rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

KURT DERHEQA HATINA MISTEFA BARZANÎDA LI ERMENÎSTANÊ

 

 

KURT DERHEQA HATINA

MISTEFA BARZANÎDA

LI ERMENÎSTANÊ

 

 

         Derheqa hatina Mistefa Barzanî li Ermenîstanê van dawya gele nerastî têne gotinê. Hinek dixwazin bi saya serê navê Barzanê navê xwe jî bilindkin û nîşan bidin giva ew jî tevî wê qewmandina dîrokî bûne. Lê ew usa nîne. Ez dixwazim rastya dîrokê bînime ortê. Rastî jî ewe, wekî derheqa hatina Barzanîda înformasîa rast her tenê Mîroê Esed dida. Lema jî ez her tenê ser gotinê wî hîm dibim. Ezê jêrê derheqa wê yekêda dha hûrgilî binivîsim.

          

001

Mistefa Barzanî. Sala 1956-a

       Gulana sala 1956-a mêrxasê kurdayî miletîê Mistefa Barzanîê lêgêndar ne bi resmî hate Ermenîstanê (binihêre pirtûka Mesûd Barzanî “Mistefa Barzanî û heja kurdaye azadarîê (salên 1931-1961-ê)”, bi zimanê rûsî, Sankt-Pêtêrbûrg, s.2005-a, rûp.183). Wî çaxî hatina wî nehate propagandakirinê, çimkî Sovêtê nedixwest navbera wê û Îraqê xirabbe. Lema jî hatina wî dizîkava bû. Xebatkarekî Komîtêa navendî ya kompartîa sovêtê rêberya wî dikir. Yêrêvanêda katibê Komîtêa navendî ya partîa komûnîstê Ermenîstanêyî duda Margaryan, Mêrxasê Yekîtya Sovêtê Semend Sîabandov, cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî avtotransportê Nado Maxmûdov Ermenîstanêda rêberya wî dikirin. Wî çaxî rojnema “Rya teze” hesab dibû organa Komîtêa navendî ya partîa komûnîstê Ermenîstanê. Lema jî berî  her tiştî Mistefa Barzanî bi rêberya hevalê jorgotî bû mêvanê rêdaksîa rojnema “Rya teze”, rêdaktorê kîjanî wî çaxî Mîroê Esed bû.

       Çawa eyane, ez gelek sala rojnema “Rya teze”-da bi serkarya Mîroê Esed xebitîme, weke 20 salî cîgirê wî bûme û navbera me gelekî xweş bû, me derheqa gelek pirsada xeber dida, fikir pevduguhastin. Mîroê Esed merîkî usa bû, ku tu wexta qelpî û dirûtî nedikir, çi ku hebû, usa jî digot. Ewî derheqa hatina Barzanî û rêberê wîda gelekî minra gotye. Min xwexwa M.Barzanî nedîtye. Ez wî çaxî xwendkar bûm. Ew çi ku ezê jêrê bêjim, gişk gotinê Mîroê Esedin û ez sedî sed ji gotinê wî bawer dikim.

         Cara pêşin Mistefa Barzanî hate rêdaksîa rojnema “Rya teze” û rastî xebatkarê wê hat. Wextê wê rasthatinê xênji xebatkarê rojnemê usa jî wekîlê Komîtêa navendî ya partîa komûnîstê Sovêtê, katibê Komîtêa navendî ya partîa komûnîstê Ermenîstanêyî duda Margaryan, Semend Sîabandov û Nado Maxmûdov hazir bûn. Hema wextê wê rasthatinê hate qirarkirinê, wekî ji alîê rêdaksîaêda Karlênê Çaçanî jî rêberya wî bike, ku wî çaxî serwêrê p’ara rêdaksîaê bû.

        Pêşîê Mistefa Barzanî nava Yêrêvanê gerya, çû sûka sergirtî, sûcûxa şîrin tem kir, lê xweş hat, kulfeteke ermenîye navsere, ku sûcûx difrotin, zorê şirdanek da M.Barzanî.

        Berî her tiştî Mistefa Barzanî û rêberê wî çûne nehya Aparanê gundê Cercerîsê. Rex gundê Elegezê avtya wane merivbir dikeve nava herîê û dikin-nakin nikarin wêya ji wira derxin. Lema jî avtya kolxoza gundê Cercerîsêye barbir tînin, şofêrê kîjanê Elîê Cimo bû, Mistefa Barzanî dikeve kabînkê, rêberê wî dikevne kûzovê û diçine Cercerîsê. Wêderê dibine mêvanê mala sedrê kolxozê Lêvon Grîgoryan. Paşê Mistefa Barzanî dertê derva û dinihêre, wekî avayîkî biç’ûk wêderêye. Xwexwa diçe dikeve hundur, dibîne pîrek rûniştye gora çêdike. Pîrê ber radibe û dixwaze jêra hurmetê bike. Barzanî nahêle, her tenê çeqilmastekê dixwaze.

        Gava vedigerin tên, nava Elegezê gundî pêşya avtya wî digrin. Barzanî ji avtîê peya dibe. Gel her çar alya dikine gazî: “Her bijî Barzanî!” Barzanî gelra xeber dide. Wî çaxî Egîtê Xudo, ku dîrêktorê mekteba gunde navîn bû, tê nêzîkî Barzanî dibe. Nasya xwe dide Barzanî. Gava Barzanî pê dihese Egît çi xebatê dike, gundya û Egît digotin, wekî Barzanî Egîtra gotye: “Hûn vêderê kadra hazirkin, yê têkin şer Kurdistanêda gelekin”. (Paşê yekî qe Barzanî nedîtye, ne jî hazirkirina kadrava mijûl bûye, eva yeka kire ser navê xwe, giva Barzanî usa wîra gotye).

        Gundê duda, li ku M.Barzanî û rêberê wî bûne mêvan, gundê Heko bû. Wêderê ewana çûne mala sedrê kolxozê Kotê Şîrin.

        Derheqa wê yekêda, wekî Mistefa Barzanî çûye nehya Masîsê gundê Nêcirlûê, Mîroê Esed negotye, lê akadêmîk Kinyazê Îbrahîm bîranîneke xweda, ku malpereke kurdîda çap bûye, nivîsye. Ewî daye kivşê, wekî wextê wê rasthatinê kê hazir bûye. Xênji rêberê wî usa jî hazir bûne: Elîê Evdilrehman, Mehmed Babaêv û yêd mayîn.

        Yêrêvanêda Mistefa Barzanî her tenê dibe mêvanê mala Nado Maxmûdov.

        Çawa min îdî nivîsye, van axirya gelek rastîê nanivîsin, dibêjin, wekî Ermenîstanêda rastî Mistefa Barzanî hatine. Lê rastî ewe, çi ku Mîro gotye, û ez gotinê Mîro sedî sed bawer dikim. Derheqa wê yekêda, çawa rastîê nabêjin, ez meselekê, duda bînim. Kurê Xelîl Mûradov Têmûrê Xelîl dinivîse (usa jî fîlma derheqa M.Barzanîda gotye), giva M.Barzanî çûye radîoê û wêderê serkarê para xeberdanêd radîoêye kurdî Xelîl Mûradov M.Barzanîra gotye, giva ber Komîtêa navendî ya partîa komûnîstê Sovêtê pirsê pêşda bikişîne bona wedê xeberdanê radîoêye kurdî zêdekin. Lê rastî ewe, wekî Barzanî neçûye radîoê, ne jî rastî Xelîl Mûradov hatye. Mistefa Barzanî zanibû, wekî radîoa Yêrêvanêye kurdî çi hukumî dihêle ser gelê kurd li Kurdistanê, bi înîsîatîva xwe ber Komîtêa navendî ya partîa komûnîstê Sovêtê pirs pêşda kişand wedê xeberdanê radîoa Yêrêvanêye kurdî zêdekin. Usa jî bû: wede bû sehet nîvek. Pêşîêda hatibû qirarkirinê, wekî xeberdan bi 2 zarava be – kurmancî û soranî, lê çimkî Ermenîstanêda soran tunebûn, ew sehet nîvek temam dane xeberdanê bi zimanê kurmancî.

        Sala 1957-a rojnema “Pravda”-ê (18-ê sêntyabrê, №261 (14290), rûpêlê 4-a) gotara kandîdatê ulmê fîlologîê Emînê Evdal weşandibû. Gotar awa destpê dibû: “Kurd û xwendin?” Eva mînanî wê mesela meye, wekî dibêjin “Hirç’ û govend?” Dêmek, hirç’ nikare bikeve govendê û bilîze. Wekî usane, kurd jî nikarin hînî xwendinê bin. Mistefa Barzanî eva gotara Emînê Evdal xwendibû û gelekî hêrs ketibû. Lema jî wexta hate Yêrêvanê, xwest rastî Emînê Evdal bê û çawa lazime bersiva wî bide. Rêberê wî zanibûn xeysetê Barzanî çiqasî serte, ewî çiqasî hêrse, lema jî her teherî usa kirin, wekî Emînê Evdal rastî Mistefa Barzanî neê. Derheqa vê yekêda Mîroê Esed bawer bikî 10 cara minra gotye. Lê van axirya kurê Emînê Evdal Efan û jina wî Aza malperekî kurdîyî bi zimanê rûsîda nivîsîn, wekî “Pravda”-êda gotareke usa çap nebûye û giva Emînê Evdal jî nava koma rêberê Mistefa Barzanîda bûye. Neraste! Dîrok gerekê rast bê nivîsarê. Dîrokê feş nekin!

 

Yêrêvan,

3 îyûlê s.2014-a.

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *