnevî yanê roja pêncşemê danîn pînek serê darekîva dikirin, girêdidan, heve ar ser wî pîneyî direşandin û pê wî darî ew pînê ar li kêranê xênî dixistin, ban diniqişandin. Usa jî ser stûna malê pê ar şiklê şivan, pêz diniqişandin. Nava wededa, rûê dûê tendûrêda ew şikil bere-bere gewr dibûn û unda dibûn. A dewsa wan neqişandina hela ser stûna û kêranê xênî dihate kivşê.
Raste, mala Xudo vî mêşeyîda tenê bû, cînarê wan tunebûn, lê wedê erf-edetê xwe zanibûn û didane derbazkirinê.
Û merî nha dikare ecêbmayî bimîne, wekî wê malê çawa hesabê roja, meha zanibûn û tevîhev nedikirin. Lê Xudo merîkî bilyan bû, zanibû. Ewî bona her salekê ser şivdarekê çiqas rojin, ewqas kert kişandibûn û pê wan kerta zef hêsa tê derdixist, wekî hesabê salê kîjane.
Xênîda çend qisîl jî hebûn. Hev top kiribûn û ber dîwêr danîbûn ser hev. Textê nanpetinê, ku usa jî textê nanxwarinê bû, ber dîwarê nêzîkî tendûrê bû. Dîzeke mezin ber tendûrê bû, destxanek avîtibûne ser. Rûnhelk li kêlekê bû. Tîrinca tevê kulekêra avîtibû kêleka tendûrê. Pirtîê tozê nava tîrincêda usa diçûn, dihatin, çawa mesî nava avêda diçûn, tên. Pişîka malê cîê tîrincê avîtibûyê telya bû, xwe dabû ber pencê tevê, germ dikir.
Xênji derê xênî, du derê dinê jî sivderêda hebûn. Yek derê kox bû, yê dinê derê tewlê bû. Koxda haslêd xweyî dikirin. Du sirsûm wêderê bûn. Yek sirsûmê herî bû, yek jî yê darîn bû. Wexta teze serî dikete pêz, ç’êlek dizan û hela şîr kêm bû, Hinarê pê sirsûmê herî dew dikilya. Ewê mastê meyandî dikire sirsûmê herî, serîk dida ser dêv, girêdida, heve kincê kevn hev top dikir, dida ber sîngê sirsûm, sirsûm hevekî mêl dikir, dida ser wan pîna û ç’emilê wî digirt û hêdî-hêdî dida ber kila. Ewqas wext dikila, hetanî rûnê nivîşkî ser dêw diket. Paşê derdaneke mezin danî, parzûn dikirê, Sêvê parzûn digirt, lê ewê dew û rûnê sirsûmda vala dikirê. Rûn başqe dikir, pê desta dikire gulok û davîte nava ava sar, wekî hişk bibe, rind hevdu bigre, paşê xuê dikir, dikire kûp. Dew jî dikire çend dîza, qalpaxê wan dida ser û dadanî qulç’ekî kox. Mêrê malê hin dew usa vediç’inîn, him jî wexta birçîbûna û tiştekî hazir tunebûya, nanê xwe hûr dikirnê û dixwarin.
Lê baharê û havînê, wexta şîr gelek bû, îdî pê sirsûmê darîn dikila. Du şirît kêranê koxva dikir, serê wan dikire xerboqe, serê sirsûm dikire wan xerboqa. Sirsûm nava hewêda rast disekinî. Mastê xwe dikirê, devê wî digirt, ewê û Sêvêva didane ber kila. Dewê sirsûmê darîn ewqasî xweş nîbû, her tenê carna dewsa avê dew vedixwarin. Wexta kilekê-duda dikila, êpêce dew digihîşte hev, dihîşt hevekî tirşbe, paşê dikire hundurê sîtila mezin û dadanîn ser tendûrê, diqetand. Paşê ew dikire torbekî mezin û dadanî ser selê ber dêrî hetanî şijû lê diçû. Gava şijû dikişya, derdiket, selek danî, dida ser torbê toraqê, wekî bin giranya selda av temam bikişe, ji nav toraqê derê, toraq zihabe. Heta toraq ziha dibû, ewê sîrmî diçinî, danî dişûşt, hûr dikir û nav dixist. Wexta dixwest toraqê têke keşk, sîrmî nav nedixist. Toraq dikire girê biç’ûk, dida ser selê, dadanî ber tevê hetanî rind hişk dibû. Paşê keşkê hişkbûyî top dikir, dikire torbekî vedişart hetanî zivistanê. Roja bixwesta serbidewê çêke, rojekê pêşda keşk dikire avê, wekî nerm bin. Wexta nerm dibûn, hema ava wanda destpê dikir bi desta dibişavt. Ewqas wext dibişavt, hetanî keşk temam dimaşyan. Dewê keşka dikire derdanekê, datanî kêleka dîza xweşîlê, rûn jî rûnhelkêda diheland û dadanî rex. Wextê nanê mêra dadanî, her yekîra derdanek tijî xweşîl dikir, pê kevç’ya ortê hevekî kor dikir, pêşîê dewê keşka, paşê rûn serda dikir û dadanî ber wan. Yanê na jî, derdana dew û rûnhelkê dida ser textê nên, wana çiqas dixwest, ewqasî jî xwera dadigirtin. Serbidew xwarina mala Xudoye lape xweş û hizkirî bû.
Toraqa dinê pincar nav dixist û dikire eyara. Rûn jî kûpada bû. Hetanî serpayîzê rûn nediheland. Serpayîzê, wexta îdî sur-serma diketê, rûn diheland û dikire kûpa. Hinar kevanîke serxwe bû, bi pîr-pêşe bû. Toraq û penêrê destê wê usa xweş bûn, wekî merî tema jê têr nedibû. Îlahî zivistana, gava nanê genimî nerm dipet, penêr jî nav toraqê derdixist û dida ber mêra. Ewana nan ker dikirin, penêr dikirne navê, dikirne hoç’ û didane ber geza. Wextê penêr dikirne nava nanê germ, merya tirê penêr mînanî rûn navda dihelya.
Çewalê ar jî koxda danîbûn ser hev. Denê kutayî û hêrayî jî başqe danîbûn. Şikeva nan dadanîn ser serê çewalê êr û destexanek davîtne ser. Hinarê rojê carekê nan dipet û nanê wan tu cara kartû nedibû.
Derê dinê derê tewlê bû. Tewle bi dara birîbûn, kiribûne du para. Parek cîê dêwêr bû, para mayîn cîê pêz bû. Afirê dêwêr ber dîwêr pê kevira çûkiribûn. Lê cîê pêzda afirê darîn bû. Wexta pez diçû ç’êre, afir weldigerandin û didane ber dîwêr, wekî şev pez bêfesal nekevê û mirar nebe. Him cîê pêzda, him cîê dêwêrda kulek bi çirpya cax’ kiribûn, wekî de’ve xwe navêjne hundur. Koza berxa lap başqe bû. Ji cîê pêz diçûne koza berxa.
Kêleka malê cîkî êpêceyî fire hebû. Rakiribûn, kiribûne zevî. Bostan jî kêlekê bû. Ava kanîê him diçû ser zevyê, him jî ser bostan. Kêleka tewlê sê dîwar danîbûn, serra ava kiribûn û kiribûne cîê haceta. Derî ber nexistibûn. Cot, kam, nîr spartibûne dîwêr, kêlendî ber arîkêra kiribûn, tirmix, şene, bêr, mer’ danîbûne qulç’ekî. Çawa dibêjin, malxuê malê bi tivdîr bû, her tiştê wî hebûn, çi lê lazim bû, wextêda anîbû, danîbû ser hev.
A, mala Xudo wa tenê, ji merya dûr, nava mêşeda derbaz dikir. Çetnayê wê jî hebûn. Û ewê, çawa dibêjin, ew çetnayî hêdî-hêdî alt dikir û ebûra xwe dikir. Lê çetnaya mezin, ku ç’ara pê nedibû, mukurî bû. Xudo û neferava mukurya miletê xwe, meryê xwe dikirin. Lê tirsa Roma Reş nikaribûn paşda biçûna û bigihîştana miletê xwe.
— Ê, emê xwera vêderê derbaz dikin, — wexta serê gilya vedibû, ewî digote neferê xwe, — hela çika Xwedê çi dike. Xwedêyî mezine, hilbet, wê mera jî ç’arekê bike.
Lê roj û meh, sal derbaz dibûn, tu ç’arek nedihate dîtinê. Xudo jî zanibû, wekî kurê wî îdî mezinin, wextê wan û zewacêye. Dêmek, lazime here nava miletê xwe, wanra qîza bibîne, bîne. Qîza wî jî îdî mezin dibe, wedê mêrkirina wê îdî pêra digihîje. Tenê nava vî mêşeyîda nagihîje tiştekî pak. Paşda çûyîn hemîn nikaribû bûbûya. Lê virhada wê çawabe? Ewî jî nizanibû. Û ewî her tişt paşda dixist, tê bêjî dilê wî şedetî dida, wekî zû yanê derdng Xwedê wê dergê xêrê ber veke. Ne jinê, ne jî kura tu cara gazinê xwe nedikirin, çimkî zanibûn tiştekî boşe-betale, Xudo nikare paşda here. Wê malê nizanibû, gelo wan nêzîkaya gundê miletê wan hene yanê na. Haj vê yekê tunebûn.
Û nava vî halê nekivşda evê malê tenê nava mêşeda emrê xwe derbaz dikir.
Wexta şuxul-emel gelek bûya, Hiner aciz dibû, ji hêbeta dil digot:
— Qe na nha bûkek ber destê min hebya, girêk stûê min vekira. Nava vî mêşeyîda ez sivê hetanî êvarê tenême, ker-gêj divim, disekinim. Ya we qe ne şikir hûn sê mêrin, dikarin hevdura xeverdin, dilê xwe rehetkin. Lê ya min, dûrî lawika, qertela-qertel, başqeye. Wexta hûn diçin, ez sivê hetanî êvarê mînanî pûpya tenê maldame. Qe ne bûkek malda hevya, min bidîta, perç’a dilê min hevekî danya. Xwedê tu erdê hilnedî, zulma ha jî dive? Ev çi roj bû hate serê me?
— Tu çira tenêyî? — Xudo digotê. — Ne şikir Sêvê bal teye.
— Ê, Sêvê zare.
— Ez çawa bikim, Xwedê ya heq nede ya neheq. Ez gunekar bûm?
— Kê divê tu gunekarî? Belkî mala gunekara bişewite, wekî em cîşihitî kirin, wê ji refê me dane qetandinê.
Wexta jinê derheqa wê pirsêda gelekî xeber dida, Xudo lê hildihat.
— Xwedê hevînî, nha gotina te çye? Nevî dixwezî em paşda vegerin? Tu nizanî em ku paşda vegerin, Romê koka me bîne?
— Kesek tera navêje vegere. Ez zanim vegerandin mera lap dest nade. Lê ha jî nave. Tu qe difikirî, wekî kurê te mezinin, wanra zewac lazime. Nevî tu dixwazî ew nezewicî bimînin? Evda Xwedê, ha nave, em nikarin heta-hetayê nava vî mêşeyîda tenê bimînin. Ha here, em gişkê beyanî bin. Bidî xatirê Xwedê, ç’arekê bike.
— Ezê çi ç’arê bikim? Ç’ara destê Xwedayê mindane. Ewî çawa xwestye, wê usa jî bive.
Xeberdan bi vî cûreyî jî orta wanda xilaz dibû. Nedihatne ser qirareke rast, bixwestana jî nikaribûn. Xeberdana ha her tenê orta mêr û jinêda dibû. Tu cara wana ber kura usa xeber nedidan. Kura jî tu wexta izn nedidane xwe, wekî gazinê xwe dê-bavê bikin, çimkî zanibûn, wekî ew gunekar nînin. Mînanî qîza wana ji dê-bavê xwe şerm dikirin. Difikirîn, wekî xeberdaneke ha ku pêşda bînin, dibe dê-bavê wan bifikirin, wekî dewa zewacê dikin. Lê eva yeka bona wan şerma mezin bû. Çiqasî jî wanra çetin bûya, çiqasî motacê merya, hevalê çaxê xwera bûna, çiqasî tenê bûna, aciz bûbûna, wana dengê xwe nedikir, her tişt xweda daduqurtandin, hîvya qirara bavê bûn. Bavê bigota bimrin, wê bimrana, bigota bimînin, wê bimana. Hedê wan çi bû gura bavê nekrana? Wê çawa rabûna ber bavê xeberdana? Bav zane, çawa dixwaze, bira usa jî bike. Karê wana gilî-gotinê dê-bavê neketibû. Wan dikeve gura dê-bavêda bin, miqatî mala xwe, hebûna xwe bin, wekî dinê dê-bavê çawa gotin, wê usa jî bibe.
Lê, hilbet, wexta herdu tenê diman, dilê xwe ber hev vedikirin. Û dihate kivşê, wekî wana çiqasî bîra gundê xwe, heval-hogirê xwe kirine û çiqasî dixwezin, wekî her tişt mînanî berê bûya, ew jî gundê xweda bûna, nava heval-hogirêd xweda bûna. Ewana him ha difikirîn, him jî zef rind zanibûn, wekî ew îdî tu cara nikarin vegerin gundê xwe. Hisret kesera gundra tevayî wana tu wexta bavê xwe gunekar nedikirin. Bi fikra wan, bavê rast kiribû û nikaribû paşê wê yekê gundda bima. Bav ne gunekar bû û rya tek-tenêye rast ew bû, wekî revîn, ji gund derketin. Biçûna gundekî mayîn jî, dîsa destê Roma Reş xilaz nedibûn, wê koka wan binîva bibirya. Raste, kesera gund dilê kurada bû, lê wana jî bi femdarî zanibûn, wekî rya gundê wan heta-hetayê ber wan girtye. Lê ha jî, tenê nava mêşeda jî nedibû. Wana jî nikaribû ç’arekê bidîta. Her tenê wê yekêda bawer bûn, wekî bav ha nahêle, wê tiştekî bike, û ew hîvya qirara bavê bûn. Lê bav lez nediket.
* * *
Rojekê jî, mînanî hercar, Xudo û kurava pez, dewar û berxê xwe sivê zû derxistin, birin biç’êrînin. Hinar û Sêvê tenê malda man.
Îdî nêzîkî nîvro bû. Hinarê şuxul-emelê xwe kuta kiribû, pişta xwe dabû dîwêr, rûniştibû, gore çêdikir. Dîna xwe daê — sê merîê nenas ji nava mêşe derketin, xwe mala wan girtin, tên. Hinarê banzda, çû malê, dada tivingê, ji stûnê jorda anî xwarê, tiving girte xwe û derket derva. Xwe da ber teldê dîwêr û dîna xwe daê, çika kuda diçin û çi dikin. Sêvê malda ber tendûrê rûniştibû, destkok dilîst. Hinarê dît wê çend ga pêşya wanin, rast xwe mala wan girtine, tên. Hinarê nizanibû çi bike. Ew çend sal bûn ewana vî mêşeyîda diman û hetanî nha merîê ha wan neqesidî bûn. Wexta Hinarê gaê pêşya wan dîtin, dilê wê hevekî rehet bû, qûntaxa tivinga destê xwe danî erdê û zûr bû wan nihêrî. Ewê zanibû, wekî merîê ha meryê xirabîê nînin. Merîê xirab bi ga cyada naçin. Ewana ne qaçaxin, ne jî cerdbaşîne, merîne rêwîne, kî zane ji ku hatine û kuda diçin, Hinar difikirî. Tu nebêjî wan merîê nenas jî dîtine, wekî kulfeteke bi kincê kurmancî wê tiving dêstda ber dêrî sekinye. Ewana jî hevsa xwe kirin, ga hevekî dûrî malê dan, dan seknandinê û bi kurmancî silav danê.
— Roj xêra te, xûşke.
— Ser sera, ser ç’evara hatine, gelî bira. We xêre? — Hinarê gote wan.
— Şikir me xêre, xûşkê, — ji hatya yê navsere got. — Em merîne rêwîne, hatine nava vî mêşeyî dara bibirin, bivin, tamê xwe avakin. Xûşkê tu mêvana qebûl dikî?
— Mêvan mêvanê Xwedêne, ser sera, ser ç’eva. Ez dîna xwe didme we, divînim, hûn merîê xêrêne, keremkin, pêşda werin, gelî bira. — Hinarê ew teglîfî malê kirin. — Hûnê bibaxşînin, gelî bira, raste, malxuêyî ney li male, lê şikir mal cîê xwedaye, keremkin, pêşda werin.
Mêvan hatin ber dêrî, sekinîn. Ser vê xeberdanê Sêvê jî derket derva, kêleka dê sekinî, pêşa dêrê wê girt û bi hewaskarî hatya nihêrî, tê bêjî teze merî dîtibûn. Mêvana çatûya gaê xwe dara ber dêrîva girêdan, pêşda hatin. Hinarê da pêşya wan, ew birine sivderê. Ewê tivinga destê xwe stûnêva dardakir, da pêşya mêvana, ew birine xênî.
— Gelî bira, hûnê bibaxşînin, bûkê min tunene, keç’ik jî hela biç’ûke, — ewê destê xwe danî ser serê Sêvê û gote mêvana. — Neyseyî, sebirkin, ezê vê sehetê cî çêkim, bira mêvanê mine ezîz rûnên, — dadaê kulav ji serê stêr jorda anî xarê, raxist û gote mêvana: — Keremkin, rûnên.
Mêvan çarmêrkî ser kulêv rûniştin. Hinarê çarix, gorê wan êxist, hahanga av anî, lingê wan şûşt, temiz kir, av bir rêt û hat binpya wanda sekinî.
— Ê, hûn ser sera, ser ç’evara hatine, — gote mêvana.
— Xwedê ç’evê te xweyke, xûşkê, — mêvana caba wê dan.
Kêf-halê hev pirsîn. Paşê Hinarê gote mêvana:
— Welle, bira, me zûda rûê benî-adem nedîtye. Mala me tenê nava vî mêşeyîdane. Hezar cûre qezya hene. Lema jî em timê bi tivdîrin. Usa jî nekin, nave. Merî gotî haj xwe hebe. Hûnê bibaxşînine xûşka xwe, wekî min wî cûreyî hûn qebûl kirin. Çi bikim, em usa jî nekin, nikarin serê xwe xweykin.
— Xwedê baxşandinê nede, xûşkê. Rast jî gotin gotina teye. Tu dya min kirîbî, — navsere gote Hinarê.
— Reme li dya tebe, — Hinarê caba wî da.
— Erê, merî gotî haj xwe heve, — ewî xeberdana xwe pêşda bir. — Lê mala we çira vêderê tenêye? Vî mêşê terikîda, maleke tenê çawa yole diçe?
— Ê, bira, qe nevêje, — Hinarê bi dilekî keder gotê. — Xwedê mala vayîsa xirav bike. Usa kirin, em ji refê xwe qetyan, hatin, derketin vêderê. Em cîşihitî bûn, me tirê vêderê miletê meyê heve. Lê em hatin, nehatin, rastî merîê miletê xwe nehatin. Em hatin, derketin vêderê. Rêva tu kesî salixê miletê me mera neda, ne jî em rastî wan hatin. Meê çi bikira? Xwe heta-hetayê usa ser rê-dirba nediketin, nediçûn? Paşda çûyîn hemîn tunevû. Pêşda çûyîn îdî nedibû. Em gelekî ji miletê xwe dûr ketibûn. Eva dera me xweş hat, vêderê jî man. Me go, çika Xwedê çi dike. Eva çend salê meye, eme virin. Cara ewline, wekî nava çend salada em rûê meryê miletê xwe divînin. Hilbet, ew jî xwestina rebê mine.
— Hay-hay usane. Lê hûn çawa yole diçin? — ewî navsere, gava dît Hinarê eva pirsa wîye pêşîê bê cab hîşt, jê pirsî.
— Emê çawa yole herin? Şikir malê me heye, halê me xweşe. Şeherek jî vira nêzîke. Malxuê malê salê carekê, duda çend peza, çend berxa, golikekê, duda, hine hasletê dive, difroşe, çi me lazimbe, dikire, tîne, êrîk-bêrîka malê bona donzdeh meha divîne. Nanê me heye, ardûê me heye, debra heywanê me bole, weke zemên xwera yole diçin.
— Nêzîk gund hene? — mêvanekî pirsî.
— Binetara meda çend gundê ermenya hene. Wexta tiştek lazimbe, malxuê diçe nava wana, tîne. Gundekîda aş heye. Malxuê û lawikava nên ga bar dikin, dibin dihêrin, tînin. Xwedê komeka werabe, ya wan ermenyarabe jî, em bona çi ser wanda diçin, nana nakin.
Êpêce wext ha xeberdan. Hinarê kir-nekir, mêvana nan nexwarin, gotin bira malxuê bê, em tevayî bixun. Xêle wext rûniştin, cix’ara xwe kişandin, hevekî hêsa bûn, paşê rabûn derketne derva. Rind dîna xwe dane wê malê, berga wê, der-dorê wê. Hetanî mêvana wa bala xwe didane cî-warê wê malê, kurê malxuêyî biç’ûk Keleş berx anîn. Hinarê û Sêvê berx kirine kozê. Êmê cix’arekê nekişand, Teyar pez anî. Hinarê û Sêvêva pez dotin, lê Keleş dida bêrî. Çawa Teyar pê hesya, wekî mêvanê wan hene, qiç’ê zivirî bal bavê, wekî bêjê zû bê, mêvan malda hîvîêne.
— Xwedê zane, mêrik merivekî bi tivdîre, — ewî navsere got, gava rind dîna xwe da malê, bergê, tim-têla wê. — Her tiştê mêrik heye. Korlixya tu tiştî navîne. Hetanî kutasya emrê xwe jî vira tenê bimîne, mineta tiştekî jî nakişîne.
— Lê wekî merîkî bi tivdîr nîbûya, wê çawa karibûya çend sala tenê nava vî mêşeyîda yole biçûya, — ji mêvana yekî got.
Mêvana ha hevra xeber didan, dîna xwe didane tim-têla mala Xudo, ser rê û tivdîra wî, destemelya wî êpêceyî ecêbmayî diman.
Hetanî wî çaxî Hinarê û Sêvê pez didotin, kuta kirin.
Xêla wext şûnda Xudo hat. Ewî û mêvana silav dane hev, kêf-halê hev pirsîn.
Mêvan sê merî bûn. Navê ewî navsere Nevo bû — yekî talyanî bilindî navmilfire bû. Sûretê wî gulover bû, simêleke zerîn ber poz bû, teze têlê spî ketibûnê. Xeberdaneke xweş lê bû, gilîê xwe usa teqil-teqil digotin, hewasa merya pêra dihat. Navê yê dinê Qelender bû. Eva yekî orteyî qalim bû, qemerî pozberanî bû. Ewî kêm xeber dida, bawer bikî, qe nedikete nava xeberdanê. Navê yê sisya Qeymes bû, bejnêda orte bû, zinanekî aşqorkî bû. Serê wî timê berda bû, wexta hildibirî jî, merya nedinihêrî, dîna xwe dida wandera, teê bigota tiştekî digere.
Hinarê nan anî. Xudo, kura û mêvana nanê xwe xwarin, kuta kirin, paşda vekişyan. Nevo û Qelender cix’arekêş bûn, lê Qeymes cix’are nedikşand. Kisikê titûnê derxistin, cix’arek pêç’an, kevir-heste lêdan. Dûê cix’arê ser serê wan bû telp. Xudo jî cix’arekêş bû. Lê ewê qelin dikişand. Qelina xwe derxist, temiz kir, heve titûna qîç’ike rîçal kirê û agirê pîsoê kevir-hestê da ser.
Xeberdan hêdî-hêdî dirêj dibû.
— Xudoê bira, — Nevo gotê, — bidî xatirê Xwedê, tê mera bêjî, seva çi te tenê hatye nava vî mêşeyîda danye? Hilbet, menîke te hevye.
Xudo serê xwe berjêr kir, carekê-duda qelin hicam kir. Dengê xwe nekir. Paşê serê xwe hilbirî, Nevo nihêrî. Destê xwe da ber devê xwe, carekê-duda kuxya, gewrya xwe temiz kir. Hetanî Qeymes jî serê xwe hilbirî bû, der-dorê xwe nedinihêrî, zûr bûbû Xudo dinihêrî. Lê Xudo lez nediket. Xeysetê wî nîbû lezketa. Hertiştîda, hetanî xeberdana xweda jî, hemdî xwe bû.
— Nevoê bira, — ewî got, — ew serhatîke dirêje. Ez ku wê serhatîê bêjim, ezê serê camêra bêşînim.
— Xwedê serêşandinê nede, camêro, — Nevo gotê. — Qapyê te şênve, te mera ezet-kulixeke baş kir. Me nanê xwe xwarye, xevata me tune, emê xwera rûniştîne, motacê xeverdana maqûlekî mînanî tene. Em dinihêrin menîk heye, wekî mala te hatye, tenê derketye van dera. Hergê tu rê têra navînî, gilî meke.
Qeymes dîsa serê xwe kire ber xwe. Qelender çirpya destê xweva mijûl bû. Xudo agirê qelina xwe geş kir û giran-giran got:
— De, wekî ezê serê we neêşînim, wera bêjim, wekî em çira tenê hatine, derketine vêderê. Ez çi bêjim, Xwedê belkî mala vayîsa xiravke, ocaxa wan ser ocaxa belake. Belkî sevevê me xêrê-waê nevîne. Hûnê bibaxşînin, nifir şanê mêra nakevin, lê ez çi bikim, dilê min gelekî êşyaye.
* * *
— Ba-bao, Xwedê ya heq nede ya neheq, — Xudo wa destbi serhatya xwe kir.
… Gundê wan gundekî biç’ûk bû, nava ç’yada bû. Heywanet xwey dikirin, ekn-tîkn dikirin, ebûrê xwe dikirin. Lê dîwana Romê zulma giran danî serê vî gundê kurdayî biç’ûk jî. Raste, gele cara karmendê dîwanê nedihatne vî gundî, lê gava dihatin, şipûkeke mezin dikirne gundda, paşê pişta xwe didanê, diçûn. Gund ji rê-dirbê mezin dûr bû, ax’aê wî jî gundekî dinda dima, ku êpêceyî dûr bû. Karmendê dîwanê wexta dihatin, ese ax’a jî xwera danîn, çendekî gundda diman, xwera dixwarin, derbaz dikirin, xênji xerc-xeracê dewletê usa jî para xweye mezin hildanîn, paşê dicemîn diçûn.
— Serê wan bixwe, — Xudo got, — divirin, divirin, bira nepakîê mayîn nekirana, cenim gorda. Lê gelek cara wana lingê xwe guhê bavê xwe dixistin, ç’evekî xirav erzê me dinihêrîn…
Rojekê jî dîsa karmendê dîwanê û ax’a hatine gund. Çendekî man. Nava wan çend rojada gundya wanra pez şerjê dikirin, ezet-qulix dikirin. Lê ew dîsa razî nîbûn, lêva xwe daliqandibûn, ken ser lêva wan nediket. Gundya eva yeka didîtin, ditirsyan. Çimkî zanibûn, wekî karmendê dîwanê ku nerazî ji gund here, wê xirabîke mezin bike, şipûkekê ser gunda bîne. Û gundîê belengaz çi dikaribûn, dikirin, wekî mirûzê wan hevekî xweş be. Lê mirûzê wan xweş nedibû. Êvara wê sibê bikevne nava gund, xerc berevkin, karmendê dîwanê hiltîne ax’êra ha dibêje:
— Ev çi gundekî bêmerîfete! Eva çend rojê mine ezî virim, qe kes nafikire, wekî ez mêrim, minra kulfetek lazime.
Tena ax’ê dixe. Lê çimkî ax’ayî kurd bû, xîreta wî hilneda.
— Efendî, — gotê. — Eva gundê êzdyaye. Tu zanî, êzdî bona xîret-namûsê mirîne.
Tirk dengê xwe nake, lê avrûke tûj dide ax’ê.
Sibetirê nava gund dikevin, xerc berev dikin. Ax’a dide pêşîê û mal bi mal digerîne. Wexta ewana diçûn mala, xweyê malê borcdar bû ber wan sifrê vekira, wanra hurmet bikra. Gele cara wana qe destê xwe nedidane nan. Tirk xerc distend, dewa bertîlê dikir û hetanî jê nestanda, ji mala wî dernediket. Zorê jî mabûya, jê distend.
Diçine çend mala. Sirê digihîje mala Xudo.
— Min dî, lingê şikestî, tasa niqisî wê hatin ber derê me, — Xudo kesereke kûr rahişt. — De bê bira wî çaxî lingê wî bişkesta, nehata ber derê me.
— Erê welle, — Nevo gotê. — Me jî zulma tirka dîtye, bira. Em jî ji destê wan revîn, hatin derketin van dera. Bêje, bira, bêje, tu serhatya xwe gilî bike.
— Me jî karê xwe dîtye, — Xudo gilîê xwe pêşda bir. — Pez şerjê kirye, xwarin çêkirye, her tişt hazir kirye, wekî bên, xercê dewletê bidmê, belkî biceme here.
