My Weblog: umraniye elektrikci uskuadar elektrikci usta elektrikci sisli elektrikci

rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();


AX’ASÎ HAMBARZÛMYAN «LO-LO»

 

 

AX’ASΠ HAMBARZÛMYAN

 

 

LO-LO

           

(Qisa kurda)

 

 

 

          Kurdistanêda gişka Rizaê zane nas dikirin.

          Ji zara girtî hetanî kala gava navê wî hildidan, digotin: “Rizaê meyî zane, dilê Rizaê me weke berê reme”.

          Û aha kê biketa dereca teng û nava qezyayê, berbi Riza diçû, Riza bi şêwrêd xweye aqilbendva ew şîret dikirin, pirsêd, ku tabetî nedidane wan, safî dikir.

          Raste, nav û dengê Riza her dera bela bûbû, lê rojekê Sêvdînê remildar hilda jêra ha got:

          - Riza zane, Riza xweyê dilê weke berê rem, ez ser bengzê te xem-xiyala dibînim…

          Riza sura xwe şiro kir:

          - Sêvdînê ezîz, kurê minî taê-tenê Miraz, wekî mînanî hîva çardeşevîye, temamya rojê xwera dilîze, kizîn ji dilê min tê: ax’irya wî wê çawabe?..

          - Rizaê zane, — Sêvdîn gotê, — zanibe, wekî ji Kurdistanê wêda şeherekî Steyrka heye, li ku merî hînî xwendinê dibin, dibine merîne serwaxt û kêrhatî.

          Û aha Kurdistanêda bes bela bû, wekî “Miraz çûye bajarê Steyrka bona zimanê wan, zakona hînbe, wekî komekê bide ketya û belengaza”.

          Lê dinyaêda çi ewqas lez diçe, çiqas ku wedê pêgiran… Miraz xwendina xweye yûrîstîê hildabû û berbi platformê dihat.

          Dîna xwe daê, polîsîaê cahilekî bejnbilindî navmilfire girtye, cimetê derheqa wîda digot – dîze.

          Rojtira mayîn, çawa extîyerzan, Miraz çû cem girtî.

          - Ez dixwezim te xilazkim.

          Wexta Miraz ha gotê, bû pîrqe-pîrqa girtî û kenya.

          Miraz cara duda gotê:

          - Guhê te li mine, benî adem, tu şimitîyî, ez dixwezim te xilaz bikim.

          - Tu çawa dikarî min xilaz bikî, gava min dizî kirye? – ewî bi hemdê xwe got.

          - Bawarya berk altindatîye û tu gumana xwe bide ser min.

          - Ez qayîlim. Sozê mêra didim: ezê deh zêra bidme te.

          - Zanibe, — Miraz bi bawerî gotê, — xebera xweş kurte. Paşê gotî zanibî – ziman hespê teye, te zevt nekir, wê te bavêje. Te fem kir? Caba hemû pirsêd qazî kurt didî – “Lo”.

          Û aha hat roja mehkemê. Qazî pirsî:

          - Gunekar, navê te çiye?

          - Lo.

          - Femîla te?

          - Lo.

          - Navê bavê te?

          - Lo.

          - Kîderê bûyî?

          - Lo.

          - Kîjan salê bûyî?

          - Lo.

          - Gunekar, xwe tu dîn nebûyî?

          - Lo.

          Sehetekê şûnda qazî vegerya û qirar xwend: “Bona wê yekê, wekî girtî dîne û îzn tune wî kelêda xweykin, dêmek, anegorî zakonê, wî ji girtinê azakin…”

          Ber dêrî Miraz ji girtîê azabûyî pirsî:

          - Te bawer kir, wekî xilazbûyî?

          - Lo.

          - De, nha sozê xwe biqedîne!

          - Lo.

          - Tu bîr dikî, wekî derdana ser agir, mêra jî bi gilîê wan dicêribînin? Çiye, gişkara lo-lo, kurê kurdara jî lo-lo?

          - Na, na, raste, min dixwest tu jî bixapandayî, lê zarê teyî şîrin darê hişk jî dişkêne. Hane, her deh zêrê te, wekî rast bim, bibim mêr.

          Go Kurdistanêda, gava merî rastî yekî bêîsafî xap-xapok dihatin, bi gilîê Mirazê zane qerfê xwe lê dikirin: “Gişkara lo-lo, kurê kurdara jî lo-lo?”
 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>