rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

amarikesardar

ÇAWA JI SÎ PEZÊ ME MANE HER TENÊ ÇEND PEZ

 

 

ÇAWA JI SÎ PEZÊ ME MANE

HER TENÊ ÇEND PEZ

 

        Gundê meda hela gîhadirûn destpê nebûbû, gava bavê min û apê min birine eskerîê. 20-30 pezê me hebûn. Kesek tunebû debara wî pezî bida ser hev. Xalê minî Mehmûd hat mala me. Du beranê me hebûn. Dya minra got: “Wan herdu berana bide min, ezê gîhaê pezê te bînim”. Beran birin, zile gîha jî neanîn. Berf ket, debara pezê me tunebû.

        Dya min û Firyaza Nîşo diçûn wî alîê ç’yaê Qemerdax’, ku me jêra digot Xilxile, li kîderê şînayî zef bû, bi desta gîha vedirûtin, dikirne xirara, danîn didane pêz. Ê, wê çiqas bianyana, wekî têra ewqas pezî bikra!..

        Wî çaxî dewarê kolxozê tewla Xudîê Ahmedda xweyî dikirin. Dya min çû wîra ziman dît, pere didaê, şev ew û Firyaz dizîkava diçûn ka, gîha danîn, didane pêz. Payîz îdî serhevda dihat, gava gundda qirar kirin pezê gund topkin bişînin deşta Araratê qir’a. Çend mêrê gund (ji wana yek tê bîra min – Ûsê Xudo bû) pez dane pêşya xwe û ajotin berbi deştê. Hevtê carekê – du cara postek dişandin mala me, digotin “pez telef bûye”…

        Herneyse, baharê, gava pez anîne gund, 5-6 pez hatin ber derê me. Ji wî 20-30 pezî ewqas mabûn. Eva jî kirina xalê min… Usa jî hetanî dawîê me nikaribû ewqas pezî topkin û xweykin. Çawa dibêjin, yeke me nebû duda…

 

 

DESTPÊKA ŞERÊ WETENÎÊYÎ MEZIN Û ÇÛYÎNA BAVÊ MINE ESKERÎÊ

 

 

DESTPÊKA ŞERÊ WETENÎÊYÎ MEZIN

Û ÇÛYÎNA BAVÊ MINE ESKERÎÊ

         

        Sala 1941-ê bû. Meha gulanê bû. Bavê min û apê min ji Tbîlîsîê vegeryabûn. Hatibûn bona tevî xebata gîhadirûnê bin. Lê destbi şerê Wetenîêyî mezin bû. Mobîlîzasîa pêşinda bavê min birin eskerîê. Mobîlîzasîa dudada apê min jî birin eskerîê. Mala me ma bê mêr. Bavê min orta gundê me û bajarê Spîtakêda qulix dikir û wêderê ma hetanî şerê Stalîngradê bi altindarya Artêşa Sovêtê xilazbû. Paşê bavê min birin pêşenîê, Bakûra Kavkazêda tevî şêr bû, birîndar bû, anîne hospîtala Tbîlîsîê. Dya min serda çû, jêra got, wekî çend pezê me mane, ezê herim wan peza bifroşim, pera bidme doxtira, te xilazkim. Lê bavê min qayîl nabe û dibêje:

        — Eger ez yê azakirinême, wê min azakin, lê eger ez dikarim paşî qencbûna birînê herim ber şêr, têkme şer, ezê herim, ez qelpîê hiznakim.

        Û bavê min careke mayîn şandine pêşenîê û wêderê şehîd ket. Ne şikil, ne jî nemê bavê min nemane. Çira? Çimkî pîrka min aminya xwe tu kesî nedanî, neme û şiklê bavê min bin kumişkê xweda xweyî dikir. Û gava carekê dixweze here Tbîlîsîê mala meta min, diçe stansîa Spîtakêye rya hesin. Wexta poêzd tê û pîrka min dixweze hilkişe vagonê, xûjanê Spîtakê tirê pere bin kumişkê pîrka minda hene, kumişk direvînin. Neme û şiklê bavê min usa diçin unda dibin.

        Apê min nebirine pêşenîê. Ewî komerê Pişkavkazêda qulix dikir û paşî xilazbûna şêr sax-silamet vegerya malê.

        Cîye bê gotinê, wekî her tenê wextê mobîlîzasîa yekê û duda wekîlê miletê kêmjimar dibirne eskerîê. Paşê Stalîn qirar kir, wekî wekîlê miletê kêmjimar neşînin pêşenîê. Lema jî çend mêrê gundê me dibirin batalyona xebatê, nedibirine ber şêr.

 

 

RYA PÊŞÎÊ MIN: JI ÎMPÊRÎA OSMANÎÊ HETANÎ ÎMPÊRÎA RÛSÎAÊ

 

 

RYA PÊŞÎÊ MIN:

JI ÎMPÊRÎA OSMANÎÊ

HETANÎ ÎMPÊRÎA RÛSÎAÊ

 

        Mala me jî tevî wan çend mala direve diçe deşta Bişêrîê. Wêderê gundekîda dimîne (telebextra, ez navê wî gundî nizanim). Ew gundê êzdya bûye, muxtar jî êzdî bûye.

        Wî çaxî qebûlkirî bû, wekî salê carekê karmendê Tûrkîaê herin wan gunda xercê dewletê berevkin. Go wexta karmend dihatin, çend roja diman, gundya wanra pez serjêdikirin, ezet-qulix dikirin. Gava karmenda xerc temam berev dikirin, dihîştin diçûn. Nava wan karmendada usa jî hineke zinêkar hebûne. Salekê jî karmendekî usayî zinêkar tê gundê pêşîê min. Muxtar dide pêşya wî, mal bi mal digerîne. Mala me jî tivdîra xwe dibîne. Muxtar û karmend têne mala me. Rûdinên, nan dixun. Karmend divê:

        — Ez tîme, minra avekê bînin.

        Malxuê malê dixwaze rave here jêra çeqilmastê bîne. Karmend destê xwe davêje pêşa wî, dikişîne, nahêle.

        — Bira xanim bîne, — ew bi erifî dibêje.

        Malxuê malê ancax xwe zevt dike, lêdide pêşa xwe ji destê wî derdixe, radibe, dêrîva dertê, wekî çeqilmastê jêra bîne. Kevanî derdaneke tijî çeqilmast dike, dide destê malxuê malê û ew paşda diçe odê û çeqilmastê datîne ber karmend. Karmend destê xwe lêdide, derdanê weldigerîne, çeqilmast dirije erdê.

        — Ne min go ez dixwazim xanim minra çeqilmastê bîne! Ez dixwazim çeqilmasta destê wê vexwim, — tirk bi hêrs dibêje û pişta xwe dide dîwêr.

        Malxuê malê tê hêrsa biteqe. Muxtar halê wî tex’mîn dike û hiltîne tirkra dibêje:

        — Efendî, em mala mêrikdanin. Çi cayîze gilîê usa bêjî? Te çeqilmast xwest, tera anîn. Te îdî çira usa kir? Şerme, şerme, — û vedigere ser malxuê malê, dibêjê: — Camêro, xercê xwe bide, em derên, herin.

        Malxuê malê dixwaze rave here xerc bîne, bide. Tirk dîsa dest davêje pêşa wî, nahêle here.

        — Bêje xanimê, bira ew çeqilmastê minra bîne, — bi kirêtîke usa dibêje, wekî malxuê malê îdî xwe zevt nake, destê wî zerp wêda dide.

        Tirk ji cîê xwe radibe, ber malxuê malê disekine, ç’evê xwe dikute ç’evê wî û dibêjê:

        — Êzdîê k’er, tu fem nakî, ez divêm bira xanim bê, ez wê bivînim! Ez hewcê çeqilmasta te nînim, ez hewcê xanim, bejn-bala wê, sîng-berê wême!

        Malxuê malê ber xwe nade, digihîje tirk, yekê didê, ew dişewişe, erdê dikeve. Malxuê malê dadidê tûncika wî digre, çiqas hem-zora wî hebûye, serê tirk hiltîne û çend cara erdê dixe. Muxtarê gund ancax kare malxuê malê ji tirk dûrxe, dinihêre – tirk sekitye. Hiltîne malxuê malêra dibêje:

        — Malxirab, te çi kir! Te çawa xûna wî anî ber derê me? Te kuşt! Ezê nha çi bersivê bidme dîwanê?

        Muxtar malxuê malêra dibêje, wekî ezê te qestîka bigrim, bivim bikme merekekê, kilîteke xirxope dêrîxim. “Hetanî ez meytê vî kûç’kî bivim gundê tirkayî cînar û daynim meçîtê, tu şev derê, neferê xwe hilde, bireve, wekî te negrin”.

        Malxuê usa jî dike. Hebûna xwe dike barê çend ga, neferê xwe hiltîne, ji gund dertê diçe. Xwedê zanibe, çiqasî diçe. Zane, wekî tirkî pey wî kevin. Lema jî şev-ro xwe dike yek, diçe. Tu cîkî nasekine. Gumana wî hebûye, wekî ji erdê Tûrkîaê derkeve, here wî erdî, ku bin bandûra Rûsîaêda bûye. Tê dertê mêşê Miskînya, nêzîkî bajarê Qereklîsê (Vanazora nha). Difikire, wekî ji vî mêşeyî rindtir cî tune. Qirar dike vêderê jî bimîne. Xwera avayî çêdike, heywan xweyî dike, ew û neferê xweva wêderê dimînin, ebûrê xwe dikin.

        Rojekê jî, gava ew û kurava pez-dewarê xwe derxistibûne ç’êre, sê mêrê nenas têne mala wî. Malxuê malê pê dihese, wekî ew hersê jî êzdîne, nêzîkî wêderê gundekî teze şên dikin, hatine barê ga dara bibin, avayê xwe avakin. Mala me jî diçe wî gundî û wêderê jî dimîne. (Derheqa vê reva mala meda min hûrgilî romana xweye nîvcî “Rya pêşîê min”-da nivîsye). Paşê navê wî gundê teze datînin Pamba Kurda.

        Telebextra, mala me maleke bêwa bûye. Tu cara cihêbûn neketye mala me. (Her tenê serî min û apê minda cihêbûn ketye mala me, apê min malva çûye Tbîlîsîê, ez jî hatime Yêrêvanê).

        Pambêda ji qebîla me tenê mala me bûye. Pêşîê min K’elo, Emo wî gundîda çûne rehmetê. Kurê Emo Ûsiv mabû. Jêra digotin Ûsivê Serzer. Çimkî ewî temezîke zer dora kolozê xwe dipêç’a. Sê kurê wî hebûne: Serdar, Seydo û Kerem. Serdar zewicandye, qîzeke qebîla Şemsika jêra xwestye. Navê wê Şe’rê bûye, Şe’ra Cewo. Serdar û Şe’rê kalik-pîrkê minin. Min kalkê xwe nedîtye. Romê ew dîl girtye, birye. Pîrka mine Şe’rê sala 1955-a çû rehmetê. Min gelekî pîrka xwe hiz dikir. Kulfeteke navçe, jîr bû. Gundda pîriktî dikir. Gundda çiqas jinê hemle razana, dihatin gazî pîrka min dikirin. Pîrka min pîriktî wan jina dikir, û tu zarok, tu jinek wextê razanê nemirine. Bawer bikî ji sala 20-da destpêkirî hetanî sala 1955-a çiqas zaro gundê meda bûne, pîrka min pîriktya wan kirye, lema jî gişka jêra digotin “pîrka Şe’rê”.

        Seydo jî zewicî bûye. Navê jina wî Kewê bûye. Xwedê qîzek dabûye wan. Gava Rom malda ber ç’evê neferê malê Seydo dikuje, qîz jî ji xolorê dimre, Kewê bî dimîne û vedigere mala bavê xwe, paşê mêr dike.

        Cisnê me cisnekî serte. Wê bişkê, lê wê netewe. Wekî usa nîbûya, wê çawa çar mêrê mala me derketana pêşberî temamya qebîlekê, şerkirana, hela serda jî lêdana merîkî wana seqetkirana?

        Keremî nezewicî bûye. Qîzeke Utya tê ser apê minî Keremda rûdnê. Mala me qebûl nake, ji malê derdixe. Utya tên ser mala me şêr. Dikine şer. Mala me lêdide tilîê destê utîkî dibir’e. Bona wê yekê apê minî Kerem û cînarê me Qerîê Çeto (evî axirîê bona şedetya nerast, pişta mala me girtibûye) digrin. Paşê mala me heqê xûnê dide. Apê minî Kerem diçe Tbîlîsîê dixebite, utya qestîka jêra hevaltîê dikin, dizîkava je’rê didinê, apê minî Kerem vedigere malê û diçe rehmetê. Wî çaxî Xwedê sê zaro dabûne kalkê min: Dewrêşê bavê min, Hemîdê apê min û Hizreta meta min. Ûsiv wan nevîê xwe xweyî dike, mezin dike. 

 

 

KURT DERHEQA QEBÎLA ME SANYADA

 

 

KURT DERHEQA

QEBÎLA ME SANYADA

 

         Qebîla mera dibêjin qebîla Sanya. Qebîleke kevnare. Derheqa wê qebîlêda dîrokzanê kurdî navûdeng Şerefxan Bîtlîsî pirtûka xweye “Şerefnemê”-da nivîsye.

            Çira navê wê qebîlê Sanîye? Kalemêra digotin, wekî pêşîê wê qebîlê timê çûne so anîne (so – pincareke xwarinêye). Lema jî wanra gotine “lawikê soanî”. Bere-bere sewta “o” derketye, maye “sanî”.

            Ew qebîl, gava ji Şengalê direve, tê nêzîkî Amedê (Dîyarbekir) bingeh digre. Paşê wextê êrîşa musulmana pareke wê qebîlê diçe Sûrîaê. Hetanî nha jî çend gundê wê qebîlê wêderê hene, ew gund dikevne navbera bajarê Hesekê û Qamûşlûê. Nha wana barkirine çûne Almanîaê. Parek jî tê Serhedê, paşî cîguhastî Ermenîstanê dibe, gundê nehya Aparanêye Sengerê, Mîrekê, Avşênêda dimîne. Çend malê wê qebîlê jî paşê diçin bajarê Tbîlîsîê û nha wêderê dimînin. Wexta wê êrîşa musulmana çend malê qebîla Sanya direvin diçine deşta Bişêrîê (Tûrkîa). Hetanî van axirya jî ew wêderê diman, paşê cîguhastî Avropaê bûn.

 

 

KAMILÊ ŞEKO Û ZAROKÊ GUND

 

 

KAMILÊ ŞEKO Û ZAROKÊ GUND

         

        Gundîkî me hebû. Navê wî Kamilê Şeko bû. P’îr bû. Çûbû ber şêr, birîndar bûbû, vegeryabû gund. Gizîrê gund bû. Bêzuret bû. Lê gelekî zara hiz dikir, timê xweşîê xwe wan dikir.

        Tê bîra min, carekê ewî gote me, çend zara, wekî em ser erdê velezin, ew dikare sê cara bike fîtîn, emê bêhemdî xwe rabin ser pya. Em ser zik velezyan, me destê xwe avîte şînayî (wekî dha qewîn erdêva bêne girêdanê, ranebin). Ewî carekê kire fîtîn, me xwe dha qewîn erdêva guvaşt. Cara duda jî kire fîtîn, me xwe dha erdêva kire cir’cir’k. Hevekî sekinî, Kamil hilda ha gote me: “Ez îro nakim fîtîn, sibê bikme fîtîn”. Û pişta xwe da me, çû.

        Kamilî nexwendî bû. Carekê diçe Spîtakê, dikeve dikana pirtûka û dipirse: “Derheqa miletê meda qe pirtûk hene?”. Digrin berevoka “Şayîrê sovêtîêye kurd”, ku sala 1953-a bi zimanê ermenî Yêrêvanêda çap bûbû, didinê. Kamil ew berevok anî pêşkêş da min. Min teze koma 10-a xilaz kiribû.

         

        Gundê meda çend mehel hebûn. Zarê wan mehela hevdura hevaltî nedikirin, hertim hevra dikirne şer. Îlahî zarê malê kesîb dha nêzîkî hev bûn. Min mukurya hevalê xweye zarotîê kirye. Ew Eloê Çîlê, Etemê Hinarê, Mîrzeê Zelîxê, Rostemê Dîdemê (bavê wana çûbûne ber şêr, venegeryabûn, lema jî ser navê dê dihatne navkirinê), Rizaê Etar, Mêralîê Mîro, Elîê Reşîd, Mehemedê Ûsê, Stalîkê Ûzo, Sûtoê Cemal û yêd mayînin, ku, telebextra, gişk çûne rehmetê.

 

 

MEKTEBA ME Û DERSDARÊ MINÎ PÊŞIN

 

 

MEKTEBA ME Û DERSDARÊ

MINÎ PÊŞIN

         

        Gundda destbi çêkirina emrê teze dibe. Hetanî sala 1922-a gundda mekteb tunebûye. Wê salê gundda mekteba êlêmêntar (çarsale) vedibe. Dîrêktor û dersdarê wêyî pêşin Vahan Mxîtaryan bûye. Hetanî nha jî gundîê me bi hizkirin û şêkirdarî ewî camêrî bîr tînin. Alîê me mekteba 7-sale tenê li Cercerîsê hebûye. Lema jî paşî xilazkirina koma 4-a çend lawikê gundê me gêdûkêra diçûn Cercerîsê dixwendin. Ji wana yek jî Cewoê Emer Mamoyan bûye, ku paşê têxnîkûma kurdaye Pişkavkazêye pêdagogîê, wê şûnda têxnîkûma ermenyaye pêdagogîê xilaz dike, bi deha sala mekteba gundê meda dersê zimanê ermenî û kurdî dide, çend sala bûye dîrêktorê mektebê. Cewoê Emer Mamoyan dersdarê kurdî pêşin bû, ku layîqî navê dersdarê RSS Ermenîstanêyî emekdarî hurmetlî bû.

        Wan salê pêşin gundda avayê mektebê tunebûye. Dersdara xanîê gundyada ders didane şagirta. Dawya salê 30-î avayê mektebêyî du ç’evî tê çêkirinê, hîm davêjnê, wekî dersxana zêdekin, lê şerê Wetenîêyî mezin nehîşt ew armanc bê sêrî. Destpêka salêd 1960-î, gava Wezîrê Eşo dîrêktorê mektebê bû, du dersxane serda zêde kir. Lê wan herçar dersxana jî têrê nedikir, lema jî çend odê gundya dikirne dersxane û wanda şagirt hîn dikirin.

        Salêd 70-da gundê meda avayê mekteba navînî duqat hate çêkirinê. Çawa şagirtê gundê me, usa jî şagirtê gundê Avşênê diçûne wê mektebê. Lê, telebextra, wextê erdheja sala 1988-a ew avayî bi temamî hedimî û nha Avayê dersdara kirine mekteba gund.

        Vêderê ez dixwazim du gilya bêjim derheqa du dersdarê xweda. Dersdarê minî pêşin, ku ji koma 1-7 ders daye min, Cewoê Emer Mamoyan bûye. Dersdarekî baş, merivekî xêrxwaz, zane. Ew usa jî gelekî berk bû. Tê bîra min me, çend zarê gund, paşî dersa piş xanîkî k’ap dilîst. Nişkêva yekî got: “Mamoyan hat”. Heryek me alîkîda revî. Sibetirê em çûne mektebê. Cewo Mamoyan gazî min kir, bire sivderê. Wêderê “Qanûnê bona şagirta” nivîsî bûn, dîwêr xistibûn. Minra got: “Bixûne”. Min xwend hetanî gihîştme wêderê, kîderê dihate gotinê “şagirt gotî xumarê nelîze”. “Lê te duh çi dikir?” – got û şemaqek da bin guhê min. Xeysetê wî bû, wexta şagirtekî nikaribûya bersivê bide, gazî yekî mayîn dikir, û eger ewî dawîê rast bersiv dida, digotê: “De şemaqekê bide ewê, ku nikaribûye bersivê bide”. (Derheqa vê yekêda min serhatîke xweda “Du qewmandin ji emrê mektebê”  nivîsye). Hertim mera digot “destê xwe daynin ser rûniştokê” û dinihêrî, çika bin neynûkê me kîjanîda qirêj heye. Bona vê yekê ewî em didane şermê û me timê destê xwe temiz xweyî dikir. Merivekî rastgo û helal bû. Temamya gund qedrê wî zanibû. Saya serê wî bû, wekî me, çend şagirtê wîye berê, paşwextîêda xwe rya zimên girt. Xwexwa tevî şerê dijî Fînlandîaê bûbû û birîndar bûbû.

        Dersdarê minî mayîn Reşîdê Mîrze Mîrzoêv bû. Ew him dîrêktorê mektebê bû, him jî dersê dîrokê dida me. Zef baş dîrok zanibû. Telebextra, salê şêr bûn û pirtûkê meye dersa tunebûn. Ewî her tenê bi zar ders mera şirovedikir û rojtira mayîn ji me dipirsî. Lê pirtûkê meye dersa tunebûn, emê çawa hînbûna? Tê bîra min, em koma 5 bûn. Mîrzoêv hat dersa dîrokê derbazke. Gazî şagirtê pêşin kir, ewî nikaribû dersa xwe şiroveke. Ew ber texte da seknandinê. Gazî yê duda, sisya, çara… kir. Gişka jî nikaribûn dersa xwe şirovekin, û ew jî ber texte dane seknandinê. Nava koma meda yê emrî xweda biç’ûk ez bûm. Gewdê xweda jî zareke jarkokî bûm. Gazî min jî kir. Min jî dersa xwe nizanibû. Ez jî dawya gişka dame seknandinê. Destpêkir şagirt yek heb kuta û da rûniştandinê. Bare-bareke usa ketye dersxanê, her Xwedê zanibe. Sirê gihîşte min jî. Hat ber min sekinî, zûr bû ç’evê min nihêrî, hilda ha got: “Te îdî bela xwe dîtye, mala te şewitye. Eva tera cezaê lapî girane. Tu bizdyayî. Ez destê xwe nadme te, here cîê xweda rûnê. Lê careke mayîn dersa xwe pakî hînbe, yanê na tu zanî ezê çi bînme serê te”.

        Min bawer nedikir, wekî ez usa hêsa xilaz bûm. Şagirtê hevalê min hey serê xwe hildibirîn, alîê min dinihêrîn û dikenyan, lê min guh nedida ser kenê wan. Raste, kenê wan min keder dihat, lê ya lape sereke ew bû, wekî ez nehatime kutanê. (Derheqa vê yekêda min serhatîke xweda “Du qewmandin ji emrê mektebê” nivîsye).

        Gava kolxoza gundê me û Avşênê gîhandin hev û kirine kolxozekê, Reşîd Mîrzoêv jî kivşkirin çawa sedrê serwêrtya kolxozê. Min jî mekteba navîn xilaz kiribû û gundda dixebitîm çawa serwêrê klûbê. Ç’êlekeke me hebû, avis bû, ç’evê me lê bû kengê wê bizê. Derbaharê ç’êleka me sekitî. Goştê ç’êleka avis wê çi be? Kelax bû. Min û apê xwe Hemîd  me goştê ç’êlekê bir Tbîlîsîê û teslîmî kopêratîva gund kir. Gelekî arzan goşt ji me stendin, çimkî kelax bû. Pere zef kêm bûn. Apê min hilda minra got: “Van pera bive here, wekî qe na karibî du mîê doşanî bikirî”. Ez vegeryame gund. Ezî malda bûm, gava gizîrê gundê me Kamilê Şeko hate hundur û got, wekî Mîrzoêv dixwaze te bibîne. Ez çûme nivîsxana kolxozê. Mîrzoêv wêderê bû, ji min pirsî:

        — We goştê ç’êlekê firot?

        Min go:

        — Erê.

        Go:

        — De here, wan pera minra bîne.

        Min go:

        — Hevalê Mîrzoêv, min ew pere anîne, wekî qe na du mîa bikirim.

        — Ez tera dibêjim here bîne, tê poşman nebî!

        Îdî min nikaribû ber xeberda, vegeryame malê. Dya min ji min pirsî:

        — Reşîd çira gazî te kir?

        Min gotê, wekî perê goştê ç’êlekê dixweze. Hêrs ket, nifirî min û Mîrzoêv kir. Min bi kulzikî pere hildan, çûme nivîsxana kolxozê. Mîrzoêv wêderê hîvya min bû. Go:

        — Te pere anî?

        Min go:

        — Erê.

        — De, ka bide min.

        Pere hildan, hesab kir, kire cêba xwe, gazî serwêrê fêrma pêz Êloê Qeymes kir û jêra got:

        — Sibê Seyrê (navê dya min Seyrê bû) û Emo (gundda minra digotin Emo) wê bên, bira 4 mîa bibijêrin, bibin.

        Êlo got:

        — Ser ç’eva.

        Ez guhê xwe bawer nakim. Min bawer nedikir, wekî ezê karibim 2 mîa bikirim, lê eva divê “4 mîa bide wan”.

        Ez vegeryame malê. Dya min go:

        — Te pere da Reşîd?

        Min go:

        — Erê.

        — Ew pere çûn… — dya min got, — Reşîd ew pere xwarin.

        Min go:

        — Daê, Mîrzoêv ha minra got, — û min gilî kir. Lê dya min got:

        — Lao, ewî tu xapandî, pere ji destê te derxistye.

        Hetanî sibê xew nekete ç’evê me. Sibê zû ez û dya xwe çûne ber goma pezê kolxozê. Êlo wêderê bû û got:

        — Ser ç’eva, ser sera. A, bikevne nava vî kerî, çar mîa bibijêrin.

        Min dya xwe me çar pez bijartin, da pêşya xwe, anîn malê. Çend roj derbaz bûn, Reşîd Mîrzoêv gazî min kir, go were bin vê aktêda qolke, wekî her çar pez telef bûne.

        Eva qencîke usa bû, wekî hetanî roja îroyîn jî ji bîra min naçe û ez rehmê ruhê dersdarê xweyî hizkirîra dixwazim. 

 

 

QETLA, KU SED SALA BERÊ QEWIMYE

 

 

QETLA, KU SED SALA BERÊ QEWIMYE

         

        Hetanî wî çaxî gundê meda zulmeke mezin diqewime. Sala 1912-a du gundîê me (ji qebîla Şemsika) diçin alîê Lorîê. Êvarê maleke ermenyada dibin mêvan. Dê û kur tenê bûne. Navê xort jî Darço bûye, hela nezewicî bûye. Êvarê, paşî şîvê, wexta hevdura xeber didin, gilî tê ser kir’îna pêz. Darço dixwaze pêz bikire. Herdu gundîê me (başe navê wana naê bîra min!) Darçora dibêjin, wekî alîê me pez arzane. Sibetirê dikevne rê têne gundê Hemamlûê (nha bajarê Spîtakê), Darço dixapînin, divin nava mezela, lêdixin, pê qemê dikujin, perê wî hiltînin. Qema bi xûn ber wanva, xûna Darço li ser kincê wan têne nava gund. Gundîê ermenî wana digrin, dikutin. Ewana hiltînine ser xwe, wekî Darço kuştine, lê tenê nîbûne, 10 gundîê me jî wanra bûne. Ermenî wan herda didine pêşya xwe, tên dikevin nava Pambê. (Tê kivşê, orta wan û kê xweş nîbûye, navê wan dane, usa jî navê apê min Kerem dane, ku wî çaxî gundda nîbûye, çûye Tilvîsê xebitye). Mal bi mal wan meriva digerin, navê kîjana wana dabûye. Herneyse, 10 mêrê gundê me digrin, dibin Hemamlûê. Bi etabê giran wana dikujin û meytê wan davêjne gelîê orta gund, nahêlin xweyê wan herin kuştîê xwe bînin. Orta gundê me û Hemamlûêda gundekî ermenya heye, ku jêra wî çaxî digotin Spîtak, lê nha navê wî Lêrnanske. Gundîê me diçin wî gundî, xwe davêjin dostê xwe, wekî dostê wan herin meytê kuştîê wan bînin. Hevdura pev dikevin, wekî ermenîê dostê wan wê herin bi ereba meytê kuştya bînin hetanî gêdûkê, gundîê me wê meytê kuştîê xwe ji wana bistînin, bînin gund. Usa jî dikin. Wan her 10 kuştya çawa lazime teslîmî axê dikin, lê nahêlin meytê wan herdu sebeba nava mezelda bêne ç’elkirinê. Binetara mezelada erdê dikolin, wan herdu xayîna dikine ç’el.

        Gava mala me pê dihese, wekî apê minî Kerem wê kengê bê, diçine mala dostê meyî Spîtakê û jêra dibêjin, wekî ew here pêşya apê minî Kerem. Usa jî dikin. Dostê me diçin pêşya apê minî Kerem, tînin mala xwe, wê şevê nahêlin ew bê, sibetirê çend ermenî apê minî Kerem tînin gundê me. A, apê minî Kerem vî cûreyî ji wê qetlê xilaz bû, lê ji xayîntya Utya xilaz nebû. (Ezê derheqa wê yekêda paşê binivîsim).

        Hetanî van axirya jî, gava gundîê me diçûne Spîtakê bazarê yanê stansîa rya hesin, newêrbûn bigotana: “Em ji Pambêne”.

         

        Gava Ermenîstanêda dîwana sovêtîê hate testîqkirinê, gundê me jî hevekî bîna xwe kişand. Hetanî wî çaxî gundda xolor hebûye. Qîza apê minî Seydo wextê wê xolorê dimre. Jina apê minî Seydo Kewê bî dimîne, vedigere mala bavê xwe û careke mayîn mêr dike. Hetanî van axirya jî kurê wê ser mala me xwe dikuştin, ewqasî şîrhelal bûn. 

 

 

MELÛMETÎÊ PÊŞIN, HÎMDAR Û STATÎSTÎKA RESMÎ

 

 

MELÛMETÎÊ PÊŞIN, HÎMDAR

Û STATÎSTÎKA RESMÎ

         

        Melûmetîê pêşin derheqa gundê meda şedetîê didin, wekî sala 1831-ê ew çawa gund pêşda hatye. Gundîê me dibêjin, wekî binelîê pêşin mala Mistê Şemo bûye. Ew wekîlê qebîla Şemsika bûye, ji Dêrsimê malva revye hatye vêderê. Paşê çend malê qebîla wan têne vî gundî. Dibên, bi barê ga diçûn kevir tanîn, dîwarê avayê xwe datanîn. Bi barê ga usa jî diçûn mêşê Miskînya dar danîn banê avayê xwe digirtin. Rojekê jî, gava sê mêr bi ga diçin nav wî mêşeyî dara bînin, dinihêrin maleke êzdya tenê wî mêşeyîda dimîne. Ew mala pêşîê min bûye. Ew hersê mêr pêşîê min didine bawerkirinê, wekî were wî gundê tezeda bingeh bigre. Mala me usa jî dike. Wekî usane, mala me jî dibe hîmdarekî gundê Pambê. (Ezê cîkî mayîn hûrgilî binivîsim, wekî çira mala me ji welêt revye, hatye tenê nava wî meşeyîda maye).

        Salixê nivîsare pêşin derheqa gundê me û jimara binelîê wîda sala 1873-a hene. Ç’evkanîke nivîsarda (“Wargê jîyînê û binelîêd RSS Ermenîstanê ji salêd 1831-1959”) derheqa jimara binelîêd gundê Pamba Kurdada ha hatye nivîsarê:

s. 1873-a – 292 merî,

s. 1886-a – 394 merî,

s. 1908-a – 464 merî,

s. 1914-a – 560 merî,

s. 1916-a – 436 merî,

s. 1919-a – 384 merî,

s. 1922-a – 325 merî,

s. 1931-a – 480 merî,

s. 1959-a – 349 merî.

        Çawa ji vê cedvelê tê kivşê, jimara binelîêd gund paşî dakutana Romê êpêceyî kêm bûye. Romê hinek kuştine, hinek jî dîl girtine, birine. Gava kalkê min Serdar dîl girtine, birine, birê wî Seydo malda ber ç’evê neferê malê kuştine. 

 

 

ÇEND ÊPÎZOD JI JYANA GUNDE DERBAZBÛYÎ

 

 

ÇEND ÊPÎZOD JI JYANA GUNDE DERBAZBÛYÎ

         

        Dibêjin, berê wî navçeyîda bi temamî tirk mane. Gundê meda jî binelî tirk bûne. Navê gund jî Ax’daş bûye (yanê kevirê spî). Fêza gundê me alîê rohilatê ç’yakî biç’ûk heye. Gundîê me jêra dibêjin K’arxane. Wêderê k’ana selê spî heye. Tê kivşê, bona vê yekê jî navê gund danîne Ax’daş.

        Salekê derbaharê, gava alif serhevda tê, berf ewqasî gelekî dikeve, wekî merî nikarin birevin. Digrin kulava fire dibir’in, dikine lak’an, lingê xweva dikin, wekî berfêda neçne xarê, heywanê xwe dihêlin, berbi deştê direvin. Gava germ dikevê, binelî vedigerin tên gundê xwe. Çi dibînin? Heywanê belengaz birçîna ewqasî stûnê goma û tewla kotine, wekî ban hedimye û heywan telef bûye. Dibên, hetanî wî çaxî çend kanîê mezin dora gundê me hebûne. Tirk digrin hirya neşûştî dikine wan kanya, sêla didin ser, ser tijî xwelî dikin, digrin, wekî ava wan kanya derneê. Dibêjin, ewana usa kirye, wekî merî wêderê îdî gunda ava nekin, wêderê nemînin. Û rastîê jî der-dorê gundê me, li pala ç’ya çend cîê şîn hene, li ku nemayî geleke. Paşî vê yekê tirk wan gunda terk didin, berbi deştê diçin. Hetanî nha jî kêleka gundê me cî heye gundî dibêjin ew cîê mex’berê tirkaye. 

 

 

HINEK JI DÎROKÊ, QEBÎL Û BEREK

 

 

HINEK JI DÎROKÊ, QEBÎL Û BEREK

         

        Alîê roavaêra me digot Davan. Wêderê çayîreke mezin heye, av jî pire. Wêderêye usa jî Newala E’celê. Cîkî gelekî xweşe. Lê çira usa jêra gotine? Çimkî sala 1920-î Rom hatye derketye gundê me. Çawa cahilê gundê me, usa jî cahilê gundê cînar berev kirine, anîne wê newalêda qetil kirine. Hetanî ez gund bûm, zaro bûm, em diçûn wê newalê, me qûmêra dilîst û car-carna hest-pestîê merya derdiketin.

        Pîrka min digot, wekî wexta eskerê Romê ketine gundê me, pêşîê gundyara baş bûne. Bahar bûye. Şîr, mast, penêr bi peretî ji gundya kirîne. Eskerê Hemîdya bûne. Digotin, em zanin, hûn ehelîê cîne, we tu xirabî mera nekirye, her tenê malê qersya nîşanî medin, dewa me wanra heye. Pîrka min digot: de meê çawa vayîsya cînarê xweye teze bikira, malê qersya nîşanî wanda. Çendek derbaz dibe, eskerê Romê rojekê defê û zurnê dixin, bêdera nava gundda govendê digrin, dilîzin. Êpêceyî dilîzin. Cahilê gund diçin, hinek dikevin govendê, dilîzin, hinek jî temaşe dikin. Demeke dirêj defê û zurnê dixin, nişkêva dengê defê dibirin, dora cimeta berevbûyî digrin, xort û mêrê cahil digrin, dikine merekekê, derî ser wan dadidin, çend eskera qerewil datînin. Kalkê minî Serdar jî nava girtyada bûye. Rojtira mayîn wan mêrê gundê meye dîlgirtî didine pêşya xwe, berê wana didine gêdûka Ortinavê. A, Romê kalkê minî Serdar vî cûreyî girt bir, hetanî roja îroyîn jî em nizanin, çi anîne sêrî.

        Ç’emekî biç’ûk ji Piç’êxa destpê dikir dihat navbera gundê me û Avşênêra derbaz dibû diçû. Me, zaroka, mehê havînê gol digirt, xwe avê dixist. Paşê gava gundya ava wî ç’emî dibirîn danîn, wekî bostanê kartolê xwe avdin, ç’em dimiç’iqî. Me wî ç’emîra digot Ç’emê Bela. Çimkî ew ç’em navbera gundê me û Avşênêra derbaz dibû. Çawa eyane, Avşênêda hîmlî qebîla Bela dima.

        Gundê meda çend qebîl hebûn. Ez dixwazim navê wan qebîla bidim: Şemsika, Mixaylya, Utya, Stûrkya, Îsediza. Malek jî Sanî bû. Ew mala me bû. Çend malê p’îra hebûn. Şêx gundê meda tunebûn.