rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

DESTÊ DÊ (1974)

 

 

DESTÊ DÊ (1974)

 

Destê dê-2        Wa tê navkirinê berevoka Emerîkê Serdare pêşin, ku sala 1974-a Yêrêvanêda bi zimanê kurdî, bi tîpê kîrîlî hatye çapkirinê.

        Berevokêda 11 serhatîê wî û nexş-nîgarê hûr cî girtine.

        Serhatî hîmlî derheqa hizkirina dayîkê, xeysetê meriva, erf-edetê kevne xirab, Şerê wetenîêyî mezin û pirsêd mayîndanin. Cara ewlin Emerîkê Serdar janra nexş-nîgarê hûr, neme anî nava wêjea me.

        Rêdaktorî berevokê kirye şayîrê kurd Casimê Celîl.

        Ew ji alîê neşireta “Hayastan”-da hatye çapkirinê. Ew 100 rûpêle.

 

 

        Rêsênzîa vê berevokê şayîr û nivîskarê kurd Qaçaxê Mirad bi zimanê ûrisî nivîsye. Aha tercma wêye bi zimanê kurdî:

 

        “Raste, hetanî nha efrandinê Emerîkê Serdar bi pirtûka başqe çap nebûne, lê xwendevanê kurd wî baş nas dikin çawa xudanê serhatîê hewaskar, ku ji sala 1960-da rojnema “Rya teze”-da çap bûne, bi radîoa kurdî hatine weşandinê. Û femdarîye, 80 selefê berevoka wîye pêşin serhatîne, ku wextê başqe-başqeda “Rya teze”-da hatine çapkirinê. Berevok bi temamî berê efrandarya wîye 15 salane.

        Têmatîka berevoka “Destê dê” pircûreye: vira hene serhatîê derheqa Şerê Wetenîêyî mezinda, hizkirina dêda, jyana merivê sovêtîêye nhada, tradîsîaê gelerîda, evîntya dilê cahilda. Du serhatyada elîwetya ruhê mêriv û tiştê mayîne nepak têne rexnekirinê.

        Destnivîsara E. Serdare efrandarîê nava wêjea kurdîda rind tê naskirinê. Ew, tê bêjî, bi dêtaleke hûr destbi efrandinê dike, paşwextîêda bi serî wê dêtalê jyan, xeyset û ruhê nîgarêyî t’am tê dîharkirinê. E. Serdar zef baş kurdî zane, lema jî gotina wî fe’r’ihe û hewaskare.

        Bi fikra min, berevoka efrandinê Emerîkê Serdare “Destê dê” gotî ese bê çapkirinê. Ewê nava xwendevanê kurdda hewaskarya mezin pêşda bîne.

 

Qaçaxê  MIRAD,

endamê Tifaqa nivîskarê TRSS.

 22.03.1974”. 

 

        Şayîr Mîkaêlê Reşîd bi zimanê ermenî derheqa berevoka mine “Destê dê” fikra xwe bi nivîsar ha daye kivşê (ez ewê bi kurdî tercmekirî raberî xwendevana dikim):

 

        “Piranya serhatîê vê berevokê salê başqe-başqe min ew rojnema “Rya teze”-da xwendine, bi radîoê bihîstine û berê ewlin ew bi tezevantî, kurdbûn, zelalbûna gotinê û dewlemendbûna zimên min xweş hatine. Serhatîê wîda em pircûrebûna emir dibînin. Psîxologîa nîgara rind hatye dîharkirinê. Efrandinê E.Serdar bi hesîna nazik û delalva berbiç’evin.

        Bi fikra min, şiêrê vekirî dha başin. Nivîskar dixebite bi dengê lîrîkîê ruh, fikir-mitale û xem-xiyalê merivê nha nîşan bide.

        Xwendina vê berevokê meriva xweş tê. Û ez têra dibînim berevoka E.Serdare “Destê dê” layîqî çapkirinêye.

 

Mîkaêlê  REŞÎD,

endamê Tifaqa nivîskarê TRSS.

25.03.1974”. 

2 комментария: DESTÊ DÊ (1974)

  • muzaffer bardakci говорит:

    roj baş
    navê min Muzaffer bardakci
    Hûn dikarin bi min re rêber bikin
    ji bo derfeta ku hûn li ser nivîsandina van pirtûkan bikirin
    Ez li Norwesê dijîn.
    Ez qezenc û gazê gargê bidim.
    good day
    my name Muzaffer bardakci
    can you be kindly guided me to
    to get the opportunity to buy these books that you write about
    I live in Norway .
    I pay transport and customs fees
    “Destê dê” (1974), “Îdî dereng bû” (1979), “Dengê dil” (1985), “Gundê me” (2006), “Hisreta emir” (2008), “Bijare” (2011), “Keşkûl” (2013), “ Mukurî ” (2014). Lê sê berevok jî efrandinêd wîne, ku bi rûsî hatine wergerandinê: “Bûk du cara syarkirin” (rûsî navê pirtûkê haye — “Dewetek du cara kirin”) (2005), “Hetanî kengê?” (2007) û “Wê şevê…” (2013). Berevoka Emerîkê Serdare 12-a bona zaroka “Em çûne aş” (2014)

Добавить комментарий для muzaffer bardakci Отменить ответ

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *