amarikesardar
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — Z
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
Z
Zane h’elîseye,
Lê nizane mala k’êye.
* * *
Zarê te minr’a,
Dilê te jî ter’a.
* * *
Zar’o bi girî mezin dibin.
* * *
Zar’okên bê dê,
Wek ç’yaê bê r’ê.
* * *
Ze’f zanî, hindik bêje,
Dengnekirin zêr’e.
* * *
Zevya zû çandî, kur’ê zû zewicandî –
Zor Xwedê stendî.
* * *
Zêr’ biç’ûke,
Lê bahê wî geleke.
* * *
Zêr’kir qedrê zêr’ zane.
* * *
Zik t’êre,
Ç’e’v birçîye.
* * *
Zike – xwe ne hindike.
* * *
Ziko t’êro,
Milo şêro.
* * *
Zyaret – t’ucaret.
* * *
Zyaret bê t’ucaret nabe.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — Y
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
Y
Ya dest dike,
Dê-bav nakin.
* * *
Yê ber kaê
Naê r’aê.
* * *
Yê bin ker’e,
Yê ser nasit’ire.
* * *
Yê çûn qeda salê,
Yê hatin malxuê malê.
* * *
Yê got û kir – mêre,
Yê negot û kir – şêre,
Yê got û nekir – k’erê nêre.
* * *
Yê hîvya yarê kur’dûndaye (undaye).
* * *
Yê nekin gilîê mezina,
Ser sêrî şîn dibin strûê bizina.
* * *
Yê serda disekine,
Yê binda nasekine.
* * *
Yê zane – zane,
Yê nizane – baqê nîskane.
* * *
Yekî dixwest goştê k’era xwe bixwe, digo: guhê k’era min mînanî guhê k’êwrîşkanin.
* * *
Yekî qula derzya xelqê xeberdide,
Gerekê qula bujûna xwe binihêr’e.
* * *
Yekî xerazî,
Yekî berazî,
Hatin û bûne xal û xarzî.
* * *
Yekî xêrê
Minr’a naê dêrê.
* * *
Yekî yekîr’a go: were te bibim cinetê.
Yê mayîn got: ne îro hewa sare.
* * *
Yekim – bezekim.
* * *
Yek-yeke,
Dudu k’omeke.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — X
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
X
Xala xarzî r’akirin,
Apa birazî dakirin.
* * *
Xebat cewara canê mêrive.
* * *
Xebatçîê xwebî,
Şîrinê xelqêbî.
* * *
Xelqêr’a gule,
Xwer’a kule.
* * *
Xelqêr’a me’sîgirim,
Xwer’a k’ûsîgirim.
* * *
Xeta xar bin gaê pîrdane.
* * *
Xew û mirin yekin.
* * *
Xezal çiqa bezoke,
Lê dîsa r’isqê xwe dixwe.
* * *
Xîret avîtine ber sê,
Sê jî qebûl nekir.
* * *
Xûn nave av.
* * *
Xwarin xweşe,
Kirin r’eşe.
* * *
Xwe binihêr’e,
Paşê xelqê xeberde.
* * *
Xwe dike pûnga h’emû girara.
* * *
Xwedê aşê nezana diger’îne.
* * *
Xwedê bira destê dirêj kin neke,
Stûê qalim zirav neke.
* * *
Xwedê bext dide êt’îma,
Çima dê-bava ji wana distîne?
* * *
Xwedê ç’ya dibîne,
Berfê lê datîne.
* * *
Xwedê derd jî daye,
Derman jî daye.
* * *
Xwedê de’nya dide merivê bê dev-diran.
* * *
Xwedê du k’erema cîkî nake.
* * *
Xwedê gotye:
— Te herek’et,
— Min berek’et.
* * *
Xwedê heye,
Xem t’u nîne.
* * *
Xwedê yeke – derge h’ezar.
* * *
Xweyê newalê
Bûye xweyê malê.
* * *
Xweyke nanê xwe,
R’ake r’ûê xwe.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — W
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
W
Wax, sed car wax,
Min daye r’ûê te cote dax’,
Wekî her’î h’ekîmê Loqma jî bînî,
T’u car nabe sax’.
* * *
We’dê merî hevtangê xweyî t’evjînê nabîne,
R’ojên wî nav ax-k’eserada derbaz dibin.
* * *
Wexta derb tê sêrî,
Xwedê ç’e’va xweyke.
* * *
Wê r’ojê dike,
Wê r’ojê dixwe.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — U
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
U
Usa bike ne şîş bişewite, ne jî k’ivav.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — T
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
T
Teyrê goştxur nukulê wî kêr’e.
* * *
Te’va sibê merya germ neke,
Ya êvarê boşe.
* * *
Timao – mao.
* * *
Tirs heye
Merga r’ûvîye.
* * *
Tirşe, dew nîne,
Îşê her merya nîne.
* * *
Tirşo tirşe,
Dilê merya diguvêşe.
* * *
Tiştê çû
Nede dû.
* * *
Tiştê dest nede,
Wê bimîne e’rdê, bir’ize.
* * *
Tîra li minê,
Dîsa li minê.
* * *
T’eze hatin,
Kevn xelatin.
* * *
T’ilya kevanîê herwexta dêvdane.
* * *
— T’opiz, misk’enê te li k’îderêye?
Go: ba dizane.
* * *
T’ulmikê piştê t’enê gor’ dikare r’ast bike.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — Ş
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
Ş
Şaşîê me bi ç’yane,
P’akîê me bi kevç’yane.
* * *
Şe’dekî dîtî
Deh şe’dê nedîtî çêtire.
* * *
Şermê îdî daw û deling hildaye.
* * *
Şer’ xweşe şovêda,
Ne ku bêderêda.
* * *
Şer’ê sibê xêra êvarê çêtire.
* * *
Şêmîka min şilore,
K’ê r’astî min tê kilî-kore.
* * *
Şênaya gund beraya r’êr’a k’ivşe.
* * *
Şêrê çê,
Şekir dup’ê.
* * *
Şevê şêr’e,
R’oê bêkêre.
* * *
Şêx çiqas kalbe,
Xweyê xêrê xweye.
* * *
Şêx dibên: mirîd mirîê mene.
* * *
Şîna t’ev dinyaê şayîye.
* * *
Şivanî hore-hore,
Wî t’irê dinya ker’ û kore.
* * *
Şuxul k’ere,
Meriv hoşke, wê her’e,
Hoş neke, wê cîê xweda bisekine.
* * *
Şûr qalivê (kalanê) xwe nabir’e.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — S
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
S
Se goştê sê naxwe.
* * *
Se jî bêxwey nabe.
* * *
Ser genime,
Binda şêlime.
* * *
Serî bir’î,
Go seqir’î.
* * *
Serî qûç’e – binî p’ûç’e.
* * *
Serê k’eçel xweşe bin k’umda.
* * *
Serê k’êrê zikê zeveş.
* * *
Serê neêşe benika lê girênadin.
* * *
Serkanîê me şêx û p’îrada şêlû bûne.
* * *
Sermezina ling biç’ûk,
Xwezil wê malê lê bive bûk.
* * *
Sêveke li serê darêye (qîz),
Kesek nizane p’ara k’êye.
* * *
Sibê r’ûvî,
Êvarê k’ûvî.
* * *
Sim simê k’erêne,
Fêl fêlê P’erêne.
* * *
Sîr birê maste.
* * *
Sore, gire,
Barnebire.
* * *
Sore, gire,
Bê hunure.
* * *
Sozê mêra serê mêra yeke.
* * *
Spî-spî,
K’ok binî.
* * *
Sur’a sit’arkin,
Xatira neşkênin.
* * *
Syar hatim,
Peya çûm.
* * *
Syarbûna k’erê e’ybeke,
Peyabûn du e’ybe.
* * *
Syarê mirinê leze.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — R
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
R
R’ast bêje, bira p’irç’ ewledê te bê.
* * *
R’asto r’êda,
Qelpo zerêda.
* * *
R’êwî diçe, r’ê dimîne,
Berf dih’ele, ç’ya dimîne,
Mêr dimre, nav dimîne.
* * *
R’eva jinê –
E’detê dinê.
* * *
R’indeke – gundeke.
* * *
R’o dice, qeda naçe.
***
R’oja xweş sibeda xweşe.
* * *
R’ojek jî e’mreke.
* * *
R’ojê kolxoz,
Şevê cot par’avoz.
* * *
R’û-r’û,
Gune e’fû.
* * *
R’ûto, çi vî alî avê, çi wî alî avê.
* * *
R’ûn avê hilnade.
* * *
R’ûvîê xaznak (fêlbaz)
Herdu linga dik’eve t’elikê.
* * *
R’ya malê malxuê malê zane.
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ — Q
MESELE Û MET’ELOKÊ K’URDÎ
Q
Qant’ir’ çiqas çêye,
Dîsa kur’ê k’erêye.
* * *
Qavî û dizî sya buşkulêye.
* * *
Qazîye, xwe r’azîye.
* * *
Qencîê bike,
Bavêje avê.
* * *
Qencya bike,
Mala xweda nemre.
* * *
Qîz çiqas mezin dibe,
Bextê wê jî mezin dibe.
* * *
Qoto, kûç’kê nep’ak,
Dîsa hatye bîra te lak’?