rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

MIRAZÊ BÊMIRAZRA

 

 

MIRAZÊ  BÊMIRAZRA

 

m1         Ez motacê dengê vê têlêvîzorême. Lê eva saleke te dengê wê li min qelandye. Bixwezim bibihêm jî, nikarim. Nikarim bi dil şabim, nikarim kêf û eşq bim, wexta tu wê cahiltya xweda ax-berê sardanî. Mirazê bêmiraz, te mirazê dilê me jî qurç’imand, eşq û şayî  ji mala me derxist, dewsa xwe û wê ax û keser, hêsir û lûbandin hîştin.

         Me gazî te kir û şabûn kire dilê te. Me xwest tu tevî şabûna mebî, dha rast, bêy te em nikaribûn şabûna. Lê te… Te çi kir?.. Dema nemam, dema bêbext dewsa şabûna me şîneke giran, şipûkeke mezin ser meda anî… Hela dengê def û zurnê ber guhê me, textê şayê li erdê, be’sa kuştina te gihîşte me. Şabûna me bû şîn, şîneke giran, şîneke usa, ku dilê êl û eşîra şewitand… Bextê min û yazya te çawa ketine hev, çawa hevdu alyan û bûne toqekî giran ketne stuê min û hetanî mirinê jê xilaz nabim.

         Kê ecêba ha dîbû: merî ji mala xwe derê, here şayê, şayê derbazke û… bi meytekî vegere malê? A ecêba ha hate serê te û serê me. Zulm, zulmeke giran, şipûk, şipûkeke nebînayî hate serê me.

         Birê min, ezîzê min, te çira usa kir, wekî şayî ber ç’evê min û neferê mala min dane reşkirinê? Nha, wexta dibên şayî, şîna te tê ber ç’evê min. Te çima usa kir, wekî mala meda dengê şayê neê (tê bêjî gelekî hatibû), şabûn nekeve dilê me (tê bêjî gelekî şa bûbûn), stuê me hertim alîê Elî û Nenêda xarbe (tê bêjî wextêda stuê me hindikî xar bûye). Emê çi caba wan bidin? Yanê emê karibin caba wan bidin? Lê jina teye bûkîn? (Her tenê em dikarin bêjin, wekî îzna me tunebû şa bûna, me ew yek teriband, lema şipûkeke usaye giran ser meda barî. Gunê me her tenê ewe, wekî îzna me tunebû şa bûna…).

         Delalîê min, ezîzê min, te em gişk kirine nava şîn, şipûkeke mezin, pişta xwe da me û çûyî, bûyî dîtina qiyametê, bûyî xewna şeva.

         Dilminya ber dilê me her tenê ewe, wekî şikir ware teyî şîne, Elî heye. Te nava wê zulm û şipûkêda jî mera ç’irûsîke şabûnêye biç’ûk hîşt. Ew ç’irûsî Elîye. Em nava Elîda Mirazê biç’ûk dibînin. Her gava em Elî dibînin, me tirê tu biç’ûk bûyî, bûyî Elî û hatî, wekî barê derd û kulê me, xem û kesera me hevekî sivik bikî. Ne axir tu emirda jî usa bûyî: hertim xemxur, dilovan, pêşewitî…

         Raste, kula te ewqasî girane, wekî sivik nabe, tu kes nikare dewsa te bigre, lê bira Elî mera xweşbe, warê teye, dewsa bavê xweye…

 

s. 1983-a

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *