My Weblog: umraniye elektrikci uskuadar elektrikci usta elektrikci sisli elektrikci

rusiya

(function() { if (window.pluso)if (typeof window.pluso.start == "function") return; if (window.ifpluso==undefined) { window.ifpluso = 1; var d = document, s = d.createElement('script'), g = 'getElementsByTagName'; s.type = 'text/javascript'; s.charset='UTF-8'; s.async = true; s.src = ('https:' == window.location.protocol ? 'https' : 'http') + '://share.pluso.ru/pluso-like.js'; var h=d[g]('body')[0]; h.appendChild(s); }})();


HAKOB PARONYAN “PARSEKÇÎÊD PIRHURMET”

 

 

      HAKOB  PARONYAN

 

 

      PARSEKÇÎÊD  PIRHURMET

 

 (Kerîk ji serhatî)

 

паронян2      Hezar heysid hevtê… naê bîra min çendê sêntyabrê, sî û yekî – bibaxşînin, minê bigota sîî, çimkî sêntyabr tenê sî roje – merivekî nîvçeyî qalim ebeke dirêje fire xwe wergirtibû, teze ji gemya Trapîzonê peya bûbû, li ser kenarê îskela Galatîo sekinî bû û sindoqed xwe ji qeykê derdixist.

      We dît, min çiqas ferih destpê kir. Wekî serhatya min dha hewaskarbe û wî serîda çend sed mesele zêde bifroşim, min negot, wekî wê rojê gelekî hênikayî bû, wekî baraneke gur dibarî, wekî muxulqet bi hewaskarî berbi meydana Galatîo direvya, wekî cendirma qîzek girtibûn û gilîêd mayîn, bi kîjana nivîskar hertim destbi romanêd xwe dikin. Min jî dikaribû ev hemû bigota, lê min negot, çimkî wê rojê ne hênikayî bû, ne baran dibarî, ne muxulqetê pir hebû û ne jî qîzek girtibûn.

       Xulese, bê şik hûn dikarin serhatya min bawer kin, ya ku qewmandineke wedê nhaye.

      Ev rêwî xweyê cote ç’evê gire reş, cote burîê qalime reşe dirêj, cote guhê mezin û cote poza bû… na, na, xweyê pozekî bû, lê wî pozî dikaribû dewsa du poza qulixkira, mezinaya wî em şaş kirin. Beşereke usa lê bû, wekî eger maq.H.Vardovyan bi ç’evê xwe ew bidîta, wê ji wî merivî bipirsya: “Ez mehê çi bidme te, wekî têatra minda rola evsena bilîzî?”

      Rêwî sindoq û nivînê, ku nava cilikekêda pêça bûn, ji qeykê derxist, paşê kîsik kişand û çi heqê qeykçî bû, daê û gazî piştokêşekî kir. Pênc piştokêş ber wî sekinîn. Hilbet, wekî ewî gazî pênca bikra, wê anegorî edetê paytextê me, bîst û pênc ber wî bisekinyana.

      - Hûnê kî alî herin, ax’a? – piştokêşekî jê pirsî û lingê xwe danî ser sindoqa.

      - Gerekê herme Bêraê, soqaqa Sax’kî, hejmara 2, — wî merivê gir cab da.

      - Zef pak, min fem kir, Bêra, soqaqa Sax’kî… soqaqeke zef başe… — piştokêşê, ku dipirsî, got û sindoqek da pişta xwe û çû.

      - Ez jî soqaqa Sax’kî zanim, — piştokêşê duda got û ewî jî sindoqek da pişta xwe û berê xwe da Bêraê.

      - Ez herro diçime soqaqa Sax’kî, — yê sisya got û nivînê mêrik ji erdê hilda, da ser milê xwe û çilqas kir.

      Eva yeka ewqas zû qewimî, wekî mêrik ecêbmayî li herçar alya nihêrî, wekî piştokêşa bibîne, ku nava cimetêda îdî unda bûbûn.

      - Ev çi sosretîye, — ewî xulese kire qarîn, lingê xwe li erdê xist, — nivîn û sindoqê min kuda birin, çi îzna wan heye, ku destê xwe bidne nivîn û sindoqê min, merivêd vêderê çiye bêebûrin? Çi ku dibînin, hiltînin, dibin!

      - Em jî soqaqa Sax’kî zanin, ax’a, tiştekî jî bide me, wekî em te bibin, — herdu piştokêşêd mayîn gotinê.

      - Soqaqa Sax’kî jî, hûn jî erda sarda herin, — mêrik gote wan û hinarê sûretê wî îdî ji hêrsê sor bûbûn.

      Bû pîrqînya herdu piştokêşa, jê dûrketin, û rêwî jî dixwest bida pey sindoqêd xwe, gava merivekî bilindî qemerî korevişkî, ku ser milkê wî hilkişyabûne jor, destê xwe li hevxistin û bi beşereke qelp nêzîkî wî bû, bi merîfetî destê wî girt û jê pirsî:

      - Abîsox’om ax’a hûnin, kengê hatin, bi kîjan gemîê hatin, çawanin, birê we çawane, Trapîzonêda şuxulê milet çawane, bihê nên wêderê çiqase, van roja bajarê weda baran barî?.. Wey, Abîsox’om ax’a, wey…

      - Abîsox’om ax’a ezim, hêşka hatim, bi gemya tirka hatim, zef başim, birê min jî zef başe, Trapîzonêda şuxulê milet jî başe, bihê nên dahêkeke, van roja bajarê meda baran nebarî, — merivê, ku ebe wergirtibû, got û qet ew mêrika jî nas nedikir.

      - Hûn bibaxşînin, wekî min pêra negîhand hetanî hatine gemîê bihatama pêşya we. Ji Trapîzonê minra nivîsîbûn, wekî hûnê vê hevtê ese bêne vêderê…

      - Ez guh nadime tiştê usa.

      - Rastîê paytextê me gerekê xwe bextewar hesab bike, wekî pêşewitîkî miletî mînanî weyî maqûl, cahilekî merîfet, aqil…

      - Sindoqêd min…

      - Dilekî helal, ruhekî baş…

      - Pişto…

      - Wetenhizekî…

      - Kêşa…

      - Milethiz, xwendî, zane…

      - Sindoq…

      - Terbyetdar…

      - Yêd min hildan, birin…

      - Merivekî dil helal, femdar, torinî-şibhî dibe mêvanê wî.

      - Sindoqêd minda tiştêd usa tunene, — Abîsox’om ax’a cab da, livya, wekî piştokêşa bibîne.

      - Raste, hûn min nas nakin, lê ez mala we zef rind nas dikim: bavê weyî rehmetî rojnema min distend. Merîkî zefî rem bû, bavê kesîb-kûsîba bû, qîzêd kesîb dida mêr û kê pê dişêwirî, wanra qencî dikir. Merivêd wî teherîye rem wê gelekî bijîn, lê çi feyde, mirina bêwa hertim qenca dibe, xiraba dihêle, wekî zyanê bide milet. Em terka gilîê çûyî bidin û derheqa tiştekî mayînda xeberdin. Hûn gemîêda rehet hatin?

      - Rehet hatim. Min bi gotina te xwar, vexwar û palda, — Abîsox’om ax’a cab da û bi lez gavda.

      - Wekî hûn rehet nehatana, minê rojnema xweye sibêda binivîsya û guhdarya hevaltîê bida ser wê yekê, — rêdaktor got û pey jî bezya.

      - Ez zef razîme.

      - Ez reca dikim, minra bêjin, çika hûne çend salîne.

      - Çil.

      - Bi texmîna min, hûn tucarin.

      - Belê… eger hûnê kax’ezê derbazbûnê derxin, ne lazime, çimkî kax’ezekî minî wî cûreyî heye.

      - Na, ezê rojnema xweye sibêda binivîsim, wekî Abîsox’om ax’aê pirhurmet, tucarê eyan, duh ji Trapîzonê hate paytextê me, yê ku bi zimanzanî û tucartya xweye başva pêşewitîê miletê meva eyane. Texmîna min, hûn tirkî zanin.

      - Na.

      - Fransî?

      - Na.

      - Înglîsî?

      - Na.

      - Almanî?

      - Na.

      - Tişt nake, ezê we bikim zimanzan û pesnê we bidim.

      - Çira hûn çiqas merîê, ku têne Polîsê, navê temama didine rojnema xwe?

      - Bawer bikî gişka jî, eger mînanî we pêşewitîê milete maqûl bin.

      - Çira navê merivê ji Polîsê diçin jî hûn didin rojnema xwe?

      - Bawer bikî gişka jî, eger mînanî we pêşewitîê milete maqûl bin.

      - Pak, navê min jî bidne rojnemê, ez jî pêşewitîkî miletim. Bajarê meda xweyê zevya, ga, ç’êleka, milkim… Wan jî binivîse, — ewî bi beşereke usa got, wekî teê bigota, ku kareke gelekî mezin neşirkirina wan xeberada hebû.

      - Qet nefikirin: bona borcekî îsafê û heqîê biqedînim, ezê wan jî binivîsim.

      - Du-sê berdestîê  min jî hene… Tu dikarî wan jî bikî qulç’ekî rojnema xwe?

      - Çira na.

      - Sehet û zincîra mine zêr jî hene, lê bona nedizin, min gemîêda girênedan: lazime ew jî bêne nivîsarê? — Abîsox’om ax’a pirs kir. Ewî îdî sindoq lap bîr kiribûn.

      - Ne cayîze wana binivîsim.

      - Zef baş, lê çi ku min gotye, rojnema xweda dayne lap cîkî kivş, wekî bixûnin.

      - Min usa nêt heye.

      - Bi herfêd mezin binivîse.

      - Arxayînbe: ezê bi herfêd lape mezin binivîsim.

      - Tenê çûyîn û hatina merivêd dewletî dinivîsin… usa nîne?

      - Belê.

      - Eger hûn derheqa merivêd kesîbda jî dinivîsin, ez naxwezim, wekî navê min…

      - Tu wexta, merivêd, ku perêd wan tunebin, em navê wan nanivîsin, hizdikî hezar zêr jî dabin bona çêkirina mektebê.

      - Yanî her êvar hûn vêderê hîvîêne, wekî dewletîêd, ku tên Polîsê yanê diçin, bibînin bona navê wan bidne rojnemê, wekî cimet zanibe, ku kê hatye û kê çûye… Bêfitîya, ezê sibe êvarê navê xwe rojnema weda bixûnim.

      - Belê, adrêsa xwe bidin, wekî bi destî nemebirê cî rojnemê wera bişînim.

      - Bêra, soqaqa Sax’kî, hejmara 2.

      - Zef pak, — rêdaktor got, kax’ezek ji cêba xwe derxist, navê Abîsox’om ax’a li navnîşa merîê, ku rojnema wî distînin, zêde kir.

      - Sibê şebeqê bişînin, wekî navê xwe rojnemêda bixûnim.

      - Ezê berêvarê bişînim, çimkî rojnema min êvarê neşir dibe.

      - Ezê çiqas şabûma, wekî we rojnema xwe sibê şebeqê neşirkira… Lê tişt nake, bira ya êvarêbe, bese, wekî navê min bi herfê mezin bê nivîsarê.

      - Derheqa wê yekêda nefikirin: sibê êvarê ezê ese rojnemê bi parnivîsarê bişînim.

      - Bi parnivîsarê?.. Ne we digot, wekî ezê bi destî nemebirê cî bişînim… Parnivîsar kîye, mala min zane?..

      - Parnivîsar kax’ezeke, li ku ez dinivîsim: “Me qîmetê rojnemêyî salekê zêr û nîvek ji Abîsox’om ax’aê hurmetlî stend” û ewê kax’ezê didim we, bi kîjanê îzna we heye salekê rojnema min bistînin.

      - Hûnê salekê ser hev navê min binivîsin?

      - Na, lê hûnê rojnema min bistînin, gava zêr û nîvekî bidne min.

      - Zêr û nîvekî!.. geleke… Sê çarhêkê zêr têrê nedikirin?

      - Rêdaktor ser qîmetê rojnemê bazarê nakin…

      - Zef pak, rojnema xwe û wê kax’ezê bişînin, emê tiştekî bikin.

      - Lê usa texmîn nekin, wekî bona nivîsara rojnemê ez hatim, min hûn dîtin. Na xêr, ez necamêrtya usa nakim. Çawa pismam ez hatim, min hûn dîtin.

      - Tiştekî eyane.

      - Tu wexta bira fikra wera derbaz nebe, wekî ev merî bona zêr û nîvekî ji min biç’opîne hat ez dîtim.

      - Na, ez usa nafikirim.

      - Çimkî çend rêdaktorêd parsekçîye usa hene, wekî merivêd, ku têne Polîsê, talankin, diçine cem wan û wana rojnema xwe dinivîsin. Ez tiştê usa nikarim bikim, çimkî xeysetê min usa nîne… Ez dixwazim bijîm çawa merîkî maqûl.

      - Min fem kir, hûn dixwazin bijîn çawa merîkî maqûl.

      - Derheqa evê dîtina meda jî kesekîra nebêjin, çimkî merîne usa hene, wekî serhatîêd vir-derew dinivîsin û navê min xirab dikin.

      - Ez fem dikim, wekî navê we xirab dikin.

      - Mesele, vê yekêda ezî gunekarim? Ez hatime pêşya we û min gilî da, wekî navê we bidme rojnema xwe. Hûn jî çawa pêşewitîkî miletî femdar we xwe rojnemê nivîsî. Ez reca dikim bêjin, min hûn xeniqandin, wekî xwe rojnema min binivîsin?

      - Tu cara.

      - Min qirme nîşanî we da?

      - Tu wexta.

      - Min kêr hilda ser we?

      - Na. Lê cîê mayîn qirmê yanê kêrê nîşan didin, paşê xwe rojnemê dinivîsin?

      - Ez wê yekê nabêjim. Gilîê min ewe, wekî we bi rezadilî xwe rojnemê nivîsî.

      - Belê.

      - Û min mînanî comerda ev yek kir.

      - Bêfitya, usane.

      - Min mînanî wan rêdaktora nekir, yêd ku hema çawa pê dihesin, wekî merîkî xerîb hatye Polîsê, direvin, diçine mala wî û wî rojnemê didne nivîsarê.

      - Îzna wan nepaka tune navê te xirab bikin… tu min bawerbe…

      - Ez ji we razîme, dema xatirê we, Abîsox’om ax’a, rojekê jî keremkin, werin rêdaksîa me, em qawekê vexun.

      - Zef pak, ezê rojekê bêm. Ya sibê bîr nekin.

      - Arxayînbe.

      Abîsox’om ax’a û rêdaktor ber rya Bêraê ji hev qetyan. Ewana bi xeberdanê gihîştibûne wêderê.

      Gava Abîsox’om ax’a tenê ma, çû û hey jî pêra dufikirî: “Min bi xwe nizanibû, wekî ez merivekî ewqasî mezinim, çiqas, ku ev rêdaktorê han texmîn dike. Lê rastîê ew ji min rindtir zane, wekî ezî çiqas mezinim, çimkî ew rêdaktore û merivekî xwendîye… Sibê, gava navê min rojnemêda bibînin, wê hev bixurdilin û wê bixwezin, wekî min bibînin. Sibê gerekê ez kincê xweye roja ledê xwekim û seheta xweye zêr û zincîra wê girêdim, min dixwest berdestîêd xwe jî xwera banyana, kî zane… Her merivê sibê zanibe, wekî merivekî mezin hatye K.Polîsê: merivekî torin, dilsax’, zimanzan, xwendî, terbyetdar, zane û yêd mayîn û her jinekê bêje mêrê xwe: “Em qîza xwe bidne vî Abîsox’om ax’ayî”. Mêrê jî bêje jinê: “Hela bisekine, Abîsox’om ax’aê qîza me bistîne? Ewê bixweze, wekî qîzeke maleke dewletî bistîne”. Ser vê cabê mêr û jinê têkne şer û serê hev bişkênin – talaşa kêye?.. Gava navê min rojnemêda derê, kara minê ew be, wekî nava du rojada qîzeke dewletî bistînim û şuxulê zewaca xwe bînim sêrî. Ne axir ez tenê bona wê yekê hatime vir… vê zewa…”

      Merkebeke kewranê k’eraye bi agûra barkirî Abîsox’om ax’a qelibî û ew ser hişê xweda hat. Ewî qet guh nedabûê, ku kewranê k’era berbi wî dihat. Hertim soqaqa Bêraêye mezin tijî k’erin.

      - Xwe bide alîkî! – farizê xweyê k’era gote Abîsox’om ax’a û xwest k’era xwe heq derxe.

      - Ew xeber gerekê te pêşîê bigota, wekî ez haj xwe hebûma, — Abîsox’om ax’a gotê û rya xweda çû.
 

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>