rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

NEMA VEKIRÎ, LÊ NEWEŞANDÎ…

 

 

NEMA VEKIRÎ, LÊ NEWEŞANDÎ…

(Bersivek bona şer-şiltaxê lawê Emînê Evdal Efan û jina wî Azaê)

 

 

         Sed yazix, ku admînîstratorê malpera PUKmedia.com Remezanê Kerîm (li ku huceta min û lawê Emînê Evdal hebû) mecal neda ez bersiva lawê Emînê Evdal bidim. Lema jî mecbûrim malpera xweye şexsîda bersiva wî bidim. (Şikir malpera mine şexsî usane, ku him dost, him jî dijmin nasya xwe didinê).

         Huceta meda gilî ne tenê derheqa bêhurmetkirina şexsê mindane, lê usa jî gelek pirsê mayîn hatine bilindkirinê, ku civaka meye kurdaye wî çaxîra girêdayîne. Lema jî ez mecbûrim xwexwa bersivê bidim. Telebextra, civaka me (îlahî kurdê Ermenîstanê) hela negihîştye wê derecê, wekî bixwaze rastîê bêje. Ez sedî sed zanim gelek kurdê Ermenîstanê baş haj huceta min û Emîne wî çaxî hene (nha ji wana 5-6 merî mane), întêrnêtêda qinyatê derheqa huceta meda dixûnin, lê xwe ker dikin, dikevine telda xwe vedişêrin, giva naxwazin bibin xirabmerî. Eger civakê miletê mayînda pirsê ha pêşda bihatana, wekîlê wan mileta wê biketana nava wê hucetê û rast pirsê binihêryana. Lê, telebextra, cem me ew yek tune. Efanê Emîn û jina wî Aza ne tenê emrê xweda, lê emrê bavê xweda tu tiştek nekirine bona edebyet, çand û prêsa me. Lê îro ew radibin îznê didine xwe keda wî merivî reşkin, ku bi deha sala qulixî edebyet, çand û prêsa kurda kirye. Û tu kes dengê xwe nake, pirsa rastîê nabêje. Lema ez mecbûrim xweparastinêva mijûlbim. Bira xwendevan bibaxşîne min, wekî ez mecbûrim şexsê xwe xweykim.

         Çawa merivekî, ku haj qedye-qanûnê hucetê û kûltûra dîskûsîaê heye, bersivê xweda min tu wexta îzin nedaye xwe lawê Emînê Evdal yanê jî terevdara wî bêhurmetkim. Lê lawê Emînê Evdal û jina wî Aza her tiştî binpê dikin. Ez sedî sed bawerim ew bersiv ne ku lawê Emîn nivîsîne, lê jina wî Azaê nivîsîne û her tenê navê mêrê xwe danye binîda. (Evê yekê her tenê “mêrê kotî” îznê dide xwe. Gelo herduê fem bikin kurd kêra dibêjin “mêrê kotî”?).  Şedetya wê yekê ewe, ku wan bersivada têrmîn û xeberê qure-qutam, xeberdana vike-vala û hîstêrîa nebînayî heye, ku her tenê gotarê Azaêda hene. Ya duda – ez zanim dereca Efan ewqasî bilind nîne, ku karibe binivîse. Çawa Pûşkîn gotye, nava wan bersivada “guhê” Azaê têne kivşê û mecal ketîê cîê tê-netê şer-şiltaxa bavêje min. Bona zanibin ewê derheqa minda çi nivîsye, evê lînka vekin:

http://www.pukmedia.com/EN/RU_Direje.aspx?Jimare=16531

http://www.pukmedia.com/EN/RU_Direje.aspx?Jimare=16650.  

         Nha xwendevana ev lînka vekirine û qinyatê wanda xwendine. Lema jî ez bawerim ewê min fem bikin: min qirar kir gelekî pey kûltûra hucetê neçim û mînanî wan çawa lazime bersiva wan bidim.

         Ew eks dinivîsin, wekî ez ç’evada merûm bûme, guhada giran bûme. Min 50 salî zêdetir emrê xwe da prêsa kurda, ronaya ç’evê xwe da edebyet û çanda kurda. Nha jî eva yeka bona Efan û Azaê bûye tiştekî usa, ku qerfê xwe min bikin. Dêmek, min 50 salî zêdetir ronaya ç’evê xwe da edebyet û çanda kurda, prêsa wan, wekî roja îroyîn Aza û mêrê xwe rabin evê yekê çawa eyb raberî min bikin. Ya ç’evê min her tenê ewe, wekî ez nikarim bixûnim û binivîsim. Lê wekî dinê ez serbestim – diçim, têm, dertêm derva, digerim, diçim nava şeher, diçim civatê kurda û rasthatina… Bi gilîkî, serbestim. Çi ku dimîne derheqa bihîstina minda, şikir Xwedê bihîstina min gelekî başe û guhê min, çawa dibêjin, ji guhê dîka baştirin.

         Gelo wexta Azaê derheqa vê yekêda dinivîsî, ewê qe mêrê xwe dinihêrî yanê na? Kê-kê, lê îzna wê tune xeberde, qe na ew xwe kerke! Dibêjin, wekî Efanê Evdalî kolyaska învalîdadane (seqeta) û nikare ji malê derê. Çawa şedetî wê yekê tînin, wekî ew nikaribûye bê tevî 100-salya bûyîna bavê xwe bibe. Yanê na ew usa jî nikaribû bihata tevî şîna Roza xûşka xwe bibe. Çiye, nha ez evê yekê çawa eyba te bidme kivşê, Efan? Yanê na derheqa bavê teda digotin, wekî ew êpêce wext berî mirina xwe bi nexweşya şîzofrênîaê nexweş ket û nikaribû ji malê derê. Eva jî eyba bavê teye? Ne axir nexweşî ne eybe!

         Hûn (dha rast Aza) dibêjin, wekî gotara Emînê Evdal rojnema “Pravda”-êda tune, tiştekî usa tune, Emerîkê her tişt berxwe derxistye. De nha hûn herdu ç’evê xwe pak vekin û binihêrin: rojnema “Pravda”, sala 1957-a, 18-ê sêntyabrê, №261 (14290), rûpêlê 4-a, gotara bi navê «На склонах Арагаца», bin gotarêda nivîsîne «Амине Авдал, кандидат филологических наук». Hemû “îzbatîê” we hane? Yanê hûn ser wê fikrêne emê nikaribin ewê hejmara rojnema “Pravda”-ê bibînin? Ne ew temamya arxîvê Sovêta berêda tê xweykirinê. (Ksêrokopîa  wê, ku nava wededa qîç’ik bûye, malpera mine şexsîda jî heye, kê dixwaze dikare wêya vê p’arêda bibîne “Hewaskare”).

         Hûn dinivîsin, wekî Emîn nava teşkîla komîsîa rêberya Barzanîda bûye. Temamya kurdê Ermenîstanê zef rind zanin, wekî rêberya Barzanî her tenê Semend Sîabandov, Nado Maxmûdov û çawa gotarbêjê rojnema “Rya teze” Karlênê Çaçanî bûne. Kinyazê Îbrahîm bîranîna xweda, ku malpereke bi zimanê rûsîda hatye weşandinê (http://www.kurdistan.com.ua/glava-7-barzani-khrushchev), derheqa wê yekêda dinivîse, wekî çawa M.Barzanî rastî kurdê nehya Masîsê hatye û kê wêderê hazir bûne: Semend Sîabandov, Nado Maxmûdov, Elîê Evdilrehman, Memed Babaêv, Hecîê Cindî û yêd mayîn. Wêderê xeberek tune derheqa Emînê Evdalda, ne jî karibû hebûya! Çimkî Barzanî ewqasî ser wê gotina wîye wê gotarêda — “Kurd û xwendin?” — hêrs ketibû, ku rêberê wî her teherî dicedandin Barzanî rastî Evdal neê û çawa lazime bîne sêrî. Ev çawane – hemû “îzbatîê” we vî cûreyîne?  

         Hûn min nav dikin çawa «писака». Bira eva ser îsafa webe. Ez tenê bêjim, wekî derheqa minda Ênsîklopêdîa Îslamêda hatye nivîsarê, Navenda lêkolînê bîografîê (Kêmbrîc, Anglîa) bona sala 2009-a navê “Profêsîonalê cihanêyî pêşîkêş” («Ведущий профессионал мира») daye min. Bi deha pirtûk, kovar, rojnemê bi zimanê fransî, înglîsî, rûsî, ermenî, erebî, farizî, tirkî û, hilbet, kurdî derheqa min û efrandarya minda nivîsîne û qîmetekî mezin dane efrandarya min. Ez îdî nabêjim derheqa wê yekêda, wekî nava kurdê Ermenîstanêda ez merivê pêşin û yekemîn bûm, ku layîqî navê rojnemevanê emekdar bûye. Nava ne tenê kurdê Ermenîstanê û Sovêta berêda t’u kurdek layîqî wê derecê nebûye, çawa ez. Û eva yeka bona Efan û jina wî Azaê çend quruşa hêjaye? Ne axir ew ne kurdî dixûnin, ne dinivîsin, ne jî haj edebyet û çanda me hene.

         Digotin, wexta E.Evdal “şiêr” yanê “poêmek” dinivîsî, textê jimartinê (счеты) hiltanî û hesab dikir, wekî ew şiêr yanê poêma wî dikine çend xet û bona wê ewê çiqas honorarê bistîne. (Wî çaxî qîmetkirina poêzîaê û prozaê başqe bûn: honorara bona poêzîaê dha bilind bû, ne ku ya prozaê. Hema eva yeka jî bû menîke wê yekê, wekî tiştê bêkêr nava poêzîa kurdaye dewrana sovêtîêda zêde bin û xebera bedewetîê bê nux’sankirinê). Temamya rewşenbîrê Ermenîstanêye kurde wî çaxî zanibûn, wekî wexta navbera Emînê Evdal û yekîda hucet pêşda dihat û wana şert digirt, Emîn her tenê ser borşekê şert digirt.

         Gava Ermenîstanêda cîk didan bona kurda, Emînê Evdal destê xwe datanî ser wan ciya. Wexta înstîtûta Moskvaêye lîtêratûraêye ser navê M.Gorkîda 2 cî dane kurda (bi înîsîatîva Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê), Emîn cîk hilda bona kurê xwe Efan, cîê mayîn dane qîza Casimê Celîle Zînê. Paşî xilazkirina înstîtûtê Efan tu tiştek nekir bona çanda kurda, lê Zînê, çiqas ez zanim, temamya pirtûkeke zargotina me wergerandye bi zimanê biyanî (lîtovî) û daye weşandinê, hetanî roja îroyîn jî nimûnê zargotina me werdigerîne rûsî. Lê Efan çi kir? Paşî xilazkirina înstîtûtê berbi prokûratûraê revî, çimkî wêderê pere gelek bûn. Mînanî roja îroyîn tê bîra min: qewlekî qebûlbûna wê înstîtûtê ew bû, wekî abîtûrîênt gotî efrandineke bi zimanê biyanî wergerîne bi zimanê dayka xwe. Bi spartina E.Evdal, yekî qebîla wan (ez qestîka navê wî nadim, çimkî zanim ew turuş nake bêje usane) serhatîke nivîskarê ermenyayî roavaê Mizûrî (çiqas tê bîra min, navê serhatîê yanê jî navê nîgarê sereke “Qavreş” bû) wergerand kurdî û bi navê wergêra Efanê Emîn rojnema “Rya teze”-da da çapkirinê. Min, Karlênê Çaçanî, Egîtê Xudo eva yeka timê dida rûê wî merivê Emînê Evdal, ku eva serhatya wergerandibû, û me navê te (derheqa Efandanim) danîbû “Qavreş”.

         Eyane, wekî ne Efan, ne jî Aza kurdî nikarin ne bixûnin, ne jî binivîsin. Zimanê dayka xwe nizanin. Hela serda radibin min gunekar dikin, wekî çira ez baş rûsî nizanin, qerfa min dikin. Eva eyba min nîne. Ez zimanê dayka xwe zor baş zanim, lê eva eybe bona wan herdua, ku qedrê şîrê dya xwe nizanin. Çi ku dimîne derheqa wergerandina pirtûka Hecîê Cindîye bi zimanê rûsî, ku giva Efan kirye, ew tiştekî nebawerbûnêye, çimkî rastî ewe, wekî ew pakî kurdî nizane, ku ma wergerandin!

         Lê werin em careke mayîn jî derheqa hazirkirina kadrada xeberdin. Gava hate qirarkirinê, wekî înstîtûta Yêrêvanêye têatraêda cîkî bidne kurda, Egîtê Abasîyî rehmetî, ku şureta wîye artîstîê hebû û gelek radîokompozîsîaêd kurdîda lîstibû, şuxulê xwe da wê înstîtûtê. Emînê Evdal ew mecbûr kir, wekî şuxulê xwe paşda hilde û ewî cîyî bihêle kurê Emîn Sîdarra. Usa jî bû… Nizanim, Sîdar ew înstîtût xilaz kir yanê na, lê tu ciya nehate kivşê, wekî Sîdar weke misqalekê kar kirye bona hunermendya me. Pirseke mayîn jî – gava kurê Emînê Evdal Sîdar mekteba navîn xilaz kir, Emîn hiltîne Karlênê Çaçanîra, ku wî çaxî serwêrê para rêdaksîa “Rya teze”-ye edebyetê û çandê bû, têlêdixe û dibêjê: “Karlên, Sîdarê min mekteba navîn xilaz kir. Tu çi dibêjî: em ewî nekine şayîr?” (Derheqa vê yekêda Karlên xwexwa minra gotye, ku navbera wî û Emîn gelekî xweş bû. Xênji wê, min û Simoê Şemo derheqa vê yekêda hûmorêskek nivîsî û rojnema “Rya teze”-da meha sêntyabrê sala 1959-a da çapkirinê). Ulmdarê me “nizanibû”: ne ku DIKINE şayîr, lê DIBINE şayîr.

         Min îdî derheqa wê yekêda nivîsye, wekî Emînê Evdal çi roleke kirêt lîstye yazya Şikoê Hesenda. Kê dixwaze zanibe, bira vê lînkê veke: http://kurd.amarikesardar.com/sikoe-hesen.html.

         Eyane, wekî Emînê Evdal her tenê pişta merivê qebîla xwe digirt (ew xwexwa Utî bû). Meselekê bînim. Gava yekî Utî xwendina bilind dest tîne û dixwaze here gundê xweda bixebite çawa dersdar, Emîn diçe dertê nehîê û usa dike, wekî ew merivê wî ne ku bixebite çawa dersdar, lê bibe dîrêktorê mektebê. Eyane, wekî kê ku dibû dîrêktor, gotî eseyî endamê partîa komûnîstîê bûya. Lê merivê Emînê Evdal ne endamê partîaê bû. Emîn diçe cem serkarya komîtêa nehîêye partîaê û ewî şuxulî nava mehekêda tîne sêrî: merivê wî gelekî zû bû endamê partîaê û dîrêktorê mektebê. Hema xût evî merivê Emîn jî serhatya Mizûrî wergerande kurdî û bin navê Efan da çapkirinê. Gelo ez ku Utî bûma (ez bi xwe Sanîme), Emînê bihata cem dêkanê me û şikyatê min bikra, wekî min ji înstîtûtê derxin? Ne axir wê civata sêksîaêda xwendkarekî jî gelekî berk pirtûka Emîn rexne kir. Ew Fêrîkê Ûsiv bû, ku Utî bû. Wextê wê civatê Fêrîkê Ûsiv pişta min girt û seba vê yekê ewî û Mîkaêlê Reşîd kirine şer û hevdura dane ç’êra. Lê çira Emîn nehate bal dêkanê me  û şikyatê Fêrîkê Ûsiv nekir, ku xwendkarê fakûltêta me bû? Şikyat nekir, çimkî Fêrîk Utî bû.

         A vêderê mesela me cîê xwedane: “Serê keçel xweşe bin kumda”. Min mecbûr nekin, wekî keçel serqotkim û her tiştî vekirî bêjim. Gelek gotinê mayîn jî hene, lê ez naxwazim gişta bidme rêzê.

         Min eva nema nivîsî bi kurdî, çimkî ew ziman gelekî nêzîkî dilê mine, ne ku mînanî Efan û Azaê. Hema xût ev têkst hatye wergerandinê bi zimanê rûsî, wekî goveka xwendevana dha firebe û gunê min Efan û Azaê tê, wekî bikaribin evê nemê bi zimanê “dayka xwe” — rûsî bixûnin.

 

Emerîkê Serdar.

6 îyûnê s.2014 -a

Yêrêvan

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *