My Weblog: umraniye elektrikci uskuadar elektrikci usta elektrikci sisli elektrikci

rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();


CELAL AL-AHMED “EMIR WA DERBAZ BÛ”

 

 

CELAL  AL-AHMED

 

 

EMIR WA DERBAZ BÛ

 

грузчик2
          Tevê usa diqijiland, teê bigota ji wê mejûê merya dihele.

          Soqaqa rex kenarê ç’êm bere-bere vala dibû. Tu kes nediçû, nedihat. Wî alî mêşê darê xurmayî biç’ûk bû. Xumamê ser wî mêşeyîda girtibû.

          Gemya, ku hevekî ji avayê maksê wêda lengere avîtibûnê, borîê xist. Borya kurt hewa Xorramşahrêye  [1] paşî nîvroye sincirîda nişkêva hate birînê, teê bigota yekî bi meqesê sewta wêye kutasîê birî.

          Gemya mezin bar dikirin. Piştokêş bin xirarê birincda kûz bûbûn. Textekî kêmber danîbûne orta kener û gemîê, piştokêş ser wî texteyîra derbaz dibûn û birinc valayî binê gemîê dikirin. Ewana pênc merî bûn. Xênji wan du merî ser qûç’a barê birinc sekinî bûn û xirar didane pişta hevalêd xwe, lê du merîê dinê jî xirarê, ku anîbûn, binê gemîêda rast dikirin. Zef zû dixebitîn. Bar gelek bûn. Hetanî terî biketa erdê xebat hebû.

          Piştokêşekî mayîn jî hate kivşê. Ew ne cahil bû. Palanekî bi postê qewîn, ku dihat digihîşte hetanî navkêlka wî, li piştê bû, kumekî mezin dabû serê xwe û zûda sûrtê xwe kur nekiribû. Piştokêşê tezehatî hêdî-hêdî nêzîk bû. Ewî destekî xwe kiribû cêba xwe, lê bi destê mayîn tasme avîtibû ser milê xwe. Dihate kivşê, wekî gumana wî ser tiştekî tune.

          Tu kesî negot, wekî ew çira hat komekdarî da wan.

          Wana çend gilî pevguhastin û her tişt hate qirarkirinê.

          Piştokêşê tezehatî tasma xwe avîte erdê. Kumê xwe dha kişande ser ç’evê xwe, palanê xwe rast kir û kûz bû, wekî xirarê birinc piştke. Ç’evê wî diç’ûrisîn. Ew hazir bû barê lapî giran hilde. Wê deqê tenê fikrekê tabetî nedida wî, wekî ewî xebat dest xistye.

          Bar li piştê ew mîna hercar çend gava pêşda çû. Lê hela nîvê beraya soqaqê derbaz nebûbû, gava nişkêva çokê wî lerizîn. Ewî deqîqekê xwe egle kir û dîsa pêşda livya.

          Lingê wî ji yêd mayîn nedihatne cudakirinê. Hetanî nha hela neqewimî bû, wekî derheqa wanda bifikire. Ewana çawa lazime, bi aminayî qulixî wî kiribûn. Ew ling bêy komekdarya qewateke der hertim jî mînanî prûjîna ji erdê hildihatin û dadiketin. Lê nha teê bigota erdêva qimitîne û hela çend mêtra nediçûn, dixwestin dîsa hevekî hêsa bin.

          Sifte xwest qet guh nede wan, lê badilhewa. Lingê wî teslîm nedibûnê. Ewî tamarê xwe werimandin. Dîsa dilerizî. Êmekê wî hew zanibû, wekî nikare bar bigihîne cî, lê hema wê deqê jî ew fikir ji xwe dûrxist. Gerekê bixebite, wekî çokê wî pêşda netewin, lê paşda, şikir Xwedê, nikarin bitewin. Her tenê xirar ji piştê nekeve. Ew giranya wî xirarî çiqase! Piştokêşêd mayîn zef hêsa dibin, bê minet gav didin. Çetin çokê wan bilerizin. Gerekê qewata xwe topî ser hevke, bar nîvê rê nehêle.

          Lê tabetya wî tunebû. Hetanî qîtikê wî jî dilerizîn. Piştokêş ç’evê xwe girt…

          Tê derxist, wekî dikeve û dîsa ç’evê xwe vekir. Hetanî kener hevekî mabû. Lê temamya rê – ji cem bara hetanî gemîê – ancax çil gav hebûya. Ay ew ji nîvê beraya soqaqê derbaz bûye. Maşîne naêne kivşê, ew pake. Ewî cêriband lez gavde, çawa yê mayînin, ku pêşya wî ketibûn. Lê çawa bike, ne axir kambaxa-kambax çokê wî dilerizin.

          Ewî qewata xweye paşin top kir… Çira yê mayîn usa qeşeng-qeşeng, çapik-çapik gav didin, lê lingê wî dilerizin û duta dibin. Ew nava xûdanêda reş bûbû. Serê wî ji êşê bela dibû. Kum mînanî mengena hesinî serê wî diguvaşt. Kirasê wî ji xûdanê şil bûbû û canê wîva zelîqîbû. Ne axir xirarê birinc ewqasî jî neyî girane? Nebî eva du roje, wekî ewî xebat dest nedixist û piştoê usa giran nebirye?

          Bawer bikî yê mayîn îdî şuxulê xwe kuta kirine û wî dinihêrin, pê dikenin.

          Dîsa sê piştokêş hatin, ji wî derbaz bûn, careke mayîn vegeryan. Nha ewî rind texmîn dikir, wekî çawa ew hersê piş wîva sekinîne, wî dikenin. Na, tu wexta ew bar navêje erdê. Hizbikî bimre jî, gerekê bar bigihîne cî. Çira ew ji yê mayîn kêmtire? Bira çiqasî dixwezin bikenin, çî wîrane? Ewê xirar bigihîne cî. Wê usa bike, wekî çokê wî îdî nelerizin.

          Ser pira darîne teng çiqas çû, ewqas çokê wî dha gelekî lerizîn. Ew mabû, wekî xirar biketa erdê, lê ewî pêra gîhand, barê ser pişta xwe rastkir. Dîsa du piştokêş hatin, ji wî derbaz bûn û bi gavêd guman ser textê tengra peyayî jêrê bûn. Texte bin lingê wanda dihejya. Ê, îjar çi heye, ewê jî nha peyabe, tê bêjî tiştekî mezine!..

          Guman kete dilê wî.

          Ewî lingekî xwe danîbû ser texte. Lê nişkêva… Ewî lingê xwe dît. Vê carê ne ku tê derxist, lê dît, wekî ew çawa dilerizin. A eve, wê dutabin û barê bikeve ç’êm. Ew bû rusas sekinî. Çi bike? Ewî culet kir gava duda bavêje. Gerekê îdî bilivya, gava tê derxist, wekî wexta lingê xweyî duda ji erdê bibire, ew û birincê tevayî ç’êmda xirq bin.

          Ewî nizanibû, wekî çiqas wede derbaz bû, ku lingekî wî li ser texte bû, lingê mayîn jî li erdê bû. Tu kesekî jêra gilîk negot. Lê tê derdixist, wekî merivê ser gemîê û erdê hîvîê bûn, ku ewê kengê ser rê xwe bide alîkî. Bi milê potê xwe xûdana enya xwe temiz kir. Serê xwe hilbirî û li mêşê darê xurmayî pêşber nihêrî. Ç’evê wî îdî nediç’ûrisîn… Teê bigota ç’irûsya wan nava mêşê darê xurmayî sixda unda bû.

          Li kener kel û ced dixebitîn. Aha, dîsa du piştokêş qet guh nadne ser der-dorê xwe, nêzîkî pira darîne teng dibin. Ew qewata xweye kutasîê berev dike û dixwaze lez bide pey wan. Bira lingê wî bilerizin, tişt nake, wê ber xwe bide. Û teê bigota ditirsya, ku culetê xwe unda bike, ç’ev li sêrî telale bûne, ew dicêribîne ser pira darîne tengra here. Lê nişkêva kirina wî dikeve bîrê, tê derdixe, wekî çawa textê bin lingê wî jî mînanî çokê wî dilerize.

          Qezya ketina avê îdî tiştekî eseyî bû.

          Texte dha gelekî diheje. Tê bêjî qestîka dixweze ji bin lingê wî bireve. Aha, mirin nêzîk dibe! Bîna wî dimîne. Ew hew zane, wekî ç’evê wîye telalbûyî wê ewe ji cîê xwe derên û birijne avê yanê niqitkê xûdanêye gire, ku ji enya wî dihatin, wê bikevin ser wî textê nepak û pirtî-pirtî bikin. Dîsa ç’evê xwe digre. Teysokeke sore mînanî xûnê wî berjêr dikişîne, lê kes nizane berbi kî alî… Ew bi çetinayîke mezin ç’evê xwe vedike û ancax xwe ser texte digre. Ew pê destê xwe qayîm zikê xwe digre û bi komekdarya qewata xweye kutasîê destpê dike paşda tê. Gavek, duda, sisê û lingê wî têne ser erdê.

          Nha lingê wîra tevayî dilê wî jî dilerize. Gerekê barê birinc paşda bibe. Ew ancax barê xwe digihîne wêderê, kîderê dabûne piştê. Xûdan mînanî avê ji enya wî dikşe û dikeve ser toza serê rê.

          Yek xirarê birinc ji pişta wî datîne. Ew îdî pişta xwe rast nake. Niqitka xûdana enya wîye kutasîêra tevayî tê bêjî qewata wîye kutasîê jî kuta bû…

          Borîya gemîêye zîz dîsa hewa, ku ximximî bû, qul dike. Dibe guje-guja qeyka bi motore, ku ber avayê maksê sekinî bû. Wî alî ç’êm, ser mêşê darê xurma hewa germ, toz û xubar tevayî pêl didin. Û wêderê nava şînkaya mêşeda ç’irûsya ç’evê merya lap unda dibe, ç’evê wî merivî, emir ji kîjanî dûr ketye.

 


                    [1] Xorramşahr – bajarekî Îranêyî cenûb-roavaêye, ç’emê Karûn nava wîra derbaz dibe.

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>