Hatin ber dêrî. Ez pêşya wanda çûm. Min ew teglîfkirin malê. Stûê şikestî hate hundur. Nizanim cîê mayîn nan xwaribû yanê na, lê mala meda fêza texte rûnişt. Min elametî da kevanya malê, wekî nan bîne ser texte. Ewê nan anî, danî ser texte. Dîna min lêye, tirk ç’ev firekirine û usa kevanîê dinihêre, wekî min ancax xwe zevt kir tiştekî qêfda nedmê. Kevanîê nan danî, çû, wekî xwarinê bîne. Ez pey derketim, wekî nehêlim ew xwarinê bive, ez xwexwa bivim. Wexta xwarin destê minda ez vegeryame odê, devê xwe kire guhê ax’ê û tiştek gotê. Min xwarin danî ser texte û gotê, wekî nan bixwe. Ewî çîtî goşt hilda û veçirî. Hey dixwe, hey jî mire-mira wîye, ber xweda xeber dide. Lê ne ez, ne jî ax’a em guh nadnê. Dîna min lêye: xwe qestîka xwarinêda egle dike. Çeqilmast xwest. Ez ravûm, wekî çeqilmastê jêra bînim. Destê xwe avîte pêşa min, kişand, nehîşt.
— Bira xanim bîne, — bi erifî got.
Min dîsa ancax xwe zevt kir, lêda pêşa xwe ji destê wî derxist, ravûm, dêrîva derketim, wekî dewsa çeqilmastê jerê jêra bînim. Kevanîê derdanek tijî çeqilmast kir, da destê min, ez paşda çûme odê. Min çeqilmast danî ber. Destê xwe lêda, derdan welgerand, çeqilmast rijya erdê.
— Ne min go ez dixwezim xanim minra çeqilmastê bîne! Ez dixwezim çeqilmasta destê wê vexwim, — tirk bi hêrs got û pişta xwe da dîwêr.
Ez hatim cîê xweda biteqim. Ax’ê halê min tê derxist û hilda gote tirkda:
— Efendî, em mala mêrikdanin, çi cayîze gilîê usa bêjî. Te çeqilmast xwest, tera anîn. Te îdî çira usa kir. Şerme, şerme, — vegerya ser min û got: — Xudo, xercê xwe bide, em derên, herin.
Min xwest ji cîê xwe ravim, xerc bînim bidme vî kelbî, belkî gavekê zû biceme, ji mala min here, ewî dîsa dest avîte pêşa min, nehîşt.
— Bêje xanimê, bira ew çeqilmastê minra bîne, — bi kirêtîke usa got, wekî îdî min xwe zevt nekir, destê wî zerp wêda defda û ravûm.
Ew jî ravû, ber min sekinî, ç’evê xwe kutane ç’evê min, serê xwe nêzîkî min kir û kire gazî:
— Kurdê k’er, tu fem nakî, ez divêm bira xanim bê, ez wê bivînim! Ez hewcê çeqilmasta te nînim, ez hewcê xanim, bejn-bala wê, sîng-berê wême.
Bira xêr-xweşî ser weda bibare, kevir-kuç’ik ser minda bibarin. Ez merîkî ewqasî kumreşim, wekî ç’ilke avda dixeniqim. Eva sekbabê kurê sekbaba jî hatye mala min, ser textê min rûniştye, nanê min dixwe, radive van gilya jî dide destê min! Ber ç’evê min reşevehat, her min ew yek tex’mîn kir, wekî ax’ê xwe avîte pêsîra min û got:
— Malxirav, tu çi dikî?
Ê, îdî malxiravî ortê maye… Min ax’a wêda defda, ez gihîştme tirk. Çawa min yek daê, şewişî, xwe ser linga negirt, erdê velezya. Min dadaê tûncika wî girt, serê wî qayîm erdê da. Îdî nizanim min çend cara serê wî wa erdê daye, her wextekê min nihêrî ax’ê milê min girt û got:
— Xwedê mala te xiravke, te çi kir!
Teze ez ser hişê xweda hatim. Min dîna xwe daê, ecêveke reşe giran: erdê, ber serê tirk xûnê gol girtye.
Ax’ê ha-hanga dadê, serê wî hilbirî.
— Efendî, efendî!
Efendî tune. Îsal nemirye, hevt salê wîye gever bûye. Ling dirêj kirine, bûye dar maye.
Belkî Xwedê mala vayîsa xirav bike.
— Erê, welle, — Nevo got.
Hema wê demê cînarekî me, ku vayîsê usa Xwedê nedabû, derda hat û her tişt ber ç’evê xwe dît. De, bira lingê wî bişkesta, wî çaxî nehata mal. Welle, ez serê bavê xwekim, paşê serê bavê maqûlê rûniştî, ax’ê wê dîwan pê neda hesandinê û emê jî neketana vê rojê. Paşê ax’ê minra got, wekî wê bigota karmendê dîwanê hatye xerc-xerac berev kirye, min xwexwa jî verêkirye, hatye. Ez zef zanim rêva çi hatye sêrî. Lê wexta ew cînarê me derda het, ax’ê zanivû, wekî ewê elametîê bide dîwanê, qijikî tirsa xwe çend gilîê netê minra gotin, wekî min çira lêdaye tirk kuştye.
Xwedê erdê hilnede, tu ezî mêrkuj bûm, wekî ewî kelbî xûna xwe anî kire ber derê min? Dema hada jî merî çarç’ev dive, nizane çi bike. Hela min û ax’ê me nizanibûn çawa bikin, çi bikin, hela em pakî ser hişê xweda nehatibûn, gava ew cînarê meyî geveze derket, çû. Xêlekê şûnda temamya gund pê hesya, wekî min mala xweda lêdaye karmendê dîwana Romê kuştye.
Ax’ê gazî çend gundya kir, erebe girêdan, cinyaz danîne ser û birine gundê tirkayî nêzîk teslîmî mellê wan kirin. Ax’ê ez girtim, kirime merekekê, kilîteke xirxope dêrî xist. Ewî dizîkava çi ku min îdî wera got, gote min, wekî hema îşev birevim ji merekê derêm, barkim, malva ji gund herim.
— Here cîkî usa, wekî destê Romê negihîje te, yan na wê koka te binva bîne, — ewî gote min.
Wê şevê jî çî me hevû, tunevû, me ga bar kir, da serê rê. Em hatin, ji erdê Romê derketin. Me dixwest, wekî herin cîkî usa, ku miletê me lê heve. Lê tu cya em rastî merivê miletê me nehatin. Em hatin, hatin, derketin nava vî mêşeyî. Xwe heta-hetayê em nediçûn? Me jî qirar kir xwera vêderê bisitirin heta çika Xwedê çi dike. A, eva jî serhatya me, gelî maqûla.
Mêvana êpêce wext xwe ker kirin. Paşê Nevo got:
— Erê, bira, Xwedê text-tacê Roma Reş welgerîne. Ew miletê me hatye xezevê. Em jî eva çend sale destê wê cîşihitî bûne, revîne hatine derketine vandera. Me vira nêzîk gundekî teze ava kirye. Navê wî jî Çilkanîye. Bi tex’mîna min, tera dest nade mala te tenê nava vî mêşeyîda bimîne. Gura min dikî, koçke, were gundê me.
Xudo pêra-pêra caba gilîê wî neda.
— Hela ezê binihêrim, — got û neferê malê nihêrî. Dît, wekî gotina Nevo gelekî bi dilê wan bû. Ew jî ne miqabil bû, wekî biçûya wî gundî. — Şuxuleke ku Xwedê xwestive, wê ese bive. Hilbet, Nevoê bira, tu gilîkî rind divêjî. Gotina te bi dilê mine jî. Lê xwe em heta-hetayê nava vî mêşeyîda tenê namînin? Lê şuxul gerekê Xwedê rastke.
— Lê tu qe navêjî em çira hatine, derketine nava vî mêşeyî? — Nevo jê pirsî.
— Ezê çi bipirsim, — Xudo gotê. — Hilbet, şuxul-emelekî we heye.
— Belê, — Nevo gotê, — şuxulê me ewe, wekî hatine bi barê ga dara bivin bona xanmanê xwe avakin. Me xwera avayî çêkirine, nha lazime bigrin.
— Bira xêrlisîve, — Xudo got.
— Xêrlisî pêşya te û malêve, — Nevo gotê.
Nevo bi ç’evê xwe dîtibû, wekî Xudo merîkî çiqasî destemele. «A, hema merîkî usa jî gundê mera lazime», — ewî gotibû hevalê xwe, gava dîna xwe dabûne tim-têla mala Xudo.
… Wextêda, gava teze Çilkanî çawa gund pêşda dihat, Nevo wê nehîê digerya û çiqas malê miletê wîye tek hebûna, gişk danîne Çilkanîê. Ewî gelek malê usa anî bûn. Ji wan mala yek jî mala Xudo bû. Ew çend sal bûn, wekî hîmê Çilkanîê danîbûn, çawa mala Xudo ji wî mêşeyî barkir, hate Çilkanîê. Rastîê jî, çi bêjî ji destê Xudo dihat. Kîjan cînar bona çi pirsê serda biçûya, bêqedir verê nedikir, alîkarî dida wan. Rex mala xwe sinetxaneke biç’ûk çêkiribû û çi ku gundyara lazim bûya, çêdikir. Hostekî zor bû. Dîwarê çiqas malê gund hebûn, ewî danîn. Gundî gelekî jê razîbûn. Lê felek jê razî nîbû.
… Sal derbaz bûn. Xudo, Hinar, Keleş, Sêvê çûne rehmetê. Teyar tenê ma. Zewicî. Xwedê kurek daê. Navê wî Kelo bû. Xwedê sê kur dane Kelo.
Nava wan salada çend malê qebîla wan jî hatine Çilkanîê. Lê ew qewm-pismamê mala Keloye nêzîk nîbûn.
* * *
Gund mînanî dinyake biç’ûk bû bi şuxulêd xweye qenc û xirabva, bi sûr-sînorêd xweye dora malava, bi qeyde-qanûnêd xweye hundure mexsûsva, bi xeyset û terbyetdarya xweva, bi heleqetîêd xweye tevî gundê mayînva, bi dîrok û yazya xweva.
Mala Kelo maleke gunde orte bû. Yazya wê malê usa bû, ku tu cara ew nebûbû du mala. Çiqas dihate bîra Kelo û çiqasî ewî bihîstibû, cihêbûn neketibû wê malê û zêdaya wê malê tunebû. Bavê wî tenê mabû, kalkê wî, bavê kalkê wî, kalkê kalkê wî yan taê-tenê bûn, yanê jî nexweşya, şer û dewa ew tenê hîştibûn. Her tenê ya wî başqe bû. Emoê kurê xweyî taê-tenê zewicand, Hela bûk anî. Xwedê sê kur, dotek dane Emo. Kelo xwe bextewar hesab dikir, wekî nevîê wîye kurîn hene. Reha xwe, torematê xwe kur hesab dikir û rojê deh cara şikirbûna xwe danî, wekê Xwedê sê nevî danê, rikneta wî şîne.
Şe’ra nevya wî ç’ûka gişka bû. Salih û Seydo mezin bûn, lê hela nezewicî bûn. Kerem biç’ûkê herdu bira bû. Bona wî çaxî ewqas jî neferê giran nîbûn. Jina Kelo çûbû rehmetê. Emoê kurê wî, Hela jina wî, ew zarê wan bûn. Û wan nefera bi tifaq derbaz dikirin, gişk gura malxuê malêda bûn.
Raste, Çilkanîêda ji qebîla wan çend mal hebûn, lê, çawa divêjin, merîê wane nezîk nîbûn. Her tenê qebîla wan yek bû, ser qebîlekê dihatne hesabê, wekî dinê pismamtî, kuraptya nêzîk navbera wanda tunebû. Lema jî, wexta rojê ox’irmê giran bawer bikî kêm merîê qebîla wan dihatne hewara vê malê. Menya vê yekê ew nîbû, wekî eva maleke xirab bû, dibûrî bû, nedixwest merivê xwera merivayê bike. Naxêr. Malê qebîla wana mayîn kurap, pismamê heve nêzîk bûn. Lê ya vê malê, çawa îdî hate gotinê, lap başqe bû. Gele cara der-cînara, wekî gilî dihate ser mala Emoê Keloda, digotin: «Eva mala hêna Deqnenosda hetanî nha tenê bûye, nebûye du mala». Çi ku alîê merivayêda vê malêra diket, ewê borcê xwe ber qebîla xwe, der-cînarê xwe diqedand, timê alîê elaxêrîê bû, tu cara xwe ji şîn, şayê qebîla xwe, der-cînarê xwe nedida paş, timê ber wan sekinî bû. Hilbet, ewana jî alîê xweda mala Emoê Kelora usa bûn, lê dilgermîke mezin orta mala wan û malêd qebîla wane mayînda tunebû, çawa, em bêjin, orta kurap û pismamada hebû. Û eva yeka bi temamî heqkirî bû. Çimkî, çawa dibêjin, lêv ji dirana pêştire.
Qebîla wan qebîleke dûreşer bû. Çetin wê û qebîlêd mayîn têkirana şer. Gundda çend qebîl hebûn. Wexta merivê wê qebîlê û qebîlê mayîn dikirne şer, timê şerê tekmeriva bû, tu wexta ew şer nedibû şerê orta du qebûla. Dha rast merivê qebîla Emoê Kelo menya wê yekê çênedikirin, wekî rûê şerê du cahila yanê du cînarada du qebîl bikevne pêsîra hev. Hela serda ew cahilê xwe hildihatin, wanra dikirne şer, def didan, dibirin malê û nedihîştin şer gur bibe. Mînanî qebîlêd mayîn serkarê vê qebîlêyî resmî naskirî tunebû. Her kesî serkarya mala xwe dikir. Hilbet, nava vê qebîlêda jî rîspîê usa hebûn, wekî gilîê wan cem merîê qebîlêye mayîn derbaz dibû. Yek ji wan jî Kelo bû. Wan rîspya rya rast nîşanî merîê xwe didan, şêwreke qenc didane wan, wexta gilî-gotinek pêşda bihata, ese diketne ortê û usa dikirin, wekî tiştekî xirab jê derneê. Seba wê yekê jî gişka qedrê rîspîê usa digirtin. Û wana bi aqilê xwe, bi sirafetê xwe serkarî kurap-pismamêd xweye nêzîk dikirin. Gele cara tevî şuxulê malêd qebîlêye mayîn nedibûn. Hergê bona şîretê yekî mayîn dihate cem wan, wekî bona gilî-gotinekê şêwra xwe wana bike, wan rîspya angorî aqil û zanebûna xwe rê nîşan didanê, lê kutasîê digotnê:
— Lao, şuxulê teye, çawa aqilê te dibire, usa jî bike.
Lê merivê vê qebîlê jî merivne qure bûn, bona xwe tiştekî nux’sankirinê hesab dikirin, wekî yekî bişêwirin. Çi dikirin, bi aqilê xwe dikirin. Qenc lê bihata wan kiribû, xirab lê bihata — dîsa wan kiribû. Bona wê yekê tu kes gunekar nedikirin, gazinê xwe yekî mayîn nedikirin. Çimkî zanibûn, wekî her tenê menî ew bûne, çawa rê têra dîtine, usa jî kirine. Hilbet, vî xeysetî dilsarî kiribû orta merivê qebîlê, tifaqa wan usa nîbû, çawa ya merivêd qebîlêd mayîn.
Raste, Kelo rîspîkî wê qebîlê bû, lê tu wexta ewî zor nedida merîê qebîla xwe, wekî usa bikin, çawa ku ewî gotye. Kelo jî zanibû: bêje jî, dikare biqewime gilîê wî derbaz nebe, bona çi bêje. Lema jî her tenê çawa xêrxaz ewî gilîê xwe digot û jê dûr diket, wekî dinê îdî karê wî pê nediket. Ewî her tenê serkarî mala xwe, neferê xwe dikir. Gotina wî gotin bû û, çawa dibêjin, bona neferê malê borclî bû. Ew xwexwa jî merîkî usa bû, wekî çetin bona şêwrekê biçûya cem rîspîkî qebîlêyî mayîn. Nediçû. Çi dikir her tenê bi aqilê xwe dikir û hiz dikir timê biweklîne:
— Rebê min çawa xwestibe, wê usa jî bive. Evdê serreş xwe ber rebê min gunekar dike. Gava rebê min nexweze, wê neve, îdî şîret, şêwrê xelqê çi dikarin bikin. Bêy xwestina rebê min belgê darê jî naheje, îdî ku ma kirin û emelê evdê serreş. Her tişt rebê minva eyane, şuxulê qenc jî, şuxulê xirav jî. Îdî çira, staxula, em xwe ji Xwedê dikin.
* * *
Mala Kelo maleke başqe bû — bi qeyde-qanûnêd xweye hundurva, bi xeyset-terbyetdarya xweva. Hilbet, gele tiştê tomerî navbeyna wê malê û malêd gunde mayînda hebûn, lê wêra tevayî gele tiştê usa jî hebûn, wekî her tenê bengzemîşî vê malê dibûn. Wede jî usa bû û ew mecbûr dikir, wekî qewlara hesab rûnê û hertim haj xwe hebe.
Çend cara gundda bûbû şer: mala Kelo û merîê qebîlêd mayîn bezyabûne hev. Ew malêd ji qebîla wan nehatibûne piştê, her tenê Kelo û Emoê kurê wî kiribûne şer.
De şerê wî çaxî bi qema, şivdara bû. Kelo û Emo zenda xweda gelekî serxwe bûn û wexta dibû şerê desta, kesekî wana nikaribû. Kelo zanibû, wekî rojê ox’irmê giran kesek pişta wî û kur nasekine. Ewî kur hîn dikir wextê şer-dewada çawa xwe xweyke, serxwebe, karibe çawa lazime qemê yanê şivdarê bide xevatê. Ew dersa, ku bavê dabûyê, ne ku tenê badilhewa derbaz nebûbû, lê nha gelekî kêrî Emo dihat, wekî ew jî kurê xwe usa hînke. Kelo îdî mezin bûbû û tevî gilî-gotinêd kur û nevyaye wî cûreyî nedibû, her tenê car-cara dîna xwe didaê, wekî kur çawa nevîê wî hîn dike. Eger kêmasîk didît, dikete ortê, dida rastkirinê, xêr ku na, dûrva disekinî, kirina wan temaşe dikir, yanê jî derdiket, diçû derva.
Emo çi dikir: sivdareke wane fire hebû. Her kurek şivdareke zox’alê dida dêst. Wana potê xwe milê xweye ç’epê dipêç’an û şeqedar dilîstin. Pêşîê yek hev diketne pêsîra hev. Yekî bi şivdarê êrîş dikir, lê yê mayîn xwe xwey dikir: pê destê xweyî pot lê peç’ayî serê xwe xwey dikir, şivdar jî dida rya derbê. Dibû şeqe-şeqa şivdara. Paşê her tişt dihate guhastine: ewê berê xwe xwey dikir, nha êrîş dikir, lê yê berê êrîş dikir, nha xwe xwey dikir. Gava yekî zor dida yê mayîn, bav dikete navê. Duda davîtne yekî û ewî gotî ne ku tenê xwe xweykira, lê usa jî bikra çemê, derb bigîhanda wan. Emo jî nava «şêr» derdiket, dûr disekinî û bilind-bilind digot, wekî çawa bikin, çawa êrîş bikin, çawa xwe xweykin, çi şaşî berdan. Wexta wan herdu bira yekî yek qels dikir, bav diçû pişta ewî qelsbûyî. Ewî tenê îdî bav û kur nikaribû, çimkî Emo pê şivdarê usa dixebitî, wekî çend mêra bavîtanaê, talaşa wî nîbû. Raste, kure cahile nezewicî bûn, serxwe bûn (carna Kerem jî dikete nava «şêr»), lê Emo nikaribûn. Gele cara, wexta hewasa wî hebû, herdu kur dibûne yek, ewî tenê pêşberî wan dikire şer, hilbet, wexta Kelo ne wandera bûya.
— Ha, bavê min kirîbî, — digot, êrîşkirina yekî paşda dida, şivdar destê xweda xweş dikir, xwe dirêjî yê mayîn dikir. — Lêde, bavê min kirîbî, — wîra digot, ew qulç’ hasê dikir, paşê berbi yê pêşîê diçû. — A, ez heyrana kurê xweme, mînanî şêra bixevite, nevêje bavê minî kale. Çiqas jî kalbim, dîsa ezê weke xwe bixevitim, — wîra digot û wê sivdera fireye derîdadayîda şeqe-şeqa şivdara bû.
Bawer bikî hertim Emo hersê kur jî qels dikirin. Usa çapik-çapik dixebitî, wekî te tirê ne ku şivdara qalime dêstda, lê şiveke zirave.
— Lê mala we mêra neketa, sê xortê cahile tûnsiz kalemêrekî mînanî min nikarin. Lê, xwedênekirî, şerek hebe, dewek hebe, hûnê çawa xelqê karibin, — hertim paşî kutakirina cêribandinê Emo digot, pişta xwe dida dîwêr, qerefîska rûdinişt, kîsikê titûnê ji cêva arxalixê xwe derdixist, pizya wî vedikir, heve titûna zere rîçal dikire qelinê, kevir-hestê derdixist, lêdixist, agir pîşo digirt û qelina xwe vêdixist. Qulapek-dudê kûr didaê, dû serê xwe dikire xeleq, bi ç’evê tijî şabûn kura dinihêrî û gilîê xwe pêşda dibir. — Hûn zanin, pêşewitîê meye nêzîk gundda tunene. Ji qewm-pismamê nêzîk tenê emin. Lê xêrnexaz, ç’evnebarê me gelekin. Em gerekê haj hesavê xwe hevin. Xwedênekirî, sive-dusive me û hineka kire şer. Hûn xeysetê gundîê me zanin. Xênji lawilê me, qebîlê mayîn mînanî şûrekî dudev piş hev disekinin. Em zef zanin her yek meê pêşya çend mêra têke şer. Dinya xiravbe, lawikê me naêne pişta me. Hûn wê yekê zef rind zanin. Wê yekê jî zanibin, wekî gotî mirina we hebe, reva we tuneve. Rev mêrê mêrra mirinê xiravtire. Her tenê mêrê kotî reveke. Şikir riknata meda hela mêrê usa tunevûne û gotî tunevin. Ez îro we hîn dikim, wekî sivê, xwedênekirî, şerek heve, dewek heve, hûn karivin ber neyara têkne şer, qels nevin. Kurê xelqêne, xwe dilê wan ser we naêşe, te hew nihêrî derbeke usa we dan, wekî derba kuştinê jî xiravtire. Hûn mêrin, gotî karivin û zanivin, çawa û çi cûreyî xwe xweykin. Ez wera wê yekê jî bêjim, wekî mêrê ku nava şêrda her tenê fikirî, wekî çawa serê xwe xweyke, wê ese qelsve, bide der. Erê, xweykirin lazime, lê bîr mekin, wekî şere û xweykirina lapî baş ewe, ku têkî çemê û derbeke usa bigihînî neyarê xwe, wekî ew îdî ser hişê xweda neê. — Bavê kur ha şîret dikir, ewana jî ber bavê sekinî bûn û guh didanê. Wexta Keloyî wêderê bûya, tu cara Emo ne tevî wê hînkira kura dibû, ne jî izn dida xwe ber bavê şîretê ha kura bike. Lê wexta bavî ney wêderê bûya, ewî îdî çawa rê têra didît, kur hîn dikirin û şîret dikirin. — Şerada çarç’ev nevin, haj xwe hevin, miqatî pişta xwebin, bîr nekin, wekî hûn sê birane. Raste, Kerem biç’ûke, lê şikir ew jî mêre, darê pişta weye. Û gava hûn pişta xwe bidne pişta hev, tifaqa we heve, ordîke esker jî we nikare.
Hertim bavê şîreta ha kura dikir. Wexta şuxul-emelê wan tunebûya, kur hînî şerê bi şivdara dikir. Wexta destê Salih û Seydo dar girt, Kelo pêşîê ew hînî şerê şivdara kir. Lê paşê bere-bere usa kir, wekî Emoê kurê wî vî şuxulîva mijûlbe, çimkî qewlê emir ew mecbûr kiribûn usa bike.
Hela wexta Salih û Seydo gelekî biç’ûk bûn, çendik-çend cara berê Kelo û kur ketibû dijmina. Çiqas jî ew pir bûna, Kelo û Emo minet wan nekişandine, mêr-mêranî berê xwe dane wan û qels nebûne. Kelo îdî ya xwe ketibû. Nha sirê gihîştibû Emo û kura. Tu mecaleke wane mayîn tunebû xênji wê yekê, wekî gerekê gumana xwe her tenê bidne ser xwe. Qewimî bû, wekî rojê ox’irmê giranda tu kes piş wan nesekinî bû, bawer bûn, wekî wê nha jî, gava kurê Emo îdî pêra gihîştine, wê nasekinin. Olecaxe, wekî sekinîn jî, wê paşê têkne qar bidne rûê wan. Lema jî Emo gumana xwe her tenê dida ser kura, ç’ûktîêda ew qal dikirin.
Gund dinyake biç’ûk bû, têda gele şuxulê heq û neheq dihatne kirinê. Lazim bû bona her tiştî hazir bin, wexta cî bê, karibin xwe, nav û namûsa xwe xweykin. Raste, gundda ne hemû kes bûn, ku turuş dikirin ser sya mala Emo kevin, lê merivê xwedêjêstendî jî hindik nîbûn. Kuda jî herî, her dera vayîs hene. Vî gundê biç’ûkda jî vayîsê mezin hebûn. Qestîka xeyba yekî ber yê mayîn dikirin, merî radikirne rûê hev, gevezetî dikirin. Gele cara rûê emelê haye xirabda dibû şer. Hineka ç’evnebarya tifaqa mala Kelo dikirin. Hineka jî dixwestin arzan-arzan xwera navekî qazanckin (maleke du mêrê wê malê hene, merîê qebîla wan jî hemîn yek naçe pişta wan, kutana mêrê wê malê hêsaye). Lê hela tu kesîra lihev nehatibû bi hesabê vê malê (wexta Kelo jî tenê bû) xwera mêranîkê qazancke. Kelo û Emo, nha jî îdî şikir Salih û Seydo mînanî mêrê melkemotê bûn, kesekî newêrbû ser sya wan keve, çimkî qewata zenda wan tex’mîn kiribûn.
* * *
Raste, Keloyî kal bû, lê hela gelekî serxwe bû. Wî emrîda maç’a cot digirt, zevîê xwe radikir, erebe bar dikir, basme dibirî, sergîn dikire şarang, qelaxa xwe dadanî, kêlendî dikişand, bostan dişêland, diçû aş û xebata malêye mayîn dikir. Hilbet, ewî tenê ew xebat nedikir, hertim Emoê kurê wî li kêlekê bû. Gele cara Emo nedihîşt, wekî bav şuxulê giran bike, lê Kelo xwe ji şuxul nedida paş, pî-pî kurra tevayî dixebitî. Raste, çetnayê mala wan hebûn, lê tifaqa wan baş bû û ew çetnayî bi xevata tevayî zû dihatne hildanê.
Tifaqa cînara jî baş bû. Wexta yekî xwera avayê teze çêdikir, cînara alîkarî didanê. Û ew xebata giran ser wê malêra sihal derbaz dibû. Yekî hostatî dikir, yekî kevir danîne ber dêst, yekî herî lêdixist, dikire elba, yê mayîn herya lihevxistî digîhande ber destê hosta.
Emo zend-bendê xweda gelekî zex’m bû. Lema jî, wexta ew diçû alîkarîê bide cînara, ewana gelekî şadibûn, çimkî zanibûn, wekî ewê xebata du merya bike.
Carekê cînarekî wan dewsa kelefê berê xwera avayî çêkir. Wextê kêran danîn, mertek cîwarkirin, bi perdya girtin, gîha ser reşandin, gazî çend cînara kirin, wekî bên xwelya hundur avayîda berevbûyî kulekêra bavêjne ser ban. (Çaxê ha kulek êpêceyî fire dihîştin, xwelî bi bêrê darîn wê kulekêra davîtin, kuta dikirin, paşê kulek ewqasî teng dikirin, çiqas ku lazim bû).
Emoê kurê Kelo jî nava cînarada bû. Her carekê du mêr pêşberî hev disekinîn, pê bêra xwelî davîtin. Bêr gelekî fire bûn, gele xwelî hildidan. Lema jî lawik zû-zû ber hev dihatne guhastinê. Hineka xwelî dikolan, hineka jî davîtin. Lê wexta xwelya nerm bûya, îdî nedikolan, bêrê xwe xwelîêda dikirn û davîtin. Êpêce xwelî avîtin. Kesirîn, rûniştin bîna xwe bistînin. Lê Emo rûnenişt, tenê çend bêr xwelî avît. Wexta bêra kutasîê avît ser avayî, bû terpîn.
— Vê carê bêra min giran çû, nizanim çima, — Emo got. Bêra destê xwe avîte ser qûç’a xwelîê, hat kêleka lawika qerefîska rûnişt, cix’are kişand. Xweyê malê û kurê xweva çûn, wekî xwelya avîtî rastkin. Dîna xwe danê — wê serdestarek ser qûç’a xwelya ser avayî ketye. Serdestar hildan, anîne malê, nîşanî lawika dan.
— Min jî go çira bêre mine kutasîê usa giran çû, — Emo got, gava pê hesya, wekî ew serdestar ji ku anîne.
— Maşella, xweş qewate! — xweyê malê got.
Lawika ç’evê hev nihêrîn, zendegirtî man. Rojtira mayîn temamya gund derheqa vê yekêda xeber dida. Yê haj qewata Emo tunebûn, ecêbmayî diman û bawer nedikirin.
— Nikare biqewime, — digotin, — xwe pelewan nîne!
Lê yê mayîn ecêbmayî nediman, çimkî qewata wî ber ç’evê xwe dîtibûn.
— Ya pelewanîê pelewan nîne, — wana digotin, — lê wekî çend xort bigihîjnê, pê nikarin, eva tiştekî raste.
Hela wexta Emo biç’ûk bû, gedê çaxê wîra qutar nedikirin jêra gulaşê bigrin. Ewî usa ew davîtne erdê, wekî ziqîn ji nav dilê wan dihat û wextê radibûn, dişewişîn. Lê Emo xwe dida alîkî, ber xwera nediçû, milûk-milûk cîê xweda disekinî.
De, kîderê bêjî ç’evnebar tunene, wekî Çilkanîêda jî tunebûna. Ne tenê gedê çaxê wîra, lê usa jî xorta, lo hela mêrê mezin jî ç’evnebarya wî dikirin. Hilbet, wexta Kelo wandera bûya, wana tu wexta turuş nedikirin tiştê usa bikin. Lê wexta Kelo ne li wir bûya, xêrnexaza qestîka helan didane zara, nav wan didan û ew berî Emo didan yanê jî pişka Emo diwerimandin, usa dikirin, wekî carekêra du gedara gulaşê bigre. Û wexta Emo qayîl dibû, wekî du gedara gulaşê bigre, wan ç’evnebara qestîka dex’elî dikirin yanê jî wexta geda hevkaş-berkaş dikirin, lingê xwe davîtin ber lingê Emo, wekî ew bilukume, bikeve. Û wexta Emo dilukumî, diket, ewana dikirne qare-qar, wekî geda Emo avîtne erdê. Emo dikir-nedikir, nikaribû rastya xwe îzbatke, hêrs diket, xweda dişewitî û dew dikir, wekî dîsa gulaşê bigrin. Lê mezina îdî nedihîştin. Hêrsa Emo hê radibû, gele cara jî xwe dirêjî wan mêrê mezin jî dikir. Lê merîê mayîne hazir ew digirtin, nedihîştin bêtemîk wê ortê pêşda bê.
Tu gedekî tenê Emo nikaribû. Çiqas cêribandibûn, ewê gedê çaxî xwera gişk avîtne erdê. Hela gedê xwe mezintirra jî gulaş digirt û gele cara ew jî davîtne erdê.
Xeysetê Emo usa bû, wekî bikuştana, tu cara malda gilî nedikir. Ewqas cara xilêletya wî kiribûn, ewî qe carekê bavêra negotibû. Kelo haj van yeka nîbû. Lê ewî rind zanibû, wekî kurê wî çiqasî qewatî serxweye. Û dilê xweda şa dibû.
Emo hela biç’ûktîêda hatibû bawerkirinê, wekî merîê wane nêzîk, pêşewitîê wan Çilkanîêda tunene. Çiqas mezin bû, ewqasî hate bawerkirinê, wekî bona tera hesab rûnên, gotî serxwebî, şuxul bi aqil bikî û karê te xelqê neketibe. Cîê balesebeb tevî şuxul-emelê wan nebe, hizdikî ew merîê qebîla tebin jî û ne jî bihêle, wekî ew lingê xwe ji bera xwe zêdetir dirêjkin. Çiqas merî dûrî xêrnexazê usa be, ewqasî rinde. Lê hetanî Emo hate ser vê fikrê, gele tişt ber ç’evê xwe dîtin. Qewlê emir ew hînî gele tişta kirin, usa kirin, wekî ew halê xwe hesab hilde, dha fesal û pêcirîayîbe, xêr û şera xwe rind tex’mînke. Emir dersê zor dabûne wî. Ew ders ewî hê ç’ûktîêda hildabûn.
Carekê dîsa gedê gund bêdera mala Reşoda hev berev bûbûn û «Salê» dilîstin. Eva lîstika ha bû: du gede dibûne hevalê hev (cot-cot). Eger yek tenê, bê heval dima, jêra digotin «gaê goştî». Kic davîtin û eyan dikirin, wekî kîjan cot gotî bisekine. Herdu hevala destê hev digirtin, ortêda disekinîn. Yê mayîn her yek cîkî disekinî. Ewan herdu hevala gotî destê hev bernedana û bixebityana yek bigirtana. Wexta wana destê hev berdidan û yek digirtin, ew yek nedihate hesabê. Gava yek digirtin, ewê girtî û hevalê xweva destê hev digirtin, yêd mayîn jî dora wan diçûn, dihatin, dikirne fesalê û didane ber tepa. Lê wexta ewî tenê mabû («gaê goştî») digirtin, dikirne orta xwe û tepotaşo dikirin hetanî ew direvya, ji orta wan derdiket, xilaz dibû.
Vê carê jî gede dîsa hev top bûn û xwestin bilîzin. Berî destpêkirina lîstikê gotî xwera heval bigirtana. Wexta ha hevdu top dibûn, yekî bilind-bilind dikire gazî. Vê carê spartine Emo, wekî ew têke gazî.
— Heval-heval, bigre heval! — Emo bilind-bilind destpêkir.
Yekî ji nava kome kire gazî:
— Ez u Keleş!
Wan herdua destê hev girtin, ji komê derketin, sekinîn. Eva yeka usa dikirin bona yêd mayîn wana bibînin û zanibin ew hevalê hevin.
— Heval-heval, bigre heval! — Emo dîsa kire gazî. Du hevala jî destê hev girtin, wêda çûn.
Hey Emo dikire gazî, hey du heval başqe dibûn. Xulese, gişk bûne cot, her Emo tenê ma.
— Tu jî «gaê goştîyî», — geda hevra-hevra gotne Emo. Emo qayîl bû û kic avîtin, wekî kîjan cot pêşîê bikeve oyînê. Kic avîtin jî gotî «gaê goştî» bavîta. Ewî çi dikir? Kevirekî biç’ûk hiltanî, herdu destê xwe dibir piş pişta xwe û ew kevir destekîda vedişart. Paşê herdu destê xwe girtî pêşda danî, dirêj dikir û ji du cota (kê ku kutasîê hevalê xwe girtibûn) du geda pêşda dihatin û yekî gotî bi desta destê wî xista û tê derxista kevir kîjan destîdane. Gava têderdixist, aza dibû, ew hevalê xweva nediketne oyînê. Du hevalê mayîn ketne oyînê.
Destbi lîstikê bû. Hey dora wan herdua diçûn, dihatin û tep davîtnê, direvyan. Wexta cotê oyînêda dida pey yekî, yêd mayîn para ew didane per tepa, usa dikirin, wekî îdî nedin pey wî.
Xulese, Emo girtin. Six dorê berev bûn û dane ber tepa. Qeydê lîstikê jî usa bûn: hetanî «gaê goştî» nereve, nava wan derneê, îzna wan heye wî tepotaşo kin. (Ew gotî nava wana derketa, bidana pey wî, paşê îzna wî hebû yekî bigre, wekî ji oyînê derê).
Çiqas Emo xwest ji orta wan derê, kir-nekir nikaribû. Tep bûn jorda dihatne nava ç’evê wî. Herneyse, kire çemê, dha rast mecal kete bireve, ji nava wana derkeve. Çawa ewî xwe wî alîda xweş kir, yekî qestîka lingê xwe avîte ber lingê wî û Emo erdê ket. (Eva îdî teribandina qeyde-qanûnêd lîstikê bû). Bi qeydê lîstikê, wextê ha îdî destê xwe nedidane yê ketî, dest davîtne milê wî radikirin, ewî ling avîtibû ber, ew û hevalê xweva diketine oyînê. Lê vê carê usa nekirin. Tê bêjî gişka gilîê xwe kiribûne yek, nehîştin Emo ji erdê rabe. Gihîştnê û dane ber tepa. Hela Sivikê kurê Nho nemerdîke dha mezin kir: para pihîneke zex’m da pişta Emo. Ziqîn ji nav-dilê Emo hat. Ewî îdî guh neda ser tepê yêd mayîn, piş xweva zivirî, dît, wekî Sivikê kurê Nhoê cînarê wane. Nemerdî nekir, bir-anî, kulmek da dev-diranê Sivik. Bû fişîna xûnê pozê Sivikra avît. Gişk cîê xweda sekinîn. Kurapê Sivik, ku yekî qemerî, talyanî bilind bû, ber Emo sekinî, gotê:
— Nemeriv, te çi kir? Ewî hêsîrî çi kiribû, wekî te usa kir?
— Nemeriv tuyî, — Emo bi hêrs gotê. — Ez ketibûm, we gişka erdêda ez dikutam. Hela serda jî ewî pihînek jî pişta minda. Min jî qenc kir usa anî sêrî.
— Tu gelekî lingê xwe guhê xwe dixî, ha, — ewî bi gefxwarin gote Emo. — Wê carekê ç’evê tera bê, çika kengê be.
— Nevî kirê kutanê têne te jî, — Emo gotê, cîda xwe xweş kir, wekî bona şêr hazire û qe minetê wan nakişîne. — Hergê mêrî, dilê te ser kurapê te dêşe, pêşda were.
Ewî jî xwe xweş kir, xwest pêşda bê. Lê gedê mayîn ketne ortê, her yek alîkîda birin û nehîştin ewana bibezine hevdu. Kurapê Sivik ew berbi cewa orta gund bir, ser ç’emê serç’evê wî şûşt, ji xûnê temiz kir.
* * *
Gedê gund hela tex’mîn nedikirin qebîltî çye. Her tenê yêd lape nêzîk xîreta hev dikişandin. Lema jî, wexta Emo Sivik xist, her tenê kurapê wî ser qayîl nebû, gedê qebîla wane mayîn dengê xwe nekirin. Wî çaxî temamya gedê mehelekê dibûne yek û diçûne ser gedê mehela mayîn şêr. Îdî nedipirsîn, wekî gedê wê mehelê gişk qebîlekêne yanê na. Lema jî wexta Emo û kurapê Sivik qirka hev girtin, tê bêjî çend gedê cînar ser Emo qayîl nebûn, xwestin herne piştê. Lê gava dîtin, wekî gedê mayîn nehîştin şer pêşda bê, îdî xwe kivş nekirin. (Ew cînar jî qebîla mala bavê Emo jî nîbûn).
Çilkanîêda usa bû, wekî her malekêda qebîlek dima. Xanîê xwe usa çêkiribûn, wekî dîwarek dibû dîwarê du mala, usa malê xwe kîp rex hev çêkiribûn. Wî dîwarê orta xweda quleke mezin dihîştin, wekî wextê şêr-dewa, cerda pêra-pêra elametîê bidne hev û alîkarîê bidne hev. Wekî tiştek mala vî serê mehelê biqewimya, ew dikaribû ji mala xwe derneketa û elametî bida temamya malêd qebîla xweye wê mehelê. Yekî cab dida yê dinê û êmê cix’arekê temamya qebîlê pê dihesya. Û te hew dinihêrî dane şivdar û qemê xwe, hatine hewarya ewê mala qebîla xwe, ku qezya hatibû ser. Rojê gişk derva bûn û pêra-pêra her tiştî dihesyan. Ev qulik bona wê yekê bû, wekî şevê cabê bidne hev, wexta gişk malê xweda bûn û dikaribûn pê nehesyana. Lê wî çaxî cerd gelek bû. Te hew dinihêrî şevê avîtne ser malekê, neferê malê kuştin û hebûna wê jî talan kirin, birin. Qewlêd emir binelîêd Çilkanîê mecbûr kiribûn, wekî usa bikin, tevayî bi tifaq karibin ber qezyayê, wan nepakya û xirabya şer bikin, ku wî çaxî herroj û hersehetekê dikaribûn bihatana pêşya herkesî û hermalekê.
Êvarê Sivik derheqa şerê xwe û Emo bavêra gilî kir. Hela çend tişt jî serda zêdekir, xwest ernê bavê rake, wekî heyfa wî ji Emo hilîne. Nho rind haj Kelo hebû û nedixwest eşkere tiştekî bike. Ewî zanibû, wekî tepa xwe avîte Emo û Kelo pê hesya, wê bela wî bidê. Îlahî, wekî ew cînarê hev bûn û Kelo dikaribû her dem wî têke çemê û hesabê wî bê der.
Nho serê xwe berjêr kir û xêle wext dengê xwe nekir. Paşê destê xwe kire ser serê kur, jê pirsî:
— Lê qe neheqya te tunebû?
— Na, bavo, tu xêrê min nevînî, hergê neheqya min hevye.
— Cîê balesebeb rabû da dev-diranê te?
— Ez çi zanim, ewî çira usa kir, — Sivik got, serê xwe kire ber xwe, nedixwest ç’evê bavê binihêre, çimkî ditirsya, wekî bavê tex’mîn bike, ku ew rast nabêje.
— Ê, çira tu şûna reşva çûbûyî, — bavê bi dilêşî gotê, — te nikaribû kevirek hilda, bida nava ç’eva? Hûn dudu bûn, ew yek bû, wê çi we bikira?
Sivik dengê xwe nekir. Wê çi bigota? Xwe nedigo, min pê nikaribû. Bavê eva yeka rind zanibû. Îdî kurda neket, destê xwe da ser sêrî, tê bêjî ber dilda hat, hilda ha gotê:
— Tişt nake, kurê min. Bavê te wê yekê bîr nake, wê rojekê dewsê derxe.
* * *
Mala Kelo orta gund bû. Pêşber besteke fire bû. Sibê şebeqê pez, dewarê gundya wêderê berev dibûn, paşê şivan û gavana kerî-sûrîê pêz, garana dêwêr ji nav gund derdixistin, dibirne ç’êre. Pêşîê pez derdiket, paşê dewar, wê şûnda golik, kutasîê berx derdiketin.
Çilkanîêda edetekî ha hebû. Baharê hetanî payîzê (roja Beranberdanê) rêncbera pez û dewar bi heq diç’êrandin. Em bêjin bona ç’êrandina deh peza berxek distendin. Lê paşî Beranberdanê, bi sirê, rojê wekîlê malekê diçû ber pêz. Ya dêwêr jî ha dikirin: gavan dewar dibir, diç’êrand hetanî payîzê roja kivşkirî. Bona wê yekê baharda hevra pev diketin, wekî bona her dewarekê wê çiqasî heqê gavan bidnê. Wê rojê şûnda, gava gavan îdî heqê xwe berev kiribû (heqê wî jî yan ceh, genim bû, yanê jî pere bûn), dewar dibir diç’êrand, êvarê danî bela dikir, mal bi mal digerya, nanê xwe top dikir. Gundda vê yekêra digotin «nanê gavîn». Serê dêwêr yek nan bû. Gava diçû ber derê mala xweydewar disekinî, bi darê destê xwe dêrî dixist û digot:
— Malê, nanê gavîn bînin.
Gavan nava gund gişkî digerya û kutasîê dihat ber derê mala Kelo disekinî. Ewî qestîka usa dikir, dixwest pê zanibe, çika xwe dewarê yekî unda nebûye. Çimkî wexta dewarê malekê unda bûbûya, tu cyada nediçû, gavan nedigerya, çimkî zanibû, wekî kutasîê gavanê bê besta pêşberî mala Kelo û wê hema wêderê jî bêjnê, wekî dewareke wan îro nehatye û gavanra tevayî wê dewara undabûyî bigerin.
Cîê civat, sohbeta gundya jî ew besta pêşberî mala Kelo bû. Wexta şuxul-emelê mêrê gund tunebûya, ewana aza bûna, vêderê berev dibûn, her yek ser kevirekî rûdinişt û xwera xeber didan, mijûlîê xwe dikirin.
Gele cara jî cîê şer-dewê gundya dîsa ew best bû. Te hew dinihêrî gilîê yekî ji gilîê yê mayîn derbaz bû, rabûne rûê hev. Diqewimî şerê du merya dibû şerê du qebîla. Îlahî du qebîlêd usa gundda hebûn, wekî nesitirî bûn û hevdu menya bûn. Ser tiştekî netê dibû şerê wan qebîla. Mêr dihatne kuştinê, serî dihatne şikestinê, merî birîndar dibûn. Gava ev herdu qebîl radibûne rûê hev (her qebîlek mehelekêda dima), zarê xwe usa hîn kiribûn, wekî ewana jî tevî şêr dibûn, kevir davîtne mêra. Jina çi dikir? Ewana direvyana mala, şivdar, qema mêrara digîhandin, paşê kevir, xwelî merîê qebîla dijmin werdikirin. Dijminaya orta mezinada bi sala dikişand, lê rojekê pey şêrra zaro dîsa hev top dibûn, tevayî dilîstin, şer-dewê du bîr dikirin.
Çilkanîêda ew herdu qebîl pir bûn. Her yekê meheleke gund zevt kiribû û qebîlêd mayîn timê hevsa xwe ji wana dikirin, xwe nedikirne hevalê wan. Sal tunebû, wekî wan herdu qebîla hevdura nekirana şer. Qebîlêd mayîn navçîgarî dikirin, diketne ortê. Lê gelek cara nikaribûn wana ji hev dûrxin, şêr bidne seknandinê. Wan herdu qebîlêd mezin ewqas wext hevdura dikirne şer, hetanî yekê berî ya mayîn neda ji gund dernexista. Wextê ji gund derdixist, ew yek dihate hesabê, wekî ew qebîl alt bûye. Qebîla altindar îdî nedikire şer, vedigerya dihate gund. Merîê qebîla altbûyî didane pey wana, îdî dengê xwe nedikirin, serê xwe dikirne ber xwe, dihatne nava gund. Eva îdî bona wan herdu qebîla û qebîlêd gunde mayîn bûbû xeyset. Tu kesekî eva yeka nedikire qar, nedida rûê wana. Çiqas jî tiştekî ecêbe, çiqas jî bengzemîşî mêrê kumanc nîbe, lê vî gundîda eva edeta hebû û ne mêrê qebîla altindar qure nedibûn, ne jî mêrê qebîla altbûyî xwe alçax hesab nedikirin.
Wextê mêrkuştin, destfirandin ortê tunebûna, çend mêrêd qebîlêd gunde mayîne bi navûdeng diketine ortê û nedihîştin dijminayî dirêj bikişîne, pêra-pêra ew herdu qebîl hevdu danîn, dijminayî ortê dihate hildanê. Lê wextê mêrkuştin ortê hebûya, şuxul gelekî çetin dibû: yan gerekê xûna wî bihata hildanê, lêdana ji qebîla dijmin yek bikuştana, heyfa wî hildana, yanê jî xûna wî bistendana. Gelek cara dijminayê bi sala dikişand, ji herdu alya jî merî dihatne kuştinê, nediçûne ser şîn û şayê hevdu. Dîwanê jî guh nedida ser vê yekê, hilbet, eger şikyat tunebûya. Lê kurmanca kengê şikyat dikir? Kurmanc ji şikyata hiz nake, dixweze her tiştî bi destê xwe bike. Lê merivê vayîs herdera, nava her miletekîda jî hene. Û eger yekî vayîs elametî dida dîwanê, çend karmend dihatne gund. Xwedêgiravî gunekar didîtin, digirtin, û eger xweyê wî çend kemçe navîta devê wan, dibirin. Lê wexta ruşet didan, dibirin, du roj, sê roja xwey dikirin, careke mayîn berdidan.
Ew jî degme cara usa diqewimî. Wekî mayîn vêderê jî dîwana sarîzmê ewqasî jî guh nedida ser şer-dewê kurmanca, tevî şuxulê wan nedibû. Wêra dha dest dida, wekî hertim dijminayî nava kurmanca hebe, tifaqa wan tunebe. Çiqasî kurmanc bê tifaq bûn, ewqasî dîwanêda dest dida. Rûê bêtifaqya kurmancada dîwan karê diket: çiqas kurmanc hevdu qirkin, ewqasî wêra başe, çimkî dijminê wê kêm dibin û serkarîkirin, zêrandina wan hêsa dibe. Lema jî diqewimî, wekî şikyat jî diçûn, lê dîwanê bendî tiştekî hesab nedikir. Em bêjin kurmanc jî dîwan nas nedikirin, bi qeyde-qanûnêd xweye miletîêva dihatne serkarîkirinê, çawa dixwestin, usa jî dikirin û qe fikra wanda jî derbaz nedibû, wekî ser serê wan dîwan heye û ewana gotî teslîmî wê bin. Ewana dha gelekî teslîmî erf-edetê xweye miletîê dibûn û berk pey wan diçûn. Lê erf-edetê usa nava kurmancada gele bûn.
Diqewimî mêr dihatne kuştinê, lê xûna wî dibaxşandine dijminê wî. Edet bû, ku merivê mêrkuj qeme (yanê bi çi lêdaye, kuştye), kefenê xwe hildida, diçû xwe davîte ber ocaxa wê malê, mêrê kîjanê kuştye, û digot:
— Ez hêsîrê weme. Eva qema, eva jî kefenê min. Yan min bikujin, yanê jî xûnê bivaxşînine min.
Edet bû, wekî merîê kuştî mala xweda tu cara dengê xwe dijminê xwera nedikir. Wexta nedibaxşandinê, berî wî didan, ji mala xwe derdixistin. Degme cara ha diqewimî, çimkî pêşîêda navçîgarara digotin, wekî wê bibaxşîninê yanê na. Gele cara xweyê kuştî heqê xûnê nedistend, digot «bira dijminê min bê, ezê bibaxşînimê». Wextê baxşandinê kefenê wî dikirne stu, dibirin nava mezela, sê cara dora qebra kuştî digerandin, paşê digotnê, wekî here, îdî azayî boy navê Xwedê.
Gele cara mêrê kurmanc jî nedixwest ewqasî alçaxbe, wekî here xwe bavêje ser dest-pîê xweyê kuştî. Ewî dixwest ew bê kuştinê, lê her tenê ewqasî alçax nebe. Ewî halê ha ji kuştinê xirabtir hesab dikir, lema jî nediçû ber derê xweyê kuştî û nedibû hêsîrê wî. Lê hîmlî heyf dihate hildanê, xûn pêş xûnêva dihate rêtinê. Lêdidan merîkî qebîla dijmin dikuştin, paşê diçûne ser mezelê kuştîê xwe, devê xwe dikirne kelka wî û sê cara dikirne gazî:
— Bira ruhê teva eyanbe, me tu bêy heyf nehîştî, me heyfa te bi destê xwe hilda.
Lê gele cara diqewimî, wexta ew herdu qebîlêd Çilkanîêye mezin radibûne rûê hev û qebîlêd mayîn didîtin, wekî nikarin wana ji hev bidne dûrxistinê, şêr bidne seknandinê, pêşya qetlê bigrin, kulfeteke gunde navsere danîne wêderê. Ew laç’ika serê xwe dêxist, davîte orta wan herdu qebîla, ku hevra dikirne şer, û bi dengekî bilind digote wan:
— Laç’ika min bin pîê webe, hûnê nekne şer.
Hela neqewimî bû, wekî paşê vê yekê şer nedana seknandinê. Herdu qebîl jî paşda vedikişyan, serkarê wan cahilêd xweye xûngerm hildihat û pêra-pêra şer-dew ortê dihate hildanê, tê bêjî nebûye şer, ne jî hev kutane. Eva jî edetek bû, ku nava kurmancada hebû û eva edeta (qedirgirtina laç’ika jinê) bi zyaretî dihate xweykirinê…
LAQIRDÎÊ EDEBYETÊ
LAQIRDÎÊ EDEBYETÊ
EV ÇI HESABE?
Yekî kitêbeke terikî nivîsye û wêda ji eyarê xwe derketye nîşan bide, wekî çiqasî ji gund û gundîê xwe hiz dike. Nizanim qelpê wî çiqasî temize, lê her tenê wê zanim, wekî ew û çend gundîê xwe bajêrda dimînin, her yek ser gund û gundîê xwe bengînin, lê yek yekîra xeber nade.
ÇI BÊJÎ NAKE…
«Nivîskarekî» me ne ewqas bi efrandinêd xweye «bedewetîêva» nav qazanc kir, çiqas bi kêlmêd xweye ser miryava.
Bêxweya araqê çi bêjî nake…
RIKNATA KÊYE?
Ay tera efrandar, ay tera nivîskar! Kitêba wî dixûnî û pê dihesî, wekî navê kalkê kalkê wî, kalkê wî, pîrka wî, bavê wî, dya wî, birê wî, xûşkê wî, met û xatîê wî, kurmet û kurxatîê wî, qîzmet û qîzxatîê wî, birazî û qîzbirê wî, xal û xarzîê wî çi bûne, gişk jî mêrne kivş û jinine xatûn bûne, tu kesekî qolayî nava wanda tunebûye. Eslekî momin, cisnekî torin! Her tenê ecêbmayî dimînî, wekî ew çira navê kitêba xwe danenye «Eslê min, cisnê min, qebîla min û… kelbê min». Belê, belê, kelbê ber derê wan jî, wekî yekî gurêxe û tu kelbekî gund wî nikare, wê kitêbêda ketye tolana xweye germ û ji wêderê qurê-qurê der-dorê xwe dinihêre.
EW KÎYE?
Raza, raza, porê serê xwe spîkir, teze ser hişê xweda hat, rabû, kete govenda edebyetê û rast û ç’ep «efrandinêd» bêtem neşirkir û … xênji wî tu kesekî ew nexwandin.
QURBAN KÊ QEBILÎ?
«Efrandar», ku bûbû pepûkê îç’kê û gele nernerê giran kiribûn, sond xwar dest ji îç’kê, vexwarinê bikişîne. «Apê» wîyî soz daê, eger ew virhada îç’kê venexwe, wê qurbanê bide. Wext û wedê kivşkirî derbaz bû. «Birazî» xwe zevt kir û bû xweyê gilîê xwe. «Apo» pezek kirî, anî ber derê wî serjêkir, xûn li enîê xist.
Hema ser nanê qurbanê «birazî» îdî berxwe neda û usa vexwar, wekî… rya oda xweye razanê bîr kir.
Gelo qurban kê qebilî?
NEXŞ-NÎGARÊ HÛR
NEXŞ-NÎGARÊ HÛR
Ewrê reş kimkimîn. Brûskê birq veda. Tevya teyrok û baranê girtê. Şerê li erşa dakete erda.
Cîê neheq gullek agir kirin. Pêşmergekî Kurdistanê jî kêm bû. Bi xûna yekî rojeke azabûnê jî nêzîk bû. Du hêsirê zya ji ç’evê dayîkê hatne xwarê. Dewsa wan herdu hêsira du şervan sekinîn. Ç’emê hêrsê û pêla tofana azabûnê hê gur bûn…
Ba rabû. Ewrê reş şivkut kir, bela kir. Baranê vekir. Ezman rawestya.
Ç’ya mizgînî dane ç’ya. Dilkê min berî hemûşka pê hesya. Dengê zara tezebûyî kete guhê min. Wê şevê hetanî sibê xew nekete ç’evê min.
* * *
Ez nikarim ber serkara temene bim. Ez nikarim kûz-kûz rê herim, çimkî zanim, wekî ese biqurifim, bişkêm. Gunekarî ya min nîne. Eslê min usane. Nemama xwestye pêşîê min bitewin, ew şikestine, lê netewyane. Ezê bişkêm, lê natewim. Çimkî eslê min usane.
* * *
Dibêjin, pêşîkî min ser tiştekî netê ji hêrsa serê herdu kurê xwe zya-zya bi çaqûê kur kirye. Lê ez çira nikarim mirîşkekê jî serjêkim? Ev dilremya min û sertya kalkê min pîgarê hevin.
* * *
Tu Leyl-leylana minî,
Tu per û baskê minî,
Tu kerîkî dilkê minî,
Na, welle, ber dilê minda
Tu sifetekî nedîharî,
Hertim ber ç’evê minî.
Nûra min, nûravêja min,
Ç’evreşa min, ezîza min,
Ez bê dayîkim, tu dayka min.
Zera min, zêrkildaya min,
Delala min, omida min,
Ez bê xûşkim, tu xûşka min,
Ez bê kurim, tu kurê min.
Ev hersê dotê min her yek bona min dinyakî hêjaye. Gava divêjin «Kurê te tune», nizanin her yek ji wan minra him dote, him kure.
* * *
Nava vê xwelîêda xûdana te heye, ay benî adem! Lema jî ew mînanî kedê usa şîrine û mînanî xûdana te usa şore, jê têr nabî.
* * *
Min got tilîê wî jî distrên.
Bawer nekirin.
Min got herin guh bidne ser sazê Mehmed Arif Cizrawî.
Çûn guh danê, hatin û tiştek jî serda zêde kirin.
* * *
Rê ji dila diçe dila. Lê rya dilê me dirêj û çetin bû.
Em duryana emirda rastî hev hatin. Me tenê demekê li hev nihêrî, ç’evê me fikir pevguhastin, lê zarê me negerya. Me dengê hevdu nebihîst û em ji hevdu dûrketin.
Ez nizanim bona çi hetanî sibê dengê kutana dilkê te bûbû qeytana magnîtafonê û ber guhê min bû. Dibe dilkê min têksta wî dengî nivîsî bû? Ç’evê te ew sura dilê te ber min dîhar kirin. Lê yazix îdî dereng bû…
* * *
Me her demekê hevdu dît. Min ne hatina te fem kir, ne jî çûyîna te. Nebî lema gotine: «Ne hatinê, ne çûyînê, teê dilê min kirye gola xûnê».
— Tu çira usa divêjî? Ne dem heye dewrane. Lê çiqas dem-dewranê meye usa hebûne!
* * *
«Ax, dilo rebeno,
Ax, dilo rebeno».
Pismamê min, tu çira bîr dikî, wekî dil tek eskere, lê sewda qumandare?
* * *
Roja çûyînê nêzîk bû, hisreta dil hê gur bû.
* * *
Merî bi hisretê dijî.
* * *
Dilkê min dinyake fireye. Her tişt têda cî dibe, xênji te. Bona te dilkê min jî tenge. Tu temamya heyetya minî.
* * *
Dibêjî te hiz nakim, naxwazim ç’evê min tekeve, here min dûrkeve. Lê wexta te dûr dikevim, yeke mayînra xeber didim, çira tu kumreşîê dikî, çira kerba lêlêyî min û wê tev berbat bikî?
* * *
Eva çend roje, wekî çend kîlomêtrî ji te dûrim. Lê min tirê eva sed sale min tu nedîtî. Ezîza min, hizkirin wî çaxî xwe dha rind dide kivşê, wexta ji hev dûrin. Dûrbûn çapnîşa berkbûna hizkirnêye. Nha xênji te tu kesekî mayîn û tu tiştekî mayîn dilê minda padşatîê nake. Tuyî padşa dilê min.
Ecêb nemîne, min hetanî bîra neheqîê te jî kirye. De tu tex’mîn dikî, wekî çiqasî ber dilê minda ezîzî?
Tenême, sifetê te ber ç’evê mine. Radizêm — têyî xewna min. Kuda diçim, hertim tu fikra mindanî.
Dil, sewda û fikrê min gişk vê gavê qûlê tene.
Çend roj mane, wekî em bigihîjne hev. Axir her rojek ber ç’evê min weke salekêye. Menî hisreta teye.
* * *
Hunermendî mînanî jineke bedewe, dixweze her tenê ji wê hiz bikî, lê ya wê… Ew bi dilê xweye: çawa bixwaze, dikare usa jî bike. Ya wê ew dikare tera qelpîê bike, lê tu cara nabaxşîne te, wekî jêra qelpîê bikî. Gava jêra qelpîê bikî, ewê nava cimetêda şemaqeqe usa bide te, ku emrê xweda bîr nekî.
Xeysetê hunermendîê û jina bedew mînanî heve.
* * *
Rojekê qirqirk rûdinê, îç’kê vedixwe, dibê:
— Ezê mîna kevotkê rê herim.
Le wexta vedixwe, him rêveçûyîna xwe bîr dike, him jî ya kevotkê.
* * *
Carna tu hew zanî, wekî ew çi ku destê teda heye, kême, lê carna jî te tirê geleke. Bi xwe jî nizanî çi dixwazî, hew zanî, wekî bextekî mayîn, mirazekî mayîn hîvya teye.
Lê rind miqatî şabûna xwebe, emrê bona te sivik derbazbe, yanê na tê poşmanbî, lê wê îdî derengbe.
* * *
Mezinbûna xwe em bi zara tex’mîn dikin.
* * *
Xwezil em çawa bona tragêdîa bendeye der berxwe dikevin, usa jî bona tragêdîa wîye hundur!
* * *
Ç’evê wî mînanî pencera bê şûşe bûn.
* * *
Gelîê me kûrin, dûman û mijin, ba têda guje-gujin, bîna dûê tendûra me ji wana tê.
* * *
Dibêjin: hîv hîve, dîsa eybe lêye.
Lê wext û wede pêra gihîştye, wekî ew eyb bona erdê bibe eyd?
* * *
Ez ku heme zengilim. Bira hinek bêjin ez zengilê şerame. Zengilim û deng didim, her tenê wî çaxî ezê kerrbim, gava îdî li dinê tunebim. Lê hetanî hebim ezê zengil bim, bona hineka zengilê şera, lê bona hineka zengilê bazirgana.
BOY XATIRÊ AZAYÊ
BOY XATIRÊ AZAYÊ
Divên, rojekê pêşmerge dibînin wê dijminê Mistefa Barzanîyî lapî xeder xwe cîê Barzanî girtye û tê. Gava tê nêzîk dibe, dipirse:
— Barzanî kuye? Ez dixwezim wîra xeberdim.
Pêşmerge ecêbmayî dimînin. Diçin Barzanîra dibêjin. Barzanî emir dike, wekî wî berdin, bira bê.
Wexta pêşmerge dewê dijmin dikin, wekî ç’ek-sîlihê xwe dayne, paşê here dîwana Barzanî, ew înkar dike û dibêje:
— Kurd ç’ek-sîlihê xwe datîne? Çye, ez dîlê weme?..
Ser vê xeberdanê Barzanî dertê, dide pêşya wî û dibe dîwana xwe.
— Melle, tu zanî, em dijminê hevin, zûda pey hev digerin, wekî heyfa xwe ji hevdu hildin. Lê ez îro hatime tera bêjim, wekî ez wedelî wê dijminayê alîê xweda didime hildanê. Ez dibînim, tu bona mala xwe, bona navê xwe, bona eşîra xwe nakî şer. Tu bona temamya cimeta kurda dikî şer. Lema jî virhada eşîra minê bi serkarya te tevî wî şerîbe. Lê zanibî, kengê tu gihîştî meremê xwe, cimeta kurda aza bû, emê wê rojêda dîsa dijminê hevbin.
Barzanî destê xwe dibe kêleka xwe, qirmê derdixe, raber dike, dibêjê:
— Gunê min stûê tebe, hilde. Kîjan roja cimeta kurd gihîşte azaya xwe, bi vê qirmê minxe, min bikuje.
EWLED
EWLED
Derheqa qewmandinêd jêrgotîda min başqe-başqe bihîstye. Lê min rê têra dît hersêka bigihînime hev, pevgirêdanê orta wanda çêkim bona sifetê meriv nava tomerîbûna xweda çawa nîgar dha rind bê ber ç’eva.
Ya dinê, şert ew nîne, wekî min kengê û kîderê ew bihîstine, lê ewe, wekî ew emirda bûne, derheqa xeysetê merivaye cûre-cûredanin û gava hevra têne girêdanê, himberî hev dibin, dha tam û tomerî dibin, têne ber ç’eva. Raste, sifte te tirê ew hevdura naêne girêdanê, lê, çawa dibêjin, pevgirêdana wane hundur heye û yek yekê dide tamkirinê. Hîmlî eva bû menî, wekî min ew hersê qewmandin anîn gîhandine hevdu.
* * *
Kûpêa maşînêda em çar meriv bûn. Ez û sê hevalêd ûris. Rya me ewqasî jî dûr nîbû. Me zû-zû nasya xwe da hev û bûne mînanî neferê malekê. Îvan û Nîkolay emirda mezin bûn, tevî Şerê wetenîêyî mezin bûn. Îvan yekî aşqorkî bû, dihate kivşê nexweşîke wîye giran hebû. Nîkolay dha ser xwe bû, çûyîn-hatinêda qeşeng bû, xwexwa jî yekî dest-pê, talyan bû, xeberdana xweda lez diket, carna nîvê xeberêye kutasîê kurt dikir.
Merîne gelekî xemxur û bi xeberdan bûn. Bextê min lêda bû, wekî rêda ez rastî merivêd usa hatibûm. Wexta hevalê teye rê başin, tu qe tex’mîn jî nakî, wekî wede çawa derbaz dibe, îlahî maşînêda. Ya merîê mayîn nizanim, lê ez hiz nakim pê maşînê cyada herim: ne dikarim pakî razêm, ne jî hêsabim. Maşînêda gelekî aciz dibim, wede dereng derbaz dibe, roj ber ç’evê min dibine sal. Rojê hela ber pencerê rûdinêm, dîna xwe didime der-dora û bi cûrekî wedê xwe derbaz dikim. Lê şevê qe tabetya min naê, xew nakeve ç’evê min, kêlek-kêlek weldigerim û hetanî sibe min safî dibe, ruhê min tê serê pozê min.
Lê vê carê usa nîbû. Wan ûrisê camêr hevaltîke usa kirin, wekî ez qe pênehesyam, wede çawa derbaz bû. Hersêka gilîê usa xweş dikirin, qewmandinêd usa gilî dikirin, wekî min dixwest hetanî sibê kêleka wan rûnêm, guh bidme xeberdana wan. Pêra jî henek-laqirdîê çawa dikirin, em kena zik dibûn. Îlahî xeberdana Îvan û Nîkolay, ku emirda gele tişt dîtibûn, gele ecêbê giran hatibûn serê wan. Û wana usa xeber-xeber, cî bi cî gilî dikirin, wekî merî dibû heyr-hijmekarê xeberdana wan.
Îvan û Nîkolay derheqa gele qewmandinê şêrda gilî kirin. Min û Vasîlî bi hizkirin û hewaskarî guh dida wan ne ku tenê çawa qewmandinêd ecêb, serhatîêd hewaskar, lê usa jî çawa ders, ku em hînî gele derece û surê emir dikirin.
* * *
Gilî hate ser ewleda. Me derheqa vê yekêda êpêce xeberda, fikrê başqe-başqe gotin. Îvan xwe ker kiribû, dengê xwe nedikir. Û gava xeberdana derheqa wê yekêda kuta bû, Îvan carekê, duda kuxya, gewrya xwe temiz kir, cix’are vêxist û got:
— Divînin, hûn ewqas wext derheqa wê pirsêda xeber didin, ez qe dengê xwe dikim?
Me gişka hevra go na.
— Lê çira ez dengê xwe nakim? — ewî dîsa ji me pirsî.
Me milê xwe hilkişand, ç’evê hev nihêrî: «Ez zef zanim tu çira dengê xwe nakî», — bawer bikî her yekî me dilê xweda got.
— Hûn nizanin, ne? — ew vegerya ser me. — Telebextra, menya wê yekê heye. Ezê nha serhatya xwe wera bêjim.
Îvan dîsa xwe ker kir, pencera kûpêa derva nihêrî.
— Ez şêrda xeder birîndar bûm, — ewî destbi serhatya xwe kir. — Ketme gele hospîtala, gele doxtir çerçirîn, xulese, hetanî wana ez qenc kirim, şer jî xilaz bû. Doxtira minra gotin, wekî pirtî hesin (askolke) sîngê minda maye, cîkî bêfesale, vê gavê em nikarin destê xwe bidnê, here malê, ser xweda were, kengê tu aciz kirî, were, belkî em derxin.
Ez vegeryame malê. Sal derbaz bûn. Rojekê jî ez kûz bûm, wekî çakûç hildim. Ç’îkekê da qafê min: «Dive ewê pirtika hesin usa kir?» — ez fikirîm. Min jina xwera negot. Belengazê bêsehet bû, minê çi bigotaê. Lê tê bêjî tex’mîn kir, wekî halê min pak nîne. Xwe em mêr û jinê salekê nînin, wekî halê hevdu tex’mîn nekin. Ew pêncî sal bû, wekî me hev stendibû û çawa me ç’evê hev dinihêrî, îdî halê hev rind tex’mîn dikir. «Îvan, — ewê got, — sibê here ser doxtir…»
Sibetirê min ancax xwe polîklînîkaêra gîhand. Gava doxtira gazinê min bihîstin, pê hesyan sîngê minda çi heye, rind dîna xwe dane min, gotin: «Na, Îvan Îvanovîç, lazime opêrasîa bikin».
Ez gelekî ber xwe ketim ne ewqasî bona emrê xwe, çiqasî bona wê yekê, wekî ezê jina xweye bêsehet çawa tenê bihêlim, lê xwedênekirî nişkêva ecêbek bê sêrî, wî çaxî wê çawabe.
Min usa jî doxtirara got. Ecêbmayî man, wekî wî yaşîda, wî halîda ez ewqasî ber jina xwe dikevim. «Lê wekî ez derheqa wêda nefikirim, kê wê bifikire?» — min gote wan. «Çye, zarê we tunene?» — wana ji min pirsî. «Na, şikir zarê me hene. Qîza min mêr kirye, dûr dimîne, lê kurê min… Ne axir jina wî jî heye. Tu zef zanî, dibe ne bi dilê wêbe xwesîê xweyke, kî zane, dibe diltengîê bike». Me gelekî ber hev da, lê min doxtira nikaribû. Wana xwest, wekî ez gerekê ese bikevme nexweşxanê û wexta lazimbe opêrasîa bikin, ewî pirtikê hesinê dijmin ji sîngê min derxin.
Ç’ara min hate bir’înê. Min û jina xwe da serê rê, çûne mala kurê xwe. (Min bîr kir bêjim, wekî kurê min gundê cînarda dima). Rêva kurê min û bûka min rastî me hatin. Sekinîn. Kurê min serê xwe berjêr kir (îdî pê hesya bû, wekî ez gerekê bikevme nexweşxanê). Bûkê destê xwe dane navkelka xwe, ji linga hetanî sêrî me nihêrî, avrûke tûj da me, wekî ez jî, jina mine belengaz jî cîda bûne rusas. «Vê pîrê kuda tînî? — berê xwe da min. — Cîê me ku hatye, wekî te daye pêşîê, tînî mala me. Tê bêjî çend odê meye zêde hene. Çye, tu nizanî, wekî cîê me tune, em xwexwa jî cî nabin, emê wê ku cîkin? Vê sehetê paşda bizivirin, herin, hela hişê we serê weye. Hûnin dîn yan we em dewsa dîna danîne?» — got, careke mayîn jî avrûke tûj da me.
Wextê ewê xeber dida, kurê min xwe ker kiribû. Kûre-kûra jina min bû, digirya. Hêrsa min rabû û xwest xwe dirêjî wankim, lê jina min destê min girt, ez kaş kirim. «Bidî xatirê Xwedê, — ewê got, — karê te wan neketye. Em herin, halê min xirabe, ez îdî nikarim teyaxkim».
Em vegeryane malê. Wê rojêda jina min kete nava cya, ranebû. Çawa min cab kir, qîza min pêra-pêra hat. Bûka min qe nehate kivşê. Lê kurê min her tenê wî çaxî hate kivşê, wexta wîra mîrat lazim bû. Ezî sax’bûm, lê dixwest bûbûya xweyê mîratê. Ewê patka stûê xwe bibîne, mîratê nabîne. Mîrata minê bigihîje qîza min.
Hûn nizanin çiqas min çetin tê. Ez jî nîvxwendîme, jina min jî nîvxwendî bû. Lê me her tişt ji devê xwe birî, wekî kurê me bixûne, bibe merî. Ewî înstîtût kuta kirye, agromone. Dê şa dibû: wê bibe merî. Lê rastîê bû çi?
— Lê te şikyatê wî nekir? — Nîkolay jê pirsî, — ne axir zakonê meda jî hatye nivîsarê, wekî çawa dê-bav borcdarin zara xweykin, mezinkin, usa jî ewled borcdarin wextê kalbûn-pîrbûnê miqatîê dê-bavê xwe bikin, wana xweykin.
— Hilbet, min derheqa wê yekêda cîê xebata wîra nivîsî, — Îvan got. — Lê çi caba min bidin rinde? Nivîsîn, wekî xwedêgiravî admînîstrasîaê ew nava mexlûqetîêda rûreş kirye, qirar kirye wî ji pêşkêşa sêmehîê merûm bikin. Eva jî caba şikyatê min bû.
Fikra min ewe, wekî ewledê ha (kurbe yanê qîz, hesab yeke), ku bi nemerivayî berbirî dê-bavê xwe dibin, ne cayîze bêne hesabkirinê çawa ewled, çawa bajarvan, çawa merî. Evdê ha, ku dê-bavê xwe nabine xweyî, zef hêsa dikarin her tiştê zyaretî, hetanî wetenê xwe jî bifroşin. Lema jî ez ewî ne ku tenê xwera kur hesab nakim, lê usa jî wî hesab dikim çawa xayîn, yekî şîrê dya xwe bîr dike, naşêkirîne, ewê wetenê xwe, Xwedê xwe jî bîr dike. Nha ez xwe şerm dikim, wekî min ew xayîn xwey kirye, mezin kirye. Eva jî derdê ser derdane, cezakî gelekî girane. Pirtikê hesinê gulla dijmin ez negîhandime devê gorê, lê evê ese bela min bidê, zû yanê dereng ewê bibe qesasê serê min.
* * *
Îvan gilîê xwe kuta kir, xwe ker kir. Dezmal ji cêva xwe derxist, xûdana enya xwe temiz kir. Xêlekê xurt me hersêka xwe ker kir, bin hukumê serhatya Îvanda bûn.
— Belê, ewlêdê jî usa hene, — Vasîlî got û kesereke kûr rahişt. — Şikir Xwedê, merîê usa jî hene, raste, xerîbin, lê mînanî ewledê şîrhelal berbirî mezina dibin. Usa nîne? — Vasîlî pirsî.
— Welle usane, — min û Nîkolay caba wî da, lê Îvan dengê xwe nekir. Dihate kivşê, kela dilê wî hê danenîbû, birînê wîye kevn û teze xwe didane hesandinê.
— Li ser kûç’a me jineke dersdar dima, — Vasîlî destbi serhatya xwe kir. — Ewê îdî dersdarî nedikir, çûbû pênsîaê. Me zanibû emrê wê gelekî çetin derbaz bûye. Ew bû û kurê wê bû. Tenê, bê mêr kur terbîyet dikir. Kur bi mêdala zêr mekteb kuta kir, kete zankoê.
Hizkirîê hevala û dersbêja bû, xwendkarê kûrsêyî pêş bû, bêqusûr hîn dibû û gişk bawer bûn, wekî pêşeroja wî wê gelekî geşbe. Lê bedbextîke mezin qewimî. Kûrsa pêncada bû, gava çû êkspêdîsîaê, jorda ji qeyê ket, mir. Dê lap tenê ma. Emir ber ç’evê belengazê reş bû, nedixwest paşî kur bijî. Her tiştî kur danî bîrê û xweda dişewitî. Hevalê kurê wê ew yek tex’mîn kirin û nehîştin ew nava wan derd-kulê xweye giranda tenê bimîne. Çend rojê pêşîê ewana ber hev dihatne guhastinê, miqatî dê dikirin, çi ku ji destê wan dihat, alî dikirin, ber dilda dihatin, nedihîştin ew tenê bimîne û bikeve nava xemêd giran.
Ji wî çaxîda hetanî nha çendik-çend sal derbaz bûne. Ewana ew jinka belengaz tenê nehîştin, hertim bona wê xemxur bûn. Raste, gelek ji wana îdî xweyî komî-kulfetin, lê tu cara borcê xweyî hevaltîê bîr nakin. Timê têne dîtina wê, jêra kulîlka, êmîş, nemet tînin, xem-xirêqa wêye malê sivik dikin. Her sal heval gişk mala wêda top dibin, roja bûyîna wê û kurê wê didine kivşê. Gele cara ewê bi mêvanî dibine malê xwe, jêra rênema sanatorîaê yanê mala hêsabûnê dest dixin.
Nha ew devedevî heyştê salîye, ç’evada merim bûye, bêsehete. Lê dîsa hevalê kurê wê lê diqesidin, çi jêra lazime dikin. Ez bawerim wexta here remetê jî wê mînanî ewledê şîrhelal ewê verêkin.
A, pismamê min, şikir merîê ha jî hene. Dinya bi merivê hava şêne. Wekî dinyaêda merîê haye şîrhelale qenc tunebûna, wî çaxî fikra emir jî tunebûya, ew kêrî çi dihat. Ewana ew merîne, yêd ku, çawa aqilbendê rohilatê gotye, giranya dinyaê ser milê xwe dibin, lê ne ku dibin toqekî giran, dikevne stûê dinyaê. Em gerekê şikirya xwe bînin, wekî merîê usa her dera hene û gelekin. Lê merîê mînanî kurê te, Îvan, tek û bîrin. Ewana, tê bibaxşînî ezê rast bêjim, bi xwe bêbextin. Çimkî bextewarya lape mezin ewe, gava kêrî merya bêyî, qedrê dê-bava zanibî, ji xwe, kirina xwe razîbî, ew, çi ku para merîê mînanî kurê tey beytûn neketye. Çira nava zevya gênimda zîwan tune? A merîê mînanî hevalê kurê wê jinikê zevyê gênimin, ku naz û nemetê didine merivayê, lê merîê mînanî kurê te zîwanin û telayê merivara tînin. Himberî telayê şîrnayî dha rind tê tex’mînkirinê. Min temamya têorîakê fîlosofîê pêşda kişand, ne? — Vasîlî kutasîê bi laqirdî got. — Çawa bikim, wexta kela dilê min radibe, yan gerekê fîlosofîaêva mijûl bim, yanê jî gerekê yekîra têkme şer. Kambax xeysetê min usane. Şikir Xwedê, kûpêa meda merîê usa tunene, wekî bibezimê, dêmek, dimîne xwe dewsa aqilbenda daynim, fîlosofîa emirva mijûl bim.
Raste, ev xeberê kutasîê Vasîlî bi laqirdî gotin û xwest hevekî dilê me xweşke, lê kesek ji me venebeşirî. Ya herdu hevalêd mayîn nizanim, lê ez fikra xweda ser wan herdu serhatyada difikirîm, min ew himberî hev dikirin, dixwest kirin û xeysetê merivê usa derckim… Xêleke xurt em ker bûn, her tenê dengê şeqe-şeqa tekerêd maşînê û rya hesin bû, teherekî dihate bihîstinê.
* * *
— Raste, borcê dê-bava borcekî girane, — dengê Nîkolay me tesele bû. — Nava nîgara dêda tiştekî batinî heye, wekî, bi fikra min, tu kesek nikare şiroveke. Ezê nha wera gilîkî bikim, wekî ji hiş û sewdaê merya dere, naê bawerkirinê. Lê ezê sozê rast sond dixum, wekî ew gilî sed selefî raste, çimkî hatye serê min.
— Min dya xwe nedîtye, — Nîkolay destbi serhatya xwe kir. — Qe şiklê wê jî min nedîtye, çimkî emrê xweda ewê şiklê xwe nekişandye. Ezê şeş mehî bûme, gava dya min çûye remetê. Ser hîmê gotina qewm-pismama şiklê dya min fikra minda hatibû çêkirinê, min zanibû dya min yeke çawa bûye. Bi gotina-gotya, kulfeteke gelekî qenc bûye.
Emrê min bi çetnaya destpê bû. Roja xweş sibêda xweşe. Lê siba min xweş destpê nebû. Ez sêwî bûm. Sêwîxanêda mezin bûm, hatme terbyetkirinê. Paşê destbi şêr bû, ku ewqas zulm û zêrandin cimeta mera anî. Gişk diçûne ber şêr, pêşberî dijmin dikirne şer. Min go kulê minda bêy, çira ez ji kê kêmtirim. Ez jî bi rezadilî çûme ber şêr, min jî anegorî qewata xwe kire şer. Carekê hindik ma bême kuştinê, lê yazî-miqadera min hela nehatibû, Xwedê ruhê min nestend. Nizanim, Xwedê ew yek nexwest yanê ruhê dya min nehîşt, heyneyse ez nehatime kuştinê, sax’ mam. Ew yek zivistanê, pêşenya Lênîngradêda qewimî.
Paşî êrîşkirina zor me bajarekî biç’ûk ji almana aza kir û alaya me pêşda çû. Faşîsta xwest pêşya me bigrin, nehêlin em êrîşkin. Mera jî lazim bû bisekinin, tebîê xwe bidne qewînkirinê. Em cîkî usa sekinîn, wekî herçar alî mêşe bû û cimcimê qerimî bûn. Me hema ser berfê cîê xwe çêkir û em hêwirîn. Qumandarîê qerewil dane seknandinê.
Hişkîke usa bû, her Xwedê zanibe. Westyayî, kesirî, temamya rojê nava şêrda. Çawa min palda, pêra-pêra ç’evê min çûne ser hev, ez razam. Xewnêda min dît dya min wêda tê, yeke bejnbilinde, bedew, şe’ra reş navmile. Xewnêda ez zanim, wekî ew dya mine, şaş-metal mame, lê dinihêrim, hew zanim ezî biç’ûkim û motacê dya xweme. Lê tê bêjî tabetya dya min naê, tiştekîda peşmûrdeye. Ez dixwezim berbi wê herim, lê nikarim ji cî bilipitim. Ew vê yekê dibîne, xwexwa nêzîk dibe, ser minra disekine, tiştekî dibêje. Lê ez nabihêm. Ew ser minda mêl dibe, nerm guhê minda dibêje: «Kolya, rabe…» Lê ez xwera nabînim rabim. Ew careke mayîn jî guhê minda dibêje: «Kolya, lao, rabe…» Min ç’evê xwe vekir û der-dorê xwe nihêrî: ecêbeke reşe giran — ji alîê almana ser berfê çend qeretû berbi me tên. Min lez avtomat hilda û berê wê wanda kir, çend gulle agir kirin. Bû heydade. Paşê eyan bû, wekî cesûsêd dijmin bûn, weke bîst merivî, ç’ekava xwe gîhandibûn hêwirgeha me. Me qira wan anî. Û gava her tişt seqirî, em pê hesyan, wekî qerewilê me raza bûne, haj hatina cesûsêd dijmin tunebûne.
Dêmek, wekî xewna min nîbûya, faşîsta wê qira me banîya. Û gava esker pê hesyan, wekî min çawa xewn dîtye û ez çawa hişyar bûme, gotin, wekî şîrê spî hatye pêşya min û ew bi saya wî şîrê spî xilaz bûne.
— Raste, — yekî ahil gote min û hetanî roja îroyîn jî gotina wî ji bîra min naçe, — te şeş meha şîrê bedena wê xwerye, lê şîrê dêye, ewî tu ji wê qezya giran xilazkirî û tê gelekî emir bikî.
— Hûn ber ç’evê xwe dibînin, — Nîkolay bi beşereke xweş got, — wekî ezî, şikir Xwedê, çiqasî serxweme. Kê wê bêje min devedevî hevtê salî emir kiye? Ez zûda bûme kalik, şikir hela nevîç’irkê min jî hene. Raste, kalikim, lê tu cara dya xwe bîr nakim û wexta dikeve bîra min sifet, bejn-bala wê, ku min nedîtye, tê ber ç’evê min, min tirê ez dîsa zareke tifalim ber hemêza dya xweme.
Eva ecêba han bû, wekî min xwest wera gilîkim. A, nîgara dêda surêd waye batinî jî hene. Hilbet, min derheqa vê yekêda gelekara gilî kirye. Hineke mînanî mine aqilsivik kenyaye. Lê merivê aqil, zane minra gotine, wekî tê kivşê ez bi xem razame û çawa dengê xirpe-xirpa berfê ber guhê min ketye, pêra-pêra hişyar bûme.
— Lê ya dê? — Vasîlî pirsî. Ne axir te emrê xweyî femdarda ew nedîtye? Lê ew dengê wê, wekî gazî te kir, rabe, ew çi bû?
— Şirovekirina wê yekê çetine, — Nîkolay got. — Min derheqa wê yekêda ji psîxologa jî pirsye. Hineka gotin, wekî dengê wê nava qatê ruhê minda maye, hinek ser wê fikrê bûn, wekî dema ox’irmê giranda timê merîê lape nêzîk têne xewna merya û tiştê usa dibêjin, çi ku xemê dike dilê merya. Xema te xwexweykirina te bûye — him ji dijmin, him ji sur-sermê. Heyneyse, caba wan jî ez pakî nedame razîkirinê. Her tenê wera sond dixum, ew, çi ku min wera gilîkir, qewmandina rast bû, dixwazin bawer bikin, naxwazin bawer nekin. Ez bawerim, wekî sura hizkirina dayîkê naê şirovekirinê. Ew nava ruhê medane. Tê ruhê xwe şirovekî? Ne axir dilê dayîkê ecêba dinyaêye lape mezine û hela tu kesîra li hev nehatye ser sur û sobeta wîda vebin, wî femkin, şirovekin. Xwezila min wî merivî, wekî qe na weke misqalekê karibe bin borcê dê, dilê dê derê. Bi tex’mîna min, merîê usa bextewarê lape mezinin…
Sibe îdî safî bûbû. Maşîna me gihîşte cî. Em ji maşînê peya bûn, mînanî neferê malekê me xatirê xwe ji hevdu xwest û her yek alîkîda çû.