My Weblog: istanbul elektrikci kutahya web tasarim umraniye elektrikci uskudarda elektrikci umraniyede elektrikci kentsel donusum Acil elektrikci kadikoy elektrikci kagithane elektrikci beylikduzu elektrikci seyrantepe elektrikci alibeykoy elektrikci uskudar elektrikci umraniye elektrikci istanbul su tesisat tamiri sisli kombi tamiri sisli cilingirci

rusiya


DÎROKA DIZYA WERGÊREKÊ

 

 

DÎROKA DIZYA WERGÊREKÊ

M. S. LAZARÊV “PIRSA KURDAN” (1891-1917)

 

 

013-1014-1         Gava min kovara “Roja Nû”-da (s.1999-a, hejmara 5-6-a) xwend, wekî pirtûka M. S. Lazarêve “Pirsa kurdan” Stokholmêda bi tercma Têmûrê Xelîl bi kurdî neşir bûye, min neme kovarêra şand, da kivşê, wekî tercmeçîê wê pirtûkê ezim. Bersiva min dan, wekî Têmûrê Xelîl ber ç’evê wan ew pirtûk tercme kirye. Lê çimkî pirtûk destê minda tunebû, min nikaribû tiştekî bikira. Ez gelekî ji rêdaktorê wê kovarê Halûk Uztyûrkê bira razîme ewî ew pirtûk minra şand. Min pirsa zelalkirina tercmeçîê wê pirtûkê civîna Şêwra rewşenbîrê kurdda pêşda kişand.

 

 

         Em biryara komîsîa Şêwra rewşenbîrê kurd derheqa wê pirsêda raberî xwendevana dikin.

 

BIRYAR

 

         Civîna koma rewşenbîrê kurdda (20-ê îyûlê sala 2001-ê)  rêdaktorê rojnema “Rya teze” Emerîkê Serdar (Emerîk Sardaryan) hîvî kir komîsîakê sazkin bona wê pirsê binihêre ka kê pirtûka M. S. Lazarêve “Pirsa kurdan” ji rûsî tercmeyî kurdî kirye.

         Ev komîsîa hate sazkirinê:

  1. Karlênê Çaçanî – candîdatê ulmêd dîrokê, serokê koma nivîskarê kurd ya Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê, rêdaktorê sereke yê kovara “Dostî”.
  2. Grîşaê Memê — cîgirê rêdaktorê rojnema “Rya teze”, endamê Yekîtya jûrnalîstê Ermenîstanê.
  3. Keremê Seyad – serokê para radîoxeberdanê kurdî, endamê Yekîtya jûrnalîstê Ermenîstanê.
  4. Elîxanê Meme – şayîr, endamê Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê.
  5. Mirazê Cemal – şayîr, rojnemevan.

         Komîsîaê hûrgilî pirsê nihêrî û hate ser vê fikrê: sala 1978-a Têmûrê Xelîl (Hamlêt Mûradov) ji navê komeleke kurdaye li 014a-1Avropaê (navê wê nedaye) ji Emerîkê Serdar hîvî dike pirtûka M. S. Lazarêve “Pirsa kurdan” ji rûsî tercmeyî kurdî bike.

         Hevra pev dikevin Emerîkê Serdar ewê pirtûkê ji rûsî tercmeyî kurdî bike (bi tîpê kîrîlî), Têmûrê Xelîl wê ewê bike tîpê latînî. Usa jî hevra qayîl dibin wexta pirtûk derkeve gotî bê nivîsarê, wekî Emerîkê Serdar ew ji rûsî tercmeyî kurdî kirye, Têmûrê Xelîl ji tîpê kîrîlî guhastye tîpê latînî.

         Emerîkê Serdar serî-serî tercmeyî kurdî dike, destnivîsara xwe dide Têmûrê Xelîl, ew jî ewê diguhêze tîpê latînî û destnivîsarê vedigerîne. Bi vî teherî Emerîkê Serdar temamya pirtûkê (têksta rûsî ji rûê 1-371-ê) tercmeyî kurdî dike xênji nasîê.

         Sal derbaz dibin, lê pirtûk naê weşandinê. Wexta Têmûrê Xelîl kovara “Roja Nû”-da, ku Şvêdîaêda neşir dibe, derbazî ser xebatê dibe, sala 1999-a Stokholmêda ev pirtûk tê weşandinê, ser perê kîjanêyî pêşîn tê nivîsarê, wekî pirtûk Têmûrê Xelîl tercme kirye, tu cya navê Emerîkê Serdar naê kivşê. Başe, wekî temamya destxeta Emerîkê Serdar maye (687 rûpêl).

         Komîsîaê, ku pirtûk hûrgilî himberî destxetê kir, ev yeka azrû kir:

         xênji pêşxeberê (ew pêşxeber ya rûsîda tune) û nasîdayînê gişk tercma Emerîkê Serdare, xênji çend têrmîna, ku lîtêratûra kurdîye Ermenîstanêda têne xebitandinê, lê Avropaêda teherekî mayîn têne nivîsarê. Têmûrê Xelîl tenê ew têrmîn guhastine, yê mayîn, hetanî nîşanê niqitka jî (vêrgul, nuxte û yê mayîn) têksta pirtûkê mînanî destxeta Emerîkê Serdare. Wekî usane tercmeçî ne ku Têmûrê Xelîle, lê Emerîkê Serdare.

         Xulese, komîsîaê hate ser wê fikrê, wekî Têmûrê Xelîl karê Emerîkê Serdare kirî kirye ser navê xwe. Ewî tiştekî kirêt kirye, ku gerekê bê gunekarkirinê. Komîsîa usa jî têra dibîne, wekî îzna Emerîkê Serdar heye extîyarya xwe çawa tercmeçîê pirtûkê xweyke.

 

* * *

 

         Ev biryar civîna rewşenbîrêd kurdda hatye enenekirinê û begemkirinê û rê têra dîtine ewê rojnema “Rya teze”-da çapkin.

          biryar-1-1 biryar-2-1

           

 

 

 

 

 

 

 

 

NEMA EMERÎKÊ SERDAR

RÊDAKTORÊ KOVARA “ROJA NÛ”

HALÛK UZTYÛRKRA

 

         “Roj baş, Halûkê bira!

         Ez wera biryara komîsîa Şêwra rewşenbîrê kurd û wê hejmara rojnema me dişînim, li ku ew biryar hatye weşandinê (derheqaneme Halûkra-1 tercma pirtûka Lazarêve “Pirsa kurda”).

         Bona sifetê Têmûrê Xelîl baş bê kivşê ez usa jî ksêroksa rojnemêd “Novîy Kûrdîstan” (“Kurdistana nû”, rûsî) û “Axîna Welêt” wera dişînim.

         Wexta T. Xelîl vêderê bû, timê digot, wekî Emerîkê Serdar minra ewqas qencî kirine, ku bavê min minra nekirine. Ev kirina wî bersiva wan qencya bû.

         Zor spas bo pirtûkê, ewê alîkarya mezin da min.

         Têmûrê Xelîl rojnema “Roja teze”-da şer-şiltax avîtibû min. Ez mecbûr bûm bersiva wî bidim. Ez ewê hejmara rojnema “Rya teze” jî wera dişînim, li ku ew bersiva min çap bûye (“Nema vekirî Têmûrê Xelîlra”).

Bi silavên biratîê,

Emerîkê Serdar.

13.X.2001”.

 

ŞIROVEKIRINÊ  BIÇ’ÛK 

 

          Dive xwendevan guhdarîê danye ser wê yekê, wekî ser perê pirtûkêyî duda hatye nivîsarê “Têmûrê Xelîl ji rûsî wergerandye”, navê Têmûr hatye reşkirinê û dewsê navê wergerê pirtûkêyî eynsî Emerîkê Serdar bi desta hatye nivîsarê. Ew daxwaza wergerê eynsî Emerîkê Serdar bû, ku nikaribû wê yekê qebûlke, wekî pirtûkxana wîye malêda pirtêkeke usa tê xweykirinê, li ku bêetb û bêşerm mafê wîyî avtorîê hatye teribandinê û navê wî merivî hatye nivîsarê, yê ku xebateke Emerîkê Serdare mezin dizye û ser navê xwe daye weşandinê.

        Emerîkê Serdar berk bawere: eger Têmûrê Xelîl zanibûya, ku temamya destnivîsara Emerîkê Serdar tê xweykirinê, wê tu wexta turuş nekira gaveke usaye kirêt bikira û pirtûkê biweşîne çawa wergera xwe. Tê kivşê T.Xelîl ser wê fikrê bû, ku ewqas sal derbaz bûne (20 salî zêdetir) û çetin destnivîsar hatibe xweykirinê. Ewî (plagîator) xeysetê Emerîkê Serdar û pêdantîzma wî di şuxulê xweykirina hemû destnivîsar û dokûmêntada (çawa yê xwexwetîê, usa jî yê karkirinê) hesab hilnedabû.

