amarikesardar
“KA SAZBENDYA KURDA KU HATYE?”
“KA SAZBENDYA KURDA KU HATYE?”
Serkarya radîoê hatibû guhastinê. Lêvon Babayan çûbû, dewsa wî H.Ayvazyan kivşkiribûn çawa sedrê komîtêa radîoê.
Civateke meye tomerîye bi sirêda H.Ayvazyan hazir bû. Tê kivşê ew haj pê tunebû, wekî bi qirara Polîtbyûroa Kommerkezya PKTS wedê xeberdanê bi zimanê kurdî hatye zêdekirinê. Lema jî nava xeberdana xweda ha got:
— Ew kê ewqas wede daye xeberdana kurdî? Ka sazbendya kurda ku hatye? Her tenê neynim-neynima wane radîoêda dibêjin. Dewsa wê neynim-neynimê gerekê sazbendya ermenya bidin.
Ez hatim cîê xweda biteqim. Cahil bûm, xûngerm bûm. Min teyax nekir, ez rabûm.
— Hûn rast dibêjin, hevalê Ayvazyan. Sazbendya wê cimetê tune, ku Komîtasê we mecbûr kir Avropaêda xebateke ulmî binivîse derheqa wê yekêda, wekî xênji hukmê sazbendya kurda, cimetê cînare mayîn sazbendya ermenyaye xwexwetîê jî heye.
Ayvazyan dengê xwe nekir, bersiva min neda.
Pey wê yekêra H.Ayvazyan çend cara tevî civatê me dibû û hertim digot:
— Rêdaksîa kurdîda kadrê kevne hizhizî hene. Wêderê kadrê cahile serxwe jî hene. Gotî wana pêşda bikişînin.
Ez ne endamê partîaê bûm. Wî çaxî kê ne endamê partîaê bûya, ew qulixê bilindda kivş nedikirin. Çendik-çend cara katibê komîtêa radîoêye partîaê Pox’osyan dihat, gazî min dikir, digot:
— Ayvazyan gotye, bira şuxulê xwe hazirke, em ewî derbazî nava partîaêkin.
Min hertim Pox’osyanra digot:
— Perê mine zêde tune ez bidme partîaê.
Ez usa jî wextê radîoêda dixebitîm derbazî nava partîaê nebûm. (Gava ez redaksîa rojnema “Rya teze”-da dixebitîm, sala 1965-a teze bûme endamê partîaê. Hema wê salê jî ez bûme endamê Yekîtya rojnemevanê Ermenîstanê).
KOLÊKTÎVA ME
KOLÊKTÎVA ME
Dawya sala 1959-a ez dixebitîm çawa dîktorê radîoxeberdanê kurdî. Wedê xeberdanê me rojê 15 deqe nîvro bû. Em 6 merî dixebitîn: Xelîl Mûradov, Qaçaxê Mirad, Casime Celîl, Şikoê Hesen, Eznîva Reşîd û ez. Xelîl Mûradov serkarê parê bû, Qaçaxê Mirad cîgirê wî bû, Casime Celîl – serkarê para sazbendîê bû, Şikoê Hesen tercmeçî bû, ez û Eznîva Reşîd jî dîktor bûn.
KONKÛRSA RADÎOÊ, EZ BÛME DÎKTOR Û HÊSIRÊ ŞAGIRTÊ MIN
KONKÛRSA RADÎOÊ, EZ BÛME DÎKTOR
Û HÊSIRÊ ŞAGIRTÊ MIN
Hema wê salê nîveka meha oktyabrê min nemek stend. Serkarê para radîoxeberdanê kurdî Xelîl Mûradov nivîsîbû, wekî cîê dîktor azaye û eger tu dixwazî, dikarî bêyî tevî konkûrsêbî. Ez çûme Yêrêvanê, tevî konkûrsê bûm, komîsîaê dengê min begem kir. Sedrê radîokomîtê L.Babayan xwest min hilde ser xebatê, lê çimkî ez mekteba Elegezêda dersdar bûm, gotî ji dersdarîê azabûma. Wî çaxî her tenê îzna wezîreta ronkayê hebû nîvê sala xwendinêda dersdar ji xebatê azake. Ez çûme bal cîgira wezîr. Ewê nexwest min azake, lê min gotê:
— Hesab yeke, ezê dersdarîê nekim, — û ji kabînêta wê derketim.
Sivderêda ez sekinîm, min cix’are kişand. Katiba wê hat, minra got, wekî cîgira wezîr gazî min dike.
— Tu cahilî. Ez naxwazim serhatya xebata teda xeteke reş hebe. A eva fermana azakirina te. Here, tera ox’irbe.
Ez hatim Elegezê, ji xebatê aza bûm. Roja ezê bihatama Yêrêvanê şagirtê min temam berev bûn, hatin ez rê danîm. Hinek ji wana digiryan. Ew girîê wan qîmetê xebata mine lapî baha bû.
Gava ez radîoêda hildame ser xebatê çawa dîktorê para radîoxeberdanêd kurdî, çend lawikê meye Yêrêvanê çûbûne bal L.Babayan, şikyatê min kiribûn. L.Babayan wanra gotibû, wekî dengê wî xweşe, komîsîa konkûrsê ew deng begem kirye, min jî ser hîmê qirara komîsîaê ew hildaye ser xebatê.
ME ÇAWA WEDÊ XWEYÎ AZA DERBAZ DIKIR
ME ÇAWA WEDÊ XWEYÎ AZA
DERBAZ DIKIR
Meha oktyabrê, gava îdî ro kurt bûbûn, hewa jî îdî sar bûbû, ez Elegezê mala xatya xwe Zelxoda dimam. Hevalê minî nêzîk, şayîr Simoê Şemo doxtir bû û serkarê nexweşxana Elegezê bû. (Wî çaxî Elegezêda nexweşxana hebû). Kotîkê Kotîk sedrê serwêrtya kolxoza gundê Qundexsazê bû. Me hersêka hevaltîke baş dikir. Roja şemîê paşî dersa em dihatne Yêrêvanê, me xwera dikir-dixwar, şev mêvanxanêda diman, rojtira mayîn paşî nîvro vedigeryane Elegezê.
Tê bîra min, Elegezê dewet bû. Ez û Simo jî êvarê çûne dewetê. Govend digerya. Simo hilda ha minra got:
— Tu jî xandîê minî, ezê te têkme sergovendîê û ser serê tera şavaşê bidim.
Rabû, milê min girt, ez û ew ketne sergovendîê, pere da defçî. Defçî nêzîkî me dibû, çomaq ser serê mera divir-danî û şavaş dikire gazî.
ME ÇAWA XÊRA MEZIN DA
ME ÇAWA XÊRA MEZIN DA
Bavê min Dewrêşê Serdar şerê Wetenîêyî mezinda şehîd ketibû. Pîrka min, dya min çûbûne rehmetê. Xêra hersêka hela me nedabû. Apê min pere qazanc kiribû û dixwest wê xêrê bide. Min gote apê xwe, wekî min qirar kirye aylixa xweye pêşin bikme nava wan perê apê xwe û xêra wan hersê mirîê me bidin. Me usa jî kir. Apê min çû, ç’êlelek, du pez, îç’ke kirî. Êvarê ç’êlek û ew herdu pez serjêkirin, wekî sibê xêrê bidin. Tu navêjî sibê defa deweta kurê sedrê kolxozê Fetî wê nava gund bigere. Me nihêrî Fetî kurê birê xwe şande mala me û gotibû, wekî bira sibê xêrê nedin, çimkî defa deweta kurê min lêdikeve. Min gotê, wekî emê sibê zû xêrê belakin. Gundekî biç’ûke, hetanî seheta 9-10 emê her tiştî xilaz bikin. Dewetê jî seheta 3-4 wê destpê bibe, yekê dijî ya mayîn nîbe.
Ew çû. Me nihêrî sedir yekî mayîn şandye û dîsa dewa wê yekê kirye. Min îdî teyax nekir, derketim derva, min nihêrî Fetî û jina wî ber derê xwe sekinîne. Min da ç’êra û got:
— Ez zanim, pambyayê pey gilîê te herin, dikare biqewime neêne ser xêrê. Lê ezê xêra bavê xwe, pîrka xwe, dya xwe ser kuç’ikê xwe çêkim, sibê herim avtokê bînim, wê xêrê bivim Çobanmazê, belakim. Tu zulmê dikî, nahêlî em xêrê gundê xweda belakin. Bira dinya zanibe, wekî tu zulmkarekî çawanî!
Ewî xwe xweşkir berbi min bê. Jinê milê wî girt û gotê:
— Bo vê yekê neke, Emoê usa jî bike. Wê me têke sosret, — û da pêşya xwe bir malê.
Xêlekê şûnda sedir merî şande mala me, go: de bira xêrê bidin, lê zû xilazkin.
Sibê şebeqê me destpê kir xêr bela kir, gazî mêrê gund kir, hatin xêr xwarin. Teze sehet 10 bû. Hema wê rojê, nîvro şûnda seheta 3-4-a defa deweta kurê sedir Ûsiv nava gund gerya.
EZ ÇAWA DERBAZÎ SER XEBATÊ BÛM…
EZ ÇAWA DERBAZÎ SER XEBATÊ BÛM
Û GAVÊ MINE DERSDARÎÊYE PÊŞIN
Sala 1959-a min înstîtût xilaz kir. Ez kivşkirim mekteba gundê Cercerîsêye (nehya Aparanê) 7-saleda bixebitim çawa serwêrê para hînbûnê. Ew kax’az destê minda ez hatim navenda Aparanê, çûme cem serwêrê para xwendinê Sahakyan. Ewî gote min, wekî mekteba Cercerîzêda cîê aza tune, were here mekteba Çobanmazêye 4-saleda bixebite. Min go:
— Ez naçim mekteba Çobanmazê.
— Tê wêderê dha gelek pera bistînî, — ewî got.
— Wekî gilî derheqa gelek peradane, tu here wêderê bixebite, — min bi hêrs gotê û ez derketim, çûm.
Rojekê gundîkî me Ecoê Hemîd, gava pê hesya, wekî ez hela naxebitim, gote min:
— Filankes, tu kadrê gundî. Çira naxwazî mekteba gundê meye 7-saleda bixebitî?
— Ez dixwazim, çira naxwazim.
— Dixwazî ez derheqa vê yekêda Wezîrra xeberdim?
Min gotê:
— Xeberde.
Wezîrê Eşo, gundîê me, hevalê min, salekê pêşda ûnîversîtêt (zanko) xilaz kiribû, gundda dîrêktorê mektebê bû.
Rojek, du roj derbaz bûn, Eco gote min:
— Min Wezîrra xeberda. Go, bira bê, ezê koma 1-ê bidmê.
Min go:
— Na, tu cara ez naçim nabim dersdarê koma 1-ê. Raste, alîê pêdagogîêda hînkirina zarê koma 1-ê dha çetine, ne ku zarê komê bilind, lê ez naçim. Zanî çima? Çimkî pambyayê bêjin: ew çawane – Wezîr ûnîvêrsîtêt xilaz kir, hat, carekêra bû dîrêktorê mektebê, lê Emo hat bû dersdarê koma 1-ê. Eva yeka minra dest nade.
Çendek derbaz bû. Ez çûme Elegezê, rastî nevîê xatya xwe Mirazê Evdo hatim. Ewî ji min pirsî, pirsa xebata min çawabû. Min gotê, ez hela tu cya kivş nekirime. Ewî got, were em herin Aparanê, Sahakyan hevalê mine, ezê jêra xeberdim.
Ez û Miraz ketine avtoê, çûne Aparanê. Em çûne para xwendina cimetîê. Miraz got: tu vêderê bisekine, ez herim cem Sahakyan. Çû, xêlekê şûnda derket, gazî min kir. Em çûne kabînêta Sahakyan. Ewî gote min:
— Lê te çira negot, wekî tu merîê Mirazî? Eva fermana te, here, mekteba Elegezêye navînda bixebite.
Em vegeryame Elegezê. Çûme mektebê. Dîrêktorê mektebê Egîtê Xudo bû (ew jî nevîê xatya min bû). Gava me ferman daê, gelekî şabû, wekî ezê mekteba wanda bixebitim.
Min dersê zimanê kurmancî koma 2-8, dersê ziman û edebyeta ermenya dida koma 5-8.
Rojekê jî min dersa zimanê kurmancî dida koma 4-a, gava derî vebû, katibê komnehya Aparanêye partîaêyî pêşin Pêtrosyan û sedrê komşuxulkira sovêta nehîê Tonoyan hatin hundur, îzin xwestin, wekî rûnên, dersa min bibihên. Şagirt hevekî tevîhev bûn, lê min usa kir, wekî ders hemdî xwe derbazbe. Gava ders xilaz bû û ez wanra tevayî derketme sivderê, wana destê xwe kire destê min û gotin:
— Wekî tu wî cûreyî dersê zimanê kurmancî bidî me jî, emê nava mehekêda wî zimanî hînbin.
Wextê dersê zimanê kurmancî min şagirtara kurmancî xeber dida, ewana jî minra kurmancî xeber didan. Lê wextê dersê ziman û edebyeta ermenya me her tenê ermenî xeber dida.
Meha sêntyabrê, wexta hela roj dirêj bûn û hewa xweş bû, ez diçûm gundê me û dihatim mekteba Elegezêda min ders dida.
NEME N.XRÛŞÇYOVRA
NEME N.XRÛŞÇYOVRA
Carekê em, xwendkarê kurd, ku înstîtûta Yêrêvanêye pêdagogîêye ser navê X.Abovyanda hîn dibûn, hev berev bûn û me qirar kir nemê bişînin serkarê partîa û hukumeta sovêtîê Nîkîta Xrûşçovra û hîvî bikin, wekî ji Yêrêvanê bi radîoê xeberdanê kurdî hebin bona kurdê welatê dereke. Spartine min, wekî ez nemê binivîsim. Min bi ermenî nivîsî, paşê da tercmekirinê û 15-ê martê sala 1959-a şand. Van xwendkara bin nemêda qol kirin: Emerîkê Serdar, Mehmedê Heso, Mecîtê Elî, Fêrîkê Ûsiv, Barîsê Mehmûd, Salihê Heso, Hesenê Rizgo, Têmûrê Hesen, Baroê Elî, Egîtê Ahmed, Wezîrê Ûso, Ahmedê Hepo, Zyadê Evduleh, Sûtoê Qereman, Têmûrê Elî.
6-ê aprêlê sala 1959-a min bersiva wê nemê stend. Serekê para radîoxeberdanê cî Î.Fomîn nivîsîbû, wekî “pirsa derheqa radîoxeberdanê seba kurdê welatê dereke dikare ji alîê organêd Rêspûblîka Ermenîstanêye serkarîkirda bê safîkirinê”. (Orîgînala nemê û bersivê arxîva minda têne xweyîkirinê).
Serkarê para Kommerkezya PK Ermenîstanêye agîtasîaê û propagandaê G.Hayryan gazî min kir û çawa bersiva ewê nema me minra got, ku “vê gavê mecalêd rêspûblîkaêye anegor tune, wekî radîoxeberdanêd usa bide teşkîlkirinê”.
Wî çaxî radîoxeberdanê kurdî, ku ji Yêrêvanê didan, 15 deqe bûn û bona kurdê cî bûn. Paşê, sala 1961-ê, gava wedê radîoxeberdanê kurdî zêde kirin, ew îdî him bona kurdê cî, him jî bona kurdê dereke bûn.
DU KONYAKÊ BEXTREŞ
DU KONYAKÊ BEXTREŞ
Xeyseteke Artaşês Pox’osyanî usa hebû, wekî kîjan xwendkar rind hîn bûya û jê hizkira, ew dida zêrandinê. Tê bîra min sala 1957-a bû. Me întamê xwe dabûn xênji dersa “Dîroka TRSS”. A.Pox’osyan lêksîa wê dersê dixwend. Û gava em, çend xwendkar, çûn, wekî wê întamê bidin, ewî qîmet mera danenî û got: “Hûn tiştekî nizanin, herin!” Me nizanibû, ewî mera qîmet danye yanê na. Xwendkarê mayîn îdî çûbûn malê xwe. Em çar xwendkar rewşeke waye nekivşda bûn. Hat 1-ê yanvarê sala 1958-a. Em herçar heval hev civyan, me du konyak kirîn, wekî herin sala Pox’osyane teze bimbarekkin û zanibin, çika ewî çi qîmet mera danye. Herdu konyak bin milê minda bûn, em çûn, me zengilê derê wî lêda. Xwexwa derî vekir û gava ç’ev me ket, gelekî şabû. Em sirê çûne sivderê. Ez yê dawîê bûm. Û wexta ç’ev herdu konyaka ket, berî me da, em ji mala xwe derxistin. P’erê me, xwendkara, tune, me ancax karibûye wan du konyaka bikirin. Nha ewî jî ha anî serê me… Hevalekî me – Sûrên Tovmasyan – zewicî bû, jina wî jî înstîtûta malhebûna gundîtîêda dixwend. Odek k’irê kiribûn, têda diman. Me go:
— Sûrên, qe mala teda tiştek heye?
Go:
— Na, xênji tirşînê û heve penêr tiştekî mayîn tune.
Me 2 nan kirî, em çûne mala Sûrên. Me pê tirşîn, nan û penêr ew herdu butulgê konyakê vexwar. Rojtira mayîn her yek ji me çû gundê xwe. Û gava em careke mayîn vegeryane dersa, katiba dêkanatê hat, devterê me herçaraye qîmeta berev kir, bir. Rojtira mayîn anî hat, bela kir. Me dît: kê me wê sêmêstrêda qîmetê herî bilind stendye, qîmetekî usa jî A.Pox’osyan danye.
PIRTÛKA E.EVDALE “MEM Û ZÎN” Û GAVA MINE PÊŞIN LI SER RYA…
PIRTÛKA E.EVDALE “MEM Û ZÎN”
Û GAVA MINE PÊŞIN LI SER RYA
REXNEKIRINA EDEBYETÊ
Sala 1958-a pirtûka Emînê Evdale teze neşir bûbû. Ew veçêkirina beyt-serhatya “Mem û Zîn”-ê bû. Min pirtûk xwend. Ew gelekî dûrî ruhê veçêkirina bedewetîê bû. Gelekî sist û prîmîtîv hatibû nivîsarê.
Rojekê jî civata sêksîa nivîskarê kurdada ew “poêm” hate enenekirinê. Min rabû, hûrgilî derheqa kêmasîê wê pirtûkêda xeberda, gelekî berk rexne kir. Civat tevîhev bû. Rojtira mayîn kurê Emîn Sîdar hate pêşya min û xwest minra bike şer. Lê Fêrîkê Ûsiv kete ortê, nehîşt. Çend roj derbaz bûn, dêkanê me Artaşês Pox’osyan gazî min kir û minra got, wekî Emînê Evdal hatye, derheqa minda gelekî xirab xeberdaye. A.Pox’osyan ji min pirsî:
— Hela minra bêje, çika çi bûye.
Min jêra got. Ewî gote min, wekî Emînra gotye: “Ez nizanim wî xwendkarê me sêksîa nivîskarê kurdada çi gotye, lê hertenê dikarim bêjim, wekî ew xwendkarekî meyî pêşe û em gişk jî jê hiz dikin”. A.Pox’osyan minra got karê min nivîsar û sêksîa wan neketye.
Paşî wê civata sêksîaê gotibûn, wekî nehêlin ez herim civatê sêksîaê. Lê ez diçûm û min gilîê xweyî rexne digot.
Şayîr û nivîskarê meye wî çaxî (lo yê nha jî) hîn nebûbûn rexnekirinêra hesab rûnên. Wana rexnekirin hesab dikirin çawa şikyat, întrîg. Wexta pirtûkê wan derdiketin û ewana rêsênzîa dinivîsîn, her tenê çawa kêmasî didane kivşê, çika kîderê şaşya herfa heye. Bi fikra wan, eva rexnekirina pismamtîê bû. Lê rexnekirina edebyetêye obyêktîv ji goveka femdarya wana dûr bû. Lema jî wana rexnekirina wî cûreyî hesab dikirin çawa dijminayî, xayîntya berbi edebyeta kurda. Telebextra, eva yeka hetanî nha jî usane.
ROLA APÊ MINÎ HEMÎD YAZYA MINDA
ROLA APÊ MINÎ HEMÎD YAZYA MINDA
Emekê Hemîdê apê min ser min weke emekê bavê min bû. Wexta bavê min şêrda şehîd ket, apê min vegerya û qaranya malê ket ser milê wî. Hemîn kolxozêda dixebitî, çend meha diçû Tbîlîsîê kar dikir û ebûrê me dikir. Wexta ez xwendkar bûm, apê min alîkarî dida min.
Paşî mirina pîrka min û dayîka min apê min malva çû Tbîlîsîê, ma. Avayê wî tunebû, k’irê dima. Û wexta min înstîtût xilaz kir, apê min bona vê yekê mala meta mine Hizretda kêf danî, gazî merîê me, der-cînara, heval-hogira kir: ser hev weke 40 merî. T’as hilda, rabû ber hazira ha got:
— Emo, lao, bavê te, dya te tunene, lê apê te heye. Min qirar kiribû ez borcê xwe ber kurê birê xwe biqedînim. Îro ez ji wan borca yekê diqedînim. Te înstîtût xilaz kirye, û eva kêfa bona wê yekêye. Borcekî minî dinê jî heye – silametî te bizewicînim, deweta te bikim, Xwedê ox’ira terabe.
Hemîdê apê min usa jî kir. Sala 1962-a Tbîlîsîêda mala Hizreta meta minda bi def û zurne deweta me kir.
— Min îdî borcê xwe ber te qedand, — paşî dewetê apê min gote min, û ez û kulfeta min – Seyrana (Sêda) Sehîd verêkir Yêrêvanê.
Apê min zewicî bû. Xwedê 6 kur – Yaşa, Mîşa, Fêriz, Şîrin, Kinyaz, Miraz, 2 qîz – Qazê û Meyane dabûê.
Sala 1982-a apê min 70-salya xweda çû rehmetê. Me ew Tbîlîsîêda definkir. 4 kurê wî jî ji wede zûtir çûne wê dinê. Fêriz û Şîrin me Tbîlîsîêda kêleka apê min definkirin. Yaşa Pênzaêda, Mîşa Yaroslavlêda çûne rehmetê. Yazya miletê meye: me 7 bavê xwe kêleka hev defin nekirine.