amarikesardar
TIMA
TIMA
Du gundîê me linga ji Gumrîê tên. Yek emirda mezin bûye, yê din cahil bûye. Havîn bûye. Herdu jî birçî bûne. Nêzîkî gundê Poştê dibin. Yê emirda mezin dibêje yê cahil:
— Vî gundîda merivekî minî nas heye. Em herin mala wî, parî nan bixun, paşê herin.
Têne gund. Diçin ber derê ewî nasê xwe.
Nîvro bûye. Pez hatye de’na. Weke sed mî hewşêda bûne, çend kulfeta pez dotine. Silavê didin malxuê malê û diçine hundur. Hal-hewalê hev dipirsin, hevekî hevra qise dikin, paşê malxuê malê baxşandinê dixweze, dertê derva.
Xêlelkê şûnda kulfeteke cahil şeşe nan tîne, datîne ser text, paşê diçe dodeke terikî tijî dew dike, tîne, datîne ber wan. Piç’e-piç’a dêw bûye, tirş bûye.
Malxuê dibêje mêvana:
— De keremkin, nanê xwe bixun.
Herdu mêvan ç’evê hev dinihêrin. Yê emirda mezin dibêje yê cahil:
— Kuro, nan hûrkê.
Herdu ewqas nan hûrdikin, dikine dodê, wekî dod tijî dibe. Yê emirda mezin kevç’îê xwe orta dodêda dike, kevç’î t’îk disekine, û dibêje yê cahil:
— De rave, em herin.
Malxuê divê:
— Hûnê kuda herin? Nanê xwe bixun!
— Bira mala te şênbe, — yê emirda mezin dibêje malxuê, — hertim havînê dewê tirş mala te kêm nebe. Te anye vê havînê, vê germê ev dewê tirş danye ber me û dibêjî bixun? Malava, ev hebûna te têra gundekî dike. Te qe na bigota, bira çend hêk têkrana hêrûn, banyana ber me! Hêk jî mala teda tunebûn? Ne dora malê tijî dîk-mirîşk bûn. Tu ber çend hêka jî ketî?
— Wekî we nedixwar, çira ewqas nan hûrkire nava dêw? – malxuê bi keder gote yê emirda mezin.
— Min qestîka usa kir, wekî qe na hevekî zyanê bidim te bona tu zanibî havînê tenê dewê tirş danaynin ber mêvana, — û vegerya ser yê cahil, gotê: — Rabe, hela zûye em ji vê malê herin.
Û herdua qe na xatirê xwe jî ji malxuê nexwestin, dêrîva derketin, çûn.
Wênekêş Arif Sevinç.
PÊŞGOTIN («Em çûne aş», 2014)
XWENDEVANÊ EZÎZ!
Îro, gava ji we gelek nikarin bi zimanê dayîka xwe bixûnin û binivîsin, em dixwazin alîkarîê bidne we. Ew pirtûka, ku nha destê wedane, ji du parane: para pêşinda serhatîê bavê min, nivîskar û rojnemevan Emerîkê Serdarin, ku bi zimanê kurdî hatine nivîsarê; lê para dudada tercma wan serhatyaye bi zimanê rûsî, ku min kirye.
Çima ev berevok ji du parane? Çimkî me xwestye alîkarîê bidne xwendevanê meye biç’ûk û ne tenê yê biç’ûk bona xwendin û femkirina serhatîê bi zimanê meyî dê wanra dha hêsabe. Ez dixwazim şêwrekê bidme wan meriva, ku çetin kurdî dixûnin: wê dha rindbe pêşîê serhatîê bi zimanê rûsî bixûnin, paşê wê serhatîê bi kurdî bixûnin. Ez bawerim ewê bona xwendevana dha hêsa û hewaskarbe û ewê dha rind tex’mîn bikin serhatî derheqa çidane.
Şêwreke dinê jî: wexta têksta kurdî dixûnin, wê dha başbe bi deng bixûnin. Ewê alîkarîê bide we axavtina xweye zar pêşda bibin, ewê dha aza û bedew bikin. Ez we didime bawerkirinê – hûnê zûtirekê karibin xeberê çetin hêsa bimehînin û ne tenê têksta kurdî hêsa bixûnin, lê usa jî hêsa binivîsin û xeberdin. Ne axir zimanê nivîskarê me gelekî ferih û sadeye, bona guhê we gelekî nase usa, çawa xeberdana dê-bavê we, kalik-pîrkê we, xatî û metê we, ap û xalê we û merivê weye mayîn.
Ez gumanim, wekî wera jî wê hewaskarbe, çawa bona wan zaroka, ku hûn wêneda dibînin. Hela binihêrin ewana çawa bi guhdarîke mezin guh didine wî kalikî, ku zarokara pirtûkê dixûne.
Ez dixwazim hûn lezetê ji xwendina vê pirtûkê bistînin!
Nûrê SERDARYAN (Nûra Emerîk).
TEZEVANYA EMERÎKÊ SERDAR
TEZEVANYA EMERÎKÊ SERDAR
Sala 2014-a Yêrêvanêda berevoka nivîskarê kurd Emerîkê Serdare 12-a bi navê “Em çûne aş” hate weşandinê. Ew berevokeke edebyeta bona zarokaye hewaskar û qîmetlîye. Vê berevokêda tezevanya nivîskarê kurd ewe, wekî wêda serhatî bi 2 zimana – kurdî û rûsîne. Cîye bê gotinê, wekî serhatî dota nivîskar Nûra Emerîk wergerandine rûsî, pêşgotina berevokê nivîsye û tomerî hildayî berevok hazir kirye. Ev berevok bona xwendina ji dersxanê dere û wê alîkarîê bide şagirtê mektebê navîn bona hînbûna 2 zimana – kurdî û rûsî, usa jî wan meriva, yêd ku dixwazin van herdu zimana hînbin. A tezevanya nivîskar wê yekêdane, wekî dixwaze alîkarîê bide hînbûya bona nasya xwe bidne wan herdu zimana.
Berevoka “Em çûne aş”-da 10 serhatîê nivîskar hene. Hinek serhatî xwendevanara nasin, lê hinekê mayîn nivîskar teze nivîsîne. Berevok ji 2 parane: para pêşin serhatîê bi zimanê kurdîne, para duda – wergêra wane bi zimanê rûsî. Bona alîkarîê bidne hînbûya eva mecala pêşda hatye kişandinê: navê her serhatîkê bi 2 zimana – kurdî û rûsî hatye dayînê. Bi wê prînsîpê usa jî naverok hatye hazirkirinê û dikarin hêsa vê yanê wê serhatîê bibînin û bixûnin.
Plyûseke vê pirtûkê jî ewe, wekî ew bi şiklê delalva hatye xemilandinê û ew yek alîkarîê dide, wekî têkst bi hewaskarî bê xwendinê û qebûlkirinê. Bîna kurdîtîê ji her şiklekî tê, ew bi ruhê miletîê û bi kolorîta kurdîtîê hatine kişandinê. Kê wan şikla binihêre, wê pêra-pêra tex’mînke, wekî ew şiklê kurdanin û wanda deba kurda hatye nîşandayînê. Şikilkêş Arif Sevinçe, ku Bakûrê Kurdistanêda dijî. Ew bi dil qayîl bûye wan şikla bê pere bikişîne û pêşkêşî xwendevanê kurde biç’ûk bike.
Pêşgotina berevokêye biç’ûk heye, ew bi 2 zimanaye. Wê pêşgotinêda Nûra Emerîk çend şêwrê konkrêt dide xwendevana. Rêdaktor û korêktora vê berevokê Zera Emerîke.
Pirtûka “Em çûne aş” Emerîkê Serdar û Nûra Emerîk kîsî xwe dane weşandinê û çawa pêşkêş, bê pere mektebê gundê kurdada û cîê mayîn belakirine, li ku hînî kurdî dibin. Eva emekê wane di şuxulê pêşdabirina hînbûna zimanê dê.
Berevok 160 rûpêle. Ew ji alîê weşanxana “VMV-Prînt”-êda hatye weşandinê.
* * *
Gava temamya tîraja pirtûkê kete destê nivîskar û wergêrê, wana (nenihêrî temenê nivîskarî mezin – 79 salî) ew berevok birin çûn 11 mektebê gundê marza Ermenîstanêye Aragasotnêye kurda bela kirin. Ew pêşkêş gelekî bi dil ji alîê dîrêktorê mekteba û dersdarê zimanê kurdî hate qebûlkirinê. Xênji wê yekê, deh-deh pirtûk bi poştê şandine Moskvaê û Tbîlîsîê bona bê pere nava gelda belakin. 25 mesele jî şandine Înstîtûta Brûksêlêye kurdîra bona nava ocaxê kurdaye Avropaêye çandêda bêne belakirinê.
Nûrê SERDARYAN (Nûra Emerîk),
wergêra zimanê kurdî,
endama Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê.
ÇEND RÛPÊLÊ PIRTÛKÊ:
GELO EM GUNEKARIN?
GELO EM GUNEKARIN?
Gava min gotara xwe “Nema vekirî heval-hogirê minî surmanra” malpera xweda û Facebook-êda da weşandinê, ewê rêaksîa yekşvêtî pêşda neanî. Hinek meriva destpê kirin careke mayîn jî em — rewşenbîrê êzdî nava xayîntya miletîêda gunekar kirin. Hilbet, eva bona me tiştekî teze nîne, lê ewê, ku rewşenbîrê me gunekar dikirin, nava civaka meda merivne tezene. Ewana Facebook-ê, malperê ezdyada bi nav û femîlê xweye rast pêşda naên, navê teze datînin ser xwe, profîla wan eyan nîne, şiklê wan û cîê bûyîn û mayîna wan tu ciya tune. Ewana hîmlî ew meriv bûn û ew merivin, ku înstîtût û ûnîvêrsîtêtê peretî xilaz kirine, rûsî zanin, pirî-hindikî bêy şaşya dinivîsin, xwe nav dikin çawa rojnemevan, pêşekzanê pirsa miletîêye mezin, heleqetîê navnetewî, lê femdarya wan ji femdarya merivê nexwendî û nîvxwendî bilindtir nîne. Ewana naxwazin têderxin firqya dîn û miletîê. Lê “bedbextya” rewşenbîra wê yekêdane, wekî ewana zanin dîn çiye, miletî çiye. Ewê teze pêşdahatî rewşenbîra gunekar dikin, wekî ew çira nanivîsin û nabêjin “êzdî – miletekî başqeye, tu karê wan tevî kurda nîne, zimanê wan êzdikî zimanekî başqeye”, çawa berê digotin û hinek dibêjin, êzdî dha nêzîkî ermenya, asorya, erebanin, ne ku kurda. Hela “giregirekî” êzdya rabû got û nivîsî, wekî “em erebê spîne”. Bi gilîkî, ewana rewşenbîrê êzdya gunekar dikin, wekî çira pey nexwendya û nezana naçin, êzdya çawa miletekî başqe hesab nakin, lê pirsa miletîêda pey prînsîpê ulmî diçin û bi wan prînsîpa têne serkarîkirinê. Ew çi ku ewana bi aktîvî û bi agrêsîvî pêşda dikişînin û eger rewşenbîr wê yekêra qayîlbin, wê mala evê olkê bişewitînin, lap îzolasîa bikin, ji miletya hîmlî dûrxin û ew olk dha zû asîmîlasîa bibe û ji navberê bê hildanê. Lê şikir Xwedê, rewşenbîrê me ser wê fikrê nînin, çi ku ji destê wan tê dikin bona qewînkirina yektya miletîê û parastina dînê êzdya.
Hinek meriv, derheqa kîjanada ez dixwazim hevekî xeberdim, menya bedbextya êzdya nava rewşenbîrê êzdîda dibînin. Hilbet, nha dewraneke usane – her yek dikare derheqa her pirsekêda fikra xwe bêje. Lê sînor hene gotî neêne teribandinê, şuxul negihîje bêhurmetkirinê, şer-siltaxa. Gilî îdî gihîştye wê derecê, wekî hinekê pirî-hindikî xwendî (ew jî bi zimanê rûsî) radibin hurmeta wê artêşa rewşenbîrê kurdra dilîzin, ku cihanêda navekî gelekî bilind qazanc kirye. Gilî digihîje dereca pêkenîtîê, gava rewşenbîrê êzdya gunekar dikin, wekî “wana mektebê êzdya dane hildanê, tu navendek û mektebek pey xwe nehîştine, xênji pirs û problêma”. Xwedê qebûl neke, ew kengê mektebê êzdya hebûne, wekî rewşenbîra ew dane hildanê? Ev “şuxulkarê meye miletparêze teze” bîr dikin, wekî Sovêta berêda mekteb yê dewletê bûn, şexsa mekteb venedikirin û danedidan. Ewana usa jî “bîr dikin”, wekî bi saya hereketê rewşenbîrê meye zimanê me ewqasî temiz hatye xweykirinê, edebyet û çanda me ewqasî pêşda çûne. Merî gotî şîrhelalbe, bêşêkirîê neke. Wekî xebata kirî qîmet nakî, qe na nux’san jî neke! Wan rewşenbîra hîmê edebyeta meye teze danîn, ku nava dîroka edebyeta temamya kurdada êtapeke teze û berbiç’eve. Wana hîmê têatra, prêsa, radîoa kurdê Sovêtê danîn, kadr hazirkirin, usa kirin, wekî Ermenîstan wî çaxî bû naveka çand, edebyet û ulmê kurda. Rewşenbîrê me ne mînanî evan bêşêkra mala xweda kurdî xeber didan, navê zarokê wan kurdî bû, şayî û dewetê xwe bi cûrê miletîê derbaz dikirin, wan şayada her tenê sazbendya miletîê dihate bihîstinê, wextê şîna jî şîn bi cûrê miletîê dihatne kirinê bi tevgelya şêxa, pîra… Bi gilîkî, wan rewşenbîra jiyana xwe usa didane sazkirinê û derbazkirinê, çawa xusûsîê miletîê dixwazin.
Lê nha em çi dibînin? Pareke êzdîê Ermenîstanê, Gurcistanê, Rûsîaê dînê xwe guhastine, çûne ser dînê xaçparêzîê (xrîstîana). Ermenîstanêda wanra dibêjin “havatasyal”, yanê xwedênas. Tê bêjî em ne xwedênasin, her tenê ewana xwedênasin! Ewana her cûre erf-edetê miletîê dane alîkî, her tenê pey tradîsîaê xaçparêzîê diçin. Tu dikarî mala rewşenbîrê êzdîda şiklê Melekî Tawis, Lalişa Nûranî, Xatûna Ferxan û yêd mayîn bibînî. Lê mala “havatasyalada” tê tenê îkona, şiklê Xrîstos, Marîamê û pêxemberê wan bibînî. Hela serda jî xaç stûê xweda darda dikin, eyd-erafatê xrîstîana bi aktîvî derbaz dikin, hertim diçine dêra… Hevalekî minî sûrman heye, ku nha Qazaxstanêda dijî, minra gotye, wekî şiklê Melekî Tawis û Lalişa Nûranî fêza serê xweda dardakirye, û ewî xwexwa minra digot: evin sîmvolê dînê meyî miletîêyî eynsî.
Merî ecêbmayî û zendegirtî dimîne, wekî hetanî roja îroyîn tu kesekî, tu şêx, pîrekî, tu tirêqekî wan “havatasyalara” pirseke sar negotine, nedane rûê wan, wekî pêşîê me bona parastina dînê êzdya bona xweykirina dîn ji Şengalê koç kirin, hatine ketine bin bandûra Rûsîaê. Lê roja îroyîn, gava îdî sedsalya 21-ye, welatê Sovêta berêda tu kesek hukumî ser te nake dînê xwe biguhêzî, pareke êzdya bi rezadilî dînê xwe guhastye û bûye dijminê rewşenbîrê êzdya. Tiştê hewaskar ewe, wekî hela serda jî xwera dibêjin “em êzdîne”. Qîzeke me gotarek nivîsî bi vê sernivîsarê: “Bêy dînê êzdya êzdî tunene!” û malperekêda da weşandinê. We bidîta ewan “havatasyala” çi heytehol bilind kirin!.. Eva îdî bira bimîne ser îsafa wana.
“Havatasyal” rewşenbîrê êzdya gunekar dikin, wekî ewana wextêda giva pey dînê êzdya ketibûn û çi ku dînra girêdayî bû, dixeniqandin. Ewana bîr dikin, wekî Sovêtêda atêîzm hukumdar bû. Ez xwexwa weke 50 salî rojnema “Rya teze”-da xebitîme. Ez zanim, wekî wî çaxî çawa bû. 2-3 meha carekê Komîtêa navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanê hesabdayîn ji rêdaksîaê dixwest, çika me derheqa pirsê atêîzmêda çi nivîsye. Tê bîra min, nava ewqas salada me her tenê 2 gotar derheqa 2 merivê konkrêtda nivîsîn: yek derheqa şêxekî netêda (“Mirîdê min, lê ne mirîê min”), ya dinê derheqa koç’ekekêda bû (“Koç’eka derewîn”). Wî çaxî prês-byûro hebû. Car-cara gotarê atêîstîê wê cêrgêda hebûn. Me ew gotar tercmeyî kurdî dikir (ku bi tu tiştî dînê mera nedihatine girêdanê) û rojnemêda diweşand, bi wî cûreyî bersiva Komîtêa navendî dida. Nava ewqas salada naê bîra min, wekî me pirseke sar derheqa dînê meda nivîsîbe.
Van dawya yekî bersiva wê gotara mine jorgotî dabû û berzeq-berzeq pirs dabû min: 10 sala pêşda, gava Îraqêda zor didane aktîvîstê êzdya, ez kîderê bûme û çima min dengê xwe nekirye? Ez çiqas zanim, ne 10 sala pêşda, ne jî 20 salî pêşda Kurdistana Îraqêda tu kesekî zor nedaye aktîvîstê êzdya (ka aktîvîstê êzdya hebûn, wekî zor bidanaê?) Paşê ew xwexwa dewsa nevîê min tê, bi tona bêhurmetkirinê minra dinivîse. Belengazî ka haj pê heye, wekî nava 50-salya şuxulkarya xweye nivîskarîê, rojnemevanîê, civakî min çi kar kirye? Min xwest bizanibim eva kîye. Min profîla wî vekir, sifetê wî tunebû, ne jî serpêhatya wî hebû. Paşê ez pê hesyam, wekî ew bi 3-4 nava pêşda tê û tu yek navê wîyî eslî nîne. Ew çira ji navê xwe disilike û ditirse sifetê wî bê kivşê? Ez sedî sed bawerim, wekî ew “havatasyale” û nivîsarê wîda bîna goma Ezîzê Emer tê. Ew berzeq-berzeq minra dibêje ez bûme lêpokê (marîonêtkê) kurdê surman. Ezê gelekî bextewarbim, wekî bibim lêpokê wekîlê miletê xwe, lê ne ku mînanî wana bibim lêpokê Qezeros, Karapêt, Hovhannês, Îvan, Vasîlîy, Kîrîl, Şalîko, Valîko, Datîko û yêd mayîn. Xewna lape xirabda jî ez nikarim tex’mînkim, wekî herçar nevîê min (Zozan, Şêrzad, Leylê, Mîdîa) dikarin îznê bidne xwe merivê çaxê minra usa berzeq-berzeq xeberdin yanê binivîsin. Eva yeka ji eslê merya, terbetdarya wane malê û derdora tê.
Telebextra, gilî ne tenê derheqa mindane. Ewê teze rabûne usa bêmerîfet, berzeq-berzeq derheqa wekîlê miletê meye mayîne navdarda jî dinivîsin. Mesele, derheqa Zêlîmxan Mûsoêvda. Em kubarin, wekî yekî mînanî wî dêpûtatê parlamênta Rûsîaêye, merivekî Rûsîaêyî dewlemende. Wexta van axirya şipûk hate ser êzdîê Şengalê, ewî û birê xwe Amîrxan bahê mîlîonek dolarî zêdetir alîkarî şandin seba şengalya. Xênji wê, bi navçîgarya wî hukumeta Rûsîaê alîkarî da şengalya. Rewşenbîrekî meyî usayî navdar, çawa Kinyaz Mîrzoêve dîsa bû nîşangeha yeke nîvxwendî. Ew jî ew Kinyaz Mîrzoêv, yê ku mêdala zêrîn ji destê lîdêrekî dinyaêyî seyasetîê, dewletêyî nhayî navdar, prêzîdêntê Qazaxstanê Nûrsûltan Nazarbaêv stend, akadêmîke, doktorê ulmê fîlologîê, profêsore, serwêrê kafêdra zankoa Alma-Ataêye dewletêye, serkarê olka kurdê Qazaxstanêye. Yekî mînanî Yûrîy Nabîêv jî, ku xebateke seyasetîê-civakîye ewqasî mezin dike, xwendevana pê dide hesandinê derheqa şerkarya kurdaye miletîê-azadarîê, rewşa wane nha temamya cihanêda, bûye kelemê ber ç’evê wan.
Min çawa îdî gotye, îlahî Ermenîstanêda nava pareke êzdyada tradîsîaê miletîê hatine hildanê. Ewana navê miletîê danayînin ser zarê xwe. Navê wane hizkirî Pox’ose, Pêtrose, Armêne, Armînêye, Narînêye, Yêkatêrînaye (lê ne ya 2-a!), Nataşaye (gelo ewana zanin, wekî kûrortê Tûrkîaêda derheqa xudana vî navîda çi dibêjin?)… Lê navê zarokê rewşenbîrê êzdya himlî hane: Zerê, Zînê, Nûrê, Mîdîa, Zoro, Tîtal, Karê, Cemal, Miraz û yêd mayîn. Hûn tex’mîn dikin firqya rewşenbîra û “havatasyala” çiqase? Gelek êzdîê Ermenîstanê û Gurcistanê, ku çûne Rûsîaê, îlahî Moskvaê, gava şayî, dewetê xwe dikin, hîmlî sazbendya ermenya, gurca, rûsa diqedînin. Ewana, “havatasyal” malê xweda her tenê ermenî, gurcikî û rûsî xeber didin, tê bêjî kurmanî bavê wan kuştye.
Telebextra, nîvê êzdya, çawa Ermenîstanê, Gurcistanê, Rûsîaêda, usa jî Kurdistana Îraqêda dibêjin “em ne kurdin”. Hinek êzdîê Şengalê digotin “em erebin”. De bav-birê wane ereb çi anîne serê wan! Kê hate hewara wan, kê pêşberî wan faşîsta kire şer, xûn rêt, korîdor vekir, pareke êzdya ji xezakirinê azakir? Ew kurdê surman nîbûn? Ewana çira naxwazin vê yekê bibînin? Her tenê bin mîkroskopêda tiştê biç’ûk digerin, dibînin û mezin dikin. Nha kê alîkarîê dide penaberê êzdya çawa Îraqêda, usa jî Tûrkîaêda, Sûrîaêda? Ez îdî nabêjim derheqa wê alîkarîêda, ku ji Avropaê, Kurdistana Rohilatê, welatê Sovêta berê çi ji alîê kurdê êzdî, usa jî kurdê musulman tê. Kê naxwaze vê yekê bibîne, yan kore, yanê jî dijminê qane-qane.
Min wê gotarêda nivîsîbû, wekî agêntîê dinyaêye înformasîon, têlêvîzîon, radîo, rojneme, kovar – gişk bi yekdengî derheqa êzdîê Şengalêda dinivîsin “kurdê êzdî”. “Havatasyalek” derkete dijî vê gotina min û dibêje: “Her tenê serkanîê rûsa û kurda evê têrmînê didine xebatê, lê yê mayîn gişk dibêjin “ezdî”. Nizanim, ew cahil çiqas haj wê yekê heye, wekî United Press, Associated Press, Reuters, France-Presse û yêd mayîn ew têrmîn çawa dane xebatê. Çiqas ez zanim, zanebûnê wîye ewqasî mezin tunene, wekî haj temamya prêsa dinyaê hebe. (Min rê têra nedît bersiva wî bidim, çimkî ew ne layîqî wê yekê bû û dewsa nevîê min dihat, radibû usa berzeq-berzeq minra dinivîsî).
Dawîêda dixwazim meseleke ha bînim. Tê bîra min çend sala pêşda ez çûme bajarê Hoktêmbêryanê. Navenda bajêrda gelek meriv berev bûbûn. Min dîna xwe daê: du merî dikine şer. Yek weke ç’yakî, yek jî kinik. Minra gotin, wekî ewê weke ç’yakî êzdîye, ewî kinik jî ermenîye. Min dît ewî kinik çawa banzdida ewî êzdî dida ber sîla û kulma. Lê ewî êzdî qe destê xwe ber xwe hilnedida, tu tepek nedavîte ewî ermenî. Xulese, merî ketine ortê û ewî ermenî ji wî dûr xistin. Ewî êzdî hilda ha got: “Ax, bira tu êzdî bûyayî, min zanibû çi tanî serê te…” . Em her tenê hevdura xurtin. Nha ya me û wan “havatasyala” û yê mînanî wan haye: naxwazin rewşenbîrara hesab rûnên, hela wana nux’san dikin, gele gilî-gotinê netê derheqa wanda bela dikin. Lazime bê gotinê, wekî kurdê musulman dha gelekî qedrê rewşenbîrê êzdya digrin, ne ku êzdî xwexwa qedrê rewşenbîrê xwe digrin. Ê, cimeteke wekî naxwaze pey rewşenbîrê xwe here, wê bikeve roja îroyîn û roja Şengalê. Ez nizanim paşeroja wê cimetê wê çawabe.
Emerîkê Serdar.
Yêrêvan,
11.10.2014.
NEMA VEKIRÎ HEVAL-HOGIRÊ MINÎ SURMANRA
NEMA VEKIRÎ
HEVAL-HOGIRÊ MINÎ SURMANRA
Hevalê ezîz!
Ez konkrêt navê te nanivîsim, çimkî şikir Xwedê vê gavê merivê mînanî te xweyê femdarya miletîêye bilind nava meda gelekin û ez nikarim konkrêt tenê navê te hildim. Ez zanim, tu jî mînanî min bona derd-kulê miletîê bêtabetî. Lema jî min biryar kir evê nemê bi navê abstrakt tera bişînim û ez bawerim tê min rast fem bikî, zanibî çi tabetîê nade ruhê min. Gele tişt tabetîê nade ruhê min! Lê vê carê ezê tenê derheqa çend hebada binivîsim.
Çawa tu zanî, ez dînê xweva êzdîme, miletya xweva kurdim. Tu jî dînê xweva surmanî, miletya xweva kurdî. Dêmek, em du ewledê miletekîne, her tenê bi firqya dîn. Derd û kulê me tomerîne û ezê îro te pê bidme hesandinê, wekî ez alîê moralêda çi rewşêdame.
Şikir roja îroyînra, wekî nava meda merivê xweyê femdarya miletîêye bilind bi mîlîonanin. Şedetîke wê yekê tragêdîa Şengalêye. Çawa kurdê êzdî, usa jî kurdê surman û xweyê dînê mayîn evê tragêdîaê hesab dikin çawa tragêdîa xweye şexsî. Şedetya wê yekê ew axavtinê radîoê, têlêvîzîonê, gotarê rojneme û kovaranin. Gava tu axavtina kurdê musulman derheqa tragêdîa Şengalêda dibihêyî, kela girî dide qirka te, wê axavtinêda çiqas dilşewatî, berxweketin heye. Te tirê ewê diaxivin xwexwa nava wê tragêdîaêda bûne û ewê hesab dikin çawa ya xweye şexsî. Eva nîşana femdarya meye miletîêye bilinde, ku tu cara nava dîrokêda usa nîbûye. Eva usa jî şedetya wê yekê dide, wekî rizgarkirina gelê me dûr nîne, wekî yekîtya me kefîltya wê yekêye.
Tragêdîa Şengalê bûye tragêdîa temamya gelê me. Gelê me kîderê dimîne – Bakûr, Başûr, Rojhilat, Roava, Avropa, Sovêta berê, Amêrîka – destê xweyî alîkarîê dirêjî Şengalê dike. Merî nikare bê berxweketin wê yekê bixûne, wekî Rojava, ku wedekî dirêje ketye bin derbê îslamîsta, gele ciya dorpêckirîye, alîkarîê Şengalêra dişîne. Ermenîstana biç’ûk anegorî qewata xwe alîkarî şand êzdîê Şengalêra. Lê Gurcistanê koma penaberê Şengalê qebûl kir. Gava min pê radîoê bihîst, çawa kurdekî musulman got, ku çend sala Sulêymanîêda maye û gava pê hesyaye derheqa tragêdîa Şengalêda, her tişt hîştye û çûye hewara êzdîê Şengalê, ez hatime bawerkirinê, wekî eva mileta zû-zû ji rûbarê dinyaê naê hildanê.
Temamya agêntîê dinyaêye înformasîon, têlêvîzîon, radîo, întêrnêt, rojneme, kovar û yêd mayîn gişk dibêjin “kurdê êzdî”. Her tenê çend serhişkê me evê têrmînê qebûl nakin, dibêjin êzdî miletekî başqeye û ser vê yekê dilîzin, cîê vikî-vala xwe rêklam dikin.
Çawa tu zanî, civaka êzdya civakeke tenge. Hetanî roja îroyîn jî nava êzdîê Başûrda tu rêxistineke civakî, seyasetîê tunebûye. Çawa dibêjin, ew civak nerêxistinkirî bûye. Û dijmina ew yek dane xebatê. Nehîştine civaka êzdya bi saya ewledê xweye xwendî, zane pêşda here. Yê mînanî Seddam Husêyîn û yêd mayînra dest dida, wekî civaka êzdya hema wî cûreyîbe. Lê borcê partîa û rêxistinê Başûr, ku îdî şikir xweyê dewletêne, ewe, ku guhdarîê bidne ser civaka êzdya û qewla sazkin bona pêşdaçûyîn û gulvedana wê. Van axirya deng têne bihîstinê, wekî wexta Kurdistana Başûr serbestîê dest bîne, lazime avtonomîaê bidne êzdya. Ez vê fikrêra sedî sed qayîlim. Lazime! Vê derecêda cêribandina Sovêta berê dikare alîkarîê bide me. Em mesela Gurcistanê bînin. Wêderê heye avtonomîa acara (paytextê wê Batûmî). Acar xwexwa eslê xweva gurcin, lê dînê xweva başqene – ne xaçparêzin (xrîstîanin), surmanin. Ya me jî dikare usa be – avtonomîa êzdya gotî nava teşkîla Başûrê Kurdistanêdabe. Lê bona wê yekê berî her tiştî lazime qewil bêne sazkirinê, kadr bêne hazirkirinê, xebata tivdarekdîtinêye mezin bê kirinê. Û evê bibe kefîltya xweykirina dînê êzdyaye qedîmî, ku dînê kurdayî miletîêyî kevnare. Gelo badilhewa bû, wekî DAÎŞ-a berî her tiştî Şengal zevt kirin, çimkî zanibûn, wekî Şengal koka kurdîtîêye hîmlîye. Ewana dixwestin berî her tiştî ewê kokê bibirin. Lê şikir Xwedê, partîa, rêxistin û gelê me eva yeka zû tex’mîn kirin û pêşya wê decalya DAÎŞ-a girtin.
Lê tiştekî mayîn tabetî nade mêriv. Partîa, rêxistinê me hatine hewara êzdya, korîdor vekirine, wekî gele êzdî ji decalya îslamîsta birevin, herin Rojava, Bakûr, Başûr. Eva, hilbet, layîqî pesnandinêye. Lê tu berxwe dikevî, gava dibînî, wekî hinek partîa û rêxistin dixwazin ewê parastina êzdya bikne ser navê xwe. Raste, wê pirsêda wekehevî tune, hinek partîa gele tişt kirine, lê yê mayîn kêm kirine, lê eva yeka nîşan nade, wekî ser vê yekê bilîzin û qalê seyasetîê qazanckin. Eva mînanî çiye, wekî van axirya navbera çend partîa û rêxistinê meda şerê înformasîon fire bûye, wekî ala kê bibe sîmvola şerkarya Şengalê? Ew huceta navbera partîaê meda gîhandye wê yekê, wekî korîdora, ku ji Şengalê hatibû vekirinê, wedelî bê girtinê. Bi tex’mîna min, ala tu kesî gotî nebe sîmvola wê yekê. Sîmvola wê gotî ala Komera Mêhabadêbe çawa sîmvola sazkirina dewleta kurdaye pêşin.
Eyane, şerkarya partîaê seyasetîê ewe, wekî dîwanê destxin. Ew jî wan welatada tê kirinê, li ku serbestî heye û dewleta miletîê heye. A vêderê navbera partîada şerkarî tê kirinê bona dîwanê destxin. Lê welatekî mînanî welatê me, ku bindeste, bin qolê zevtçyadane, borcê partîaê meye seyasetîê ewe, ku hereketê xwe bikne yek bona gelê xwe ji zêrandinê azakin û welatê xwe rizgarkin. Me eva yeka bîr kirye, partîaê me nha dijî hev şerekî berk dikin, tê bêjî dijminê hevin. Bi saya Partî Dêmokratî Kurdistan û lîdêrê wêyî nemirî Mistefa Barzanî Başûrê Kurdistanêda şikir îdî dewleta kurda heye. Bi saya serê Partîa Karkerên Kurdistanê Bakûrê Kurdistanêda bi mîlîona kurd hişyar bûne, xwe nas kirine, û nha ç’ûk û mezin rabûne şerkarîê dikin bona mafê xweye miletîê. Min nedixwest, wekî navbera van herdu partîaê meye seyasetîêye mezinda dutîretî, dilsarî hebûya. Gava ev herdu partîa bigihîjin hev, dikarin gele pirsê meye miletîê safîkin. Mecaleke wê yekê jî konfêransa netewîye, ku em bêsebir hîvya derbazkirina wêne.
Min nedixwest, wekî navbera wan partîada dilsarî hebûya, çi ku dijminra dest dide. Lê, telebextra, gele cara em ji ç’îzê derdixin. Te lênihêrî ç’êlekdoşekê, pezdoşekê, şivanekî yanê gavanekî, qewlî Cegerxwînva, prolêtarekî, pê têlêvîzîonê yanê radîoê bêetb partîak yanê serkarê wê bêhurmet kir. Ewê diaxivin, ne jî ewê, ku axavtina wan bona êfîrê amade dikin, nafikirin, wekî derecê wan başqe-başkene. Rind tê bîra min, Sovêta berêda usa bû. Wexta akadêmîk Andrêy Saxarov derdiket dijî seyasetya Sovêtêye wî çaxî, ç’êlekdoşa û gavana pê têlêvîzîonê hiltanîn jêra digotin: “Tu badilhewa nanê me dixuyî”. Wî merîra digotin “Tu badilhewa nanê me dixuyî”, yê ku ç’eka lape zulm – bomba avzaê (vodorodnîy) da Sovêtê…
Me jorê got, wexta Kurdistana Başûr serbestîê dest bîne, lazime avtonomîaê bidne êzdya. Civaka êzdya nava dîrokêda civaka lape zêrandî bûye û ew zêrandin hetanî rojê me jî dom dike. Kurdistanêda êzdîk nikare çayxanekê veke, çimkî ewê kar neke – tu musulmanek naçe wê çayxanê. Çimkî surman nanê destê êzdya naxun. Nanê destê şuletê dixun, lê nanê destê êzdya naxun. Kurdistanêda bêxebatî nava êzdyada dha geleke, ne ku nava kurdê surmanda, çimkî xweyê karxanê dha zû kurdê musulman hiltîne ser xebatê, ne ku êzdya. Dîwan jî guhdarya lazim nade ne ser rewşa êzdyaye abûrî, ne jî ya çandî. Û badilhewa nîne, wekî merivê xwendî nava êzdîê Başûrda (û ne tenê Başûrda) gele kêmin. Ez îdî nabêjim derheqa dibistana, kolêca, zankoada. Gele ciya li Başûr, Bakûr êzdyara hesab rûnanên, lo wana hela merî jî hesab nakin. Hilbet, kesek naxwaze, lê eva yeka dikare bigihîne tragêdîaê mînanî tragêdîa Şengalê. Lê gava gilî tê ser edebyet, çand û zanyarya kurdê Sovêta berê (li Ermenîstanê, Gurcistanê), kurdê Bakûr û Başûr berî her tiştî bi kubarî navê şayîr, nivîskar û zanyarê êzdîê vandera didin û bi wana kubar dibin.
Surmanê radîkal êzdya jî hesab dikin çawa kafir. Eyane, wan miletara dibêjin kafir, yê ku ne musulmanin. Êzdî jî musulman nînin. Dogmake musulmanê radîkal jî ewe, kê gele kafira bikuje, wê dha zû here buhuştê. Û badilhewa nîbû, wekî Şengalêda ewqas êzdî hatine qirê, qîz û bûkê cahil birin xwera kirine jin yanê bazarada firotin. Lê êzdîê, ku musulmanî qebûl nekirin, serê wan jêkirin. Radîkalîzma DAÎŞ-a gihîştye wê derecê, wekî yekî înglîs, ku musulmanî qebûl kirye, serê rojnemevanekî emirkanî xaçparêz jêdike.
Nava civaka me, kurdada, êzdî dha gelekî hatine zêrandinê, ne ku wekîlê olê mayîn – kakaya, elewya, xaçparêzya. Dibe menî ewe, wekî ev olê hanê dha dereng nava kurdada pêşda hatine, ne ku ola êzdya?
Xulese, biraê hêja! Min derheqa çend derd û kulê meda tera nivîsî, lê ewana dha gelekin. Û ne lazime gişta bidî rêzê. Her tenê lazime destê xwe bidî ser birînê, wekî karibî paşê ewê qenckî. Qenckirin jî ne tenê borcê êzdyaye, lê usa jî borcê temamya gelê me, partîaê me û rêxistinê meye. Em bi wê gumanê bijîn, wekî rojekê dha zû ev problêmê bêne serrastkirinê.
Bi silava,
Emerîkê Serdar.
Yêrêvan.
12.09.2014
SED KORANÎ, BABAÊ BIRA…
SED KORANÎ, BABAÊ BIRA…
Dibêjin, Babaê Keleş, ew rewşenbîrê bi herfa mezin, ew camêr û xêrxwaz çûye rehmetê. Dibihêyî û bawer nakî, çimkî 2 roja berî mirinê min jêra têlêxist û me xeberda (wexta bona nexweşîê Baba hate Yêrêvanê, bawer bikî herro min bi têlê jêra xeberdida). Dengê wî gelekî xweş bû û bi şabûn minra got, wekî rewşa wî başe. 2 roja şûnda beseke waye nebixêrîê bela bû. Tu nikarî wê besê bawer bikî, çimkî nava temamya salê hevaltya meda her tenê xweşî, hevaltî û biratî hebûye! Û îro dawî wan hemû tişta hatye. De were vê yekê bawer bike! Bi çi dilî tê bawer bikî, gava Baba çûbû xerîbîê dîsa me bi têlê timê hevdura xeber dida û em baş haj hevdu hebûn. Lê nha ew gişt bûne dîtina qiyametê.
Birê ezîz, Babaê bira! Tê bibaxşînî birê xwe, wekî nikare bê tevî şîna te bibe, xatirê xwe ji te biuxwaze. Mala felekê bişewite, ewê usa kirye, wekî ez îro nikarim bêm cara dawîê heval û hogirê xweyî hizkirî bibînim û xatirê xwe jê bixwazim, çimkî sax’lemya min mecala wê yekê nade…
Sala 1974-a bû. Gava ştatê rêdaksîaê zêde kirin, merivê pêşin, ku bi hizkirin hate teglîfkirinê bê rêdaksîaêda bixebite, Babaê Keleş bû. Temamya xebatkarê rêdaksîaê hela wî çaxîda qedrê Baba zanibûn, jê hiz dikirin. Ew jî bi saya wan gotar û serhatîê wîye bi zimanê ermenî bûn, ku rojnema zankoêye ermenîda neşir dibûn. Ew gotar û serhatî usa jî bi zimanê kurdî rojnema “Rya teze”-da çap dibûn. Çawa dibêjin, ew bona rêdaksîaê îdî kadrekî hazir bû. Ewî 25 sala rojnemêda kar kir, emekekî mezin kire nava şuxulkarya rojnemê him çawa tercmeçî, serkarê parê û him jî çawa katibê cabdar. Ew bi hizkirin hatibû teglîfkirinê, lê ne mînanî hinekê mayîn, ku bi şer-şiltaxa, bi şikyata hatin rêdaksîaêda xebitîn.
Û gava berevoka serhatîê wîye pêşin “Nîşanî” sêksîa nivîskarê kurdada hate enenekirinê, bawer bikî gişka, kê xeberda, qîmetekî mezin dane wê berevokê û spartine min, ku ez rêdaktorîê lê bikim. Min bi hizkirin ew xebat kir û ew berevok sala 1983-a bi tîpê kîrîlî Yêrêvanêda hate weşandinê. Hema wê salê jî ew berevok usa jî Avropaêda bi tîpê latînî hate weşandinê. Telebextra, pey wêra Baba gele tişt nivîsîn, lê mecala weşandinê tunebû. Ez zanim, îro arxîva wîda gele şiêrê bêqusûr, serhatîê delal hene, lê nehatine weşandinê. Ewî usa jî romaneke dîrokî nivîsye û destnivîsara wê mala wîda tê xweykirinê. Borcê bira-pismama, xêrxwaza, qedirgirê merîfeta Babaye efrandarîê ewe, wekî wê mîratê xweyî derên û ewê raberî xwendevana bikin. Evê bibe heykelekî layîq bona bîranîna Babaê Keleş.
Babaê Keleş xatirê xwe ji me xwest çû. Lê bîranîna wî wê heta-hetayê dilê meda bimîne, çimkî ewî bi merivhizî, milûkayî, saya serê terbetdarya xweye malêye qenc, talanta nivîskarîêye geş ew yek qazanc kirye. Sed heyf, sed koranî bona Babaê bira, bona wê zyana mezin, ku ewî bêhemdî xwe gîhande edebyet, çand û rojnemevanya me.
Bi dilekî kovan,
Emerîkê Serdar.
Yêrêvan,
11.09.2014
GOTAR: salê 2010-ê
Salê 2010-ê
RÊPLÎKA DERHEQA KURDA LI PANTÊONÊ YÊRÊVANÊ (2016)
Van dawya îdî bûye edet bona navê yekî bilindkin, dibêjin giva filankesê me pantêona Yêrêvanêda hatye definkirinê. Lê rastî ewe, ku her tenê EREB ŞAMÎLOV (EREBÊ ŞEMO) pantêona Yêrêvanêda hatye definkirinê… Virhada bixûne.
GELO EM GUNEKARIN? (2014)
Gava min gotara xwe “Nema vekirî heval-hogirê minî surmanra” malpera xweda û Facebook-êda da weşandinê, ewê rêaksîa yekşvêtî pêşda neanî. Hinek meriva destpê kirin careke mayîn jî em — rewşenbîrê êzdî nava xayîntya miletîêda gunekar kirin. Hilbet, eva bona me tiştekî teze nîne, lê… Virhada bixûne.
SED KORANÎ, BABAÊ BIRA… (2014)
Dibêjin, Babaê Keleş, ew rewşenbîrê bi herfa mezin, ew camêr û xêrxwaz çûye rehmetê. Dibihêyî û bawer nakî, çimkî 2 roja berî mirinê min jêra têlêxist û me xeberda… Virhada bixûne.
KURT DERHEQA HATINA MISTEFA BARZANÎDA LI ERMENÎSTANÊ (2014)
Derheqa hatina Mistefa Barzanî li Ermenîstanê van dawya gele nerastî têne gotinê. Hinek dixwazin bi saya serê navê Barzanê navê xwe jî bilindkin û nîşan bidin giva ew jî tevî wê qewmandina dîrokî bûne. Lê ew usa nîne. Ez dixwazim rastya dîrokê bînime ortê. Rastî jî ewe, wekî derheqa hatina Barzanîda înformasîa rast her tenê Mîroê Esed dida… Virhada bixûne.
AXAVTINA EMERÎKÊ SERDAR DERHEQA Ç’YAÊ AGIRÎDA
(Êtyûd-êkspromt wextê kişandina filma derheqa kurdê êzdîda li Ermenîstanê) Virhada bixûne.
DERHEQA ÇEND ERF-EDETÊ MEDA, KU EYDA (CEJNA) XIDIRNEBÎRA GIRÊDAYÎNE (2014)
Ez dixwazim vê carê derheqa çend erf-edetê meda, ku hîmlî bal êzdîê Ermenîstanê û Gurcistanê hatine xweykirinê (xênji yekê), û ew roja eyda (cejna) Xidirnebîda têne derbazkirinê. Telebextra, ji wan erf-edeta yek bawer bikî bi temamî hatye bîrkirinê. Gilî derheqa KOSEGELDÎDANE… Virhada bixûne.
KURT DERHEQA HATINA MISTEFA BARZANÎDA LI ERMENÎSTANÊ
KURT DERHEQA HATINA
MISTEFA BARZANÎDA
LI ERMENÎSTANÊ
Derheqa hatina Mistefa Barzanî li Ermenîstanê van dawya gele nerastî têne gotinê. Hinek dixwazin bi saya serê navê Barzanê navê xwe jî bilindkin û nîşan bidin giva ew jî tevî wê qewmandina dîrokî bûne. Lê ew usa nîne. Ez dixwazim rastya dîrokê bînime ortê. Rastî jî ewe, wekî derheqa hatina Barzanîda înformasîa rast her tenê Mîroê Esed dida. Lema jî ez her tenê ser gotinê wî hîm dibim. Ezê jêrê derheqa wê yekêda dha hûrgilî binivîsim.
Gulana sala 1956-a mêrxasê kurdayî miletîê Mistefa Barzanîê lêgêndar ne bi resmî hate Ermenîstanê (binihêre pirtûka Mesûd Barzanî “Mistefa Barzanî û heja kurdaye azadarîê (salên 1931-1961-ê)”, bi zimanê rûsî, Sankt-Pêtêrbûrg, s.2005-a, rûp.183). Wî çaxî hatina wî nehate propagandakirinê, çimkî Sovêtê nedixwest navbera wê û Îraqê xirabbe. Lema jî hatina wî dizîkava bû. Xebatkarekî Komîtêa navendî ya kompartîa sovêtê rêberya wî dikir. Yêrêvanêda katibê Komîtêa navendî ya partîa komûnîstê Ermenîstanêyî duda Margaryan, Mêrxasê Yekîtya Sovêtê Semend Sîabandov, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî avtotransportê Nado Maxmûdov Ermenîstanêda rêberya wî dikirin. Wî çaxî rojnema “Rya teze” hesab dibû organa Komîtêa navendî ya partîa komûnîstê Ermenîstanê. Lema jî berî her tiştî Mistefa Barzanî bi rêberya hevalê jorgotî bû mêvanê rêdaksîa rojnema “Rya teze”, rêdaktorê kîjanî wî çaxî Mîroê Esed bû.
Çawa eyane, ez gelek sala rojnema “Rya teze”-da bi serkarya Mîroê Esed xebitîme, weke 20 salî cîgirê wî bûme û navbera me gelekî xweş bû, me derheqa gelek pirsada xeber dida, fikir pevduguhastin. Mîroê Esed merîkî usa bû, ku tu wexta qelpî û dirûtî nedikir, çi ku hebû, usa jî digot. Ewî derheqa hatina Barzanî û rêberê wîda gelekî minra gotye. Min xwexwa M.Barzanî nedîtye. Ez wî çaxî xwendkar bûm. Ew çi ku ezê jêrê bêjim, gişk gotinê Mîroê Esedin û ez sedî sed ji gotinê wî bawer dikim.
Cara pêşin Mistefa Barzanî hate rêdaksîa rojnema “Rya teze” û rastî xebatkarê wê hat. Wextê wê rasthatinê xênji xebatkarê rojnemê usa jî wekîlê Komîtêa navendî ya partîa komûnîstê Sovêtê, katibê Komîtêa navendî ya partîa komûnîstê Ermenîstanêyî duda Margaryan, Semend Sîabandov û Nado Maxmûdov hazir bûn. Hema wextê wê rasthatinê hate qirarkirinê, wekî ji alîê rêdaksîaêda Karlênê Çaçanî jî rêberya wî bike, ku wî çaxî serwêrê p’ara rêdaksîaê bû.
Pêşîê Mistefa Barzanî nava Yêrêvanê gerya, çû sûka sergirtî, sûcûxa şîrin tem kir, lê xweş hat, kulfeteke ermenîye navsere, ku sûcûx difrotin, zorê şirdanek da M.Barzanî.
Berî her tiştî Mistefa Barzanî û rêberê wî çûne nehya Aparanê gundê Cercerîsê. Rex gundê Elegezê avtya wane merivbir dikeve nava herîê û dikin-nakin nikarin wêya ji wira derxin. Lema jî avtya kolxoza gundê Cercerîsêye barbir tînin, şofêrê kîjanê Elîê Cimo bû, Mistefa Barzanî dikeve kabînkê, rêberê wî dikevne kûzovê û diçine Cercerîsê. Wêderê dibine mêvanê mala sedrê kolxozê Lêvon Grîgoryan. Paşê Mistefa Barzanî dertê derva û dinihêre, wekî avayîkî biç’ûk wêderêye. Xwexwa diçe dikeve hundur, dibîne pîrek rûniştye gora çêdike. Pîrê ber radibe û dixwaze jêra hurmetê bike. Barzanî nahêle, her tenê çeqilmastekê dixwaze.
Gava vedigerin tên, nava Elegezê gundî pêşya avtya wî digrin. Barzanî ji avtîê peya dibe. Gel her çar alya dikine gazî: “Her bijî Barzanî!” Barzanî gelra xeber dide. Wî çaxî Egîtê Xudo, ku dîrêktorê mekteba gunde navîn bû, tê nêzîkî Barzanî dibe. Nasya xwe dide Barzanî. Gava Barzanî pê dihese Egît çi xebatê dike, gundya û Egît digotin, wekî Barzanî Egîtra gotye: “Hûn vêderê kadra hazirkin, yê têkin şer Kurdistanêda gelekin”. (Paşê yekî qe Barzanî nedîtye, ne jî hazirkirina kadrava mijûl bûye, eva yeka kire ser navê xwe, giva Barzanî usa wîra gotye).
Gundê duda, li ku M.Barzanî û rêberê wî bûne mêvan, gundê Heko bû. Wêderê ewana çûne mala sedrê kolxozê Kotê Şîrin.
Derheqa wê yekêda, wekî Mistefa Barzanî çûye nehya Masîsê gundê Nêcirlûê, Mîroê Esed negotye, lê akadêmîk Kinyazê Îbrahîm bîranîneke xweda, ku malpereke kurdîda çap bûye, nivîsye. Ewî daye kivşê, wekî wextê wê rasthatinê kê hazir bûye. Xênji rêberê wî usa jî hazir bûne: Elîê Evdilrehman, Mehmed Babaêv û yêd mayîn.
Yêrêvanêda Mistefa Barzanî her tenê dibe mêvanê mala Nado Maxmûdov.
Çawa min îdî nivîsye, van axirya gelek rastîê nanivîsin, dibêjin, wekî Ermenîstanêda rastî Mistefa Barzanî hatine. Lê rastî ewe, çi ku Mîro gotye, û ez gotinê Mîro sedî sed bawer dikim. Derheqa wê yekêda, çawa rastîê nabêjin, ez meselekê, duda bînim. Kurê Xelîl Mûradov Têmûrê Xelîl dinivîse (usa jî fîlma derheqa M.Barzanîda gotye), giva M.Barzanî çûye radîoê û wêderê serkarê para xeberdanêd radîoêye kurdî Xelîl Mûradov M.Barzanîra gotye, giva ber Komîtêa navendî ya partîa komûnîstê Sovêtê pirsê pêşda bikişîne bona wedê xeberdanê radîoêye kurdî zêdekin. Lê rastî ewe, wekî Barzanî neçûye radîoê, ne jî rastî Xelîl Mûradov hatye. Mistefa Barzanî zanibû, wekî radîoa Yêrêvanêye kurdî çi hukumî dihêle ser gelê kurd li Kurdistanê, bi înîsîatîva xwe ber Komîtêa navendî ya partîa komûnîstê Sovêtê pirs pêşda kişand wedê xeberdanê radîoa Yêrêvanêye kurdî zêdekin. Usa jî bû: wede bû sehet nîvek. Pêşîêda hatibû qirarkirinê, wekî xeberdan bi 2 zarava be – kurmancî û soranî, lê çimkî Ermenîstanêda soran tunebûn, ew sehet nîvek temam dane xeberdanê bi zimanê kurmancî.
Sala 1957-a rojnema “Pravda”-ê (18-ê sêntyabrê, №261 (14290), rûpêlê 4-a) gotara kandîdatê ulmê fîlologîê Emînê Evdal weşandibû. Gotar awa destpê dibû: “Kurd û xwendin?” Eva mînanî wê mesela meye, wekî dibêjin “Hirç’ û govend?” Dêmek, hirç’ nikare bikeve govendê û bilîze. Wekî usane, kurd jî nikarin hînî xwendinê bin. Mistefa Barzanî eva gotara Emînê Evdal xwendibû û gelekî hêrs ketibû. Lema jî wexta hate Yêrêvanê, xwest rastî Emînê Evdal bê û çawa lazime bersiva wî bide. Rêberê wî zanibûn xeysetê Barzanî çiqasî serte, ewî çiqasî hêrse, lema jî her teherî usa kirin, wekî Emînê Evdal rastî Mistefa Barzanî neê. Derheqa vê yekêda Mîroê Esed bawer bikî 10 cara minra gotye. Lê van axirya kurê Emînê Evdal Efan û jina wî Aza malperekî kurdîyî bi zimanê rûsîda nivîsîn, wekî “Pravda”-êda gotareke usa çap nebûye û giva Emînê Evdal jî nava koma rêberê Mistefa Barzanîda bûye. Neraste! Dîrok gerekê rast bê nivîsarê. Dîrokê feş nekin!
Yêrêvan,
3 îyûlê s.2014-a.
NEMA VEKIRÎ, LÊ NEWEŞANDÎ…
NEMA VEKIRÎ, LÊ NEWEŞANDÎ…
(Bersivek bona şer-şiltaxê lawê Emînê Evdal Efan û jina wî Azaê)
Sed yazix, ku admînîstratorê malpera PUKmedia.com Remezanê Kerîm (li ku huceta min û lawê Emînê Evdal hebû) mecal neda ez bersiva lawê Emînê Evdal bidim. Lema jî mecbûrim malpera xweye şexsîda bersiva wî bidim. (Şikir malpera mine şexsî usane, ku him dost, him jî dijmin nasya xwe didinê).
Huceta meda gilî ne tenê derheqa bêhurmetkirina şexsê mindane, lê usa jî gelek pirsê mayîn hatine bilindkirinê, ku civaka meye kurdaye wî çaxîra girêdayîne. Lema jî ez mecbûrim xwexwa bersivê bidim. Telebextra, civaka me (îlahî kurdê Ermenîstanê) hela negihîştye wê derecê, wekî bixwaze rastîê bêje. Ez sedî sed zanim gelek kurdê Ermenîstanê baş haj huceta min û Emîne wî çaxî hene (nha ji wana 5-6 merî mane), întêrnêtêda qinyatê derheqa huceta meda dixûnin, lê xwe ker dikin, dikevine telda xwe vedişêrin, giva naxwazin bibin xirabmerî. Eger civakê miletê mayînda pirsê ha pêşda bihatana, wekîlê wan mileta wê biketana nava wê hucetê û rast pirsê binihêryana. Lê, telebextra, cem me ew yek tune. Efanê Emîn û jina wî Aza ne tenê emrê xweda, lê emrê bavê xweda tu tiştek nekirine bona edebyet, çand û prêsa me. Lê îro ew radibin îznê didine xwe keda wî merivî reşkin, ku bi deha sala qulixî edebyet, çand û prêsa kurda kirye. Û tu kes dengê xwe nake, pirsa rastîê nabêje. Lema ez mecbûrim xweparastinêva mijûlbim. Bira xwendevan bibaxşîne min, wekî ez mecbûrim şexsê xwe xweykim.
Çawa merivekî, ku haj qedye-qanûnê hucetê û kûltûra dîskûsîaê heye, bersivê xweda min tu wexta îzin nedaye xwe lawê Emînê Evdal yanê jî terevdara wî bêhurmetkim. Lê lawê Emînê Evdal û jina wî Aza her tiştî binpê dikin. Ez sedî sed bawerim ew bersiv ne ku lawê Emîn nivîsîne, lê jina wî Azaê nivîsîne û her tenê navê mêrê xwe danye binîda. (Evê yekê her tenê “mêrê kotî” îznê dide xwe. Gelo herduê fem bikin kurd kêra dibêjin “mêrê kotî”?). Şedetya wê yekê ewe, ku wan bersivada têrmîn û xeberê qure-qutam, xeberdana vike-vala û hîstêrîa nebînayî heye, ku her tenê gotarê Azaêda hene. Ya duda – ez zanim dereca Efan ewqasî bilind nîne, ku karibe binivîse. Çawa Pûşkîn gotye, nava wan bersivada “guhê” Azaê têne kivşê û mecal ketîê cîê tê-netê şer-şiltaxa bavêje min. Bona zanibin ewê derheqa minda çi nivîsye, evê lînka vekin:
http://www.pukmedia.com/EN/RU_Direje.aspx?Jimare=16531
http://www.pukmedia.com/EN/RU_Direje.aspx?Jimare=16650.
Nha xwendevana ev lînka vekirine û qinyatê wanda xwendine. Lema jî ez bawerim ewê min fem bikin: min qirar kir gelekî pey kûltûra hucetê neçim û mînanî wan çawa lazime bersiva wan bidim.
Ew eks dinivîsin, wekî ez ç’evada merûm bûme, guhada giran bûme. Min 50 salî zêdetir emrê xwe da prêsa kurda, ronaya ç’evê xwe da edebyet û çanda kurda. Nha jî eva yeka bona Efan û Azaê bûye tiştekî usa, ku qerfê xwe min bikin. Dêmek, min 50 salî zêdetir ronaya ç’evê xwe da edebyet û çanda kurda, prêsa wan, wekî roja îroyîn Aza û mêrê xwe rabin evê yekê çawa eyb raberî min bikin. Ya ç’evê min her tenê ewe, wekî ez nikarim bixûnim û binivîsim. Lê wekî dinê ez serbestim – diçim, têm, dertêm derva, digerim, diçim nava şeher, diçim civatê kurda û rasthatina… Bi gilîkî, serbestim. Çi ku dimîne derheqa bihîstina minda, şikir Xwedê bihîstina min gelekî başe û guhê min, çawa dibêjin, ji guhê dîka baştirin.
Gelo wexta Azaê derheqa vê yekêda dinivîsî, ewê qe mêrê xwe dinihêrî yanê na? Kê-kê, lê îzna wê tune xeberde, qe na ew xwe kerke! Dibêjin, wekî Efanê Evdalî kolyaska învalîdadane (seqeta) û nikare ji malê derê. Çawa şedetî wê yekê tînin, wekî ew nikaribûye bê tevî 100-salya bûyîna bavê xwe bibe. Yanê na ew usa jî nikaribû bihata tevî şîna Roza xûşka xwe bibe. Çiye, nha ez evê yekê çawa eyba te bidme kivşê, Efan? Yanê na derheqa bavê teda digotin, wekî ew êpêce wext berî mirina xwe bi nexweşya şîzofrênîaê nexweş ket û nikaribû ji malê derê. Eva jî eyba bavê teye? Ne axir nexweşî ne eybe!
Hûn (dha rast Aza) dibêjin, wekî gotara Emînê Evdal rojnema “Pravda”-êda tune, tiştekî usa tune, Emerîkê her tişt berxwe derxistye. De nha hûn herdu ç’evê xwe pak vekin û binihêrin: rojnema “Pravda”, sala 1957-a, 18-ê sêntyabrê, №261 (14290), rûpêlê 4-a, gotara bi navê «На склонах Арагаца», bin gotarêda nivîsîne «Амине Авдал, кандидат филологических наук». Hemû “îzbatîê” we hane? Yanê hûn ser wê fikrêne emê nikaribin ewê hejmara rojnema “Pravda”-ê bibînin? Ne ew temamya arxîvê Sovêta berêda tê xweykirinê. (Ksêrokopîa wê, ku nava wededa qîç’ik bûye, malpera mine şexsîda jî heye, kê dixwaze dikare wêya vê p’arêda bibîne “Hewaskare”).
Hûn dinivîsin, wekî Emîn nava teşkîla komîsîa rêberya Barzanîda bûye. Temamya kurdê Ermenîstanê zef rind zanin, wekî rêberya Barzanî her tenê Semend Sîabandov, Nado Maxmûdov û çawa gotarbêjê rojnema “Rya teze” Karlênê Çaçanî bûne. Kinyazê Îbrahîm bîranîna xweda, ku malpereke bi zimanê rûsîda hatye weşandinê (http://www.kurdistan.com.ua/glava-7-barzani-khrushchev), derheqa wê yekêda dinivîse, wekî çawa M.Barzanî rastî kurdê nehya Masîsê hatye û kê wêderê hazir bûne: Semend Sîabandov, Nado Maxmûdov, Elîê Evdilrehman, Memed Babaêv, Hecîê Cindî û yêd mayîn. Wêderê xeberek tune derheqa Emînê Evdalda, ne jî karibû hebûya! Çimkî Barzanî ewqasî ser wê gotina wîye wê gotarêda — “Kurd û xwendin?” — hêrs ketibû, ku rêberê wî her teherî dicedandin Barzanî rastî Evdal neê û çawa lazime bîne sêrî. Ev çawane – hemû “îzbatîê” we vî cûreyîne?
Hûn min nav dikin çawa «писака». Bira eva ser îsafa webe. Ez tenê bêjim, wekî derheqa minda Ênsîklopêdîa Îslamêda hatye nivîsarê, Navenda lêkolînê bîografîê (Kêmbrîc, Anglîa) bona sala 2009-a navê “Profêsîonalê cihanêyî pêşîkêş” («Ведущий профессионал мира») daye min. Bi deha pirtûk, kovar, rojnemê bi zimanê fransî, înglîsî, rûsî, ermenî, erebî, farizî, tirkî û, hilbet, kurdî derheqa min û efrandarya minda nivîsîne û qîmetekî mezin dane efrandarya min. Ez îdî nabêjim derheqa wê yekêda, wekî nava kurdê Ermenîstanêda ez merivê pêşin û yekemîn bûm, ku layîqî navê rojnemevanê emekdar bûye. Nava ne tenê kurdê Ermenîstanê û Sovêta berêda t’u kurdek layîqî wê derecê nebûye, çawa ez. Û eva yeka bona Efan û jina wî Azaê çend quruşa hêjaye? Ne axir ew ne kurdî dixûnin, ne dinivîsin, ne jî haj edebyet û çanda me hene.
Digotin, wexta E.Evdal “şiêr” yanê “poêmek” dinivîsî, textê jimartinê (счеты) hiltanî û hesab dikir, wekî ew şiêr yanê poêma wî dikine çend xet û bona wê ewê çiqas honorarê bistîne. (Wî çaxî qîmetkirina poêzîaê û prozaê başqe bûn: honorara bona poêzîaê dha bilind bû, ne ku ya prozaê. Hema eva yeka jî bû menîke wê yekê, wekî tiştê bêkêr nava poêzîa kurdaye dewrana sovêtîêda zêde bin û xebera bedewetîê bê nux’sankirinê). Temamya rewşenbîrê Ermenîstanêye kurde wî çaxî zanibûn, wekî wexta navbera Emînê Evdal û yekîda hucet pêşda dihat û wana şert digirt, Emîn her tenê ser borşekê şert digirt.
Gava Ermenîstanêda cîk didan bona kurda, Emînê Evdal destê xwe datanî ser wan ciya. Wexta înstîtûta Moskvaêye lîtêratûraêye ser navê M.Gorkîda 2 cî dane kurda (bi înîsîatîva Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê), Emîn cîk hilda bona kurê xwe Efan, cîê mayîn dane qîza Casimê Celîle Zînê. Paşî xilazkirina înstîtûtê Efan tu tiştek nekir bona çanda kurda, lê Zînê, çiqas ez zanim, temamya pirtûkeke zargotina me wergerandye bi zimanê biyanî (lîtovî) û daye weşandinê, hetanî roja îroyîn jî nimûnê zargotina me werdigerîne rûsî. Lê Efan çi kir? Paşî xilazkirina înstîtûtê berbi prokûratûraê revî, çimkî wêderê pere gelek bûn. Mînanî roja îroyîn tê bîra min: qewlekî qebûlbûna wê înstîtûtê ew bû, wekî abîtûrîênt gotî efrandineke bi zimanê biyanî wergerîne bi zimanê dayka xwe. Bi spartina E.Evdal, yekî qebîla wan (ez qestîka navê wî nadim, çimkî zanim ew turuş nake bêje usane) serhatîke nivîskarê ermenyayî roavaê Mizûrî (çiqas tê bîra min, navê serhatîê yanê jî navê nîgarê sereke “Qavreş” bû) wergerand kurdî û bi navê wergêra Efanê Emîn rojnema “Rya teze”-da da çapkirinê. Min, Karlênê Çaçanî, Egîtê Xudo eva yeka timê dida rûê wî merivê Emînê Evdal, ku eva serhatya wergerandibû, û me navê te (derheqa Efandanim) danîbû “Qavreş”.
Eyane, wekî ne Efan, ne jî Aza kurdî nikarin ne bixûnin, ne jî binivîsin. Zimanê dayka xwe nizanin. Hela serda radibin min gunekar dikin, wekî çira ez baş rûsî nizanin, qerfa min dikin. Eva eyba min nîne. Ez zimanê dayka xwe zor baş zanim, lê eva eybe bona wan herdua, ku qedrê şîrê dya xwe nizanin. Çi ku dimîne derheqa wergerandina pirtûka Hecîê Cindîye bi zimanê rûsî, ku giva Efan kirye, ew tiştekî nebawerbûnêye, çimkî rastî ewe, wekî ew pakî kurdî nizane, ku ma wergerandin!
Lê werin em careke mayîn jî derheqa hazirkirina kadrada xeberdin. Gava hate qirarkirinê, wekî înstîtûta Yêrêvanêye têatraêda cîkî bidne kurda, Egîtê Abasîyî rehmetî, ku şureta wîye artîstîê hebû û gelek radîokompozîsîaêd kurdîda lîstibû, şuxulê xwe da wê înstîtûtê. Emînê Evdal ew mecbûr kir, wekî şuxulê xwe paşda hilde û ewî cîyî bihêle kurê Emîn Sîdarra. Usa jî bû… Nizanim, Sîdar ew înstîtût xilaz kir yanê na, lê tu ciya nehate kivşê, wekî Sîdar weke misqalekê kar kirye bona hunermendya me. Pirseke mayîn jî – gava kurê Emînê Evdal Sîdar mekteba navîn xilaz kir, Emîn hiltîne Karlênê Çaçanîra, ku wî çaxî serwêrê para rêdaksîa “Rya teze”-ye edebyetê û çandê bû, têlêdixe û dibêjê: “Karlên, Sîdarê min mekteba navîn xilaz kir. Tu çi dibêjî: em ewî nekine şayîr?” (Derheqa vê yekêda Karlên xwexwa minra gotye, ku navbera wî û Emîn gelekî xweş bû. Xênji wê, min û Simoê Şemo derheqa vê yekêda hûmorêskek nivîsî û rojnema “Rya teze”-da meha sêntyabrê sala 1959-a da çapkirinê). Ulmdarê me “nizanibû”: ne ku DIKINE şayîr, lê DIBINE şayîr.
Min îdî derheqa wê yekêda nivîsye, wekî Emînê Evdal çi roleke kirêt lîstye yazya Şikoê Hesenda. Kê dixwaze zanibe, bira vê lînkê veke: http://kurd.amarikesardar.com/sikoe-hesen.html.
Eyane, wekî Emînê Evdal her tenê pişta merivê qebîla xwe digirt (ew xwexwa Utî bû). Meselekê bînim. Gava yekî Utî xwendina bilind dest tîne û dixwaze here gundê xweda bixebite çawa dersdar, Emîn diçe dertê nehîê û usa dike, wekî ew merivê wî ne ku bixebite çawa dersdar, lê bibe dîrêktorê mektebê. Eyane, wekî kê ku dibû dîrêktor, gotî eseyî endamê partîa komûnîstîê bûya. Lê merivê Emînê Evdal ne endamê partîaê bû. Emîn diçe cem serkarya komîtêa nehîêye partîaê û ewî şuxulî nava mehekêda tîne sêrî: merivê wî gelekî zû bû endamê partîaê û dîrêktorê mektebê. Hema xût evî merivê Emîn jî serhatya Mizûrî wergerande kurdî û bin navê Efan da çapkirinê. Gelo ez ku Utî bûma (ez bi xwe Sanîme), Emînê bihata cem dêkanê me û şikyatê min bikra, wekî min ji înstîtûtê derxin? Ne axir wê civata sêksîaêda xwendkarekî jî gelekî berk pirtûka Emîn rexne kir. Ew Fêrîkê Ûsiv bû, ku Utî bû. Wextê wê civatê Fêrîkê Ûsiv pişta min girt û seba vê yekê ewî û Mîkaêlê Reşîd kirine şer û hevdura dane ç’êra. Lê çira Emîn nehate bal dêkanê me û şikyatê Fêrîkê Ûsiv nekir, ku xwendkarê fakûltêta me bû? Şikyat nekir, çimkî Fêrîk Utî bû.
A vêderê mesela me cîê xwedane: “Serê keçel xweşe bin kumda”. Min mecbûr nekin, wekî keçel serqotkim û her tiştî vekirî bêjim. Gelek gotinê mayîn jî hene, lê ez naxwazim gişta bidme rêzê.
Min eva nema nivîsî bi kurdî, çimkî ew ziman gelekî nêzîkî dilê mine, ne ku mînanî Efan û Azaê. Hema xût ev têkst hatye wergerandinê bi zimanê rûsî, wekî goveka xwendevana dha firebe û gunê min Efan û Azaê tê, wekî bikaribin evê nemê bi zimanê “dayka xwe” — rûsî bixûnin.
Emerîkê Serdar.
6 îyûnê s.2014 -a
Yêrêvan.
AXAVTINA EMERÎKÊ SERDAR DERHEQA Ç’YAÊ AGIRÎDA
AXAVTINA EMERÎKÊ SERDAR
DERHEQA Ç’YAÊ AGIRÎDA
(Êtyûd-êkspromt wextê kişandina filma derheqa kurdê êzdîda li Ermenîstanê)
Hey, ç’yaê Agirî!
Eva deve-devî 40 salîye, wekî ç’evê me li teye, te dinihêrin, kesera welêt dilê medaye, ç’evê me li welate, welatê aza, serbest…
Ew xûna tê rêtinê, ew zulma tê kirinê temam bona wê yekêye, wekî tu azabî, wekî tu serbestbî, wekî cimeta me aza bîna xwe bikşîne, wekî em zanibin em merîne, xweyî dewletin. Ç’evê me li teye, kesera te dilê medane… Heta kengê ew keserê dilê meda bimîne? Ez tex’mîn dikim ew xûna rêtî, ew şehîdê dayî wê usa bikin, wekî roja azakirina te zû bê, û çiqas zû bê, ewqasî wê him bona me, him jî bona dinya heq wê tiştekî rastbe.
Hey, ç’yaê Agirî! Hey ç’yaê bilind!
Tu şedê derd û kulê meyî, tu şedê kesera meyî, lê usa jî tu şedê gumana meyî…