rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

“EZ MERIVÊ Ç’YAME, TU CÎKÎ MIN NAÊŞE…”

 

SALÊ XWENDKARYA MINE DÛRE DIRÊJ… 

 

 

“EZ MERIVÊ Ç’YAME, TU CÎKÎ MIN NAÊŞE…”

 

 

спортсмен                  Sala 1953-a min mekteba navîn xilaz kir. Min nikaribû şuxulê xwe bidim bona îdara xwendinêye bilindda bixûnim, çimkî dokûmêntê min serrast nîbûn. K’utîka gundda paşnavê (femîla) min Ûsûbov bû, lê atêstatêda Serdaryan bû, mêtrîka min jî tunebû. Hetanî min eva yeka serrast kir, pasporta xwe stend, wedê qebûlkirina dokûmênta derbaz bû. Ez wê salê gundê meda xebitîm çawa serwêrê klûbê. Sala 1954-a min dokûmêntê xwe hazir kir û ez çûme Yêrêvanê, înstîtûta pêdagogîêye ser navê X.Abovyan. Wexta dokûmêntê min nihêrîn, gotin dokûmênta derheqa sax’lemya minda tune, bê wê yekê nikarin dokûmêntê min hildin, here bîne. (Ew cara duda bû, wekî ez hatibûm Yêrêvanê. Cara pêşin ez tevî gundîê me hatibûm opêraê. Em qe nava bajêr negeryabûn û min bajar nas nedikir).

                  Ez derketime derva. Wede û perê min tunebûn, wekî vegerme Aparanê û ewê dokûmêntê bînim. Min ji yekî pirsî, polîklînîka nêzîk kuye. Ewî minra got kîderêye. Ez çûme wêderê. Polîklînîka 4-a bû. Ez çûme hundur, min dît kulfeteke navsereye bilind xelatê spî lê wira sekinye. Min gotê, wekî ez dixwazim dokûmênta derheqa sax’lemya min bidin. Ewê ji min pirsî, ez kîjan kolanê  dimînim. Min gotê, wekî ez gundekî nehya Aparanê dimînim. Ew kenya û gote min, wekî polîklînîka wan dokûmênta usa dide her tenê binelîêd bajêr. Min gotê, wekî wede û perê min tune ez bona wê dokûmêntê herim Aparanê, ez xwexwa jî merivê ç’yame, tu cîkî min naêşe, ez sax’lemim.

                  Ew kenya û minra got “em herin”. Em ketine kabînêtekê. Ewê kax’azek derxist, tijî kir, mor lêda, da min û got:

                  — Here, bira tera ox’irbe.

                  Min razîbûna xwe daê, derketime sivderê. Yeke xelatê spî lê rastî min hat. Min jê pirsî:

                  — Ewa ev dokûmênt daye min kîye?

                  Go:

                  — Seroka polîklînîkaêye.

                  Îdî dereng bû, lema rojtira mayîn ez çûme înstîtûtê û min dokûmêntê xwe teslîm kir. Ewî, ku dokûmênt qebûl dikir, qe pakî lê nenihêrî, wekî dokûmênta derheqa sax’lemîêda min ji kîderê anye. 

 

Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

 

 

1 комментарий: “EZ MERIVÊ Ç’YAME, TU CÎKÎ MIN NAÊŞE…”

  • yücel говорит:

    Hekîmo

    Hekîmo ezî saxlemim û çiyayî me
    Pere û wede ba min tune bextê te me
    Tu kaxetekî binivîse ez benda te me
    Qencîya te bir nakim Seyrê ez mêjandime

    Hekîmo min zozana vexwarine avên sar
    Derman tunebun,me diçinî pel û pincar
    Îro ez xeribim tenê mame bê pere stu xar
    Lê tuyê rojeki bêbhê navê Emerikê Serdar..

    Koçer.

Добавить комментарий для yücel Отменить ответ

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *