My Weblog: istanbul elektrikci kutahya web tasarim umraniye elektrikci uskudarda elektrikci umraniyede elektrikci kentsel donusum Acil elektrikci kadikoy elektrikci kagithane elektrikci beylikduzu elektrikci seyrantepe elektrikci alibeykoy elektrikci uskudar elektrikci umraniye elektrikci istanbul su tesisat tamiri sisli kombi tamiri sisli cilingirci

rusiya


HISRETA EMIR (2008)

 

 

HISRETA  EMIR  (2008)

 

hisreta emir-2        Li paytextê Ermenîstanê Yêrêvanê sala 2008-a berevoka serhatîê nivîskarê kurd Emerîkê Serdar bi navê “Hisreta emir” bi zimanê kurdî, bi tîpê latînî derketye. Ew bi temba (zakaza) hukumeta Ermenîstanê çap bûye.

        Eva berevoka nivîskare 7-ane. Hetanî niha 5 berevokên wî bi zimanê kurdî, 2 jî bi wergera ûrisî çap bûne.

    Di vê berhemêda efrandinê usa hene, ku nivîskar di van salên dawîêda nivîsîne. Her wiha di pirtûkêda serhatîê usa jî hene, ku hemû hejmarên berevoka şayîr û nivîskarê kurdaye “Bahara teze”-da neşir bûne.

        Têma efrandinê vê berevokê ya bingehîn jyana gund, gundyane. Nivîskar vê jyanê rind zane û wê bi rengê rêal tîne ber ç’evê xwendevana. Cîkî mezin digrin ew serhatî, ku derheqa herdu şerê cihanê, ruhmezinaya gelê me, dostanya kurda û ermenya, evîntî, erf-edet, hizkirina dayîkêdanin.

        Di vê berevokêda jî nexş-nîgarê hûr hene, ku kurt fikir, hesîn û fîlosofya nivîskare emir dîhar dikin.

        Di berhevokêda janreke tezeye laqirdîê edebyetê, ku gelekî sivik hatine nivîsarê û bi hewaskarî têne xwendinê.

        Pareke romana nivîskare “Rya pêşîê min” di vê berevokêda cîwar bûye. Di wê parêda ew zulm hatye nîşandayînê, ku di sedsala XIX û destpêka sedsala XX-da li Tûrkîaê anîne serê gelê me. Vêderê usa jî hûrgilî derheqa deba kurda, erf-edetê wanda tê gotinê, ku bona êtnografa gelekî qîmetlîne.

        Dota nivîskar Nûra Emerîk (Nûrê Sardaryan) berevok hazir kirye û rêdaktorî lê kirye.

        Berevok 184 rûpêle. Ew çapxana “Van Aryan”-da hatye weşandinê.

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>