rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

MILETYA CANGÎR AX’A Û NEMA GORBAÇYOVRA

 

JI RÛPÊLÊ DÎROKA ME:

DÎSA DERHEQA GÊJGERÎNGA NAVBERA KURDÊ ÊZDÎ Û MUSULMANDA

 

 

MILETYA CANGÎR AX’A Û NEMA GORBAÇYOVRA

 

 

Джангир ага и Горбачев              Min wextêda gotarek nivîsî derheqa dostya kurda û ermenyada, da kivşê, wekî Cangîr ax’aê kurdê êzdî (ev xebera “kurdê êzdî” min ji ankêta wîye wextê girtinê hildabû, ku rojnemada derketibû), wê derecêda çi karekî mezin kirye. Ew gotar bi zimanê ermenî rojnema “Avangard”-êda çap bû.

            Bi helandayîna “êzdîê teze” kurê Cangîr ax’a Sûrên hate ser min şêr, wekî min çira bavê wî kirye kurd. Min gotê, wekî xebera “kurdê êzdî” min ji ankêta girtina bavê wî hildaye, ku çend rojnemada derketye. Xulese, min ew verêkir, çû. Ez paşê pê hesyam, wekî wan “êzdîê teze” bi qolê binelîê gundekî nehya Abovyanê neme M.Gobaçyovra şandine, li ku şikyatê min kirine, wekî min miletya mêrxasê wanî miletîê feş kirye. Ewê nemê ji Moskvaê paşda dişînin Kommerkezya PK Ermenîstanê bona wê pirsê binihêrin.

            Kandîdatê ulmê dîrokê Memoê Xalit wî çaxî Kommerkezîêda dixebitî. Ew û xebatkarekî Kommerkezîêyî ermenî diçin wî gundî (navê wî gundî naê bîra min). Serkarya gund wanra dibêje, wekî cem wan qe êzdîk tune, gişk ermenîne. A, şer-şiltaxê ha davîtne me.

 

Bi vê têmaê usa jî bixûnin:

 

 

1 комментарий: MILETYA CANGÎR AX’A Û NEMA GORBAÇYOVRA

  • Prîskê Mihoyî говорит:

    BELÊ, HER TIŞT USA BÛ!

    Sala 1989-an Memê Xalit teglîf kinin, ku li Komîtêya Navendî ya partîya komonîstên Ermenîstanê kar bike. Li Komîtêya navendî ew wê demê bû wekil-perpisyarê netewên kêmjimar.
    Gerekê bê gotinê, wekî wan salan sîstema Sovîyetê hêdî-hêdî berbi dawîya minabûna xwe diçû. Dîyare, ku wê demê pêwendîyên di nava netewan da li Sovîyêta berê tevlîhev û xirab bûbûn. Netewperestî jî gelek deran serê xwe blind kiribû û xirabî û nebaşî bi xwera danî. Hinek komên ermenîyan yên ne xêrxwezên gelê me dûtêretî avîtine di nava civaka meye li Ermenîstanê, pirsa awa gotî «êzîdîtîyê-kurdîtîyê» derxistine meydanê. Hinek êzîdîyên nezan û nexwendî jî rabûn û gotin: «Em êzîdîne, em ne kurdin!». Wana dijî rewşenbîrên kurdên êzîdî şer-dew dikirin, li ber avayên rojnama «Rya teze» û Komîtêya Navendî ya partîya komonîstên Ermenîstanê dicivyan, dibezyane rewşenbîrên me, bi dar û gopalan dajotine li ser wana. Di nava wê xiringêla mirovên weramayî da Memoyê Xalit wek berpirsyarê netewên kêmjimar û bi wîra tevayî gelek rewşenbîrên ermenî û kurd bi her teherî li ber xwe didan, ku di navbera kurdên êzîdî û kurdên musulman da li Ermenîstanê xirabî-pevçûyîn çênebe. Gerekê bi heqî bê gotinê, wekî emekê Memoyê Xalit û rewşenbîrên me di vî warî da mezin bû.
    Gelek caran hêzên tarî şer davîtine Memoyê Xalit û rewşenbîrên meye mayîn û digotin, ku giva ew naxwezin «pirsa êzîdîyan» çareser bikin, giva ew dijî êzîdîyatîyêne. Lê ew yek ne rast bû. Dilê Memoyê Xalit li ser vê minakê gelekî êşandin. Ew milethizekî mezin bû. Ewî wek civaknas baş dizanibû, ku netew çîye û ol çîye. Ew bi ayîna dinê êzîdîyan va bi rastî serbilind û kubar bû. Ji ber ku ewî jî êzîdîyatî hesab dikir wek oleke Kurdistanêye here kevnar…
    Sed mixabin, bi sebebê van babetan bahara sala 1991-ê hêzên tarî qezîya anîne li serê Memoyê Xalit û ew… kuştin…

Добавить комментарий для Prîskê Mihoyî Отменить ответ

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *