rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

GELO EM GUNEKARIN?

 

 

GELO EM GUNEKARIN?

 виноваты ли мы

 

          Gava min gotara xwe “Nema vekirî heval-hogirê minî surmanra” malpera xweda û Facebook-êda da weşandinê, ewê rêaksîa yekşvêtî pêşda neanî. Hinek meriva destpê kirin careke mayîn jî em — rewşenbîrê êzdî nava xayîntya miletîêda gunekar kirin. Hilbet, eva bona me tiştekî teze nîne, lê ewê, ku rewşenbîrê me gunekar dikirin, nava civaka meda merivne tezene. Ewana Facebook-ê, malperê ezdyada bi nav û femîlê xweye rast pêşda naên, navê teze datînin ser xwe, profîla wan eyan nîne, şiklê wan û cîê bûyîn û mayîna wan tu ciya tune. Ewana hîmlî ew meriv bûn û ew merivin, ku înstîtût û ûnîvêrsîtêtê peretî xilaz kirine, rûsî zanin, pirî-hindikî bêy şaşya dinivîsin, xwe nav dikin çawa rojnemevan, pêşekzanê pirsa miletîêye mezin, heleqetîê navnetewî, lê femdarya wan ji femdarya merivê nexwendî û nîvxwendî bilindtir nîne. Ewana naxwazin têderxin firqya dîn û miletîê. Lê “bedbextya” rewşenbîra wê yekêdane, wekî ewana zanin dîn çiye, miletî çiye. Ewê teze pêşdahatî rewşenbîra gunekar dikin, wekî ew çira nanivîsin û nabêjin “êzdî – miletekî başqeye, tu karê wan tevî kurda nîne, zimanê wan êzdikî zimanekî başqeye”, çawa berê digotin û hinek dibêjin, êzdî dha nêzîkî ermenya, asorya, erebanin, ne ku kurda. Hela “giregirekî” êzdya rabû got û nivîsî, wekî “em erebê spîne”. Bi gilîkî, ewana rewşenbîrê êzdya gunekar dikin, wekî çira pey nexwendya û nezana naçin, êzdya çawa miletekî başqe hesab nakin, lê pirsa miletîêda pey prînsîpê ulmî diçin û bi wan prînsîpa têne serkarîkirinê. Ew çi ku ewana bi aktîvî û bi agrêsîvî pêşda dikişînin û eger rewşenbîr wê yekêra qayîlbin, wê mala evê olkê bişewitînin, lap îzolasîa bikin, ji miletya hîmlî dûrxin û ew olk dha zû asîmîlasîa bibe û ji navberê bê hildanê. Lê şikir Xwedê, rewşenbîrê me ser wê fikrê nînin, çi ku ji destê wan tê dikin bona qewînkirina yektya miletîê û parastina dînê êzdya.

        Hinek meriv, derheqa kîjanada ez dixwazim hevekî xeberdim, menya bedbextya êzdya nava rewşenbîrê êzdîda dibînin. Hilbet, nha dewraneke usane – her yek dikare derheqa her pirsekêda fikra xwe bêje. Lê sînor hene gotî neêne teribandinê, şuxul negihîje bêhurmetkirinê, şer-siltaxa. Gilî îdî gihîştye wê derecê, wekî hinekê pirî-hindikî xwendî (ew jî bi zimanê rûsî) radibin hurmeta wê artêşa rewşenbîrê kurdra dilîzin, ku cihanêda navekî gelekî bilind qazanc kirye. Gilî digihîje dereca pêkenîtîê, gava rewşenbîrê êzdya gunekar dikin, wekî “wana mektebê êzdya dane hildanê, tu navendek û mektebek pey xwe nehîştine, xênji pirs û problêma”. Xwedê qebûl neke, ew kengê mektebê êzdya hebûne, wekî rewşenbîra ew dane hildanê? Ev “şuxulkarê meye miletparêze teze” bîr dikin, wekî Sovêta berêda mekteb yê dewletê bûn, şexsa mekteb venedikirin û danedidan. Ewana usa jî “bîr dikin”, wekî bi saya hereketê rewşenbîrê meye zimanê me ewqasî temiz hatye xweykirinê, edebyet û çanda me ewqasî pêşda çûne. Merî gotî şîrhelalbe, bêşêkirîê neke. Wekî xebata kirî qîmet nakî, qe na nux’san jî neke! Wan rewşenbîra hîmê edebyeta meye teze danîn, ku nava dîroka edebyeta temamya kurdada êtapeke teze û berbiç’eve. Wana hîmê têatra, prêsa, radîoa kurdê Sovêtê  danîn, kadr hazirkirin, usa kirin, wekî Ermenîstan wî çaxî bû naveka çand, edebyet û ulmê kurda. Rewşenbîrê me ne mînanî evan bêşêkra mala xweda kurdî xeber didan, navê zarokê wan kurdî bû, şayî û dewetê xwe bi cûrê miletîê derbaz dikirin, wan şayada her tenê sazbendya miletîê dihate bihîstinê, wextê şîna jî şîn bi cûrê miletîê dihatne kirinê bi tevgelya şêxa, pîra… Bi gilîkî, wan rewşenbîra jiyana xwe usa didane sazkirinê û derbazkirinê, çawa xusûsîê miletîê dixwazin.

        Lê nha em çi dibînin? Pareke êzdîê Ermenîstanê, Gurcistanê, Rûsîaê dînê xwe guhastine, çûne ser dînê xaçparêzîê (xrîstîana). Ermenîstanêda wanra dibêjin “havatasyal”, yanê xwedênas. Tê bêjî em ne xwedênasin, her tenê ewana xwedênasin! Ewana her cûre erf-edetê miletîê dane alîkî, her tenê pey tradîsîaê xaçparêzîê diçin. Tu dikarî mala rewşenbîrê êzdîda şiklê Melekî Tawis, Lalişa Nûranî, Xatûna Ferxan û yêd mayîn bibînî. Lê mala “havatasyalada” tê tenê îkona, şiklê Xrîstos, Marîamê û pêxemberê wan bibînî. Hela serda jî xaç stûê xweda darda dikin, eyd-erafatê xrîstîana bi aktîvî derbaz dikin, hertim diçine dêra… Hevalekî minî sûrman heye, ku nha Qazaxstanêda dijî, minra gotye, wekî şiklê Melekî Tawis û Lalişa Nûranî fêza serê xweda dardakirye, û ewî xwexwa minra digot: evin sîmvolê dînê meyî miletîêyî eynsî.

        Merî ecêbmayî û zendegirtî dimîne, wekî hetanî roja îroyîn tu kesekî, tu şêx, pîrekî, tu tirêqekî wan “havatasyalara” pirseke sar negotine, nedane rûê wan, wekî pêşîê me bona parastina dînê êzdya bona xweykirina dîn ji Şengalê koç kirin, hatine ketine bin bandûra Rûsîaê. Lê roja îroyîn, gava îdî sedsalya 21-ye, welatê Sovêta berêda tu kesek hukumî ser te nake dînê xwe biguhêzî, pareke êzdya bi rezadilî dînê xwe guhastye û bûye dijminê rewşenbîrê êzdya. Tiştê hewaskar ewe, wekî hela serda jî xwera dibêjin “em êzdîne”. Qîzeke me gotarek nivîsî bi vê sernivîsarê: “Bêy dînê êzdya êzdî tunene!” û malperekêda da weşandinê. We bidîta ewan “havatasyala” çi heytehol bilind kirin!.. Eva îdî bira bimîne ser îsafa wana.

        “Havatasyal” rewşenbîrê êzdya gunekar dikin, wekî ewana wextêda giva pey dînê êzdya ketibûn û çi ku dînra girêdayî bû, dixeniqandin. Ewana bîr dikin, wekî Sovêtêda atêîzm hukumdar bû. Ez xwexwa weke 50 salî rojnema “Rya teze”-da xebitîme. Ez zanim, wekî wî çaxî çawa bû. 2-3 meha carekê Komîtêa navendî ya Partîa komûnîstê Ermenîstanê hesabdayîn ji rêdaksîaê dixwest, çika me derheqa pirsê atêîzmêda çi nivîsye. Tê bîra min, nava ewqas salada me her tenê 2 gotar derheqa 2 merivê konkrêtda nivîsîn: yek derheqa şêxekî netêda (“Mirîdê min, lê ne mirîê min”), ya dinê derheqa koç’ekekêda bû (“Koç’eka derewîn”). Wî çaxî prês-byûro hebû. Car-cara gotarê atêîstîê wê cêrgêda hebûn. Me ew gotar tercmeyî kurdî dikir (ku bi tu tiştî dînê mera nedihatine girêdanê) û rojnemêda diweşand, bi wî cûreyî bersiva Komîtêa navendî dida. Nava ewqas salada naê bîra min, wekî me pirseke sar derheqa dînê meda nivîsîbe.

        Van dawya yekî bersiva wê gotara mine jorgotî dabû û berzeq-berzeq pirs dabû min: 10 sala pêşda, gava Îraqêda zor didane aktîvîstê êzdya, ez kîderê bûme û çima min dengê xwe nekirye? Ez çiqas zanim, ne 10 sala pêşda, ne jî 20 salî pêşda Kurdistana Îraqêda tu kesekî zor nedaye aktîvîstê êzdya (ka aktîvîstê êzdya hebûn, wekî zor bidanaê?) Paşê ew xwexwa dewsa nevîê min tê, bi tona bêhurmetkirinê minra dinivîse. Belengazî ka haj pê heye, wekî nava 50-salya şuxulkarya xweye nivîskarîê, rojnemevanîê, civakî min çi kar kirye? Min xwest bizanibim eva kîye. Min profîla wî vekir, sifetê wî tunebû, ne jî serpêhatya wî hebû. Paşê ez pê hesyam, wekî ew bi 3-4 nava pêşda tê û tu yek navê wîyî eslî nîne. Ew çira ji navê xwe disilike û ditirse sifetê wî bê kivşê? Ez sedî sed bawerim, wekî ew “havatasyale” û nivîsarê wîda bîna goma Ezîzê Emer tê. Ew berzeq-berzeq minra dibêje ez bûme lêpokê (marîonêtkê) kurdê surman. Ezê gelekî bextewarbim, wekî bibim lêpokê wekîlê miletê xwe, lê ne ku mînanî wana bibim lêpokê Qezeros, Karapêt, Hovhannês, Îvan, Vasîlîy, Kîrîl, Şalîko, Valîko, Datîko û yêd mayîn. Xewna lape xirabda jî ez nikarim tex’mînkim, wekî herçar nevîê min (Zozan, Şêrzad, Leylê, Mîdîa) dikarin îznê bidne xwe merivê çaxê minra usa berzeq-berzeq xeberdin yanê binivîsin. Eva yeka ji eslê merya, terbetdarya wane malê û derdora tê.

        Telebextra, gilî ne tenê derheqa mindane. Ewê teze rabûne usa bêmerîfet, berzeq-berzeq derheqa wekîlê miletê meye mayîne navdarda jî dinivîsin. Mesele, derheqa Zêlîmxan Mûsoêvda. Em kubarin, wekî yekî mînanî wî dêpûtatê parlamênta Rûsîaêye, merivekî Rûsîaêyî dewlemende. Wexta van axirya şipûk hate ser êzdîê Şengalê, ewî û birê xwe Amîrxan bahê mîlîonek dolarî zêdetir alîkarî şandin seba şengalya. Xênji wê, bi navçîgarya wî hukumeta Rûsîaê alîkarî da şengalya. Rewşenbîrekî meyî usayî navdar, çawa Kinyaz Mîrzoêve dîsa bû nîşangeha yeke nîvxwendî. Ew jî ew Kinyaz Mîrzoêv, yê ku mêdala zêrîn ji destê lîdêrekî dinyaêyî seyasetîê, dewletêyî nhayî navdar, prêzîdêntê Qazaxstanê  Nûrsûltan Nazarbaêv stend, akadêmîke, doktorê ulmê fîlologîê, profêsore, serwêrê kafêdra zankoa Alma-Ataêye dewletêye, serkarê olka kurdê Qazaxstanêye. Yekî mînanî Yûrîy Nabîêv jî, ku xebateke seyasetîê-civakîye ewqasî mezin dike, xwendevana pê dide hesandinê derheqa şerkarya kurdaye miletîê-azadarîê, rewşa wane nha temamya cihanêda, bûye kelemê ber ç’evê wan.

        Min çawa îdî gotye, îlahî Ermenîstanêda nava pareke êzdyada tradîsîaê miletîê hatine hildanê. Ewana navê miletîê danayînin ser zarê xwe. Navê wane hizkirî Pox’ose, Pêtrose, Armêne, Armînêye, Narînêye, Yêkatêrînaye (lê ne ya 2-a!), Nataşaye (gelo ewana zanin, wekî kûrortê Tûrkîaêda derheqa xudana vî navîda çi dibêjin?)… Lê navê zarokê rewşenbîrê êzdya himlî hane: Zerê, Zînê, Nûrê, Mîdîa, Zoro, Tîtal, Karê, Cemal, Miraz û yêd mayîn. Hûn tex’mîn dikin firqya rewşenbîra û “havatasyala” çiqase? Gelek êzdîê Ermenîstanê û Gurcistanê, ku çûne Rûsîaê, îlahî Moskvaê, gava şayî, dewetê xwe dikin, hîmlî sazbendya ermenya, gurca, rûsa diqedînin. Ewana, “havatasyal” malê xweda her tenê ermenî, gurcikî û rûsî xeber didin, tê bêjî kurmanî bavê wan kuştye.

        Telebextra, nîvê êzdya, çawa Ermenîstanê, Gurcistanê, Rûsîaêda, usa jî Kurdistana Îraqêda dibêjin “em ne kurdin”. Hinek êzdîê Şengalê digotin “em erebin”. De bav-birê wane ereb çi anîne serê wan! Kê hate hewara wan, kê pêşberî wan faşîsta kire şer, xûn rêt, korîdor vekir, pareke êzdya ji xezakirinê azakir? Ew kurdê surman nîbûn? Ewana çira naxwazin vê yekê bibînin? Her tenê bin mîkroskopêda tiştê biç’ûk digerin, dibînin û mezin dikin. Nha kê alîkarîê dide penaberê êzdya çawa Îraqêda, usa jî Tûrkîaêda, Sûrîaêda? Ez îdî nabêjim derheqa wê alîkarîêda, ku ji Avropaê, Kurdistana Rohilatê, welatê Sovêta berê çi ji alîê kurdê êzdî, usa jî kurdê musulman tê. Kê naxwaze vê yekê bibîne, yan kore, yanê jî dijminê qane-qane.

        Min wê gotarêda nivîsîbû, wekî agêntîê dinyaêye înformasîon, têlêvîzîon, radîo, rojneme, kovar – gişk bi yekdengî derheqa êzdîê Şengalêda dinivîsin “kurdê êzdî”. “Havatasyalek” derkete dijî vê gotina min û dibêje: “Her tenê serkanîê rûsa û kurda evê têrmînê didine xebatê, lê yê mayîn gişk dibêjin “ezdî”. Nizanim, ew cahil çiqas haj wê yekê heye, wekî United Press, Associated Press, Reuters, France-Presse û yêd mayîn ew têrmîn çawa dane xebatê. Çiqas ez zanim, zanebûnê wîye ewqasî mezin tunene, wekî haj temamya prêsa dinyaê hebe. (Min rê têra nedît bersiva wî bidim, çimkî ew ne layîqî wê yekê bû û dewsa nevîê min dihat, radibû usa berzeq-berzeq minra dinivîsî).

        Dawîêda dixwazim meseleke ha bînim. Tê bîra min çend sala pêşda ez çûme bajarê Hoktêmbêryanê. Navenda bajêrda gelek meriv berev bûbûn. Min dîna xwe daê: du merî dikine şer. Yek weke ç’yakî, yek jî kinik. Minra gotin, wekî ewê weke ç’yakî êzdîye, ewî kinik jî ermenîye. Min dît ewî kinik çawa banzdida ewî êzdî dida ber sîla û kulma. Lê ewî êzdî qe destê xwe ber xwe hilnedida, tu tepek nedavîte ewî ermenî. Xulese, merî ketine ortê û ewî ermenî ji wî dûr xistin. Ewî êzdî hilda ha got: “Ax, bira tu êzdî bûyayî, min zanibû çi tanî serê te…” . Em her tenê hevdura xurtin. Nha ya me û wan “havatasyala” û yê mînanî wan haye: naxwazin rewşenbîrara hesab rûnên, hela wana nux’san dikin, gele gilî-gotinê netê derheqa wanda bela dikin. Lazime bê gotinê, wekî kurdê musulman dha gelekî qedrê rewşenbîrê êzdya digrin, ne ku êzdî xwexwa qedrê rewşenbîrê xwe digrin. Ê, cimeteke wekî naxwaze pey rewşenbîrê xwe here, wê bikeve roja îroyîn û roja Şengalê. Ez nizanim paşeroja wê cimetê wê çawabe.

         

Emerîkê Serdar.

         

Yêrêvan,

11.10.2014. 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *