rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

amarikesardar

XEBATA PARA ÇANDÊ Û NEMAYE PRAKTÎK

 

 

XEBATA PARA

ÇANDÊ Û NEMAYE PRAKTÎK

         

        Berî her tiştî min ankêta hemû miqaledarê parê hazir kir û her yekîra neme şand, wekî pevgirêdana xwe tevî rêdaksîaê dha qewînkin, dha bi aktîvî tevî xebata rêdaksîaê bibin. Nava wextekî lapî kinda jimara gotara û nema dha zêde bû. Ne tenê bi nema ewana rêdaksîaêra dihatne girêdanê, lê gele cara dihatne rêdaksîaê û spartinê anegor distendin. Bi saya serê wê yekê xebata parê êpêceyî aktîv bû, gotar û neme dha gelekî rûpêlê rojnemêda hatine çapkirinê.

        Wî çaxî gundê kurdada dar kêm hebûn. P’ar rûpêlê rojnemêda bi înîsîatîveke ha pêşda hat: ber derê her malekê – darek. Eva yeka alîê binelyada baş hate qebûlkirinê, û nava wedekî kinda gundê me, kurdada, ber derê mala û orta gundda darê teze hatine nikandinê.

        Bi spartina p’arê tevgelê şerê Wetenîêyî mezin Şaoê Lêşo bin dêvîza “Tu kes nehatye bîrkirinê, tu tişt nehatye bîrkirinê” gotarek nivîsî û pêşdanîn kir, wekî lazime gundê kurdada bona bîranîna şehîdê şerê Wetenîêyî mezin heykelê bîranînê bêne çêkirinê.

        Berî gişta binelîê gundê Çobanmazê (nha Avşên) caba vê înîsîatîvê dan. Wana ser kanya Dirbo heykelê bîranînê çêkirin, ser wî navê wan merivê gund nivîsîn, ku şêrda şehîd ketibûn. Wextê bi şaynetî vekirina heykel (payîza sala 1970-î) ne ku tenê binelîêd gund, lê usa jî wekîlê gundê cînar, organêd dîwanê, prêsaê hazir bûn. Me derheqa vê yekêda gotarek û şiklê heykel rojnemêda da çapkirinê.

        Lê gundê Sîpanêda bi înîsîatîva dîrêktorê mektebê goşê bîranînê hate vekirinê, li ku kurt derheqa wan binelîêd gundda hatibû nivîsarê, ku şerê Wetenîêyî mezinda şehîd ketibûn. Binelîkî wî gundî ava Kanya Beko karêzkir anî hate ber mala xwe û ser textê bîranînê nivîsî, ku evê yekê pêşkêşî bîranîna şehîdê gund dike.

 

 

KOLÊKTÎVA RÊDAKSÎA ME

 

 

KOLÊKTÎVA RÊDAKSÎA ME

         

        Wî çaxî ev meriv rêdaksîaêda dixebitîn: Mîroê Esed (rêdaktor), Qaçaxê Mirad (katibê cabdar), Elîê Evdilrehman (serwêrê para jîyîna partîaê), Tîtal Mûradov (serwêrê para malhebûna gundîtîê), Emerîkê Serdar (serwêrê para çandê û nema), Egîtê Xudo (serwêrê para edebyetê), Hesenê Qeşeng (tercmeçî), Letîfê Emer û Porsora Sebrî (korêktor), Ofêlîa Avêtîsyan, Gayanê Hovhanîsyan û Porsora Serdar (maşînîstke), Martîn Mêsropyan (şikilkêş), Egîtê Abasî û Mîroê Cangîr (lînotîpîst) û Jora Sargsyan (avtoajo).

        Ez vêderê dixwazim mexsûs derheqa 2 maşînîstkê me — Ofêlîa Avêtîsyan û Gayanê Hovhanîsyanêda çend gilya bêjim. Xwexwa ermenî bûn, kurdî nizanibûn. Lê nava wedekî kurtda herdu nava karê xweda bûne hosta, dikaribûn him xeberdin, him jî têkstê ser maşînkê berevkin. Gele cara ewana şaşîê xebatkarê me didîtin û rast dikirin. Herdu jî bona me mînanî xûşka bûn. Tu surek navbera meda tunebû. Teê bigota em neferê malekêne. Em nikarin emekê wan neşêkrînin û bi hizkirin Ofêlîa Avêtîsyanê bîr bînin (ku, telebextra, çûye rehmetê) û qedrê Gayanê Hovhanîsyanê negrin. Raste, Gayanê zûda îdî rêdaksîaêda kar nake, lê wexta kolanada rastî me, xebatkarêd rêdaksîaê, tê, mînanî knêza berbirî me dibe, tê bêjî merivê xweye lape nêzîk dibîne. 

 

 

“DEWSA RÊDAKTOR”, YANÊ “HER TENÊ NE EMERÎK!”

 

 

“DEWSA RÊDAKTOR”,

YANÊ “HER TENÊ NE EMERÎK!”

         

        Sala 1972-a bû. Rêdaktor Mîroê Esed gotî tevî dêlêgasîa me biçûya Îraqê. Qaçaxê Mirad nexweş bû, nexweşxanêda bû.

        Rojekê M.Esed gazî min kir kabînêta xwe.

        — Tu zanî, ezê tevî dêlêgasîa Ermenîstanê herime Îraqê. Qaçax nexweşe, nexweşxanêdane. Min byûroa Kommerkezya PK Ermenîstanêda pêşdanîn kir, wekî tu rêdaktorîê rojnemê bikî hetanî ez têm. Gava byûroêda pê hesyan, wekî ne ku serwêrê para jîyîna partîaê, malhebûna gundîtîê, lê serwêrê para çandê û nema gotî rêdaktorîê rojnemê bike, ecêbmayî man. Û ji min pirsîn: çira tu rêdaktorîê naspêrî serwêrê wan herduê pêşin, lê didî yê sisya? Min got: raste, Emerîk serwêrê para çandê û nemaye, lê çend serya ji xebatçîê me mayîn bilindtire û ez rê têra dibînim hetanî hatina min ew rêdaktorîê rojnemê bike. Min îdî fermana te daye, mora rêdaksîaê didime te, ezê sibê zû herim.

        Min 2-3 hejmarê rojnemê berdan. Min binda qol dikir “Dewsa rêdaktor”.

        Tu nabêjî xêrnexazê min diçin, Qaçaxê Miradra dibêjin: “Tu çi dikî? Çira dihêlî Emerîk rêdaktorîê rojnemê bike? Zû ji nexweşxanê derê, here û wî şuxulî hilde destê xwe, nehêle Emerîk ber ç’evê Kommerkezîê bilindbe”.

        Qaçaxê Mirad ji nexweşxanê derket. Gazî min kir û gote min, wekî “ez çawa katibê cabdar gotî rojnemê berdim”. Min gotê:

        — Ser sera, ser ç’eva. Ez bona wê yekê nemirîme. Lê min ji wî k’arî aza bike, ewî borcî hilde ser xwe, paşê ezê mora rêdaksîaê bidme te. Lê tu tiştekî zanibe: îzna te tune fermana serkarê xwe Mîroê Esed biguhêzî.

        — Ew îdî şuxulê mine, — ewî got û pey fermana Mîrora fermana xwe da, wekî rêdaktorya rojnemê hiltîne ser xwe.

        Wexta M.Esed vegerya, hat, gazî min kir û ji min pirsî:

        — Rojneme wextêda derdiket? Xwe şaşî û kêmasî tunebûn? Te firqya aylixa min û xwe stend?

        Min go:

        — Na.

        — Çira?

        Min gotê, çawa bûye.

        Gelek hêrs ket. Q.Mirad hela nehatibû ser xebatê û gava hat, M.Esed gazî wî kir kabînêta xwe.

        Ez paşê pê hesyam, wekî jêra gotye: “Çi îzna te hebû tu rabî fermana min biguhêzî?” û ya nemayî anye sêrî. 

 

 

TÊ BÊJÎ DÊTÊKTÎVE, YANÊ EZ ÇAWA KIVŞKIRIM SERWÊRÊ…

 

 

TÊ BÊJÎ DÊTÊKTÎVE,

YANÊ EZ ÇAWA KIVŞKIRIM SERWÊRÊ

PARA ÇANDÊ Û NEMA

 

        Ew 7 sal bû, wekî ez tercmeçî bûm. Sala 1969-a Karlênê Çaçanî, ku hetanî wî çaxî serwêrê para rêdaksîaêye çandê û nema bû, dîsêrtasîa kandîdatîê xweyî kir û înstîtûta akadêmîa Ermenîstanêye ulmaye rohilatzanîêda derbazî ser xebatê bûbû, lê hela ji borcdarîê serwêrê para rêdaksîaêye çandê û nema aza nebûbû. Çawa dibêjin, wan herdu cyada dixebitî.

        Rojekê maşînîstka me Ofêlîa Avêtîsyanê gote min:

        — Tu zanî, Karlên akadêmîaêda dixebite. Çira tu Mîroê Esedra nabêjî te dewsa wî çawa serwêrê parê kivşke?

        Min gotê:

        — Ofo can, çira Mîroê Esed min nabîne yanê nizane, wekî rewş haye? Kivş dike – bira kivşke, kivş nake – ezê jî bihêlim herim. Lê ez tu cara naçim jê hîvî nakim.

        Paşî vê xeberdana min û Ofêlîaê çendek derbaz bû. Rojekê jî M.Esed gazî min kir û ankêta nevsê da min, got bira tu kes pê nehese, tijîke, bîne bide min. Min wê şevê ankêta tijî kir û sibetirê bir, daê. 2 roja şûnda ewî minra got: “Sibê zû bêyî, ber derê qawexana ser kolana Îsahakyan hîvya minbî”.  Min usa jî kir. M.Esed pê avtomaşînê hat, ez hildam, em çûne Kommerkezya PK Ermenîstanê.

        — Here para agîtasîaê û propagandaê cem serwêrê sêktorê Mavrîk Davtyan.

        Ez çûm bal M.Davtyan. Ewî çend pirs da min, min bersiva wî da. Dihate kivşê, wekî bersiva min wî xweş dihat.

        — Tu zanî, xêrnexazê te çûne cem katibê Kommerkezya PK Ermenîstanê Robêrt Xaçatryan, şikyatê te kirine û nexwestine te kivşkin çawa serwêrê para rêdaksîaêye çandê û nema. Lê rêdaktor Mîroê Esed xaraktêrîstîkake usaye baş daye te, wekî em nikarin wê hesab hilnedin. Here, Mîroê Esedra bêje, wekî em qayîlin, bira fermana kivşkirina te bide.

        Ez hatim, min derheqa vê yekêda M.Esedra got. Hema wê rojê jî (21-ê yanvarê sala 1969-a) fermana kivşkirina min da.

        Bi tex’mîna min, xwendevanê fem bike, wekî Mîroê Esed çira usa dizîkava pirsa kivşkirina min safî kir. 

 

 

ŞAŞYA SEYASETÎÊ Û TEVHEVBÛN LI RÊDAKSÎAÊ

 

 

ŞAŞYA SEYASETÎÊ Û

TEVHEVBÛN LI RÊDAKSÎAÊ

         

        Hemcivîna PK Ermenîstanê derbaz dibû. M.Esed çawa endamê Kommerkezya PK Ermenîstanê tevî hemcivînê dibû. Qaçaxê Mirad çawa katibê cabdar gotî ew hejmar qolkira û berda.

        Wî çaxî ez tercmeçî bûm. Qinyatê hemcivînê hatin, min tercme kir, da Qaçaxê Mirad. Rojtira mayîn ez dereng çûme ser xebatê. Gava ketme hundur, maşînîstka me Ofêlîa Avêtîsyanê minra got, wekî Mîroê Esed eva çend care dipirse, tu hatî ser xebatê yanê na. Min gotê:

        — Seba çi dipirse?

        Go:

        — Hejmarêda şaşya seyasetîê çûye.

        Min go:

        — Kîjan qinyatîda?

        Go:

        — Qinyatê hemcivînêda.

        Ez tirsyam, çimkî min ew qinyat tercme kiribûn. Ofêlîaê minra got:

        — Here, M.Esed û xebatkarê me kabînêtêda hîvya tene.

        Ez çûm, min tirs-tirs derê kabînêtê vekir. Mîro ez dîtim û bi beşereke xweş minra got:

        — Were, were, tu rind xilaz bûyî!

        Tu nabêjî, hetanî hatina min Mîroê Esed û xebatkarê mayîn têksta qinyatê hemcivînê, ku min tercme kiribû, himberî têksta hejmarêye neşirbûyî dikin. Dinihêrin, wekî min rast tercme kirye, lê Qaçaxê Mirad û nobedarê wê hejmarê Şerefê Eşir rêdaktorî tercma min kirine û şaşya seyasetîê berdane.

        — Qaçax, — Mîro gotê, — xwendina teye ermenî tune. Emerîkê fakûltêta ziman û edebyeta ermenya xilaz kirye. Zef baş ermenî û kurdî zane. Te çira destê xwe da tercma wî? Axir ewî rast tercme kiribû! Te û Şerefva ew şaşî kirine. – Paşê vegerya ser Şeref: — Heyran, tu weke Emerîkê ermenî nizanî. Çira te tê dernexist, wekî bi wê rêdaktorîlêkirinê hûn şaşîê berdidin? Emerîkê zef rind û rast tercme kiribû! We seba çi destê xwe daê?

        Û Mîro bona wê şaşya seyasetîê bi nivîsar borc da Qaçaxê Mirad û Şerefê Eşir.

 

 

ÇEND GILÎ DERHEQA MINDA

 

 

ÇEND GILÎ DERHEQA MINDA

 

        Mîroê Esed bû xweyê gilîê xwe. Hema wê rojê jî komîsîa rêdaksîaêye parevekirina kvartîra qirar kir kvartîra rêdaksîaêye yekotaxê bidne min. Ez bûme xweyê kvartîraê. Kvartîra min ser kolana Komîtasê bû. Hema wê salê jî ez zewicîm, 2 zaro mera bûn. 4 sala me wê kvartîraêda derbaz kir. Emrekî şa û bextewar bû. Paşê Açapnyakêda kvartîra duotaxê dane min. Wêderê minra qîza sisya bû. Lê sala 1987-a min kvartîra sêotaxê ser kolana Komîtasê stend. 

 

 

DERHEQA QANATÊ KURDODA Û ÇIMA EZ NEBÛM ASPÎRANTÊ WÎ

 

 

DERHEQA QANATÊ KURDODA

Û ÇIMA EZ NEBÛM ASPÎRANTÊ WÎ

 

        Sala 1960-î bû. Qanatê Kurdo hatibû Yêrêvanê û mêvanxana “Armênîa”-êda dima. Wê salê pirtûka wîye “Ferhenga kurdî-rûsî” neşir bûbû. Ewî anîhat, yek da min, yek jî da Q.Mirad. Ser pirtûkê bona min ha nivîsî: “Ez vê kitêba xwe bi dil û can pêşkêşî xortê delal Emerîkê Serdar dikim, ku bixûne û bizanbe, ku zimanê kurdî gelekî dewlemende û sîrine. Q.Kurdo. Yêrêvan, 4-ê okt.s.1960”.

        Merivekî xeberxweşî, laqirdçî bû. Ewî êpêceyî xweşîê xwe min û Q.Mirad  kir û pêra jî bi dil dikenya. Q.Kurdo merivekî helal, zane, obyêktîv bû, kêmasî û destanînê merya eşkere, raste-rast dida rûê wan. Min zanibû, Q.Kurdo ne tenê zimanzanekî kurdî navûdenge, lê usa jî kurdzanekî bi dîapazona fireye – rind haj dîrok, edebyet, zargotin, êtnografîa kurda heye û derheqa wan derecada êpêce xebatê ulmî nivîsîne. Xênji wê, Q.Kurdo 20-î zêdetir aspîrant hazir kirin çawa ji kurdê Sovêtê, usa jî ji kurdê Îraqê, Sûrîaê, Avropaê. Wana gişta bi serkarya wî bi açixî dîsêrtasîa xweyî kirin, navê kandîdatê fîlologîê stendin û nha jî ji wana yêd zêndî dereca kurdzanîêda kar dikin.

        12 sal derbaz bûn. Ez îdî rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da dixebitîm. Gele gotarê min derheqa pirsêd edebyeta kurda û ermenya rojnemêda çap bûbûn. Q.Kurdo dîsa hatibû Yêrêvanê û wê mêvanxanêda dima. Ez û Tosinê Reşîd, ku pismamê Q.Kurdo bû, çûn dîtina wî. Wexta em derda çûn, ewî minra got: “Ez xût te digeryam. Rinde tu hatî. Min dixwest te bibînim. Min ew gotarê teye derheqa pirsêd edebyeta kurdîda, ku rojnemêda çap bûne, xwendine. Gelekî min xweş hatine. Ez dixwazim tu şuxulê xwe hazirkî, bikevî aspîrantûraê. Ez hazirim bê pere bibim serkarê teyî ulmî”.

        Min dokûmêntê xwe hazir kirin û danê. Xêle wext derbaz bû, min ji wî nemek stend. Kax’azekî biç’ûk minra şandibû û nivîsîbû, wekî reşê wê nema bi zimanê rûsî minra dişîne, ku ewî dêkanê fakûltêta rohilatzanîê ya zankoa Yêrêvanêye dewletê G.Nalbandyan, usa jî Hecîê Cindîra şandye. Aha tercma wê nemê:

 

“Dêkanê fakûltêta rohilatzanîê

ya zankoa Yêrêvanêye dewletê,

profêsor G.N.Nalbandyanra,

reş profêsor Hecîê Cindîra.

 

        Eyane, wekî nha para kurdî ya fakûltêta rohilatzanîê ya zankoa Yêrêvanêye dewletê gelekî motacê pêşekzanê edebyeta kurdîye.

        Bi hesabhildana wê yekê, wekî fakûltêta rohilatzanîê ya zankoa Yêrêvanêye dewletê van salê nêzîkda bi qewata xwe nikare pêşekzanê usa hazirke, min qirar kir bona kara meye ulmîye tomerî seba hazirkirina kadrê kurdzanîêye kvalîfîkasîakirî wera bêjim em hereketê xwe bigihînin hev bona lez hazirkirina pêşekzanê dîroka edebyeta kurdî.

        Wê derecêda kandîdatê herîbaş, bi fikra min, xebatkarê rojnema “Rya teze” Emerîk Serdaryane.

        Ewî weke 100 gotarê rexnekirinê û rêsênzîaê derheqa efrandinêd şayîr û nivîskarê kurda û ermenya, derheqa wan xebatê ulmîda nivîsîne, ku derheqa edebyet, ziman û zargotina cimeta kurdadanin.

        Hemû gotar û rêsênzîaê E. Serdaryan hertim hukumekî baş dihêlin.

        Ser hîmê wan xebata û qisê mine tevî Emerîk Serdaryan ez hatime ser wê fikrê, wekî bi serî wî merîkî meyî cahil heye xwendye û rind edebyetê zane û dixweze hînbe û alîê edebyetzanîêda kar bike. Gotarê wî bi bawerî îzbat dikin, wekî xudanê wan xweyê fikra rexnekirinêye tûj û obyêktîve û mêla wî gelekî ser xebata ulm-îzgerîê heye. Ez tex’mîn dikim, wekî E. Serdaryan dikare bibe xebatkarekî ulmîyî baş, eger qewlê anegor bêne sazkirinê bona pêşdaçûyîna wîye ulmî.

        Kabînêta kurdzanîê ya para Lênîngradê ya înstîtûta akadêmîa ulmîye rohilatzanîê wê bi hizkirin E. Serdaryan aspîrantûraêda bida hildanê, lê Serdaryan nikare ji Yêrêvanê here, li ku jin-zarê wî dimînin. Em nikarin E. Serdaryan bi cûrê dûreke aspîrantûraêda qebûlkin, çimkî îzna me tune bona îdarêd ulmîye mayîn pêşekzana hazirkin. Lê îzin dane me serkarîê wan aspîrantê dûreke bikin, ku ji rêspûblîkaêd mayîn şandine.

        Ser hîmê jorgotî bona bi açixî safîkirina pirsa me 2 rê dimînin:

1.                  Hîvî ji dêkanê fakûltêta rohilatzanîê ya zankoa Yêrêvanêye dewletê G. N. Nalbandyan bikin bona berbirî Sedirtya akadêmîa TRSS ulma bibe seba para Lênîngradê ya înstîtûta akadêmîa ulmaye rohilatzanîêda cîkî bidin aspîrantê dûreke seba hazirkirina pêşekzanê dîroka edebyeta kurdî bona ew Ermenîstana Sovêtîêda kar bike, yanê
2.                  hîvî ji admînîstrasîa zankoa Yêrêvanêye dewletê bikin bona E. Serdaryan qebûlkin aspîrantê fakûltêta rohilatzanîêyî dûreke.

        Ez hertim hazirim serkarya E. Serdaryane ulmî bikim û wî hazirkim.

        Bi fikra min, bona hazirkirina aspîrantê dûreke gele pere nelazimin.

        Gava pirsa E. Serdaryan baş bê safîkirinê seba ew bi cûrê dûreke aspîrantûraê bê qebûlkirinê dikarin cîda întamê qebûlkirinê teşkîlkin. Întamê qebûlkirinê çarin:

1.      Matêrîalîzma dîrokî û dîalêktîkîê,
2.      Têorîa edebyetê,
3.      Zimanê dereke,
4.      Întama pêşek.

        Ez gumanim û berk bawerim hûnê bi xêrxazî berbirî pêşdanîna min bibin û tevayî mecalê lazim qebûlkin.

 

Bi qedirgirtineke mezin,

serokê Kabînêta kurdzanîê ya para Lênîngradê

ya înstîtûta akadêmîa ulmîye rohilatzanîê,

doktorê ulmê fîlologîê Q.Kûrdoêv.

 

Lênîngrad,

5-ê yanvarê sala 1972-a”.

            (Orîgînala wê arxîva minda tê xweykirinê).

 

        Ez çend cara bona vê pirsê cûme cem G.Nalbandyan û Hecîê Cindî. Wana bi menîê başqe-başqe tu tiştek nekirin, û min jî, Qanatê Kurdo jî îdî ew yek terk dan. Bi vî teherî nehîştin ez xebata ulmîva mijûl bim.

 

 

ÇAWA Û ÇIRA EZ JI XEBATA RADÎOÊ AZA BÛM

 

 

ÇAWA Û ÇIRA EZ JI XEBATA

RADÎOÊ AZA BÛM

         

        Gava wedê radîoxeberdanê kurdî zêde kirin, Mîkaêlê Reşîd, ku hetanî wî çaxî rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da dixebitî çawa tercmeçî, ji xebatê aza bû, hat para radîoxeberdanê kurdîda xebitî çawa tercmeçî. Rêdaksîa rojnema “Rya teze” ma bê tercmeçî.

        Ew çend meh bûn “Rya teze” nikaribû tercmeçî bibîne. Rojekê ez çûme rêdaksîa rojnemê. Rêdaktor Mîroê Esed minra got:

        — Wekî tu bêy cem me bixebitî çawa tercmeçî, ezê pêra-pêra kvartîraê bidme te.

        Ezî nezewicî bûm, kvartîra min tunebû, k’irê dimam. Ez gotina wîra qayîl bûm. Her tenê dima ji xebata radîoê aza bim. Min erzêda menî girt, wekî ez herim Lênîngradê, bizewicim û wêderê bimînim.

        Gava H.Ayvazyan gazî min kir, wekî derheqa azakirina minda minra xeberde, hilda ha got:

        — Hilbet, wexta gilî hatye ser zewaca te, ez nikarim te aza nekim. Minê bi hizkirin fermana azakirina her xebatçîkî me qolkira, lê ne ya te. Ez zanim, tu nikarî Lênîngradêda dirêj bimînî. Zanibe, çi gava vegerî bêy, çîê te radîoêda heye. Eger ne para kurdîda, parê ermenîda.

        Û fermana azakirina min qol kir (9-ê îyûlê sala 1962-a).

        12-ê îyûlê sala 1962-a ez rêdaksîa rojnema “Rya teze”-da derbazî ser xebatê bûm çawa tercmeçî.

        X.Mûradov çû H.Ayvazyanra got, wekî Emerîkê tu xapandî, çûye rêdaksîa rojnemêda dixebite. H.Ayvazyan hêrs dikeve, dibêjê: “Virhada tu qinyatekî Emerîkê nedin, bira honorarê cem me nestîne”. Û rastîê jî, min çend cara qise dane para radîoxeberdanê kurdî, lê ew bi radîoê nedidan, digotin “Ayvazyan îzin nedaye”.

        Rojekê jî ez kolanêda rastî H.Ayvazyan hatim, min silav daê. Silava min venegirt, çend gava çû, sekinî, vegerya ser min û got: “Tu çira silavê didî min? Ez naxwazim silava te vegrim, rûç’kê te bibînim!”

        Ez berxwe ketim û gava hatim malê, min nemeke şexsî Ayvazyanra nivîsî û şirovekir, wekî çira min usa kirye.

        Wexta H.Ayvazyan nemê dixûne, gazî X.Mûradov dike û jêra dibêje: “Virhada Emerîk çi tîne, bi radîoê bidin”. (Derheqa vê yekêda X.Mûradov xwexwa minra got).

 

 

HAZIRKIRINA RADÎOKOMPOZÎSÎA

 

 

HAZIRKIRINA RADÎOKOMPOZÎSÎA

 

        Wexta ez radîoêda dixebitîm, êpêce radîokompozîsîa hatine hazirkirinê. Rêjîsyorê wan hîmlî Solak Nîkox’osyan bû, ez jî asîstêntê wî bûm. Bi spartina wî min kompozîsîa “Ker û Kulik”-ê Silêmanê Silîvî hazir kir. Têksta dîktorîê jî min dixwend. Min çend radîokompozîsîa tercmeyî kurdî kir û wanda lîst: “Gîkor”-ê Hovhannês Tûmanyan, Vaçê Harûtyûnyane “Ewledê ç’yaê te’rî” û “Gur Heso”, birê Grîm “Kumsor” û yêd mayîn. Xênji wê, min van radîokompozîsîada jî lîstye: “Mîrze Mehmûd”-ê Qaçaxê Mirad, “Tîgran û Mehmûd”-ê Wezîrê Eşo, “Sîsê”-a Mîroê Esed, Ereb Şamîlove “Jîyîna bextewar”. Valodê Aram rêjîsorya van herdu radîokompozîsîaê dawîê kirye. 

 

 

“MERA TIŞT NELAZIME, XÊNJI…”

 

 

“MERA TIŞT NELAZIME, XÊNJI…”

         

        Sala 1961-ê, çawa îdî hatye gotinê, bi qirara Polîtbyûroa Kommerkezya PKTS wedê xeberdanê zimanê kurdî hate zêdekirinê û bû sehet nîvekê.

        (Digotin, wekî wê qirarêda têra hatibû dîtinê ne tenê ştata zêde bikin, lê para kurdî bikne serwêrtî, serwêrê wê hebe, kvartîra bidne xebatçîê teze.

        Wî çaxî Xalit Çatoêv ji borcdarîê katibê komnehya Talînêye partîaêyî pêşin aza bûbû û Kommerkezya PK Ermenîstanêda dixebitî. Digotin, wekî fikra Kommerkezîê hebûye ewî bikne serwêrê serwêrtya xeberdanêd radîoêye kurdî. Gava Xelîl Mûradov vê yekê dihese, diçe cem serkarya radîoê û dibêje: “ Serwêrtî, serwêrê wê, kvartîraê teze mera nelazimin, her tenê çend ştata zêdekin, ez jî bimînim çawa serkarê parê”. Ê, serkarya radîoêra jî ev yek dest dida: çend ştat xwera hildan, kvartîraê teze jî nava xebarçîêd xweda parevekirin.

        Van dawya min cîkî xwend, wekî çawa kurê Xelîl Mûradov – Têmûrê Xelîl nivîsye, giva gava Mistefa Barzanî hatye Yêrêvanê, bavê wî Barzanîra gotye navçîgarîê bike bona wedê radîoa Yêrêvanêye kurdî zêdekin. Lê rastî ewe, wekî gişk zanin Mistefa Barzanî neçûye radîoê, Xelîl Mûradov rastî wî nehatye û nikaribû derheqa vê yekêda jêra bêje.

        Pêşîê bi pêşdanîna M.Barzanî xwestibûn, wekî xeberdanê radîoa Yêrêvanêye kurdî bi 2 zarava – kurmancî û soranî bin. Lê çimkî soran Ermenîstanêda tunebûn, lema jî ew sehet nîvek her tenê man bona xeberdanê bi zaravê kurmancî).

        Sehetek nîvro bû, nîvsehet jî şev bû. Cem me çend xebatçîê teze hildane ser xebatê: Mirazê Evdo, Hamoê Rizgo, Mîkaêlê Reşîd, Memê Eylaz, Egîtê Cimo û yêd mayîn. Qulixa min jî guhastin: ez ji dîktorîê aza kirim û kivşkirin çawa rêdaktor-stîlîst (cîgirê serokê parê). Dewsa 2 dîktora kirine 4 dîktor – Eznîva Reşîd, Keremê Seyad, Sêvaza Evdo û Mîroê Cangîr. Dewsa maşînîstkekê, ku Cûlîka ermenî bû, nha bûn 2 maşînîstke – Svêtlana Semend û Êma Aram.