amarikesardar
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — P
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
P
Parîa hûr,
Gulma k’ûr.
* * *
Parîê mezin gewrya meryada dimîne.
* * *
Parîê xweş bide merîê xwe,
Pirsa xweş bide xelqê xerîv.
* * *
Parîkî xweş
Hêjaye gakî r’eş.
* * *
Pêşya tişt paşyar’a nehîştine.
* * *
Pêşîê bejn-bal,
Paşê mal-h’al.
* * *
Pey tiştê çûyî nek’eve.
* * *
Pirsa bikin kalê zemana, canê (xortê) ger’yayî.
* * *
Pîrê bawer nedikir mêrke,
Gava mêrkir, de’wa h’evt-h’eyşteka kir.
* * *
P’adşê gote keç’a xwe: “Lao, ez bext bidme te yanê t’ext?”
Keç’a wî dibêje: “Bavo, tu bext bidî, t’extê xweber bê”.
* * *
P’ake, wekî kûç’ik hevalê teye,
Xirabe, wekî hevalê te kûç’ike.
* * *
P’arskir ji derya,
Da xêra mirya.
* * *
P’arsûke jinê xare.
* * *
P’ersengê h’alê kêvirda digrî.
* * *
P’êbî – gor’êbî.
* * *
P’êşa kalêda r’ûnişt,
R’ûê wî girt (merîê şîrh’eram).
* * *
P’ir’anî birye mêranî.
* * *
P’ir’gotin, can sotine.
* * *
P’ir’in – bêsur’in.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — N
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
N
Nan bide nanpêja,
Yekî jî zêde bidê.
* * *
Nan ji mala,
Dew ji mala,
Bû te’ştya p’ala.
* * *
Nan r’ûva tê xwarinê.
* * *
Nanê mêra ser mêra deyne.
* * *
Navê gur derk’etye,
R’ûvî mala dinê xirav kirye.
* * *
Navê min, navê te,
K’umê min serê te.
* * *
Navekî giran,
Warekî wêran.
* * *
Ne ins heye, ne jî cins.
* * *
Ne k’oçerê bê pez,
Ne gundîê bê r’ez,
Ne mêrê bê ez.
* * *
Ne pezê bê dore,
Ne jina bi zore.
* * *
Ne pîvaza dixwum,
Ne jî bîn ji min bê.
* * *
Ne sîre, ne pîvaze.
* * *
Ne ya xweye,
Ne ya hevalaye,
Kevanya bîst û pênc malaye.
* * *
Nêç’îrvan bê t’iving nabe.
* * *
Nedîtye,
Gava dîtye, bawer nake.
* * *
Nedîtye,
Gava dîtye, xweda r’î..ye.
* * *
Nevs babete,
Cil nobete.
* * *
Nevsa zar’a û ya kal û pîra yeke.
* * *
Nig mezine ser biç’ûk,
Ne xwezil wê malê lê bive bûk.
* * *
Nîrê giran ser stûê jaraye.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — M
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
M
Mak çye, sag jî ewe.
* * *
Mal mezela her kesê,
Herkes her’e ser e’melê.
* * *
Mala bê jin avayê bê dîware.
* * *
Mala bê t’ifaq t’imê belaye.
* * *
Mala bûkê def û zur’ne,
Mala ze’vê haj pê t’une.
* * *
Mala wî dengize,
K’î nexwe donx’ize.
* * *
Mala zêr’a xirab dibe,
Mala mêra xirab nabe.
* * *
Malê ax’ê diçe,
Canê xulam dêşe.
* * *
Malxuê me ome,
Xwelî li serê me k’ome.
* * *
Me hevdu nas nekira,
Meê serê bavê hevdu sond bixwara.
* * *
Me’na sergîna
Diçe gundê mexîna.
* * *
Me’r çiqas pûngê dir’eve,
Pûng ber qula wî şîn dibe.
* * *
Me’r (r’ûvî) naçe qulê,
H’ecika jî poç’a xweva girêdide.
* * *
Me’r me’re,
Yê spî, yê r’eş yeke.
* * *
Me’r me’re,
Xewêda merya naxe.
* * *
Me’rî bi mûr’ nîbûya,
Lingê wî zikda nîbûya.
* * *
Me’sîê zêr’în t’imê nak’eve t’or’a merya.
* * *
Mêr bêxweyî dibe – jar dibe,
Jin bêxweyî dibe – har dibe.
* * *
Mêr dîwarê dervane,
Jin dîwarê hundur’e.
* * *
Mêr k’etine kewara,
Jin derk’etine hewara.
* * *
Mêra mêr dikuştin,
Jina h’ûr-r’ûvî dişûştin.
* * *
Mêrê k’otî du cara şêr’ dixweze.
* * *
Mêrê k’otî hundur’ k’otî.
* * *
Mêrê k’otî mirîê jinêye.
* * *
Mêşê dimêje,
Paşê davêje.
* * *
Mêvanê bêh’eyam k’îsî xwe dixwe.
* * *
Mêvanê gazînekirî
R’ûdinê cîê gêzînekirî.
* * *
Merî gerekê h’evsa xwe ji
Sala du bahar,
Pîra nig xirxal,
Kalê bê gopal
bike.
* * *
Merî kuştîbe,
Lê kuştîê mêrê çêbe.
* * *
Merî kûç’kê malêbe,
Biç’ûkê malê nîbe.
* * *
Merî pirsê
Diçe Qudsê.
* * *
Merîê kin çiqas ser e’rdêne,
Ewqas jî bin e’rdêne.
* * *
Merîê kin r’ojê deh cara dibin p’adşa,
Deh cara jî p’adşatîê dik’evin.
* * *
Merîê merd r’isqê wî zêdeye.
* * *
Merîê merya bibin kevir,
Çoka merya jî k’evin, naêşînin.
* * *
Merîê xirab bela xwe ber p’îê xwe dibîne.
* * *
Merîê xirav dûrva k’ivşe.
* * *
Merîê xwendî nanê xwendina xwe dixwe.
* * *
Meriv bi sebrê h’ewlê çêdike.
* * *
Meriv box’ê r’ojekêbe,
Ne ç’êleka sed sala.
* * *
Meriv e’mrê dirêj digihîje miraza.
* * *
Meriv merya bi k’inca nas nake.
* * *
Mîa xwe da bizinekê,
Bizina xwe da sosinekê,
Dosta xwe da kevnejinekê.
* * *
Min deve nedîtine,
Lê xwe min buşkulê deva dîtine?
* * *
Min serê xwe kirye curmekî vala.
* * *
Min şîrê mirtivê xwarye.
* * *
Mineta dijmin – qirşek.
* * *
Mirin e’mrê Xwedêye,
Şayî r’ewşa dinêye.
* * *
Mirîê dînê xweye.
* * *
Mirîo, tu çiqas mirîyî,
Xwe ser çarbestê nagrî?
* * *
Mirîşk çiqa k’ok dibe,
T’abûta wê teng dibe.
* * *
Mirîşk nukulê xwe avêda dike,
Berê xwe Xwedêda dike.
* * *
Mirîşk r’abû ser p’ya,
Dîna xwe da hurmya.
* * *
Mirîşka mine
Ber derê xelqê hêka dike.
* * *
Mirîşka r’eşe
Herr’o nexweşe.
* * *
Mirîşkê hêk kir,
Xwer’a heval çêkir.
* * *
Mirîşkê ç’e’v da qazê,
K’et, hêka xwe şikênand.
* * *
Mirovê sebrê –
Melîk’ê Misrê.
* * *
Mişkê ter’azinê,
Berxê ber bizinê,
Mêrê xebera jinê –
H’emû h’ewalê mirinê.
* * *
Mizgînî dane k’erê,
Gotin: ter’a ce’şikek bûye,
Go: ê, p’alanê min pişta mine.
* * *
Morya qul namîne li e’t’ara.
* * *
Mûkî dikin hûkî.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — L
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
L
Lema dinya avaye,
Her kes bi aqilê xwe şaye.
* * *
Lingê ger’ê
Nak’eve bin ber’ê.
* * *
Lingê soldurya t’imê p’êxase.
* * *
Lomek’arî gunek’are.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — K
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
K
Kalbûn-pîrbûn r’oja r’eşe,
Qîztî-xortî gula geşe.
* * *
Kanî bê av nabe,
Merî bê nav nabe.
* * *
Karik bin sepetada namînin.
* * *
Kela bona mêrane.
* * *
Ker’o,
Mînanî herr’o.
* * *
Kevç’î-kevç’î min top’kir,
Bi k’axika belakir.
* * *
Kevir navêjin sê boy xatirê xweyî.
* * *
Kevir tilol dibe,
Tê r’astê disekine.
* * *
Kevira davêjin Birca Belek,
Lê ne ku kundê kor.
* * *
Kevirê havînê
Bavêje kadînê.
* * *
Kevirê yap’ya yap’ya namîne.
* * *
Kirî – jê xilaz dibe,
Nekirî – dik’eve tomikê.
* * *
Kor çiqas Xwedê dinihêr’e,
Xwedê jî ewqasî kor dinihêr’e.
* * *
— Koro, çi dixwezî?
— Herdu ç’e’va.
* * *
Kûç’ik ç’e’v xweyê xwe dik’evin, dir’ dibin.
* * *
Kûç’ik sergoşt xweyê xwe nas nake.
* * *
Kulavê borêda neê k’utanê, napije.
* * *
Kulê kovanê,
Mijê-dûmanê,
K’êzka r’eş xwe da k’êleka mircanê.
* * *
Kur’ darê bavê hiltîne,
Qîz t’eşya dê.
* * *
Kur’ê du dya
Mîna du r’ya.
* * *
Kurmancî t’êre,
Xew jêr’a xêre.
* * *
Kurmê darê ne ji darêbe,
Zewala darê t’une.
* * *
Kurmê şîrî
H’eta pîrî.
* * *
— K’ê cefa k’işand?
— Yê nan xwar, cix’are nek’işand.
* * *
K’ê ç’e’vê bin axê şerm dike?
* * *
K’ê dinê dot?
-Yê k’ir’î- firot!
Dîsa negihîşt xeta cot.
* * *
K’ê kir,
K’ê xwar.
* * *
— K’ê mirî vegerandin?
— Yê dila pirsî.
* * *
K’elb bin sya e’rebêdane,
Ewî t’irê sya wîye.
* * *
K’en dermanê h’evt derdane.
* * *
K’er anegor der-dorê xwe dizîr’e.
* * *
K’er k’et xwey medet.
* * *
K’er k’ete h’er’îê,
Xweyê k’erê k’erê qewatire.
* * *
K’erê guhsist
Ti..ê şidyayî dikin.
* * *
K’erê min, nemre,
Bahar bê, onceê şînbe.
* * *
K’erê me çû seferê,
Veger’ya mînanî berê.
* * *
K’ero, nemir h’etanî qîfar şîn dibe.
* * *
K’esadî dike fesadî.
* * *
K’esîbûn – k’otîbûne.
* * *
K’eşîş hînî k’adika bûye.
* * *
K’îderê ya xwe dibêjî,
Bîr neke ya min jî bêje.
* * *
K’î dixebite, ew jî dixwe.
* * *
K’î gor’ê hevalê xwer’a dik’ole,
Ew xwexwa dik’evê.
* * *
K’îderê goşte,
P’işîk doste.
* * *
K’îderêda zirave,
Bira hema wirda jî biqete.
* * *
K’inca, ku k’ete ber p’îna,
Serê, ku k’ete ber şîreta, xêr jê naê.
* * *
K’otan çi zane, qayîş çi dike?
* * *
K’umê H’eso dide serê Misto,
K’umê Misto dide serê H’eso.
* * *
K’umê merîê r’astgo qule.
* * *
K’urtanê k’erê ji zêr’be jî,
K’er dîsa k’ere.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — J
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
J
Je’ra me’ra ji me’ra naçe.
* * *
Jêr r’ûdinêy – jor xebernede,
Jor r’ûdinêy – jêr xebernede.
* * *
Ji be’rê derbaz bûn,
Newalêda xeniqîn.
* * *
Ji biç’ûka bipirse,
Ji mezina bitirse.
* * *
Ji zana bipirse,
Ji nezana bitirse.
* * *
Jin heye meriva dike wezîr,
Jin heye meriva dike r’ezîl.
* * *
Jin jî heye, jinkok jî heye,
Mêr jî heye, mêrkok jî heye.
* * *
Jina bedew t’imê bi yare.
* * *
Jina mêrê çêbe,
R’okê li dinêbe.
* * *
Jina min bi nave,
Hurmete minr’a him t’ac, him jî t’exte.
* * *
Jinê ziman r’a pê nabin.
* * *
Jintî-mêrtî girya g…ye,
Ne dest vedibe, ne dev.
* * *
Jor t’û dikim – burune,
Jêr t’û dikim – r’ûye.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — Î
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
Î
Înîê were,
Şemîê her’e,
Kê zêde dimîne – xwelîsere.
* * *
Îsal sala belegewre,
Şev sayîye, r’oj e’wre,
Keç’ avise, bûke stewre.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — H
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
H
Hate cîê min,
R’abû r’ûê min.
* * *
Hate malê merya malê,
Nehate malê qeda salê.
* * *
Hatî ser ç’e’vekî min,
Nehatî ser herdu ç’e’vê min.
* * *
Hebûna dinê qirêja destaye.
* * *
Hebûna dinê strûê meryaye.
* * *
Hebûna merya strûê meryaye.
* * *
Hemdeme,
Ga û golik t’ev berdane,
Em mane ev xeberdane.
* * *
Heqî destê neheqîêda zarezare.
* * *
Heqî zirav dibe, lê naqete.
* * *
Hergê hatî ç’engê min,
Tê bivînî r’engê min.
* * *
Her kes berê kevç’î xweda dike.
* * *
Her kes r’oê hindava xweda dibîne.
* * *
Her yek qasî xwe merîye.
* * *
Hesp bi hevsara,
Mêr bi qirara.
* * *
Heval neynika dilê hevale.
* * *
Hevalên baş bira û xûşka pêştirin.
* * *
Hevaltya wan hevaltya gur û r’ûvîye.
* * *
Hevaltîye yanê kûç’iksantîye?
* * *
Heylî jin, weylî jin.
* * *
Hêrsa qîzê —
K’ela dîzê.
* * *
Hêrsa mêra zir’înya k’erê yeke.
* * *
Hilde gopal,
Her’e cinetê.
* * *
Him nalê dixe,
Him bizmar dixe.
* * *
Him zik, him pişt, him tenişt,
Îdî te çi têda hişt?
* * *
Hindike, lê r’indike.
* * *
Hinek têne avê,
Hinek tên êgir.
* * *
Hînkirya hîn neke,
Hîn dikî bîr neke.
* * *
Hûr bibare,
Nûr bibare (baran).
* * *
H’emû ç’ya divên: em ç’yane,
Golikê salê divên: em gane,
K’ê şinêlekî jî xwedike, dive: ez ax’ame.
* * *
H’enek wê bibin degenek.
* * *
H’esen k’eçel, k’eçel H’esen.
* * *
H’esin germî, germî,
Şuxul nermî, nermî.
* * *
H’eso zane, k’era wî ji k’u dikule.
* * *
H’eta ç’epê ha kir,
R’astê mala xwe ava kir.
* * *
H’eta dest r’eş nebe,
Te’ma dêv xweş nabe.
* * *
H’eta neve qal,
Nave mal.
* * *
H’etanî bûk xemilî,
De’wet betilî.
* * *
H’etanî çûyînê bona hatinê duşurmîşbe.
* * *
H’etanî mirinê
Ç’e’vî kirinê.
* * *
H’evt cara bipîve,
Carekê bibir’e.
* * *
H’evt te’jîê me nikarin r’ûvîkî wî bigrin.
* * *
H’inga min nexe,
Denga min dernexe.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — G
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
G
Ga k’etye,
K’êr lê p’ir’bûne.
* * *
Gaê r’eş ç’ermê xwe naguhêze.
* * *
Gelekî nede ber dasê,
Wekî lê nebî hasê.
* * *
Gepa qerç’imî me’rê tûrda p’îstire (xirabtire).
* * *
Gîha cîê qir’êjda p’ir’ şîn dibe.
* * *
Gîskê guhê berxê girtye,
Hela gîsk dike bar’e-bar’.
* * *
Gilî ji devê mêra carekê dertê.
* * *
Gilîê r’ast didin destê k’era.
* * *
Gilîê xweyî paşîê pêşîê nebêje.
* * *
Gizêr zere,
Kirtîn li sere.
* * *
Go: ezê her’im firo fir’kim,
Min nizanibû ezê p’or’-gulya kur’kim.
* * *
Go: p’işo p’îsîê te dermane.
P’îs bû, veşart.
* * *
Go: şivan bi hevda dik’evin,
Çol û pez gurar’a dimînin.
* * *
Go: k’ûsî, çir’a usa p’îsî?
Go: Xwedê usa e’nya min nivîsî.
* * *
Go: tu çi diçînî?
Go: ku şînbe, tê bibînî.
* * *
Golikê malê ji gaê malê natirse.
* * *
Goştê canê xwe bixwe,
Minetê qesab çêtire.
* * *
Goştê min çiqa bixwe,
Hestûê min navêje.
* * *
Gotin e’dete,
Nexwarin dewlete.
* * *
Gulî dirêj –
Aqil kêm.
* * *
Gunê Xwedê merya neê,
Gunê e’vda boşe.
* * *
Gur çi zane, k’êwrîşk berjêrada nikare bir’eve?
* * *
Gur gotye: bîna se bîna min bûya, minê k’oka dinyaê banya.
* * *
Gura k’era H’esen xware,
Ne gazine, ne heware.
* * *
Gurê mêşe
Hîn nabe p’êşe.
* * *
Gurr’a dixwe,
Şivanr’a jî h’ele-h’ele.
* * *
Gûê h’işk p’êşa meryava nagre.
* * *
Gûze, gûzek,
Dibe dîzek.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — F
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
F
Filekî xêr birakî bê xêr çêtire.
* * *
Fir’îna mirîşkê
H’etanî kadînê.