rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

ŞIKLÊ DÊ

 

 

ŞIKLÊ  DÊ

 

                  Tenê bû. Ne jin bû, ne jî zaro. Zûda tenê mabû. Her tenê ew bû û şiklê dya wî bû, ku nava xetadora (ramka) reşda bû û fêza serê wîda, ser xalîçê dardakirî bû. Hebûna wî, ruhê ber wî şiklê dê bû. Û ewî xwe tenê hesab nedikir. Raste, dê bûbû şikil, ketibû nava xetadore reş û fêza serê wîda dardakirî bû, lê ewî tirê dê hela sax’e, cem wîye û her deqe ç’evê wê li wîye, çawa ku zarotîêda bû.

         Sibê şebeqê, wexta radibû, berê ewlin dîna xwe dida şiklê dê û silaveke şîrin didaê. Ber ç’eva şikil ji cî dihejya, bengzê dê hê xweş dibû û wî tirê dengê dê lê tesele dibe: “Ser ç’evê minra hatî, ezîzê min”. Ev dengê dê zûda guhê wîda mabû û bûbû deremeke ruhê wî.

         Rojê şuxul-emelêva diket û tê bêjî dê ewqasî nedikete bîrê. Lê êvara dibû mînanî zara, nedixwest deqekê ç’evê xwe ji şiklê dê dûrxe. Zûr dibû şiklê dê dinihêrî, ewqasî dinihêrî, hetanî ç’evê wî diwestyan û ber ç’eva şikil fire dibû, nava kûraya salada dê bi bejn-bala xweva dihat ber ç’eva disekinî. Demê usa ewî tirê dê sax’e, ew jî zaroye û naxweze qe deqekê dê ber ç’eva undabe.

         Lê te hew dinihêrî careke mayîn govek teng dibû, dibû şikil û dikete nava xetadore reşda û jorda, ji ser xalîçê kur dinihêrî. Hilbet, zanibû ew gişk her tenê fikra wîda usanin, emirda tiştê usa tune, lê tenê bû, motacê dê bû… Lema sifetê usa dihatine ber ç’eva.

         Dikete nava cya û dilê xweda dêra qise dikir hetanî aciz dibû û bê hemdî wî ç’evê wî diçûne ser hev.

         Wexta dixwest pirsekê safîke, berê ewlin dilê xweda şiklê dê dişêwirî. Ewqas motac bû, dilê wî ewqasî nazik bûbû, nêrvê wî ewqasî te’z bûbûn, wekî hew dinihêrî, ber ç’eva şikil ji cîê xwe hejya û ruh ber şikilda hat, dê kurra xeberda… Ser wê fikrê bû, wekî dê hertim jêra qayîl dibe, qayîlya xwe dide her qirareke kur…

         Evê yekê êpêcê wext kişand. Ew bû û şiklê dya wî bû, ku fêza serê wîda dardakirî bû. Motacê şiklê dê bû û dilminya ber dilê wî ew şikil bû.

         Rojekê jî, wext-wedê wî pêra gihîşt, tewqê xwe ji vê dinê qetand û heta-hetayê bû mêvanê dê.

         Der-cînar ser top bûn. Hineka şîna wî dikirin, yê mayîn dûr sekinî bûn, destê xwe tewar kiribûn. Şiklê dê jorda li kurê mirî dinihêrî.

         Wexta meyt ji nava cya hildan û xwestin daynine ser text, xalîçê ketin, şiklê dê ji cî hejya û jorda ket.

         Jinikekê ew hilda, lênihêrî û ber xweda got:

         — Malxirab, ruhê teva jî eyan bû, wekî ezîzê dilê te îdî tune, hatye bal dayîka xwe, kes nema tu miqatîê lê bikî, lema jorda ketî…

         — Ruhê wêva jî eyan bû, wekî îdî vê dinêda kese nema xweytîê wê bike.

         — Hetanî roja mirinê kur motacê şiklê dê bû, vê dinêda ber dilê wîda tiştê lapî ezîz bû.

         Der-cînara şiklê dê danîn ser singê kur û pêra kirine ç’el.

          

s. 1977-a

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *