rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();

BÎRANÎNÊ EMERÎKÊ SERDARE PIRQÎMET (“MUKURΔ, 2014)

 

 

BÎRANÎNÊ EMERÎKÊ SERDARE PIRQÎMET

(“MUKURΔ)

 

Mukurî-2          Îsal Yêrêvanêda pirtûka bîranînê nivîskar, rojnemevan, wergêr, xebatkarê civakî Emerîkê Serdare “Mukurî” bi zimanê kurdî çap bûye. Ew bi temba dewletê bi kîsî Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê hatye weşandinê.

         Pirtûk 211 rûpêle, parek wêneê xudan, malbeta wî, heval-hogir û xebatkarê edebyetê û civakîne (weke 50 wêneyî). Wêda gelek dokûmênt, neme û nivîsarê ferz hene, ku xudan wana dide xebatê.

         Nivîskar gotye, Nûra qîza wî nivîsye. Ewê usa jî pirtûk amade kirye bona weşanê û pêşgotina wê nivîsye.

         Pirtûk pêşkêşî bîranîna apê wî – Hemîdê Serdar û herdu kurê wîye mezin Yaşa û Mîşa kirye.

         Berevok ji çend parane: “Gundê me”, “Ji dîroka gundê me”, “Malbeta me”, “Salê xwendkarya mine dûre dirêj…”, “Salê xebatê” (“Li mekteba Elegezê”, “Li radîoê”, “Li rêdaksîa rojnema “Rya teze”), “Sazkirina Şêwra rewşenbîrê Ermenîstanêye kurd”, “Kirina “êzdîê teze”, “Li meydana edebyetê”. Parek jî pêşkêşî şuxulkarê edebyeta meye navdar Ereb Şamîlov, Qaçaxê Mirad, Nado Maxmûdov, Mîkaêlê Reşîd, Şikoê Hesen û yêd mayîn kirye.

         Bîranînada nivîskar ne ku tenê derheqa xwe, malbeta xweda nivîsye, lê usa jî derheqa gundê xwe, dîroka wî, olka me ji sedsalya XIX-a girtî hetanî rojê me, hilketin-daketinê wê, tradîsîaê me, wê zulma giran, ku wî çaxî gundê kurdada hebû, zorbetya “xan û begê” sosîalîzmê, pirsê sosîalîê û yêd mayînda nivîsye. Bi saya vê berevokê xwendevan dikare pê bihese, wekî edebyet û çanda kurdê Ermenîstanê çawa pêşda hatine, çi çetinayî ser wê rê hebûne. Xudanê berevokê derheqa van yekada dinivîse çawa şede û tevbûyê wan qewmandina, lema jî gotin û nêrîna wî qîmetlîne.

         Dikarin vê berevokê dikana Yêrêvanêye firotana pirtûka (li Meydana rêspûblîkaê) û dikana li hewşa Mala Yekîtya nivîskarê Ermenîstanêda bikirin. Dikarin ewê usa jî malpera nivîskare şexsîda bixûnin (vêderê biguvêşe).

         Pirtûka bîranîna Emerîkê Serdare “Mukurî” gelekî kêrhatîye bona lênihêrandina çend pirs û problêmê edebyet, çand û jiyana kurdê Ermenîstanê wextê sovêtê û paşî dewrana sovêtê. Pirtûk bi saya wê yekê jî hêsa tê xwendinê, wekî ew ser parê biç’ûk hatye parevekirinê û her parek xweyê navekîye.

 

Nûrê SERDARYAN (Nûra Emerîk),

wergêr,

endama Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê. 

1 комментарий: BÎRANÎNÊ EMERÎKÊ SERDARE PIRQÎMET (“MUKURΔ, 2014)

  • Xaylaza Reşîd говорит:

    “Mukurî”, erê, mukuryê zarotyê, mukuryê rojên buhurî, mukuryê qencyê û xirabya wan sal û zemanê zelûlyê, ku faşîzmê, sovyêta berê kiribû bin zor û zulmeke giranda…Sal û demsal buhurîne, lê tu tişt nehatye bîrkirinê. Belê niviskarê mezin, mamûsta Emerîkê Serdar, her tişt zindîye, her tişt vaye dîyare, dîyara bi saya serê van zane, daneyên meye mezin, her tişt vaye ber çevane. “Mukurî” ya Emerîkê Serdar, bo min, niviîsareke here mezine, ez ewê bîranînê himberî bîranîn û nivîsarê dinyayêye here mezin dikim. Nûrê Xanim, ez usajî tera dinya wejeyê û edebyete kurdîda, serkeftinê dixazim, lê ez zanim, wekî şêr ji şêra peyde dibe, cawa miletê me dibeje, şêr şêre, çi jine, çi mêre. Bavê min, Reşîd Mîrzoêv, herdem xeberdida, derheqa şagirtekî xweyî pisporda, ew şa dibû, ku emekê mamûstaya wî deya neçûye, roda neçûye. Zev razîme Nûra xuşk, bo keda te, û bo keda apê Emerîkê.Silav û rêz, bo rêzdarê me Emerîkê Serdar, û dota wîye hêja, Nûrê xanimê…

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *