amarikesardar
TEBYET NAVA LÎTÊRATÛRA KURDAYE SOVÊTÎÊDA (1963)
TEBYET NAVA LÎTÊRATÛRA KURDAYE SOVÊTÎÊDA
Nava efrandina bedewetîêda nişandayîna tebyetê bê me’nî û bê fikir nîne. Tebyet bi xwe gelekî bedewe. Wexta ew bi hostatî nava efrandinêda tê nîşandayînê, xeml û rewşeke dha mezin dide wê. Xwendevan wextê efrandina usa dixûne, temamya bedewya tebyetê tê ber ç’evê wî.
Şayîr Q. Mirad nava çend xetê biç’ûkda temamya sifetê tebyeta baharê nîşan daye (“Bahar xewê rabû”). C. Celîl şiêrêd “Elegeza min”, “Berbi ç’yaê Elegezê”-da tebyeta ç’yaê xweyî hizkirî bi bedewetî daye kivşê. Fêrîkê Ûsiv bi qewmandinêd tebyetê temamya sifetê deweta kurda nîşan daye (“Deweta tebyetê”): ba rûvîê dewetêye, erd tvdarekê dewetê dibîne, ewr def û zurnê dixin, brûsk syarin û berbi beyara dipekin, dûman xêlya bûkêye, keskesor govenda kurdaye pirawaze, dengbêjê wê dewetê teyr-teyredane.
Nava şiêra xweye “Nexşê tebyetê”-da Şikoê Hesen wî demê tebyetê nîşan dide, wexta “baran dibare”, “dinya xwe dişo” û “ba dizare”. A wî çaxîye, wekî
Û ba e’wrê reş
Şiv dike, dajo,
Çawa şivanê
Kerê pêz bajo.
Lê şiêreke mayînda ew p’encê roêye zêrîn himberî qeytana al dike û “wexta p’enc dide nedîra te’vê”, ew p’encê zêrîn “dora heç’ê qerqaş dibine e’gal” – û Elegeza naz kubar dikene, xêlya xweye xas dide alîkî, sîng-berê k’aw xanê dikin û
Ç’yaê der-dor ji h’eyr-h’ewasê
Dest didin hevdu, radibin reqasê.
Sehîdê Îbo sifetê “Payîza Moskvaê” wa nîşan dide:
Ezman pîra nemirnejî,
Hingil bi av bûne t’ijî,
Dilop dikin, dibin baran,
Radmûsin ban û meydan.
“Ezman cilka ewra davê ser xwe”, “kulîê berfê çawa mircan telp digrin”, “erd û ezman t’ev dibin yek”, “her dera şilî û bagere”, lê
Li nav ezman rakêta me
Payîza me dike bahar.
Şayîr nava tebyetêda hêsa dibe, der-dorê wî kulîlk û gulin, bahara xweşe, ew xweber jî nava tebyeta cinetîda cahil bûye û dilê wî mînanî saz jêra distirê. A eva fikir û bedewya şiêra Mîkaêlê Reşîde “Pey baranê”-ra.
Şiêra Simoê Şemoye “Yek ez, yek kanî, yek jî dilê min” şiêreke lîrîkîêye delale. Gul vedibe – şayîrî şaye, ç’ivîk difire – e’şqê şayîrr’a tîne, “tebyet bedewe pêra şa dibin” “yek ez, yek kanî, yek jî dilê min”.
Şayîr hertim p’aê pirê şikil û himberîkirina ji tebyetê hiltîne. Vê derecêda jî tebyet komekeke mezin dide, wekî bedewya efrandinê dha gelek be.
Tebyet ne ku tenê rewşeke bedewetya lîtêratûraêye, lê ew usa jî mecaleke başe bona rind dîharkirina halê qewmandina. Nava şuxulêd usada efrandar yan bi cûrê kontrastê, yanê jî bi cûrê nonîhevkirinê hal yanê qewmandina dha bi fireh nîşan dide. Vêderê jî, çawa dibêjin, nîşandayîna tebyetê bê fikir nîne, tebyet nava efrandinada pasîv nîne, ew eseyî qewmandinara girêdayîye. Emînê Evdal nîşandayîna tebyetê xwera dike mecal (“Gulîzer”), wekî zulma dewrana berê dha bi bedewetî nîşan bide. Avtor nîşan dide, wekî wexta wê dewrana berêye xirabda qetlê dikin, tebyete pirmijîye, lê wextê Zerê û Zoro digihîjin mirazê xwe, tebyeta der-dorê wan şaye.
Poêma Ûsibê Bekoye “Sih’îd”-da bi cûrê kontrastê tê nîşandayînê, wekî çawa Îrana cînarda tebyete xweşe, zeynete, her tişt nava wêda aza û şaye, lê rûê qeydemexlûqetya kapîtalîstîêda wî welatîda tiştêd nebînayî tên serê merya. Merî, ew ewledê wê tebyeta cinetî, tê zêrandinê. Dêmek, tebyete xweş û başe, lê emrê merîê wêderê ne t’u emre.
Nava proza meda jî nîşandayîna tebyetê cîkî mezin digre. Nava çend serhatîêd Hecîê Cndîda (“Zozan”, “Siba teze”, “Ji gunda gundek”) tebyet rind qewmandinara tê hûnandinê, komekê dide dha dewlemendbûna syûjêê.
Xweşe tebyeta Eyntabê (romana Ereb Şamîlove “Jîyîna bextewar”). Hewasa merya gelî-geboz, ç’ya-banî, mêrg û zevîê wêra tê. Ç’yaêd wê bi mêşa hatine wergirtinê. Her dera xule-xula ava kanîêd sare. Tebyeta vira eynî zeynete. Lê tu were binihêre nava vê zeynetêda merî nikarin pakî ebûrê xwe bikin. Bedewya tebyeta wî erdî û belengazya bnelîêd wir t’u wexta ji bîra xwendevana naçin.
Hilbet, em dikarin meselêd ha dha gelekî bînin. Lê çapa mqalê mecala wê yekê nade me. Me dixwest çend pirs jî derheqa wê yekêda bigota, wekî çawa çend şayîrêd mera li hev nehatye bedewya tebyetê rind bidne kivşê û bigihînin xwendevana. Wexta efrandinêd wan dixûnî, dibînî, wekî ne bedewya tebyetê wan efrandinada heye û ne jî tu tê derdixî, ku derheqa tebyetêda nivîsîne. Ewana dixwezin pê xeberêd “kulîlk”, “mêrg”, “sosin”, “zevî”, “kanîê avxweş”, “sorîn”, “gulîn”, “bahar” û yêd mayîn tebyetê nîşan bidin. Lê rastî ewe, ku pê xeberêd usa tebyetê nîşan nadin. Şayîrê me’rîfet bîn û boxa tebyetê tê derdixe, bedewî û nazkaya wê dibîne, maşoqê wêye û bêy wan xeberêd şablon jî usa dinivîse, wekî xwendevan bedewî û bi cî xebtandina tebyetê ber ç’evê xwe dibîne. Yanê jî carna diqewime, ku çend şayîrêd me bê me’nî û bê fikir derheqa tebyetêda dinivîsin. Gerekê me’nya nîşandayîna tebyetê hebe.
“Rya teze”, 11-ê aprêlê s.1963
KITÊBA, KU TEZE RONAYÎ DÎTYE (1962)
KITÊBA, KU TEZE RONAYÎ DÎTYE
Nûrî Hîzanî (Hovakîm Margaryan) gelek zûva bi zimanê kurdî efrandîye, ew şiêra û poêma dinivîse. Sala 1935-a berevoka efrandinêd Nûrî bi sernivîsa “Şebeqa sibê” neşirbû. Lê îsal neşîreta Ermenîstanêye dewletê Yêrêvanêda bi zimanê kurdî berevoka efrandinêd wîye duda bi navê “H’ub û xebat” daye neşirkirinê. Nûrî Hîzanî hîmlî bi zaravê kurmancî dinivîse, bi kîjanî piranya kurda xeber didin. Vê derecêda ew tiştekî teze, xeberêd teqle baş lîtêratûra meye tezera tîne. Eva yeka, bêftya, tiştekî pesnandinêye.
Rîtmovka şiêrê Nûrî Hîzanî gelekî nêzîkî ya folklora meye. Sêra wê yekê ne ku xebatê kin û dirêjin, lê ew yeke, wekî ew folklora cimeta me rind zane û wextê nivîsara şiêra ew yek eseyî baş hukumî ser rîtmovka efrandinêd wî dike.
Çend şiêrêd vê berevokê derheqa emrê cimeta me, emrê îroyîndanin, li k’u ew pesnê xebatê û kirinêd merivêd sovêtîêye nebînayî dide. Şayîr rind zane, wekî dengbêjêd berê derheqa belengazya cimetêda digotin, xwe û derd-kulara dilûbandin. Lê dengbêjêd nha zef rind zanin:
Dinya teze bi te’va zêrîn
Xwera anî xebat û nan,
Unda bûne derd û nalîn,
Bax’ û beyar kulîlk vedan.
A dengbêjêd nha derheqa vê dinya teze, vê bextewarîêda distirên û dibêjin (“Dengbêj berê û yêd nha”).
Lê eva dinya hane teze kê çêkir, kê ev bextewarî anî sêrî? Şayîr caba wê pirsê wa dide:
Xebat, xûdan vê dinyaê him îsafe,
Him bext û dîn.
Partîa Komûnîstîê û dîwana Sovêtîê rya bextewerîê li ber cimetê vekirin, lê cimeta sovêtîê bi xebata xweye e’fatva, bi serekvanya Partîa Komûnîstîê emrê bextewar çêkir.
Nava kerîkî “T’erîka mîrê Miksê”-da Nûrî bi dil û eşq, bi dilovanî derheqa dostî û pismamtya cimetêd ermenya û kurdada dinivîse û wê yekê dipesine.
Kêmasî û şaşîêd vê kitêbê jî hin di dereca fikir û bedewetîêda, hin jî di dereca zimênda ne hindikin.
Hevtê û penc sal gerya Cambûl wan zozanan,
Hevtê û pênc sal gerya dilkul, dilbrîndar.
Gelo şayîr û rêdaktora kitêbê (Êmma Bak’oêva) nizanin, wekî Cambûl “hevtê û pênc sal gerya dilkul, dilbrîndar” nîbûye, wekî Cembûl dengbêjê dewrana sovêtîêye bexteware? Tiştê xirab ewe, wekî ew nêt hatye weklandinê, sêcarkirinê – “T’î û birçî, bê nan û av gerya Cambûl”, “… eşq û dilkul” (?).
Kêmasîke berbiç’eve, wekî destpêbûn û kutabûna hine şiêra tune, ew ne konkrêtin.
Gelek çarxetê usa jî hene, kîjan bi temamî prozane, ewqasî tenê xetê wan bin hevda hatine nivîsarê:
K’ofya Nazê nav simila (?)
Mîna beyraq difir’fir’ya (?)
Min dît Nazê xweş dikenya
Ewî tevî xûşka Sînemê.
Xenji prozaîkbûna van xeta pevgirêdana logîkîê jî orta wanda tune.
Dil dha nazik û narîne, ne ku sehet. Dêmek, gerekê sehet himberî dil bikra, lê ne ku
Dilê T’êlî ji eşqê h’uban dir’eqise (?)
Mîna çerxê sehetê (?) nazik û narîne.
Gelo ew yek rewşeke rind dide bedewetya kitêbê, wekî tenê nava şiêrekêda xeberêd “t’oz û xûbar” (?) çawa gotin çar cara hatine weklandinê. Îdî em xebernadin derheqa wê yekêda, wekî wextê avtor derheqa zevtekçîêd welatêd derekeda xeber dide hema ha: “ereb, monx’ol, fariz û hûnan” (çawa xeteke şiêrê) çendik-çend cara cîêd başqe-başqeda ser hev diwekilîne. Gerekê bîr nekin, wekî wekilandina haye mîna hev tek-tenê zyanê dide efrandina bedewetîê.
Kêmasîêd zimên jî hene, awa mesele:
Çûxek gulî, cotek qut’nî (?), k’emberek zêr’…
Yanê,
Tu were, T’êlî, derê konê te bibînim,
Ç’ev sûretê te dimînin, xezala sil.
Yanê,
Çiqas sax’im naçe ji bîrê…
Em kuta bikin. Destanînêd vê kitêbê e’seyîne, lê kêmasîêd wê jî hindik nînin. Em bi gumanin, wekî hevalê Nûrî wê wan kêmasya hesab hilde û efrandinêd tezeye qîmetbilind bide xwendevana.
“Rya teze”, 13-ê dêkabrê s.1962
VEÇÊKIRINA FOLKLORA CIMETA KURDA… (1962)
VEÇÊKIRINA FOLKLORA CIMETA KURDA
JI ALÎÊ NIVÎSKAR Û ŞAYÎRÊD ERMENYADA
Sal û zeman hatine û buhirîne, gelek cara pêva dijmina li xwelya cimetêd ermenya û kurda ketye, lê çiqas jî te’vî û teyroka terîqa dewranêd derbazbûyî hatine-çûne, wan herdu cimeta şbêta brêd helal hevra cînartî kirine, tevî şîn û şaya hev bûne, hevra xebitîne, rabûne û rûniştine, gelek cara jî bi mêrk’îmî tevayî pêşberî dijminê devxûn şer kirine.
Gelek mesele û nîşanêd wê dostîê hene. Meseleke wê dostîê jî nava folklora herdu cimeta hatye kivşkirinê, wextê wekîlê miletekî bi sidqê qenc, bi bratî nêzîkî nimûnêd efrandina cimeta mayîne zargotî bûye, bi dilê xwera ew nimûn hildaye, veçêkirye, jê hizkirye, nêzîkî dilê xwe, nêt û meremê xwe kirye. Vî alîda emek û kirinêd nivîskar û şayîrêd ermenyaye bi navûdeng pirqîmetin. Hela wextê xweda nivîskar û şayîrê ermenyaye klasîk (Abovyan, Raffî, Papazyan, Îsahakyan û yêd mayîn) derheqa folklora kurdaye dewlemendda gotine, ew baş qîmetkirine.
Kê me ji “Lûr-de-lûr”-a V. Papazyan hiznekirye, ser nekelyaye, bona bext û mirazê Heso û Zelxa evîn nek’ewgirye, ser kirin û mixenetya ax’ê hêrs nebûye?
Eyane, wekî qnyat û h’îmê vê efrandina edebyetê nemirî V. Papazyan ji folklora cimeta kurdaye p’ir’awaz hildaye. Kilama cimeta kurdaye “Heso, rebeno” bûye binyata vê poêmê. Hela heta roja îroyîn jî ew kilam nava cimeta kurdada tê gotinê û stranê. Dewrana berêye zulmêda cahil nikaribûn bigihîştana mirazê xwe. Eve him lêytmotîva efrandina zargotina cimetê û him jî ya poêma V. Papazyane “Lûr-de-lûr”. Ax’aê nepakî, neqenc bona nehêle, wekî Heso û Zelxa evîn bigihîjne mirazê xwe, nemamîke usa dike, wekî qurn û dewranada tê gotinê. Raste, emirda Heso û Zelxê nagihîjne mirazê xwe, lê altindarya moralîê ya wane, ax’aê nemerd ber cimetê rûreş, sekesiz dibe û digihîje wê derecê, wekî ew ji kirina xwe şerm dike. Lê Heso û Zelxê binê qeyaêda, ax û berê sarda digihîjne hev. Lê sewta blûra Heso!.. Wexta Heso digujîne blûrê, hemû tişt ker’ dibe, merî hijmekarê sewta blûra wîye şîrine. Ne axir sewta blûra Heso ew sewta sazbendya cimeta kurdaye nazike. V. Papazyanê dost û pismam ji wê sewta blûrê, ji sewta sazbendya cimeta kurda hizkirye, ew sazbendî bi dilê wî bûye, ew bi xwe jî ser wê sewtê bengî bûye, lema usa şîrin, usa bi dil û can pesnê wê daye.
Evîntya Heso û Zelxo bêmiraz evîntîke helale, temize. Ew evîntya helale, çimkî bi zarê cimetê hatye gotinê û paşê bin qelema V. Papazyan merivhizda bûye nimûnê lîtêratûra cimeta ermenyaye here baş.
Dost û pismamê cimeta kurda, şayîrê ermenyayî klasîk Av. Îsahakyan jî nimûnêd folklora kurda bi dilê xwe veçêkirye û ew bi hewaskarî têne xwendinê.
Gelek dur’ û cewahirê zargotina cimeta kurda hene, yêd ku hetanî niha jî wexta meriv dixûne, dişewite bona bext û mirazê evîntya qurç’imandî û ser nepakîê hêrs dibe… Dur’ û cewahireke usa poêma “Memê û Eyşê”-ye. Nivîskarê ermenyayî meşûr Hmayak Sîras ev poêma bedew hildaye û veçêkirye. Zulma Tahar ax’a û qulixa eskerîê usa dikin, wekî dê ewledê xwe dikuje, destê Memê û Eyşê ji hev diqetînin. Tahar ax’a bona nepakîê, bi meremê xirabîê Memê dişîne eskerîê û hîvîêye, wekî wê Eyşa bedew bistîne. Lê wîra ew yek li hev naê. Memê û Eyşa delal dimrin, lê hevdura qelp dernaên. Eyşê bêsebir hîvya Memêye, evîntya wêye helal guman kirye dilê wê. Ew bawere, wekî Memê halekî çiqasî girandabe jî, ew gerekê vegere bê, û ew tê. Kontrasteke çiqas mezine: evîntî û mirin ber hev sekinîne, şerê wane, lê navçîgara wan jî dêye… Bi destî dê Memê tê kuştinê!.. Şîna dê çi şîneke girane, derdê dê çi derdekî mezine!.. Xwendevan t’u cara bîr nake, wekî sebebya wê şînê û wî derdî Tahar ax’a, dewrana berêye zulmê bûn.
Ew poêma cimetê usa jî nivîskarê ermenyayî eyan Sarmên veçêkirye û ew navkirye “Evîntya kuştî”. Sarmên usa jî li ser nimûnêd folklora kurdaye mayîn xebitye û gelek tiştêd kurdî tercmeyî zimanê ermenî kirye.
“Mem û Zîna” meye delal hukumî ser gelek meriva kirye û gelek şayîr û nivîskara ew hildane, veçêkirine û kirine kanya efrandinêd xwe. Şayîr û nivîskarêd ermenya jî eva poêma hildane û veçêkirine. Şayîr Sox’omon Taronsî eva poêma veçêkirye û kirye pîêsa çapkirî û ew pîês ser gelek dik’êt têatrêd rêspûblîka me û ji rêspûblîkaê der hatye nîşandayînê. Lê şayîrê ermenyayî progrêsîv Karapêt Sîtal Amêrîka dûrda 3 cara ev poêma veçêkirye û daye neşirkirinê.
Şayîr û nivîskarê ermenya usa jî poêma “Sîabend û Xecê” ya zargotina cimeta kurda hildane û veçêkirine. Dewrana sovêtîêda ew poêm şayîrê ermenî Hovhannês Şîraz veçêkirye.
Vê gavê, bin te’va Oktyabra geşda, dostî û bratya cimetêd ermenya û kurda dha qewîn û berk bûye, dha gelek şayîr û nivîskarê ermenyaye bra bi sidqê qenc nimûnêd zargotina cimeta meye dewlemend hiltînin û veçêdikin, hinek jî wana tercmeyî zimanê ermenî dikin. Ew tradîsîaêd baş, ew tradîsîaêd xêrxwazîê rojêd meda dha pêşda diçin û komekê didin dha qewînkirina bratî û pismamtya ermenya û kurdaye bi qurna.
“Rya teze”, 22-ê fêvralê s.1962
MIN ÇIRA DEST JI ŞAYÎRTÎÊ KIŞAND?
MIN ÇIRA DEST JI ŞAYÎRTÎÊ KIŞAND?
Dîwaro, tera divêjim,
Bûkê, tu guhdarbe.
(Mesela cimetê).
Wextekê (ew jî zemanek bû, ha) ez jî şayîr bûm, ew jî şayîrekî erhede.
Wî çaxî nizam dar li kewê ket yanê jî kew li darê ket, şiêreke min bi navê “Edlayî” gazêtekêda neşir bû.
Ez heyrana ç’evê lawika bim, wana şiêra min danî rex şiêra klasîka, ez birim, gîhandime ber p’er’ê ezman.
Pey wêderêra ez gelekî pişika xweda werimîm. Min got: “Pey, lê ez şayîrim!”
Û min rojê 2 şiêr dinivîsî û dikire hewarze – “Ezim şayîr, ezim dengbêjê dila, gula lîtêratûraê, hostaê xebera, ezim ha ezim!”
Ew wext-wedekî usa bu, wekî nava meda çiqas merîê xwendî hebûn, çiqas merîê, ku herf nasdikirin, temam jî şayîr, nivîskar û aşiq bûn. Ê, ez jî înstîtûtêda, hela fakûltêta ziman û lîtêratûraêda hîn dibim, dêmek, ez jî şayîrim. Ya duda, şiêra mine neşirbûyî derheqa edlayêdane. Kî, ku miqabilî şiêra minbe, bizanbe, ew jî dijminê edlayêye. Em, şayîrê kurdê sovêtîê, temam jî weke hevin, ez jî usa dinivîsim, çawa ku gişk dinivîsin. Lê ya krîtîkaê!.. Ewê çi xelqê kirye, wekî çi min jî bike. Xwe destê min p’elawa bavê krîtîkaêda neşewitye, wekî jê şerm bikim. Min serê rê û me’nya hemûşka bir’ye.
Lê min nizanbû, wekî ew şayîrtya minê zûtirekê wê ber minda bimîne.
Rojekê jî ecêbeke giran hate serê şayîrtya min. Bextê şayîrtya minra gazêtêda şiêra şayîrê me “Kilama edlayê” neşir bû. Çimkî têma şiêrê me yek bû, lema jî min ku ew şiêr xwend, qudûmê çokê min hema berda şkest. Min tê derxist, lê hey lo, lo… t’extekî şayîrtya min kême! Hema wê rojêda terkek li şayîrtya min ket.
Ez duşurmîş bûm. Oho, lê şayîrtî tenê xwendin nîne. Xwendinêra tevayî tiştekî mayîn jî lazime. Min şiêr careke mayîn jî xwend. Hevekî qudûm hatine ber çokê min, gula e’nya min geş bû, ez fikirîm. “Hi, filankes, hebe-tunebe, sêra te rîfmovkêdane. Tu rîfmovka kilama cimetêye “Destê xwe bide destê min” didî xebatê, lema şayîrtya te bi cîye, erê? Ezê jî niha herim sêra rîfmovka kilamê cimetê jî hînbim û wî çaxî heqê te bême der.
Ez wê bêxweya rîfmovkê jî hîn bûm, kilamê cimetêye “Destê xwe bide destê min”, “lingê xwe bide lingê min”, “newqa xwe bide newqa min”, “ez bengîme, ez bengîme”, “gede lawko” jî topkir, dizî seqet-sûqet kir, serî binî xist, kire nava şiêra xwe û xwend. Bala xwe daê, çi binhêrim: lê min malxirabî, fikir û tiştê kilamê cimetêye bedewetîê dur’in, lê yê min jî nola k’êzika fistoqene.
Min careke mayîn jî ew şiêra xwend. Ç’irûsî ber ç’evê min ket. Min tê derxist, wekî sêra şayîrtya wî ne ku rîfmovkêdane, lê kambaxa rîtmovkêdane. Rîtmovka wî nola ya poêzîa şerqîêye, lema jî şayîrtya wî e’silzadeye. Min kitêbêd şayîrê şerqîê temam ezberkirin, hela serda jî yê çend heba p’ekand û bi dilekî baristan xwera got: “De, filankes, niha sirya min hatye, gerekê tu şûr-qemê xwe ber min daynî!” Min şiêrek jî nivîsî. Dîna xwe daê — bêxweya t’aê şayîrtya min vêrsekê ji cîê xwe quloz dibe, lê ya şayîrtya wî tê bêjî erdêva p’erçînkirye.
Min ew şiêra gele cara xwend, ezberkir, lê dîsa me’nya şayîrtya wîya li min dîhar nebû. Ez duşurmîş bûm, wekî zimanê wî çetine, gelek xeberê nenas nava şiêra wîda hene, min got: “Hi, filankes, min sêra şayîrtya te bi herdu desta girt. Îdî îroda şayîrtya teê serk’ele bilukume, lê ya minê sibêda mîna avtoa şayîrekî me berbi mêrga şayîrtîê bixingile, çilqaske, qilbe”. Sibetirê ez zû rabûm û bi k’el-bîn dest bi hînbûna zimanê kurdî kir. Min usa kir, wekî nava mehnîvekêda kurdya nêr ji xwe dûrxist û meşqûl-meşqûl kurdî hînbûm. Min reşbelekeke dinê jî nivîsî. Bala xwe daê, çi binhêrim, ewê mîrata şayîrtîê dîsa berê xwe ji min guhastye. Pey wêderêra p’ir’î-hindikî hişê min hate serê min û min hilda xwera got: “Heyran, gerekê merî ya mêra unda neke, qewata min vî mêrikîda naçe, ewî dinêdîtîye, çî min wî camêrî ketye? Bese, ezê ji wî kalemêrî dûrkevim û xwe stûê cahilêd hevalê xwe xim. Xwe kula reş minda nehatye, ez hela wî nikarim, lê ez dikarim xwe stûê şayîrêd cahile rind xim”.
Min şûrê xwe tûj kir, daketme h’erafê meydanê û r’ikêvî ser wan kir. Min şiêrek jî nivîsî û anî himberî şiêrê wan kir, hey lo, lo, dîsa bêfeyde bû. Ez fikirîm: lê yê kulek dîsa ezim.
Min şiêr û efrandinê wan careke mayîn jî sero-binokir, têderxist, wekî syûjê, kompozîsîa, fikir, ziman, himberîkirin, çêkirina şikila, êpîtêt û yêd mayîn yê wana başin, lê yê min seqet-sûqetin, mînanî kurê H’esê Dûdêne. Lema jî şûrê wanî şayîrtîê usa rind dibire, lê şûrê şayîrtya min çiqas diçe, ewqas ko dibe. Ez wana jî hînbûm, lê kîjanê, ku qeweta min negihîştê, min şikil, himberkirin, êpîtêtê şayîrê meye baş jî p’ekandin, lê dîsa şayîrtî li min nebanbû. Niqitî dilê min, wekî me’rîfeta mine şayîrtîê tune. Ez nikarim t’u tiştekî ser tiştekî xim, ez dikarim hemû tiştî hînbim, bê cî çend destdirêjayê seqet jî bikim, lê wê bêxweya me’rîfeta şayîrtîê ne dikarim hînbim, ne dikarim bi malê dinê bik’irim û ne jî dikarim bip’ekînim. Lema jî min xwe cîda ker’ kir, dengê xwe bir’î û mala xweda ker’-lal rûniştim. Lê cara ew moza şayîrtîê dihate dora min û min jî ker’-ker’ te’rîêda reşbelek rêz dikirin. Lê çawa dibêjin, çerxa şayîrtya min ç’ep zivirîbû. Dîsa xweyê “Kilama edlayê”, tê bêjî e’ynatara, wan roja şiêra “Nexweşya poêtîê” neşirkir. Min bi kulzikî ew şiêra xwend û tê derxist, wekî ew derheqa nezanê nolî mindane û min t’obekir, sond xar, wekî xênji şiêrekê ez îdî t’u cara naçim nava syara, p’alanê şayîrtîê daneynim ser pişta extê xwe û çiqasî jî Şamilê Beko û Egîtê Cimo şîrin-şîrin qeydê “cirîdê” û “Marşa kurda” nexin, ez ne ku tenê ber bi heç’ê Parnasê, lê qet berê xwe nadme k’ir’ê Sîçanlûê jî. Çimkî xasa, xama temam jî hev girtine, hevva k’aş dibin, dixwezin xwe bidne selefê syara. Birê şayîr, te t’irê k’ê ku niha çaw, qet û bendê hespê xwe alozekirine, wê t’emamê herin sêrî? Ha hinekê miqîm gêdûka we’deye kûrda holbin.
Û wexta min ev herçar xeberêd han nivîsîn, kambax, ew şiêra mine wextekî kete bîra min. Bi tex’mîna min, ew şiêr t’emîye, çawa bona min, usa jî bona çend şayîrêd meye ahil û cahil. T’emya min awaye:
K’ê razaye hişyar be,
K’ê hişyare guhdar be,
K’ê guhdare bizanbe,
Şayîrê bê me’rîfet be,
Qelema şayîtrîê heta sax’be, hilnede.
Bawermîş bin, eva ku k’arê nede, zyanê qet t’u cara nade.
“Rya teze”, 25-ê dêkabrê s.1960
WÊ ŞEVÊ… (2013)
BEREVOKA EMERÎKÊ SERDARE NUH
BI ZIMANÊ RÛSÎ
Destpêka sala 2013-a paytextê Ermenîstanê Yêrêvanêda berevoka efrandinê nivîskarê kurdî navûdeng, rojnemevanê Komera Ermenîstanêyî emekdar, pûblîsîst, wergêr, xebatkarê civakî EMERÎKÊ SERDARE nuh “Wê şevê…” bi zimanê rûsî ronkayî dîtye. Efrandinê berevokê, ku hîmlî serhatî, romanok, nexş-nîgarê hûr, bîranîn, sê parê romana wîye “Rya pêşîê min”-e nîvcî (“Heyfhildan”, “Rev”, “Li Çilkanya teze”), dota nivîskar Nûra Emerîk ji kurdî wergerandye rûsî û berevok amade kirye. Dota wîye biç’ûk Zera Emerîk êdîtorî û korêktorya berevokê kirye.
Emerîkê Serdar spasya xwe daye sponsorê vê pirtûkê Tîtalê Xano (Kîrov, Rûsîa) bona fînanskirina çapkirina pirtûkê. Nivîskar usa jî razîbûna xwe daye Îşxanê Mîro (Moskva, Rûsîa) bona wê yekê, wekî ewî alîkarî daye çapkirina vê berevokê.
Pirtûk bi pêşgotina nivîskar û dîrokzan Wezîrê Eşoye (Bêlgîa) fire û qîmetlî destpê dibe, ku derheqa jiyan û şuxulvanya Emerîkê Serdare efrandarîêdane. Berevok mezine, 408 rûpêle. Eva berevoka efrandinê Emerîkê Serdare bi zimanê rûsîye sisyane. Hetanî nha 2 berevokê wî bi wergêra rûsî — “Bûkek du cara syar kirin” (2005) û “Hetanî kengê?” (2007) hatine çapkirinê. Ew xebat jî dotê wî kirine.
Têmaê efrandinê berevokê pircûrene û anegorî goveka hewaskarya nivîskare bedewetîêne: jiyana gundê kurda, heleqetîê meriva, erf-edetê kurda, mêrxasî û comerdya kurda, qewmandinê dîrokî, nazikaya psîxologîa meriva, heleqetîê mêriv tevî tebyetê û dinya heywanet û yêd mayînin.
Xwendevan, çawa nava efrandinê nivîskare berêda, usa jî yê vê berevokêda, wê bona xwe gele tiştê hewaskar bibîne: syûjêa dewlemend, dîdemê geş, nazikaya ruhê meriva. Efrandinada lîrîzma nazik heye, gele ciya hûmor berbiç’eve. Nivîskar cîkî mezin daye nîşandayîna mesela merivê dinêdîtî û kirinê wane konkrêt. Alîê bedewetîêda jî vê berevokêda tiştê teze hene.
Nûra Emerîk.
BIJARE (2011)
BEREVOKA EMERÎKÊ SERDARE TEZE
Nivîskarê kurdî navûdeng, rojnemevanê Ermenîstanêyî emekdar, rexnegir, tercmeçî û xebatkarê civakî Emerîkê Serdar weke 50 sala dereca rojnemevanya kurdîda kar kirye (radîo û rojneme). Ewî bi seda gotar nivîsîne derheqa pirsêd wêje û çanda kurdîda. Usa jî berbiç’evin gotarê wîye pûblîsîstîêye tûj derheqa pirs û problêmê jyana meda. Ew gotar rojneme û kovarê cuda-cudada çawa welatê sovêtêda, usa jî welatê derekeda çap bûne, pê radîoê hatine dayînê, bi zimanê kurdî, ermenî, rûsî, erebî, tirkî û yêd mayîn çap bûne.
Bona wê yekê, wekî gotarê dha hewaskar bi blokeke înformasîone yekgirtîda bêne berevkirinê û çapkirinê, sala 2011-a Yêrêvanêda (Ermenîstan) berevoka Emerîkê Serdare bi navê “BIJARE” hate amedekirinê û weşandinê. Ew berevoka gotar, hevpeyvînaye bijare, pêşgotinê pirtûkaye bi zimanê kurdî û elfabeya latînî. Pareke berevokêye nemezin (weke 10 heba) – gotar û hevpeyvînin bi zimanê rûsî.
Eva berevoka Emerîkê Serdare heyştane, ku bi saya wê alîkarya peretî çap bûye, ku cîgirê serokê Partî dêmokratî Kurdistan birêz Nêç’îrvan Barzanî daye. Bona çapbûna vê pirtûkê xudan spasya xwe daye çawa birêz Nêç’îrvan Barzanî, usa jî şêwirdarê serokatya Civata Wezîra ya hukumeta herêma Kurdistana Fêdêral birêz Nezet Salih Omer, lêktorê zankoa Salhedînê (Hewlêr), doctor birêz Fêîrûşah S. Hamad û aspirant Muhemed Emîn Salih (Xarkov).
Gotar, hevpeyvîn û peşgotinê pirtûka, ku vê berevokêda cîwar bûne (parek bi zimanê kurdî – 61 heb), ji dawya salêd 50-î hetanî rojêd me hatine nivîsarê. Têmatîka wana pircûreye: analîzkirina êtapê pêşdaçûyîna wêjea kurdaye sovêtîê, pirsdanîn û armanca rexnegirya wêjeê, hukumê folklora kurdî li ser efrandinê şayîr û nivîskarê kurda û ermenya, pirsê wergêra wêjea bedewetîê, têma Şerê Wetenîêyî mezin, ronakbîrê kurda, zanyar, klasîkê wêjea kurda û şayîrê kurdaye wedê nha, oçêrkê derheqa rêwîtya xudanda li Başûrê Kurdistanê û Îranê, nemêd vekirî (ku cara pêşin xudan nava rojnemevanya kurdaye sovêtîêda kar anye), doklad û yêd mayîn.
Masştaba wergirtina têma, kûr zanebûna pirs û problêma, analîzkirina wane kûr, obyêktîvî – ev hemû qinyatê berevoka Emerîkê Serdare teze dikine kanya giranbaha bona wan hemûya, yêd ku nasya xwe didine dîroka wêjea kurda (wê reqemêda usa jî ya dewrana sovêtîê), çand û rojnemevanya kurdî, jyana kurdê Ermenîstanêye seyasetîê-civakî, îlahî paşî hilweşîna Sovêtê, gava pirs û problêmê kurdê Ermenîstanê dha zêde bûn. Xênji wê, gotar, hevpeyvîn û peşgotin bi xwe hewaskar û kêrhatîne bona goveka xwendevanaye fire.
Piranya gotara, ku para anegorda hatine cîwarkirinê, rojnema “Rya teze”-da çap bûne, li ku E. Serdar kar kirye ji sala 1962-a hetanî sala 2006-a. Hinek gotar usa jî weşanê mayînda hatine çapkirinê. Xênji wê, para “Hevpeyvîn”-ada ew qinyatin, ku malperê cure-cûreda çap bûne, lê para “Pêşgotinê pirtûka”-da 5 peşgotin hene, ku xudan bona bi zimanê kurdî çap bûna berevokê klasîkê wêjea ermenya Hovhannês Tûmanyan, Avêtîk Îsahakyan, usa jî bona berevoka dost û xêrxazê gelê kurd Hraçya Koçar, bona berevokê şayîr û nivîskarê kurd Casimê Celîl û Qaçaxê Mirad nivîsîne.
Berevok bi pêşgotina nivîskarê kurd Tosinê Reşîde (Avstralîa) hewaskar û qîmetlî destpê dibe.
Dota E. Serdar Nûrê Serdaryan (Nûra Emerîk) berevok hazir kirye.
Berevok 343 rûpêle. Ew ji alîê weşanxana “VMV-Prînt”-ê hatye çapkirinê.
Nûrê Serdaryan.
JI E’MRÊ H’EYWANET
JI E’MRÊ H’EYWANET
- Bizin zaye
- Ç’êlek zaye
- Dêlik t’eliqye
- Gur t’eliqye
- Hesp firq bûye
- H’irç’ zaye
- K’er firq bûye
- K’êwrîşk t’eliqye
- Mî zaye
- Mirîşkê kurk derxistye
- P’işîk t’eliqye (diterike)
- R’ûvî t’eliqye
- Şêr zaye
* * *
- Bizin tê t’eke
- Ç’êlek tê ga
- Dêlik tê ba
- Dîk mirîşkêda fiskir
- Gur tê ba
- Hesp tê fe’l
- H’irç’ tê ba
- K’er tê fe’l
- K’êwrîşk tê ba
- Mî tê beran
- Piling tê ba
- P’işîk gir’newikî (nir’newikî) bûye
- R’ûvî tê ba
- Şêr tê ba
- Xinzîr tê ba
* * *
- Berxa mîê
- Ce’nûê hespa
- Cûckê teyreda
- Ç’êjkê (kutkê) şêra
- Ç’êjkê belebana
- Ç’êjkê gura
- Ç’êjkê mişka
- Ç’êjkê p’işîka
- Ç’êjkê r’ûvya
- Ç’êjkê xinzîra
- Golika ç’êlekê
- Hêka beqa
- Hêka me’ra
- Hêka me’rgîska
- Hêka mirîşkê
- Kara bizinê
- Kutkê deva
- Kutkê h’irç’ê
- T’ûlê (cewrkê) kûç’ika
- Xerzê me’sya
* * *
- Berx buşkul dike
- Bizin buşkul dike
- Cûcik ç’îrt dike
- Ç’êlek r’êx dike
- Ç’ivîk ç’îrt dike
- Deve buşkul dike
- Dîk ç’îrt dike
- Ga r’êx dike
- Golik r’êx dike
- Gur p’îs dibe
- Hesp t’ers dike
- H’irç’ p’îs dibe
- Kar buşkul dike
- Kûç’ik p’îs dibe
- K’er t’ers dike
- K’êwrîşk buşkul dike
- Meymûn p’îs dibe
- Mirîşk ç’îrt dike
- Pez buşkul dike
- Piling p’îs dibe
- P’işîk p’îs dibe
- R’ûvî p’îs dibe
- Şêr p’îs dibe
- Teyrede ç’îrt dike
- Xinzîr r’êx dike
H’EYWANET, TEYREDE, BIH’OK
H’EYWANET, TEYREDE, BIH’OK
H’EYWANÊ BEYANÎ Û MALÊ
- Beleban
- Beran
- Beraz
- Berdîr
- Berx
- Bizin
- Box’
- Canega
- Ce’nû
- Ce’şik
- Ç’êjik
- Ç’êlek
- Dêlegur
- Dêlik
- Deve
- Devedûş
- Dubir’ (nêrî, t’eke)
- Fîl
- Ga
- Gak’ûvî
- Gamêş
- Gîsk
- Givir
- Golik
- Gor’nep’işîk
- Gur
- Hebûr
- H’irç’
- Hesp
- Juju
- Kar
- Kavêşkî
- Kavir’
- Kih’êl (me’negî, mih’în)
- Kûç’ik (se, k’elb, sayîl)
- Kudik
- Kur’ebeşk
- K’er
- K’evtar’
- K’êwrîşk
- K’ûsî
- Makeme’r (him mîna me’rane, him mîna me’rgîskane)
- Me’r
- Me’rê r’eş
- Me’rê strû
- Me’rgîsk
- Medek
- Mî
- Mîstewr
- Mişk
- Mişkê qotik
- Mozik
- Nogin
- Pezk’ûvî
- Piling
- P’işîk
- P’işîkê beyanî
- Qant’ir’
- Qawan
- R’ûvî
- Şêr
- Te’jî
- Wawîk
- Xes (beranê xesandî)
- Xezal
- Xinzîr
H’EYWANÊ AVÎ
- Beq
- Guhê me’sya
- H’ûtê binê be’ra
- Kêç’a avê
- K’ûsîê avî
- Me’sî
- Me’sîê k’era
- Mirîşka avî
- R’eq
- Zûrî
TEYREDE
- Bilbil
- Bûmê kor
- Cûcik
- Cûr’cûr’
- Ç’ivîk
- Deveqûş
- Dîk
- Dûmeqesk
- Dundul (dûdûqûş)
- K’ax’rîtk (qarîtk)
- Legleg
- Mirîşk
- Mirîşka kurka
- Mirîşka p’op’oş
- Paç’êvka r’ûç’ikandî (belç’emok)
- Pûpû
- Qaz
- Qubeqaz
- Quling
- R’eşêlan (r’eşêle)
- Slêmanê dunukul
- Teyr
- Teyrê at’mece
- Teyrê mirîşka
- Teyrê sîmir’
- T’orxe
- Var’ik
- Werdek
BIH’OK
- Bezek (bezekê goşt)
- Bih’ok
- Bih’okê dîwêr
- Bih’okê tendûrê
- Ç’ir’ç’ir’k
- Divîv
- Dûp’işk
- Gene
- Gindir
- Kêç’
- Kurm
- Kurmê hevurmuş
- K’epenek (dik’eve cegera pêz)
- K’ermêş
- K’êzik
- K’êzika fistoqe
- Mêş
- Minminîk
- Mixmixk
- Moz
- Mûme’r
- Mûrî
- Pîra h’evh’evok
- P’ir’p’ir’k
- Qir’nî
- Qisqanck
- R’işk
- Spî
- Syarê bûkê, syarê bavê (hespê bavo)
- Şeê me’ra
- T’extebîtî
NAVÊ DARA
NAVÊ DARA
- Çekem
- Dara bedemê
- Dara bîê
- Dara bîvokê
- Dara çamê
- Dara çînarê
- Dara gêlazê
- Dara germaşivê
- Dara gûzê
- Dara h’inara
- Dara h’ulya
- Dara hurmya
- Dara me’zî
- Dara mendelya
- Dara merxê
- Dara p’alûtê
- Dara p’ûk
- Dara qerexacê (darax’acê)
- Dara sêva
- Dara spindarê
- Dara şîlanê
- Dara şivt’ela
- Dara t’ûtê
- Dara xurmê
- Dara zerdela
- Dara zeyt’ûnê
- Dara zolax’ê
- Dir’î
- Tawik, darka dua’ê
- Tûzik
NAVÊ P’INCAR’A ÇOLÊ, KÛLTÛRAÊ ÇANDÎ Û BOSTANA
NAVÊ P’INCAR’A ÇOLÊ,
KÛLTÛRAÊ ÇANDÎ Û BOSTANA
- Belgh’ewês
- Benûştê k’era
- Ç’înciq
- Çaxşûr (çixşûr)
- Ce’t’rî
- Ce’t’rya H’ecîh’uso
- Çeqçeq
- Çoç’an
- Devedîş
- Elegez
- Fisegur (fistegur)
- Gamêşqir’an
- Gengez (gengezk)
- Gewrik
- Gez
- Gezgezk
- Gêzî
- Gîhadirb
- Gîhaê adanê
- Gihanç’êlek
- Gijnîj
- Gopik
- Goştbexk
- Grêgur
- Gunkê berana
- Gur’eşk
- H’emsok
- H’evtûzk
- H’ewşan
- Hewajo
- Hilqetîz
- Je’rî
- K’endik
- K’ulavok
- Karî
- Karîê k’era
- Karîê nav sergîna
- K’eper’eşk
- Kereng (keleng)
- Ket
- Kîrêdîk (kotmotîk)
- Kotîk
- Kuncî
- Kurmik
- Lêlavk
- Malîmes
- Me’rîje’rk
- Memkê xatûnê
- Mendik (xîtik)
- Merajo
- Mijmijk
- Mormork
- Nancûcik
- Nankulav
- Navnêrî
- P’ep’kê h’irç’ê
- P’êqask
- P’işp’işok
- Parîê ç’ivîkê
- Pêç’ok (pîç’ok)
- Pêjek
- Pitok
- Pîzpîzang (pîzpîzik)
- Pûng
- Qamûş
- Qanok (benîştê qanok)
- Qaqurdan
- Qaş
- Qencelîsk
- Qendik
- Qenzîl (sox’îk)
- Qiç’î
- Qûçt’epe
- R’eşer’ih’an
- R’eşk
- R’ih’an
- R’ezkê r’ûvî
- Savûna ç’ivîka
- Sêbelgok
- Serbizer
- Serk’eşîş
- Sibîdak
- Silmask
- Siping
- Sipinga kulîlk
- Sipinga me’ra
- Sipinga navnêrî
- Sîrik
- Sîrmî
- Sîtka san
- So (k’êx)
- Sorsork
- Strîn
- Sûs
- Şawêrdî
- Şep’al
- Şîlan
- Şolik
- Şor’e
- T’opiz
- T’ûtê çayîra
- Tirîê beyanî
- Tirşkê h’irç’a
- Tirşo
- Tirşoê berxa
- Tirşoê ga
- Tirşoê merya
- Tirşoê ne’lik
- Tirşoê xezalê
- Tivretûşk
- Tolik
- Tûzik
- Ûzelik
- Xaçeplor (xaçplûr)
- Xandoq
- Xîlong
- Xir’ebeng
- Xîtik
- Zimangah
- Zîwan
* * *
- Birinc
- Ceh
- Garis
- Genimê bahare
- Genimê k’ir’ik
- Genimê payîze
- Koringan
- Mêxik
- Nanê p’êxembera (kûkûrûz)
- Nîsk
- Nok
- Qerebîber
- Xirpûk
- Zegerek
* * *
- Badrcan (bacê r’eş)
- Bîber
- Gizêr
- Gulbax’an
- K’elem
- Kartol
- Kir’kir’k
- Kundir (kulind)
- Kundirê bejî
- Pamîdor (bacê sor)
- Pîvaz
- Qawin
- Sêvê bine’rd
- Silq
- Sîr
- Şêlim
- Şemamok
- Tivir
- Xiyar
- Zeveş