My Weblog: umraniye elektrikci uskuadar elektrikci usta elektrikci sisli elektrikci

rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();


AX’ASÎ HAMBARZÛMYAN «NEXŞ Û NÎGARÊD HÛR»

 

 

AX’ASΠ HAMBARZÛMYAN

 

 

NEXŞ Û NÎGARÊD HÛR

 

 

HÎVÎÊME

           

 Qîza partîzane şehîdra

           

           

          Îşev jî ezê bi bîranîna ç’evêd teye reş bijîm.

          Her êvara, gava terî erd hildiçine, û her tişt diseqire mînanî sewta bilûrêye xweş, ez dilivim, wekî bêm pêşya te.

          Steyrik guhê hevda dikine piste-pist, ez rê bi rê digerim bona rastî te bêm, lê tu naêyî kivşê.

          Hemû qîzêd, ku rastî min tên, bengzê te li wan dikeve – dicêribînin min bixapînin…

          Şevereşêda hetanî sibe li min safî dibe, ç’evê teye reş digerim.

          Her şev tu têyî bîra min û li te digerim, her sibe dildînîê didî ber dilê min, wekî vê şevê jî bi hizret hîvya hatina te bim.

           

           

Ç’EV

           

           

          Xort destê xwe li porê dilketya xwe digerand, hêdî-hêdî kilameke cimetêye evîntîê pê danî: “Ezîza min, ezê bi mûkî porê serê te kopê ç’evê xwe bidrûm, wekî qîzeke mayîn nenihêrim…”

          - Na, na, na, — keç’ikê bi kela dilê bengî got û hîvî kir:

          - Ez dixwezim, wekî ç’evê te hemû qîza bibînin û zanibin, ku tenê ji min hiz dikî…

           

           

Ç’EVÊ  DYA  MIN

           

           

          Ç’ûktya xweda min tim li ç’evê dya xwe dinihêrî.

          Eşq û şabûn dikete dilê min, gava ç’evê dya minda eşq hebû.

          Min bi hezar awazî, bi hezar tewazî xwezîya xwe danî, gava ç’evê dya min zelal û ziha bûn.

          Derd û kula mînanî dijminê decal kela ruhê min kajî-vajî dikirin, gava ç’evê dya min melûl û zelûl bûn.

          Dinya ber ç’evê min dibû doje, teê bigota yek bi şîşa sorkirî kopê ç’evê min dax’dike, gava ji ç’evê dya min hêsir dibarîn.

           

           

SÎANET  TERA

           

           

          O, dijmin, te rojekê xwest, wekî ez tera bêjim: “Syanet tera!..”

          Wî çaxî ezî hela biç’ûk bûm, teze pya diçûm. Û te li min xist, wekî ez zimanpenya bikim, tera bêjim: “Syanet tera!”

          Lê hetanî birînê min kew girtin, min xweber xwera digot: “Ewî çira li min xist?” Kê dihat, diçû, gunê xwe li min danî û digot: “Merivê neqenc belengaza dikutin…”

          O, dijmin, ji wê rojêda te ez hînî sura hizkirina emre mezin kirim.

          Ez gihîştim, mezin bûm.

          Lê rojekê tu dîsa hatî min bikutî, şuxulê xweyî reşî nîvcî bînî sêrî. Vê carê te dît, wekî mêrekî ser xwe ber te sekinye û emrê xwe xwey dike. 

          Û dewsa lêdanê tu hatî kutanê…

          Tu alt bûbûy û erdê dipirpitî, lê min destê xwe avîte te, tu rakirî.

          Te bi ç’evê dijmina li min nihêrî. Lê dît, wekî ç’evî mine zelalda baxşandin heye, te qayîm destê min guvaşt û gote min:

          - Sîanet tera!

           

           

SIFTE  Û  KUTASÎ

           

           

          Derheqa pirsekêda du merî hevra ketibûn hucetê. Gelek tevî hucetê bûn. “Çiqas merî – ewqas fikir”.

          Çiqas diçû, ewqas hucet gur dibû, merîê teze diketin tevî wê.

          Ewê, ku destbi hucetê kiribûn, gava dîtin, wekî eva huceta han qet lap ne mînanî wê hucetêye, ku wan destpê kiribû, kere-ker ji wir dûrketin çûn.

           

 

 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>