           Xulese, derheqa pirsa parastina mafê avtorîêda. Çawa ji dokûmêntê jorê anî tê kivşê, komîsîaê biryara xweda daye kivşê, ku “îzna Emerîkê Serdar heye extîyarya xwe çawa tercmeçîê kitêbê xweyke”. Emerîkê Serdar bi navçîgarya Yekîtya nivîskarê Ermenîstanê berbirî Agêntîa Ermenîstanêye xweykirina mafê avtorîê bû. Agêntîê wê pirsê nihêrî û hate ser wê fikrê, wekî Têmûrê Xelîl xebata Emerîkê Serdar “xwehelal kirye” û îzna Emerîkê Serdar heye ewî bide dadê. Lê çimkî ew yek Ermenîstanêda nehatye kirinê, lê Avropaêda qewimye, lema jî gerekê dad Avropaêda bê kirinê. Ew yek çixarê fînansîêye mezinra girêdayî bû, çi ku qeweta Emerîkê Serdar der bû. A lema jî Emerîkê Serdar T. Xelîl neda dadê, lê borcê xwe hesab kir civaka kurda pê bide hesandinê. Derheqa vê qewmandina kirêtda, ku çawa milkê întêlêktûal hatye dizînê, gelek rojneme û kovara nivîsîn: “Rya teze” (N8, avgûst, s.2001), “Novîy Kûrdîstan” (“Kurdistana nuh”, bi zimanê rûsî, Moskva, N7, sêntyabr, s.2001), “Hayastanî komûnîst” (“Komûnîstê Ermenîstanê” bi zimanê ermenî, Yêrêvan, N37, oktyabr, s.2001), “Axîna Welêt” (Moskva, N6, s.2000), “Pênûs” (kovara edebyetê, ku Avropaêda tê weşandinê, N19, s.2005), usa jî gelek malperê kurda. 

 

1 папка-1

Destnivîsara wergêra pirtûka M.Lazarêve «Pirsa kurda» bi kurdî, ku Emerîkê Serdar kirye. Papka №1
(rûpêl ji 1-300)

2 папка-1

Destnivîsara wergêra pirtûka M.Lazarêve «Pirsa kurda» bi kurdî, ku Emerîkê Serdar kirye. Papka №2
(rûpêl ji 301-687)

титул.лист-1

Destnivîsara wergêra pirtûka M.Lazarêve «Pirsa kurda» bi kurdî, ku Emerîkê Serdar kirye.
Rûpêla destnivîsarêye pêşin

рукопись-1

Destnivîsara wergêra pirtûka M.Lazarêve «Pirsa kurda» bi kurdî, ku Emerîkê Serdar kirye.
Papka №1 (vekirî)

 

 

ÇEND RÛÊ WÎ HENE?

 

         Hilbet, xwendevana tê derxistye, wekî Têmûrê Xelîl van axirya çend malperê kurdîda derheqa minda çi bux’dan bêjî nenivîsîne. Lê durûtya wî van herdu nivîsarê wîda tê kivşê, ku ez jêrê tînim:

 

         Bersiva xweda, ku daye Celîlê Celîl (malpera www.avestakurd.net, noyabr, s.2005-a) Têmûrê Xelîl derheqa minda çi nivîsye: “Celîlê Celîl dixweze wê diltengîya biçûk, ku di navbera min û Emerîkê Serdar da çê bûye, bi kar bîne. Lê nizane ku eger ez di meseleyekê da şaş bim, ez dikarim ji merivên wek Emerîk uzra xwe bixwezim, ji ber ku ewî bi dehan salan bona gelê me ewqas kar kirîye, ku yên mînanî min û Celîl dikarin avê li destê wî bikin”.

 

         Nemeke xweda (16.10.1997), ku Têmûrê Xelîl minra şandye, ha nivîsye: “… Emo can, vira min gotye, ku liчасть письма Т.Халила-1 Ermenîstanê ez tirsyame, ku bona karkirina xwe bême girtinê, lema ez ji “Rya teze” û Yêrêvanê derketime û revîme Ûrisêtê. Ji kerema xwe, eger ji te dipirsin, bêje, ku min te û hevalara gotye, ku tirsa min heye bêm girtin. Vê qencîê jî minra bike. Qencîê te gelek ser min hene…”

 Nema Têmûrê Xelîl dikarin vêderê bixûnin

 

         Ji kîjan rûê Têmûrê Xelîl bawer bikim? Nivîsarê wîye malperada yanê van herdu mesela? 

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>