amarikesardar
PROGRAMA PARTÎA KOMÛNÎSTÎÊYE TIFAQA SOVÊTÎÊ (1986)
PROGRAMA PARTÎA KOMÛNÎSTÎÊYE TIFAQA SOVÊTÎÊ (1986)
Min bi spartina Kommerkezya PK Ermenîstanê Programa Partîa komûnîstîêye Tifaqa Sovêtîê tercmeyî kurdî kir. Wî çaxî qebûlkirî nîbû binivîsyana, kê dokûmêntê partîaê û seyasetîêye ferz tercme kirye. Lema jî vê pirtûkêda nehatye kivşê, wekî tercma mine. Her tenê hatye nivîsarê, wekî rêdaktorî lê kirine Mîroê Esed û Emerîkê Serdar.
Pirtûk neşireta “Hayastan”-ê çap kirye, 88 rûpêle.
QIRARA KOMMERKEZYA PKTS DERHEQA QEDANDINA… (1984)
QIRARA KOMMERKEZYA PKTS DERHEQA QEDANDINA
QIRARÊD PLÊNÛMA KOMMERKEZYA PKTS ÎYÛNÊ (SALA 1983-a)
TEŞKÎLETA ERMENÎSTANÊYE RÊSPÛBLÎKÎÊYE PARTÎAÊDA (1984)
Min bi spartina Kommerkezya PK Ermenîstanê “Qirara Kommerkezya PKTS derheqa qedandina qirarêd Plênûma Kommerkezya PKTS îyûnê (sala 1983-a) teşkîleta Ermenîstanêye rêspûblîkîêye partîaêda” tercmeyî kurdî kir. Wî çaxî qebûlkirî nîbû binivîsyana, kê dokûmêntê partîaê û seyasetîêye ferz tercme kirye. Lema jî vê pirtûkêda nehatye kivşê, wekî tercma mine.
Pirtûk neşireta “Hayastan”-ê çap kirye, 8 rûpêle.
L. BRÊJNÊV “XOPAN” (1980)
L. BRÊJNÊV “DAXULIQANDIN” (1978)
L. BRÊJNÊV “MALAYA ZÊMLYA” (1978)
KONSTÎTÛSÎA RÊSPÛBLÎKA SOVÊTÎÊYE SOSÎALÎSTÎÊYE ERMENÎSTANÊ (1978)
KONSTÎTÛSÎA (ZAKONA HÎMLÎ)
RÊSPÛBLÎKA SOVÊTÎÊYE SOSÎALÎSTÎÊYE ERMENÎSTANÊ (1978)
Min bi spartina Kommerkezya PK Ermenîstanê Konstîtûsîa (Zakona Hîmlî) Rêspûblîka Sovêtîêye Sosîalîstîêye Ermenîstanê tercmeyî kurdî kir. Wî çaxî qebûlkirî nîbû binivîsyana, kê dokûmêntê partîaê û seyasetîêye ferz tercme kirye. Lema jî vê pirtûkêda nehatye kivşê, wekî tercma mine.
Pirtûk neşireta Kommerkezya PK Ermenîstanê çap kirye, 56 rûpêle.
KONSTÎTÛSÎA TRSS (1977)
KONSTÎTÛSÎA (ZAKONA HÎMLÎ)
TIFAQA RÊSPÛBLÎKAÊD SOVÊTÎÊYE SOSÎALÎSTÎÊ (1977)
Min bi spartina Kommerkezya PK Ermenîstanê Konstîtûsîa (Zakona Hîmlî) Tifaqa Rêspûblîkaêd Sovêtîêye Sosîalîstîê tercmeyî kurdî kir. Wî çaxî qebûlkirî nîbû binivîsyana, kê dokûmêntê partîaê û seyasetîêye ferz tercme kirye. Lema jî vê pirtûkêda nehatye kivşê, wekî tercma mine.
Pirtûk neşireta “Hayastan”-ê çap kirye, 48 rûpêle.
Bi hûrgilî derheqa wergêra Konstîtûsîa TRSS tezeda dikarin vêderê bixûnin.
AV. ÎSAHAKYAN “BEREVOK” (1977)
AV. ÎSAHAKYAN “BEREVOK” (1977)
Wexta tivdarekê derbazkirina hobêlyana 100-salya Av. Îsahakyan didîtin, min erze da komîsîa hobêlyanîê, wekî dixwezim berevokeke efrandinê Av. Îsahakyan bi tercma kurdî raberî xwendevana bikim. Komîsîaê ev xwestina min hesab hilda û sparte neşireta “Sovêtakan grox’”-ê wê berevokê bi zimanê kurdî çapke. Wî çaxî Casimê Celîl wê neşiretêda kar dikir û her tişt kir bona neê kivşê, wekî min berevok hazir kirye. Ewî gihîşte wê yekê, wekî giva ewî ev berevok hazir kirye û usa jî hatye nivîsarê û çapkirinê.
Berevokêda çawa nimûnê poêzîa Av. Îsahakyan, usa jî proza wî hene. Min ev serhatîê wî tercme kirine: “Şakro Valîşvîlî”, “Merîê Garîbaldî”, “Hesen ax’a”, “Ser mezel”, “Ç’evnebarya nivîsarê”, “Sîmonê xulam”, “Gêvorgê hedad”, “Fikra bextewarîê”, “Leglegê heznî”, “Kilama aşiqê gurc”.
Min usa jî pêşgotina wê berevokê nivîsye (“Xêrxazê cimeta meyî mezin”).
Berevok neşireta “Sovêtakan grox’”-ê çap kirye, 336 rûpêle.
HRAÇYA KOÇAR “HIZRET” (1972)
HRAÇYA KOÇAR “HIZRET” (1972)
Min romanoka nivîskarê ermenî Hraçya Koçare bi wî navî tercme kir û teslîmî neşireta “Hayastan”-ê kir. Êmma Bakoêva, ku wî çaxî wê neşiretêda dixebitî, her tişt kir bona ev romanok bi kurdî neê çapkirinê. Lê minra li hev hat ewê sala 1972-a bi pirtûkeke başqe bi kurdî bidme çapkirinê.
Xênji wê, min pêşgotina wê pirtûkê nivîsî (“Pismamê meyî hizkirî”).
Romanok neşireta “Hayastan”-ê çap kirye, 80 rûpêle.
HOVH. TÛMANYAN “EFRANDINÊD BIJARE” (1970)
HOVH. TÛMANYAN “EFRANDINÊD BIJARE” (1970)
Wexta 100-salya bûyîna Hovh. Tûmanyan temam dibû, min û Egîtê Xudo erze da komîsîa hobêlyanîê bona berevokeke Hovh. Tûmanyan bi kurdî bê çapkirinê. Xwestina me hesab hildan û çapkirina wê berevokê kirine plana neşiretê. Êmma Ûsiv (Bakoêva), ku wî çaxî neşiretêda dixebitî, bi zora rûê xwe navê xwe ser berevokê nivîsî çawa hazirkireke wê.
Wê berevokêda çawa nimûnê poêzîa Hovh. Tûmanyan, usa jî nivîsarê wîye vekirî cîwar bûne. Min ew serhatîê wî tercmeyî kurdî kirine: “Gîkor” û “Ç’îroka Panosê bedbext”.
Min usa jî pêşgotina wê pirtûkêye fire nivîsye (“Nivîskar û merivhizê mezin”).
Berevok neşireta “Hayastan”-ê çap kirye, 148 rûpêle.