rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

HINEK JI DÎROKÊ, QEBÎL Û BEREK

 

 

HINEK JI DÎROKÊ, QEBÎL Û BEREK

         

        Alîê roavaêra me digot Davan. Wêderê çayîreke mezin heye, av jî pire. Wêderêye usa jî Newala E’celê. Cîkî gelekî xweşe. Lê çira usa jêra gotine? Çimkî sala 1920-î Rom hatye derketye gundê me. Çawa cahilê gundê me, usa jî cahilê gundê cînar berev kirine, anîne wê newalêda qetil kirine. Hetanî ez gund bûm, zaro bûm, em diçûn wê newalê, me qûmêra dilîst û car-carna hest-pestîê merya derdiketin.

        Pîrka min digot, wekî wexta eskerê Romê ketine gundê me, pêşîê gundyara baş bûne. Bahar bûye. Şîr, mast, penêr bi peretî ji gundya kirîne. Eskerê Hemîdya bûne. Digotin, em zanin, hûn ehelîê cîne, we tu xirabî mera nekirye, her tenê malê qersya nîşanî medin, dewa me wanra heye. Pîrka min digot: de meê çawa vayîsya cînarê xweye teze bikira, malê qersya nîşanî wanda. Çendek derbaz dibe, eskerê Romê rojekê defê û zurnê dixin, bêdera nava gundda govendê digrin, dilîzin. Êpêceyî dilîzin. Cahilê gund diçin, hinek dikevin govendê, dilîzin, hinek jî temaşe dikin. Demeke dirêj defê û zurnê dixin, nişkêva dengê defê dibirin, dora cimeta berevbûyî digrin, xort û mêrê cahil digrin, dikine merekekê, derî ser wan dadidin, çend eskera qerewil datînin. Kalkê minî Serdar jî nava girtyada bûye. Rojtira mayîn wan mêrê gundê meye dîlgirtî didine pêşya xwe, berê wana didine gêdûka Ortinavê. A, Romê kalkê minî Serdar vî cûreyî girt bir, hetanî roja îroyîn jî em nizanin, çi anîne sêrî.

        Ç’emekî biç’ûk ji Piç’êxa destpê dikir dihat navbera gundê me û Avşênêra derbaz dibû diçû. Me, zaroka, mehê havînê gol digirt, xwe avê dixist. Paşê gava gundya ava wî ç’emî dibirîn danîn, wekî bostanê kartolê xwe avdin, ç’em dimiç’iqî. Me wî ç’emîra digot Ç’emê Bela. Çimkî ew ç’em navbera gundê me û Avşênêra derbaz dibû. Çawa eyane, Avşênêda hîmlî qebîla Bela dima.

        Gundê meda çend qebîl hebûn. Ez dixwazim navê wan qebîla bidim: Şemsika, Mixaylya, Utya, Stûrkya, Îsediza. Malek jî Sanî bû. Ew mala me bû. Çend malê p’îra hebûn. Şêx gundê meda tunebûn.

 

 

2 комментария: HINEK JI DÎROKÊ, QEBÎL Û BEREK

    • amarikesardar говорит:

      Birêz Redka, êvar baş.
      Dibe bersiva pirsa we bavê min Emerîkê Serdar dikaribû bida, çimkî ew haj gele pirsa hebû û gele tiştê hewaskar û kêrhatî zanibûn, lê mixabin, îsal ew çûye rehmetê. Ez jî bi xwe bersiva vê pirsê nizanim.
      Bi qedirgirtin,
      qîza Emerîkê Serdar
      Nûra Emerîk.

Добавить комментарий для amarikesardar Отменить ответ

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *