PÊŞGOTIN («Em çûne aş», 2014)
XWENDEVANÊ EZÎZ!
Îro, gava ji we gelek nikarin bi zimanê dayîka xwe bixûnin û binivîsin, em dixwazin alîkarîê bidne we. Ew pirtûka, ku nha destê wedane, ji du parane: para pêşinda serhatîê bavê min, nivîskar û rojnemevan Emerîkê Serdarin, ku bi zimanê kurdî hatine nivîsarê; lê para dudada tercma wan serhatyaye bi zimanê rûsî, ku min kirye.
Çima ev berevok ji du parane? Çimkî me xwestye alîkarîê bidne xwendevanê meye biç’ûk û ne tenê yê biç’ûk bona xwendin û femkirina serhatîê bi zimanê meyî dê wanra dha hêsabe. Ez dixwazim şêwrekê bidme wan meriva, ku çetin kurdî dixûnin: wê dha rindbe pêşîê serhatîê bi zimanê rûsî bixûnin, paşê wê serhatîê bi kurdî bixûnin. Ez bawerim ewê bona xwendevana dha hêsa û hewaskarbe û ewê dha rind tex’mîn bikin serhatî derheqa çidane.
Şêwreke dinê jî: wexta têksta kurdî dixûnin, wê dha başbe bi deng bixûnin. Ewê alîkarîê bide we axavtina xweye zar pêşda bibin, ewê dha aza û bedew bikin. Ez we didime bawerkirinê – hûnê zûtirekê karibin xeberê çetin hêsa bimehînin û ne tenê têksta kurdî hêsa bixûnin, lê usa jî hêsa binivîsin û xeberdin. Ne axir zimanê nivîskarê me gelekî ferih û sadeye, bona guhê we gelekî nase usa, çawa xeberdana dê-bavê we, kalik-pîrkê we, xatî û metê we, ap û xalê we û merivê weye mayîn.
Ez gumanim, wekî wera jî wê hewaskarbe, çawa bona wan zaroka, ku hûn wêneda dibînin. Hela binihêrin ewana çawa bi guhdarîke mezin guh didine wî kalikî, ku zarokara pirtûkê dixûne.
Ez dixwazim hûn lezetê ji xwendina vê pirtûkê bistînin!
Nûrê SERDARYAN (Nûra Emerîk).
Добавить комментарий