, 'opacity': false, 'speedIn': , 'speedOut': , 'changeSpeed': , 'overlayShow': false, 'overlayOpacity': "", 'overlayColor': "", 'titleShow': false, 'titlePosition': '', 'enableEscapeButton': false, 'showCloseButton': false, 'showNavArrows': false, 'hideOnOverlayClick': false, 'hideOnContentClick': false, 'width': , 'height': , 'transitionIn': "", 'transitionOut': "", 'centerOnScroll': false }); })

rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();


AX’ASÎ HAMBARZÛMYAN “HÊSIRÊ DÊ”

 

 

AX’ASΠ HAMBARZÛMYAN

 

 

HÊSIRÊ DÊ

 

 (Lêgênd)

 
          Rojekê padşê gazî şêwirdarê xweyî lapî mezin kir, ber wî fermana teze qol kir û ber xweda got: “Ez dixwezim zanibim”. Lê ewî çi dixwest bizanbûya, derheqa wê yekêda tu gilîk negot.

          Rojtira mayîn telal bajar-bajar digeryan û fermana  padşê  bela dikirin: “Girî asaxe. Dewsa girî gişk gerekê bikenin, kê ku bigrî, wê cirma peraye giran bikişîne…”

          Û usa qewimî, wekî hema roja belakirina wê fermanê kurê pîrekêyî taê-tenê mir.

          Qewm-pismamê, ku hatibûne ser şînê, çawa qanûna teze dixwest, destpê kirin kenyan, lê dayîka, ku kur lêmiribû, porê serê xwe vedrût, digirya û digirya…

          Gilî gihîşte padşê û ewî emir kir:

          - Cirmê jê bistînin.

          Dayîka kur lêmirî cirm da û dîsa girya. Cara duda cirm avîtine ser wê. Û herro halê wê ha bû.

          Padşa hêrs bû:

          - Ew ewqas pere ku tîne, wekî hetanî nha hela hê digrî? Wêya bînin cem min!

          Dayîka reşe-mişot hate hizûra padşê, ç’eve tijî hêsir, şirovekir:

          - Min mal-halê xwe temam firotye û nha rojê pars dikim, wekî şevê cirmê bidim…

          Merya hew zanibû, wekî padşê gunê xwe pê bîne, lê nişkêva kire qarîn:

          - Gelî eskerno, hûn dibînin, ew hela ber min jî digrî!.. Destê wê qeydkin, lingê wê çîdarkin, bigrin bavêjne zîndanê!..

          Hetanî esker hazir dibûn, ku pîra qeyd-zincîrkin bivin herin, padşê ew dane seknandinê û got:

          - Guhê te li mine, pîrê, eger îdî negrîyî, tê him azabî, him jî dewletî bî…

          Dayîka qeyd-zincîkirî kesereke kûr rahişt û got:

          - O, padşayî sax’be, we tirê, wekî ew ezim digrîm? Ç’evkanya hêsirê dê ew dile. Eger hûn dilê  min derînin, tenê wî çaxî hûnê karibin hêsirê dêye, ku mîna ç’emê gurin, bidne miç’iqandinê…

          Wî çaxî padşê emir kir, wekî qeyd-çîdarê dê vekin, destê xwe da serê weyî xêrnedîtî û got:

          - Îdî ez pê hesyam, wekî hêsirê dê çine.
 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>