rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

DUDU BÛN

 

 

DUDU  BÛN

 

“Ger bême kuştin, daê, tu megrî”.

(Ji kilamê)

 

          Koma pêşmergaye biç’ûk berpala ç’îê, fêza rêda xwe nava zinarada veşartibû. Her yek çend gava ji yê mayîn dûr bû, pê dûrebînê rê û besta jêrê dinihêrîn. Qumandarîê spartibû komê, wekî dîna xwe bide rê, wexta tiştek hebe, pêra-pêra elametîê bidin.

         Sala 1963-a bû. Kurdistana Îraqê sincirî bû, ji erd û ezmîn agir dibarî. Hukumet li cimeta kurda hatibû xezebê û kurd jî mecbûr bûbûn ç’ekê hildin, erdê xwe, nav-namûsa xwe, azaya xwe xweykin. Şer bû, şerekî giran. Ç’ûk û mezinê Kurdistanê bûbûne pêşmerge, berê xwe dabûne mirinê û pêra dikirne şer. Şerê man-nemanê bû.

         Zûda vix’e-vix’a mecalêd propaganda hukumetê bû, wekî ew şer nîne, seyreke sivike, lê kurdê qaçax hema ji derba pêşin hincirîne, ji hev bela-bela bûne, çûne.

         Lê rastî cûrekî mayîn bû. Komêd eskerêd hukumetê ji şeherê mezin dernediketin, şevê tu cyada nediçûn, lê wexta rojê rêêd serekera diçûn, ese bi tank, bi maşînêd zirîkirî diçûn. Ew jî gele cara diçûn xwe cîkî vedişartin, berêvarê vedigeryan û agahdarî didane qumandarya xwe, ku giva îro çend tax’bûrê pêşmerga ji cêrgê derxistine.

         Wê rojê jî spartibûn komeke eskerêd hukumetêye mezin, ku weke dusid merî bû, wekî bi du tanka herin filan derê tebya pêşmergaye pêşin ji destê wan bistînin, dora rê temizkin, wekî ordya hukumetêye giran destbi êrîşkirinê bike.

         Pêşmerga xwe nava zinarada veşartibûn, guhdar dîna xwe didane rê.

         Havîn bû, gîha û kulîlk ber te’vê hişk bûbûn, bûbûne pîşo, zinar usa sincirî bûn, wekî te destê xwe bida ser wê, destê teê bişewitya. Hey te didît mergîskek ji ber zinarekî derdiket, hevekî ber te’vê sekinî û gava hesîn ser ket, şûlikî, kete bin zinêr. Nava hewêda wîte-wîta ç’ivîka bû, reşêle bilind nedifirîn, çerx didane xwe û nava hewa ç’yada sovekarî dikirin. Dihate kivşê, hêlûna wan nava zinarada bû, çimkî dûr nediçûn, ç’ivte-ç’ivta wan bû, ser serê pêşmergara difirîn.

         Qewila pêşmerge mecbûr kiribûn, ku fesal bin. Rengê kincê wan ji rengê zinara nedihate cudakirinê, ç’ekê xwe usa vedişartin, ku dûrva neêne kivşê, hevdura gelekî hêdî xeber didan, lê wexta ji hev dûrbûna, bi dengê teyredaye qewilî agahdarî didane hevdu. Te hew dinihêrî yekî mînanî teyra kire qire-qir, yekî mayîn mînanî kewa kire qibe-qib. Her dengek fikreke wî hebû û yêd ku dibihîst, zanibû çi bûye, çi qewimye.

         Hetanî miştikê wan jî başqe bûn. Wana miştikê usa çê dikirin, wekî dûrva agirê wê neê kivşê. Bona wê yekê jî danîn tiştekî gulover çê dikirin, dorana qul-qulkî dikirin û dikirne serê miştikê. Wexta şevê cix’are dikişandin, dû usa jî wan qulikara derdiket û agirê wê qe nedihate kivşê. Û şevê, wextê ew çiqasî jî nêzîkî hêwira dijmin bûna, dikaribûn hêsa cix’arê xwe bikişînin û qe nefikirin, wekî dijmin dikare cîê wan tex’mînke.

         Wexta koma pêşmerga cîkî dihêwirî, hertim du merya qerewiltî dikirin. Ew herdu merî êpêceyî ji komê dûrdiketin, ç’evê wan her tiştî bûn, guhê wan ser her dengî bû. Vê carê jî usa bû. Dudu ji wan dûr bûn û qerewiltya wan dikirin. Lê merivêd komêye mayîn bona bêqezyabûnê nava zinarada xwe veşartibûn, tu qestîka jî wan bigeryayî, te çetin ew bidîtana.

         Herdu qerewil jî cahil bûn, şer nehîştibû ew bizewicin. Wana dê-bav malda hîştibûn, ç’ek hilda bûn û dijî zulm û zulmkarîê dikirine şer. Wexta bûne pêşmerge, lap xortne cahile tûnsiz bûn. Nava sê salêd şêre derbazbûyîda simêlê wan şîn bûbûn, dêmê wan ber te’vê, sur û sermê qarîayî bûn, lê ç’evê wan mînanî kûrê bûn, agir bû ji wan dibarî. Herdu jî ji gundekî bûn, tev mezin bûbûn, tevayî salekê ordya hukumetêda qulix kiribûn, herdu jî ser tankê bûn û tevayî jî revî bûn, hatibûn bûbûne pêşmerge, hevalêd heve nêzîk, mînanî bira bûn. Lema jî, wexta lazimayî pêşda dihat, herdu eseyî tevayî bûn, yek nedima, yê din nediçû.

         Wê demê herdua jî xwe ker’ kiribûn, dûrebîn ber ç’eva rê dinihêrîn. Carna jî ji rê derdiketin û dîna xwe didane cîê mayîn. Dûrebîna xwe digerandin, tiştekî digeryan. Dibe gundê xwe digeryan? Lê gundê wan dûr bû, wê derêva wê nehata kivşê. Dibe herdu bi fikrê çûbûne gundê xwe, rastî du qîzêd cahile bedew hatibûn, ku bêsebir hîvya vegerandina wan bûn… Û sifetê wan dihat ber ç’evê xorta disekinî. Dewsa agirê înka heyfhildanê nha ç’evê wanda agirê evîntîêyî dilsoz hebû.

         Herdu xort nava van xem-xiyalê xweşda bûn, gava dengek li wan tesele bû. Herdua dûrebîn hildan, rê nihêrîn. Eskerekî giran bi du tankava piş topikê pêşberva derket. Herdua ç’evê hev nihêrîn, bi ç’eva hevdu fem kirin, ser zik şûlikîn, berbi cîê hêwira komê çûn. Nêzîkî zinara bûn û mînanî teyra kirine qire-qir. Bi dengê kewa ji komê caba wan dan. Nava çend deqada komê dora wan girt.

         — Eskerekî giran bi du debabava (tankava) ji piş topik derketye û berbi me tê, — ji wan herdu xorta yekî got. Gişka bê hemdî xwe dîna xwe dane wî alî. Lê ne topik, ne jî eskerê bi tankava wê derêva nedihatine kivşê.

         — Hûn zanin, ew gotî ji me derbaztir nebin, — serekê komê bi hemdî xwe got. – Yan jî gotî ser laşê mera derbaz bin.

         Kesekî dengê xwe nekir. Gişka jî zanibû, wekî emrekî usa heye.

         — Lê em gotî lez nekevin, — serekê komê got. – Xwe nedine hesandinê, bira bên nêzîk bin, paşê emê qirarkin, çi bikin. Her tenê ya xirab ewe, wekî ç’ekê meye dijî debaba tunene.

         — Qe nebû, emê jorda zinara ser wanda holkin, — yekî bi emir got. Hazira ç’evê wî nihêrîn.

         — Hetanî em zinara holkin, ewê koka me bînin û bêminet derbaz bin, — yekî mayîn ber gilîê wîda hat.

         — Em hela nizanin, emê çi bikin û çawa bikin. Emê wê yekê paşê qirar bikin, lê ferman dimîne ferman: ew gotî derbaz nebin, — serek ev cumla kutasîê bi xeber-xeber, bi teqleke mexsûs got.

         — Ew tu wexta derbaz nabin, — ji wan herdu xorta yekî, mînanî serek, bi teqleke mexsûs got.

         Serek vegerya ser, wî tirê ew xort qerfê xwe wî dike. Lê gava ç’evê wî, ew agirê wan ç’evada dît, ji gotina wî bawer kir, destê xwe danî ser girka milê wî û bi bawerbûn gotê:

         — Belê, ewana gotî derbaz nebin.

          

* * *

 

         Karvanê eskerê hukumetê û herdu tank hatin derketin wê ç’ivanê. Tanka pêşin sekinî, zapitek jê peya bû. Tanka din jî hate kêlekê sekinî. Ser ç’ivana rê cîkî êpêceyî fire hebû. Herdu tank hema wêderê jî, bin zinarada sekinîn. Pêşberî wan kanî bû. Dorê cîkî êpêceyî fire bû.

         Zapit çend gava ji tankê dûrket, dora xwe nihêrî û emir kir, wekî peya bin. Eskerê peya jî dûrva hate kivşê. Ç’evê zapit kanîê ket, berbi wê çû. Guhîştê, kûz bû û kire fire-fir, çend gulm av vexwar. Rabû serxwe sekinî, destê xwe serçokê xwe xist, temiz kir û bi dengekî bilind got:

         — Bibihên fermana min! Bira leşker jî bê bigihîje me, emê vêderê hevekî hêsa bin, nan bixun, paşê qirarkin, wekî çi bikin. Bira debabe wêderê bin sîêda bin.

         Merîê, ku tankada bûn û peya bûbûn, berbi kanîê çûn, qurût bûn, av vexwarin. Paşê pê wê ava cewahir serç’evê xweye kirêt ji qirêjê temiz kirin û bêtawşe ser piştê velezyan.

         Pêşmerga jorda li wan dinihêrîn. Lê serekê komê bi desta, sêrî ew didane femkirinê, wekî bêy emirkirina wî tu tiştî nekin. Xûna pêşmerga qafê wan dida, înka heyfhildanê bûbû gulok, hatibû gewrya wan hasê bûbû, lê çi bikin – ferman fermane.

         Xêlekê şûnda eskerê peya jî hat, gihîşte tanka. Wî eskerî jî, mînanî pezê tî, xwe xirûşî ser kanîê kir, dor nedidane hevdu: yê ku bi kulma, yê ku ser zik vedlezya, devê xweyî heram dikirne ava wê kanya zyaretî û vedixwarin. Têr vexwarin, mînanî pezê bikeve korîê, ser hevda nix’ilîn.

         Wî çaxî zapit, ku yekî aşqorkî bilind bû, gazî serekê desta kir, anî cem xwe.

         — Qe ji vî cî rindtir tune, — ewî hêdî gote wan. – Emê hetanî êvarê vêderê bimînin, paşê vegerin, herne cîê hêwira xwe.

         Û dilê xweda serda zêde kir, wekî wê bêje – rastî komeke pêşmergaye mezin hatye, bela wan dayê, hinek qir kirine, yê mayîn jî ji hev bela bûne, çûne. Û çiqas-çiqas car ewî melûmetîêd wî teherîye vire-derew dane qumandarîê û bertîl stendine. “Çi karê min wan pêşmergê beyanî ketye, — ew fikirî. – Nha qumandarîê çawa zanibe, me kirye şer yanê na. Wexta ew gelekî şêr dixwezin, mêrin, bira bên, bi xwe têkne şer”.

          

* * *

 

         Serekê koma pêşmerga bi dengê ç’ivîka kire wîte-wît. Pêra-pêra pêşmerge dorê berev bûn.

         — Dema lape rind eve, — ewî hêdîka got. – Nha gotî em bela wan bidnê. Wê merixîne. Lazime ji me du merî xwe debabara bigihînin, debaba ji wan bistînin. Ewê mayî jî vêderê têkne şer. – Hevekî xwe ker’ kir, fikirî, paşê serda zêde kir. – Ewê ku herin, dikare îdî venegerin. Rêke çetine, ez naxwazim nava hildim, ez dixwazim rezadilîbe.

         Gişka sîngê xwe xistin, gotin, wekî hazirin herin. Herdu xort jî nava wanda bûn.

         — Em eskerê dijminda ser debaba bûne, zanin wana çawa bidne xebatê, îznê bidin em herdu herin, — yekî ji wana got.

         Serekê komê destê xwe stûê wanra bir, çû rûê wan.

         — Herin, bira wera ox’irbe, — ewî got. – Kî zane, olecaxe, tiştek bê serê we, Kurdistana rengî wê navê we bîr neke.

         Herdu xorta xatirê xwe ji hevala xwestin û ser zik berjêr şûlikîn. Gihîştin hetanî serê zinêr, nişkêva ji cîê xwe rabûn, ji ser zinêr her yekî xwe jorda avîte ser tankekê, ketine hundur, derî ser xwe girtin û maşîne dane xebatê.

         Dengê hejokê maşînara esker ji cî quloz bû, ser hev, bin hevra çû. Heydade kete navê, serê xwe unda kirin, nizanibûn çi bikirana.

         Herdu xorta tank ajotin ser wan, kê dikete binî, erdêva dipelixî. Hinek direvyan, dixwestin ber wan derên. Lê tanka xwe wanra digîhand, dikirine bin xwe û serra derbaz dibûn. Ji dusid merî nîvî zêdetir hatine qirê. Qare-qara zapit bû, lê kesekî guh nedidaê. Ewî xwe dabû ber teldê zinêr û bi qirmê agir dikir. Lê qirme wê çi tanka bike? Pêşmerga jî jorda esker dabûne ber gulla. Xulese, zapit dît boşe, tişt jê dernaê, narincokek ji kêleka xwe derxist, avîte ser tankê. Agir-alavê tankê girt. Narincokeke mayîn jî derxist û avîte tanka mayîn. Narincok tankê ket. Bû qirç’înya tankê. Hema wî çaxî bû vizînya gullekê, enya zapit ket, qalpaxê serê wî vejand.

         Herç’ê ku sax’ mabûn, serî qurbana linga kirin û revîn. Wê bestê tijî meyt bûn. Du tankê şewitî temamya beraya rê girtibûn. Usa jî qalpaxê wan venebûn û du xortê cahile tûre sax’î ji hundur derneketin.

         Ava kanîê bi xûnê şêlû bûbû.

          

s. 1977-a

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *