My Weblog: umraniye elektrikci uskuadar elektrikci usta elektrikci sisli elektrikci

rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();


“ANÊKDOTÊD FARIZΔ

 

 

VÊ KITÊBÊ BIXÛNE

(“ANÊKDOTÊD FARIZΔ

           

           

анекдоты2          Em îro dixwazin derheqa kitêbeke hewaskar – “ANÊKDOTÊD FARIZΔ-da xeberdin. Ew sala 1963-a Moskvaêda bi zimanê ûrisî hatye neşirkirinê. Çawa navê kitêbê bi xwe dibêje, wêda anêkdotêd cimeta fariza hatine cîwarkirinê.

          Anêkdot – efrandineke zargotina cimetêye lakonîke, tûje û kûrfikre.

          Hinek anêkdot hene, wekî emrê wan kine, zû têne bîrkirinê. Eva, berê ewlin, hîmlî rûê wê yekêdane, wekî îdêa, ku anêkdotêda heye, ne ewqas ferz û mezine yanê jî anêkdot alîê bedewetîêda ne ewqasî tame. Lê anêkdot jî hene, wekî bi qurna dijîn, nava cimetêda bela dibin û welat-welat digerin. Hinek ji wan dikevine nava lîtêratûraê û wêderê cîê xwe digrin. Menya vê yekê ewe, wekî îdêa anêkdotê gelekî aktûale, nêzîkî dilê cimetêye û alîê cûrê xweyî bedewetîêda jî tame.

          Piranya anêkdotêd vê berevokê yêd qurnêd ortene.  Dikare biqewime, wekî ji wan anêkdota gelek hela dha kevnin. Lê wana rojêd meda jî kemala xwe unda nekirine, rûê pirsdanîn û îdêa xweye başda ewana bona rojêd me jî dikarin bi tiştekî kêrhatî bin.

          Anêkdotêd vê berevokê ser van para parevedibin: anêkdotê derheqa dewletya û kesîbada, derheqa Xwedê û Xwedênasada, derheqa şêxa, mela û qulixçîêd dînda, derheqa comerda û timada, terbyetdarîêda û gelek-gelek tiştê mayînda. Van anêkdotada zef rind tê kivşê, wekî cimet çawa berbirî wan pirsa dibe.

          Me dixwest bida kivşê, wekî gelek anêkdotêd farizada derheqa Balûlî Zaneda tê gotinê, kîjan ewqasî gelekî nava zargotina cimeta kurdada pêşda tê û  ewqasî ji alîê wêda hatye hizkirinê. Anêkdotêd farizada jî ew dîsa merîkî zaneyî xêrxaze, çawa ew yek nava anêkdotêd kurdadane. Balûlî Zane merivê cimetêye û her dera kara wê xwey dike, pişta wê digre û miftexurêd nepak, ku cimetê dizêrînin, gunekar û rûreş dike.

          Me dikaribû gelek tişt derheqa vê kitêba hewaskarda bigota, lê dha rind dibe, gelî xwendevanêd ezîz, wekî hûn bi xwe wê kitêbê bixûnin.

          Nha em ji wê kitêbê çend anêkdota bi tercma kurdî neşir dikin.

           

          * * *

           

          Mele kete avê û dixeniqî. Çiqas lê dikirne gazî: “Destê xwe bide, em te derxin” – ewî destê xwe nedida û îdî ew bû, ku niqoyî binê avêbe.

          Wî çaxî merîkî aqil hate wira û got:

          - Ha gazî wîkin: “Han destê min bigre”.

          Gava mele careke mayîn jî ser avê ket, usa jî kirin. Ewî pêra-pêra destê wî girt û derkete kener. Merivê aqil ha gote hazira:

          - Tu wexta melera nebêjin “bide”, lê hertim bêjin “han, hilde”. Ne axir mele tu wexta hîn nebûne tiştekî bidin, tenê hînî hildanê bûne.

           

          * * *

           

          Merivekî tima, gava diçû himamê, cem delak sersûrtê xwe kurdikir, hertim kutasya gişka disekinî. Jê pirsîn, çima usa dike. Ewî cab da:

          - Min hesab kirye, wekî bi wî cûreyî nava salêda carekê ezê kêm sersûrtê xwe kurkim, ew jî tiştekî kare.

           

          * * *

           

          Carekê Îskenderra gotin, wekî eskerekî cahil navê xwe guhastye û danye Îskender.

          Padşê gazî esker kir û gotê:

          - Ez ne miqabilî wê yekême, wekî navê te Îskenderbe, lê zanibe, wekî tu gerekê şêrda jî bîr nekî, ku navê te Îskendere.

           

          * * *

           

          Ji şayîrekî pirsîn:

          - Tu çira efrandinêd Saedî didizî?

          - Ne axir Saedî sunî bûye, lê ezî şihîme, îzna min heye.

           

          * * *

           

          Merivek qulixeke bilindda kivş kirin û hevalê wî hat, wekî wî bimbarek bike. Ewî bê etb ji hevalê xwe pirsî:

          - Tu kîyî? Çima hatî?

          Hevalê wî tevîhev bû, lê dîsa cab da:

          - Çima tu min nas nakî? Ne axir ez hevalê teyî berême, ez hatim serîkî bidme te, çimkî min bihîst, wekî tu kor bûyî!

           

          * * *

           

          Ji merivekî zane pirsîn:

          - Tu çira kêm xeber didî, lê gelekî dibihêyî?

          - Çimkî du guh û zimanek dane min,- ewî cab da, — dêmek, gerekê du cara dha gelekî bibihêm, ne ku xeberdim.

           

           

          Anotasîa û tercma anêkdota

          ya Emerîkê Serdare.

          “Rya teze”, 2.04.1964.

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>