My Weblog: istanbul elektrikci paykasa satin al umraniye elektrikci uskudarda elektrikci umraniyede elektrikci film indir kadikoy elektrikci kagithane elektrikci beylikduzu elektrikci seyrantepe elektrikci alibeykoy elektrikci uskudar elektrikci umraniye elektrikci istanbul su tesisat tamiri sisli kombi tamiri sisli cilingirci

rusiya


HISRETA EMIR

 

 

HISRETA EMIR

 

          Misto gunekarîke mezin dike. Padşa jêra gune derdixe, wekî darax’acêxin.

 Ew roj tê, gava qirarê gotî bînine sêrî. Sibê şebeqê telal nava şeher dikevin, dikine gazî, wekî îro meydanêda Mistoê gunekar wê darax’acêxin. Sibêda cimeta şeher bere-bere meydanêda top dibe. Misto herdu destê wî piştêva girêdayî ji kelê derdixin, tînine ber darax’acê. Celat cîê xweda hip-hazir disekinin. Wexta qazî mehkema wî bi dengekî bilind dixûne, meydanêda her tişt diseqire, tu deng-hisek naê bihîstinê. Mehkemê dixûne kuta dike. Çawa edet bû, gotî jê bipirsyana, wekî xwestina wîye kutasîê çye.

         — Gunekar, xênji emir tu çi dixwazî? — padşa jê dipirse û zûr dibe lê dinihêre.

         Misto xortekî cahilî bedewe, padşê xweş tê. Raste, xortekî bedewî xûnşîrine, huba wî difire dilê padşê, lê gunekarîke usa kirye, wekî bi tu tiştî naê efûkirinê, lema jî gotî cezaê xwe bistîne.

         Gava dikeve bîrê, wekî ewî çi gunekarî kirye, padşê mirûzê xwe dike, berê xwe jê diguhêze, tizbîê destê xweva mijûl dibe.

         Misto hêdî dizivire, pêşîê dîna xwe dide celata, bi mukur ç’yaê dûr dinihêre, tê bêjî dêrî dibe, disekine, xêleke xurt xwe ker dike û ç’ya dinihêre. Paşê tê bêjî ser hişê xweda tê, berê xwe padşêda dike, temene dibe, bi dengekî zelûlî dibêje:

         — Padşayî saxbe, — hizingeke kûr radihêle, — hergê îzn heye, bira hevt darax’acê dinê jî çêkin. — Xwe ker dike, serê xwe berjêr dike. Êmekî kin pêşberî xwe dinihêre, careke mayîn serê xwe hildibire, alîê padşê dinihêre û dûmayê dide gilîê xwe. — Eve xwestina mine kutasîê.

         Padşa şaşmayî cimetê dinihêre. Xurtoşeke biç’ûk dikeve meydanê. Çawa padşa, usa jî merîê meydanêda berevbûyî hîvîê bûn, wekî Misto tiştekî mezin bixweze. Lê radibe dewa hevt darax’acê dinê dike. Çira yek têra wî nake?

         Bona qedrê xwe ber cimetêda bide bilindkirinê padşa giran-giran dibêje: «Îzn heye, çira tune?» û vedigere ser xulam-xizmetkarê xwe, emir dike hevt darax’acê dinê jî çêkin.

         Pêra-pêra diçin, dara tînin. Xêlekê şûnda hevt darax’acê dinê jî çêdikin, kuta dikin, alîkî disekinin.

         Hetanî ew darax’aca çêdikin, Misto zûr dibe, bi ç’evekî hisret ç’yaê dûr dinihêre, qe carekê alîê xulam-xizmetkara nanihêre, guh nade ser çêkirina darax’aca. Tê bêjî bi xwestina wî nîbûye, wekî wana çêdikin. Dha rast çêkirin-neçêkirina wan bona wî yek bû, ew mukurîê ç’yaê xwe bû û dixwest dema emrê xweye kutasîê têr wan ç’ya binihêre.

         Padşa dibîne, wekî Misto dêrî bûye, alîê ç’yaê dûr dinihêre, qe talaşa wî nîne darax’aca çêdikin, çênakin. Ser vê yekê ecêbmayî dimîne, lê nade kivşê, bi dengekî dinê dibêjê:

         — Kuro, lao, çawa dilê te dixwest, xulam-xizmetkarê min hevt darax’acê dinê jî çêkirin, kuta kirin, dêmek, me xwestina teye kutasîê anî sêrî.

         Gava dengê padşê dikeve guhê Misto, cî vediciniqe, hevekî peşmûrde dibe û bi dengekî kesirî dibêje padşê:

         — Belê, padşayî saxbe, xwestina mine kutasîê anîne sêrî, — hevekî xwe ker dike, paşê serda zêde dike: — Ez zef razîme, Xwedê duaçîê tebe, — û hêdî ber xweda dibêje: — Lê gelo xwestina mine kutasîê ev bû?

         Meydanêda her tişt diseqire, vizîna mêşê tê bihîstinê. Padşa jî dengê xwe nake, zûr dibe Misto dinihêre. Celat ç’evê padşê dinihêrin, çika çi hukum dike. Lê tê bêjî padşê her tişt bîr kiribû û Misto dinihêre. Ç’evê gişka li Mistoye. Lê evê te bi gavêd sist, bi hemdî xwe, hêdî-hêdî diçe, ber her darax’acekê disekine, rind dîna xwe didê, temene dibe, paşê berbi ya mayîn diçe. Xulese, ber her hevt darax’aca vî cûreyî dike. Kutasîê diçe ber darax’aca pêşîê çêkirî disekine. Careke mayîn bi hisret cimeta berevbûyî dinihêre, dîna xwe dide ç’ya-banîê dûr, kesereke kûr radihêle.

         — Celatê padşê, — Misto vedigere alîê wan, — hûn dikarin destbi şuxulê xwe bikin. Ez îdî hazirim.

         Celat alîê qazî dinihêrin. Evê te pê ç’eva didine femkirinê, wekî destpê bikin. Celat bi gavêd çapik nêzîk dibin. Axîneke kûr dikeve nava cimetê. Hinek xwe zevt nakin, digrîn. Lê Misto pişta xwe celatada dike, ç’yaê dûr dinihêre.

         Wê demê padşa destê xwe hildibire, celata dide seknandinê, dibêje Misto:

         — Kuro, lao, hela minra bêje, wekî tê bihatayî ber vê darax’aca berê çêkirî bisekinyayî û teê bixwesta wê darêda bêy dardakirinê, îdî çira te dixwest hevt darax’acê dinê jî çêkin? Tu dikarî sura vê yekê minra bêjî?

         Misto xêlekê xwe ker dike, vedigere dîsa bi hisret ç’yaê dûr dinihêre, kesereke kûr radihêle û dibêje:

         — Padşayî saxbe, dikarim, çira nikarim. Ezê nha bêjim, çima min usa kir. Tu jî zanî ruhî şîrine. Her yek dixweze gelekî emir bike. Merî ji hisreta emir têr nabe. Min ew yek xwest bona qe na êmekî emirê xwe dirêjkim, hevekî jî zêde dinya ronik, ç’yaê xweye hizkirî bivînim. Padşayî saxbe, sur nava hisreta emirdane.

         Misto ha dibêje, xwe ker dike, ç’eva fire dike, bi hisreta kutasîê, bi kesereke kûr vedigere çaralîê xwe dinihêre. Ji nava cimetê dha gelek dengê axe-axê, ofe-ofê têne bihîstinê. Jin ber xwe nadin, digrîn. Hinek bi dengekî bilind dikine gazî:

         — Emrê wî bibaxşîninê…

         — Guneye, cahile, bibaxşîninê…

         — Azakin boy navê Xwedê…

         Gişk padşê dinihêrin. Padşa giran-giran ji cîê xwe radibe, destê xweyî rastê hildibire. Pêra-pêra meydanêda her tişt diseqire.

         — Gelî cimeta min, — padşa giran-giran dibêje, hevekî xwe ker dike, paşê serda zêde dike. — Evî xortî gunekarî kirye. Gotî cezaê xwe bistenda. Lê caba wî min xweş hat, — paşê vedigere ser Misto: — Kuro, lao, ez dibînim tu motacê emir, ç’yaê xweyî. Rem kete dilê min. Ez gunê te dibaxşînim te. Here, virhada azayî boy navê Xwedê. Lê hergê te careke mayîn jî gunekarî kir, gunê te stûê te, tu îdî ji destê min xilaz nabî. Evê rojê bîr neke.

         Cimet ji şabûna serhev-binhevra diçe. Hineka bilind-bilind dikirne gazî, dua padşê, text-tacê wî dikin.

         Lê Misto bin darax’acêda disekine, bi hisret cimeta hazir, ç’yaê xweye hizkirîye dûr dinihêre û … xeberdan pê nabe, nizane çi bike.

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>