rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

XÊRXAZÊ CIMETA MEYÎ MEZIN

 

 

XÊRXAZÊ  CIMETA  MEYΠ MEZIN

 

 

         Klasîkê edebyeta ermenya Avêtîk Îsahakyan (1875-1957) dinya, emr nava tomerîbûna wanda, bêy h’idûdkirinê dinêzanebûnê û miletîê tex’mîn dikir. Ewî k’ela efrandarîê ji emr, edebyet û zargotina ne ku tenê cimeta xwe, lê usa jî cimetêd ûrisa, gurca, azêrya, kurda, osa, fransiza, îtalîa, çîna, hinda, ereba, cihûda, hûna, baska hildaye, nîgarê merivêd wan cimeta efirandye, ew jî bi xûn û xeysetê wan, bi fe’mdarî û berbirîbûna wane miletîêva. Bi wê yekêva efrandina Îsahakyan qîmet û k’emala h’emmerivayê dest anye.

         Xwestin û xiyalêd hemû cimeta, îlahî cimetêd biç’ûke zêrandî, gelekî nêzîkî dilê Varpêtê h’izkirî bûn. Eyane, wekî ew h’izkirin û 011-1qedirgirtineke çiqasî mezinva  berbi cimeta kurda dibû, ruhê wêyî azayîh’izîê h’izdikir, qîmetekî mezin dida zargotina wê û hertim, wexta cî dihat, bi qedir derheqa wê û kûltûra wêye ruhanîêda xeber dida.

         Hostê xebera bedewetîêyî mezin hela biç’ûktîêda kurdara nas bûye, haj emrê wan hebûye, zargotina wan h’iz kirye. Eyane, wekî aşê mala bavê Îsahakyan hebûye. Û kurdê gindêd cînar t’imê hatine wî aşî. Îsahakyanê biç’ûk bi h’izkirin guh daye ser dengbêjî û sazbendya wan, qse û lêgêndêd cimeta kurda.

         Îsahakyan gelekî ji zargotina kurda h’iz dikir. Paşwextîêda ew wa dinivîse: “Şivanêd gundê me… Mexso blûreke hêle lêdixist… H’aco dengbêj bû. Wana kilamê cimeta xweye dilşewat distran. Min bi dil û eşq guh dida ser stran û dengê blûra wan, ç’îrok û efrandinê kurdaye êpîkîê, folklora kurda dibihîst, ku zar’otya xweda hetanî roja îroyîn jê h’iz kirye”. A hema me’nîk jî ev bû, wekî Hraçya Koçar berevoka “Folklora kurmanca” (s. 1936-a) bi h’izkirin pêşkêşî şayîrê mezin kir û ew berevok hetanî nha jî dur’ cewahirê edebyeta hemdinyaêra tevayî ser textê wî nivîsarêye (“Rya teze”, 31-ê martê, sala 1964-a).

         Çend sala pêşda gazêta “Rya teze”-da (4-ê martê sala 1970-î) p’areke wan mesele û metelokê cimeta kurda hatine neşirkirinê, ku şayîrê mezin we’dê başqe-başqeda bihîstibûn û bloknota xweda nivîsîbûn.

         Hela salêd 1900-î ew diçe gundê T’odanê (qeza Qaqizmanê) û deweteke kurdada hazir dibe. “Ze’va kurdekî dewlemendî kal bû, lê bûk qîzeke k’esîbe 16-salîye bedew bû û her ç’evek hildanî hezar hêsir dibarand”. Eva yeka gelekî xirab hukumî ser şayîr dike û, çawa brazîê wî Abas Îsahakyan dinivîse, 56 sala şûnda dîsa bi dilk’eder derheqa vê yekêda gilî dikir (“Avangard”, 30-ê oktyabrê sala 1956-a).

         Îsahakyan derheqa xebatçîê kurdda bi alavî nivîsye. Û rastîê jî usa bûye, Hecîê Cndî nava mqaleke xweda wa dinivîse: “Tê bîra min civata serwêrtya T’faqa nivîskaraye bi sirê, ku payîza sala 1937-a derbaz bû, li k’u min derheqa pêrspêktîvêd pêşdaçûyîna edebyeta kurdaye sovêtîêda doklad dida. Av. Îsahakyan, ku ew çend meh bû vegerya bû weten, xeberdana xweda k’emaleke mezin da pêşdabirina edebyeta kurdaye teze li Ermenîstana Sovêtîê” (“Grakan têrt”, 28-ê fêvralê sala 1975-a). Wê xeberdana xweda ew usa jî dide k’ivşê, wekî k’emala vê edebyeta me bona cimeta kurdaye welatê derekeye p’ir’mîlîon çiqasî mezine, û meseleke ha tîne: “Wexta ezî li Parîzê bûm, kitêbê mayînra tevayî min kitêbê dersê zimanê kurdî jî stendin, ku Yêrêvanêda neşir bûbûn. Kurdekî nasê minî xwendî, gava ew kitêbê dersa dîtin, dane ser sîngê xwe û k’ela wî t’ijî bû girya, şêkirdarya xwe da hukumeta sovêtîê, cimeta ermenya bona neşirkirina kitêbê dersê zimanê kurdî û vekirina mektebê kurda”.

         Îsahakyanê merivh’iz gelekî guh dida ser emr û hînbûna xwendkarê Yêrêvanêye kurd. Gava pê dihese, wekî xortekî kurd – Bego Kaloêv xwendinxana Yêrêvanêye bedewetîê kuta kirye û dixweze here Kîêvê û wêderê xwendina xwe pêşda bibe, Îsahakyan hiltîne vê nemê şayîrê Ûkraînaêyî mezin Pavlo Tîçînar’a dinivîse:

 

“Pavlo Grîgorêvîçê ezîz!

         Ez ji Yêrêvanê bi alavî We slav dikim. Hûn gelekî bibaxşînin, wekî bona pirsekê ez cefê didme We. Ew merîê, ku vê nema min tîne, şiklk’êşê kurdayî pêşin Bego Kaloêv xwendinxana Yêrêvanêye bedewetîê kuta kirye û gelekî dixweze înstîtûta Kîêvêye bedewetîêda xwendina xwe pêşda bibe çawa şiklk’êş.

         Serhatya wî gelekî hewaskare: berê şivan bûye, êt’îme. Ez gelekî hîvî dikim k’omekê bidne mîaserkirina xwestina wî – înstîtûtêda bê qebûlkirinê.

Pêşda ez ji We razîme.

Bi slavê alavî A. Îsahakyanê We.

13-ê îyûlê sala 1954-a.”

 

         Û ev pevgirêdanê Îsahakyan bi cimeta kurdara nikaribûn nava efrandinê wîye bedewetîêda nehatana k’ivşê. Wextêda ew bûne h’îm û qnyatê wan efrandinê wîye bedewetîê, ku derheqa emrê kurdadanin yanê jî veçêkirina nimûnê zargotina mene. Vê derecêda hewaskar û gelekî qîmetlîne serhatîê wî “E’moê kurd”, “Hesen ax’a”, qse-bîranîna “Dara Îvoê kurmaxarî: dengbêj Slêman”, balada “Nadoê bengî”, veçêkirina lêgênda “Leyl û Mecnûn” kurdî, qelîbotka “Kurd û ç’ivîk” û yêd mayîn, ku nha tercmekirî vê berevokêda têne neşirkirinbê.

         Îsahakyan nivîsye: “Min hertim li halê kurda pirsye” (“E’moê kurd”), halê wîda giryaye, jêra gotye “ezîzê min”. Serhatîke xweye mayînda (“Hesen ax’a”) ewî bi gênîalî psîxologîa êlbaşîê kurda nîşan daye, bi h’izkirin derheqa mêvanh’izya kurdada nivîsye, pesnê wî xeysetê wan daye, wekî ew çawa qedrê mezina digrin.

         Bi serî qse-bîranîna “Dara Îvoê kurmaxarî: dengbêj Slêman” em wê serkanîê dihesin, ji kîjanê balada “Nadoê bengî” xuliqye. Derheqa vê balada xweda ewî gotye: “Ew efrandineke mine lape başe, gelekî Marîêta Şahînyanê xweş hatye”.

         Romana “Osta Karo”-da jî em rastî nîgarê kurda, meselê dostya ewledê cimeta ermenya û kurda tên. Serîkî vê romanêda (“Osta Karo li cem şivana”) ew bi alavî derheqa şivanê kurd Hr’ço û Mexsoda xeber dide, nîşan dide, wekî Osta Karo çiqasî berxwe dikeve, gava guh dide ser serhatya evîntya Hr’çoye bêbext, ber dilê wîda tê.

         Av. Îsahakyan bi h’izkirin nimûnê zargotina me veçêkirine. Bona nivîsara qelîbotka “Kurd û ç’ivîk” ewî meseleke cimeta me daye xebatê, ku kovara “Mûrç’”-êda sala 1906-a (N 11, rûê 3-a) neşir bûye. Emrê bêxem, net’eşkîldar mirine. Eve fikra vê qelîbotka delal.

         H’îmê nivîsara lêgênda “Leyl û Mecnûn” ew şax’a beyt-serhatya kurdaye, ku sala 1907-a cilda berevoka Êmînyane miletzanîêye pêncada bi zaravê kurdê Tîmanê, bi tercma zimanê ermenî neşir bûye. Îsahakyan gelekî ji orîgînalê dûr neketye, lê çend guhastinê berbiç’ev kirinê, p’arêd teze lê zêdekirine, alîê bedewetîêda hê daye t’amkirinê.

         Çawa vê lêdêndêda, usa jî efrandinê xweye bi têma kurdîye mayînda Îsahakyan cûrêd lihevanîna zargotina me dane xebatê, kolorîta cimeta kurdaye miletîê xwey kirye.

         Efrandinê şayîrê h’izkirî bi serî tercma zûda nava dilê xwendevanê kurdda cîê xweyî layîq girtine û her dera bi alavî hatine qebûlkirinê. Bona 80-salya bûyîna şayîrê mezin berevoka efrandinê wî bi navê “E’moê kurmanc” (şiêr û serhatî) neşir bû. Xênji vê berevokê efrandinê wîye tercmekirî usa jî rojnema “Rya teze”, kitêbê zimanê kurdîye dersada neşir bûne. Efrandinê wî Îraqêda jî tercmeyî kurdî bûne. Şayîrê kurd Meh’med T’ofîq Wirdî “E’bû-Lele-Maharî” tercmeyî kurdî kirye.

         Bira tercmekirin û neşirkirina vê berevokê bibe nîşana wê h’izkirin û qedirgirtina mezin, bi kîjanê cimeta kurda berbir’î xêrxazê xwe, şayîrê mezin Avêtîk Îsahakyan dibe.

 

Avêtîk Îsahakyan “Berevok”

(bi zimanê kurdî),

Yêrêvan, 1977

(rûê 3-7)

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *