rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

DENGÊ DIL

 

 

DENGÊ  DIL

 

                  Eslan bejnêda yekî nîvçe bû. Stuê wî kinî qalim, navmila wî fire, sîngê wî hevekî bel bû. Yekî qemerî pozberanî bû. Porê serê wî reşe six bûn û hatibûn nîvê enya wî girtibûn. Brûê wî usa qalim bûn, wekî gihîştibûne hevdu û dihatin ser ç’evê wî dikirne perde. Bijangê wî dirêj bûn û wexta ç’evê xwe digirt, te tirê du perê reşin têne ser hev. Xaleke mezin orta enya wîda hebû, te hew zanibû qestîka kutane.

         Ser destê ç’epê dex’mek hebû. Paşê pê hesya bû, wekî şeş tilîê destê ç’epê hebûne. Gava mezin dibe, wê tilya zêde dibirin û dewsê ew dex’me dimîne.

         Zewicî bû, du zarê wî hebûn. Mala wî nêzîkî nexweşxanê bû û hertim sibe-sibe ji malê hetanî nexweşxanê peya diçû.

         Êtîmxane kêleka nexweşxanê bû. Pencera otaxa Eslane xebatêra rind dihate kivşê. Û wexta Eslan aza dima, ber pencerê disekinî û êtîmxanê dinihêrî. Usa bi hizret lêdinihêrî, çawa merî mala xwe binihêre. Zûr dibû lêdinihêrî, her cara axînê kûr radihişt û xemeke mezin dikete dil. Zanibû, êtîmxane mala wî bûye, wêderê mezin bûye û ji wêderê firêqet ketye nava emir û çawa merî bi hizret cîê bûyîna xwe, mala xwe dinihêre, usa jî Eslan vê êtîmxanê dinihêrî. Raste, zanibû, wekî vê êtîmxanêda mezin nebûye, êtîmxana wî dûre, lê nizanibû çira mêla wî ewqasî gelekî ser vê êtîmxanê bû. Dibe vê êtîmxanê ya wî danî bîrê yanê zanibû, wekî wî çaxî hemû êtîmxane mînanî hev bûn, çi firqî – vêda mezin bûye yanê yeke dinêda. Ber ç’evê wî êtîmxane êtîmxane bû, gişk jî yek, mînanî hev bûn.

         Ber pencerê disekinî û êtîmxanê dinihêrî. Emrê derbazbûyî dikete bîrê, sifetê terbyetdara, hevala dihatne ber ç’eva. Û demekê fikra xweda dibû zaro û ew, çi ku îdî zûva derbaz bûbû, mînanî qeytana kînoê dihat ber ç’evara derbaz dibû. Demê xweş jî hebûn, demê te’l jî hebûn. Lê çimkî zarotya wîra girêdayî bûn, nha demê xweş hê dihatne bîrê, ne ku demê te’l, ku wî çaxî nava emrê êtîmxanêda dha gelek bûn. Zarotîê hetanî rojê te’l jî ber ç’eva şîrin kiribûn. Lê dem hene, ku hetanî mirinê jî te’laya xwe unda nakin, çiqas jî zarotîêra bêne girêdanê.

         Car-cara qewmê hine êtîma serda dihatin. Destê zara digirtin, eger zaro biç’ûk bûna, didane ber milê xwe û derdixistine hewşê, digerandin, wanra êmîş, şîrinayî danîn. Wextê merîê usa ser zarada dihatin, Eslan xwe qulç’ekîda diqinciland ser hevdu û bi hizret wan zara dinihêrî. Gele cara zara ji êmîş, şîrinayê, ku qewmê wan anîbûn, para Eslan didanê. Hilnedida, kela girî dida qirikê, derdiket, cîkîda diçû. Êvarê dikete nava cya û difikirî, wekî qe çira carekê dya wî yanê qewm-pismamekî wî serda naê. Ne dê dihate bîrê, ne bav. Ew nedîtibûn, ç’evê xwe vekiribû-venekiribû, êtîmxane, terbyetdar dîtibûn. Nizanibû, gelo dê-bavê wî hene yanê na. Lê bona dilminîê bide ber dilê xwe, difikirî, wekî herdu jî hene, yanê çûne cîkî dûr, yanê jî ew unda kirine. Lê wê ese bên, Eslanê xwe bibînin û ji êtîmxanê derxin. Û ew ç’evnihêrya wê rojê bû. Meh dihatin, diçûn, ew roj nedihat, sal dihatin, diçûn, ew roja nedihat… Ew roj ji sala jî dirêjtir bû. Eslan êtîmxanêda çû mektebê, lê dîsa ew roj nehat. Mekteb kuta kir, kete înstîtûtê, hevt sala xwend, bû doxtir, lê ew roj nehat. Eva çend sale înstîtût kuta kirye, vê nexweşxanêda çawa xîrûrg dixebite, bûye mal-hal, lê ewê rojê derî lê venekirye.

         Gele cara nava mitalada dima û tex’mîn nedikir, wekî merî hatine hundur. Û gava pê dihesya, êpêce wext nikaribû tex’mînkira, wekî yê hatî çi dibêje. Mînanî wî merî bû, yê ku têr ranezaye û zorê ji xewê rakirine. Xeber dibihîstin, lê sifte nikaribû wan fem bike. Û tê bêjî tiştekî xwe unda kirye, usa peşmûrde bû. Usa dikir, wekî yê hatî zû rê dadanî û careke mayîn ber pencerê disekinî û êtîmxanê dinihêrî. Hertim ha bû. Wexta aza bûya, diçû otaxa xweye xebatê, ber pencerê disekinî û difikirî. Hetanî nha jî, gava îdî mezin bûye, xweyî jin û zaroye, hela nizanibû, wekî dê-bavê wî kîne, gelo hene yanê tunene. Û çiqas dixwest vê pirsê xwera bide zelalkirinê, hertim serê têl diçû, digihîşte êtîmxanê û ji wir zêdetir nediçû.

         Gelekî çerçirî bû û xwestibû tiştekî bihese, dê-bavê xwe gerya bû, lê negihîştibû tu tiştekî. Her tenê zanibû, nexweşxanêda hatye dinê, dê çûye û venegeryaye. Ji nexweşxanê jî anîne êtîmxanê û vêderê mezin bûye. Nizanibû, gelo çi hatye serê dya wî, heye, tune, bavê wî kîye? “De, salêd şêr bûn, kî zane çi hatye serê wan, — ew difikirî. – Dibe bavê min çûye ber şêr, dya min jî tiştek hatibe sêrî”. Hertim ha difikirî, lê tê bêjî tiştekî batinî nedihîşt, wekî ji vê gotina xwe bawer bike. Û hertim şikek dilda hebû, lê bi xwe jî nikaribû şirovekira, ew çi şike û menê wê çine. Tenê tex’mîn dikir, dilê wî şedetya tiştekî mayîn dida, lê şedetya çi, bi xwe jî nikaribû cabê bide. Her gav û sehet, wexta derheqa vê pirsêda difikirî, dibû şerê wê şikê û şedetîê, yekê nikaribû yekê altke û ewî nikaribû tu pirsekê xwera safîke.

         Zanibû, wekî nave wî, nave bavê wî û femîla wî ne rastin, nexweşxanêda nav lêkirine û femîl danîne ser. Lema jî erze û nemêd xweda, kîjanada ewî pirs-pirsyara dê-bavê xwe, qewm-pismamê xwe dikir, tu tiştekî serrast tunebû. Wê gera wî tu mefak nedida. Bona wê yekê jî eva îdî çend sal bûn, ewî terka wan erze û nema dabû û bawer bikî tewqê xwe birîbû. Hetanî rojekê.

          

* * *

 

         Rojekê jî êvarê kulfetek bi avtomaşîna komekdarya lez anîne nexweşxanê. Nehiş ketibû, lazim bû pêra-pêra opêrasîa bikin. Derengî êxistin jêra mirin bû. Wê rojê jî Eslan nobedar bû. Pêra-pêra otaxa opêrasîakirinê da hazirkirinê, karê xwe kir û destbi opêrasîaê kir. Opêrasîake cetin bû, çend seheta kişand. Paşî kutakirinê Eslan derket, çû otaxa xweye xebatê hevekî hêsabe.

         Xûşka doxtirîê gotê, wekî merîê jinikê ber dêrî tijî bûne û bêsebirin.

         — Here, wanra bêje, wekî her tişt baş derbaz bû.

         Xûşka doxtirîê çû û lezekî şûnda zivirî hat.

         — Doxtir, — ewê gote Eslan, — ewana gelekî hîvî dikirin, wekî hûn herin derheqa nexweşêda wanra bêjin. Min gote wan, her tişt baş derbaz bûye, lê tê bêjî ji gotina min bawer nekirin û hîvî kirin, wekî hûn herin.

         Eslan westyayî bû, qe nedixwest ji cîê xwe rabe. Xwe ker’ kir, caba xşûka doxtirîê neda û xêlekê rûniştî ma. Paşê fikirî, wekî qewm-pismamê nexweşê nha hîvya wîne. Tevizîk da xwe û ji cî rabû, berbi dêrî çû. Hêdî-hêdî ji qatê duda peyabû, derkete hewşê. Lênihêrî wê bir’e merî ber dêrî top bûne. Gava hazira doxtira bi xelatê spî dîtin, berbi wî hatin. Yekî bejnbilindî çûrî navsere hat ber sekinî.

         — Êvarxêra te, doxtir, — gotê.

         — Ser sera, ser ç’eva, — Eslan caba wî da.

         — Nebî Eslanê doxtir tuyî?

         — Belê, ezim, çi heye?

         — Ez mêrê ewê nexweşême, — ewî gotê, — dibên te opêrasîa kirye. Gelo halê wê çawane?

         — Halê wê pake. Opêrasîa rind derbaz bû. Her tenê dimîne, wekî krîzîsa pey opêrasîaêra pak derbazbe. Bi tex’mîna min, kulfeteke sax’leme û wê teyamîşke. Qe nefikirin, çi ku bona emrê wê qezya bû, me jî dûrxist.

         — Em zef razîne, doxtir, — mêrik gotê. – Ev merîê han, ku vêderê sekinîne, — ewî pê desta nîşan dan, — merîê mene, kurê min, qîzê min jî virin. Ez jî, zar jî hetanî kutasya emrê xwe minetdarê tene. Te emrê kevanya mala min, dayîka zara xilaz kir. Em evê kirina te tu cara bîr nakin.

         — Çi kirine, camêro, — Eslan gotê, — ew borcê meye.

         — Nha ser hişê xweda hatye yanê na?

         — Na, hela bin hukumê narkozêdane, — Eslan caba wî da. – Hela êpêce wext naê ser hişê xwe. Qe berxwe nekevin, tişt tune, her tiştê baş derbazbe.

         — Lê gelo îznê nadin, wekî qîz îşev cem dê bimîne, miqatbe?

         — Na xêr. Nexweşxana meda îznê nadin, wekî merîê der miqatî nexweş bin. Xûşkê meye doxtirîê xemxurin, wê miqat bin. Qe nefikirin. Hûn jî vêderê badilhewa nesekinin, lêdin herin malê xwe, sibê dikarin bên pê bihesin, çika nexweşa we çawane.

         Mêrik careke mayîn jî razîbûna xwe da Eslan, xatirê xwe jê xwest û ew koma wêderê berevbûyî darêkir çû.

         Eslan jî hilkişya jorê, çû otaxa xwe. Hevekî hêsa bû, fîncane qawe vexwar û çû dîtina nexweşa. Berê ewlin çû palata ewê kulfeta, ku îro opêrasîa kiribû. Xûşka doxtirîê gotê, wekî hela ser hişê xweda nehatye û germa wê jî ewqasî bilind nîne. Eslan zenda wê girt, tilya xwe danî ser tamara xûnêye mezin û sehetê nihêrî. Dilkê wê rind dixebitî. Guhdar dîna xwe da sifetê jinikê. Tê bêjî sifetê wêda tiştekî nas hebû. Porê wê îdî êpêceyî spî bûbûn, pozê wê gir bû. Hinarê sûretê wê sor bûn. Çakûç-qelemê wê cî bûn. Ç’evê wê girtî bûn, bijangê wê dirêj bûn. Kulfeteke qemer bû û ser dêmê wê dihate kivşê, wekî ewqasî jî emrekî pak derbaz nekirye. Qerç’omek îdî ketibûne sifetê wê. Eslan jî nizanibû bona çi sifetê wê kulfetê wî xweş dihat û bi dilekî baristan lêdinihêrî, te tirê dixweze ser sifetê wê tiştekî bixûne.

         Êpêce wext sekinî, lênihêrî, paşê çend temî dane xûşka doxtirîê û derket, çû nexweşê mayîn jî binihêre.

         Êvarê dereng vegerya otaxa xwe, dîsa sifetê wê kulfetê kete bîrê. Xwest bîne bîra xwe kîderê ew dîtye, lê tişt jî derneket. Raste, sifetê wê gelekî nas bû, lê tiştekî usa têda hebû, wekî gelekî nêzîkî dilê wî bû û ewî tirê cîkî rastî wê kulfetê hatye.

         Gazî xûşka doxtirîê kir û serhatya nexweşya wê xwest. Raste, ewî pêşîê nasya xwe dabû kax’azê wê, lê guhdar nenihêrî bû û nha nedikete bîrê, wekî ew kulfet ji kîderêye.

         Xûşka doxtirîê serhatya nexweşya wê anî. Eslan ji dêst girt û xwend. Pê hesya, wekî ji gundekî nehîke rêspûblîkaêye, kevanya malêye u tu cya naxebite.

         Xêleke xurt ser vê pirsêda fikirî, lê bêfeyde bû. Xwexwa jî nizanibû, wekî çira ewqasî derheqa vê kulfetêda difikire, çira ewqasî guhdarîê dide ser. Dilê wî ber hev neda, rabû, careke mayîn çû dîtina wê. Gava derda çû, xûşka doxtirîê kêlekê rûniştibû. Pirsî, gelo halê nexweşê çawane. Xûşka doxtirîê gotê, wekî gava dinê ser hişê xweda hatye, pirsa zara kirye. Germa wê dîsa ser dereca berêye. Hevekî pêşda derzî kirine û dîsa razaye.

         Eslan him dibihîst, him jî dîna xwe dida sifetê wê. Hate ser wê fikrê, wekî  raste, sifetê wê nase, lê ew tu cya rastî wê nehatye yanê jî dewsa yeke mayîn datîne. Ew sifetê nas usa ber ç’eva derket, çû otaxa xwe û serê xwe danî razê.  Êpêce wext xewa wî nedihat û dixwest qestîka derheqa tiştekî mayînda bifikire. Difikirî, lê fikrê wî kutasîê dihatine ser wê kulfetê. Destê wî ber sêrî, ser piştê velezyayî xewra çû. Xewnêda êtîmxanêda nava zarada bû û dilîstin. Nişkêva terbyetdara wan derda hat, gazî kirê û gotê, wekî dê-bavê wî hatine wî bibînin. Hîvya terbyetdarê nema, banzda dêrîva derket, lê tu kes wêderê tunebû. Por û poşman paşda vegerya, dewsa terbyetdarê ev jinika îroye nexweşe. Wê rûniştye û pişta xwe pêda kirye. Dike-nake venagere û dengê xwe nake. Nişkêva derî vedibe û dîrêktorê êtîmxanê derda tê, destê wî digre, zorê ji wêderê derdixe, dibe. Ew dike qareqar, naxweze ji wêderê here, destê xwe davêje dêrî, lê dîrêktor wî erdêra kaş dike, derdixe, berbi kabînêta xwe dibe.

         Wê hele-belêda Eslan banzda ser xwe. “Ya, ev çi xewneke ecêb bû”, — ewî xwexwa xwera got, vegerya ser kêleka rastê û xwest raze, lê kir-nekir xew nekete ç’eva. Û bê hemdî xwe derheqa êtîmxanêda fikirî. Kete bîrê, wekî rojekê çawa hevalekî şer avîtê û bona wê derê dîrêktor zorê ew kaş kir bire kabînêta xwe û çend şelmaq danê. Evê yekê gelekî xirab hukumî ser wî kir û gele wext ev yeka ji bîrê nediçû.

         “Dibîni, tiştê xirab çawa bîra merya naçin. Çiqas jî sal derbaz bin, ew qulç’ekî bîranîna meryada dimînin û te hew nihêrî xwe wextekî usa dane kivşê, wekî tu xwexwa jî ecêbmayî dimîni. Binihêr, ji wî çaxîda çiqas sal derbaz bûne, bîranîna wê hişê minda razayî bûye û îro, gava ewqas sal derbaz bûne û menya bîranîna wê yekê jî tune, çawa xwe da hesandinê”. Eslan dilê xweda digot û ser bîranîna merya zendegirtî dima. Û bi xwe jî nikaribû pevgirêdana orta qewmandinêd wê rojê yanê çend roja pêşda û xewna îşevda bidîta.

         Gele wext vê yekê tabetî nedidaê û xew lê teqisî bû. Her destberbangê ç’evê wî çûne ser hev.

         Sibê şebeqê rabû û şuxulê wîyî pêşin ew bû, wekî çû halê wê kulfeta nexweş bipirse. Derda çû, sibexêrî da wê û xûşka doxtirîê.

         — Halê we çawane, Gulê? – Eslan pirsî. (Navê nexweşê Gulê bû. Duh êvarê, gava ewî nasya xwe dida serhatya nexweşya wê, nave wê bîra Eslanda ma).

         — Ez zef razîme, doxtir, — Gulê bi dengekî westyayî gotê. – Halê min çawabe? Ez ber ç’evê teme…

         Xûşka doxtirîê gotê, wekî îşev anegor pak bûye, raste, germa wê bilind bûye, lê şev pak derbaz kirye.

         Raste, guhê Eslan li ser xûşka doxtirîê bû, lê nikaribû ç’evê xwe ji sifetê nexweşê dûrxe. Û çiqas diçû, ew sifet ber dilê wîda dha ezîz dibû, dha xûna wî ser wê kulfetê dikelya.

         Ente-enta Gulê bû. Birîna wê kûr dêşya û nikaribû pakî ç’evê xwe veke, hazira binihêre. Wexta caba doxtir dida jî, neyseyî ç’evê xwe vekirin û pakî qirafetê doxtir nedît. Kopê ç’evê wê xweber dihatin girtinê û xumama te’rî ber ç’eva bû.

         Çi lazim bû Eslan gote xûşka doxtirîê û derket. Xûşka doxtirîê  jî pey derket û da seknandinê.

         — Doxtir, ewê îşev-mîşev ber pesna xeber dida, gazî merya dikir, nav hiltanîn, — ewê gote doxtir. – Hela min xwest bêm elametîê bidme we, lê paşê fikirîm, wekî hûn razane û min nexwest cefê bidme we. Min derzî kir, paşê hevekî seqirî.

         — Rûê germêda bûye, — Eslan gotê. – Lê gerekê we ez hişyarkirama. Tişt nake. Guhê we rind serbe.

         Ji xûşka doxtirîê dûrket. Dîsa bê hemdî xwe derheqa Gulêda fikirî, dha rast sifetê Gulêyî nas hate ber ç’eva. Gelekî xwest pê zanibe, gelo ewê navê kê daye, gazî kê kirye û çi gotye. Xwe gunekar kir, wekî çira bi hûrgilî ji xûşka doxtirîê nepirsye. Xwest here jê bipirse. Lê careke mayîn poşman bû. “Gerekê min wî çaxî bipirsya, — xwe xwera fikirî, — nha îdî ne cîye”. Lê, ewî jî nizanibû bona çi, gelekî dixwest pê zanibe, wekî ewê ber pesna çi xeberdaye.

         Xebata rojê usa kir, wekî xêlekê şûnda Eslan Gulê jî bîr kir, xeberdana wê jî. Her tenê wextê xebat kuta bû, çû otaxa xwe, wekî kincê xwe biguhêze û here, bê hemdî xwe berbi pencerê çû, sekinî û avayê êtîmxana nêzîk nihêrî. Û bi xwe jî tex’mîn nekir, wekî çawa fikrê wî hatine ser Gulê û xeberdana wêye ber pesna. “Ê, wekî ez xeberdana wê bi hûrgilî jî zanibim, bona çye, yanê ez çira wê yekê dixwezim? – bi xwe pirs da xwe. – Nava cêribandina mine doxtirîêda xwe eva ne nexweşa pêşine, ku ez opêrasîa dikim, wekî derheqa wêda ewqasî gelekî difikirim. Şikir opêrasîa rind derbaz dibe. Ez çira ewqasî derheqa wêda difikirim? Sifetê wê minra ne nase, dha rast ez emirda rastî sifetê usa nehatime, nizanim bona çi min tirê ew sifet gelekî nêzîkî dilê mine”.

         Eslan ha-ha xwera difikirî, pirs didane xwe, gele cara caba wan dida, gele cara jî fikrê mayîn dihatin û caba hinek pirsa ji bîra wî dikirin. Her tenê rind tex’mîn dikir, wekî tiştekî nas, tiştekî usa ser sifetê Gulê heye, ku gelekî nêzîkî dilê wîye. Û bi xwe jî nikaribû bigota ew çye yanê çira usane.

         Gihîşte malê. Kincê xwe guhastin, serç’evê xwe şûşt û rûnişt nan bixwe. Jinê texte vekiribû û hîvîê bû. Gava dora texte rûniştin nan bixun, jinê tex’mîn kir, wekî îro kêfa Eslan ne cîye.

         — Îro çira kêfa te tune? – jinê pirsî.

         — Tê kivşê westyame.

         Jinê gotina wî bawer nekir. Eslan jî tex’mîn kir, wekî ew, çi ku lazim bû, usa negot. Lê îdî gotibû, nexwest careke mayîn vegere ser wê xeberdanê.

         — Dibe nexweşê giran hebûn, tu îşev gelekî çerçirîyî, pak ranezayî, lema? – jinê cara duda jê pirsî.

         Serê wî berda Eslan nan dixwar û xwest vê pirsa jinê bê cab bihêle. Lê tex’mîn kir, wekî jin hîvya cabêye û hazire cara duda biwekilîne.

         — Na, nexweşê giran tunebûn, — Eslan gotê, — lê ez pak ranezam. Nizanim bona çi.

         Eslan dixwest derheqa Gulêda tiştek bigota jinê, lê çi bêje, derheqa çida bêje? Çawa derheqa tex’mînkirina xweda bigotaê, gava bi xwe jî nizane bona çi derheqa wê kulfetêda usa difikire yanê menya fikrê wî çine. Zanibû xişûşîk ketye dil, bi zar nikaribû şirovekira, bigota, wekî ew çi xişûşîye.

         Jinê jî tex’mîn kir, wekî Eslan caba rast nade dêst, îdî nexwest pey enena keve, îlahî zanibû, wekî wexta Eslan naxwaze, çi bikin-nekin, hesab yeke, tu wexta nabêje.

         Usa ker’-ker’ jî nan xwarin kuta kirin.

         Rojtira mayîn Eslan, gava gihîşte nexweşxanê, pêra-pêra çû palata Gulê. Vê carê halê Gulê îdî pak bû, germa wê hevekî danîbû û xûşka doxtirîê jî got, wekî îşev pak razaye. Dîsa Eslan guh dida xûşka doxtirîê, him jî zûr bûbû Gulê dinihêrî. Û çiqas sifetê Gulê dinihêrî, ewqasî ew sifet dha nêzîkî dilê wî dibû, ser wî sifetî tiştekî usayî batinî dixwend, wekî nava ruhê wîda bi sala razayî bû.

         Gulê jî caba pirsê wî dan, ç’evê xwe vekirin, ç’evne reşe gulover lêbûn. Tê bêjî wan ç’eva janeke xweş dane dilê wî. Dilkê wî dha zû lêda. Gulê jî zûr bûbû lêdinihêrî. Nişkêva ç’evê wê xala enya Eslan ket. Ç’evê wê tev hev bûn, demekê lêvê wê lerizîn. Careke mayîn ç’evê xwe girtin. Û kes nizane wê demê derheqa çida difikirî. Ewê bi xwe jî nizanibû. Her tenê ewê xalê ruhê wê tevîhev kir. Careke mayîn bê hemdî xwe ç’evê xwe vekir û tiştê pêşin, ku ber ç’evê wê ket, xala enya Eslan bû. Zûr bû lênihêrî, ne pirsa doxtir û ne jî pirsa xûşka doxtirîê nebihîst û caba wan neda. Hevekî wê xalê nihêrî, paşê lez-lez ç’evê xwe girtin, tê bêjî ji tiştekî tirsya. “Ewqasî mînanî hev? Tiştê usa nikare biqewime… nikare biqewime…” Ewê çend cara wa wekiland û tê bêjî ji tiştekî tirsya, ç’evê xwe venekirin. Ser temamya sifetê doxtir tenê ew xal dihate ber ç’eva. Û çiqas çû ew xal ber ç’eva mezin bû, mezin bû. Û ber ç’evê wê reşevehat, bi xwe jî nizanibû, çawa neheş ket.

         Wexta Eslan û xûşka doxtirîê dîtin, wekî ew caba pirsêd wan nade û ç’evê xwe girtine, wan tirê raza. Xêlekê ker’ kêlekê sekinîn. Lê paşê tex’mîn kirin, wekî ew şuxulê razanê nîne. Deylê kirin, kirin-nekirin hişyar nebû. Hêja tex’mîn kirin, wekî neheş ketye. Çi lazim bû kirin, komekdarî danê. Paşî êpêce wext lêva wêye jêrin lerizî û ancax ç’evê xwe vekirin.

         Xûdanê ser Eslanra avîtibû. Ewî tex’mîn kiribû, wekî gava nexweşê ew dît, tevîhev bû, zûr bû enya wî nihêrî. Ewî tex’mîn kir, wekî orta nihêrandina nexweşê û enya wîda pevgirêdanek heye, lê sura wê çidane? Nizanibû. Û caba vê pirsê jî hat ser caba pirsa pêşîêda zêde bû. Sur dha bû ya batinî.

         Şêwrêd lazim da xûşka doxtirîê û lez derket çû. Otaxa xweda rûniştî ewî dixwest pevgirêdanê orta wan herdu pirsada bibîne yanê yekê wana xwera zelalke. Çiqasî fikirî, rokir û pîva, tu cabeke bawerkirinê nedît. “De bira ev herdu pirs jî bikevin nava cêrga wan pirsa, ku sewdê meryara hetanî nha batinîne”, — ewî ber xweda got û xwest bi wî teherî usa bike, wekî virhada ser wanda nefikire yanê wexta ew yek jêra lihevneê, qe na hindikî bifikire. Lê dikir-nedikir wan herdu pirsa tabetî nedidanê, ketibûn nava mejûê wî û vedirotin.

         Rojtira mayîn dîsa usa bû. Gava derda çû, nexweşê ç’evê xwe firekirin û zûr bû enya wî nihêrî, caba pirsêd wî serra-berra da. Xênji enîê ewê tu cîkî mayîn nedinihêrî, tê bêjî temamya dinyaê biç’ûk bûbû û hatibû her tenê ser enya wî cîwar bûbû.

         Eslan îdî bawer bikî terka sifetê Gulêyî nas dabû û her tenê bengzê wê dinihêrî û dixwest caba wan pirsa nava wî bengzîda bibîne. Carna şerma serê xwe wêda dikir, wekî ew lênenihêre. Qestîka tiştekî mayînva mijûl dibû, berê xwe wî alîda dikir û wexta vedigerya lêdinihêrî, didît, wê ç’evê xwe girtine û ketye nava mitala.

         “Gelo tiştê usa diqewimin? – Gulê difikirî. – Na, na. Çira dinyaêda tiştê mînanî hev kêmin?.. Lê ewqasî jî mînanî hev?.. Ê, kê zane nha çi bûye, çi hatye sêrî, heye yanê tune…” Û tê bêjî bi dil tex’mîn dikir, wekî doxtir vegeryaye, lêdinihêre, nişkêva ç’evê xwe vedikirin û ç’evê xwe dikutane xala enya wî. Ewê xalê usa kiribû, wekî ewê êşa xwe jî bîr kiribû. Birîna wê bere-bere berbi qencbûnê diçû, germa wê kêm bûbû, îdî îzin didanê tiştekî bixwe, zarê wê, mêrê wê bêne bal. Îdî şevê xûşka doxtirîê bal nedima.

         Eslan jî nava xem-xiyalada dihate malê, pakî jin û zarê xwera xeber nedida, parî nan dixwar û bi mena tiştekî derdiket, diçû. Dixwest tenê bimîne, ser wan pirsada, ku tabetî nedidanê, kûr û dûr bifikire. Dikir-nedikir menya wan nedidît û nikaribû xwexwa xwera safîke, wekî ew pirs çira ewqasî kûr ketine nava ruhê wî û ew çira bê hemdî xwe derheqa wanda difikire. Hezar û yek cure cab didîtin, lê tu yekê ew nedida bawerkirinê. Digerya, digerya, paşê diwestya, diçû nava bêx’, ser kursîkî qulç’da rûdinişt, destê xwe dida ber enya xwe û difikirî.

         Êvarê dereng vedigerya malê. Dixwest jinêra bêje, lê nizanibû çi bêje, wê hesîna dilê xwe çawa, bi çi cûreyî jêra şiroveke. Axir ewî bi xwe ji wê hesînê tiştek fem nedikir, wê çawa jinê bida femkirinê? Û ew yek hertim paşda dêxist, dixwest ew hesîn rind tîr bibe, bi xwe seredarîê jê derxe, paşê jinêra gilîke.

         Jinê jî ev guhastina Eslan tê derxistibû û nikaribû menya wê bidîta. Çi gava derheqa vê yekêda jê dipirsî, Eslan nedixwest caba rast bide, hertim menîke usa tanî ortê, wekî jinê jî tex’mîn dikir, ku Eslan bi xwe ji wê caba xwe bawer nake. Xişûşîka mezin ketibû dilê jinê. Ew kumreş nîbû, çimkî ewê xeysetê Eslan rind zanibû, Eslan merîkî ç’evder nîbû. Cîê xebata wî her tişt baş bû. Lê çira Eslan usa hatye guhastinê? Çira usa kêfa wî tune, difikire? Zanibû, wekî pirsekê ruhê Eslan tevîhev kirye, xeysetê wî usa daye guhastinê, ku nha naê naskirinê. Evê yekê hukumê xwe usa jî li ser xeysetê jinê hîştibû. Ew ne mînanî berê devken, eşq bû. Hertim pormijî bû, lê wexta Eslan dihate malê, qestbenda beşera xwe xweş dikir, laqirdî dikirin, dikenya. Eslan tex’mîn dikir, wekî jin bona xatirê wî usa dike, lê rastîê ew jî berxwe dikeve, şikek dilê wêda jî heye. Lê nikaribû tiştek bikira, ber wê şikê, ku dilê wî û jinê usa hingavtibû, bê taqet bû, dha rast nizanibû ew yek çye.

         Çend roj ha derbaz bûn. Gulê îdî lap pak bûbû û wê zûtirekê ji nexweşxanê derketa. Hertim, gava lingê Eslan nexweşxanê diket, dilê wî berbi palata Gulê dikişand û bê hemdî xwe diçû wêderê.

         Rûva tu tişt nehatibû guhastinê, dîsa zûr dibû enya Eslan dinihêrî û tê bêjî dêrî dibû. Eslan jî ji nihêrandina wê têr nedibû, hema usa dixwest hetanî-hetayê wî sifetî binihêre, ku ber dilê wîda ewqasî ezîz bû. Diçû, kêlekê rûdinişt, carna bîr dikir pirsa jî bide, zûr dibû sifetê wê dinihêrî. Herdu jî ker’ bûn, herdu jî nava be’ra xem-xiyalêd xweda niqo dibûn û der-dor bîr dikirin. Carna Eslan ewqasî dirêj rûdinişt, ku wede bîr dikir û te hew dinihêrî xûşka doxtirîê derî vekir û gazî kirê. “Ew, bêmene, dewsa dya min tê. Çira ewqasî dilê min ser wê kulfetê şewitye? Ne dya mine, ne xûşka mine, ne qewm û pismama mine, ez qe nas jî nakim, lê çima ez ewqasî derheqa wêda difikirim û roja ew hatye nexweşxanê heta nha rehetya ruhê min tune? Sifetê wêda çi tiştekî batinî heye, wekî ewqasî nêzîkî dilê mine?…” Eslan ev pirs didane rêzê û nikaribû caba tu yekê bide. Pirs gelek bûn, lê cab tunebûn. Eslan tiştek tex’mîn dikir, lê nizanibû çye. Hesîneke xweş, lê usa jî pêra melûl ketibû dilê wî. Seheta ji şuxul aza bûya, evê yekê xwe dida hesandinê û tê bêjî ew hesîn nava xûna wîda bû û temamya organîzma wî digerya. Îlahî ç’evê wê… Ç’evê nexweşêda xemeke mezin, derdekî giran hebû û ew ber ç’evê Eslan usa rind dihatine kivşê, tê bêjî ewî ew xwendine. Ç’evê wêda dilovanî hebû û ewê dilovanîê, kinêzayê dilê Eslan germ dikir. “Raste, min ç’evê dayîka xwe nedîtine, — Eslan dilê xweda xwera xeber dida, — lê, bi tex’mîna min, her tenê ç’evê dayîkada dikare ewqas kinêzayî, dilovanî hebe ne tenê bona ewledê xwe, lê usa jî bona merîê mayîn. Ax, wê çira çawa bûya, wekî min jî ç’evê dayîka xwe bidîtana, têr wan binihêrya, wekî dilê min hevekî rehet bûya. Tê bêjî xûna wê ser min dikele, ez wan ç’evada ruhê xwe dibînim. Gelo çira usane, gelo menya vê hesîna min çye?”

         Lê menî, tabetî jî pêra Eslan bûbû qatî. Sibê şebeqê, gava radibû, tiştê pêşin, ku dikete bîrê, ew bû, wekî wê here nexweşxanê û Gulê bibîne. Û hesîneke germ dikete dilê wî.

         Car-cara jî bi hemdî xwe nêzîkî pirsa dibû. “Ez çira usa derheqa wêda difikirim? Çira ew çî mine, wekî dilê min ewqasî ser dişewite? Zef jî tiştekî nas, tiştekî ezîz ser bengzê wê heye”. Û xwe dida bawerkirinê, wekî kirina wî ya zarotîêye yanê jî nîşana wê yekêye, wekî westyaye, lazime here hêsabe. Lê xêlekê şûnda ewê pirsê nişkêva dîsa serê xwe hildibirî û dikete bîrê.

          

* * *

 

         Gulê ç’evê xwe didane hev, lê dikir-nedikir, nikaribû razê. Hertim xala ser enya doxtir ber ç’eva bû û ewqasî derheqa wîda difikirî, hetanî ew xal ber ç’eva mezin dibû û reşevedihat. “Yareb, tiştê usa katin biqewimin? Ecêbê usa jî dikarin bibin? – Gulê ji xwe dipirsî. — Lê wekî ew be?  Ezê çi bêjim?.. Ez çawa karim bême bawerkirinê?.. Ez bêjim, ez hatime bawerkirinê, ezê çi karibim bikim? Belkî Xwedê mala sebebê şêr wêranke. Ev gişk rûê şêrdane…” Û serhatî dikete bîrê. Mînanî merî guloke rîs veresîne, usa hêdî-hêdî, gilî pey gilya, rojêd derbazbûyî ketne bîrê û hat ser pirsekê sekinî. “Te dî, hetanî nha çawa nedikete bîra min? Ne min zanibû usane, tenê xala enîê her tiştê mayîn ji bîra min kiribûn. Mînanî kora min çira dîna xwe nedidaê? Wekî ew jî usabe, dêmek ewe…” Û nikaribû pêşda biçûya, bigota, wekî doxtir çi wêye. Turuş nedikir fikrê xwe pêşda bibe, tê bêjî ji wan tirsya û ew nîvcîda hîştin. “Sibê, çawa bê, ezê dîna xwe ese bidmê… Ezê ese dîna xwe bidmê… Lê wekî usa nîbû? Ev xewna mine xweş wê betalbe û hêja birîna minê tezebe… Lê wekî usabe?..” Nikaribû caba pirsa xwe bide, ji şerma xûdaneke sar serra davit. “Gunekar berê ewlin şere, paşê ezim. Îzna min tu tiştekî tune… Wekî usabe, gotî her tişt dîsa mînanî berê te’rîêda bimîne, tu pirsek gotî neê zelalkirinê. Îzna mine zelalkirinê tune. Min bi destê xwe ew îzna xwe unda kir… Wekî usabe, ezê çawa temûlkim, ezê çawa karibim ber dilê xwe bidim? .. Eger rastîê keve…”Dîsa cumle fikra wêda nîvcî ma, dilê xweda jî turuş nekir fikra xwe bide tamkirinê. Wê şevê hetanî sibê qe xew nekete ç’evê Gulê. Bê sebir hîvya safîbûna sibê bû, hîvya hatina doxtir bû. Ewê gotî wê rojê pirseke gelekî mezin, pirseke batinî bona xwe safî bikira. Û tabetî nedikete Gulê, vegerya, berê xwe pencerêda kir û hîvîê ma, çika sibeê kengê safîbe.

         Sibe safî bû, Şems nedîr da. Nha ku hebe doxtirê derî veke û derda bê. Lê tu kes derda nehat. Bi fikra Gulê, xêleke xurt derbaz bû, lê doxtir tunebû. Dewsa doxtir xûşka doxtirîê derda hat. Gava Gulê derheqa doxtirda pirsî, ewê got, wekî şuxulê doxtir cîkî heye, îzna xwe xwestye îro neê ser xebatê.

         Wê rojê hetanî êvarê ç’evê wê li dêrî bû, ewê tirê nha derîê vebe û doxtirê derda bê. Gelekî bêsebir bû. Xênji xûşka doxtirîê ji merîê mayîn jî pirsî. Wan jî gotin, wekî doxtir îro naê ser xebatê.

         Wexta xûşka doxtirîê derda hat û berbi wê çû, ewê tex’mîn kir, wekî wê kêlekê rûnê. Xûşka doxtirîê kursî kişand û kêlekê rûnişt. Zenda wê girt û pirsî:

         — Tu çawanî, Gulê?

         — Zef razîme, îdî êpêceyî pakim, — Gulê gotê. – Tu zanî kêlê min jî vekirine, her tenê dimîne doxtir bê, belkî min derxin, ez herim malê. Lê bextê minra doxtir jî îro nehatye ser xebatê. – Hevekî xwe ker’ kir, paşê serda zêde kir:

         — Doxtirê me merîkî gelekî başe. Çiqasî xemxure, tilî-pêç’îê wî emra vedgerînin. Gelo zewicye?

         — Erê, zewicye, — xûşka doxtirîê caba wê da. – Du zarê wî jî hene, kurek, qîzek.

         — Mirazê wî pê bibe. Tenê dimîne yanê cem dê-bavê xweye?

         — Dê-bavê wî tunene, otaxêd wîye rind hene. Cîkî baş jî dimîne.

         — Dê-bavê wî çûne rehmetê?

         — Welle, ez nizanim. Her tenê zanim, wekî dê-bavê wî tunene û ew jî êtîmxanêda mezin bûye.

         Gulê lêva xwe gest û serê xwe kire ber xwe. Xêle wext xwe ker’ kir, dha rast deng jê derneket. Paşê xûşka doxtirîê çend gilî jî gotin, lê ewê îdî nebihîst.

         “Dêmek, êtîmxanêda mezin bûye… Xala enîê yek, eva jî dudu… Dibe ewe?… Nikare biqewime, wekî ortê tiştek tunebe. Him xala ser enîê, him jî êtîmxanêda mezin bûye. Gelo ev herdu îzbatî nikarin min bidne bawerkirinê, wekî ewe? Hela bira bimîne hetanî sibê, ez lêbinihêrim, paşê… Lê wekî ewbe, ezê çi bikim?.. Çi karim, çi bikim. Gelo lazime ez wî pê bidme hesandinê, yanê jî her tişt usa jî bimîne, çawa berê bû? Pirseke çetine, ez gerekê ser wêda gelekî bifikirim. Lê wekî ew nîbe?.. Ew nîbe… Na, nikare biqewime… Xênji wan herdu îzbatya îzbatîke mayîn jî heye, wekî raste, naê şirovekirinê, lê, bi tex’mîna min, îzbatîke kêm nîne. Ew îzbatî ewe, wekî ew nîne, çira xûna min ewqasî ser dikele, çira wexta derda tê, dilê min tev radibe. Dibe… Na, ez dilminya didime ber dilê xwe. Kî zane çawa bûye, çi hatye sêrî… Ez jî hatime pey van gilî-gotina ketime û tişta ber xwe derdixim. Çawa dikare biqewime pey ewqas salara, ew jî wan salêd girane çetin, ecêbeke ha bibe? Na, na, nikare tiştekî usa biqewime. Lê wekî qewimî?..” Ji vê pirsê sizî canê wêra çûn, xof kete dil. “Lê wekî ecêbeke usa qewimî?” Ewê cara duda ev pirs da xwe û tirsê, xofêra tevayî tê bêjî tiştekî şabûnê jî kete dil. “Hesab yeke, ez nikarim wê sure dîhar bikim… Îzna min tune, tune, tune…” Ewê ev xebera kutasîê sê cara wekiland û tê bêjî bi wê yekê dixwest xwe bida bawerkirinê. “Xênji îznê, ez nikarim wê sure bidme dîharkirinê, çimkî… çimkî… çimkî… De belkî Xwedê mala sebebê şêr xirabke, ocaxê wî korke… Bira ew sur minra here gore… Erê, erê, gerekê tu kes wê yekê nehese û ew sur ber tu kesî dîhar nebe. Ez wîra jî nabêjim… Ew jî guneye… Bira çawa zane, usa jî bimîme… Lê wekî elametîê bidmê?.. Wê çi bê guhastinê? Derd û kulê wî dha gelekbin, minra jî hemîn qet dest nade”. Tê bêjî ji tiştekî vecêniqî, rabû ser xwe, rûnişt, lihêf kişande ser xwe û careke mayîn kete nava mitala. “Bê ka tu sed selefî hatî bawerkirinê, wekî ewe, tu wan heq û hesaba xwera dikî… Sibê wê eyanbe, sibê her pirsê bêne zelalkirinê”. Û ewê her tişt hîşte sibê. Zanibû Eslanê sibê bê û ewê surê bona xwe  bide eyankirinê.

          

* * *

 

         Şems hela nedîr nedabû, gava Gulê hişyar bû. Çawa hişyar bû, dêrî nihêrî. Hetanî hatina doxtir nizanibû çi bikira, çiva mijûl bûya. Wede usa dereng derbaz dibû! Lê ew ewqasî bêsebir bû.

         “Ev çira ewqasî derengî ketin? – ewê ji xwe dipirsî. – Dibe îro jî neê ser xebatê? Wekî îro jî neê, nîvê emrê minê here…”

         Xulese, wext pêra gihîşt û doxtir hatin. Eslan, ku roja pêşîê nehatibû ser xebatê û Gulê nedîtibû, dha bêsebir bibû. Û çawa hate hundur, zû-zû xelata xwe xwekir û çû palata Gulê.

         Gulê belgî dabû ber pişta xwe, nava cyada rûniştibû. Gava Eslan derda hat, tevîhev bû, rengê xwe avît. Zûr bû Eslan nihêrî û bîr kir silava wî verge. Eslan eva yeka tex’mîn nekir, çimkî ew bi xwe jî tevîhev bûbû û xwe unda kiribû.

         Eslan kursî kişand, kêlekê rûnişt, derheqa sax’lemya wêda çend pirs danê. Gulê serra-berra caba wî da, ewî jî pakî nebihîst. Wî çaxî xûşka doxtirîê jî hate palatê û ber serê Gulê sekinî. Eslan bi destê rastê zenda Gulê girt û sehetê nihêrî, xebata dilkê wê çap kir. Eslan tex’mîn nekir, wekî çawa Gulê destê wîyî ç’epê nihêrî û dex’me dît. Nişkêva bû îskînîa wê. Eslan û xûşka doxtirîê alîê wê nihêrîn. Ç’ev lê telale bûn, fire bûn, te tirê wê nha ji cîê xwe derên. Dilkê wê dha lez lêxist, xûdaneke sar serra avît.

         — Gulê, çi te qewimî? – Eslan jê pirsî.

         Lê ç’ev li Gulê fire bûbûn û zimanê wê nedigerya. Ç’evê xwe kutabûne ç’evê Eslan û îske-îska wê bû.

         — Gulê, nebî cîkî te dêşe? – Eslan cara duda jê pirsî. Lê vê carê jî pirsa wî bêcab ma. Îske-îska wê bû û xeberdan pê nedibû.

         Eslan û xûşka doxtirîê belgîê wê rast kirin, ew kirine nava cya û lihêf avîtine ser. Eslan gote xûşka doxtirîê, wekî pêra-pêra nexweşê derzîke. Lê Gulê zûr bûbû Eslan dinihêrî û xeberdan pê nedibû, dixwest tiştekî bêje, lê zarê wê nedigerya. Eslan tevîhev bûbû û nizanibû çi hate serê nexweşê. Zenda wê girtibû û xebata dilkê wê çap dikir. Dilkê wê dîsa mînanî berê lez-lez lêdida. Dha gelekî dikire îske-îsk. Nava wê helebelêda her tenê carekê zarê wê gerya û ancax ev xebera han ji devê wê hate bihîstinê:

         — Lao…

         Lê ne Eslan, ne jî xûşka doxtirîê ew xeber nebihîstin. Ew nexweşêda ketibûn.

         Vî halî êpêce wext kişand. Paşê bere-bere kela dilê wê danî, dilkê wê bi qeyde xebitî. Lê ç’evê wê mînanî berê fire bûn, û ewê ç’evê xwe ji Eslan dûr nedixist. Bere-bere ser rengê xweda hat. Tê bêjî halê wê hevekî pak bû. Her tenê zarê wê nedigerya, xeberdan pê nedibû.

         Eslan ç’ev kire xûşka doxtirîê. Ewê derzîke mayîn jî nexweşê xist. Xêle wext şûnda ç’evê wê hêdî-hêdî hatine ser hev û xewra çû. Eslan gote xûşka doxtirîê, wekî terka nexweşê nede û wexta lazimbe, pêra-pêra elametîê bide, bi xwe jî derket, çû. Otaxa xweda diçû-dihat û difikirî. “Ev çi nopa bû? Çira nişkêva usa bû? Ne germa wê hebû, ne jî xwe xirab tex’mîn dikir. Çira carekêra usa bû?..” Gelekî ser van pirsada difikirî û çawa doxtir dixwest caba wan bibîne. Lê dikir-nedikir, tu tiştek ser tiştekî nedixist. Ewî nizanibû, wekî hela dinyaêda doxtirekî usa tune, ku karibe sura ruhê merya bihese, tu mecaleke usa tune, ku karibin nava sura ruhê bendeda kûr bin. Gele cara merî xwexwa jî nikare wan surê ruhê xwe şiroveke, tiştekî tex’mîn dike, lê nizane çye, ji ku hatye û menî çîye.

         Çend cara Eslan çû teselya nexweşê kir. Hela razabû û carna ber xewa dîsa dibû îske-îska wê. Xûşka doxtirîê jê dûrnediket.

         — Doxtir, carekê-duda ber pesna xeber dida, navê merya hildida, nifir dikirin, — xûşka doxtirîê gote Eslan.

         — Dibe navê zarê xwe hildabin, — Eslan gotê. – Wextê derecê teng hertim navê wan merya didin, ku ber dilê wanda ezîzin. Bona dayîka jî merîê lape ezîz ewledê wanin. Hetanî hişyar nebe, pak nebe, nebî-nebî jê dûr dikevî. Wexta lazimbe ez otaxa xweme, nesenî bêyî minra bêjî.

         Û careke mayîn derket, çû. Xêle wext derbaz bû, dil-dînê wî ber hev neda û hate palata Gulê. Nexweş hela hişyar nebûbû, lê îske-îska wê îdî hatibû birînê û rehet razabû. Eslan êpêce wext ber sêrî sekinî û rind dîna xwe da sifetê wê. Îdî her tişt ser sifetê wê jêra nas û ezîz bû. Ew sifet ber dilê wîda gelekî ezîz bû. “Heyran, ewqas nexweş hatine ber destê minra derbaz bûne, ewqas merîê baş nava wanda hebûne, gelek ji wana jî nas bûne, lê ji wana tu kes ewqasî nêzîkî dilê min nîbûye, çiqas ev kulfeta han. Gelo çira? Menî çye?” Dîsa vê pirsê serê xwe hilda û mejûê wî verot.

         Xêleke xurt derbaz bû. Xûşka doxtirîê derda hat û gotê, wekî nexweş hişyar bûye.

         — Halê wê çawane? – Eslan jê pirsî.

         — Nha pake, îdî nake îske-îsk, her tenê dibêje serê min dêşe, — xûşka doxtirîê caba wî da.

         Herdu tevayî çûne palata nexweşê. Gulê nava cyada pal dabû û bi bengzê bêfikir ban dinihêrî. Hatina wan tex’mîn nekir.

         — Gulê, tu nha çawanî? – Eslan bi dengekî dilovanî jî pirsî.

         Nexweşê nebihîst. Eslan pirsa xwe ducar kir. Gulê tê bêjî ji tiştekî tirsya, vecêniqî û gava ç’ev doxtir û xûşka doxtirîê ket, tevîhev bû.

         — Ez zef razîme, pakim, — ewê got. – Hîvî dikim min binivîsin, wekî herim.

         — Hilbet, emê te zûtirekê bişînin malê, — Eslan gotê. – Her tenê çend roja jî bimîne, bira birîna te rind qencbe, emê te eseyî derxin.

         — Ez îdî pakim, gelekî ji te jî, ji doxtirê mayîn û xûşka doxtirîê razîme, îdî çira min çend roja zêde xweyî dikin. Ez gelekî hîvî dikim min zû derxin.

         — Na, na, hela zûye, kengê wext hat, bêy hîvîkirina te jî emê te derxin, – Eslan bi xwe jî tex’mîn nekir, wekî çira usa sar jêra xeberda. Tê bêjî dilê xweda xeyîdî, wekî ew kulfeta nexweş dixweze zû here, wî motacê wî sifetê ezîz bihêle.

         Gulê kir-nekir Eslan qayîl nebû, wekî sibê wê ji nexweşxanê derxe. Usa bi dilekî xeyd jî ji palatê derket, çû. Xûşka doxtirîê cem Gulê ma. Kela dilê nexweşê rabû û girya. Êpêceyî girya, xûşka doxtirîê ber dilda hat, lê hêsirê wê rê nedidan hev, mînanî kanîke dereve bûbûn û jorda dihatne xwarê. Xûşka doxtirîê kir-nekir menya rast jêra negot. Her tenê gotê, wekî gelekî bîra zarê xwe kirye.

         Xulese, Gulê xwe ker’ kir. Xûşka doxtirîê xwest derê here, lê Gulê nehîşt. Kêleka xwe da rûniştandinê û jê pirsî:

         — Eva çend sale, wekî doxtir vêderê dixebite?

         — Deh sala zêdetire, — xûşka doxtirîê got. – Gelekî doxtirekî başe. Nizanim çima ewî îro usa sar caba te da, lê merîkî gelekî reme. Tu cara dengê xwe bilind nake. Merîkî maqûle. Dibe îro hêrsa wî rakirine, lema tera usa xeberda. Yanê na ew tu cara usa nexweşara xeber nade.

         — Tişt nake, ez bona wê yekê ber xwe nakevim, — Gulê gotê. – Her tenê min dixwest ez zû ji vêderê biçûma. Ez tex’mîn dikim, wekî virhada çiqasî ez vêderê bimînim, ewqasî wê minra çetinbe.

         — Çira?

         — Nizamin. – Gulê gotê. – Lê ez tex’mîn dikim, wekî çiqasî zû ji vêderê herim, ewqasî wê minra pakbe.

         — De tu dilê xwe neke, — xûşka doxtirîê ber dilda hat. – Îro çira usa qewimî, ez xwexwa jî nizanim. Ew merîkî usane, wekî dilê tu merya xwe nahêle, îlahî nexweş, ew jî kulfet. De tu zanî, ew êtîmxanêda mezin bûye, dê-bavê wî tunene. Ewî zarotya xweda ewqas çetinayî, telî-tengasî dîtine, lê dilê wî weke vê dinê  fireye. Û hetanî roja îroyîn min hê nebihîstye, wekî ewî xebereke sar yekîra gotibe. Tişt nake, dewsa kurê te tê, lê lazime tu bona wê yekê berxwe bikevî?..

         Gava xûşka doxtirîê got “dewsa kurê te tê”, sizî canê Gulêra çûn û nişkêva xûdaneke sar serra avît. Xûşka doxtirîê xeberdanêda ketibû û eva yeka tex’mîn nekir. “Dewsa kurê te tê…” Ewê ev cumle çend cara fikra xweda wekiland û her carekê diwekiland tê bêjî cîkî dilkê wê qul dikir.

         — Berxwe nekeve, — dengê xûşka doxtirîê lê tesele bû. – Şikir tu îdî pakî, ez dinihêrim, wekî tu gelekî berxwe dikevî. Ezê jêra xeberdim, wekî sibê te derxin. Qe fikara meke, ezê ese jêra xeberdim.

         Xûşka doxtirîê derket, çû.

         Eslan otaxa xweda diçû-dihat û difikirî. Xûşka doxtirîê derî vekir.

         — Doxtir, — ewê gotê, — Gulê gelekî berxwe dikeve, derheqa zarê xweda difikire. Tu xwexwa jî zanî, wekî îdî pake, binivîse, bira sibê derxin.

         Eslan xêlekê xwe ker’ kir. Paşê tê bêjî xwexwa xwera got:

         — Berxwe dikeve, derheqa zarêd xweda difikire, dixweze zû here bigihîje wan…

         Kesereke kûr rahişt û dîsa êpêce wext xwe ker’ kir, vî serê otaxê çû wî serî. Çend cara bi hêrs çû-hat, paşê vegerya û bi cûrê emirkirinê gote xûşka doxtirîê:

         — Here jêra bêje, wekî ez wê dinivîsim û wê sibê here mala xwe. Bira gelekî bîra zarê xwe neke, derheqa wanda gelekî nefikire, wê sibê here bigihîje wana.

         Xûşka doxtirîê ser vê hilmeyîbûna Eslan ecêbmayî ma, lê tu tişt negot û dêrîva derket, çû. ”Ew çi hatye serê wî? Ewî îro wî cûreyî wê jinika nexweşra xeberda, minra ha xeberda. Hetanî nha min alîê wîda tiştê ha nedîtibû. Ew çira usa bûye?” Gihîşte palata Gulê, bengzê xwe xweş kir. Derda çû û kêlekê rûnişt.

         — Gulê, doxtir îzin da, tê sibê herî malê, nava zarê xwe, — eşq-eşq gotê. Wê tirê Gulê wê gelekî şabe, lê ew şabûn ser bengzê wê nehate kivşê. Tê bêjî hela berxwe ket. Weke deqekê ewê caba xûşka doxtirîê neda.

         — Dêmek, ezê sibê herim, — ewê berxweda got. – Lê ew?..

         — Kê? – xûşka doxtirîê pirsî.

         Gulê, mînanî merîke tiştekî xwe unda bike, tevîhev bû, xwe xurdilî, xwest menîkê bigre, lê mejûê wê bend bû û tu cabek neda.

         — Ez hîvî dikim kesekîra nebêje, hergê îzin heye, adrêsa doxtir bidî min, — Gulê bi lavayî gote xûşka doxtirîê.

         — Çira îzin tune? Ser sera, ser ç’eva, tu deqekî sebirke, ezê nha bînim.

         Çend deqe neketine ortê xûşka doxtirîê kax’azeke qatkirî daê. Ewê kax’az ji dêst revand û veşart.

         Xûşka doxtirîê derket, çû. Nexweşê mayîn kesek palatêda tunebûn, derketibûn derva. Êvar bû, palatêda her tenê Gulê bû. “Ezê sibê wî vêderê bihêlim û herim. Qe fikra wîra jî derbaz nabe, wekî ez kîme. Emirda ez du cara rastî wî hatime, herdu cara jî min ew tenê hîştye û çûme. Eva zulme, belkî mala zulmkara xirabbe. Wekî nebûya şêr, minê çira ev zulma han bikira, minê çira ew tenê, bêy xweyî-xudan bihîşta… Belkî ocaxê sebebê şêr ser ocaxa belabe, ûrta wan biqele, çawa destê min û wî ji hev kirin. Zulmeke çiqasî girane, ezê sibê herim, lê nikarim jêra bêjim, wekî ez kîme. Û tê kivşê, wê hetanî-hetayê jî nizanibe. Eva bona wî dha rinde, ne ku zanibe, wekî ez kîme. Lê ya min? Ya min hetanî ez rojekê sax’ bim, rûbarê dinyaê bim, eva kula dilê min dernaê û wê hetanî-hetayê min bizêrîne. Heqê mine, bira min bizêrîne. Dermanê min her tenê ew yeke. Ew zêrandin beklî hevekî ruhê min sivikke, yanê na dinyaêda tu tiştekî mayîn tune, wekî karibe birîna dilê min sivikke. Ez çi bikim-nekim, hesab yeke – dengê dilê min ker’ nabe, hetanî-hetayê ew dengê nava ruhê minda bê bihîstinê. Erê, belkî mala sebeba xirabbe… Nha ez gerekê wî tenê bihêlim, jêra tu tiştekî nebêjim û lêdim herim… Axir çira gerekê usa bûya, çira gotî destê min û wî ji hev bihata qetandinê… Erê, ez jêra dibêjim “wî”, çimkî min nav lê nekir, bona min ew ma bê nav. Lê nha navê wî, mala wî, jin û zarê wî jî hene. Lê hesab yeke, ew bona min hebûye û heye çawa merîkî bê nav, bê femîl, bê adrês. Ew bona min hertim bênav bûye. Gelo dha rast nedibû, wekî navê wî danyana Bênav? Min xwexwa nav lênekirye, ez nha jî dibêjim, bira navê wî ha danyana yanê ha danenyana. Min nav lênekir yanê nehîştin ez nav lêkim? Sebebê min û wî xêrê-waê qe nebînin. Sebebê me şer bû… Şer çi bêjî nekir. Eva jî birîneke wî şerîye, wekî gihîştye me û tu cara qencbûna wê tune. Eme piştêda bûn, lê birîneke usa gihîşte me, wekî ji birîna pêşenîê xirabtire. Wede birîna pêşenîê qenc dike, lê ç’arê birîna me qenc nake. Ez zanim, wekî ew jî nha xweda dişewite, dixweze esl-esasê xwe zanibe, bext-yazya xwe nerazîye. Lê nizane sebebê wan gişka şer buye. Û dha rind dibe, wekî qe bira nizanibe. Dibe wî cûreyî dha pake. Ew derdê dilê minda heye besî me herdane, bira xemeke teze nekeve dilê wî. Na, na, ew gotî pê nehese… Kêra bêjî, tu kesek bawer nake. Û ne jî tiştê bawerkirinêye. Kirina min ne nêzîkî hişane û kê pê bihese, wê min bide gunekarkirinê. Lê gelo ez tenê gunekarim? Raste, şer bû, dew bû, pirsa erf-edet, gilî-gotinê mayîn hene, lê wextê pirsa gunekarkirinê bê, her tenê ezim gunekar. Û ez gunekarim ne ber dinyaê, lê her tenê ber wî û ber îsafa xwe. Gunekarim, gunekarim. Cezaê min jî gotî eva zêrandina minbe, wekî her tenê min xwexwa xwera kivş kirye. Çi îzna min heye yanê îsafa minê (hergê ew heye) çawa hilde, wekî wî pê bidme hesandinê û wî jî bidme zêrandinê? Na, gunê xwe ez gotî tek-tenê bikişînim û tu kesî pê nadme hesandinê, wekî ber dilê minda neên û cezakirina min hevekî nadne sivikkirinê. Ez gotî xweda bişewitim, wekî bin wî guneyî derêm… Gune… Ceza… Cezakirin… Gunekarkirin… Ez xwe gunekar dikim, wexta sebebê wê kirina min hineke mayîn jî bûne, dinya jî gotî sebeba gunekar bike, ku şer pêşda anîn û bûne sebebê zulmeke waye giran. Destê min bihata, min elametî bida temamya dinyaê, wekî şer bû sebebya çi zulmê. Şer, şer, şer! A sebebê mezin kîye… Sebeb şere, sebeb şere, sebeb şere…” Gulê ev xeber gelek cara wekilandin. Hela carekê, duda jî bi dengekî usa, wekî hate bihîstinê. Lê palatêda kesek tunebû û ew xeber neketin guhê tu qûl-benda.

         Zûr bûbû niqitkeke ban nihêrî. Û serî kete gizîka bîranîna û xweber par’a verêsyan.

          

* * *

 

         Xwendinxana dersdarîêda hîn dibû. Kûrsa wanda xortekî berbiç’ev hebû. Navê wî Ezîz bû. Ew jî ji gundê cînarê wan bû. Dê-bavê wî û Gulê rind hevdu nas dikirin. Û çawa merîê nas ew tev diçûn, dihatin. Pêşîê ew Gulê xweş dihat. Gulê tex’mîn dikir, wekî Ezîz jî c’evberdaê. Û ew yek eyan dikir. Pêşîê Gulê caba wî nedida. Lê bere-bere Gulê jî tex’mîn kir, wekî dilê wêda hesîneke xweş disêwire. Û çiqas çû ew hesîn hê zêde bû. Gulê gelekî şermoke bû, lê ewê hesînê zor da şermokya wê. Xulese, Ezîz û Gulê hev hiz kirin, tev çûn, hatin. Soz û qirar dane hev, wekî pey kutakirinêra hevdu bistînin û hîmê maleke teze, maleke bextewar daynin.

         Rojekê jî Gulê tenê otaxêda bû. Heval çûbûne kînoê û kiribûn-nekiribûn Gulê wanra neçûbû. Dilê wê nedixwest here kînoê.

         “Bê de korbîê, wê rojê biçûayî kînoê. Ez ku biçûma, dikaribû biqewimya tiştek jî nebûya”, — Gulê nha ha difikirî. Lê wî çaxî ewe cahil bû, hew zanibû, wekî dinyaêda tu qewateke usa tune, ku karibe destê wê û Ezîz ji hevdu bike.

         Otaxêda tenê rûniştibû, gava derî xistin. Gulê îzin da, wekî derda bên. Ezîz derî vekir, hate hundur, kêleka Gulê rûnişt û destê wê girt. Wana ewqasî xeber nedidan, çiqasî bi hizret hevdu dinihêrîn, tê bêjî deh sale hevdu nedîtine. Destê wan destê hevda zûr dibûn hevdu dinihêrîn. Ezîz destê xwe stuê Gulêra bir. Ewê dengê xwe nekir. Bê hemdî wan lêvê wan bi şewat nêzîkî hev bûn… Gelekî hevdu şabûn û wextekê Gulê ç’evê Ezîz nihêrîn. Agirekî nebînayî ç’evê wîda dişuxulî. Her ew yek tê bîrê, wekî gote Ezîz:

         — Tu çi dikî, nha keç’kê bên, — û xwest ber Ezîz bide. Raste, zarê wê usa digot, lê dilê wê jî dixwest. Xûna wê jî sêrî xistibû û berdayîna wê gelekî sist bû…

         Ji wê rojê şûnda heleqetîê wan hatine guhastinê. Rojê cîkîda diçûn û wedê xwe derbaz dikirin.

         — Tu qe berxwe nekeve, — Ezîz destê xwe stura dibir, digotê. – Va em derbaz dibin kûrsa kutasîê û paşî kutakirinê tê bibî bûka mala bavê min.

         Gulê ser gotina wî şikber nîbû û bawer bû, wekî wê hema usa jî bibe.

         Çend meh ketine ortê. Heleqetîê wan mînanî berê bûn, te tirê paşî wê yekê agirê dilê wane kêmbe, lê dha gur bûbû. Îlahî Ezîz, wekî sehetekê Gulê nedîta, mînanî dîna vî alî, wî alî diçû-dihat, pirsa Gulê dikir. Heval-hogir haj evîntya wan hebûn û dilê xweda gelekî şa bûn, wekî xort û qîzeke ewqasê hinkûfî hev usa bi dil hevdura hatine girêdanê.

         Ezîz otax kirê kiribû û tenê dima. Ewana timê wêderê rastî hev dihatin. Çend cara Ezîz gotê:

         — Gula min, gişk jî zanin, wekî ez û tu hev hizdikin. Were em herne ZAGS-ê.

         — Ez çawa bêy qayîlbûna dê-bavê xwe dikarim şuxulekî usa bikim, — Gulê gotê. Min bikujî ez nikarim wê yekê bikim.

         — Lê wekî dê-bavê te qayîl nebûn? – Ezîz jê pirsî.

         — Nikare biqewime, wekî dê-bavê min tex’mîn bikin ez dixwezim, ew qayîl nebin, — Gulê serê xwe kire ber xwe û gotê. – Tu gelekî berxwera neçe, lê, bi tex’mîna min, dê-bavê min jî tu begem kirine.

         — Wekî te nedin jî, ezê te birevînim, — Ezîz gotê û destê xwe stura bir, serê wê berbi xwe kir û lêvê wê ramûsa.

         Rojekê jî, wexta Ezîz û Gulê kêleka hev rûniştibûn, destê Ezîz ser milê wê bû, Gulê vegerya alîê wî, kûr ç’evê wî nihêrî û gotê:

         — Dixwezî ez tera tiştekî bêjim?

         — Dixwezim.

         Gulê berê xwe alîê mayînda kir û xwe ker’ kir. Ezîz zorê berê wê alîê xweda kir û jê pirsî:

         — Te çi dixwest minra bigota?

         Gulê dîsa xwe ker’ kir.

         — Ne ez hîvya gotina teme, de bêje.

         Gulê ç’evê xwe kutane ç’evî wî, demekê kûr wana nihêrî, tê bêjî dixwest wanda bibîne, wekî gotina wê çi cûreyî hikumî ser Ezîz bike. Gava dît, wekî wanda qelpî-qûlpî tune, zelalin, mînanî hewa ç’yaye sibê zû, gotê:

         — Tu zanî, ez giranim.

         Dîsa ç’evê xwe ji ç’evê Ezîz nebirî. Dît, wekî çawa nişkêva ew ji şabûnê teyîsîn. Ezîz ji cî banzda, ew da ber hemêza xwe, dora texte çû-hat û ramûsa. Ji şabûna xeber nedida, dewsa xeberdanê ç’evê Gulê radmûsa. Xulese, westya, Gulê danî ser text û xwexwa jî kêlekê rûnişt û serda daniç’ivî, hêdîka guhê wêda got:

         — Gula min, te şabûneke mezin kire dilê min. Hêja ez zanim, wekî tu heta-hetayê ya minî.

         — Lê tu zanî, ez dixwezim berxwe bikim, — Gulê gotê.

         Agirekî beyanî ç’evê Ezîzda şuxulî, destê xwe ber serê Gulê derxist, cotkê enya xwe tevhev kirin, bi dengekî sert gotê:

         — Tu qeleta usa nakî. Ez tu cara îznê nadim.

         — Lê ezê vî halîda çawa ber ç’evê dê-bavê xwe kevim? – Gulê gotê.

         — Qe berxwe nekeve, wê neê kivşê, — Ezîz gotê. – Ma çend meh em întamê xwe bidin, derbazî kûrsa kutasîê bin. Çawa me întamê xwe dan, kutakirin, çûne gund, ezê bavê xwe, lawika pêra-pêra bişînim xwezgînîê te. Havînê jî emê deweta xwe bikin û qe tu tişt jî naê kivşê. Silametî sêntyabrê jî emê tevayî vegerin, otaxeke kirê bikin, têda bimînin hetanî kuta dikin.

         Paşî vê yekê tê bêjî hizkirina wan hê zêde bû, hê ber ç’evê herdu şîrin bûn. Wexta Gulê jî sehetekê Ezîz nedîta, kirê wî dihatinê û bi ç’eva wî digerya. Gulê tex’mîn kir, wekî Ezîz hatye guhastinê, ne ku bi fikra xirab, lê bi fikra qenc. Dha bi xemxur berbirî Gulê dibe, nahêle ew tenê bimîne, hertim heneka dike, kêfa wê xweş dike. Tevayî gelekî digeryan.

         — Nha bona te hewa temiz gelekî ferze, — ewî digote Gulê, — lema jî em gotî dersê xwe zû hazir bikin û gelekî nava hewa temizda bigerin.

         Û usa jî dikirin. Alîê hazirkirina dersada jî Ezîz gelekî alîê Gulê dikir, îlahî dersêd hesabada. Mêla Gulê dha gelekî ser zimên hebû, lê Ezîz gelekî hesaba hiz dikir. Û wexta pirsek Gulêra çetin bûya, Ezîz usa ferih, zelal şirove dikir, wekî tu tiştekî te’rî nedima.

         Havîn hat. Gulê û Ezîz întamê xwe bi açixî dan, derbazî kûrsa kutasîê bûn û bi dilekî eşq û şa berê xwe dane gund. Pê maşînê diçûn. Kûpêke du cya hildan û rêketin. Hezar û yek şabûn, planêd paşerojê dilda ewana berbi mal diçûn. Şa bûn, wekî ev havîna han nava emrê wanda wê bimîne çawa şe’deke lape kivş, wedekî usa, gava bi resmî destê wanê bikeve hev. Vê havînê wê deweta wanbe. Vê havînê…

         Roja gihîştine gund, wê rojê jî destbi Şerê Wetenîêyî mezin bû. Şer hat û mînanî hûtekî binê be’rê ew şabûn, planêd paşerojê hûfî xwe kirin. Ezîz birine eskerîê. Gulê û xem-xiyalê wê tenê man. Kula wê dizîkava bû, eşkere nîbû, wekî bigota dilê wê rehet bûya. Û xweda dişewitî. Çûyîna Ezîze eskerîê alîkîda, ew halê wê jî alîkîda ruhê wê kiribûne nava menganê û diguvaştin. Nizanibû çawa bike, rê ji rya dernedixist. Çiqas zaro mezin dibû, halê wê ewqasî çetin dibû. Hela pak bû, wekî hemlebûna wê nedihate kivşê. Çend cara dê jê pirsî, wekî çira usa belengaz bûye, ewê menîê mayîn girtin.

         Hizreta Ezîz rehetî ji ruhê wê lap dûrxistibû. Seheta tenê dima, azayî dida hêsira. Û ew dikişyan. Wextê digirya, dilê wê hevekî rehet dibû. Lema jî rojê carekê-duda bi mena tiştekî diçû kewşên, têr digirya, paşê vedigerya dihat.

         Dizîkava çend nemêd Ezîz stendin. Ewî dinivîsî, wekî hela nebirine ber şêr, wan kûrsê qumandarîêda hîn dikin. Hîvî dikir, wekî destê xwe nede zarê, berxwe nekeve, ewê zûtirekê bi altindar vegere bê.

         Gulê bixwesta jî nikaribû tiştek banya serê zarê. Gundda mecalêd wê yekê tunebûn. Nedixwest here şeher, difikirî, wekî dibe pê bihesin. Dilê xweda gumanek xweyî dikir, wekî dibe Ezîz zûtirekê vegere bê, bira dilê wî nemîne. “Lê wexta derengî ket, ez ku payîzê çûme şeher, ezê wî çaxî tiştekî bînim serê zarê”, — ew difikirî.

         Gulê yeke qerqaşe talyane bilind bû, dervava tu tişt nedihate kivşê. Xaleke reşe mezin ser sûretê ç’epê bû. Porê wê qîç’ke dirêj bûn, ç’evê wê sût bûn. Navkêlka wê zirav bû, lingê wê mînanî teşya ristinê bûn, jorê neyseyî qalim bûn, jêrê bere-bere zirav dibûn. Kincê miletîê xwenedikir, tiştek nedida serê xwe. Dest nedida gulîê xwe, ew bi cûrê kurmancî vedigirtin û berdidan. Gulî dihatin digihîştine ser penya wê. Wexta diçû, xorta, mêra bê hemdî xwe ser milê xwera vedigeryan, dîna xwe didanê.

         Pozbilindî nedikir. Zanibû bedewe, lê bi bedewya xwe kubar nedibû û tu wexta ew yek nedida kivşê. Wexta rastî mêra dihat, şerma serê xwe dikire ber xwe û ber wanra derbaz dibû.

         Roj dihatin, derbaz dibûn. Û her rojekê xwera be’seke nebixêrîê danî. Çiqas pêşenîêda hal çetin dibû, ewqas be’sêd nebixêrîê dha gelekî ser gundda dihatin. Her be’seke usaye nebixêrîêra tevayî tê bêjî nîvê emrê Gulê jî diçû. Destê wê ketibû dilê wê. Ew êpêce wext bû, wekî nemêd Ezîz nedistendin. Nema xweye kutasîêda Ezîz nivîsî bû, wekî wedê hazirkirina wan îdî ser hevda tê û zûtirekê wê wan bişînin pêşenîê. “Wekî nişkêva nemêd min derengî kevin, — ewî nivîsî bû, — nebî-nebî berxwe dikevî. Wî halê teda berxweketin tiştekî qezyaye. Ya mayîn – bawerbe, wekî tiştek min naê, çimkî hizkirina te merteleke usane, ku dikare min ji her cûrê qezya xweyke. Min hiz bike û berxwe nekeve. Ezê zûtirekê bêm…”

         Neme bûbûn qatî. Tu deng û his ji Ezîz tunebûn. “Dibe şandine pêşenîê, wedê wî tune, lema nanivîse”, — Gulê dilê xweda difikirî. Nha, wextê nemê Ezîz ha derengî diketin, ew dha gelekî diçû kewşên. Nemêd pêşîê stendî derdixist, yek-yek sêrî hetanî kutasîê careke mayîn jî dixwend. Kesekî nikaribû bigota, ewê bi xwe jî nikaribû bigota, wekî ew neme çend cara xwendine. Wextê xwendinê xwe zevt nedikir, digirya. Hêsirê wê dirijyane ser kax’az û govekeke biç’ûk şil dikirin. Govekê usaye biç’ûk ser her belgekî nema hebûn, dewsa wan rind dihate kivşê. Neme dixwendin, careke mayn qat dikirin û vedişartin.

         Ji derdê tunebûna nemêd Ezîz Gulê halê xwe bîr kiribû. Car hebû, wekî sê-çar roja nedikete bîrê. Lê çiqas diçû, hal ewqasî çetin dibû. Îdî nêzîkaya çûyîna wêye şeher bû, gava carekê dê jê pirsî:

         — Qîzê, tu ber ç’evê min qalim bûyî, çira?

         — Ezê çira qalim nebim, — Gulê gotê. – Sibê hetanî êvarê dikim, dixum û tu xebatekê jî nakim.

         Gotina şûnda tex’mîn kir, wekî alavekê girte sûretê wê. Pêra-pêra berê xwe ji dê guhêrî û jê dûrket. “Dya min tex’mîn kirye, — ew fikirî, — dibe ser hise-hisa ketye. Lazime ez zû herime şeher. Min ku nihêrî Ezîz derengî ket, ezê herim berxwe bikim… Lê wekî Ezîz bê?.. Bira bê, cenima zarê kirî…”

         Û Gulê menya razanxanê girt û çend roja ji wede zûtir vegerya şeher bona xwendina xwe pêşda bibe. Zaro îdî dilivya.

         Nemê Ezîz tunebûn. Îdî destbi dersa bûbû. Gulê melûl-melûl diçû dersa û dihat. Tu cyada nediçû, dilê wê nedixwest. Hevala zanibûn, wekî Ezîz çûye eskerîê û Gulê tenê maye. Her teherî keç’ik ber dilê wêda dihatin. Lê nikaribûn dewsa derd û kulê wê bigrin. Ji qîzê hevalêd wê tu kes haj halê Gulê tunebû yanê jî eger tex’mîn dikirin, usa nîşan didan, wekî wê yekê nabînin.

         Gulê gelekî rokir û pîva, hate ser wê fikrê, wekî lazime ji zarê azabe. Rojekê jî ewê menya serêşê girt û neçû dersa. Gava qîzê hevalêd wê sibê zû çûne dersa, ew hevekî nava cyada ma, paşê rabû, kincê xwe xwekirin û çû ser doxtir. Çawa bûbû ewê yek-yek doxtirêra şirovekir, halê xwe jêra got û hîvî kir, wekî komekê bidê yanê rê nîşandê, wekî ji zarê aza bibe.

         — Zara te îdî şeş meyîye, — doxtirê gotê, — t’u doxtirek dest berra nabe. Xênji wê, tu zanî, wekî zakona me wê yekê îznê nade. Qet xwe nezêrîne, tu tişt jê dernaê.

         Gulê por û poşman ji cem doxtirê derket çû. Wê rojê hetanî êvarê neçû otaxa xwe, gerya û fikirî, lê tu mecalek nedît. “Dimîne, wekî ez xwe bikujim”, — ew fikirî. Lê ruhî şîrine, usa hêsa nîne cahil-cahil dest ji emir bikişîne. Nava bêx’da rûniştibû û difikirî. Nava mitalada tex’mîn nekir, çawa Hasmîka hevala wê hat û kêlekê rûnişt. Her wî çaxî tex’mîn kir, gava Hasmîkê destê xwe danî ser mila.

         — Tu çira usa melûl-melûl rûniştî? – Hasmîkê jê pirsî. – Te tirê tenê derd û kulê te hene? Şere, merîê usa tunene, wekî nha bê derd û kul bin. Merî gotî nebe qûlê derd û kula. Miqatî xwebe, dest ber xwe hilnede.

         Gulê xwe ker’ kir. Serê xwe berjêr kir, zilikek hilda û pêva mijûl bû.

         — Ne lazime ewqasî berxwe kevî, vî cûreyî emrê xwe pûçkî, — Hasmîk careke din ber dilda hat. – Raste, Ezîz çûye eskerîê, ew yek gelekî te çetin tê, lê wext usane, çi bikî. Bîr neke, wekî tu tenê nînî, çawa dibêjin “şîna tevî dinê şaîye”. Lê wekî tu dewsa wan kulfetê cahil bûyayî, ku mêrê wan çûne ber şêr û çend zaro jî studa hîştine?

         Gava Gulê navê zara bihîst, vecêniqî. Ewê tirê Hasmîk tiştekî zane. Soro-moro bû û ç’evê Hasmîkê nihêrî. Lê hate bawerkirinê, wekî Hasmîkê ew yek bi dilê sax’ got, dibe qe haj tiştekî jî tune.

         — Axir kula min başqeye, — Gulê berxweda gotê. Hasmîkê ancax bihîst.

         — Çira kula te başqeye? Tu evsene-evsene xeber didî. Tu çi zanî, dibe sibê jî silametî Ezîz vegere bê. Ber xwe bide, mala te avabe, nha temamya welêt wî halîdane.

         — Ez tiştekî nabêjim, — Gulê bi dengekî lerizok gotê. – Ez zanim, nha çi wexte, bona welatê me çi rojne giranin. Axir xênji çûyîna Ezîz kuleke mine mayîn jî heye, wekî, bawer bikî, ji çûyîna Ezîz jî xirabtire.

         — Çi kule, hilbet, hergê îzin heye? – Hasmîkê jê pirsî.

         — Kuleke usane, ku navê min, namûsa minra girêdaye, bawer bikî emrê minra jî girêdaye…

         Û Gulê dilê xwe ber Hasmîkê vekir, çi bûbû, qewimî bû – gişk jêra şirovekir. Kutasîêda serda zêde kir:

         — Olecaxe, hergê ez nikaribim jê xilaz bim, ezê wî çaxî xwe bikujim. Rûê minê çawa bigre ç’evê dê-bavê xwe, merya binihêrim? Lê mirin halê usa çêtir nîne?

         — Evsene-evsene xeber nede, — Hasmîk lêhilat. – Hilbet, ez fem dikim, halê te çetine, lê fikrêd usaye xirab serê xwe derxe. Tu çi zanî, dikare biqewime li hev hat Ezîz zû vegerya hat.

         — Na, ez wê yekê bawer nakim, — Gulê gotê. – Ez zanim, Xwedê bextewarîke usa minra nake. Ez hîvî ji te dikim, Hasmîk, ev gilî-gotinêd min cem te bimînin. Tu xwexwa jî zanî, wekî ez weke xûşka xwe ji te hiz dikim. Lema jî min usa dilê xwe ber te vekir û xwest, çawa xûşk, te bişêwirim.

         — Sola xwera bêje, Gulê, — Hasmîkê bi dengekî bawerkirinê gotê. – Te tirê ez zarome, fem nakim, wekî te çi sur ber min vekirye. Îsafa minê çawa hilde, tu vî halîda rabî derd-kulê xwe minra bêjî, ez jî gilîê te xelqêra bêjim. Usa hesabke, wekî hesêvankî te qe tu tişt minra negotye. Ew gilî tu wexta ji devê min dernaê.

         — Lê tu nha çi minra dibêjî? Ez çawa bikim? – Gulê bi dengekî lavaya jê pirsî.

         — Ez merûma Xwedê çi dikarim tera bêjim? Tu gotî lez neketayî. Lê şuxulek ku qewimî, merî gotî pey nekeve. Pirseke gelekî çetine, ez xwexwa jî nizanim çi bêjim. Nha îdî tu tişt jê dernaê, dimîne nexweşxanêda te tiştek kir – kir, nekir – ez jî nizanim çi bêjim. Çend mehîye?

         — Îdî şeş mehîye, —  serî berda Gulê cab da.

         — Gelekî derenge, tu kes dest berra nade. Lê ser te qe naê kivşê. Te qenc kirye, wekî dêrê fire xwekirye, usa qe lap naê kivşê. Dixwezî em çend roja herne mala me? Dibe dya min gundda merya bibîne, wekî zarê xirab bikin.

         Û ewana hevra pevketin, wekî sibê paşî dersa herine gund, mala bavê Hasmîkê. Gundê Hasmîkê dûr nîbû, ji şeher rya çend seheta bû.

         Rojtira mayîn Hasmîk û Gulê çûne gund. Malda, wexta Gulê derketibû derva, Hasmîkê derheqa Gulêda dêra şirovekir û hîvî kir, wekî ç’arekî bike.

         — Lao, tu zanî, — dê gotê, — wekî îzna wê yekê tune. Ya duda, kê serê xwe derbaz buye rabe dest berra bibe, gava zaro îdî şeş mehîye? Bona xatirê te ezê herim cem pîrka Arêg, jê hîvî bikim, lê aqilê min qet tiştekî nabire.

         Rabû lêda çû. Gulê hate hundur. Hasmîkê her tişt jêra got. Herdu wa xeberdan bûn, gava dya Hasmîkê derda hat. Hasmîkê çawa ç’evê dê nihêrî, pêra-pêra tex’mîn kir, wekî tiştek jê derneketye. Îdî ber Gulê jê nepirsî. Xêle wext şûnda Hasmîk û Gulê derketin derva.

         — Tu vêderê tiştekîva mijûlbe, ez herim dya xwe bipirsim, çika dest berra birye yanê na, — Hasmîkê gotê.

         Gulê wêderê ma. Nava bêx’da gerya. Hasmîk zûtirekê vegerya.

         — Na, dest berra nebirye, — Hasmîkê gotê. – Usa jî gotye, wekî nebî-nebî destê xwe dide zarê. Ew yek dikare bona emrê wê qezyabe.

         — Lê ezê çawa bikim?

         — Mecala tek-tenê nexweşxaneye. Gotî tu wêderê ç’arekê bikî. Yanê na tu mecaleke mayîn tune.

         Wê şevê mala Hasmîkêda man û sibê zû rabûn hatine şeher.

         Gulê û Hasmîk otaxêda diman. Xeberdana wan, gava tenê bûna, hîmlî derheqa vê pirsêda bû. Ro dikirin, dipîvan, rê û mecala digeryan.

         Hema wan roja xwendinxanêda be’s bela bû, wekî Ezîz hatye kuştinê. Çiqasî jî xwestin wê be’sê ji Gulê veşêrin, tişt jê derneket. Gulê pê hesya. Çi hate serê Gulê, bira neê serê gurê ç’ya, ew jî guneye. Kerba çend roja nexweş ket, te tirê sews bûye. Heval ditirsyan, wekî kare biqewime dînbe. Te hew dinihêrî nişkêva dibû kûre-kûra wê digirya. Digirya, digirya û çawa nişkêva destpê dikir, usa nişkêva jî dengê xwe dibirî. Xwe ker’ dikir û caba hevala nedida. Paşê dipormijî, tê bêjî xewa wê dihat, ç’evê wê diçûne ser hev. Lê nişkêva bejn-bala Ezîz dihate ber ç’eva, dengê wî dikete guh û careke mayîn ji cî vedcêniqî û gava didît, wekî reş-peş hatine ber ç’eva, Ezîz tune, dîsa dikete nava wî halî. Evê yekê êpêce wext kişand û hevalêd wê rind dane tirsandinê. Paşê bere-bere ew ji wî halî derket. Lê ken û şabûnê îdî terka Gulê dabûn. Hertim serê wê berda, gula sûretê wê ç’ilmisî diçû dersa û dihat. Û roj mînanî hev dihatin derbaz dibûn. Şabûn tunebû. Be’sêd şerê nebixêrîê bere-bere zêde dibûn. Dijmin pêşda dihat. Çiqas diçû, hal çetin dibû. Xeberdan diçû, wekî wê xwendinxanê wedelî dadin. Xwendkarêd mane, ku hîmlî qîz bûn, gotî herin di şuxulê berevkirina eknê malhebûna gundîtîêda komekê bidne kolxoz û sovxoza. Rastîê jî, çendekî şûnda xwendkar berev kirin û şandin bona komekê bidne malhebûna. Gulê jî nava wanda bû. Lê Hasmîkê usa kir, wekî Gulê destê xwe nedida tu tiştekî. Ew malda dihîşt, wekî xwerina wan çêke hetanî ew êvarê tên.

         — Ew jî borcê teye, — Hasmîkê digot. – Gotî yek bimîne xwerinê çêke yanê na? Ê, ji Gulê çêtir? Ew xwerineke usa xweş çêdike, wekî merî tilî-pêç’îê xwe pêra dixwe.

         Heval jî Hasmîkêra qayîl bûn, wekî Gulê herro malda bimîne bona xurekê wan hazirke. Lê Gulê zanibû, wekî Hasmîkê bona xatirê wê qestîka usa kirye.

         Çendekî gundda xebitîn, êpêce komek dane malhebûnê. Xebata berevkirina ekin îdî ser hevda dihat. Rojekê jî, gava êvarê Hasmîk ji xebatê vegerya, gote Gulêda:

         — Tu zanî, min serkarê mera xeberdaye û ewî îzin daye tu çend roja herî mala we. Tu nefikire, ew derheqa halê teda tu tiştekî nizane. Lê zane, wekî Ezîz şêrda hatye kuştinê. Min jêra gotye, wekî Ezîz dergîstîê te bûye û nha dê-bavê wî teze pê hesyane, lazime tu jî nha cem wanbî. Ewî îzin da û tu dikarî sibê jî herî.

         — Ezê vî halîda çawa herim gundê me? – Gulê gotê.

         — Tu jî neçe gund. Ne xatya te Tbîlîsîê dimîne. Tu jî çendekî here cem xatya xwe. Xatya te tenêye. Îdî wextê teye, dibe hema wêderê jî razêyî. Tek xatya teê komakê bide, wekî ji zarê xilazbî. Xatya teye helale, xerîb nîne, wekî gilî-gotinê te bela bike. Tu gura min dikî, hema usa jî bike. Rabe, em karê te bikin, wekî maşîna sibêra bigihînî.

         Gulê dengê xwe nekir. Ne go “erê”, ne go “na”. Cîê xweda rûniştî ma. Hasmîkê ha-hanga daê hûrmûrê wê hazir kir. Gulê dîsa xwe ker’ kiribû. Ser gotina Hasmîkê difikirî. Zanibû, wekî rastî nava gotina wêda geleke. Ew nikare vî şeherîda razê, çawa bike-neke, hesab yeke, wê pê bihesin. Ne jî kare here gundê wan. Pirsa Tbîlîsîê ya lape raste. Xatya wê tenêye, gelekî jê hiz dike û wê her tiştî bike, wekî nave qîza xûşka wê xirab derneê. Hasmîk rast dibêje, xatîê karibe usa bike, wekî bê zaro ji nexweşxanê derê.

         — Tu rast dibêjî, Hasmîk, — Gulê gotê. – Rya tek-tenê eve, ez gotî herim cem xatya xwe.

         Sibê zû Gulê û Hasmîk stansîa rya hesine nêzîkda rûniştibûn û hîvya maşînê bûn. Zûtirekê maşîne hat, Gulê zor-cefakî mezin kete maşînê. Box’çê hûrmûrê wê, pasporta wê têda cem Hasmîkê man. Kir-nekir ne karibû peya bûya, ne jî karibû box’çe ji destê Hasmîkê hilda. Usa jî box’çe destê Hasmîkêda ma, maşîne rêket. Hasmîk êpêce erd pêra revî, ewê dixwest têke çemê box’çe bavêje cem Gulê, lê mecal neketê û maşînê baê xwe girt.

         Vagonêda tijî merî bûn, cîê rûniştinê tunebû. Nîvê pirê ser linga bûn. Gulê jî ancax ber pencerê cîê xwe kir û ser linga sekinî. “Bêy dokûmênt, bêy hûrmûra ezê çawa bikim?” – ew difikirî. Lê îdî tu tişt nikaribû biguhasta. “De çawa lê tê, bira usa jî lê bê”, — ewê dilê xweda got û pencerêra dûr nihêrî.

         Êpêce erd çûn, lê cî vala nedibû, usa ser linga ma. Wextekê tê derxist, wekî sancûke tûj girtê. Pêşîê guh nedaê, lê çiqas çû, ewê sancûê zêde kir û îdî moleta wê birî. Kulfetekê êv yek tex’mîn kir, rabû, cîê xwe daê. Gulê rûnişt, lê sancûê wê kêm nebûn, hela zêde bûn. Nizanibû çi bike, tabetî nediketê. Şerma nedixwest nîşan bide, lê merîê der-dora didîtin, wekî ew çawa dizêre. Kulfeta, ku cî dabû Gulê, rabû, zor-cefakî xwera rê vekir û çû cem rêberê vagonê. Zûtirekê herdu tevayî vegeryan. Kulfetê ew  merîê vêderê sekinî wêda dan, xwest komekê bide Gulê. Lê Gulê qayîl nebû. Kulfetê guhê rêberda tiştek got, ewî serê xwe hejand.

         — Qîza min, — ewê kulfetê gote Gulê, — sancûê te sancûê razanêne. Tê kuda herî?

         — Ezê herme Tbîlîsîê, — Gulê caba wê da.

         — Bi tex’mîna min, tê zû razêyî, nagihîje şeher. Min gotye rêber vê stansîa han wê te peya bike. Wêderê nexweşxane heye û tê wêderê rehet razêyî. Vagonêda, tu xwexwa dibînî, çiqas merî hene, nabe, wekî tu vêderê razêyî.

         Gulê fikirî, wekî jinik rast dibêje. Paşê dikare biqewime vêderê razê dha rinde, ne ku Tbîlîsîê.

         Sancûa molet lap lê birîn, ew jinika nenas, çi ku ji destê wê dihat, çi ku qewlêd wê demêda dikaribû bikira, dikir, wekî Gulê ber xwe bide, teyax bike hetanî stansîa nêzîk.

         Rêber derda hat, nêzîkî wê kulfetê bû, guhê wêda tiştek got. Paşê derket, çû.

         Ewê kulfetê gote Gulê, wekî rêber îdî elametî daye stansîa nêzîk û hetanî maşîne bigihîje wêderê, her tiştê hazirbe bona Gulê pêra-pêra bibne nexweşxanê.

         — Hergê hûrmûrê te heye, minra bêje kîderêye, ezê hazirkim, wekî çawa maşîne sekinî, te peya bikin.

         — Hûrmûrê min qe tiştek jî tune, ezê destevalame, — Gulê gotê û tevzîne kûr dane xwe.

         Çiqas çû sancû hê zêde bûn. Maşîne tê bêjî bextê wêra usa hêdî diçû. Ew ber ç’evê wê usa dihate kivşê, kerba êşê ewê usa tex’mîn dikir, lê rastîê maşîne bi hemdî xwe rêlsê hesin hûfî xwe dikir, fişke-fişk û qûje-qûja kûpê bû, pêşda diçû.

         Hetanî maşîne gihîşte stansîa nêzîk, nîvê emrê Gulê çû. Çawa maşîne sekinî, cimeta hazir bû du tîşa rê vekir, ew kulfet kete bin milekî wê, kulfeteke mayîn kete bin milê mayîn, Gulê peya kirin. Maşîna komekdarya doxtirîêye lez, çend kulfetê bi xelatê spî li ber derê vagonê sekinî bûn. Pêra-pêra pêşda hatin, ketine bin mila. Ewê kulfeta nas wanra tiştek got, lê Gulê nebihîst. Paşê vegerya ser Gulê, destê xwe danî ser mila û gotê:

         — De, here, qîza min, bira Xatûna Ferxan hewara te bê.

         Gulê xatirê xwe ji wê kulfetê xwest, bi komekdarya wan kulfetê bi xelatê spî hilkişya, kete maşîna komekdarya doxtirîêye lez, dudu kêlekê rûniştin û maşîne rêket.

         Şeherî nenas bû. Gulê cara ewlin vî şeherî diqesidî û nizanibû nexweşxana wan dûre yanê nêzîke.

         Sancûa lap moleta wî birîn. Xulese, çend deqa şûnda maşîne sekinî. Derî vekirin, ketine bin milê Gulê, ew peya kirin û hilkişandine qatê duda.

         Êvarê dereng bi zor-cefakî mezin raza, kurek anî.

         — Çi kurekî delale, — doxtirê gede hilda ser destê xwe. – Xaleke çend jî li enîêye.

         — Pey, destê wîyî ç’epê şeş tilîye, — akûşêrkê gote doxtirê.

         Raste, Gulê bi cefakî mezin aza bûbû, lê ev xeberdana wan gişk bihîst.

         Gede hildan birin, Gulê jî cîguhastî kirin.

         Du roj, sê roj gede neanîn cem Gulê. Roja çara teze gede anîn. Gulê gede hilda, danî ber milê xwe û zûr bû lênihêrî. Bû xulexula hêsirê wê jorda hatin. Rind dîna xwe da gede. Rastîê jî xaleke reşe mezin ser enya wî bû. Gava pîrik hat, wekî gede bibe, Gulê hîvî jê kir, wekî pêç’ekê veke bona rind bibîne. Pîrikê vekir, Gulê dîna xwe daê. Rastîê jî destê wîyî ç’epê şeş tilî bûn. Dîsa dilê wê tijî bû û hêsira rê nedane hev, hema xweber jorda dihatin. “Wekî Ezîz hebûya, wê çiqasî şabûya…” – ew hertim difikirî û keserê kûr radihiştin…

         Wextê hildabûn nexweşxnê, dewa pasportê lê kiribûn. Gulê gotibû, wekî rêva jê dizîne û qestîka adrêsa xwe jî rast negotibû. Fikra wêda tiştekî mayîn hebû. “Dibe hema ya qenc ev bû”, — ew fikirî bû. “Lê tê çawa vira bihêlî?” Hiş terefdarê fikra pêşin bû, lê dil alîê fikra paşin bû. Şerê wan bû. Kutasîê hiş bi zakonêd xweye sar dil qels kir û Gulê qestîka adrêsa xwe rast negot.

         — Gelo dha rind nabe, wekî em têlêgramê bişînin bona mêrê te ser teda bê? – sibetirê doxtirê gote Gulê.

         — Mêrê min çûye ber şêr… — Gulê xeberdana xwe temam nekir.

         — Wî çaxî hergê dê-bav, xûşk-birê te hene, emê têlêgramê bidin, bira ew bên.

         — Na, nelazime. Bavê min jî çûye ber şêr. Dya min rê-dirba nizane, xûşka min jî biç’ûke.

         Heyneyse, Gulê nehîşt, wekî elametîê bidne yekî.

         Çend roj derbaz bûn. Îdî herro gede danîn cem Gulê. Şîrê Gulê gelekî kêm bû, lema jî şîrê dinê didane gede. Gulê gede digirte xwe, zûr dibû lêdinihêrî û dibû şerê hiş û dilê wê. Wexta gede cem bû, dil zor dida hiş. “Bira bimîne, ezê xweykim dewsa bavê”, — Gulê qirar dikir. Lê wexta gede ji cem dibirin, hiş serê xwe bilind dikir. “Tê çawa xweykî? Wê tera çi bêjin? Rûê teê çawa bigre derêyî nava merya? Nîşankirî bûya, dîsa dibû. Tê nha bêjî ew zara kêye? Na, na, birin qet tera dest nade. Û mecala ha wê îdî nakeve te. Nebî-nebî evê mecalê ji destê xwe berdidî”. Û hiş zor dida dil, ew dikire halekî çetin.

         Û Gulê kutasîê qirar kir: hela vêderêye, tiştekî bike, wekî yaxa xwe ji gede xilaz bike. Çend cara xwest gede bihêle, bireve, lê ew yek jêra li hev nehat. Kincê wê hildabûn. Ê, xwe nikaribû bi kincê nexweşxanê derkeve here. Fikirî, wekî wê kulfetêra xeberde, ku kincê wê cemin, lê nihêrî na, tişt jê dernaê. “De, wê li hev naê, hela bira bimîne, çika Xwedê çi dike”, — ew difikirî û gumana xwe hîmlî danî ser wê rojê, gava wê ji nexweşxanê derxin.

         Ew roj hat. Çawa lazim bû gede pêç’an, nasî nivîsîn, danê, wekî 20-ê oktyabrê sala 1941-ê nexweşxana filan derêda welidye û jêra kurek bûye. Gulê kincê xwe xwekirin, sekinî hetanî doxtir bê. Çimkî jêra gotibûn, wekî doxtir ese dixweze wê bibîne. Doxtir hat, destê xwe kire dêst, kêf-halê wê pirsî.

         — Dêmek, îro hûn diçin? – doxtirê jê pirsî. – De bira wera ox’irbe. Eva jî alîê meda, — ewê destê xwe kire beraya xelat, bilêtek derxist, daê. – Xênji wê, min gotye, wekî xûşkeke doxtirîê wera bê, wekî we rê dayne. Hetanî vakzalê avtomaşîna nexweşxanê wê we bibe. Xûşka doxtirîê jî tê bona komekê bide we.

         — Doxtir, ez gelekî ji we razîme, ez tu cara kirina we bîr nakim, — Gulê gotê.

         — De, hûn îdî hazirin? Seheteke dinê şûnda hûn gotî vakzalê bin, wekî pêra bigihînin.

         — Erê, ez îdî bawer bikî lap hazirim.

         — De wekî usane, em peya bin, — doxtirê got, gazî xûşkeke doxtirîê kir û spartê pêç’eka gede hilde û peyabe jêrê.

         — Zû bike, emê jêrê hîvya we bin, — ewê gote xûşka doxtirîê, milê wê kuta milê Gulê û peya bû.

         Ber dêrî avtomaşîne hîvya wan bû. Çend deqa şûnda pêç’eka gede ber mila xûşka doxtirîê jorda peya bû.

         Doxtirê destê xwe kire destê Gulê, xatirê xwe jê xwest, derê avtomaşînê vekir û Gulê hundurda rûnişt.  Xûşka doxtirîê pêç’eka gede daê, xwexwa jî hat kêleka wê rûnişt û careke mayîn pêç’eka gede jê stend, girte xwe. Avtomaşîne rêket. Doxtir sekinî bû û dûrva destê xwe jêra dihejand.

         Gava Gulê ji nexweşxanê dûrket, serê wêda hezar û yek fikir xuliqîn. “Ezê vî cûreyî kuda herim? Ezê gede çawa bikim? Çi lazime gotî nha bikim… Paşê ez nikarim tiştekî bikim… Lê çi bikim, çawa bikim?..” Serê wêda van fikra pêl didan û ewê nikaribû gavekê konkrêt bike. Serê xwe dabû ser şûşa pencera avtomaşînê û derva dinihêrî. Nişkêva dikan ber ç’evê wê ket. Fikrek serê wêda xuliqî û ewê ji avtoajo hîvî kir, wekî deqekê bisekine, dixweze bikeve dikanê tiştekî bikire. Ji serî hetanî linga dilerizî, vegerya cara kutasîê gede nihêrî. Serç’evê wî vekirî bû. Xwera xweş raza bû. Weke deqekê bi hizret gede nihêrî, lez derê avtomaşînê vekir û peya bû. Rev kete dikanê. Cimet dikanêda gele bû. Nava cimetêda sekinî û dûrva avtomaşînê nihêrî. Êpêceyî nihêrî. Xulexula hêsira bûn jorda dihatin. Temamya organîzma wê dilerizî. Dinihêrî, lê ber ç’evê wê bûbû dûman. Cîê xweda bû rusas, sekinî bû. Nişkêva tê bêjî yekî niç’andê. “Tu çi sekinî, ne derenge… Lazime çiqasî dikarî zû ji vêderê derkevî”. Ew hişê wê bû, wekî emir dikir. Lê zarîna dil bû, nedixwest ji wêderê dûrkeve. Û nişkêva mînanî merîke cinû ji cî quloz bû, dîna xwe daê  — avtomaşîne hela sekinye. Ç’evê xwe gerand, dît, wekî alîê mayînva jî derî heye. Bi herdu desta guhê xwe girtin, tê bêjî nexwest tu deng bikevne guh, banzda dêrîva derket, çû.

         Bi xwe jî nizanibû, kuda here, her tenê diçû, wekî ji wan dera dûrkeve. Gelekî gerya û bê hemdî wê gave wê ew berbi wê dikanê anîn. Lê avtomaşîne îdî ne li wir bû. Hetanî êvarê bêfikir nava wî şeherîda gerya, çend cara çû dûrva dîna xwe da nexweşxanê. Mînanî herç’eke birîndar bû, bi xwe nizanibû, kuda diçe, çi digere û çi dixweze bike.

         Westyayî, kesirî, halketî êvarê hate kete maşînê, ne ku berbi Tbîlîsîê çû, lê vegerya wî şeherî, li ku dixwend. Tê bêjî ne li vê dinê bû, sews bûbû, sekinîbû.  Serê wê berda, miç’iqî bû, sekinî bû. Girî jî pê nedibû.

         Hat, gihîşte cî. Qîzê hevalê wê vegerya bûn. Derê otaxê vekir, hate hundur. Hasmîk tenê bû. Ancax pêra gîhand xwe avîte ser cya, serê xwe kire nava belgî û bû îske-îska wê. Hasmîkê her tişt fem kir, xwest ber dilda bê, lê tişt jê derneket.

         — Hasmîk, — ewê gotê, — ez hîvî dikim, min tenê bihêle.

         Hasmîk fem kir, derket, çû. De, çiqasî wî halîda, pişvenekirî ser cya maye, çiqasî giryaye, naê bîrê, tex’mîn nekirye. Her wextekê ç’evê xwe vekir, wê nava cyadane û şeve. Tu nabêjî hema usa nehiş ser cya ketye. Wexta keç’ikê hevalê wê hatine, ew vî halîda dîtine, fikirîne, wekî westyaye, xewra çûye. Kincê wê êxistine, kirine nava cya, lê ew ser hişê xweda nehatye. Gava hişyar bû, xwest serê xwe bilindke, lênihêrî serê wê giran bûye û tê bêjî giranîke mezin pêva darda kirine. Serê wê usa dêşya, wekî wê tirê kirine orta mengenê û diguvêşin. Sibetirê jî usa bû. Çiqas çû halê wê hê giran bû. Hevala dîtin, wekî ha nabe, birin kirine nexweşxanê. Weke panzdeh roja nexweşxanêda ma. Paşê derket û dîsa çû dersê xwe.

         Wê salê xwendinxane kuta kir, şandin gundekî dûr ser xebatê. Xebitî, rastî Cemal hat. Ew birîndar bûbû, teze ji şêr vegerya bû. Hey virda, hey wêda, ewê û Cemal hevdu stendin. Bû dayîka zara, îdî nexebitî, lê kula kurê pêşin ji dil derneket. Tu kesekîra tu gilîk negot. Cemal haj vê serhatya emrê wê tunebû. Ewê jî nikaribû ew bigota. Û ew sura wê ma hetanî vê carê kete nexweşxanê. Tê bêjî hetanî wî çaxî birîna wê hevekî kew girtibû. Gava nexweşxanêda ç’ev doxtir ket, dîsa birîna wê jend. Lê gava xala enya wî, dewsa tilya wîye şeşa dît, sed selefî hate bawerkirinê, wekî ew doxtir kurê wêye, ku usa bê nav, bê femîla rast bêxweyî kûç’êda hîşt û jê revî. Evê yekê birîna wê hê xeder dikir, tê bêjî teze ew birîn vekirine û kulme xuê kirine û ewê dijend. Dijende ruhê wê, dijende dilê wê.

         Bîranîn ser hevda hatin, çawa wexta gizîka tijî vedrêsî, dibe şeqe-şeqa teşya te’zî, usa jî serê wêda şeqe-şeq bû. Bi ruhê xweva ç’ilmisî bû… Bi nexweşîke hate nexweşxanê, lê bi du birîna derket. Opêrasîa wê hêç’, qenc bûbû. Ruhê wê birîndar bûbû û ewê bi xwe tex’mîn dikir, wekî ew birîn tu cara qenc nabe, nikare bê qenckirinê.

         Bi wî ruhê birîndar jî sibetirê Cemal, zarêd wê hatin ew ji nexweşxanê derxistin  birine malê.

          

* * *

 

         Xûşka doxtirîê avtomaşînêda êpêce wext hîvya Gulê ma. Gava nihêrî, wekî derengî dikeve, pêç’eka gede danî ser rûnişteka maşînê, gote avtoajoda, wekî ç’evê wî pêç’ekêbe, ewê here binihêre, çika çira derengî ket. Çû hundurê dikanê. Cimet tijî bû, nava merya gerya, her dera nihêrî, lê Gulê tunebû û tunebû. Derkete derva, fikirî – dikare biqewime rê şaş kiribe. Nihêrî – dîsa tunebû. Çarnikalê avayî nihêrî. Lê Gulê beta vebûbû. Ji merya pirsî, lê tu kesekî salixê wê neda. Careke mayîn zivirî hate bal avtomaşînê. Gulê nehatibû. Nizanibû çi bikira, çawa bikira. Gelekî gerya, lê Gulê nedît. Sehetê nihêrî, wexta hatina maşînê nêzîk dibû. Hîvî ji dikançya dikanoka firotana rojnema kir, wekî wexta qîzeke cahile van nav û nîşana, bi kincê vî cûreyî bê avtomaşîna nexweşxanê bigere, bira vira bisekine hetanî ew tê, pêra jî jêra got, wekî bona çi wê jinê digere. Çû dikanê û ji wêderê pê têlê doxtirêra xeberda, gotê, wekî hal-hewalê wan ha bûye. Doxtirê gotê, wekî pê maşînê lez here vakzalê, dikare biqewime rê şaş kiribe, avtomaşîne nedîtibe, fikirîbe, wekî hûn îdî çûne vakzalê, ew jî çûbe wira.

         — Zû here wira, — ewê got. – Wexta nebînî, ji wêderê minra têlêxe.

         Xûşka doxtirîê çû vakzalê. Ewê pêç’eka gede hilda, ew û avtoajo tevayî çûne hundurê vakzalê. Maşîne hela nehatibû. Ew alîkî ket, avtoajo alîkî ket, geryan-negeryan, Gulê nedîtin. Ewqasî geryan, hetanî maşîne hat. Cimeta hazir maşînê syar bû, yê hatî peya bûn, lê Gulê beta vebûbû. Ji wêderê doxtirêra têlêxist û elamkir, wekî nedîtine. Doxtirê gotê, wekî vegere nexweşxanê. Ser rya xwe ber dikanoka firotana rojnema avtomaşîne da seknandinê, peya bû, ji dikançîê pirsî. Ewê got, wekî merîê usa nehatine, ewê nedîtye. Carekê, duda jî dora dikanê çû-hat, kete hundur, her dera ç’evê xwe gerand, lê Gulê tunebû. Por-poşman vegerya hat. Gede hişyar bûbû, digirya. Avtoajo ew girtibû milê xwe û dihejand. Hat gede ji destê wî girt, hejand û gote avtoajo, wekî lez bajo. Hetanî gihîşte cî, temamya nexweşxanê pê hesya bû. Hineka digotin, wekî ewê qestîka usa kirye, gede hîştye revye. Hineka jî digotin, wekî dikare biqewime rê şaş kirye, wê here bigere, wexta nebîne, wê bê nexweşxanê. Her yekî xwera gilîk digot û tu kesî nikaribû îzbat bikira, wekî gotina wî raste. Gede birin şîr danê. Çawa têr xwar, ç’evê wî xweber çûne ser hev, raza.

         — Emê hetanî sibê sebirkin, — doxtirê got. – Wexta nehate dîtinê, hemî adrêsa wê heye, emê têlêgramê bidin, wekî ew jî ne wirbe, merîê wê wê bên gede bibin.

         Hetanî sibê ç’evê doxtira, xûşkê doxtirîê, sanîtarka û nexweşa rya Gulê bû, lê ew tunebû û tunebû.

         Rojtira dinê bi adrêsa, ku Gulê gotibû, nexweşxanê têlêgram da. Rojek jî nekete ortê cab hat, wekî merya usa bi wê adrêsê nemaye, ne jî dimîne.

         Gede êpêce wext xwey kirin. Lê kesek lê nebû xweyî. Hatine bawerkirinê, wekî dê qestîka usa kirye, yaxa xwe xilazkirye. Dîtin, wekî nikarin gede wî cûreyî xweykin, birin teslîmî êtîmxanê kirin.

         Vêderê jî navê wî danîn Eslan, çimkî zaroke serxwe bû, mînanî kudkê şêra bû. Eslan jî bi zimanê ermenî nîşandide kudkê şêra. Roj û sala bûyîna wî jî hemîn nexweşxanêda hebûn.

         Û Eslan êtîmxanêda mezin bû, ji wêderê jî derkete ser rya emire firêqet.

          

* * *

 

         Çend sal derbaz bûn. Ji wî çaxîda, gava Gulê paşî opêrasîakirinê ji nexweşxanê derxistin, ewê rojeke pak nedî. Rojekê nexweş bû, rojekê pak bû. Ken ser lêvê wê nediket, şabûn ser bengzê wê nedihate kivşê. Mêrê wê, zarê wê nikaribûn tex’mînkirana, wekî Gulê çira usa hatye guhastinê. Her yek dilê xweda tiştekî difikirî, menîê cure-cûre didîtin, lê yekî fikra xwe yê mayînra nedigot, çimkî ditirsya, wekî ewê bikeve guhê Gulê û dibe dilê wê bimîne. Gulê gelekî hatibû guhastinê. Belengaz bûbû, ç’evê wê korda çûbûn, ser tiştekî netê hêrsa xwe radikir. Neferê malê kesek xatirê wê nediket, lê ew ser gişka hêrs dibû. Tê bêjî Gula berê biribûn û Guleke dinê anîbûn.

         Wexta digotin em te bibin ser doxtir, cina diket, lêlê bû ecêbeke giran bike.

         — Min wera çiqasî gotye, wekî navê doxtira ber min hilnedin, — ewê digot. – Doxtira birîna min teze kirin.

         Neferê malê tirê ew opêrasîa xwerane, ber dilda dihatin.

         Hetanî zaro, nebî jî ber ç’eva reş bûbûn.

         Carna tenê ji malê derdiket û diçû nava deştê digerya yanê ber ç’emê qeraxê gund rûdinişt, destê xwe dida ber enya xwe û difikirî. Hilbet, neferê malê pey diçûn, nedihîştin ew tenê bimîne. Lê wanra pakî xeber nedida, rûdinişt, xwe ker’ dikir yanê jî radibû, dida serê rê û melûl-melûl berbi malê dihat.

         Wexta gelekî pêda diketin, wekî çira usane, bengzê wê xweş nabe, hiltanî her tenê ha digot:

         — Tu kes kula min nizane.

         Û rastîê jî ewê kula xwe tu kesîra negotibû (xênji Hasmîkê) û ne jî digot. Kula wê hêdî-hêdî dilê wêda penc vedida. Gulê roj bi roj paşda diçû, nonanî mûmê xweda dihelya. Ber ç’evê neferê malê hêdî-hêdî vêdisya, lê derdê xwe tu kesîra nedigot. “Bira eva jî bibe heqê wê kirina min, — ewê xwexwa xwera digot. – Belkî qe na vî cûreyî hevekî îsafa min hêsabe. Min xwexwa anye serê xwe, ez tenê jî gotî cabê bidim…”

         Lê neynesya merya usane, wekî nikare gele wext gilîkî dilê xweda xweyke. Ese digere yekîra bêje yanê tiştekî mayîn bike, wekî hevekî dil rehetbe. Gulê zanibû, wekî wî halîda teze ew nikare sura xwe yekîra bêje. Dest ji vê mecalê kişand. “Lê wekî wîra (tu wexta navê Eslan nedida) nemê bişînim û her tiştî jêra binivîsim? Belkî rabû hat. Ezê wî çaxî çawa bikim? Ezê adrêsa xwe nenivîsim. Te hew nihêrî ser hesa-hesa ket û hat derkete vêderê. Wî çaxî ezê ça bikim? Ez bêjim, pê hesya. Wê çi bê guhastinê? Gele tiştê bê guhastinê. Berê ewlin, wê zanibe, wekî dayîka wî merîke çiqasî xirabe. Bira dilê xweda nîgara dya xweye îdêalîê çêneke. Ya duda, wê zanibe, wekî menya bêbextya min û wî şer bûye. Ê, em bêjin pê hesya, wê şûnda? Gelo dha rind nîne, wekî her tişt mînanî berê bimîne, bira tu tiştî nehese û bi wan xem-xiyala bijî, çi ku ewî dilê xweda derheqa dê-bavê xweda sêwirandine. Derheqa dêda na, lê derheqa bavêda ewî çi tiştê baş jî sêwirandibin, heqe… Hema bona xatirê Ezîz jî mabe, bira her tiştî bihese… Lê ne nha… Her tenê paşî mirina min… Te lênihêrî rabû hat… Ez vî halîda, nava van edetê meda nikarim xwe têkim sosret… Ezê ber derba usa teyax nakim. Erê, erê, bira paşî mirina min pê bihese, her tiştî zanibe…”

          

* * *

 

         Gulê te’l nexweş ket û ji nava cya ranebû. Cîê wê otaxa jorinda danîn. Mêr, zaro ji ber sêrî dûr nediketin. Wana zanibû, wekî vê carê Gulê ji nava cya ranabe. Pakî nedigot, wekî kîdera wê dêşe. Çiqas doxtir anîn ser, lênihêrîn, lê tu seredarî ji nexweşya wê dernexistin, hîştin çûn. Gulê jî zanibû, wekî wê bimre, zûr dibû arîkê dinihêrî. Ji nan û av ketibû, ruhê wê hatibû serê poz sekinîbû. Kula ser kula ew bû, wekî nedigot, kîdera min dêşe.

         — Birîna min teze bûye, — her tenê ev xeber ji devê wê dihatne bihîstinê.

         Du roja berî mirina xwe ewê gazî nebya xweye mezin kir, pakêtek ji bin belgîê xwe derxist, daê û gunê xwe kire stu, wekî bi destê xwe bibe bavêje poştê. Nebîê neme ji dêst girt, soz daê, wekî wê bi destê xwe bavêje poştê, derheqa wê nemêda tu kesekîra tu tiştekî nabêje û ji malê derket, çû. Gihîşte poştê, neme derxist. Xwest veke, bixûne, lê kete bîrê, wekî soz daye pîrkê veneke, her tenê nivîsara ser xwend. Pîrkê neme dişande şeher, lê adrêsa xwe nenivîsîbû. “Dibe ewê nemê bistîne adrêsa me zane, lema pîrka min nenivîsye”, — ew ha fikirî û neme avîtye qutîê, qiç’ê paşda zivirî û gote pîrkê, wekî spartina wê qedandye.

         — Xwe te tu kesîra tu tiştek negot? – pîrkê jê pirsî.

         — Na, pîrkê, ne min soz dabû te tu kesîra nabêjim.

         — Erê, ezîza min, qe kesîra nebêje, wekî pîrka min kax’az şandye. Hevaleke min şeher dimîne, min wêra nivîsî. Kî zane, dibe ew nema mine kutasîêbe.

         — Pîrkê, tu çira tiştê usa dibêjî? Şikir tuye pakî, çira fikrê usa serê tera derbaz dibin?

         Du roja şûnda Gulê çû rehmetê. Kesek usa jî menya mirina wê nehesya.

          

* * *

 

         Eslan neme hilda, destnivîsara ser nihêrî: nenas bû. Adrêsa şandî jî tunebû. Pakêt qelaşt û kax’azê têda derxist. Neme ha bû:

         “Eslan can!

         Min dixwest binivîsya “Eslan, lao”. Lê nizanim, gelo îzna min wê yekê heye yanê na. Hetanî ev nema min bigihîje te, dibe ez îdî tunebim. Min sond xweribû, wekî ev sura min gotî minra here gore. Lê kambax neynesya merya usane, wexta dikevin derecê teng, dixwezin dilê xwe ber yekî vekin. Bona min ew yek tu bûyî. Çima? Çimkî ez dya teme, dha rast ez ew merîme, ku tu xuliqandî, anî dinê. Lê min tu mezin nekirî. Lema jî min nikaribû sifta nema xweda tera bigota “lao”.

         Zanibe, wekî ew merya tu dinêxistî, hetanî çend roja pêşda hebû (nizanim, binivîsim “heye” yanê “tune”). Ewê tu dîtî û kulê berê serê xwe hildan û, çawa tê kivşê, ew kulê jî min bibe gorê. Te jî ez dîtime, lê tu nizanî ez kîme. Berî mirina xwe ez dixwezim zanibî, tu kîyî, kurê kêyî. Ez carekê ketime bin gunê te, dixwezim ber mirinê tu gunê min bibaxşînî min. Hetanî nha jî nizanim, gelo ez tenê gunekarim yanê şer jî gunekare, wekî destê min û bavê te ji hevdu kir, yanê ew erf-edetê me jî gunekarin, rûê kîjanada min tu hîştî, destê dê û ewled ji hevdu hate birînê?..

         Navê bavê te Ezîz bû. Min û wî hevdu hiz dikir. Ez îdî teda giran bûm. Lema jî me qirar kiribû, wekî wê havînê hevdu bistînin. Dewsa deweta me bû şer. Bavê te çû ber şêr. Ez tenê mam. De tu zanî, min ku tu banîayî, halê minê nava cimeta meda çawa bûya? Lema jî, wexta kax’azê bavê te reş hat, min qirar kir ji te xilazbim. Min kir-nekir, ew yek minra li hev nehat. Her tenê wî çaxî mecal kete min, gava ez nexweşxanêda welidîm. Bextê min (belkî ew bext reşbe) usa lêda, wekî li ku tu hatî dinê, wêderê merîê nas tunebûn. Min tu wêderê bêxweyî hîştî û ez revîm… Hetanî van salêd axirîê jî min tirê tu unda bûyî, çûyî. Lê carekê usa qewimî (ez nabêjim kîderê û çawa), wekî min tu dîtî. Û min çawa tu nas kirî? Pê wê xala reş, ku ser enya teye. Paşê min dîna xwe da destê teyî ç’epê. Çimkî wexta tu bûyî, şeş tilîê destê teye ç’epê hebûn. Min dît tilya şeşa jêkirine û dewsê dex’me maye. Çimkî tu nexweşxanêda bûyî û nha roj û sala bûyîna te rast nivîsîne: 20-ê oktyabrê sala 1941-ê. Ez tex’mîn dikim, wekî ev gotinêd min te didine bawerkirinê: ez ew merîme, ku tu xuliqandî…

         Nha ser dilê teye: dixwezî min gunekar bike, dixwezî gunekar neke. Lê ez xwexwa nikarim xwe efû bikim û hema ew jî bû kul, kete dilê min û ezê pê wê kulê ji vê dinê herim. Min xwest berî mirina xwe sura xwe tera bêjim. Xênji te tu kesekî mayîn haj vê kula min tune. Ez hîvî ji te dikim, min kirye, tu neke: nebî-nebî pey enena dikevî. Lema jî min adrêsa xwe ser pakêtê nenivîsî. Hesab yeke, hetanî tu ser hesa-hesa kevî, ezê îdî mirî bim, çimkî rojê mine hesabkirîne. Wexta tê nikaribî sax’î min bibînî, gelo lazime pey vê pirsê kevî? Ya mayîn – min nedixwest, wekî paşî mirina min derheqa namûsa minda xirab bihata gotinê. Ax, Xwedê edetê me xirabke, çima gotî min nikaribûya wextêda tera bigota, wekî ez dayîka teme, dibe te pirseke sar bida destê min û ewê yekê hevekî kula min sivikkira.

         Raste, nha kurê min, qîza min, nebîê min jî hene, lê kula te başqeye. Lema jî van axirya ew ber ç’evê min reş bûne… Nizanim çira… Dibe bona wê yekê, wekî min ew xweyî kirine, mezin kirine, lê tu bêxweyî nexweşxanêda hîştî. Menya bêbextya min û te şer bû. Belkê aykê me şerûdara nemîne. Ev birîna şere, ku paşî ewqas sala min digihîne devê gorê…

         Îznê bide cara ewlin û kutasîê tera bêjim “lao”…

         Eslan, lao!

         Dêmek, zanibe, navê bavê te Ezîz bûye, çûye ber şêr û venegeryaye.

         Merîkî gelekî baş bû. Ez vê yekê dibêjim ne bona wê yekê, wekî min jê hiz kirye. Na xêr. Ew rastîê jî merîkî bêqusûr bû. Bi rezadil çû ber şêr, eynsî bajarvanê welatê sovêtîê bû. Min dixwest te eva yeka zanibûya û îzna te heye bi wî kubarbî. Ew merî bû bi fikra lape kûr. Min ewqas sal emir kirye, lê hela rastî yekî mînanî wî nehatime. Kela dilê min radibe, ez nikarim derheqa bavê teda gele tiştî binivîsim. Çi gava dikeve bîra min, ç’îkek davêje dilê min. Bi wê ç’îkê jî ezê xatirê xwe ji vê dinê bizwazim, çimkî tu wexta nikarim wî bîr bikim. Tu gere kubarbî, wekî kurê merîkî usanî… Dêmek, zanibe, navê bavê te Ezîz bû. Û rastîê jî ezîz bû, him bona qewm-pismama, him jî bona wan hemû merya, ku ew nas dikirin… Lê navê dya te… Ez navê xwe tera nanivîsim, naxwezim, wekî ew nav qulç’ekî dilê teda cî bigre. Ezê çawa navê xwe tera bêjim, wexta min bi xwe navê te danenye? Bê navê mino, Eslanê xelqêyo. Xwezil carekê jî ç’evê min wê xala enya te keta, bira Xwedê sehetekê zû ruhê min bistenda.

Ez dûrva ewê xala enya te paç’ dikim.

28-ê îyûlê sala 196…-a”.

 

         Eslan neme xwend, kuta kir. Ç’evê wî şêlû bûn. Hate bawerkirinê, wekî çi kax’azêda hatye nivîsarê, gişk raste. Kax’az qat kir û kete nava be’ra fikra. Nişkêva, ewî jî nizanibû çawa, sifetê Gulê ji nava be’ra wan fikra bilind bû, hat, hat, ber ç’eva sekinî.

          

s. 1977-a

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *