rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

BAV KIRE BIN GUNA

 

 

BAV  KIRE  BIN  GUNA

 

                  Bavê emrê xweda qelpî-qûlpî nedikir, bi xûdana enya xwe, bi keda helal emir derbaz dikir. Kur ev xeysetê bavê zanibû, dilê xweda pêra qayîl nîbû, lê çimkî hela biç’ûk bû û tişt ji dêst nedihat, nikaribû xwe eyankira. Newêrbû, ji bavê ditirsya.

         Bav kal bû, kur mezin bû, ji bavê cihê bû û bû xweyî mal-hal. Bûbû merîkî xwendî, xweyî qulix. Gelekî derheqa qulixêda fikirî bû û gihîştibûyê. Bira tenê ew zanibe, wekî bi çi cûreyî, bi çi fen û fêla gihîştibûyê. Aylixêra tevayî qulixê devê cêva xelqê jî ber vekiribû û ewî bê îsafî hiltanî, ruşet dixwar. Dixwar-nedixwar jê têr nedibû, ç’ev ç’ûk kiribûn, zik mezin kiribû.

         Bav haj kirinêd kur hebû, jêra xeberda bû û gava dîtibû, wekî tiştekî boşî-betale, kur naxwaze terka wê çepelîê bide, berê xwe jê guhastibû, sond xwaribû virhada derê wî veneke, jêra xeber nede.

         — Lê rûç’kê te rûç’kê dîtinêye? – bavê kutasîêda gotibûyê. – Tu keda xelqê bixuî, gunê wan têkî stuê xwe, ez jî bême mala te? Ad-qirarbe, tu bimrî jî, ez derê te venakim.

         Û roj derbaz bûn, bavê jêra xeber neda, meh derbaz bûn, bavê jêra xeber neda, sal derbaz bûn, zarê bavê zarê wî neket, lingê bavê şêmîka kur neket. Kurra xeber neda hetanî roja wî pêra gihîşt û xatirê xwe ji vê dinê xwest. Paşî mirina bavê teze kur lingê xwe avîte şêmîka bavê.

         Kur pê keda xelqê, pê perê ruşetê bona navê xwe heykelekî usa ser mezelê bavê çê kir, ku bavê feqîr xewnêda nedîtibû û ne jî dixwest bidîta.

         — Bîna keda xelqê ji vî heykelî tê.

         — Ruşet bu heykel… — nasa dizîkava hevra digotin û bin lêvada dikenyan.

         Lê kur qure-qutam diçû, dihat, heykelê ser mezelê bavê dinihêrî û wî tirê dinyaêda tiştekî usa kirye, wekî wê heta-hetayê bê gilîkirinê.

         Lê gelo kurê şîrheram qe deqekê nefikirî, wekî bavê xweyî camêr anî, kire bin giranya vî deynî, vê xûna xelqê, gunê xelqê kire stu, wekî wê dinê jî rehetya wê tunebe. Wekî bavê zanibûya kurê usa bike, bawer bikî wê qestîka biçûya cîkî usayî dûr bimra, wekî kur ser ser-bereta wî venebûya, wê bixwesta kêlka wî jî tunebûya, her tenê eva yeka nekira.

         Pîrê ne neheq bû, gava digot:

         — Bavê xêr ji kurê usa nedî, xelqê çi xêrê ji qulixçîê usa bibîne?

         Yeke mayîn ser gotina wêda zêde dikir:

         — Belkî kurê usa û qulixçîê usa biqelin.

s. 1979-a

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *