My Weblog: kutahya web tasarim umraniye elektrikci uskudar elektrikci umraniye elektrikci istanbul elektrikci satis egitimi cekmekoy elektrikci uskudar kornis montaj umraniye kornis montaj atasehir elektrikci beykoz elektrikci

rusiya


HIZRET. SERÊ ŞEŞA

 

 

HIZRET

                     

                     

SERÊ ŞEŞA

                     

                                          

          Arakêl gelekî birin, anîn. Ha vê bêje, ha wê bêje. Hey carna slêstçîê cahilî serxwe pirs didanê, hey carna yê berç’evk ber ç’evayî qirinteyî hemdê xwe qelam dêstda her car her gotineke Arakêl dinivîsî. Pirskirin, nivîsîn, pirskirin, nivîsîn û dîsa Arakêl şandine kelê – palde û hêsabe, Arakêl! Û Arakêl bîr kirin. Nha Arakêl titûna xweye qulîser dikişand û xewnê yek ji yekê bêtewşetir didîtin. Sibê zû hişyar dibû, ser cila rûê erdê raxistî çarmêrkî rûdinişt, difikirî, difikirî û seredarî ji şuxulê dinyaê dernedixist.

          Arakêl çi zanibû, wekî hema wan deqa qulixçîê mezin ber îstolê xweye nivîsarêye giran rûniştî gotinê wî dixwendin û pê qelema sûte qalim bin cîê hewaskarda xet dikişandin? Gotinê wî û cabê wî, ku dida pirs-pirsyarê slêstçîaye bêhesab, bûbûne kitêbeke tam, wekî pê maşînê bi çend mesela bi du zimana – ermenî û ûrisî neşir kiribûn. Û gişka ew efrandina gundîê Dîtakê Arakêl Êloyanê qorixçî dixwendin. Dixwendin, lê dinihêrîn, ser her xebereke wîda difikirîn, fikir pevdiguhastin, qirka hev digirtin, hevdura diketne hucetê, dihatine ser fikrê kutasîêye başqe-başqe.

          Sedrê serwêrtya cumhuryetêye dewletêya seyasetîê Haykaz Şavarşyan xwendevanê lapî îsaf bû. Ewledê gundya, ku bi xwe jî gundekî qeza Erzurumêda bûbû, ewî gelek zaravêd gundîêd ermenîye roavaê û ruhê merîê mihacir zanibû. Du dehsalya pêşda, gava ewî şagirtê dersxana mekteba Tîflîsêye Nêrsîsyane berî kutakirinê bû, wextê hêsabûna vegerya gund û gund bi gund gerya, qisêd cimetê nivîsîn, gihîşte hetanî gundêd Elaşgirê, ç’yaê Npatê… Nha, gava gotina Arakêl Êloyanê dixûne, wan merya û cya dibîne, wekî wan gundada sala 1912-a wîra qise digotin. Gotina Arakêl Êloyan jî ber ç’evê wî zargotineke usa bû, qiseke temiz, bi zimanekî nas şirovekirî û tê bêjî merîê, ku zargotina cimetê berev dike, nivîsye.

          “Û ev gundîê hanî belengaz gotî çawa cesûsê împêrîalîzmê bê naskirinê, çimkî bi wî teherî nava nota wezîretya şuxulêd Tûrkîaêye derda hatye gotinê”, — Haykaz Şavarşyan fikirî û pişta xwe da kursîê bin xwe. Ser şûşa îşkafê sifetê xwe dît. Tu jî kal dibî. Nha îdî ne mînanî “Erfanê reşe”, çawa Bekûêda, wextê xebata dizîkava, jêra digotin. Kal dibû, lê serî-binî sîûşeş salî bû. Sîûşeş salî. Lê teê bigota sed sala dinyaêda emir kirye û bi mîlîona meriv nas kirine.

          Cara çenda ewî gotinêd Arakêl û fikrêd slêstçya xwendin. Arşo Samêryan jî fikra xwe nivîsîbû, nava kîjanêda Arakêl Êloyan hatibû qîmetkirinê çawa polkovnîk Laûrênsê ermenyayî eksîşorişê. Fikra usa, çawa xudanê wê dinivîsî, “bîna” wîye “çêkîstîê” jêra gotibû, tenê dikaribû mesqeretî bûya, hergê xeta xuliqandina qezyaêd giran têda tunebûya.

          Haykaz Şavarşyan emir kir, wekî kutasya wê rojê Arakêl Êloyanê girtî bînin cem wî. Dixwest carekê jî wî bibîne, careke mayîn jî pêra xeberde.

          Arakêl anîne hundur. Rengê xwe avîtibû, sorbûna hinarê sûretê wî unda bûbû, ç’evê wî korda çûbûn, simêlê wî û burîê wîye qalim ji dest dûê cix’arê dha zer bûbûn.

          Haykaz Şavarşyan ji cîê xwe rabû, destê xwe kire destê kalê, teglîfkir rûnê.

          - Ê, tê îdî çi bêjî, apê Arakêl?..

          Arakêl vebeşirî. Ew serkar wî xweş dihat.

          - Ezê çi bêjim, qurba?.. Gotin jî, îzn jî ya teye, tu çi sûdê jî bikî, heqê mine…

          - Apê Arakêl, dibêjin, wekî te wêderê înglîs dîtine, te gilî daye wan, wekî wanra qulix bikî…

          Arakêl serê xwe hejand:

          - Çi dixwazin, bira bêjin, îzna wan heye. Ez û kirina xwe gunekarin…

          - Lê rastîê nava kurdê, ku te dîtin, înglîs tunebûne?

          - Bira xêrê nebînim, hergê xêncî kurda û yekê jî ewî eskerê tirk, wekî revî bû, hatibû cem Nado, min merîê mayîn dîtine… Ez xêrê, waê nebînim. Ji we veşêrim, lê ezê çawa ji Xwedê veşêrim?..

          Teê bigota Haykaz Şavarşyan qestîka wî dide xeberdanê, wekî bibîne, ku Arakêl çawa ecêbmayî dimîne, berxwe dikeve, sond dixwe, dîsa gundîê ermenî bibîne û ji wî fem bike, ruhê wî, dilê wîyî temiz bibîne. Ne axir bavê wî, apê jî hema ha xeber didan! Bavê wî jî papaxê xweyî kevnî maşyayî destê xweda diç’imirand, ber êpîskopê pêşîkarê cid sekinî û caba wê pirsê, wekî qayîle, ku Haykazê wî bişînine Ûrisêtê hînbe, Haykaz kurekî zîreke, ha da:

          - Sofî, tu zanî, çi bêjî, min qebûle…

          Wî “sofî” wê çi zanibya, wekî Haykazê çend sala şûnda bibe bolşêvîkekî eyan, ew jî bolşêvîkê çêkîst, mînanî Dzêrjînskî, helal û heq…

          Nizanî bona çi, eva îdî cara çendane, wexta Arakêl dibîne, ew bavê xwe û gundîê xwe bîr tîne. Bes nîne bêjin ewî bîr danî. Bengzê wan didît, dengê wan dibihîst.

          - Apê Arakêl, — dîsa Şavarşyan xeberda, — tu zanî sosîalîzm çîye?..

          - Min bihîstye, lê fem nekirye…

          Şavarşyan bi dengekî dilovan, bi hemdê xwe, hûrgilî Arakêlra şirovekir, wekî sosîalîzm çîye. Arakêl bi guhdar dibihîst û ç’ev lê fire bûbûn. Hetanî nha tu kesekî wîra usa şirovenekiribû, wekî merî dikarin çawa bi emrekî têr û tijî, bedew û aqil mînanî bira – ermenî, tirk, ûris, kurd, hemû milet tevayî bijîn.

          - Programa Lênîne?

          - Programa Lênîne, — Şavarşyan testîq kir.

          - Xweş programe, — Arakêl begemya xwe daê, — rehme li ruhê wîyî mezinbe, wekî em jî ji xezakirina tirk aza kirin…

          Demekê sedrê serwêrtya cumhuryetêye dewletêye seyasetîê û Arakêl Êloyanê Dîtakê ker-ker li hev nihêrîn. Beşera serkarî xweş dilê qorixçîê kal dida germkirinê û ewî qet texmîn nedikir, wekî şabûna, ku ç’evê kalêda şewq vedabû, emir dide ewî qulixçîê mezin.

          - Dêmek, em gotî emrekî usa çêkin, sosîalîzmê gotî çêkin, — Şavarşyan gilîê xwe pêşda bir. – Çi hewceye, wekî em tiştê derbazbûyî bîr bînin, bona xwelîê kevn ax-keserê bikişînin? Apê Arakêl, ew yek lazime?

          Arakêl ser wê pirsêda gelekî fikirî. Serkar tiştne rind digotin, lê ew pirsa kutasîê bona Arakêl tiştekî nişkêva bû.

          - Ez çi bêjim, qurba, — ewî xeberda, — çira naxwazim, wekî ermenî û tirk bira bin, tev bixebitin, tev bixun, tirk ermenya qir neke, ermenî jî ranebe heyfê hilnede, eynat tunebe, hizkirin hebe, deşta Elaşgirê, dûrana Mûşê, alîê be’ra Wanê û Bîngolêda jî sosîalîzmê çêkin, edlayî, aştî bê li ser dinyaê… Çira ew cî bona sosîalîzmê cîne xirabin?..

          Caba Arakêl bona Haykaz Şavarşyan tiştekî nişkêva bû. Çawa Arakêl ser pirsa wîda fikirî bû, nha jî ew ser caba wîda difikire. Gundîê ermenyayî aqilî kemal ber Şavarşyan rûniştibû, lê sifta şuxulda texmînkirin hebû, wekî ewî çelqyaye, “textekî wî kême”.

          - Apê Arakêl, tê sibê-dusibe herî malê. Hergê yek te eciz bike, rast bêyî cem min. Min gotye, wekî kincê temiz, sola û papax bidne te. Şerme, wekî wî cûreyî ji cem me herî. Temya min li te: çi te vêderê mera gotye, tu kesîra nebêjî. Femdarîye?

          - Femdarîye, ez gelekî ji te razîme, — Arakêl ber xweda got.

          Qirara azakirinê û ewan xeberêd serkare alavî Arakêl gelekî dane şakirinê. Tê bêjî ew hîvya emrekî usa bû û hîvya tu qirar û sûdeke mayîn nîbû.

          - Ez gelekî ji te razîme, — ewî wekiland û rabû.

          Esker hatne hundur û Arakêl dîsa birin kirin qulka kelê.

          Lê serhatî hela pêşda diçû. Rojtira mayîn sibêda destbi civata kolêgîa serwêrtya cumhuryetêye dewletêye seyasetîê bû. Pirsa enenekirinêye sereke serhatya Arakêl Êloyane mezinkirîye firekirî bû. Wextê civatê hucetêd germ û gur pêşda hatin, berk qirka hev girtin. Herdu slêstçya û sedrê serwêrtya dewletêya seyasetîê Haykaz Şavarşyan bi bawerî digotin, wekî çûyîn-hatina Arakêl Êloyan ne bi meremê seyasetîê bûye, wekî nîgara Êloyan nîgara miletîêye bi teherekîye, ku sifte, îlahî bona merîê xerîb, tiştekî nebawerkirinê û ecêbe. Rastîê hizretê ew birye cî-warê weten û cimeta wî gazî kirye, paşda anye.

          Arşo Samêryan ser fikreke başqe bû. Ewî digot, wekî ew gundîê fêlbazî binva, wekî ç’îrokbêjekî eyane, em zef rind xapandine. Carekê, — ewî digot, — sala 1919-a Astraxanêda min mûjîkekî tatarî wî cûreyî girt, wekî xwe dewsa bêsûca datanî…

          - Me ew gilî-gotin gelekî bihîstine, — Haykaz Şavarşyan bi eacizya eşkere got, — hûn bêjin, wekî çi îzbatîêd we hene, ku Arakêl Êloyan cesûsê Anglîaêye, şuxulkarê eksîşorişêyî dizîkavane, çawa we bi nivîsar nivîsye? Çi îzbatîêd we hene?..

          - Çi îzbatîêd min hene? – Samêryan wekiland û ç’evê xweye korevişkî dha qirpandin. – Îzbatî bîna mine çêkîstîêye… Îznê bidin ez dîsa destbi slêstîkirinê bikim. Ez wî serîda destpê bikim û îzbatya bidme we… We çira ez ji slêstîkirinê dûrxistim, bona wê yekê, wekî min kulmek daye dîvêrsantê, ku hidûdê dewletê teribandye, скажите пожалуйста          [1]! Tiştekî gelekî mezine? Îznê bidin serîda destpê bikim, wê bê kivşê, wekî çîye! Arakêl Êloyan ç’îrokbêjekî rinde, lê ez mînanî hine hevala ji ç’îroka bawer nakim. Min ç’îrokê usa gelekî bihîstine û rind dîtye, wekî bin wanda çi hatye veşartinê…

          Haykaz Şavarşyan ker-ker bi guhdar dîna xwe dida wî merivî, kîjan bîst salî zêdetir nas dikir û carekê nekete bîrê, wekî ewî ji merya bawer bikra, yek xweykira, qe na gunekarîk ser wî merivî bida hildanê, ku nava hezar gunekaryada dihate gunekarkirinê û nehsid nod nehê mayîn ser bihîşta. Haykaz Şavarşyan gelek qewmandinêd usa bîr danîn, lê hela tu wexta Samêryan mînanî îro nepak nîbûye. Ew zane, wekî eva kirina wî wê kê xweş bê û ewê ji wê çi karê keve. Samêryan gilîê xwe pêşda dibir:

          - Em xweykirê şorişêne. Cara ha hema em ku ç’evê xwe bigrin, dijminê ji destê me derkeve. Xwe ser enya dijmin nenivîsîne, wekî ew kîye? Ew rojekê çarixa pê dike, şelê pînekirî xwe dike, rojeke dinê tiştekî mayîn…

          “Ax, tu çi merîkî netutiştî, — Şavarşyan difikirî, — tu tîpeke çiqasî zyandarî! Tu xwe ne tu tiştî, lê qezyayî, çimkî jorê merîê usa hene, wekî pişta te digrin, jêrê jî merîê usa hene, ku pey te diçin…”

          - Çi dixwazin derheqa minda bifikirin, lê, bi fikra min, gerekê îro jî usa qulixî şorişê bikin, çawa me sala 1919-a qulix dikir, — Samêryan gilîê xwe pêşda dibir, — wekî tu Arakêl Êloyanek bi ç’îrokê xweva me nexapîne.

          - Hûn gelekî derheqa qulixkirinê xweda xeber didin, hevalê Samêryan, — slêstçîê cahilî qalim, ku ç’evê wîda rem hebû, ber gilîê wîda hat. – Hûn gelekî derheqa qulixkirinêd xweda û bîna xweye çêkîstîêda xeber didin, tê bêjî rastîê we tenê şoriş ser milê xwe birye, cahilbûna me jî didine rûê me. Lê çira bilêta weye firqêda sala 1922-a hatye nivîsarê?..

          Haykaz Şavarşyan zeglil xist, wekî cahil kerbe, da femkirinê, wekî ew yek pirsa îroye enenekirîra naê girêdanê, wekî nelazime ji pirsê dûrkevin.

          - Na, wekî dipirse, ezê cabê bidim, — Samêryan got. – Geleka tirê çika ew çi serhatîye, ew serhatî wî — Lavrêntîra          [2] jî eyane. Ez û lawikê min sala 1919-a ketine nava hesara bêlogvardêysa          [3]. Min kincê xwe guhast, xwe grîm kir, bilêta xwe jî veşart, wekî ji hesarê derkevim. Min borcê xwe qedand, paşê wextê vegeryam, min bilêta xwe nedît, û bi wî teherî bi mêxanîkî der mam hetanî sala 1922-a. Wê şûnda fronta xebata malhebûnîêda bûm. Par na pêrar Lavrêntî xwexwa gazî min kir, birime cem xwe û emir kir, wekî dîsa xebata çêkîstîê bikim. “Tu hela kêrî şorişê têyî, Samêryan, — dibêje, — nha Ermenîstanêda motacê te hene. Gotî em te bişînine Ermenîstanê bona miqabilî eksîşorişê têkî şer”. Serhatî eve. Tu bi wê yekê min nuxsan nakî. Kê ku lazime, min rind nas dike. Tu derheqa şuxulê Arakêl Êloyan xeberde. Tu wê yekê bêje, wekî te çawa ew heq derxistye, ew xmbapêtê          [4] daşnaka kirye dîkekî spî?..

          Slêstçîê cahil jî germ bû. Dixwest caba wî bida, lê sedir nehîşt. Cahilê hêrsbûyî rûnişt, enya xweye kever danî ser kulma xwe. Dihate kivşê, wekî Haykaz Şavarşyan ji wî hiz dike. Jê hiz dike û dihêvşîne. Bi bengzekî xweş li wî dinihêrî û difikirî: “Ezîzê min, tu hela gelek tiştî nizanî, gava ha hêrs kevî, tê nizanbî jî. Tu nizanî, wekî îzbatîêd wê yekê dex’lekêdanin, dadayîne. Kilîta wê jî cêba wî merîdane, kîjan bi xwe pişta wî digre. Û ew sitardar dha qewate, ne ku ez û tu tevayî. Ezîzê min, tu hela gelek tiştî nizanî…”

          Xêlekê şûnda slêstçîê cahil dîsa rabû û hucûmî ser Samêryan kir.

          Sedir wî hilat.

          - Hûn xwe rast xwey nakin! Xwe rast xwey nakin!

          - Tu çi dibî dîk, kuro? – Samêryan caba cahil da.

          Hucet dha gur bû. Hezar carî navê Arakêl Êloyan bi dengê zirav, qalim û ketî, bilind û nimiz hate gotinê – Arakêl Êloyan, Êloyan Arakêl, Êloyan! Êloyan? Êloyan…

          Arşo Samêryan tenê ma. Lê ewî bawer kir, wekî nava wan meryada terefdarê wî hene, kîjana xwe ker dikin. Fikra civata kolêgîaê ew bû, wekî tu meremekî çûyîn-hatina Arakêl Êloyane li Tûrkîaêye seyasetîê tunebûye, wekî pevgirêdana Arakêl Êloyan tu komeke seyasetîêra tunebûye, wekî gunekarkirinêd Arakêl Êloyan, ku nava nota wezîretya şuxulêd cumhuryeta Tûrkîaêye derda hene, naêne îzbatkirinê. Hate qirarkirinê, wekî hema usa jî serwêrtya Pişkavkazêye dewletêye seyasetîêra binivîsin û hemû qinyatêd slêstîkirinê bişînin wêderê.

          - Merî hene, wekî fikra hara qayîl nînin? – Haykaz Şavarşyan pirsî.

          Tunebû.

          Xêlekê şûnda Arşo Samêryan rabû şipya.

          - Îznê bidin ez ser fikra xweye mexsûs bimînim, — ewî got.

          - Bimînin, — Şavarşyan caba wî da û serda zêde kir: — keremkin, ser fikra xweye mexsûs bimînin.

          - Û hîvî dikim îznê bidin fikra xweye mexsûs Lavrêntî Pavlovîç Bêrîara bişînim.

          - Kêra dixwazin bişînin, — Şavarşyan ancax xwe zevt kir û got: — we îdî panzdeh roja pêşda fikra xweye mexsûs şandye…

          - Belê, — Arşo Samêryan got, – û ezê dîsa bişînim…

          - Zanim, — Şavarşyan vebeşirî.

          Bi wê yekê civat kuta bû. Bi hêrs derketin û her kes çû ser şuxulê xwe. Lê huceta, ku civata kolêgîaêda hebû, temamya rojê otaxada pêşda diçû. Samêryan gelekî gunekar dikirin, qerfê xwe “bîna” wîye “çêkîstîê” dikirin. Lê Samêryan sivderêda diçû, dihat, ew xeberdan dibihîst û xweber vedbeşirî. Ew qet nedifikirî û ne jî berxwe diket, wekî tenê maye.

          Hevtêkê şûnda Haykaz Şavarşyan gazî serwêrtîya Pişkavkazêye seyasetîê kirin. Nha jî wêderê şuxulê Arakêl Êloyan dihate slêstîkirinê.

          Sê roja şûnda Şavarşyan vegerya, eşqa wî şkestibû, hilbet, usa dikir, wekî ew yek neê kivşê. Sê roja şûnda jî qirara serwêrtîya Pişkavkazêye seyasetîê hate stendinê, kîjanê elam dikir:

           

          “Kolêgîa serwêrtîya Ermenîstanêye seyasetîê û xût hevalê Haykaz Şavarşyan, gava şuxulê Arakêl Hakobovîç Êloyanê, ku hidûdê dewletê teribandye, revye Tûrkîaê û ji wêderê hatye anînê, enene kirine. Hatine ser fikreke serraye lezketîye sûbyêktîv, gava gunekarê dewletê Êloyan aza kirine.

          Bona wê yekê, wekî haj xwe hebûna Haykaz Şavarşyan kême, nava wê qirarêda cirm dane wî. Hatibû kivşkirinê, wekî wextê slêstîkirinê Arşo Samêryan xwe pak xweyî nekirye, lê di pirsa gunekarya Êloyanda tebya wî rast bûye. Bi wê qirarê Samêryan kivş dikirin çawa serekê para serwêrtîya Ermenîstanêye dewletêye slêstîkirinê. Lê herdu slêstçîê mayîn, ku Êloyan slêstîkiribûn, diguhastin serwêrtîya Pişkavkazêye dewletêye seyasetîêda bixebitin”.

           

          Geleka niqitka qirarêye kutasîê  fem nedikirin. Eger fikra kutasîê şaş bûye, lê îdî çira slêstçîê Êloyan pêşda dikişandin?

          Samêryan xwe wanra gîhand, wekî fem bikin.

          - Lavrêntî bi wî cûreyî çêkîsta terbyet dike. Hûnê binihêrin, wekî pênc-şeş sala şûnda bin destê wîda ewê bibin lawikne çawa…

          Du roja jî paşî wê qirarê emrê sedrê serwêrtîya Pişkavkazêye dewletêye seyasetîê hate stendinê:

           

          “Pê agêntê serwêrtîya dewletêye seyasetîê û pareskerêd sînorxweykir rind li pey gunekarê dewletê Arakêl Hakobovîç Êloyanê ji kelê azabûyî bigerin û her hevtê derheqa kirin û xeysetê Arakêl Êloyanda dokladê bidne serwêrtîya Pişkavkazêye dewletêye seyasetîê”.

           

          Haykaz Şavarşyan gelekî difikirî. Ew ji sala hezar nehsid hivdada hetanî sala hezar nehsid bîstyekê nava xaxê dha giranda bûye, lê qewmandin wîra ewqas terî û nefemdar nîbûne,  hewa ber ç’evê wî ewqas şêlûkirî nehatye kivşê.

          Hema wan roja eyan bû, wekî Haykaz Şavarşan çûye cem sedrê şêwra komîsarêd Ermenîstanêye cimetîê û gotye, wekî naxwaze bixebite û hîvî dike îznê bidnê, ku here Moskvaê akadêmîa senayêda hînbe. Dixwaze emrê xwe pêşkêşî êlêktrêfîkasîakirina welêt bike.

          Eva qewmandina jî bû mena cûre-cûre gilî-gotina. Merî sîûşeş salya xweda teze here hînbe, teze wê derheqa destanîna pêşekda bifikire? – merya ji hevdu dipirsîn.

          - Ew wêderê du sala hîn bûbû, — Samêryan got, ku wextê hemû dudilya hertim kêleka hevala bû û şirovedikir, wekî çi qewimye, — sala 1927-a ji kûrsa duda paşda gazîkirinê anîn kirin ser xebatê, nha bira here hînbe. Bira hînbe, motacê hînbûnêye…

           

           

           

          PAŞKILAM

           

           

          Arakêl Êloyan lap bi qilixekî din ji kela Yêrêvanê derket. Ew mecbûr kiribûn dewsa çarixa sola pêke, şel û pêncekê teze lê kiribûn, papaxekî xilmet kiribûne sêrî. Û gişk usa rind lê dihatin, te nizanibû ji ku destxistine. Sûretê wî rind kur kiribûn, bilêta maşînê dabûne dêst û rêxistibûn:

          - Arakêl, here mala xwe, careke mayîn nekevî nava şaşîke usa.

          Û Arakêl eşq û şa, teê bigota cahil bûye, vedgerya malê. Ewî xwe bextewar hesab dikir, wekî mirazê dilê wî hate sêrî – welat dît, derbaz kir, wekî her tişt vêderê pak derbaz bû, wekî dinyaêda merîê rem, qenc hene, wekî dinyaêda heqî heye…

          Besa azabûna wî berî wî gihîştibû gund. Hela ling neavîtibû şêmîka mala xwe, gava gundî hewşêda tijî bûn. Îdî elaşgira û xinûsya, milazgira, mişêyî û miksya, sasûnya, ozmêya, bitlîsya, şataxya û binelîê Wanê, qersya, îdirya, kox’bêya û gişk hatibûne dîtina Arakêl. Ne axir ew gundê li kenarê Erez gêjgerînga her bêşe zarav û tereza bû. Digotin, wekî mihacirê, ku ji hevtê hevt gundê Tûrkîaê û Surmelîê hatibûn, evî gundê rex Erezda binge girtibûn.

          Gişk hewşa Arakêlda berev bûbûn, bona derheqa welatê xweyî undabûyîda xeberekê pê bihesin. Lê Arakêl ketibû malê, derî ser xwe dadabû. Ne dihîşte merîê ber dêrîye berebûyî bêne hundur, ne jî bi xwe derdiket. Hundurda Senemê xwe avîtibû pêsîra wî û digirya:

          - Arakêl can, qurban, heyran, ez qurbana serê teyî xêrnedîme, Arakêl!…

          Kure ne li mal bûn. Aram çûbû şeher, bûbû pale, Senem nizane, kîjan zavodêda dixebite, Tîgran revîbû Ûrisêtê, tenê nemek şandibû. Şîl Garê bûbû xweyî-xudanê gund, gava ber dêrîra derbaz dibû, hezar û yek gilîê netê ji dêv derdiketin. Şikir Xwedê, merîê xêrxwaz jî hebûn, derî lê vedikirin, ber dilda dihatin, Xwedê Mûşêx’ê Vankê û kurê wîrabe.

          Senemê lez-lez şirovedikir, Arakêl jî ker-ker guh didaê, qulap-qulap dûê miştokê berdida. Lê merîê, ku hewşêda berev bûbûn, dikirne qalme-qalm, gazî Arakêl dikirin, wekî derê derva.

          Ewî darê kal-bava hilda, derî vekir û derkete hewşê.

          Hazir deqekê şaş bûn. Teê bigota merîkî mayîn didîtin, ku mînanî gundîê wan Arakêl Êloyanê qorixçî bû, lê kalekî navmilfireyî qefesqalimî dha serxweyî esabe bû, wekî te hew zanibû ji dinya ç’îrok û lêgêndêd kevn hatye.

          Arakêlra nha hesab rûdiniştin, jê vedikşyan.

          - Cimet, gelî bira, temenebin, Arakêl ji welêt tê, — Mûşêx’ê Vankê bi dengekî, ku ji şabûnê dilerizî got û berî gişka papaxê xweyî kevn ji serê xwe derxist.

          Gişk deqekê ker bûn, tê bêjî saw kete ser wan. Dîsa Mûşêx’ berî gişka nêzîkî wî bû.

          - Arakêl, ez bawer bikim, gelo ew tuyî, Arakêl…

          Ji her alya kirine gazî:

          - Arakêl, qurba, tu xêr hatî!

          - Arakêl!

          - Arakêl!

          Merîê çaxî wîra dor lê girtin. Arakêl giran serê xwe hejand, caba silava gişka da, kere-ker dîsa ser ewê koka dara xweye ber dîwêr rûnişt, çena xwe da ser şivderê.

          - Arakêl, de bêje…

          - Tu kuda çûyî, te çi dît?..

          - Xwezilya min ç’evê te, Arakêl…

          - Hevt xwezilya min te, Arakêl…

          - Arakêl!

          Arakêl mînanî gamêşa dikire fişke-fişk û nizanbû caba kîjanî bide, çi bêje, çi nebêje.

          - Arakêl, de me nekuje, bêje, tu gihîştî ç’yaê Npatê?..

          Yê dipirsî Mûşêx’ê Vankê bû.

          - Ez gihîştmê, Mûşêx’…

          - Te çi dît?..

          Arakêl êpêce wede xwe ker kir, paşê kesereke kûr rahişt û got:

          - Ezê çi bibînim? Dêra me usa cîê xweda sekinî bû, ç’em jî dîsa usa dikişya…

          Merivê, ku wetenê xwe unda kiribûn, temamya rojê ji wî dûrneketin, lê Arakêl tu tiştekî teze negot.

          - Dêr cîê xweda bû, ç’em jî dîsa usa dikişya…

          Berîêvarê sedrê şêwra gundî teze – Şîl Garê hate hewşa wan.

          - Hûn çira berev bûne? Dewete, pelawê bela dikin yanê pelewan dilîze? Belabin!..

          Gundî bela bûn. Hewşa Arakêlda her tişt seqirî. Ew û Senem çûne hundur.

          Arakêl çend roja ji mal dernediket. Tu cîkîda nediçû, tu kesekîra xeber nedida. Nedihatine mala wî jî. Hevtêkê şûnda destpê kirin hatin, çûn. Heta Şîl Garê jî hat.

          - Apê Arakêl, de te çi dît, gilîke, em bibihên…

          Lê Arakêl tu gilîk wîra jî negot. Gelo bona çi Şîl Garê usa şîrin bûye? Vira tiştek heye. Çi bihîstye?..

          Çend roja şûnda ji mal derket, ser koka dara ber dêrî rûnişt, qelina xwe kişand. Hey car-cara dîsa berê wî dikete ç’yaê Berdûx’ê, zûr dibû heç’ê wîyî ger dinihêrî, gava gihîşte serê wî, sekinî, hey li şmalê, hey li cenûbê nihêrî. Alîkî deşta Araratê bû, alîê mayîn besta Zîravîê bû. Li ç’ya dinihêrî û bawer nedikir, wekî ser wanra derbaz bûye, çûye welêt, dîtye û şûnda hatye.

          Ç’evê xwe digirt û xeber xwera digot:

          - Ew çi xewneke xweş bû, wekî min dît, xwezil li ç’evê min…

          Êvarekê Mûşêx’ê Vankê – hevalê Arakêlî berê, amin, hevalê wîyî sal-zemana hate mala Arakêl. Ewî û Senemê hîvî kirin, wekî nha Arakêl bêje, kuda çû, çi dît, welêtda çû hebû, çi tunebû. Nha tenêne, merîê xerîb tunene, derî jî dadaîye. Û vê carê jî tu tiştekî teze ji devê wî nebihîstin, xênji wê yekê, wekî dêra Hovhanne mezine li pêşa ç’yaê Npatê dîsa cîê xwedane û ç’emê Mûradê jî, Arasanîê me, dîsa mînanî berê nava çayîr-çîmana ji rohilatê berbi roavaê dikişe.

           

          1964, Lûsakêrt.

           

           


                    [1] Yeke çawa bû! (bi rûsî)

                    [2] Gilî derheqa Lavrêntî Bêrîadane. L.Bêrîa (1899-1953) – serkarê Komîtêa bêqezyabûnê Tifaqa sovêtîê bû.

                    [3] Ordya Spî, ku dijî Sovêtê dikire şer.

                    [4] Xmbapêt (bi ermenî) – serkarê komê.

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *

Можно использовать следующие HTML-теги и атрибуты: <a href="" title=""> <abbr title=""> <acronym title=""> <b> <blockquote cite=""> <cite> <code> <del datetime=""> <em> <i> <q cite=""> <strike> <strong>