rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

NEMA VEKIRÎ HEVAL-HOGIRÊ MINÎ SURMANRA

 

 

NEMA VEKIRÎ

HEVAL-HOGIRÊ MINÎ SURMANRA

курд и езид 

 

                 Hevalê ezîz!

        Ez konkrêt navê te nanivîsim, çimkî şikir Xwedê vê gavê merivê mînanî te xweyê femdarya miletîêye bilind nava meda gelekin û ez nikarim konkrêt tenê navê te hildim. Ez zanim, tu jî mînanî min bona derd-kulê miletîê bêtabetî. Lema jî min biryar kir evê nemê bi navê abstrakt tera bişînim û ez bawerim tê min rast fem bikî, zanibî çi tabetîê nade ruhê min. Gele tişt tabetîê nade ruhê min! Lê vê carê ezê tenê derheqa çend hebada binivîsim.

        Çawa tu zanî, ez dînê xweva êzdîme, miletya xweva kurdim. Tu jî dînê xweva surmanî, miletya xweva kurdî. Dêmek, em du ewledê miletekîne, her tenê bi firqya dîn. Derd û kulê me tomerîne û ezê îro te pê bidme hesandinê, wekî ez alîê moralêda çi rewşêdame.

        Şikir roja îroyînra, wekî nava meda merivê xweyê femdarya miletîêye bilind bi mîlîonanin. Şedetîke wê yekê tragêdîa Şengalêye. Çawa kurdê êzdî, usa jî kurdê surman û xweyê dînê mayîn evê tragêdîaê hesab dikin çawa tragêdîa xweye şexsî. Şedetya wê yekê ew axavtinê radîoê, têlêvîzîonê, gotarê rojneme û kovaranin. Gava tu axavtina kurdê musulman derheqa tragêdîa Şengalêda dibihêyî, kela girî dide qirka te, wê axavtinêda çiqas dilşewatî, berxweketin heye. Te tirê ewê diaxivin xwexwa nava wê tragêdîaêda bûne û ewê hesab dikin çawa ya xweye şexsî. Eva nîşana femdarya meye miletîêye bilinde, ku tu cara nava dîrokêda usa nîbûye. Eva usa jî şedetya wê yekê dide, wekî rizgarkirina gelê me dûr nîne, wekî yekîtya me kefîltya wê yekêye.

        Tragêdîa Şengalê bûye tragêdîa temamya gelê me. Gelê me kîderê dimîne – Bakûr, Başûr, Rojhilat, Roava, Avropa, Sovêta berê, Amêrîka – destê xweyî alîkarîê dirêjî Şengalê dike. Merî nikare bê berxweketin wê yekê bixûne, wekî Rojava, ku wedekî dirêje ketye bin derbê îslamîsta, gele ciya dorpêckirîye, alîkarîê Şengalêra dişîne. Ermenîstana biç’ûk anegorî qewata xwe alîkarî şand êzdîê Şengalêra. Lê Gurcistanê koma penaberê Şengalê qebûl kir. Gava min pê radîoê bihîst, çawa kurdekî musulman got, ku çend sala Sulêymanîêda maye û gava pê hesyaye derheqa tragêdîa Şengalêda, her tişt hîştye û çûye hewara êzdîê Şengalê, ez hatime bawerkirinê, wekî eva mileta zû-zû ji rûbarê dinyaê naê hildanê.

        Temamya agêntîê dinyaêye înformasîon, têlêvîzîon, radîo, întêrnêt, rojneme, kovar û yêd mayîn gişk dibêjin “kurdê êzdî”. Her tenê çend serhişkê me evê têrmînê qebûl nakin, dibêjin êzdî miletekî başqeye û ser vê yekê dilîzin, cîê vikî-vala xwe rêklam dikin.

        Çawa tu zanî, civaka êzdya civakeke tenge. Hetanî roja îroyîn jî nava êzdîê Başûrda tu rêxistineke civakî, seyasetîê tunebûye. Çawa dibêjin, ew civak nerêxistinkirî bûye. Û dijmina ew yek dane xebatê. Nehîştine civaka êzdya bi saya ewledê xweye xwendî, zane pêşda here. Yê mînanî Seddam Husêyîn û yêd mayînra dest dida, wekî civaka êzdya hema wî cûreyîbe. Lê borcê partîa û rêxistinê Başûr, ku îdî şikir xweyê dewletêne, ewe, ku guhdarîê bidne ser civaka êzdya û qewla sazkin bona pêşdaçûyîn û gulvedana wê. Van axirya deng têne bihîstinê, wekî wexta Kurdistana Başûr serbestîê dest bîne, lazime avtonomîaê bidne êzdya. Ez vê fikrêra sedî sed qayîlim. Lazime! Vê derecêda cêribandina Sovêta berê dikare alîkarîê bide me. Em mesela Gurcistanê bînin. Wêderê heye avtonomîa acara (paytextê wê Batûmî). Acar xwexwa eslê xweva gurcin, lê dînê xweva başqene – ne xaçparêzin (xrîstîanin), surmanin. Ya me jî dikare usa be – avtonomîa êzdya gotî nava teşkîla Başûrê Kurdistanêdabe. Lê bona wê yekê berî her tiştî lazime qewil bêne sazkirinê, kadr bêne hazirkirinê, xebata tivdarekdîtinêye mezin bê kirinê. Û evê bibe kefîltya xweykirina dînê êzdyaye qedîmî, ku dînê kurdayî miletîêyî kevnare. Gelo badilhewa bû, wekî DAÎŞ-a berî her tiştî Şengal zevt kirin, çimkî zanibûn, wekî Şengal koka kurdîtîêye hîmlîye. Ewana dixwestin berî her tiştî ewê kokê bibirin. Lê şikir Xwedê, partîa, rêxistin û gelê me eva yeka zû tex’mîn kirin û pêşya wê decalya DAÎŞ-a girtin.

        Lê tiştekî mayîn tabetî nade mêriv. Partîa, rêxistinê me hatine hewara êzdya, korîdor vekirine, wekî gele êzdî ji decalya îslamîsta birevin, herin Rojava, Bakûr, Başûr. Eva, hilbet, layîqî pesnandinêye. Lê tu berxwe dikevî, gava dibînî, wekî hinek partîa û rêxistin dixwazin ewê parastina êzdya bikne ser navê xwe. Raste, wê pirsêda wekehevî tune, hinek partîa gele tişt kirine, lê yê mayîn kêm kirine, lê eva yeka nîşan nade, wekî ser vê yekê bilîzin û qalê seyasetîê qazanckin. Eva mînanî çiye, wekî van axirya navbera çend partîa û rêxistinê meda şerê înformasîon fire bûye, wekî ala kê bibe sîmvola şerkarya Şengalê? Ew huceta navbera partîaê meda gîhandye wê yekê, wekî korîdora, ku ji Şengalê hatibû vekirinê, wedelî bê girtinê. Bi tex’mîna min, ala tu kesî gotî nebe sîmvola wê yekê. Sîmvola wê gotî ala Komera Mêhabadêbe çawa sîmvola sazkirina dewleta kurdaye pêşin.

        Eyane, şerkarya partîaê seyasetîê ewe, wekî dîwanê destxin. Ew jî wan welatada tê kirinê, li ku serbestî heye û dewleta miletîê heye. A vêderê navbera partîada şerkarî tê kirinê bona dîwanê destxin. Lê welatekî mînanî welatê me, ku bindeste, bin qolê zevtçyadane, borcê partîaê meye seyasetîê ewe, ku hereketê xwe bikne yek bona gelê xwe ji zêrandinê azakin û welatê xwe rizgarkin. Me eva yeka bîr kirye, partîaê me nha dijî hev şerekî berk dikin, tê bêjî dijminê hevin. Bi saya Partî Dêmokratî Kurdistan û lîdêrê wêyî nemirî Mistefa Barzanî Başûrê Kurdistanêda şikir îdî dewleta kurda heye. Bi saya serê Partîa Karkerên Kurdistanê Bakûrê Kurdistanêda bi mîlîona kurd hişyar bûne, xwe nas kirine, û nha ç’ûk û mezin rabûne şerkarîê dikin bona mafê xweye miletîê. Min nedixwest, wekî navbera van herdu partîaê meye seyasetîêye mezinda dutîretî, dilsarî hebûya. Gava ev herdu partîa bigihîjin hev, dikarin gele pirsê meye miletîê safîkin. Mecaleke wê yekê jî konfêransa netewîye, ku em bêsebir hîvya derbazkirina wêne.

        Min nedixwest, wekî navbera wan partîada dilsarî hebûya, çi ku dijminra dest dide. Lê, telebextra, gele cara em ji ç’îzê derdixin. Te lênihêrî ç’êlekdoşekê, pezdoşekê, şivanekî yanê gavanekî, qewlî Cegerxwînva, prolêtarekî, pê têlêvîzîonê yanê radîoê bêetb partîak yanê serkarê wê bêhurmet kir. Ewê diaxivin, ne jî ewê, ku axavtina wan bona êfîrê amade dikin, nafikirin, wekî derecê wan başqe-başkene. Rind tê bîra min, Sovêta berêda usa bû. Wexta akadêmîk Andrêy Saxarov derdiket dijî seyasetya Sovêtêye wî çaxî, ç’êlekdoşa û gavana pê têlêvîzîonê hiltanîn jêra digotin: “Tu badilhewa nanê me dixuyî”. Wî merîra digotin “Tu badilhewa nanê me dixuyî”, yê ku ç’eka lape zulm – bomba avzaê (vodorodnîy) da Sovêtê…

        Me jorê got, wexta Kurdistana Başûr serbestîê dest bîne, lazime avtonomîaê bidne êzdya. Civaka êzdya nava dîrokêda civaka lape zêrandî bûye û ew zêrandin hetanî rojê me jî dom dike. Kurdistanêda êzdîk nikare çayxanekê veke, çimkî ewê kar neke – tu musulmanek naçe wê çayxanê. Çimkî surman nanê destê êzdya naxun. Nanê destê şuletê dixun, lê nanê destê êzdya naxun. Kurdistanêda bêxebatî nava êzdyada dha geleke, ne ku nava kurdê surmanda, çimkî xweyê karxanê dha zû kurdê musulman hiltîne ser xebatê, ne ku êzdya. Dîwan jî guhdarya lazim nade ne ser rewşa êzdyaye abûrî, ne jî ya çandî. Û badilhewa nîne, wekî merivê xwendî nava êzdîê Başûrda (û ne tenê Başûrda) gele kêmin. Ez îdî nabêjim derheqa dibistana, kolêca, zankoada. Gele ciya li Başûr, Bakûr êzdyara hesab rûnanên, lo wana hela merî jî hesab nakin. Hilbet, kesek naxwaze, lê eva yeka dikare bigihîne tragêdîaê mînanî tragêdîa Şengalê. Lê gava gilî tê ser edebyet, çand û zanyarya kurdê Sovêta berê (li Ermenîstanê, Gurcistanê), kurdê Bakûr û Başûr berî her tiştî bi kubarî navê şayîr, nivîskar û zanyarê êzdîê vandera didin û bi wana kubar dibin.

        Surmanê radîkal êzdya jî hesab dikin çawa kafir. Eyane, wan miletara dibêjin kafir, yê ku ne musulmanin. Êzdî jî musulman nînin. Dogmake musulmanê radîkal jî ewe, kê gele kafira bikuje, wê dha zû here buhuştê. Û badilhewa nîbû, wekî Şengalêda ewqas êzdî hatine qirê, qîz û bûkê cahil birin xwera kirine jin yanê bazarada firotin. Lê êzdîê, ku musulmanî qebûl nekirin, serê wan jêkirin. Radîkalîzma DAÎŞ-a gihîştye wê derecê, wekî yekî înglîs, ku musulmanî qebûl kirye, serê rojnemevanekî emirkanî xaçparêz jêdike.

        Nava civaka me, kurdada, êzdî dha gelekî hatine zêrandinê, ne ku wekîlê olê mayîn – kakaya, elewya, xaçparêzya. Dibe menî ewe, wekî ev olê hanê dha dereng nava kurdada pêşda hatine, ne ku ola êzdya?

        Xulese, biraê hêja! Min derheqa çend derd û kulê meda tera nivîsî, lê ewana dha gelekin. Û ne lazime gişta bidî rêzê. Her tenê lazime destê xwe bidî ser birînê, wekî karibî paşê ewê qenckî. Qenckirin jî ne tenê borcê êzdyaye, lê usa jî borcê temamya gelê me, partîaê me û rêxistinê meye. Em bi wê gumanê bijîn, wekî rojekê dha zû ev problêmê bêne serrastkirinê.

         

Bi silava,

Emerîkê Serdar.

         

Yêrêvan.

12.09.2014

6 комментариев: NEMA VEKIRÎ HEVAL-HOGIRÊ MINÎ SURMANRA

    • amarikesardar говорит:

      Birêz Kaniya Dapire! Zor spas bo bilind qîmetkirina gotara min. Wekî nava gelê meda wextêda merivê mînanî te gelek bûna, wê pêşya zelek tragêdîa bigirtana, wê nehîştana dutîretya navbera kurdê musulman û kurdê êzdîda ewqasî kûr bûbûya. Şikir roja îroyînra merivê mînanî te nava gelê meda gelekin û ew rê nîşanî gelê me didin. Bi qedirgirtin, Emerîkê Serdar.

  • Koçer Aslan (ji Facebook-ê) говорит:

    Min ev nama niviskarê emegdar û navdar bêhneki da xwend,çawa meriv meha tebaxê da palatîyê bê tî be xwe ser kanîyê ra bigihine,kesên wek apê Emerik ji, ji xwe wek çem û kaniya ne,Xwedê erdnigarîya Kurdisatnê bêyi wan çem û kaniya neke.em îro kiryarê DAİŞE û hovtîya wan baş dibinin,lê lazime em vê jî tu carî birnekin,1400 sal berê bav û kalê me jî wek roja îroin ,rojeke reş da şur ra derbazkirine û durî ola wan xistine,ez wê bawerîyê dame herkesê vegere ser koka xwe,şuna erbistanê,emê berê xwe bidin Lalişê,wek mezinê me gotine giha li ser koka xwe hêşîn tê,emê jî wisa bin,desthilatdara û xêrnexwaza her çiqas ser gihaye me dabe tewlebaza ji lê koka me hin paqije.hêvidikim zutirkê azadî bê welatê me ,em ji wek gellê dinyaê mayin biibn xwehi maf ,hezar carî silav û hurmetên xwe apê xwe Emerikê Serdar re dişinim destên wi germî germî maç dikim,ji bo keda te ji spasyê xwe dişinim xuşka min hêja xuşka Nure Sardaryan…

  • Salih Kevirbirî (ji Facebook-ê) говорит:

    va ye rewşenbîriya kurdî ev e…
    xêrxwaziya tifaqa kurdî ev e…
    dilşewatiya kurdewatiyê ev e…
    apê min, rojnamegerê kurdê navdar, kedkarê 45 salan a rojnameya riya teze emerîkê serdar bi peyamên xwe careke din bûye melhem; kûl û birînên me dikewîne… her bijî apê emerîk!
    hebûna te serfiraziya hemû kurdên misilman û êzîdî ye…

  • Xaylaza Reşîd (ji Facebook-ê) говорит:

    Xerxaze yektiye, biratye, ewe, ewe bi xweye, rebere azadye, ewe rebere netewe, ewe kurd u Kurdistan, kijan ji bi dil u can xayitye milete xwe dike, ke ji diji bi xem u xeyalen milete xweva. Em zev razine, hun sehet u qewatbin, bila rewshenbiren wek we nava miletda pir bin, ku em ji xewe hushyarbin ape Emerik…Silav u rez…

Добавить комментарий для Salih Kevirbirî (ji Facebook-ê) Отменить ответ

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *