rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

amarikesardar

AX, EW HELEQETÎÊ NAVBERA QEBÎLADA!..

 

JI JIYANA GUNDÊ ME Û NE TENÊ…

 

 

AX, EW HELEQETÎÊ NAVBERA QEBÎLADA!..

 

туземцы        Navbera gundîkî me – Cekê Teyo, ku ji qebîla Mixaylya bû, û qebîla Utya tunebû, gele cara kiribûne şer. Rêdaktorê rojnema “Rya teze”-ye wî çaxî Cerdoê Gênco bû, ku ji qebîla Utya bû. Utya usa dikin, wekî rojnemêda derheqa Cekê Teyoda fêlyêtonekê neşir dikin, şer-şiltaxa davêjnê. Dîwan vê pirsêva mijûl dibe, Cekê digrin û slêstîkirina wî Lênînakanêda (nha Gumrî) derbaz dikin. Cekê dibêje, wekî ew û Utya dijminê hevin, lema şera davêjnê. Slêstçî dibêjê:

        — Merîkî usa gundê weda heye, wekî ne ji qebîla we, ne jî ji qebîla wanbe, bê rastîê bêje?

        Cekê divê:

        — Erê, heye, — û navê bavê min dide.

        Ez jî wî çaxî biç’ûk bethal nexweş bûme û malê îdî bona qencbûna min gumana xwe birîbû. Gazî bavê min dikin, wekî here Lênînakanê. Bavê min karê xwe dike here. Pîrka min, apê min, dya min hiltînin jêra dibêjin:

        — Mala te xirab nebe, kurê teyî taê-tenê ber mirinêye, tu radibî bona Cekê diçî Lênînakanê.

        Bavê min dibêje:

        — Cekê dergê tengdane. Ez nikarim neçim. Gede jî mir, hûn hildin. Ezê ese herim.

        Û diçe, rastîê dibêje. Çend roja şûnda Cekê aza berdidin. Pey wê yekêra Cekê û bavê min bûne destebirakê hev. 

 

 Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

KIRÎ Û TESLÎM KIR

 

JI JIYANA GUNDÊ ME Û NE TENÊ…

 

 

KIRÎ Û TESLÎM KIR

 

пистолет         Dawya salê 20-î qirara hukumeta Sovêtê hebû: ç’eka ji nav cimetê berevkin. Çar qemê mala me hebûne, bavê min dibe teslîm dike. Wekîlê dîwanê qayîl nabe, şera davêje bavê min, wekî qirma me jî heye. Lê qirma me rastîê jî tunebûye. Bavê min mecbûr dibe, diçe Tbîlîsîê, qirmekê dikire, dike nava nanê somî, tîne, teslîm dike û wî cûreyî yaxa xwe ji dîwanê xilaz dike. 

 

 Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

“EZ BATRAKIM, EZ BATRAKIM!..”

 

JI JIYANA GUNDÊ ME Û NE TENÊ…

 

“EZ BATRAKIM, EZ BATRAKIM!..”

 

батрак        Gundê meda zulmeke usa bûye, ku hetanî nha jî tê gilîkirinê. Dîwana Sovêtîê teze hatibûye testîqkirinê. Guhdarya mezin didane ser kesîbê gund, wanra digotin “batrak”. Kesîbek gundê meda hebûye, navê wî Tosinê Ûrşan bûye. Ew jî batrak bûye. Gotina wî herdera derbaz bûye, şikyatê gundya kirye, xiravî kirye û kesekî newêrbûye jêra bêjin “serê pozka sola te xare”. Wexta tiştek jêra digotin, lê hildihat, digot: “Ez batrakim”, û kesekî xwe nedikire heval. Nediçûn mala wî, nedihatin, rêva rastî wî bihatana, rya xwe dadigerandin. Ew xwexwa ji qebîla Îsediza bûye, zarokê wî tunebûne. Payîz bûye. Wextê Rojîê Êzdî bûye. Bizineke wî hebûye, serjêdike, wekî Rojîê xwe derbazke. Mer’ê hiltîne, diçe xanîê p’îr Nevo (me jêra digot Kekê Nevo), ku wî çaxî sirgûnkirî bûye, hildişîne, p’erdîê şil tîne, jin bi wan tendûrê dadide, dû dikeve xênî, tijî dibe. Tosin nehiş dikeve. Bes gund bela dibe, wekî Tosin mirye.

        Gundî tên tijî dibin. Nava wanda yekî şereza hebûye, dinihêre, sûretê Tosin hey sor dibe, hey spî dibe. Tex’mîn dike, wekî Tosin nemirye, lê Tosin ewqas zulm anye serê gund, ew mêrik dixwaze zû ji batrak xilaz bin. Dibê: “Zû bikin gora Tosin bikolin, em hildin”. Usa jî dikin. Hema wê rojê jî Tosin dikine ç’el, vedigerin. Xêlekê şûnda ew malê nêzîkî mezela deng dibihên. Lê guh nadnê. Edetekî ha gundê meda hebû: roja mirî dikirne ç’el, êvarê dibirin agir ser gora wî dadidan bona de’be neên gorê nekolin, meyt dernexin. Wexta vê carê jî agir dibin ser mezelê Tosin dadin, dinihêrin: gora wî korda çûye. Gundya digot, wekî usane, dû serê wî ketye û gava birine kirine mezelê sar, ser hişê xweda hatye, kirye qareqar, xwestye rabe, lê mezel serda hedimye û binda mirye. Dêmek, Tosin sax’-sax’ kirine ç’el. Ewî ewqasî xirabî gundyara kiribû, wekî tu kesekî derheqa vê kirinêda dîwan pê neda hesandinê.

 

 Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

BÊÎSAFÊ BÊÎSAF

 

BÎRANÎNÊ  ZAROTÎÊ:

 

 

BÊÎSAFÊ BÊÎSAF

 (Ev serhatya derheqa qewmandinê zarotya nivîskare rêalda berevoka wîye bîranîna “Mukurî”-da,

usa jî berevoka wîye bona zaroka “Em çûne aş”-da hatye weşandinê)

 

                   Gele cara merî merivaya xwe unda dike, kirina wan weke kirina ne anegorî merivayêne. Qewmandineke ha ewqasî hukumî ser min kirye, wekî hetanî roja îroyîn jî ji bîra min naçe. Ew yek wextê zarotya minda bûye. Aha çi qewimye.

                  Pişîkekî meyî nêr hebû. Min navê wî danîbû Givir. Wekî ez bêjim Givir aqil bû, dive kesek min bawer neke û bikene. Lê rastîê jî usa bû. Pişîk ç’ilekin, lê Givir ç’ilekî nedikir. Wekî goşt wêderê danîbûya, hetanî me nedidaê, ser goştda nediçû. Dya min şîr dikire teştê fire, êvarê hetanî sibê servekirî datanî kox bona sibê tox’avka ser berevke. Derê koxî vekirî bû, lê Givir nediçû kox û tu wexta tox’avka şîrê me nedixwar. Dizya me nedikir. Mala meda mişk tunebûn – Givir qira wan anîbû. Wexta berf erdê tunebûya, diçû zevya kêleka mala me mişk digirt, danî heyatê û pêra dilîst. Mişkê taqetketî berdida, mişk hevekî direvya, Givir lepê xwe davîtê, danî ber xwe, datanî. Usa tanî serê mişk hetanî ew lap taqet diket, paşê Givir ew dixwar.

                  Pêşberî mala me dara têlê hebû. Wexta Givir derdikete derva, kûç’ka ew didît û didane pey, Givir çeleng-çeleng wê darêva hildikişya jorê. Kûç’kê dikire ewte-ewt, dora darê diçû, dihat. Givir jorda lê dinihêrî. Wexta kûç’kê didît Givir peya nabe, dihîşt, diçû. Paşê Givir peya dibû.

                  Min gelekî Givirê xwe hiz dikir. Wextê payîzê û zivistanê em ber tendûrê rûdiniştin, Givir dihate ser çokê min, dikire mire-mir û destê min dalast. Êvarê, wexta diketme nava cya, dihat dikete nava cîê min. Wexta ez diçûme nava gund, dida pey min, dihat. Lê min berî didaê, here bona kûç’ik wî negrin.

                  Cînarekî me dewletî bû. Êpêce pez û dewarê wan hebûn. Kevanya malê êvarê pez û ç’êlek didotin, şîr dikire teştê fire û datanî kox. Kuleka kox fire bû. Givir diçû xwe kuleka koxra davîte hundur, tox’avka xwe têr dixwar, careke mayîn banzdida, wê kulekêra derdiket. Ewî timê usa dikir.

                  Carekî ezî ne gund bûm. Wexta ez vegeryam, min Givir nedît. Min ji pîrka xwe pirsî:

                  — Ka Givir kuye? Ber ç’evê min nakeve…

                  — Wey, belkî aykê Givir nemerdara nemîne! Ewî zulmeke usa kir…

                  Û pîrka min gilî kir, wekî çawa cara bi sirê Givir diçe dikeve koxê ewî cînarê me. Zevê wê malê diçe kulekê digre, dikeve koxda, Givir digre, niftê serda dike, agir berdidê û Givir berdide. Alav pê dikeve, Givir direve, ji mala wana dertê, dibe zîwe-zîwa wî, dikeve nava gund. Gundî çiqasî dixwazin bigrin, alava wî bitemrînin, lê nikarin. Givir direve berbi deştê. Hema wêderê jî dişewite.

                  Wexta pîrka min ev yek minra gilî kir, ez derketime derva, çi lazim bû min ewî zulmkarra got. Tê kivşê ewî jî tex’mîn kiribû, wekî zulm kirye, qe dengê xwe nekir. 

 Wênekêş Arif Sevinç.

 Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

 

 

DAYKA ÎNSPÊKTOR

 

BÎRANÎNÊ  ZAROTÎÊ:

 

 

DAYKA ÎNSPÊKTOR

                   

домаш.инспектор                  Gava min koma 7-ada dixwend, serkarya mektebê xwest, wekî ez derbazî nava cêrgê komsomola bim. Nizanim çawa, dya min wê yekê hesya bû û hate mektebê, qalmeqalmeke mezin pêşda anî. Ewê bi hêrs digot: “Hûn dixwazin kurê min bêxwedêkin? Ez îzna vê yekê nadim!” Usa jî nehîşt ez mekteba gundê meda derbazî nava cêrgê komsomola bim. (Her tenê wexta min mekteba Elegezêye navînda dixwend, bûme komsomol).

                  Gava min mekteba Elegezêye navînda dixwend, car-cara dya min dihate vî gundî mala xatya min Zelxo. Te hew dinihêrî derê dersxanê vedibû, dya min derda dihat, ser kursîkî rûdinişt. Ermenî jî pakî nizanibû. Bi teherekî dersdar dida femkirinê, wekî dersdar dersê ji min bipirse, çika ez dersa xwe zanim yanê na. Dersdar şa dibû, gazî min dikir, ders ji min dipirsî. Paşê vedigerya ser şagirta û wanra digot:

                  — Binihêrin, ev kulfeta nexwendî çawa qedrê xwendinê digre û dixweze kurê wê rind hînbe.

                  Min şerm dikir, lê dersdar paê dya min dida û bi ç’evekî qenc min dinihêrî. Min çend cara dya xwera digot, wekî şerme, neê mektebê. Ewê digot “erê”, lê dîsa ya xwe dikir. Û gava cara bi sirê dihate mektebê, dersdara îdî bêyî gotina wê gazî min dikirin, ders ji min dipirsîn. Îlahî dersadrê ziman û edebyeta ermenî Frûnzîk Mkrtçyan, dersdara zimanê almanî Mayranûş Babayanê gelekî pesnê vê yekê didan, bi ç’eveke gelekî qenc min dinihêrîn û guhdarya mexsûs didane ser min. Hetanî roja îroyîn jî ez nikarim emekê wan dersdarê xwe neşêkirînim û kirina wan bîr bikim. 

 

 Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

 

TEKERA FELEKÊ

 

BÎRANÎNÊ  ZAROTÎÊ:

 

 

TEKERA FELEKÊ

 

 

колесо2        Rûbênê dostê me gundê Lêrnanskêda dima. Necar bû. Ewî wextêda pê dara minra erebeke lihîstoke biç’ûk çêkiribû. Min ewqasî wê erebêra lîstibû, wekî gişk ji hev derketibû. Tenê tekerekeke wê mabû. Rojekê jî ez sivderêda ber dîwarê koxê me rûniştibûm, min wê tekerekêra dilîst. Tekere tulol bû, çû ber derê tewlê. Ez ji cîê xwe rabûm herim tekerê bînim. Du gava ji dîwêr dûr ketim, bû xuşînya dîwêr, hilşya. Pê kevirê mezin dîwar danîbûn. Ser dengê xuşînya dîwêr pîrka min ji xênî banzda hate sivderê. Ewê zanibû, wekî ez ber dîwêr rûniştî tekerekêra dilîzim. Gava dît dîwar hilşyaye û ez dûr sekinîme, ez hemêz kirim, bû îske-îska wê, girya. Ji wan kevira tenê yek minketa, wê ez bikuştama.

        Wê rojê pîrka min nanê germ derxist, wekî ez ji wê qezyaê xilaz bûme.

 

 Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

 

3 BERXÊ “PARTÎAVAN”

 

BÎRANÎNÊ  ZAROTÎÊ:

 

 

3 BERXÊ “PARTÎAVAN”

                   

3 ягненка                  3 mîê me hebûn, 3 berxê wan. Min nav wan berxa kiribû: navê yekî danîbû Şamîramyan (ku femîla katibê komnehya Elegezêye partîaêyî pêşin bû), navê yê duda Avêtîsyan (ku femîla sedrê komşuxulkira sovêta nehîê bû), navê yê sisya jî danîbû Katvalyan (ew femîla serokê para mîlîsîaê bû). Ez 11 salî bûm. Rojekê jî gizîrê gund hat, minra got, wekî herim nivîsxana kolxozê. Negot çira. Ez çûm, min dît – çend gundîê mene wêderê. Nava wanda yekî nenas bû. Ermenî bû. Minra got:

                  — Were nêzîk.

                  Ez çûm ber sekinîm. Ewî bi ermenî ji min pirsî:

                  — Çend pezê we hene?

                  Min got:

                  — Sisê.

                  — Lê çend berxê we hene?

                  Min got:

                  — Sisê.

                  — Navê berxê we çine?

                  Min navê hersêka da rêzê. Rabû, sekinî, sîlek da min, go:

                  — Virhada qeletîê usa nekî, de biceme here!

                  Ez paşê pê hesyam, wekî yekî çûye nehîê, derheqa navê hersê berxê minda gotye komîtêa partîaê. Ewî, ku sîle min xist, xebatçîê komîtêa partîaê bûye û xût bona wê yekê hatibûye. 

 

 Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

 

DÎROKA DIZYA WERGÊREKÊ

 

 

DÎROKA DIZYA WERGÊREKÊ

M. S. LAZARÊV “PIRSA KURDAN” (1891-1917)

 

 

013-1014-1         Gava min kovara “Roja Nû”-da (s.1999-a, hejmara 5-6-a) xwend, wekî pirtûka M. S. Lazarêve “Pirsa kurdan” Stokholmêda bi tercma Têmûrê Xelîl bi kurdî neşir bûye, min neme kovarêra şand, da kivşê, wekî tercmeçîê wê pirtûkê ezim. Bersiva min dan, wekî Têmûrê Xelîl ber ç’evê wan ew pirtûk tercme kirye. Lê çimkî pirtûk destê minda tunebû, min nikaribû tiştekî bikira. Ez gelekî ji rêdaktorê wê kovarê Halûk Uztyûrkê bira razîme ewî ew pirtûk minra şand. Min pirsa zelalkirina tercmeçîê wê pirtûkê civîna Şêwra rewşenbîrê kurdda pêşda kişand.

 

 

         Em biryara komîsîa Şêwra rewşenbîrê kurd derheqa wê pirsêda raberî xwendevana dikin.

 

BIRYAR

 

         Civîna koma rewşenbîrê kurdda (20-ê îyûlê sala 2001-ê)  rêdaktorê rojnema “Rya teze” Emerîkê Serdar (Emerîk Sardaryan) hîvî kir komîsîakê sazkin bona wê pirsê binihêre ka kê pirtûka M. S. Lazarêve “Pirsa kurdan” ji rûsî tercmeyî kurdî kirye.

         Ev komîsîa hate sazkirinê:

  1. Karlênê Çaçanî – candîdatê ulmêd dîrokê, serokê koma nivîskarê kurd ya Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê, rêdaktorê sereke yê kovara “Dostî”.
  2. Grîşaê Memê — cîgirê rêdaktorê rojnema “Rya teze”, endamê Yekîtya jûrnalîstê Ermenîstanê.
  3. Keremê Seyad – serokê para radîoxeberdanê kurdî, endamê Yekîtya jûrnalîstê Ermenîstanê.
  4. Elîxanê Meme – şayîr, endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê.
  5. Mirazê Cemal – şayîr, rojnemevan.

         Komîsîaê hûrgilî pirsê nihêrî û hate ser vê fikrê: sala 1978-a Têmûrê Xelîl (Hamlêt Mûradov) ji navê komeleke kurdaye li 014a-1Avropaê (navê wê nedaye) ji Emerîkê Serdar hîvî dike pirtûka M. S. Lazarêve “Pirsa kurdan” ji rûsî tercmeyî kurdî bike.

         Hevra pev dikevin Emerîkê Serdar ewê pirtûkê ji rûsî tercmeyî kurdî bike (bi tîpê kîrîlî), Têmûrê Xelîl wê ewê bike tîpê latînî. Usa jî hevra qayîl dibin wexta pirtûk derkeve gotî bê nivîsarê, wekî Emerîkê Serdar ew ji rûsî tercmeyî kurdî kirye, Têmûrê Xelîl ji tîpê kîrîlî guhastye tîpê latînî.

         Emerîkê Serdar serî-serî tercmeyî kurdî dike, destnivîsara xwe dide Têmûrê Xelîl, ew jî ewê diguhêze tîpê latînî û destnivîsarê vedigerîne. Bi vî teherî Emerîkê Serdar temamya pirtûkê (têksta rûsî ji rûê 1-371-ê) tercmeyî kurdî dike xênji nasîê.

         Sal derbaz dibin, lê pirtûk naê weşandinê. Wexta Têmûrê Xelîl kovara “Roja Nû”-da, ku Şvêdîaêda neşir dibe, derbazî ser xebatê dibe, sala 1999-a Stokholmêda ev pirtûk tê weşandinê, ser perê kîjanêyî pêşîn tê nivîsarê, wekî pirtûk Têmûrê Xelîl tercme kirye, tu cya navê Emerîkê Serdar naê kivşê. Başe, wekî temamya destxeta Emerîkê Serdar maye (687 rûpêl).

         Komîsîaê, ku pirtûk hûrgilî himberî destxetê kir, ev yeka azrû kir:

         xênji pêşxeberê (ew pêşxeber ya rûsîda tune) û nasîdayînê gişk tercma Emerîkê Serdare, xênji çend têrmîna, ku lîtêratûra kurdîye Ermenîstanêda têne xebitandinê, lê Avropaêda teherekî mayîn têne nivîsarê. Têmûrê Xelîl tenê ew têrmîn guhastine, yê mayîn, hetanî nîşanê niqitka jî (vêrgul, nuxte û yê mayîn) têksta pirtûkê mînanî destxeta Emerîkê Serdare. Wekî usane tercmeçî ne ku Têmûrê Xelîle, lê Emerîkê Serdare.

         Xulese, komîsîaê hate ser wê fikrê, wekî Têmûrê Xelîl karê Emerîkê Serdare kirî kirye ser navê xwe. Ewî tiştekî kirêt kirye, ku gerekê bê gunekarkirinê. Komîsîa usa jî têra dibîne, wekî îzna Emerîkê Serdar heye extîyarya xwe çawa tercmeçîê pirtûkê xweyke.

 

* * *

 

         Ev biryar civîna rewşenbîrêd kurdda hatye enenekirinê û begemkirinê û rê têra dîtine ewê rojnema “Rya teze”-da çapkin.

          biryar-1-1 biryar-2-1

           

 

 

 

 

 

 

 

 

NEMA EMERÎKÊ SERDAR

RÊDAKTORÊ KOVARA “ROJA NÛ”

HALÛK UZTYÛRKRA

 

         “Roj baş, Halûkê bira!

         Ez wera biryara komîsîa Şêwra rewşenbîrê kurd û wê hejmara rojnema me dişînim, li ku ew biryar hatye weşandinê (derheqaneme Halûkra-1 tercma pirtûka Lazarêve “Pirsa kurda”).

         Bona sifetê Têmûrê Xelîl baş bê kivşê ez usa jî ksêroksa rojnemêd “Novîy Kûrdîstan” (“Kurdistana nû”, rûsî) û “Axîna Welêt” wera dişînim.

         Wexta T. Xelîl vêderê bû, timê digot, wekî Emerîkê Serdar minra ewqas qencî kirine, ku bavê min minra nekirine. Ev kirina wî bersiva wan qencya bû.

         Zor spas bo pirtûkê, ewê alîkarya mezin da min.

         Têmûrê Xelîl rojnema “Roja teze”-da şer-şiltax avîtibû min. Ez mecbûr bûm bersiva wî bidim. Ez ewê hejmara rojnema “Rya teze” jî wera dişînim, li ku ew bersiva min çap bûye (“Nema vekirî Têmûrê Xelîlra”).

Bi silavên biratîê,

Emerîkê Serdar.

13.X.2001”.

 

ŞIROVEKIRINÊ  BIÇ’ÛK 

 

          Dive xwendevan guhdarîê danye ser wê yekê, wekî ser perê pirtûkêyî duda hatye nivîsarê “Têmûrê Xelîl ji rûsî wergerandye”, navê Têmûr hatye reşkirinê û dewsê navê wergerê pirtûkêyî eynsî Emerîkê Serdar bi desta hatye nivîsarê. Ew daxwaza wergerê eynsî Emerîkê Serdar bû, ku nikaribû wê yekê qebûlke, wekî pirtûkxana wîye malêda pirtêkeke usa tê xweykirinê, li ku bêetb û bêşerm mafê wîyî avtorîê hatye teribandinê û navê wî merivî hatye nivîsarê, yê ku xebateke Emerîkê Serdare mezin dizye û ser navê xwe daye weşandinê.

        Emerîkê Serdar berk bawere: eger Têmûrê Xelîl zanibûya, ku temamya destnivîsara Emerîkê Serdar tê xweykirinê, wê tu wexta turuş nekira gaveke usaye kirêt bikira û pirtûkê biweşîne çawa wergera xwe. Tê kivşê T.Xelîl ser wê fikrê bû, ku ewqas sal derbaz bûne (20 salî zêdetir) û çetin destnivîsar hatibe xweykirinê. Ewî (plagîator) xeysetê Emerîkê Serdar û pêdantîzma wî di şuxulê xweykirina hemû destnivîsar û dokûmêntada (çawa yê xwexwetîê, usa jî yê karkirinê) hesab hilnedabû.

           Xulese, derheqa pirsa parastina mafê avtorîêda. Çawa ji dokûmêntê jorê anî tê kivşê, komîsîaê biryara xweda daye kivşê, ku “îzna Emerîkê Serdar heye extîyarya xwe çawa tercmeçîê kitêbê xweyke”. Emerîkê Serdar bi navçîgarya Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê berbirî Agêntîa Ermenîstanêye xweykirina mafê avtorîê bû. Agêntîê wê pirsê nihêrî û hate ser wê fikrê, wekî Têmûrê Xelîl xebata Emerîkê Serdar “xwehelal kirye” û îzna Emerîkê Serdar heye ewî bide dadê. Lê çimkî ew yek Ermenîstanêda nehatye kirinê, lê Avropaêda qewimye, lema jî gerekê dad Avropaêda bê kirinê. Ew yek çixarê fînansîêye mezinra girêdayî bû, çi ku qeweta Emerîkê Serdar der bû. A lema jî Emerîkê Serdar T. Xelîl neda dadê, lê borcê xwe hesab kir civaka kurda pê bide hesandinê. Derheqa vê qewmandina kirêtda, ku çawa milkê întêlêktûal hatye dizînê, gelek rojneme û kovara nivîsîn: “Rya teze” (N8, avgûst, s.2001), “Novîy Kûrdîstan” (“Kurdistana nuh”, bi zimanê rûsî, Moskva, N7, sêntyabr, s.2001), “Hayastanî komûnîst” (“Komûnîstê Ermenîstanê” bi zimanê ermenî, Yêrêvan, N37, oktyabr, s.2001), “Axîna Welêt” (Moskva, N6, s.2000), “Pênûs” (kovara edebyetê, ku Avropaêda tê weşandinê, N19, s.2005), usa jî gelek malperê kurda. 

 

1 папка-1

Destnivîsara wergêra pirtûka M.Lazarêve «Pirsa kurda» bi kurdî, ku Emerîkê Serdar kirye. Papka №1
(rûpêl ji 1-300)

2 папка-1

Destnivîsara wergêra pirtûka M.Lazarêve «Pirsa kurda» bi kurdî, ku Emerîkê Serdar kirye. Papka №2
(rûpêl ji 301-687)

титул.лист-1

Destnivîsara wergêra pirtûka M.Lazarêve «Pirsa kurda» bi kurdî, ku Emerîkê Serdar kirye.
Rûpêla destnivîsarêye pêşin

рукопись-1

Destnivîsara wergêra pirtûka M.Lazarêve «Pirsa kurda» bi kurdî, ku Emerîkê Serdar kirye.
Papka №1 (vekirî)

 

 

ÇEND RÛÊ WÎ HENE?

 

         Hilbet, xwendevana tê derxistye, wekî Têmûrê Xelîl van axirya çend malperê kurdîda derheqa minda çi bux’dan bêjî nenivîsîne. Lê durûtya wî van herdu nivîsarê wîda tê kivşê, ku ez jêrê tînim:

 

         Bersiva xweda, ku daye Celîlê Celîl (malpera www.avestakurd.net, noyabr, s.2005-a) Têmûrê Xelîl derheqa minda çi nivîsye: “Celîlê Celîl dixweze wê diltengîya biçûk, ku di navbera min û Emerîkê Serdar da çê bûye, bi kar bîne. Lê nizane ku eger ez di meseleyekê da şaş bim, ez dikarim ji merivên wek Emerîk uzra xwe bixwezim, ji ber ku ewî bi dehan salan bona gelê me ewqas kar kirîye, ku yên mînanî min û Celîl dikarin avê li destê wî bikin”.

 

         Nemeke xweda (16.10.1997), ku Têmûrê Xelîl minra şandye, ha nivîsye: “… Emo can, vira min gotye, ku liчасть письма Т.Халила-1 Ermenîstanê ez tirsyame, ku bona karkirina xwe bême girtinê, lema ez ji “Rya teze” û Yêrêvanê derketime û revîme Ûrisêtê. Ji kerema xwe, eger ji te dipirsin, bêje, ku min te û hevalara gotye, ku tirsa min heye bêm girtin. Vê qencîê jî minra bike. Qencîê te gelek ser min hene…”

 Nema Têmûrê Xelîl dikarin vêderê bixûnin

 

         Ji kîjan rûê Têmûrê Xelîl bawer bikim? Nivîsarê wîye malperada yanê van herdu mesela? 

 

 

RÊÊD HÎMLÎ YÊD PÊŞDABIRINA… (1986)

 

 

RÊÊD HÎMLÎ YÊD PÊŞDABIRINA TRSS ÊKONOMÎKÎÊ Û SOSÎALÎÊYE

SALÊD 1986-1990-î Û WEDÊ HETANÎ SALA 2000-ê (1986)

 

005-1         Min bi spartina Kommerkezya PK Ermenîstanê “Rêêd hîmlî yêd pêşdabirina TRSS êkonomîkîê û sosîalîêye salêd 1986-1990-î û wedê hetanî sala 2000-ê” tercmeyî kurdî kir. Wî çaxî qebûlkirî nîbû binivîsyana, kê dokûmêntê partîaê û seyasetîêye ferz tercme kirye. Lema jî vê pirtûkêda nehatye kivşê, wekî tercma mine. Her tenê hatye nivîsarê, wekî rêdaktorî lê kirine Mîroê Esed û Emerîkê Serdar.

         Pirtûk neşireta “Hayastan”-ê çap kirye, 92 rûpêle.

QANÛNNEMA PARTÎA KOMÛNÎSTÎÊYE TIFAQA SOVÊTÎÊ (1986)

 

 

QANÛNNEMA PARTÎA KOMÛNÎSTÎÊYE TIFAQA SOVÊTÎÊ (1986)

 

002-1         Min bi spartina Kommerkezya PK Ermenîstanê Qanûnnema Partîa komûnîstîêye Tifaqa Sovêtîê tercmeyî kurdî kir. Wî çaxî qebûlkirî nîbû binivîsyana, kê dokûmêntê partîaê û seyasetîêye ferz tercme kirye. Lema jî vê pirtûkêda nehatye kivşê, wekî tercma mine. Her tenê hatye nivîsarê, wekî rêdaktorî lê kirine Mîroê Esed û Emerîkê Serdar.

         Pirtûk neşireta “Hayastan”-ê çap kirye, 28 rûpêle.