, 'opacity': false, 'speedIn': , 'speedOut': , 'changeSpeed': , 'overlayShow': false, 'overlayOpacity': "", 'overlayColor': "", 'titleShow': false, 'titlePosition': '', 'enableEscapeButton': false, 'showCloseButton': false, 'showNavArrows': false, 'hideOnOverlayClick': false, 'hideOnContentClick': false, 'width': , 'height': , 'transitionIn': "", 'transitionOut': "", 'centerOnScroll': false }); })

rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();


ÊX’ÎŞÊ HOVHANNÎSYAN «ESKER Û PIŞÎKA Wλ

 

 

ÊX’ÎŞÊ  HOVHANNÎSYAN

 

 

ESKER Û PIŞÎKA WÎ

 

 (Ji deftera qumandare bîranînê,

bi kurtkirinê biç’ûkva)

 
кошка          Zivistana sala 1942-a bû. Ro mînanî kara xezalaye, ku ji nêç’îrvana tirsyayî hey dihate kivşê û hey jî bin ewrê reşe terîda unda dibû. Bagerê dikire vizîn û erd dialast.

          Em çûbûn, wekî eskerêd, ku bona tamkirina pareskera şandibûn, ser polka belakin.

          Bi sirê cahilne usa ber ç’evê mera derbaz dibûn, ku me cara ewlin ew didîtin: dibe ew bona hineka bibûya dîtina kutasîê…

          Qanûna şêr gelekî berke…

          Sirê gihîşte cahilekî, yê ku gelekî sist bû û nava kincê eskerîêda unda bibû. Gişka gunê xwe wî danî. Kurê min kete bîra min… Dilê min şewitî û min jê pirsî:

          - Tu çend salîyî?

          - Nozdeh, hevalê kapîtan, — cahil bi gotina te cab da, teê bigota dixweze min bide femkirinê, wekî emrê wî digihîjê û dikare tevî şêrbe.

          - Lê tu çira ewqasî biç’ûkî? – lêytênant jê pirsî.

          - Wê yekê gerekî ji dê-bavê min bipirsin, — ewî bi laqirdî cab da.

          Cabêd cahila bi cî, laqirdîê wî usa kirin, ku gişka guhdarya xwe da ser wî û me gişka mêla wî kir. Lê em ecêbmayî man, gava bû mewîna pişîkê û me dît, wekî serê pişîkeke soron tûrkê wîyî eskerîêra derketye. Ewê bi ç’evê xweye gewr li me dinihêrî, teê bigota dixweze nîşande, ku ew heye.

          Dewsa mêlgirtinê şik kete dilê me. Lêytênantekî, ku dha xûngerm bû, bi hêrs ji cahil pirsî:

          - Çiye, tu hatî pişîka xweykî yanê şerkî?

          - Ez bona şerkirinê hatime, — cahil fem kir, wekî gilî çiye û zef berk û bi cî cab da.

          - Lê eva pişîka han te çira anye? – min jê pirsî.

          - Hûn rast dibêjin, hevalê kapîtan, lê min kir-nekir, yaxa xwe nikaribû vê pişîkê xilazkira. Gava ez ji mal derketim, min ew kire kox û derî ser dada. Nizanim, çawa derketibû. Nîvê rê gihîşte min. Gunê min jî pê hat û min qirar kir xwera bînim. Fikirîm, dikare biqewime kêrî min bê. Lê hûn zanin, hevalê kapîtan, zef pişîkeke aqile.

          - Tu bi wê yekê îzbat dikî, wekî tu hela biç’ûkî, tenê dikarî pişîkêra bilîzî, — lêytênantê sereke bi hêrs gote wî.

          - Hûn rast nabêjin, ez hatime, wekî şerkim, heyfa bavê xwe ji dijmin hildim û ne ku serê xwe xweykim… Dibe pişîk jî komekê bide min…

          Gişk kenyan: “Xwera hevalê şervanîê dîtye”.

          - Wê pişîkê bibin, — min emrî ser sêrjant kir. Sêrjant nêzîk bû, ku pişîkê hilde, lê cahil hîvî kir:

          - Hevalê kapîtan, ez hîvî dikim ewê cem min bihêlin, ew gelekî aqile, dixwazin, ez merîfeta wê nîşandim?

          - Pak, merîfeta pişîka xwe nîşande.

          - Keremkin, — û gote pişîkê: — Maşa, erza xwe bide kapîtan û hîvîke, wekî ew îznê bide, ku em tevayî herne şêr.

          Pişîkê ji tûrkê wîyî eskerîê banzda, derket, kax’ezek kiribû nav pepê xweyî rastê, nêzîkî min bû, temene bû û kax’ez dirêjî min kir. Min kax’eza qerç’imandî hilda, vekir û bi dengekî bilind xwend:

          “Ez hîvî dikim îznê bidne min, wekî xweyê xwera tevayî tevî hincirandina eskerê faşîstê gêrmanbim. Ez gilî didim bi helalî qulixkim û hemû emra biqedînim”.

          Gede pêşîê erze nivîsîbû û dabû pişîkê, ewî zef rind zanibû, wekî rûê pişîkêda wê rokê ecizayê bidne wî.

          Erza pişîkê gişk dane kenandinê. Hazir dha gelekî kenyan, gava pişîkê destpê kir reqisî.

          Ewana xwera ha şa dibûn, lê ez ketibûm nava fikara:

          “Gelo gedeyî dilê xweyî sax’e? Merî gotinêd wî bawer bike, yanê ew tiştekî qestbendeye?.. Zarotya min, cenû û kelbê me ketne bîra min, kîjan ewqasî hînî min bibûn. Çend qewmandinê ji kitêba, ku derheqa dostya merya û heywanetda bûn, ketne bîra min, lê ezî şikber bûm…”

          Min li zilam nihêrî û xweber ji xwe pirsî: “Çi bikim?.. Pişîkê bihêlim destê zilam ji pismama wî nekim, yanê bona paşê qezya pêşda neê, wê pişîka aqil hildim, ya ku dikaribû wextê seheta rehetîê temamya alaîkê bida şakirinê”.

          Bona ez şikber nebim, min ji cahil pirsî:

          - Eva gelek wexte, wekî ew pişîka cem teye?

          - Gelek wexte. Ezî hela koma hevtada bûm. Rojekê jî, gava ez ji mektebê vegeryame malê, min dît, wekî wê ç’êjikeke pişîkaye biç’ûk ketye nava berfê û mewîna wêye. Min hilda, bire malê. Dya min digot, bigre, bavê derva, lê bavê min îzn da, wekî xweykim.

          - Pişîka te îdî çi dikare bike?

          - Dikare rola nemebir biqedîne, nêç’îrvanîê bike, hûrmûrê biç’ûk bibe-bîne û tiştêd mayîn.

          - Pak xweyke, dibe rojekê kêrî te bê.

          - Ez zef razîme, hevalê kapîtan, — zilam şa bû…

          Derheqa pişîka eskerda zef zû hate bîrkirinê. Deşta şêrda çetin merî tiştê usa bîr bîne, zulm û nepakî ewqas gelekin, wekî merî gelek tiştî bîr dike.

          Meh ji wê rojê derbaz bûbûn, gava ez rastî Borîs hatibûm û jê dûr ketibûm. Havîna germ zû hatibû dewsa zivistanê girtibû. Eskerê me derbazî hicûmkirinê bibûn. Dijmin paşda vedikişya.

          Qumandarîê ez guhastibûm rojnema pêşanîê û vêderê dixebitîm çawa miqaledar. Ez çûbûm, wekî hospîtalêd deştê binihêrim, gava min ew pişîk dît… Pêşîê min bawer nekir…

          Borîs xeder birîndar bû, nehiş nava cîda bû, lê pişîk fêza serê wî telya bû û zûr bûbû li xweyê xwe dinihêrî, wekî tu kes nêzîkî wî nebe.

          - Ev çi pişîke? – ez sekinîm û min ji doxtir pirsî.

          Doxtir fikra pirsa min fem nekir, çawa esker qibrax sekinî û xwest xwe efûke:

          - Ew pişîkeke sade nîne, xweyê xwera tevayî rêke çetin derbaz bûye. Lema jî gerekê wana ji hevdu neqetînin û me îzn daye, wekî xweyê xwera tevayî palatêda bimîne. Ew xwestina xweyê wêye. Miqatî xwebin, ew nahêle, wekî merîê nenas nêzîkî kerevata xweyê wê bin, dikare zyanê bide we. Belê, derheqa wê pişîkda ç’îroka dibêjin.

          - Çi dibêjin?

          - Dibêjin, wekî xweyê xwera tevayî çûye razvêdkaê, neme birine-anîne.

          - Borîs Mîxaylov, — doxtir gotina xwe pêşda bir, — razvedçîke, bona qulixkirina xweye eskerîê bi çend ordênava hatye rewakirinê.

          - Lê pişîk? – min bi ken jê pirsî.

          - Pişîkê jî mêdal stendye, we dixwest bidîta?

          - Tiştekî hewaskare!

          Doxtir gazî xûşka nobedar kir û gotê, wekî mêdala pişîkê bîne. Xêlekê şûnda ew anîn û teslîmî min kirin. Min rind li mêdalê nihêrî, ew ji zîv bû û xebata desta bû. Ser alîkî mêdalê hejmara paresker û sala çêkirina mêdalê nivîsîbûn, lê ser alîê mayîn nivîsîbûn: “Maşa pişîkeke mêrxase”. Çawa dihate kivşê, mêdal alaîêda çêkiribûn.

          Paşê ez pê hesyam, wekî navê Borîs pêşda kişandine, ku navê mêrxasîê bidnê. Lê derheqa pişîkêda gotin, wekî wextê qedandina spartina şervanîê du cara birîndar bûye, lê spartin rast qedandye. Dibêjin, wekî pişîkê nîbûya, xweyê wê zûda miribû. Gava xweyê wê birîndar bûye, ewê ewqasî birînêd wî alastye, wekî devê birînê hatye girtinê û xûn nekişyaye.

          Halê Borîs gelekî giran bû û merya nikaribû wîra xeberda.

          Min neme qumandarê pareskerê Borîsra şand û hîvî kir derheqa Borîsda minra bi hûrgilî binivîsin. Lê tu besek ser minda nehat.

          Çend roja şûnda min pakêteke resmî stend. Nema doxtir bû, ya ku ez bê guhastin nha didime neşirkirinê.

           

          “Hevalê mayorê hurmetlî!

          Çend roja pey çûyîna wera halê Borîs lap xirab bû. Doxtira temama digotin, wekî pişîkê wî jerdedayî kirye. Me Borîs opêrasîa kir û eyan bû, wekî tu gunê pişîkê tune. Gulla dijmin zyan gihandibû mejûê Borîs û qewata me der bû, ku wî xilaz bikin…

          Çi ku dimîne derheqa pişîka wîda, gelekî çetine merî wan hemû tişta binivîse, çi ku ewê heywanê tê derdixist û bona xweyê xwe dikir.

          Lê ew, çi ku ezê binivîsim, derheqa wan hemû tiştane, çi ku min dîtye. Ez bawerim, wekî hûn bawer nakin, çawa min jî pêşîê bawer nedikir.

          Ewê heywana aqil du roja pêşda îdî tê derdixist, wekî xweyê wê wê bimre. Lema jî tiştek nedixwar. Me dikir-nedikir ewê tiştek nedixwar. Ç’evê pişîkêda hêsira xanêkirin. Ewê hertim destê xweyê xwe, sûretê wî dialastin, teê bigota dixwaze wîya ser hişê wîda bîne, xweyê xwe bide sax’kirinê û gava didît, wekî badilhewane, dora kerevata wî diçû, dihat û bi dengekî sist dikire mewîn.

          Paşî mirina xweyê wê ew pey tabûtê çû hetanî ser mezel, paşê vegerya û hetanî êvarê dereng hewşêda dikire mewîn û digerya…

          Êvarê dengê pişîkê nehat û sibê ew nehate kivşê. Tenê du roja şûnda sanîtara pişîk dîtin – ew ser mezelê xweyê xwe ketibû, gever bibû.

          Bawer bikin, hevtêkê tabetya min ji destê vê yekê tunebû.

          Ay ew hemû tişt, çi ku min karibû nema xweda derheqa Borîs û pişîka wîda şirovekim.

          Bi silavêd şervanîê,

          doxtir Nêskînov, 28/12-1943-ê salê”.

           

          Hemû cêribandinêd min, ku bi hûrgilî derheqa efatîêd Borîsda pê bihesim, badilhewa çûn, rast usa, çawa gelek tiştêd mêrxasîê bê deng û his dimînin.
 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>