My Weblog: istanbul elektrikci paykasa satin al umraniye elektrikci uskudarda elektrikci umraniyede elektrikci film indir kadikoy elektrikci kagithane elektrikci beylikduzu elektrikci seyrantepe elektrikci alibeykoy elektrikci uskudar elektrikci umraniye elektrikci istanbul su tesisat tamiri sisli kombi tamiri sisli cilingirci

rusiya


XERÎBO

 

 

XERÎBO

  

                  Bekirê Teyo pîredê, jina bûkîn û kurê xweyî biç’ûk malda hîştin û çû ber şêr. Nemê wî û malê timê serhevda diçûn û dihatin. Ewî zanibû, wekî piştêda jî çetine, lê nemê jinêda tu gilîk derheqa wê yekêda tunebû. Jinê dinivîsî, wekî halê wan xweşe, kurê wan îdî mezin bûye, diçe mektebê. Bekir jî derheqa çetinayêd pêşenîêda nedinivîsî bona xema neke dilê neferê mala xweye biç’ûk, dildimî dida ber dilê wan, wekî şerê zûtirekê kutabe û ewê silametî vegere. “Wî çaxî, — ewî dinivîsî, — emê dîsa usa rind derbazkin, çawa berî şêr bû”.

         Ew du sal bû şer bû. Bekir çend cara sivik birîndar bûbû, lê derheqa wê yekêda tu gilîk malêra nenivîsî bû. Jinê jî nenivîsî bû, wekî nava wan herdu salada çi çetinayî dîtye, çi zelûlî kişandye, dya wî çûye rehmetê. Yek derheqa yekîda difikirî û çi qolê milê wan dihat dikir bona xemê hevdu bidne sivikkirinê. Lê xem sivik nîbûn, ewqasî wana ji hevdu vedişartin. Kur jî nemê biç’ûk bi destxetê ne ewqas bedew bavêra dinivîsî û hertim neme ha kuta dikir: “Tê kengê bêyî, em hîvya tene”.

         Caba bavê derengî nediket. “Tu aqilbe, mezinbe, gura dya xwe bike, kurê minî ezîz, bavê teê zûtirekê xwe wera bigihîne”. Kur dixwend û wî tirê bavî îdî rêye û çendekî şûnda wê bê bigihîje cî.

         Wextekê nemê Bekir hatine birînê. Jinê çiqas neme şandin, bê cab man. Nemê Bekir bûne me’sîê binê be’rê. Jin gelekî hîvîê ma, lê ne ya Bekir bû, ne jî nemê wî bûn. Nemê wî bûne qatî.

         Şer kuta bû. Kê sax’ mabû, ser mala xweda vegerya. Jinê tenê kax’azek stend, wekî mêrê wê – Bekirê Teyo şêrda bê ser-beratê unda bûye.

         Jinê tewqê xwe ji Bekir birî, te’rî-canya xwe da ser kur, mezin kir.

          

* * *

 

         Şerekî giranda Bekir birîndar bû. Her wextekê ç’evê xwe vekir, lênihêrî wê erdêye. Xwest rabe, lê şewişî, ket. Gele xûn unda kiribû, nikaribû pakî ser qedema bisekine. Erdê velezya, ma hetanî terî kete erdê. Ser zik xwe erdêra kaş kir, şûlikî, pêşda livya. Dûrva şênlikek dît. Zor cefakî gihîşte mala p’erê gund û dêrî xist. Kalekî ûkraîn derî lê vekir û gava pê hesya, wekî eskerê sore, bire hundur. Vêderê ew pê hesya, wekî faşîsta ew gund hildane, ordîa sovêtîê paşda vekişyaye.

         Çend roja wê mala ûkraînda ma, birîna wî k’ewîya, hevekî ser xweda hat. Şevekê jî xatirê xwe ji wê malê xerîbdost xwest û derket, berê xwe da rohilatê. Dixwest here pêşenîêra derbazbe, bigihîje eskerê me. Wê şevê hetanî sibê çû. Wan cya nenas bû, bi xwe jî nizanibû çawa here û kîderêra here. Xalifî û zûtirekê kete tora faşîsta. Birin kirin konslagêrê.

         Konslagêrêda ewî çi dît, bira serê wîbe…

         Bin derbê eskerê sorda faşîst paşda  vedikişyan, konslagêr jî diguhastin, berbi roavaêda dibirin.

         Şer kuta bû. Konslagêra wan kete destê eskerê emirkan. Kê sax’ mabû, aza kirin, lê nehîştin, wekî ew bigihîjne eskerê me. Hezar cure derew nava dîlê meda bela dikirin, giva kê vegere here, wê ese wan û jin, zarê wan sirgûnkin Sîbîrê.

         Bekir ji gotina wan bawer kir, tirsya, venegerya welatê xwe. Û wê rojêda destbi emrê wîyî gerokîê bû. Gelek welata gerya, lê nikaribû tu cîkî pakî bisitire. Bajarvanê tu welatekî nîbû û welat-welat digerya. Hetanî hat welatekîda binge girt.

         Ew çend sal bûn haj ji mala xwe tunebû, nizanibû dya wî, jina wî, kurê wî hene yanê na. Gele neme şandin, lê nemê wî gişk bê cab man. Fikirî, dibe tiştek hatye serê mala wî, lema caba wî nadin. Vê carê destpê kir neme cînarê xwera şandin. Dîsa tu cabek nestend. Bawer bikî hemû gundîê xwera neme şandin. Lê tu kesî caba wî neda. Wan merîê xwera jî nivîsî, ku gundê cînarda diman. Meh derbaz dibûn, lê cab bûbûne qatî.

         Wî çaxî dijminê welatê me dereweke teze ber xwe derxistin: giva ew merîê, ku dîl ketine, neferê mala wan sirgûn kirine.

         Bekir îdî lap tewqê xwe ji mala xwe birî. Zewicî. Sal derbaz bûn. Du qîz pey ketin. Bi zimanê cimeta wî welatî nikaribûn navê Bekir rast hildin. Lema navê wî jî guhastin. Jêra digotin Bagos. Bes nîbû, wekî ji weten merûm kirin, mal, jin, zarê wîye wetenda jê stendin, navê wî jî guhastin. Bekirê me bû Bagosê wan.

         Ne ku tenê wî welatîda, lê mala xweda jî Bekirî xerîb bû. Raste, ew pirî-hindikî hînî zimanê wî welatî bûbû, lê ne jinê, ne jî qîza zimanê wî nizanbûn. Û wî şeherîda ew tek-tenê bû.

         Dixwest zimanê xwe xeberda, lê kes tunebû pêra xeberda. Dihate malê – zimanekî xerîb dibihîst. Kela dilê wî radibû, derdikete kûç’ê. Tenê digerya û xwexwa xwera kurdî xeberdida. Ewqasî xeberdida, hetanî dilê wî rehet dibû, paşê vedigerya, dihate malê, serê xwe dadanî û sibê zû radibû diçû ser xebatê. Wede bere-bere hate guhastinê. Îdî kêm bux’dan davîtin welatê me.

         Evî halê han êpêceyî kişand. Rojekê jî palê hevalê wî rojneme dêstda nêzîkî wî bû.

         — Bagos, tu zanî, vê rojnemêda derheqa miletê teda nivîsîne, — ewî gote Bekir.

         — Hela bixûne û yek-yek minra bêje, çika çi nivîsîne, — Bekir jê hîvî kir.

         — Têda nivîsîne, wekî miletê teyî biç’ûk Tifaqa Sovêtîêda çiqasî pêşda çûye, kûltûra wî gulvedaye. Bi zimanê te rojneme çap dibe, bi radîoê xeber didin.

         — Gelo ez dikarim vêderê dengê radîoa wan bibihêm? – Bekir jê pirsî.

         — Raste, vêderê nenivîsîne, wekî ew xeberdan ser çi pêlê têne dayînê, lê cî û seheta wan xeberdana eyanin, — palê hevalê wî gotê. – Wexta merî bixweze, dikare bigre. Nha jî wede hatine guhastinê, mînanî berê bux’dana gelekî navêjin Tifaqa Sovêtîê. T’u kesê dengê xwe tera nake, wekî tu guh didî radîoa welatê xweyî wextekê, — pale bi eks gotê û bin ç’evara lênihêrî. Bekir serê xwe berjêr kir, tê derxist, wekî palê hevalê wî te’nekê çawa lêda. Mînanî zara soro-moro bû, dengê xwe nekir. – Herkê dixwezî, ezê komekê bidme te, wekî tu cîê wê radîoê bibînî.

         — Ez heyrana teme, çawa naxwazim? – Bekir ber zarî bû. – Wekî tu qencîke usa minra bikî, ez hetanî rojekê sax’ bim, rûbarê dinê bim, bîr nakim.

         Hema wê rojê jî ew û palê hevalê wî paşî kutabûna xebatê çûne dikanê, radîohidanokeke tranzîstor kirîn. Îdî Bekir nehat mala xwe, hevalê xwera tevayî çû mala wî. Çawa gihîştine cî, radîohildanok pêva kirin û cîê xeberdanêd kurdî geryan.

         — Çawa rojnemêda nivîsî bûn, nha wedê xeberdana kurdîye, — pale got û pêl guhast. Gerya, lê nedît. Dîsa pêl guhast. Her carekê ewî pêl diguhast, ç’îkekê davîte dilê Bekir. Gelekî lê geryan, xulese dengê kulfetekê, xeberne nas lê tesele bûn: “Yêrêvan xeber dide”.

         — Ax, ez heyrana wî zimanîme, — bû zarîna Bekir bi kurdî got û destê hevalê xwe zendêda girt. — Ez bextê teme, destê xwe nedê, me cî dîtye, — Bekir gotê.

         — De, ez te bimbarek dikim, — pale gotê. – Ez gumanim virhada tê timê guh bidî ser dengê radîoa rastîê, wekî bi zimanê te jî xeber dide.

         Wê rojêda nava emrê Bekirda qewmandineke mezin qewimî. Çawa ji xebatê dihat, qe nan jî nedixwar, dida tranzîstora xwe û diçû heywangê. Hetanî xeberdana bi zimanê kurdî xilaz nebûya, ji radîoê dûr nediket. Wî halîda tenê ew bû û tranzîstora wî bû. Radîoê ew welatê wîra dida girêdanê, bi zimanê wî xeber dida.

         Jina wî, qîzêd wî ser vê guhastina wî ecêbmayî mabûn û nizan bûn, wekî çi hatye serê wî, bi seheta ji radîoê dûr nakeve û xeberdaneke bi zimanekî nenas dibihê, xwe, dor-berê xwe, mala xwe, neferê xwe bîr dike û dibe qûlê wê xeberdanê.

         Wexta ev guhastina wî dîtin, hela menîê wê nehesya bûn, fikirîn, wekî dibe dîn bûye. Lê merîê ser hemd-hişê xwe wê herro usa bike? Ew ne gunekar bûn. Wana ne wetenê xwe unda kiribûn, ne jî miletê xwe, wekî karibûna Bekir û halê wî fem bikirana.

         Rojekê jinê jê pirsî:

         — Bagos, pê radîoê ew tu çi dibihêyî?

         — Ez dengê miletê xwe dibihêm, ez xeberdana bi zimanê xwe dibihêm, — Bekir caba wê da û hûrgilî jêra şirovekir, wekî çi çye.

         — Bibihê, bibihê, Bagos can, — jinê gotê. – Ez dikevim halê te, zef rind fem dikim, wekî ew xeberdan bona te çi hêjaye. Îdî virhada neçî heywangê nebihêyî. Ez zef zanim, hezar cure merî hene. Te lênihêrî yekî çû vayîsya te kir. Here bikeve otaxa biç’ûk, derî ser xwe dade, çiqasî dilê te dixweze bibihê.

         Lê dilê Bekir dixwest, wekî wê xeberdanê ne ku sehet nîvekê bikişanda, lê qet kuta nebûya, sibê hetanî êvarê xeberdana usa ber guhê wî bûya, xeberdana bi zimanê dê.

         Jinê, qîza serhatya wî bi hûrgilî zanibûn û gava derheqa qewmandina vê axirîêda jî pê hesyan, dha gelekî gunê xwe pê anîn, lê tiştek destê wan nedihat. Her teherî dixebitîn û dicedandin ber dilda bên, wê kulê ji dilê wî derxin, lê bêfeyde bû. Bihîstina radîoê jêra bûbû nanê rojê, bûbû hewa. Dikete otaxa biç’ûk, derî ser xwe digirt û destpêbûna xeberdanêda hetanî kutasîê ji radîoê dûr nediket. Cix’are ser cix’arê dikişand, dibihîst û axînê kûr radihîştin, ç’evê wî tijî hêsir dibûn.

         Bekir nava wê xeberdanêda ne ku tenê zimanê xweyî dê dibihîst, lê usa jî gundê wî, mala wî, dayîka wîye pîr, jina wî, kurê wî dihatine ber ç’eva. Û ç’evê xwe digirt, bi fikrê difirî gundê xwe, mala xwe. Her tişt usa didît, çawa ku hîştibû, jê dûrketibû. Wî tirê dya wî dîsa usa pîre, jina wî bûkîne, kurê wî jî biç’ûke, çimkî ew usa fikra wîda mabûn.

         Xeberdan kuta dibû. Bekir ç’evê xwe vedikirin, ji xiyala vedigerya dinya rêal. Axîneke kûr radihîşt, tu wexta pêl nediguhast, radîo ditemirand, destê xwe dida ber enya xwe difikirî.

         — Bagos can, xeberdan kuta bû? – jinê derî vedikir, jê dipirsî. Dihat kêlekê rûdinişt, destê xwe stura dibir. Herdu êpêce wext ker’ rûdiniştin. Paşê radibûn, ji otaxê derdiketin, diçûn. Eger qîze malbûna, pêşya bavêda dihatin, xwe stûê wîva darda dikirin, pê şadibûn. Lê xema dilê bavê gihîştibû wan jî, ew yek hetanî nava şabûna wanda jî dihate kivşê.

         Bekir jî tex’mîn dikir, wekî van axirya berbirîbûna jinê, qîzêd wî berbi wî gelekî hatye guhastinê. Dha dilovanin, bona wî dha xemxurin. Gumaneke biç’ûk kete dilê Bekir. Carekê-duda gilî ber jinêra avît. Lê jinê xwe kerî danî. Bekir gelekî fikirî, rokir-pîva û qirar kir carekê jinêra eşkere xeberde.

         Wê rojê jî, gava mînanî hercar xeberdan kuta bû, jin derda hat û kêlekê rûnişt. Bekir vegerya ser jinê, zûr bû ç’evê wê nihêrî. Evê tê derxist, wekî mêr dixwaze jêra gilîkî bêje.

         — Hi, Bagos can, nebî tu dixwazî minra tiştekî bêjî? – jinê jê pirsî.

         Bekir serê xwe kire ber xwe û xwe ker’ kir.

         — Bêje, bêje, Bagos can, — jinê gotê. – Lê wekî tu minra nebêjî, tê îdî kêra bêjî? Ne em hevalê heve emirin, gotî gilîê xwe ji hevdu veneşêrin.

         — Gura min dikî, were em destê zarê xwe bigrin, herin wetenê min, — Bekir gote jinê. – Ez ditirsim vira bimrim, wetenê xwe, miletê xwe nebînim û ew kul minra here gorê.

         Jinê serê xwe kire ber xwe, destê xwe ji ser milê wî hilda û xêleke xurt xwe ker’ kir. Bengzê wêra dihate kivşê, wekî gilîê mêr lê xweş nehatin. Medekirî vegerya ser mêr.

         — Dêmek, te dixwest eva yeka minra bigota? – jinê jê pirsî.

         — Erê, — Bekir gotê. – Eva fikra zûda tabetîê nade min, lê min îro qirar kir derheqa wê yekêda tera bêjim. Wêderê ezê we mînanî ronaya ç’evê xwe xweykim. Tu nizanî, ê, wetenê min çiqas xweşe! Ç’ya-banîê wî, merg-çîmanê wî, tebyeta wî hikyatîne. Merî lê azane, tirs-xofa roja sibê dilê wanda tune. Em wêderê xwera bixebitin, gulkîmî derbaz bikin, bira zarê me jî xwera hîn bin. Kî zane, dibe birê wan jî hebe. Nha mezin bûye. Wê çi xirabbe, wekî xûşk û bira bigihîjne hevdu?

         — Na, Bagos can, em nikarin herin, — jinê kese gotê.

         — Çima? Çima em nikarin herin? — Bekir hevekî bi hêrs jê pirsî.

         — Ne axir tu dîl ketî, — jinê navbirî da xeberdana wî. – Tu ku herî wêderê, wê pêra-pêra te bigrin sirgûn bikin.

         — Ew gişk vir-derewin, — Bekir bi hêrs gotê. – Tiştê usa tunebûye û tune. Ez nha rind pêhesyame, wekî dijminê wetenê min wextêda ew bux’dan davîtne welatê min, qestîka vir-derew bela dikirin, wekî em venegerin, neçin. Belkî mala bux’danbêja xirabbe, wekî bûn sebebê vê hêsîrya min.

         — Wekî hêsîrîêdanî, — jinê bi xeyd gotê, — tu nha jî dikarî herî, lê ez û qîzê xwe nikarin bên. Dibe jina te, kurê te nha hebin. Dikarî herî bigihîjî wana.

         — Ezê biçûma, — Bekir bi hêrs gotê, — lê destê min we nabe. Ez dixwazim em tevayî herin. Sed selefî bawerbe, wekî poşmanbûna teê tunebe. Min çiqas neme şandine, gişk bê cab mane. Kî zane, gelo nha dya min, jina min, kurê min hene yanê na. Ya dya min çetin ewê hetanî nha emir kiribe, kula min nha ew zû gîhandye devê gorê. Jina min jî hebe, xwe hetanî nha hîvya min nesekinye, îlahî, gava tu deng-hisê min tune. Hebe jî nha mêr kirye. Ez bawer nakim, wekî kurê min nha hebe. Wan salêd çetin, wan salêd giranda kî zane çi hatye serê wan. Xwezil hebûna, derdê min çi bû, — ser van gilîê kutasîê Bekir kesereke kûr rahişt û serê xwe kire ber xwe.

         — Na, na, Bagos can, ber xwe nekeve, xwera xema neke, ne ez, ne jî zaro nikarin bên, — xeyda pêşîê îdî nava xeberdana jinêda tunebû. – Em vira hatine dinê, mezin bûne, dê-bavê min, merîê min, heval-hogirê min virin, ez nikarim terka wan bidim, bêm. Ez rya te jî nagrim, dixwezî here, lê em tera naên.

         — Ezê çawa we vira bihêlim û herim? — Bekir gotê. – Bes nîne, wekî min carekê dya xwe, jina xwe, kurê xwe hîşt, dilkê xwe kerî kir, kerîk wir hîşt, nha jî we, kerê dilkê xweyî mayîn vêderê bihêlim? Ez nikarim we vira bihêlim, tenê lêdim herim. Min digo, werin em tevayî herin, lê wexta tu û zaro wê yekê naxwazin, gunê min stûê we, ez tenê tu cyada naçim. Ne ew yaşê mine.

         — Dêmek, wekî tu cahil bûyayî, teê em bihîştana biçûyayî, — jinê bi ken gotê.

         Bekir îdî caba wê neda, rabû radîo danî cîê wêyî hergav, serê xwe kire ber xwe, dêrîva derket çû.

         Jin tenê otaxêda ma. Qîz hatine dorê û dîtin, wekî kêfa dya wan tune. Jê pirsîn çi bûye, çi qewimye, wekî kêfa wê tune. Dê nexwest wanra bêje, lê wana heyba wê birin hetanî pê dane gotinê. Qîz jî ser sozê dê bûn, qayîl nîbûn, wekî herin.

         Bekir wê şeherê mezinda tenê gelekî gerya. Ketibû nava be’ra mitala û nikaribû xwera ç’arek bidîta. Dixwest rastî merivekî usa bê, ku karibe derd-kulê xwe jêra gilîke, wekî qe na hevekî dilê wî rehetbe. Lê wî şeherê xerîbda nasê wîye usa tunebûn. Ew palê hevalê wî kete bîrê. Berê xwe da mala wî, çû.

         Palê hevalê wî gelekî şabû, wekî Bekir derî lê vekir, hat. Rûniştin, xwera xeberdan. Pale tex’mîn kir, wekî menîke hatina Bekir heye. Û gava gilî hate ser wê yekê, Bekir xeberdana xwe û jinêye wê rojê jêra gilî kir. Pale ber dilda hat, da bawerkirinê, wekî jin jî ne gunekare, vira bûye, mezin bûye, hêsa nîne rabe carekêra tewqê xwe ji her tiştî bibire û lêde here welatekî nenas.

         — A, divînî, wexta guh didî gilîê dijmina, dikarî bikevî çi halî, — pale gotê. – Wî çaxî, wekî te ew vir-derew, bux’danê wan bendî tiştekî hesab nekirana, xwe tu nedigihîştî vê roje. Kengê dijmin qencya merya dixwezin? Îdî çi bûye, derbaz bûye, tu gotî vî halê xwera qayîlbî. Raste, çetine, lê tu ç’areke mayîn tune. Ez nikarim bikevim ber gunê te, eger dikarî terka jin, zarê xwe bidî, lêde here, yanê jî gotî wana bînî ser rya xwe.

         — Ne dikarim terka wan bidim, ne jî ew minra tên, — Bekir bi dengekî nerm gotê.

         — Wî çaxî îdî xwe nezêrîne, — pale gotê. – Nabe, nabe, çi bikî? Ez fem dikim, merîyî, carna dilê te tijî dibe, dixwezî yekîra xeberdî, yekî bişêwirî. Keremke, derê mala min hertim ber te vekirye, ez jî hertim hazirim, çi ku ji destê min tê, bikim bona komekê bidme te. Qe venekişe, çi gava dilê te dixweze, dikarî bêyî.

         Bekir razîbûna xwe daê, xatirê xwe jê xwest û derket. Dîsa şeherda êpêceyî gerya, êvarê dereng vegerya hate malê. Qîzê wî îdî raza bûn. Jin jî ketibû nava cya, lê hela ranezabû. Bekir kere-ker kincê xwe êxistin û kete nava cya. Wê şevê hetanî sibê xew nekete ç’eva. Xemê giran xew lê teqisandin, çiqas jî difikirî, xwera tu rêk nedidît. Sibê zû hela jina wî, qîzê wî razayî bûn, rabû bi ç’evê xewixî ji malê derket, berê xwe da cîê xebata xwe.

         Çendekî şûnda ewî dîsa ew gilî anî ortê. Lê jin û qîzêd wî qîtê sekinîn, na ku na, em nikarin herin, em naçin û tu jî gotî wê fikrê serê xwe derxî.

         Paşî wê yekê Bekir îdî ew xeberdan pêşda neanî, çimkî zanibû şuxulekî boşî-betale, nikare jinê û qîza bîne ser gilîê xwe.

         Dîsa Bekir û radîoa wî man. Bîna ber wî her tenê radîo bû, paşê jî palê hevalê wî bû. Evê te timê Bekir dipirsî, ber dilda dihat.

         Qama Bekir îdî tenê sehet nîva xeberdanê kurdî nehat. Magnîtofonek jî kirî û xeberdan, kilamêd kurdî ser qeytana wê nivîsîn. Rojê rehetîê kêm cyada diçû, dikete otaxa biç’ûk, magnîtofona xwe pêva dikir, dibihîst. Ewqas kilam û xeberdan ser qeytanê nivîsîbûn, wekî temamya terekeke digirtin. Dewlemendtya wîye ruhanîê ew qeytanê xeberdan û kilama bûn. Û çawa miqatî wan dibû! Jinê û qîza tu cara destê xwe nedidane wan qeytana, rind miqatî wan dibûn, çimkî zanibûn, wekî ruhê Bekir nava wandane.

         Gele cara, çawa xeberdana radîoê kuta dibû, Bekir magnîtofona xwe pêva dikir û ew kilam, sazbendî û xeberdana, ku teze bihîstibû û ser qeytanê nivîsî bû, careke mayîn hetanî kutasîê dibihîst. Çi bikira, qama wî nedihat, ruhê ber wî ew bûn.

         Carekê, wextê xeberdana kurdî, bîrde radîoa wî xirab bû. Bekir tevîhev bû, xwe unda kir, çiqasî çerçirî, tişt jê derneket. Jin û qîz jî hatin, wana jî serederî jê dernexistin.

         — Hilde, bibe cem hosta, bira çêke, — jinê gotê.

         — Hetanî bibim cem hosta, bidme çêkirinê, xeberdanê kuta bibe, — Bekir gotê. – Ev bêxweyî jî hema gotî nha xirab bibûya?

         Jin ber dilda hat, lê beşera Bekir xweş nebû û ew ji radîoê dûr neket, pêda ket hetanî wedê xeberdana kurdî kuta bû. Bekir wê rojê ew xeberdan nebihîst û wî tirê wê rojê ewî tiştekî lapî baha, tiştekî usa unda kirye, wekî tu cara dewsê naê derxistinê.

         Hema wê êvarê jî radîo hilda, bir cem hostê. Hetanî neda çêkirinê, venegerya malê. “Bona careke mayîn ecêbeke usa neê serê min, — Bekir fikirî, — ez gotî radîoke dinê jî bikirim. Wexta yek xirabbe, ez ya mayîn bidme xebatê”.

         Rojtira mayîn Bekir çû dikanê û radîohildanokeke tranzîstore teze jî kirî, anî malê. Jinê dît, hevekî medê xwe kir, lê dengê xwe nekir.

         — Raste, min êpêce pere xerckirin, lê tişt nake, — Bekir gote jinê. – Careke mayîn, wexta yek xirab bibe, ezê ya mayîn bidme xebatê û zimanê xweyî dê bibihêm.

         — Ez çiqas zanim, — jinê gotê, — pere cem te tunebûn. Te pere ku anîn?

         — Min palê hevalê xwe deyn kir, — Bekir caba wê da. – Wexta aylixê bistînim, ezê deynê wî bidmê. Nha ew dewa deynê xwe nake. Go kengê pere ketne destê te, wî çaxî jî bide. Raste, halê wî jî ne tu hale, lê camêre. Bi tex’mîna min, pere cem wî jî tunebûn, çû cîkî mayîn deynkir.

         Jinê îdî deng nekir, serê xwe kire ber xwe, çû otaxa mayîn. Bekir ev radîohildanoka teze danî kêleka ya berê û magnîtofonê.

          

* * *

 

         Rojekê jî Bekir mînanî hergav seheta kivşkirîda radîohildanoka xwe pêva kir û guh da xeberdana kurdî. Êpêceyî bihîst. Kilam kuta bûn. Dîktorê elam kir:

         — Nha ber mîkrofona meye xebatçîê ulmîyî sere Avasê Bekir.

         Şikeke mezin kete dilê Bekir.

         — Navê kurê min Avas bû. Dive Avasê mine? – Bekir xwexwa ji xwe pirsî. Xwest guh bide xeberdana wî, lê tişt jê derneket, çimkî fikra wî cîkî mayîn bû.

         — Bi hezara merî nava meda hene, wekî navê wan Avase? – Bekir xwexwa jî caba pirsa xwe da.

         Tabetî îdî nediketê, dikir-nedikir, ew fikir ji sêrî dernediket.

         — Ne axir ewê got “Avasê Bekir”. Dêmek, him nav, him jî navê bavê hev digrin. Dive Avasê mine? Nava meda zef kêm diqewime, wekî nav û navê bavê ha hev bigrin, — Bekir difikirî.

         Bekirî nava van xiyalada bû û îdî nikaribû guh bida xeberdana radîoê. Lê Avas îdî xeberdana xwe kuta kiribû û dengê kilama kurdî wê otaxêda perwaz dida: “Ax, bavo, bavo…”

         Xebera “bavo” Bekir tesele bû û ew ji be’ra xem-xiyala derket. Wexta ew xeber dîsa hate wekilandinê, sizîke sar canê wîra çû.

         — Ya! – ewî bê hemdî xwe bilind got. Jinê bihîst û derî vekir.

         — Te çi got, Bagos? – jinê jê pirsî.

         Bekir pirskirina wê nebihîst. Jinê ducar kir.

         — Min tişt negotye, — Bekir bi peşmûrde gotê.

         — Dengê te hat. Min tirê gazî min dikî yanê tiştekî dipirsî, — jinê got, hevekî sekinî, lê gava dît, wekî kêfa mêr xeberdanê tune, dêrîva derket, çû.

         Xeberdana kurdî zûda kuta bûbû, lê Bekir ew yek tex’mîn nekiribû û radîohildanok netemirandibû. Xeberê zimanekî nenas otaxêda bela dibûn. Bekir her tişt bîr kiribû, tenê û tenê derheqa wê elametya dîktorêda difikirî.

         — Kê zane, kare biqewime Avasê mine, — eva îdî cara çendik-çenda bû ev cumle diwekiland.

         — Lê wekî Avasê min heye, mezin bûye, çira t’u kesî caba nemê min nedida û nedigot, wekî kurê min heye, — xwexwa jî gotina xweye pêşîê înkar dikir.

         — Wekî Avasê mine, dêmek, nha sîûpênc salîye, — Bekir xwera hesab dikir. – Dengê wî jî dengê cahila bû û tê bêjî mînanî dengê Avasê min bû. Ka Xwedê keremeke usa minra bikra… Ê, ê, dildimya didime ber dilê xwe. Wan salê çetin, wan salê giran kî zane çi hatye serê Avasê min? Avasê min… Wekî hebe jî, gelo îzna min heye ez bêjim “Avasê min”, gava min ne ew xweyî kirye, ne mezin kirye?.. Avasê min, ezîzê min! – Bekir got û bi herdu desta serê xwe girt, berjêr kir. Çend hêsir rijyane ser pola…

         Bekir ketibû nava halekî usa, wekî ne dikaribû tam înkar bikra, ne jî tam îzbat bikra. Şikê ruhê wî vedrût û tabetî nedidaê.

         Derheqa vê yekêda ne jinê, ne jî qîzê xwera negot. Wê şevê xew nekete ç’eva, derheqa vê yekêda difikirî û dixwest caba rast bistîne. Lê kê wê caba rast bidaê? Fikirî çawa bike, wekî rast pê bihese, çika ewê xeberda kurê wî bû yanê na. Derheqa vê yekêda gelekî fikirî û nişkêva palê hevalê wî kete bîrê.

         — Ezê ese lê bişêwirim, çika çi rê nîşanî min dide, — Bekir dilê xweda got û xwest raze. Lê xew dikete ç’eva?

         Sibê zû rabû çû xebatê. Palê hevalê xwe dît û derheqa vê yekêda jêra gilî kir.

         — Şika min heye, — Bekir gotê. – Dibe Avasê minbe.

         — De wekî şik dilê teda heye, — palê hevalê wî gotê, — were em ser navê radîoa Yêrêvanê nemekê binivîsin û bira derheqa wî xortîda bi hûrgilî mera binivîsin. Wî çaxî wê bê kivşê, çika ew xort kurê teye yanê na.

         Usa jî qirar kirin.

         Hilbet, Bekir dikaribû bi xwe neme binivîse, lê qestîka nenivîsî.

         — Kî zane, hezar gilî-gotinêd dinyaê hene, her tişt dikare biqewime, — ew fikirî. – Bira wira tu kes nizanbe, wekî min neme şandye.

         Û hîvî palê hevalê xwe kir, wekî ew nemê bi zimanê xwe binivîse. Pale nemêda hîvî kir, wekî derheqa wî xortîda bi hûrgilî binivîsin, kengê, kîderê bûye, navê dê-bavê, kalkê, xûşk-bira, qewm-pismamêd wîye nêzîk çine, dê-bavê wî hene yanê na. Û kutasîêda hîvî kir, wekî çiqasî dikarin zû cabê bidin. “Yekî vira xeberdana wîye filan rojêye bi radîoê bihîstye û şikbere: dikare biqewime ew qewmê wîyî nêzîke, — pale kutasya nemêda nivîsî. – Lema jî ez hîvî dikim, wekî hûn yeko-yeko û zû caba min bidin. Bi qedirgirtina, Bagos”.

         Bekir û palê hevalê wî hev şêwirîn û hatine ser wê fikrê, wekî dha rind dibe bira caba nemê ser adrêsa mala pale bê.

         — Paşî xeberdana meye wê rojê, — Bekir got, — dibe kulfeta min tiştekî mayîn bibe dilê xwe. Bira qe pê nizanibe, wekî min nemeke ha şandye…

         Neme şandin. Tabetya Bekir jî pêra çû. Her sibe dihat hevalê xwe dipirsî, gelo cab nehatye. Û wexta hevalê wî digotê, wekî hela tu cab tune, ber xwe diket.

         — Gelo çira wa derengî ket? – Bekir dipirsî.

         — Mala te avabe, çi merîkî bêsebrî, — pale digotê. – Eva çendeke me şandye, nha ancax gihîştye cî. Qe berxwe nekeve, emê zûtirekê cabê bistînin. Borcîê stûê minbe, çawa min cab stend, hizdikî nîvê şevêbe jî, ezê hildim bînim, tera bixûnim.

         Bekir îdî ji palê hevalê xwe nedipirsî, her tenê ç’evê wî dinihêrî. Pale serê xwe dihejand, Bekir fem dikir, wekî hela cab tune. Û xweda dişewitî. Hevalê wî ev yek didît û timê ber dilda dihat. Bekir dîsa mînanî berê radîo dibihîst, difikirî, wekî dibe pê radîoê caba wî bidin. Lê tu cab tunebû.

         Rojekê jî Bekir xebata xwe kuta kir, vegerya malê. Jina wî, qîzê wî malda hîvîê bûn, wekî tev şîvê bixun. Teze gihîştibû cî, serç’evê xwe şûştibû û dixwest tev jin, zarê xwe rûnê nan bixwe, gava palê hevalê wî derî lê vekir.

         Bekir bê hemdî xwe ji cîê xwe rabû, berbi wî çû.

         — Ç’evê te ronî, — pale gotê, — me cab stendye.

         Çokê Bekir binda sist bûn, ancax pêra gîhand ser kursî rûnişt. Ewqasî tevîhev bû, wekî bîrkir hevalê xwe teglîfke, ku ew jî rûnê. Reng lê çûbû, dest lê dilerizîn, zarê wî hatibû girtinê, zûr bûbû hevalê xwe dinihêrî. Dilkê wî usa zû-zû lêdida, wekî wî tirê eve bê biteqe.

         Pale kursîk hilda û rûnişt. Dest bire cêba xwe, pakêtek derxist. Bin ç’evara Bekir dinihêrî. Evê te lap spîç’olkî bûbû, sekinî bû.

         Jina wî, qîzê wî sekinî bûn, nema destê pale dinihêrîn û tu tiştek fem nedikirin, hey ç’evê hev dinihêrîn, hey wana dinihêrîn. Pale xwe egle dikir, tê bêjî nedixwest ber wan nemê bixûne. Lê ewî îdî bê hemdî xwe neme cêba xwe derxistibû û wana dîtibû. Teze poşman bûbû, wekî çira usa kirye, lê îdî her tişt derbaz bûbû.

         — Ez bextê teme, de zû bixûne, — ev xeber ancax ji devê Bekir hatine bihîstinê.

         Pale tê derxist, wekî Bekir qayîle nemê ber jina wî, qîzê wî bixûnin. Ewî neme vekir û bi dengekî lerizok xwend.

         “Bagosê hurmetlî!

         Me nema te da Avasê Bekir, wekî ew bi xwe caba we bide. Nema wî tevî vî kax’azî em wera dişînin. Em wera açixya û bextewarîê dixwezin”.

         Pale eva kax’azê han xwend, qat kir, da alîkî, kax’azê mayîn hilda, xwend.

         “Bagosê qedirgir!

         Navê min Avase. Navê bavê min Bekir bû, navê dya min Çîlê bû, navê kalikê min Teyo bû, navê pîrka min Nenê bû. Ez sîûpênc salîme. Gundê Ermenîstana Sovêtîêyî Serkanîêda hatime dinê. Bavê min çûye ber şêr, venegeryaye. Pîrka min û dya min çûne rehmetê. Nha kandîdatê ulmame, înstîtûteke ulm-îzgerîêda dixebitim çawa xebatçîê ulmîyî sere. Zewicîme. Du zarê min hene: kurek û qîzek. Ez xwexwa Yêrêvanêda dimînim. Adrêsa mala min ser pakêtê heye. Dibe pirsê weye mayîn hebin, keremkin, bi wê adrêsê bişînin, ezê bi hizkirin caba we bidim.

         Çiqas ez zanim, merîê min welatê derekeda tunene. Gelo nedibû, wekî we jî çend gilî derheqa xweda binivîsya û çira hûn ser wê fikrêne, wekî ez merîê weme. Hilbet, hûnê bibaxşînin, lê minra jî hewaskare, wekî zanibim.

         Bi qedirgirtinê kûr, Avasê Bekir”.

         — Ewe, Avasê mine! — Bekir bê hemdî xwe kire zarîn. – Avasê mine, ezîzê mine!

         Ji cî rabû, berbi palê hevalê xwe çû. Kax’az ji dêst hilda, lênihêrî. Dest lê diricifîn, kax’az usa dihejya, te tirê qestîka badike. Kax’az hilda, hat cîê xweda rûnişt.

         — De, ç’evê te ronî, — pale gotê û hat kêlekê rûnişt. – Mirazê te hate sêrî, te kurê xwe dît.

         — Erê, Avasê mine, şikir Avasê min heye, mezin bûye, — Bekir xwera digot û çetin bîna xwe dikişand, te tirê gelekî revye, bîn lê ç’ikyaye. – Bûye xweymal, xweyhal. Bavê te kor bûye, lao, hatye ketye welatê derekeda, kurê xweyî taê-tenê nabîne.

         Jinê û qîza jî hatin ew paç’ kirin, bimbarek kirin û kêlekê rûniştin.

         — Rastîê jî, kesekî wî welatê derekeda tune, — Bekir vegerya ser pale gotê. – Wekî bavê wî bûma, gotî nha cem wî bûma. Bi fikra wî bavê wî şêrda hatye kuştinê. Xwezil usa bûya.

         Dê ç’ev kire qîza, rabûn û destpêkirin texte hazir kirin. Bekir serê xwe kiribû ber xwe. Palê hevalê wî xeber dida. Nişkêva Bekir ser alîkîda xar bû.

         — Wax, — ewî got û ser kêlekê çû. Pale ancax pêra gîhand û nehîşt, wekî erdêkeve.

         — Çi bû, Bagos can? – ewî gotê. Lê deng ji Bekir nedihat. Ç’ev lê diqulibîn. Jinê û qîza jî xwe pêra gîhandin, nav hevra kirin, birin danîn ser kerevatê. Reng lê çûbû, spîç’olekî bûbû, carna ç’evê xwe vedikirin, lê pêra-pêra diqulibîn. Ç’evê wî şêlû bûbûn, xubareke sar xwe avîtibû dev-lêva. Pale zenda wî girt.

         — Tamara yê xûnê qe lênade, — ewî got. – Zûbikin doxtir bînin.

         Qîza kinc xwekirin û dêrîva derketin.

         Bekir ser kerevatê pal dabû. Sîngê wî neysî hildihat, dadihat. Jin ber sêrî rûniştibû, dezmalek şilkiribû, dabû ser enîê. Zenda wî destê palêda bû. Nişkêva ç’evê xwe vekir.

         — Şikir… Avasê… min heye…Ê, qurbana kurê xweme, — Bekir bi kurdî got û careke mayîn ç’evê wî qulibîn. Bû îskînya wî.

         — Çi got? – pale ji jina Bekir pirsî.

         — Min fem nekir, — jinê caba wî da. – Ewî bi zimanê xwe tiştek got, lê nizanim çi got, — û vegerya ser Bekir.

         — Bagos, Bagos can!

         Lê deng-hes ji Bekir nedihat.

         Hetanî doxtir hat, Bekir îdî tex’dîr dabû.

         — Înfarktê lêdaye, — paşî lênihêrandinê doxtir got, kumê xwe da serê xwe, qutya dû-dermana hilda, derket çû.

s. 1976-a

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>